SEROK: Mirov dibîne.
ARZAN: Çi dibîne?
SEROK: Pir caran zarok seqet dizên.
ARZAN: Çawa?
SEROK: Ma hun hîç li ser kar û kirinên xwe nafikirin? Karên we karên mejuyê tendurust in?
We giş taqeta xwe daye ser dostaniya bi dijmin re û hun jî, baş dizanin ku tu rûmeta we li
ba dijmin tune. Tirzo nizane çi dipeyive, heyrana Ewropa ye. Li ser nafikire, Ewropa ew
rehetiya xwe, dewlemendiya xwe ji kuderê digre. Ewropa li dervayê sînorên xwe çiqas
barbar e hun naxwazin bibînin.
BERKEND: Em naxwazin kes dev bavêje dostên me. Medeniyeta me ji wan tê, em heyranê
wan in; ma emê heyranê kevirên serê çiyan bin?
TIRZO: Em ji çiya û heriyê hez nakin. Em naxwazin vegerin jiyana sefîl. Kengê we
Kurdistan xilas kir û gihand medeniyeta Ewropa, emê wê demê bên û alîkariya we bikin. Em
vêga qala welat dikin li Ewropa lê em dijûnan bi şer û çiya dikin. Em wiha nekin, dostên
me û mirovên Ewropî bi çavekî barbarî li me dinêrin, em naxwazin kes li me bi çavê ne
sivîl binêre. Ewropî gelek çek û sîleh hildiberînin lê ew dest nadinê, bi xwe kesî nakujin.
Kesên welatên paşvemayî çi dikin, wan çekan digrin destên xwe hêrîşê der û dorên xwe
dikin. Na, ez vê yekê tucar napejirînim.
BERKEND: Rast e birêz Tirzo, lê divê mirov xwe li gor rewşê bilivîne. Em jî, ji çekan
nefret dikin. Ji çekan ji dijmin, emê destê xwe dirêjî dijmin bikin, jê dostanî bixwazin. Dibe
ku ew bi çekan bên ser me lê em mirovhez in, em şer naxwazin. Xem nake bila ew li me
bixin, rojek ewê ji kirinên xwe bi xwe poşman bibin.
TIRZO: Pirs ev e birêz Berkend, bihêle bila dijminê te ji kirinên xwe poşman bibe. Ew li te
bixe, tu jî, rabî lêxî nabe. Divê aliyek xwe bi aqil bilivîne. Dijmin ne kevir e, ew jî, mirov e;
wê carek te bikuje, ma nikare deh caran te bikuje. Tişt nabe bila carek em bimrin, ma çi
dibe, mirovahî nemaye. Pêwîst e em humanîst bin yanî mirovhez; herî zêde jî, divê em ji
dijmin û qatîlên xwe hez bikin, wê rojek bê ewê poşman bin...
SEROK: Kurdo feqîro, Kurdo şerpezeyo!
SOKRATES: Nizanim, eger Thalesê Milletî li vê derê bûya wê çi bigota! Baş e ku
Diogenes ne li vê derê ye! Hêviya min Hippokrates di demeke kin de dermanek li dijî
bêaqiliyê bibîne. Piştî ez guhdariya birêz Tirzo dikim, hîn bêtir bi êşa Kurdan dihesim û hîn
bêtir barbariya Ewropa fam dikim. Gelo em xwe nekşînin nav sohbeta xwe bi Kurdên xwe
yên din re?
SEROK: Ev jî, Kurdên me ne lê Kurdên me yên din in.
SOKRATES: Yanî bi du awayî Kurdên me hene, her du jî, bi awayek Kurdên me ne û her dû
jî bi awayek Kurdên me yên din in?
SEROK: Kurdên me yên din Kurdên me ne. Ev Kurd jî, Kurdên me ne lê ne bi awayê Kurdên
me yên din. Ji aliyê din jî, ev Kurd Kurdên me yên din in lê ne mîna Kurdên me yên din
Kurdên me ne.
SOKRATES: Mesela sêveke me heye lê ew sêv hem ya me ye hem ne ya me ye. Ew sêv bi
awayek ya me ye ji ber ku ji dara erdê me ye, lê ew bi awayekî din ne ya me ye ji ber ku ji
dara erdê me qetiyaye, ketiye destê kesên din. Lê sêva di destê kesên din de sêva me ye. Ji ber
ku ew di destê kesên din de ye, ne ya me ye.
SEROK: Ev Kurd jî wisa, lê bi awayekî din. Ferqa van Kurd û sêvê ew e ku ev dikarin
daxwaz diyar bikin lê sêv nikare. Eger sêv nikare daxwaz diyar bike, em nikarin bêjin ew ya
me ye yan ne ya me ye. Ew dimîne li ser hêza me ya têkoşînê li ser sêvê. Ev Kurd yên me ne
lê daxwaz diyar dikin ku ne yên me ne lê dîsa jî, ew yên me ne bi awayekî din. Kurdên me
yên ku daxwaz diyar kirine ew ji xwe yên me ne. Ji ber ku em li ba Kurdên daxwaz ne
diyarkirî ne û Kurdên me yên daxwaz diyarkirî, ne li vê derê ne; ew Kurdên me yên din in. Lê
em li ba van Kurdan e ku bi daxwaza xwe, ne Kurdên me ne, ji ber vê yekê ji me dûr in û em
li ba wan bin jî, ew Kurdên me yên din, bi awayekî din in,.
SOKRATES: Mirov dikare li ser daxwaz tesîr bike lê nikare biguhire. Ma em nikarin bikevin
sohbeteke kûr daku em li ser wan tesîr bikin?
SEROK: Em dikarin. Emê hertim jî, biceribînin. Ji bo sohbeta kûr divê kûrahî hebe. Ez di
piraniya van Kurdan de ku hem yên me ne û hem ne yên me ne, kûrahî nabînim.
SOKRATES: Em nikarin bi wan re zelal û bi gotinên vekirî hêdî hêdî bipeyivin?
SEROK: Em dikarin lê ew guh nadin peyvan. Dijmin bi wan re napeyive, wan cidî nagire û
dijmin e lê ew dîsa pê re ne, çima? Ji ber ku dijmin bi hêz e, dihêle ew û çend kesên wan
bijîn, alîkariya diravî dike. Mirovê birçî û tazî bi peyvên xweş qanî nabe. Bi gotinan mîna
me bifikirin jî, heta ku em ji dijmin bi hêztir nebin û hinek jî, alîkariya wan nekin, ew
venagerin nav me. Em realîst in, rastiya welatê xwe dizanin. Du rê li pêş me hene.
SOKRATES: Û ew du rê çi ne?
SEROK: Yek: pêwîst e em hêza xwe bidin ser gelê xwe yê ku dixwaze li pey îdeal û
meziyetên bilind bimeşe û hewl bidin ku tesîra netewhezî û welatparêzî bilind bibe. Bi vî
awayî emê bikarin rê li ber xurtbûn û tehrîbata kesên wiha bigrin. Ev rê herî rast e. Du: divê
em xwe gelek xurt bikin ku karibin ji aliyê diravî alîkariya wan Kurdên xwe yên durust bikin
ku ji ber qelsiya xwe di nav lepên dijmin de mane. Giş qiweta me divê li ser milê gelê me be
û ew hêza me ya bingeh be; polîtîka û dîplomasî bê pêwendiya gel nameşe. Divê di
hertiştên tên kirin de gel xwediyê rola eslî be, ne fîguran be.
SOKRATES: Li ser Kurdên di bîr û baweriya çewt û xeyalan de ne, dikare çi bê kirin? Tê
dîtin kesên li Ewropa di çi cahîliyê de dijîn...
SEROK: Ne giş. Tirzo mînakek negatîv e. Kurdên wisa mirov dikare bi tiliya bijmêre, ne
zêde ne. Ew sah kiriye li Ewropa medeniyet heye û bi xwe nizane medeniyet çi ye, ketiye
pey bîna û jiyana li gor xwe xweşik dibîne. Ew nîvxwende ye. Dereng dest bi tiştan kiriye,
piranî şaş fam dike, tiştên dixwîne, çewt şirove dike. Navê hin nivîskar û zanayên
Ewropa hatine guhên wî, hemûyan tevlîhev dike. Haya kesên wisa ji dewlemendiya çand û
dîroka wan, ji serfiraziya gelê wan nîne, ketine pey hin tiştan, li gor xwe rast dibînin.
SOKRATES: Lê Tirzo hîn nizane ka kî fîlozof e, kî çi difikire, qala wan dike. Ma mirov
tiştekî nizanibe dibe heyran? Gelo mumkun e ku mirov rojek bêje ez vî tiştî zanim?
SEROK: Mirov bizane, xwe navêje ser tiştên wisa. Ew heyrana Ewropa ye, hîn nizane
Ewropa bi çanda we, fîlosofiya we serbilind e, pesna xwe bi we dide. Ew zanibe çima
venegere ser çanda xwe, têkoşîna parastina çand û welatê xwe? Ew bajarên beton ji dêvla
çiya û xwezayê Kurdistan tercîh kirine. Lê emê hewl bidin ku hemû Kurdên xwe, bi her
awayî ji êş û derdên wan azad bikin!
SOKRATES: Baweriya min ji vegera kesên wisa tune. Lê hêvî hertim li pêş e. Xebata
Kurdan gelek hêvî dide min.
Diyalog - IX -
Pirsgirêka Kalemêran
SOKRATES
û
SEROK
SOKRATES: Te got piranî Kurd problem in lê problemên herî mezin jî, piranî rûspî û
pîremêrên Kurdan e?
SEROK: Belê.
SOKRATES: Lê eger ew pîremêr û rûspî ne, çima problem in? Na, eger ew problem in,
çima rûspî û pîremêr tên hesibandin?
SEROK: Ez jî, hertim vê pirsê ji xwe dikim!
SOKRATES: Bersiva te çi ye?
SEROK: Mîna tu dizanî, derdê Kurdan ne yek û dido û sisê ûwd. ne. Di civaka me de gelek
tişt li hev nayên, li hev diqelibin; bi salan bindestî nehîştiye karaktereke serbixwe biafire,
kesayetiyeke azad derkeve. Hertim eynî pirsgirêk: Kêmasî û nebûna kesayetiya li ser xwe ji
bo civak, ji bo civak li ser nigên xwe, ji bo xwe bi civak û bi civak ji bo parastina nirxên
kesayetiya dilberz.
SOKRATES: Pirsgirêkên Kurdan fam dikim. Civaka Kurd di nav xwe de gelek bi mixrik e,
ev tiştek siruşt e. Hemû civak di nav xwe de bi mixrik in, bê mixrik pêşketina civak û
kesayetî jî, li anegora pêşveçûna taybetiya xwezayê ne mumkun e. Tiştê ku ez fam nakim;
li beramber evçend mixrik û pêşveçûna civakê çima kesayetiyên mezin, kesayetiyên
dilberz, bi bîneriya dûr û dirêj zêde dernakevin? Gelo derdikevin ez nabînim yan ez dibînim
ew dernakevin yan ew dernakevin ez nabînim yan jî, ez nabînim ew dernakevin?
SEROK: Di van salên dawî de civaka me bi lez pêş ve ket. Lezîna pêşketinê bi xwe re
astengên pêşveçûna nerast jî anî. Gava civak ji paşvemaneke tund bi lez derbasî
pêşketineke tund bibe, ev rewş bi xwe re hin astengiyan tîne ku ev tiştekî ne ecêb e. Tiştê
herî ecêb ev e ku ew kesên di lezîna pêşketinê de xwedî kar û qudret in, zêde astengî
dernaxin, yên ku zêde asteng in ew kes in ku bi salan temenê xwe derbas kirine lê bi carekî ve
bi xwe hesiyane û rabûne ketine nav meşa azadî. Meşa azadî diherike, mirov dikare hertim
pê re bimeşe, ne şert e ku ji destpêk pê re bûbe. Ji xwe destpêk û dawiya meşa azadî nabe,
mirov ji ciyekî tevlî wê dibe û diherike.
SOKRATES: Baş e, ew pîremêr yanî rûspî tevlî meşa azadî nebûne? Eger bûne çawa û
çima bûne, eger nebûne çima nebûne?
SEROK: Gelek ji wan tevlî têkoşînê bûne; piranî ji wan berê jî, têkoşer bûne, ber xwe dane
lê ne bi awayê me. Ew hatine nav me, ma ji xwe ev têkoşîn ya wan e, ya hemû Kurdan e. Ne
tenê ya Kurdan ya giş kesên mirovhez, bindest û azadîxwazan e. Hinek ji wan tên nav
têkoşînê, li me minetan dikin, tu dibêjî qey ew ji bo min vî karî dikin!
SOKRATES: Ez hîç ji kal û pîrên qarqarok hez nakim. Pîremêr pircaran bi kêr nayên. Emrê
xwe vala derbas dikin. Mirovê emrê xwe vala derbas bike ji bo min mîna darekî ziwa ye. Çi
pêwîstiya we bi wan heye, nexin nav xwe!
SEROK: Nabe birêz Sokrates. Pîremêr giş ne wisa ne. Em qala qelsiya xwe dikin daku
çareyek jê re bibînin. Rast e mirovên emrê xwe vala derbas dikin mîna darê ziwa ne lê darê
ziwa jî, mirov dikare zivistanê bişewitîne, xwe li ber germ bike. Yên me piranî bi kêrî
şewitandinê jî nayên lê em çi bikin, mezinên me ne, emê rûmeta mirinê bidine wan.
SOKRATES: Tu dikarî ji min re piçek qala wan pîremêran bikî?
SEROK: Pîremêrên me du gotin ji bo têkoşînê dibêjin, mîna ku welat ji destê dijmin rizgar
kiribin ji me rûmetê dixwazin. Pircaran gava bi navê me dipeyivin dikevin nav ajîtasyonan,
teng dibin û bi navê me hin dostên me jî, ji me dixeyidînin. Ez karê her kesekî bi rûmet
dibînim lê kesên me pircaran rêzdana me çewt şirove dikin.
SOKRATES: Ev kal û keftar çi dikin, pîşeya wan çi ye, ji kîjan beşên civakê ne, qudreta
wan çi ye? Bi çiyên xwe bawer in ku karên we hîn giran dikin?
SEROK: Ji her beşên civakê ne: tixtor in, abokat in, mamoste ne, feqî û mele ne, nivîskar û
rojnamevan in, muhendis û zimanzan in, karmendên dewletê ne, helbestvan in ûwd. Tiştê
herî neqenc jî, ev qencên me ne. Em qala qenc û neqencên dervayê xwe nakin. Piranî nivîskar
in, nizanin binivîsînin. Zimanzan in tenê dikarin Kurdî bixwînin û binivîsînin, tu bibêjî ziman
çi ye, ew zimanê xwe ji te re derdixin. Tixtor, tenê aspirînê nas dikin, bi xwe bi salan e
nexweş in, nizanin nexweşiya wan çi ye. Abokat in deriyê dadgehê nas nakin. Feqî û mele
fêrî fêlbaziyê bûne. Hinek ji wan dikarin ji te re quranê ji ber bixwînin lê ne xweda ne
pêxember dikarin li hember wan gotinek bibêjin. Helbestvan; heta vêga min Kurdek nedîtiye
ku ne helbestvan be. Hemû Kurd helbestan dinivîsînin lê nizanim kî van helbestan dibîne,
dixwîne yan fam dike?
SOKRATES: Bi rastî rewş ne ewçend hêsan e. Ez ji pîremêrên Kurd tirsiyam. Baş e, ew
nikarin bi karên xwe, bi baş û xirabiya xwe li hember dijminê xwe tiştna bikin? Çima bela
xwe li we didin?
SEROK: Tu ji wan bipirsî giş kar û pêşketin bi xebata wan e, lê di rastiyê de ew pircaran li
ber xortan asteng in. Keç û xort, ciwanên Kurd li gor qudreta xwe ji bo welatê xwe çi ji
destên wan bê dikin. Ez nabêjim şaşî û kêmasî nakin; hin ciwan jî gelek bedbextî dikin lê
niha mijara me pîremêr in, emê li ser wan rawestin. Kal û pîr carna mîna zarokên pêncsalî ne.
Ew dixwazin hertim mirov gotina wan bike û pişta wan miz bide, pişo pişo bêje. Aliyê
baş yê kar û xebat hertim ji xwe re dixwazin. Bi ya wan be pêwîst e li dora wan gelek ciwan
mîna perwane bigerin. Xasma ciwan ji wan gelek zêde kar dikin û di karên xwe de rast û zana
ne.
SOKRATES: Heyfa ciwanên Kurd ji destên van pîr û kalan. Hun çima wan naşînin nav
dijmin, li wê derê feyda wan ji we re ne zêdetir e? Pîremêr hertim, di her civakê de mîna
zarokan e lê pîremêrên civakên hin welatan gelek jîr û bi feyde ne.
SEROK: Mixabin di civaka me de pîremêrên jîr kêm in. Hin pîremêrên me yên jîr hene lê bi
gelemperî pîremêrên me mîna zarokan e. Tu çi karî bidî wan nabêjin na! Di civînan de kar
digrin ser xwe, ji civînê şûn ve deng ji wan dernayê; karê girtine ser xwe davêjin ser kesên
din. Lê ev rewşa hemû Kurdan e. Karaktereke netewî ye: Kurd tucar nabêjin ew nizanin yan
nikarin. Herkes hertiştî dizane û tukes tutiştî nake. Gava tu karekî bidî ser Kurdekî divê tu
kesekî jî bidî ba wî ku ew wî karî bimeşîne. Carna divê tu kar bidî yekî û yekî din û yekî din
û yekî din, dawiyê dîsa hesaba xwe bikî ew kar li ser te dimîne. Kurd di civîn û civakan de
hertiştî dikarin lê tenê di civîn û civakan de. Kurd ji xwe re kêmasî dibînin ku bibêjin ez
nizanim, ez nikarim, ew hertim dizanin û dikarin lê nakin.
SOKRATES: Gelo çima, sedem çi ne?
SEROK: Çend sedemên girîng ev in: a-Kurd quwet û qudreta xwe kêm dinasin, b-plan û
program çênakin, c- di jiyana rojane ya Kurdan de na, nizanim, nikarim, nebaş im gotinên
biyanî ne, d- gurura feodalî di wan de heye, bi lorikên mêranî mezin bûne, e- dixwazin bikin,
lê bê hesab in, f- ji gotin û rexneyan ditirsin, naxwazin rexne bê ser wan, g- digrin ser xwe
nakin, me jî, xwe jî dixapînin, h- bi ramana nûjen dest navêjin tiştan, i- ew tevgera gelê Kurd
baş nas nakin... û bi sedan sedemên din hene. Lê em ne psîkolog in, em siyasetê dimeşînin,
sebra me jî, bi sînor e. Tiştê herî girîng ew hesab nakin ku sebra me jî, heta sînorekî ye. Ma
emê çima rûmet bidin kesên kêrnehatî û bi ser de jî, dibin bar li ser pişta me. Em dixwazin
rêzdana vala, rêzdana bê ked rakin, ji rêzdana feodalî xilas bin, hinek jî, me carekî din
dikşînin nav wê rewşê. Em rêz didin ked û zanebûna mirov, em rêz nadin temenê mirov.
Rêzdariya temenê bi sînor e. Em rûmeta temenê bigrin, emê rûmeta dar û keviran bigrin, ji
ber ku temenê wan gelek e. Hin zinar milyon salî ne, çima em rûmet nadin zinaran?
SOKRATES: Min jî dixwast vê yekê bînim ziman. Me tucar rûmet nedida Thales,
Anaximanders, Heraklit, Zenon ûwd. ji ber ku ew pîremêr bûn. Me rûmet dida raman û
zanyariya wan. Baş tê bîra min ku tu şagirtên min ji bo temenê min rêzdariya min nedigirt.
Heta, piştî min şagirtek bi navê Diogenes hebû ew rêzdariya tukesî nedigirt. Rûmet dida
jiyana segan, li gor ramana wî seg ji herkesî bêtir heqaretê didîtin û ew jî, mîna seg dijiya. Lê
divê ez vê rastiyê bînim ziman ku têgîştina Diogenes zor e. Em fanî pêwîstî bi hin tiştên vê
cîhanê dibînin. Belê li cem me wisa bû ku kes rûmetê nedida temenê mirov. Hertim me
rûmetê bi hêza ramanên xwe digirt. Gava em kom dibûn daku em li ser pirsekê bipeyivin,
ciwan bi pirsên tûj dihatin ser me. Heta jina min Xantippe jî, tucar rêzdariya temengirtinê fêrî
zarokan nedikir.
SEROK: Te pircaran Xantippe birçî dihîşt, lê pîremêrên me ne birçî ne jî.
SOKRATES: Rast e, ez bi xwe hertim birçî bûm lê nan û xwarin hîç nedihat bîra min.
SEROK: Tê bîra te, tu li kuçeyên Atîna havîn û zivistan bê şekal digeriyayî, tenê ebayek li
ser te bû. Ma li te ne sar hebû?
SOKRATES: Sar û germ, hişk û ziwa, tûj û şêrîn, têr û birçî ûwd. ma mirov dikare van
tiştan bigire, bibîne yan ji holê rake? Gelo ew hene yan em wisa hîs dikin? Min biryar dabû
ku tiştên ji dervayê min û îradeya min hene, tiştên ez wan nikarim bibînim û tesbît bikim, ji
xwe re nekim pirsgirêk. Min nedixast hîsên min li ser min hukum bikin, min hîsên xwe dixist
bin îradeya mejiyê xwe; ji ber wê yekê jî, hebûna wan ji min re giran nedihat. Hebûna wan
tunebûna wan îspat dikir, tunebûna wan ji min re dida diyarkirin ku ew hene. Min nedihîşt
tiştên netişt ji dervayê eztişt û eznetişt li ser min tesîr bikin. Bi vî awayî netesîrkirina
wan bi min dida hîskirin ku ew di rastiyê de li min tesîr dikin. Li min tesîrkirina wan îspata
netesîrkirna wan bû. Min hebûna wan li dervayê hebûna xwe, nehebûna wan dikir hebûna
xwe. Hebûna min hebûna wan û nehebûna wan îspat dikir. Hun nikarin hebûna pîremêrên
xwe mîna nehebûna wan bihesibînin?
SEROK: Belê, ew hene lê ew heyînê najîn. Mirov dikare nebûna neqenciyê mîna hebûna
qenciyê bihesibîne lê nebûna neqenciyê îspata nebûna qenciyê ye jî, çawa ku hebûna
qenciyê îspata hebûna neqenciyê ye jî. Çiqas qencî û neqencî bê hev nebin, ewqas jî, bi hev
re nabin. Sar, germ, hişk, ziwa, çima û çawa hene, yan hebûna hîsên me hebûna wan bi
xwe re tîne? Baş e, îspata hebûna hîs çi ye? Em dikarin hîs bînin ber çavên xwe bê ku
tesîrek ji derva lê bikeve? Bê tesîra derva hîs diyar nebe, gelo ev ne îspata nebûna wî ye? Di
îspata nebûna tiştekî de hebûna wî jî tune? Hebûn bi xwe ne berîqîna nebûnê ye? Eger hebûn
beriqîna nebûnê ye, em nikarin hebûnê bi nebûnê yek bibînin? Eger em hebûnê bi nebûnê re
yek bibînin, gelo nebûn jî nabe hebûn. Hebûn nebûn be çima ew ne yektişt e, eger ew
yektişt e, çima em qala du tiştan dikin? Mezin biçûk be, biçûk jî, mezin e. Lê çima em
carek mezin, carek biçûk bi lêv dikin? Hebûna mezin ne îspata hebûna biçûk e, hebûna
biçûk ne nebûna mezin e? Nebûna biçûk, nebûna mezin e jî, lê nebûna biçûk û mezin
hebûna wan e jî.
SOKRATES: Ji ber vê yekê pêwîst e, mirov carekî din jî, rewşa pîremêran bîne ber çav.
Pîremêr bila mîna dîkê serê sibê neqêrin; ew qerîna xwe ji ciwanan digrin. Ciwanî nebe, kalî
jî nabe. Hebûna kalî bi hebûna ciwanî, tunebûna ciwanî jî, ne tunebûna kalî ye? Bersiva pirsa
kalî yan ciwanî berê ye, mumkun e bê dayîn? Cehalet berê bû yan zanyarî? Mirov dikare bêje
ciwanî û cehalet berê ne? Eger cehalet berê ye zanyarî paşê ye, lê paşê dîsa cehalet nayê?
Beriya berê çawa bû? Paşîya paşê çawa ye? Paşiya berê û beriya paşê dikare bê
bersivdan?
SEROK: Giş xebata min li ser wê yekê ye ku ez ji Kurdan re bidim zanîn, ew xwe, hebûn û
nebûna xwe, der û dora xwe nas nakin. Gotinên di devên wan de piranî tenê gotin in. Ma
gotin bê mane dibin? Eger gotin bê mane bin çima tên gotin? Eger tên gotin çima bê mane
ne? Mirov ne mecbûr e hertim xwe bi gotinan bîne ziman. Carna bêdengî ji gotinan zêdetir
mane îfade dike. Gotin xwedî kirin bin mane îfade dikin. Divê her gotin xwediyê kirina xwe
bi xwe be, rastiya xwe bîne ziman, karê xwe bîne cî. Kes ji kesî re nabêje gotinên bê mane
bike yan neke, lê heqê herkesî heye ku rêzdariya gotinên ne di ciyê xwe de ne, negire. Beriya
ku mirov xwe davêje ser gotinek, ser karek divê hesabê xwe baş bike û dawiya bûyerê
bifikire. Pirsgirêkek jî ew e ku gotin û kirin pircaran li pêş hesabê ne.
SOKRATES: Pîrejin çawa ne, ew jî, mîna pîremêran e?
SEROK: Te pirseke baş kir. Rewşa jinan di civaka me de tiştekî din e. Ez naxwazim li ser
rewş û pirsa jinan bisekinim lê hinek rastiya wan bînim ziman. Li Kurdistan hertim li
hember derva, karên derva gotina mêran derbas bûye. Gotina jinan hebe li malê ye. Jin bi
derva re pir neketine nav têkiliyan, di sînorê mal û civaka xwe de mane. Ji ber vê yekê jî, jin
neqencî negihîştandine civaka xwe. Neqenciyên ji aliyê jinan gihîştine civakê jî, bi riya
mêran gihîştine. Tu li dîroka Kurdistan binêrî, tê nikaribî jinek bibînî ku xayîn bûye, cahş
bûye; bi riya mêr, bav û birayên wan pêwendiya wan bi derva û dijmin re çêbûye. Pîrejinên
Kurd tu astengî li ber kar û bar dernaxin. Kêmhejmara jinên rewşenbîr û xwedîpîşe rê li ber
xwedîpeyvbûna wan teng hîştiye. Pîrejin ji pîremêran şoreşgertir in, fîdakar û nermtir in.
Keçên Kurd di şoreşa me de ferqa navbera xwe û xortan rakirine; ji xortan bihurîne. Ew di
nav xebata dereng bixwehesînê hîn bêtir fîdakarî dikin, pêwîstî pê dibînin ku hîn bêtir xwe
bidin pejirandin û efsaneyan diafirînin. Ez vê pirsê li vê derê kin digrim.
SOKRATES: Baş ku jinên we ne mîna jinên me ne. Xantippe baş bû lê zor bû.
SEROK: Jinên me yên ne qenc jî, hene. Jineke min hebû, Xantippe li ba wê melek dima.
Xantippe bi welat û civaka xwe re durust bû.
SOKRATES: Bi rastî Xantippe gelek welatparêz bû. Ew di şerên Potidaia, Amfîpolis û
Delion de kêfxweşiya xwe bi tevlîbûna min anî. Xwedîkirina zarokan girt ser xwe ji min re
bû alîkar.
SEROK: Ango di civaka we de jî, şer karê mêran bû?
SOKRATES: Hinek wisa bû. Jin di mîtolojî de rol digirtin ser xwe lê di jiyana rojane de rola
wan mîna jinên civakên din bi mal û zarok ve bî sînor bû. Di demokrasiya Atîna de mafê
hilbijartinê yê jinan tunebû. Lê em vegerin ser xala xwe; ew pîremêrên we çima mutewazî
xizmeta civak û welatê xwe nakin?
SEROK: Tu ji wan re wisa bibêjî, te xayîn, ajan û nizanim çi bi nav dikin. Etîka mirovahiyê,
etîka raman û rewşenbîriyê di mirovên me de hatiyê kêmkirin. Dijmin mejiyê mirovên me
şêlandiye, parçe parçe kiriye, daxwaza me ew e ku em komî ser hev bikin. Mejiyê Kurd
piranî ji bo biyaniyan xebitiye. Ev tiştê em dikin emeliyat e, em di mejî de emeliyat dikin ku
cardin komî ser hev be û bikeve xizmeta Kurdan.
SOKRATES: Di emeliyatan de mirin jî heye, hun natirsin?
SEROK: Tirsa me mirin nîne. Em hewl didin ku piştî emeliyatê ucubeyekî din dernekeve.
Em li dijî jara dijmin şerbeta vegera Kurdayetî û mirovheziyê didin wan; em dizanin ku pir
pozîtîv dikare negatîv bi xwe re bîne. Em bi sebir li ser tedawiya pozîtîv disekinin û emê bi vê
yekê bidomînin jî. Ji ber ku hin mînakên negatîv jî, tedawiya nexweşiyê li pêş me hene, em
baş nabînin. Ev yek carna serketî be jî, şopên gelek neqenc paş ve dihêle. Zor û
zehmetiyên me hene. Civaka me bi êş e, em nakevin xeyala hêsaniyê, lê daxwaza me heta ji
me bê xewnereşk kêm bin!
SOKRATES: Hun ji niha ve tedbîran nagirin?
SEROK: Çawa! Mirov çiqas tedbîran bigire jî, têr nakin. Her tiştên civakê pêwîst e ji nû
ve ava bibin. Pircaran pêwîstî bi avasaziya tiştan derdikeve pêş, tişt tên damezirandin lê
pircaran tenê bi damezirandinê dimînin. Saziyên tên damezirandin îro pêwîst in lê piranî ji bo
duwarojê ne. Avakirina saziyan têr nake, ji wan re pispor jî divên. Pisporên me gelek kêm in;
kêmahiya wan rê dide kesên nepispor, kesên nezan.
SOKRATES: Tedbîr ji bo piştî şoreşê? Bi rastî ev gelek girîng e. Lê mîna hun dibêjin zor
e, bi vê zoriyê hunê çawa serî derkevin?
SEROK: Ez naxwazim li ser giş beşan rawestim. Niha li ser pîremêr û hin saziyan lê bi
rastî jî, pir kes zehmetiyên me fam nakin. Ji min re şikayetên wisa tên ku zarok pê dikenin.
Ma ez nizanim bi şoreşekê re kar meşandin zor e. Pir kes derdên xwe ji min re not dikin lê
perspektîf û plan nanivîsin. Bi ciwanan re xebat zor e lê xweş e jî. Pîremêrên me bi ciwanan
re mîna heval naxebitin, ew ji wan rêzdarî hêvî dikin. Mîna ku kêmasiyên ciwanan dibînin
yên dijmin nabînin. Tu dibêjî qey dixwazin heyfa xwe ji ciwanên Kurd hildin mîna ku ew
dora xebatê ji wan girtibin. Ma ew beriya van ciwanan nebûn? Çima tiştek nebirine serî?
Ez qebûl dikim ku ciwanên me gelek xeletiyan dikin, kêmasiyên wan hene...
SOKRATES: Xeletî nekin, kêmasî nekin çima ew ciwan in? Bila ew keftar ciwaniya xwe
bînin bîra xwe ka çi kurt û kêmasiyan kirine, çi guzan şikandine!
SEROK: Ew ne tenê li hember ciwanan wisa dikin. Pîremêr giş li dijî hev in. Tiştê ku ez jê
gelek aciz dibim jî ew e ku emrê wan ji 50, 60 bihuriye lê mîna zarokan bi hev dikevin, li
hember hev dexesiyê dikin. Gava tu xeletiyên wan didî rûyê wan, çewtiya xwe bi tund
diparêzin; gava rê ji parastina çewtiyên wan re nemîne, îcar xwe li dîniyê dikin, serê xwe li
heft dîwaran dixin, bexşandina xwe dixwazin, çend roj şun ve dîsa dikevin wê rewşê.
SOKRATES: Eger ew dîn in, çima naçin nabin bela serê dijmin, çima nakevin ciyê dînan?
SEROK: Nizanim, gelo ciyê wan di nav dînan de heye? Ew dînên aqilê xwe ne, xwezî bi rastî
dîn bana.
SOKRATES: Ez nizanim çima; bi xwe keftar im lê ji wan hez nakim? Di ser û dilê xwe de
keftarî qebûl nakim. Birêz Serok vekirî bibêje, tu min mîna keftarekî çawa dibînî?
SEROK: Tu xortekî 18 salî yî, çi keftar!
SOKRATES: Spas, ji kerema xwe re, li pêş Xantippe jî, wisa bibêje! Gelo rast e, gava laşê
mirov dirize giyana mirov jî, dirize?
SEROK: Li gor şagirtê te Platon dibêje, fikrê te mirin û pîrbûna giyanê qebûl nake. Li gor te
giyan û raman namirin, narizên, ne wisa ye?
SOKRATES: Mirov dimire, raman û giyan jê derdikevin li hewayê li ciyekî dinyayê dijîn
wiha dibêje Platon ne?
SEROK: Tiştek wisa!
SOKRATES: Ev Platon jî, bi destûra te, pistepist kiriye zanyarî. Min bi hezaran car tiştên
wiha û newiha gotine, ew tenê bi dûvika vî tiştî girtiye. Dînek kevirek avêtiye binê bîrê, sed
zanyar dernexistine; piştî Platon her kes rabû li ser gotinên wî, rexne li min girt yan parast.
Ma problemên civaka me ji yên we kêmtir in? Yek bi navê Aristoteles derket hertiştî
qilopanî kir û mîna rêzê têkûz kir, ma mirov raman û giyan dixe rêzê? Tu pêwendiya min pê
tune dîsa gava qala fîlosofî dibe, navê min pir zêde derbas dikin. Heta fîlosofî du beş dikin,
berî min û pîştî min. Ez rebenê xwedê, ma min tiştek nivîsiye? Na, ez nivîs nizanibûm. Em
diçûn Agora, me ji xwe re sohbet dikir, nizanim çima ew bêbextî giş li ser navê min
çêbûn, ma keftarê me ji yên we çêtir in, ma ciwanên me ji yên we çêtir in!
SEROK: Xem nake birêz Sokrates. Tiştên bi navê te tên kirin ewqas ne xirab in. Ez peyva
yên xwe bikim, tê nikaribî sohbeta xwe bidomînî. Ez tenê hin mînakên biçûk bidim; ji ber ku
dema min tune, dêvla nivîs bi dev dibêjim, ciwanên me digrin kasetê, paşê jê derdixin
dinivîsînin ser kaxiz. Dema min nîne bixwînim, îcar ew peyv dibin pirtûk. Carna ku dem
dibînim li pirtûkên bi navê xwe dinêrim, dimînim ecêbmayî. Pir kes tên ba min, kî tê teyîb û
pênûs di dest de ne, makîna sûretan jî tînin, sûretên xwe bi min re digrin û pirsan dikin. Piranî
nizanin çi bipirsin jî. Dema carekî din vedigerin ciyê jê hatine, kes nikare ji wan re tiştekî
bibêje. Bi navê min bê destûra min şûr digrin destên xwe û kî neçe xweşa wan li serî
didin. Gelek ciwanên me yên bi şûr hene, hemû şûrên min li hember hev pêk tînin; îcar
karibin jî!.. 'ûrê xwe ez bi kar naynim, heta xebera min jê dibe pircaran kesek namîne ku ji
şûr filitîbe!
SOKRATES: Na, min tehamul nedikir. Min nedihîşt kes sûretên min bigre û ji min pirsan
bike. Ez bi xwe pir pirsan dikim û li bersivan digerim. Ew aletên tu dibêjî di dema me de hîn
tunebûn, baş ku tunebûn. Dibêjin aletin hene ku mirov tê de tiştan temaşe dike, gava
dipeyive hevdu dibîne ûwd. Rast e ku makînên ji bayê zûtir diçin hene?
SEROK: Ba çi ye, makînên ji deng zûtir diçin hene!
SOKRATES: Belkî mirovên mîna makînan jî çêbikin daku kes bi kesî re nepeyive!
SEROK: Makîne şûna mirovan ji zû ve girtine, têkiliya mirovan bi makînan re, ji têkiliya bi
mirovan re zêdetir e. Li Ewropa pir kes tenê ne, nazewicin bi jin û mêrên naylon re dijîn.
SOKRATES: Hun nikarin ji dêvla pîremêran hin makîneyan deynin û ji wan re minet nekin?
Carna henek serê min vedike. Di vê pêşveçûnê de hîn Kurd bindest in û ne xwediyê
welatekî azad in; ev rewş pozê van Kurdên birêz naşewitîne?
SEROK: Bawer im yên hinek ji wan carna dişewitîne. Kurdên em li ser dipeyivin yên baş
in.
SOKRATES: Eger ev baş in, yên nebaş çawa ne?
SEROK: Yên nebaş nebaş in. Nebaşên nebaşan jî hene. Ez ferq naxim nav Kurdan, ji
Kurdên jîr û zîrek hez dikim. Ez ji Kurdên bi giyan û raman kole nefret dikim. 'erê min hertim
li dijî koletiyê ye lê koletiya bi dil ya herî xirab e. Em li vê derê peyva pîremêrên ku di dil û
mejiyên wan de hin ronahî mane dikin. Ez pêwîstî nabînim ku mirov peyva Kurdên peyayên
biyaniyan e, bîne ziman.
SOKRATES: Peyayên biyaniyan ji xwe peyayên biyaniyan e, ma çi têkiliya wan bi Kurdan
re heye, yan çi daweya wan bi Kurdan re heye?
SEROK: Peyayên biyaniyan bi ser de jî, ji xwe gelek razî ne. Ew ji bo mafê xwe yên biyanî
welatperweriyê nadin tukesî. Welatparêziya wan firotina nirxên Kurdan e. Di wan de tu nirx
nemaye ku bifroşin, kes qiruşek jî nade bi wan, ew di quncikên tarî de bazariya xwîna
Kurdên têkoşer dikin. Ger em carekî din vegerin mijara xwe, ez dikarim bêjim, pêwîstî pê
heye ku ew Kurdên dilpak li dora tevgera rizgariya netewî rewşa xwe heroroj di bin çav re
derbas bikin; destê xwe bidin ser wîjdana xwe ka ew çi ava û çi xira kirine. Heroroj
muhasebeya wîjdanê di mirov de dilpakî û baweriya kesayetî xurt dike. Ne tenê pîremêr, divê
ciwan û kesên din jî, hertim vê muhasebeya wîjdanî bikin.
SOKRATES: Bê muhasebeya wîjdanî ferq di navbera mirov û lawir de dimîne?
SEROK: Ne tenê mirov muhasebe bike, herwisa çareyan jî, bigere û bibîne. Divê mirov li
dijî kêmasî û şaşiyên xwe hîn tûj û tund be. Ez hertim dikarim şaşî û kêmasiyên hevalên
xwe ef bikim lê yên xwe tucar ef nakim. Divê mirov dijminê xwe jî, ef bike lê xwe ef neke.
Efa çewtî, kêmasî û neheqiya xwe gerek mirov di jiyanê de bîne cî. Pîremêrên me serê xwe
wisa berjor kirine ku tenê çewtiyên dervayê xwe dibînin. Ew serê xwe piçek ber bi xwe
vegerînin wê ji şaşî û kêmasiyên xwe bitirsin, ji ber vê yekê ye li xwe nanêrin.
SOKRATES: Dibe ku haya wan ji wan bi xwe tunebe! Mirov nikare odeyek tijî eynik bike û
wan yek bi yek tê de derbas bike daku ew di eynikê de xwe bibînin?
SEROK: Kesek nexwaze bibîne tu eynik bixî nav zikê wî jî, qebûl nake.
SOKRATES: Aletek tune ku gava yek çewtî, kêmasî û neheqî dike bîne bîra wî?
SEROK: Heye: Wîjdan.
SOKRATES: Di dema we de jiyan bûye makîne, nebe ku wîjdana mirovan jî êdî bê makîne
naxebite?
SEROK: Kurdên di nav makînan de dijîn lê di dema we de mirov ji makînan çi fam dikir,
hema hema ewqas jê fam dikin! Lê henekên xwe zêde neke birêz Sokrates, dema me kin e.
Divê ez hîn bi hin ji wan pîremêran re bipeyivim ku kar hîn bêtir tevlîhev nekin.
SOKRATES: Ji kerema xwe silavên min li wan bike û rica min ji wan bila pir ezîtî nekin.
Ezîtî civakan difelişîne, kesayetî teng dike. Bila ji ciwanên xwe pir hez bikin û xwe bi
qurbana wan bikin ku ciwan kar û barên ji wan mane hilgirtine ser milên xwe û dimeşînin.
Rûmet û rêzdarî taybetiyên mirovahî yên herî baş û xweş in. Eger kes layiqê wan bin ji bo
van peyvan dem rol nalîze. Bila ciwanên Kurd bi rûmet û rêzdariya xwe pîremêran bidin
fedîkirin. Bila pîremêr jî zanibin ku rûmet û rêzdarî ji keftariyê re nabe. Divê mirov nebe
keftar û zewzek.
SEROK: Pîremêr dilê xwe ji te negrin baş e.
SOKRATES: Ez li gor dilê kesî şerbetê nadim; kêfa kî ji gotinên min re nayê, bila biçê serê
xwe li heft zinaran bixe.
SEROK: Zû teng nebe, te hîn ji wan kes nenasîne jî...
SOKRATES: Bi rastî tu bi sebir î. Min Nalsrazob dîtibû, keftarek antîpatîk bû. Hêviya min
yên din sempatîk in!
SEROK: Te Isvanes û Yasko nas kiribû.
SOKRATES: Belê sohbeta wan gelek xweş bû.
SEROK: Lê ew jî, hertim ne wisa hêsan in. Pircaran divê bi rojan bi wan re li ser tiştan
bipeyivî heta hin tişt zelal bin.
SOKRATES: Sebra te zêde be! Nizanim wekî din çi ji destên min tê?
SEROK: Ji me re sebir û dua bike bes e.
SOKRATES: Bi sebir û dua av ji bîrê hilnakişe!
SEROK: Lê mar ji kunê dedikeve.
SOKRATES: Bi zimanê şêrîn?
SEROK: Sohbetên bi te re serê min taze dike, bîna min fireh dike.
SOKRATES: Sohbetên bi te re zarokiya min tîne bîra min. Tu zanî zarok çawa li ber
mezinan dilerizin gava dipeyivin?
SEROK: Peyva mezin heye lê peyva mezinan tune.
SOKRATES: Kes heye kes e lê kes heye di kesayetiya ronahiyê de ye.
SEROK: Kes heye ne kes e û di ronahiya kesayetiyê de ye.
SOKRATES: Kesayetiya bê ronahî tenê kes e?
SEROK: Bi vî awayî kevir jî kes e.
SOKRATES: Ronahiya kevir diçirisîne ji ronahiya kevirkes ne kêmtir e. Ronahiya keskevir
di reşiya şevê de çi ye?
SEROK: Reşiya şevê di rojê de çi be ew e.
SOKRATES: Ronî pir e yan tarî?
SEROK: Roniya raman tenê ji tariyê pirtir e. Tarî çavgirtin e lê tariya çavê vekirî ji tariya
tarî tarîtir e. Tariya tarî ji tariya raman ronîtir e.
SOKRATES: Roniya çavê min pêwîst be bigre ji Kurdan re!
SEROK: Roniya dilê te besî Kurdan e, roniya mejiyê te ji dinyayê re pir e.
SOKRATES: Roniya we pêwîstiya roniya organên dervayî rakiriye, gelo ez çawa dikarim
xizmeta ciwanên Kurdan bikim, mîna pîremêrek?
Diyalog -X -
"Dil, Êvîn û Îxanet"
SOKRATES
MUSAPOS, ISVANES, EHMEDÊ XANÎ
YASKO, MELE EVDILA û
SEROK
SEROK: Tu li ser "êvîn li ba Kurdan" pirsan dikî. Bersiva pirsa êvînê gelek zor e. Ne tenê li
ba Kurdan, êvîn li her derê bê bersiv e. Lê êvîna herî bê bersiv li ba Kurdan e.
SOKRATES: Kurd êvînê mîna tiştekî ku mirov li pey başî û rastiyê be, nanirxînin?
SEROK: Li ba piranî Kurdan êvîn û îxanet di nav hev de ne. Carna ew dikevin pey îxanetê
dêvla êvînê. Ew êvîna dil û dila bi êvîn mîna hev dinirxînin pircaran. Ez qala hemû Kurdan
nakim, hin ji wan wisa ne. Lê bi gelemperî Kurd ji êvînê tenê tîbûn û birçîbûna goşt,
daxwaza laş fam dikin.
SOKRATES: Ma ew nizanin ku goşt tucar têr nabe heta mirinê? Têrkirina goşt li ser
bingeha jitîn (înstîkt) e, çi pêwendiya jitînê bi êvînê heye?
SEROK: Ez vê pirsê bi salan e ji xwe dikim û li bersivan digerim. Bersivên tînim çiqas xurt
bin jî, Kurd tênagîjin. Tu ji Kurdan bipirsî, kes mîna wan ji êvînê fam nake, ew êvîna li
cîhanê xurt kirine, pesna xwe bi êvîna xwe didin lê giş vala ye. Ez pênc quruş nadim êvîna
piranî ji wan.
SOKRATES: Eger ew li pey xweş û başiyê digerin û xweşî di dilê xwe de mîna dila bi
êvîn û êvîna di dil de dibînin, çi xirabî tê de heye? Ma ew êvînê tenê mîna tiştek di laş de
dibînin yan êvîna laş dixin xizmeta êvîna dervayê laş?
SEROK: Ew êvînê piranî di laşê xwe û di laşê dervayê xwe de dibînin.
SOKRATES: Ma ew nizanin ku êvîn ji laş revîn e? Ma ew nizanin ku pêwendiya laş êvînê
vedimirîne û nahêle êvîn nêzîkê mirov be? Ma çi pêwendiya laş bi êvînê re heye; eger hebe
bersiva çawa, çima çawa didin?
SEROK: Bersiva Kurdan mîna tu difikirî ne giran e. Ew di êvînê de fîlosofiyê nabînin,
fîlosofiya êvîna xwe çêdikin. Bi sedan bersiv didin te lê di bersivên wan de bersiv tune.
Bersivên xwe li ser belengaziya xwe û li ser mafê xwe yê şexsî ava dikin. Kurd di rewşa
koletiyê de dijîn, bersivên koleyan nabe, derew û xwe xapandinên wan hene. Mirovê kole
dikare peyva êvînê bîne ziman? Evîn bi xwe ne jahrê koletiyê ye? Kurdên me ji dîliya xwe dil
fam dikin, ji ber vê yekê ji êvîna xwe re dibêjin dîl-ber. Ew li ber tiştan dîl in û vê dîlîtiya
xwe mîna dilhezî û êvînê fam dikin. Di mejiyê koleyan de tenê êvînek heye, ew jî, êvîna dîlî,
ne êvîna dil e. Gava peyva dil tînin ziman, ew qala dilê xwe yê goşt dikin. Dilê goşt dikare
barê êvînê hilgire ser xwe? Ma dilê goşt bi xwe ne di nav laşê mirov de zîndanî ye? Laşê
mirov ji bo dil ne girtîgeh e? Mirov dikare dil mîna dîlê laş binirxîne, lê dil nikare êvînê
temsîl bike. Di êvînê de azadî heye, di êvînê de dilberzî, mezinî, firehî, kûrahî heye.
SOKRATES: Ez bi xwe gihîştina êvînê gelek dûr dibînim. Emrê mirov têr nake ku mirov
bigîje wê dûrahiyê, ne wisa? Mirov dilê xwe ber bi dîlî mîna êvîn bibîne, gihîştina êvînê di
dilê dîl de bibîne, xwe naxapîne? Xwe xapandin berovajiyê êvînê bûn e. Ma ew fam nakin ku
ew xwe bi vî awayî ji êvînê hîn dûr dixînin?
SEROK: Hin ji wan fam dikin lê xwe dixapînin û hin jî, bi wan dixapin. Mînak Dibix û
Hîvarok. Hîvarok dîl-beriya xwe yanî dîl-diliya xwe mîna êvîn nirxand û reviya, yanî ji êvînê
reviya lê ew dibêje qey bi êvînê re reviya ye. Mirov nikare bi êvînê bireve lê mirov dikare ji
êvînê bireve. Di Kurdan de hev xapandin û revandin bûye kultura rojane. Koriz hebû reviya
xwe spart îxanetê; ew di wê baweriyê de bû ku azad bûye. Bi Koriz re Kariz jî xapiya, reviya
ji êvînê. Her kesê ku xwe ji êvînê direvîne koletiya xwe dipejirîne. Koriz û Kariz di hemêza
dijminên xwe de îxanetê bi azadiya xwe dikin. Maxo li ser azadiyê gelek zulum kir bi navê
êvîna azad; xwe bi vî awayî ji azadiya êvînê dûr xist, çû mala xwe, xwe di nav dîwaran de
hepis kir. Berê ew di girtîgeha dijmin de azad bû, vêga di mala xwe de girtî ye. Xansor bi xwe
gelek bawer bû ku ew ji êvîna giyanê fam dike, bi jineke bêgiyan xwe ji êvînê dûr xist. Di nav
me de gelek kes hene ji êvînê fam nakin û dev ji peyva êvînê jî, bernadin. Bi sedan kes hene,
ez naxwazim li vê derê bînim ziman, xwe dixapînin; hin ji wan azadiyê di îxanetê de dibînin,
hin jî, ketine derdê jiyana koletiya xwe ya bêmane.
SOKRATES: Ev mînakên balkêş in. Li ba me xortek pir xweşik bi navê Alkibiades hebû,
êvînê di têrbûna goşt de ditît, hertim bela xwe li min dida û dixwast ez pê re bikevim têkiliya
laş. Agathon pir xweşik bû lê tenê xweşik bû û xweşikahî pir şeklî digirt. Platon baş
bû; ew êvîna rastî hinek fam kiribû lê ew jî, êvînê kiribû tiştekî tenê xeyal. Jina min
Xantippe ji min hez dikir lê têgiştina wê li ser êvînê kêm bû. Meletos rastiya êvînê di
kuştina min de didît ji ber vê yekê fermana kuştina min da û ez gihîştim êvîna rast.
Pirsgirêkên Kurdan ji yên me gelek zêdetir in, divê ew hîn êvînê ji nû ve ava bikin. Ji bo
çareserkirina têgîştina êvînê çi tên kirin?
SEROK: Em ketine pêvejoka têgîştina êvînê, lê rê hîn dûr e. Li ba me Kurd hene, dest pê
kirine kulîlkên êvînê li ser çiyan diçînin. Li bajaran hin Kurd di nav xebata têgîştina êvînê
de ne; dîsa jî, ji min re pirs dûr û dirêj dixuyê. Pir mirovên me yên zana hîn nizanin ew çi
dizanin yan ew çi nizanin ji ber vê yekê jî, ew dibêjin qey ew hertişt dizanin. Hin ji wan hîn
nizanin nan bixwin. Nan xwarin destpêkeke kultura mirovahiyê ye lê ew hîn nizanin ferq
bixin nav nan xwarin û êvînê. Gava Kurdên me qala êvînê dikin, piranî mînakên wan li ser
xwarinê ne. Jinan mîna tiştên xwarinê dizanin. Dibêjin ev jin mîna sêvê xweş e, lêvên wê
kiraz, bejna wê şitil, nizanim rûyê wê hinar, singê wê şîr, nizanim kudera wê petêx û
zebeş. Jinan bi spehîtiya xwezayê danberhev baş e. Lê ji xweşikiya xwezayê wisa nakin, ji
ber ku jin mîna xwarinê dibînin. Bi heywanan re didin ber hev. Navê heywan û fêkiyan li wan
dikin. Li ser mêran jî, tiştên wiha tên ziman. Ez van tiştan ne ji bo rexnekirinê dibêjim,
dixwazim şeklek bidim ber çav. Ev ne tenê di kultura Kurdan de wisa ye, di kultura gelên
din de jî, wisa ye lê ez dixwazim li ser Kurdan rawestim.
SOKRATES: Eger em carekî din mijara xwe hinek teng bikin û vegerin ser dil û êvînê; ji bo
Kurdan giyan çi rol dilîze, rewşa giyana dilêvîn li ser dilêvîna giyanê çi tesîr dike?
Daxwaza dil ji êvînê çi ye, êvîn ji dil çi dixwaze? Dil dixwaze xwe bi êvînê bigre û ji
girtîgeha xwe, xwe rizgar bike yan daxwaza wî êvînê bîne ba xwe, bixe girtîgehê? Laş
girtîgeha dil e lê giyan azad e. Dil xwe di nav parçeyeke goşt de dîl kiriye; dilê dîl dîltir e
yan dîlîtitiya dil dîltir e?
SEROK: Mirovahî dîroka xwe pir mezin dike, xwe pir mezin dibîne û bi pozbilindî nêzîkê
xwezayê dibe. Xweza dixe bin tesîra xwe lê ew nizane ku ew çiqas hukumdariya xwezayê
bike, ewqas koleyê wê ye. Hukumdar bê kole ne hukumdar e. Ew hukumdar e ji ber ku
koleyên wî hene. Ne kole bê hukumdar ne jî, hukumdar bê kole nabe. Kole xwe bi tiştna
girêdan ferz dibîne. Ev tişt dibe mirovek be, dibe tiştek be. Mirov bi tiştekî ve neyê
girêdan, nabe kole. Kole tişt bi xwe nîne, girêdana bi tiştekî ve koletî peyda dike. Koletî
girêdan e. Hin kes xwe bi dilê xwe ve girê didin û xwe azad dibînin. Mirov ji dilê xwe re jî
koletî bike, ev koletî ye. Dil di nav parçeyeke goşt de girtî ye, xwe ber dide êvînê lê
naxwaze bi êvînê re bireve, dixwaze êvînê bîne ba xwe û bixe nav girtîgeha parçeyeke goşt.
Dil ji girtîgeha xwe razî ye, fikra gihîştina giyana dervayê goşt tê de tune. Ew bi qedera
xwe ya kole kêfxweş e, serbilind e. Em dixwazin giyana dil li êvînê siwar bikin û wî ji nav
girtîgeha parçeyeke goşt û girtîgeha mezin laş rizgar bikin. Dil ji dîlîtiyê dil nake; dil bi
dîlîtiyê, xwe azad dizane. Dil dîl-ber e. Em dixwazin dil êvîn be, dil bi êvînê re li ser ewran
govendê bigire, ber bi galaksiyan bikeve rê. Dil bibe giyana serfiraziyê. Em dilê Kurdan
bilind dikin, ew çiqas bilind dibin serfiraz dibin; gava ji bilindiyê dikevin pir xirab dikevin.
SOKRATES: Eger mirovek pir bilind be, li gor bilindiya wî ketina wî jî, kûr nabe? Gava
mirov xwe davêje nav avê, çiqas ji bilindiyê bavêje, ewqas kûr diçe bin avê. Gava mirovên
bilind bûne dikevin, ciyê dikevin zêde xisar dibîne, ne wisa?
SEROK: Belê. Mirovek zana berovajî bikî nezaniyê, nezaniya wî ji nezaniya yekî nezan pir
zêdetir dibe. Mirovên bilind gava tam bilind nebin, negîjin stêrkan, xetera ketina wan heye.
Gava dikevin xirab dikevin. Li gor bilindiya xwe nizm dibin; nizmiya wan xwe digîjîne
îxanetê. Mirovê zana îxanetê bike ji mirovê nezan gelek zêdetir zerarê dide. Herkes li gor
zana û nezaniya xwe zerarê dide. Nizmiya mirov li gor bilindiya mirov e. Mirov çiqas bilind
be ji nizmiyê ewqas dûr e lê mirov çiqas dûrê nizmiyê be ewqas zû dikeve nizmiyê; ger ew
vegerê dabe ber xwe. Ixaneta Kurdên nezan pir zerar nedaye Kurdan lê îxaneta Kurdên zana
pir zerar daye. Mirov nêzîkê azadiyê be, xwe ji koletiyê dûr dibîne. Koletiya mirovê nêzîkê
azadiyê ji koletiya mirovê dûrê azadiyê zûtir e, kûrtir e. Mirov azadiyê bibîne û koletiyê
hilbijêre, ji mirovê kole sed car koletir e. Mirov bi azadiyê re bimeşe, îxanetê bike erdem,
ew mehlûqê herî pîs e, herî bi zerar e. Kesek bi zanayan re dostanî bike û pesna cehaletê bide
mafê wî yê jiyanê tenê newala miriyan e. Di Kurdên me de her meziyet hene.
SOKRATES: Meziyet bi awayê pozîtîv baş e lê meziyet ber bi negatîv birin ne baş e.
Meziyet negatîv dibe, bibe ew dîsa meziyet e yan na? Mirov çima li pey meziyet, mafê rast û
başiya giyan direve, çima li azadiyê digere, çima ketiye pey tiştna?
SEROK: Va hin Kurdên din jî hatin, em dikarin sohbeta xwe bi hev re bidomînin. Tu
hemûyan dinasî.
SOKRATES: Birêz Isvanes, Yasko, Ehmedê Xanî hun bi xêr hatin. Lê min ew her du
camêrên din nas nekirin.
SEROK: Te pir dixwast tu yekî ji wan bibînî; ev Mûsapos, ev jî, birêz Mele Evdila.
SOKRATES: Ev ji bo min surprîzeke mezin e, pir kêfxweş bûm, kerem bikin. Birêz
Mûsapos mamosteyê me hemûyan e, ji aliyê etîka raman.
MÛSAPOS: Haşa bavê min, tu pîrê me yî. Em hatin guh bidin sohbeta we, em naxwazin bi
xwe zêde bipeyivin.
YASKO: Bê nukteyên te yên xweş tama sohbet nabe.
SEROK: Sohbeta me li ser dil, êvîn û îxanet e.
MÛSAPOS: Li ser dil û êvîn em nikarin pir tiştan bibêjin lê li ser îxanetê em pir zanin ji ber
ku dîroka me bi îxanet û koletiyê derbas bûye.
ISVANES: Emê behs bikin. Azadî, dil, êvîn lê ez dixwazim guhdarî bikim.
MELE EVDILA: Ciyê ilim û îrfan hebe ez ji guhdarkirinê re gelek jîr im, lê ne ji peyvê re.
Em mele li camiyan ewqas dipeyivin tiştek naçe ser, ne pêwîst e em li pêş zanayan jî
bipeyivin. Peyvên me meleyan ji bo cahilan e. Ciyê zana lê bin divê em bêdeng bin.
SOKRATES: Kurd çiqas kîbar û mutewazî ne.
SEROK: Kurd dîsa dest bi kîbariyê kirin. Bi gotinan nabe birêz Sokrates, mereq neke ewê
gelek bipeyivin. Tu hîn fêrî Kurdan nebûyî, ew bi kîbariyê gotin di dile xwe de nahêlin.
MÛSAPOS: Ma em devê xwe bi carekî ve nagirin Serokê hêja; me got em zêde napeyivin,
me negot em ji kok napeyivin. Ne wisa mamoste Xanî.
EHMEDÊ XANÎ: Xanî ji kemalê bê kemalî, meydanê kemalê bibîne xalî, yanî ne ji qabil û
xebirî, pêwîst bidîta zêde dipeyivî.
SEROK: Hun mele baş in lê başî têrî gihîştina êvînê dike? Mele êvînê tînin ziman lê di
jiyanê de êvîn çi ye? ev e pirs.
EHMEDÊ XANÎ: Ger dê hebûya me padîşahek, layiq bidiya xwedê kulahek, tayîn bibûya ji
bo wî textek, zahir vedibû ji bo me bextek, hasil bibûya ji bo wî tacek, helbette dibû me jî
rewacek.
SEROK: Ji xwe pirsgirêk di vê derê de ye. We çima ji xwe re tacek danenî, nebûn xwedîmaf
mîna netewên din? Birêz Xanî hun li pey êvîna rast bûn, bi êvîna rast reviyan lê rewş nehîşt
ku hun êvîna xwe bikin êvîna jiyanê, êvîna jiyana netewek! Em dikarin bidomînin. Birêz
Sokrates fermo hun ji pirsan dakevin bersivan.
SOKRATES: Giş emrê min li pey êvîna serfiraz, azadiya dilberz derbas bû. Di dema me de
mirovahî di konaxeke teng û paş de bû. Kêm kes li pey êvîna berz digeriyan.
MÛSAPOS: Xem nexwe bavê min, di dema me de mirovahî di wê hêlê de ji dema we ne
pêşvetir e. Mirovahî piştî kuştina we dev ji lêgerîna erdem û dilberziyê berneda lê zêde jî,
pêş ve neçû. Pêşveçûna teknîk mirovan hîn egoîst kir. Herkes xwast ku ew zêde feyde ji
tiştan bigire; mirov bû derewkar. Camêrî nema, qeleşî dest pê kir. Qiweta kî hebû, qiymeta
wî zêde bû. Mirov ji aliyê raman jî, gelek pêş ve çû; ramana xwe xist xizmeta mafê xwe yê
şexsî. Hin kes kom bûn, hêzek ava kirin û zulum li yên din kirin, erdê wan, nanê wan ji destê
wan girtin. Paşê pir sînor pir kişandin, dewlet çêkirin. Hertişt bû zêde parastina mafê
EZî. Hin kes bi qiweta raman hin bi qiweta dest û çek, teknîk û komên leşkerî zulum li yên
din kirin. Erdê mirovahî parçe parçe par ve bû, jiyana hin kesan bi yên din ve hat girêdan.
Barbar û mêrkuj bûn xwediyê afirankarên kultur, kesên xwedîkultur bûn kole. Ez çi bêjim,
bi rojan bêjim naqede. Em Kurd jî, bûn çîrokvan.
SOKRATES: çawa, çima çîrokvan?
MÛSAPOS: Ji ber ku miletên din giş kar di nav xwe de par ve kirin, ji me re jî, tenê
çîrokgotin ma!
SEROK: Birêz Sokrates, tu hîn fêrî henekên birêz Mûsapos nebûyî, ew ji derdên dilê xwe
bûye henekvan, mirovan dikenîne, di nav henekên wî de ders tijî ne.
MÛSAPOS: Em dixwazin hun ji me re fikrê xwe li ser êvînê bibêjin birêz Sokrates.
SOKRATES: Ez êvînê nas nakim, tiştekî ku ez nas nekim, çawa li ser fikrê xwe bibêjim?
SEROK: Hun jî, metod û edetên Sokrates nizanin, ew hertim bi nezanbûna xwe ya li ser tişt
dest pê dike; paşê pirsan zelal dike.
MÛSAPOS: Wê demê tiştên hûn nizanin ji me re bibêjin bavê min, ezbenî.
SOKRATES: Berê min digot qey êvîn hezbûn e, ne hezkirin e. Lê êvîn ne hezbûn û ne
hezkirin e, di navbera herduyan de ye. Min digot qey êvîn tenê xweşik e. Eger evîn xweşik
be, kesê xweşikahiyê bixwaze, çi dixwaze? Dixwaze xweşikahî jê re be. Baş e,
xweşikahî jê re be, çi dibe? Ger em dêvla xweşikahî başî bigrin, kesê daxwaza başiyê
bike, dixwaze bigîje başiyê. Bigîje başiyê çi dibe? Ew dibe bextewar. Bextiyarî ji
bextewaran re bextiyarî ye. Li vê derê bersiva çima tune, ne pêwîst e jî. Evîn lêgerîna
başiyê ye. Mirov başiyê nebîne hertim xirab dimîne, nagîjê êvînê. Lêgerîna başiyê ne ji bo
dîtina wê ye, lêgerîna wê bi xwe êvîn e. Mirov hertim li pey başiyê nebe nagîje êvînê;
gihîştina êvînê, başiyê ji holê radike, divê mirov ji pey başiyê, ji pey êvînê neqete.
SEROK: Gava mirov li pey başiyê digere, rastî hin xapînokan tê û dev ji lêgerînê ber dide,
xwe davêje ser tiştê ku dîtiye, dibêje qey gihîştiye êvînê. Bi vê xwexapandinê nahese û
tiştê herî xirab jî, naxwaze pê bihese.
SOKRATES: Hemû mirov bi bereket in, hem ji aliyê jiyanê hem ji aliyê giyanê. Ber bi emrê
dirêj, xwezayê mirov bereketa xwe ya laş winda dike. Mirov tenê di spehiyê de bi bereket e,
nikare di nespehiyê de bizê û bizayîne.
YASKO: Êvîn xwe dide ser çi bingehê, ne ser xweşikiyê?
SOKRATES: Ne tenê, xwe dide ser afirandin û zayîn di xweşikiyê de.
YASKO: Afirandina çi, çawa?
SOKRATES: Ji ber ku afirandina zayînê her bêdawî ye û bêmirin e; ma di mirinê de jî, ne
wisa ye? Kedrijiya pey bêmirinê bi başî re, ger êvîn bi ser de biçe jî, hertim xwedîbûna
başiyê ye. Li gor vê êvîn jî, xwe dide ser bêmiriniyê. Bi başiyê re kedrijî ji bo nemiriniyê,
têkçûna êvînê bi xwe re bîne jî, pêwîstî ye. Lê êvîn xwe dide ser bêmiriniyê ji ber vê jî, di
mirinê de be jî, jîn dide. Mirin siya xwe deyne ser êvînê, ew mirin bi xwe vedije, xwe ji holê
radike. Ma ciyê êvîn hebe mirin dikare bijî?
SEROK: Ciyê mirin hebe êvîn konê xwe digre û bar dike, diçe ciyê bêmirin. Hertim ciyê ku
êvîn li wê derê xuya bike, mirin konê xwe ji wê derê radike. Ew ji hev ewqas dûr in ku di nav
hev de ne, ewqas di nav hev de ne ku nagîjin hev.
ISVANES: Lê berdewamiya jiyanê xwe di çi de diyar dike, tiştê dijî çawa ciwaniya êvînê
didomîne?
SOKRATES: Ciwanî li ser kalî, nû li ser kevn ava nabe? Jiyan xwe ji mirinê ber bi bêmirinê
nabe? Jiyan ber bi pîriyê, gava xwe qels dibîne çi dike, xwe nade ser zindîbûnê? Ev zîndîbûn
ne êvîn e, ne jiyaneke nû ye? Di giş mehluqan de rewşa xwenûkirin, nûzan û li ser jiyana
nû êvîn û li ser êvîn nûvejîn pêk nayê? Bi vê pêkhatinê nîne ku afirandina jiyanê berdewam e?
Di xweza de her beş û beşer xwe ji bo berdewamiya jiyana xwe bi êvînê naxemilîne, êvîn
hertim jiyana nû navejîne? Pey êvînê bûn bê ked dibe, ciyê ked lê hebe êvîn çênabe? Ciyê
êvîn lê çêdibe bi xwe ne jiyan e?
YASKO: Ev rewş xwe di rastiyê de wisa dilîvîne, mîna tê gotin?
SOKRATES: Em bêjin mirov bi aqil xwe dilîvîne, ji ber vê yekê wisa dike; emê li ser
heywanan çi bêjin? Ew ji bo jiyanê bidomînin êvînê pêk naynin lê di êvînê de dafdaneke
navîn heye ku zindî dixe pey xwe. Jitîn (instikt) jê re tê gotin û bê wê afirandina jiyanê ne
mumkun e. Pir aliyên êvînê hîn jî, xwe didin ser jitînê, ji ber vê yekê carna ferq di navbera
mirov û heywanan de namîne. Mirov êvînê li ser bingeheke maqûl pêk neyne çi ferqa wî ji
heywanan dimîne?
YASKO: Lê ferq di nav mirov û heywan de divê hebe!
SOKRATES: Nizanim. Mirov xwe bi aqil dilîvîne, bi plan û hesab. Ji xwe re hin sedemên
ehlaqî peyda kirine. Piştî mirinê bi bêmirinê bawer e, ji bo bêmiriniya navê xwe dikare
bimre. Ev meziyetên mirovahî ne, heywan piştî-mirinê plan nake, ne li pey navê xwe ye; li
gor jitînê xwe dilivîne. Carna mirov û heywan mîna hev bixuyên jî, dîsa ferq di nav wan de
heye; mirov hertim bi plan e, ne wisa?
SEROK: Hun bi giranî li ser êvîn û afirandina laşî radiwestin, afirandina giyan û raman,
êvîna giyan û raman...
SOKRATES: Ferqa herî mezin di nav mirov û heywan de, ne ew e ku mirov li pey afirandina
giyan û raman e jî?
YASKO: Afirandina giyan û raman çi ye, ew çi dikarin biafirînin?
SOKRATES: Me qala êvîna etîk û raman kiribû, bê etîka mirov afirandina jiyanek dibe jiyana
mirov? Afirandina giyan û raman zanyarî, huner, musîk û giş tiştên xweşik in, bê wan
jiyan dibe? Bê wan jiyana mirov çi jiyan e, êvîn çi êvîn e? Bê berhemên raman û giyan
wekhevî, rastî, adalet çêdibe? Azadî, heza mirov û xweza, perwerdeya ehlaq û moral
çêdibe? Spehî, xweşikahî û başî di giyan û raman de nebe di laş de dibe? Bê giyan
spehiya laş çi ye? Kesê êvînê diafirîne dikeve pey laşê bê giyan? Di laşekî bê giyan de
êvîn pêk tê? Xweşikahî dikare bê afirandin?
ISVANES: Mirov çawa dikare bigîje xweşikahî, bê ku bi xweşikahiya laş bixape? Ferqa
xweşikahiya laş û giyan xwe di çi de diyar dike, rê çi ye ji bo mirov bi êvîna xweş û
baş re bimeşe?
SOKRATES: Xweşik û nexweşik xwe bi dîtina ji derva diyar dike? Carna xweşikahî di
laşekî de ye ku ji derva spehî naxuyê. Di hemû mirovan de xweşikahî heye, perwerdeya
piştî zayinê dikare rê li ber wê bigre. Divê mirov bi xortanî bikeve pey başî û xweşikahiyê
û di ciwaniyê de xweşikahî bi êvînê bigijîne; bê ked êvîn çênabe, bê êvîn xweşikahî pêk
nayê, bê xweşikahî başî nayê afirandin û bê afirandina bilind giyan û raman zanayî û
dilberzî peyda nakin. Girîngiya giyan û raman rê li ber êvînê veke, pêwîstiya tirsê ji
nexweşikahiyê namîne. Divê mirov xwe pir nede pey spehiya laş, spehiya laş li pey
spehiya giyan e. Di giyana spehî de afirandina jiyan û êvînê dilberziya gihîştina başiyê ye
jî. Bi jiyana giyanê azadiya serbilindî divê, ji ber ku êvîn û jiyan, xweşikahî û başî di
koletiyê de jîn nadin.
SEROK: Tiştê ku li vê derê ji bîr nebe ev e ku xweşikahî li gor kî, li gor çi? Kî çawa
spehîtî tayîn dike, çi li gor kî xweş û baş e?
SOKRATES: Pêwîst e li ser vê yekê bi taybetî bê rawestin. Hêviya min tu bikevî peyvê li gor
rewşa nû; ma bê pinta(niqte) mirov lê ye peyva spehî, başî, giyana dilberz, êvîna jiyanê
mane îfade dikin? Ma xweşikahî ne dureyek e diberiqe, berîqîna xwe şanî herkesî nake?
Spehî neberiqe, çiruskên wê em ronî nekin, ne bê mane ye?
SEROK: Belê, min dixwast em der û dora mijarê hinek fireh bikin daku em karibin firehiyê
ber bi tengbûneke têgîştinê ve bînin. Hun gelek li ser afirandin û zayînê peyivîn. Afirandina
zayînê di spehîtiyê de. Afirandina zayînê di spehîtiyê de be jî, bê parastina wê, çi mane îfade
dike?
SOKRATES: Bê parastina spehîtiyê zayîn dikare tê de bê afirandin?
SEROK: Pirseke girîng e parastin. Parastina zayînê dema afirandinê di xweşikahiyê de bê
serfiraziya mejiyê azad dibe? Mejiyê azad çiqas ji koletiyê dûr e yan ew di nav koletiyê de
azad e? Koletî dikare azadiyê di nav xwe de biparêze?
SOKRATES: Bersivên pirsên tu dikî gelek girîng in. Koletî dikare xwe li pêş êvîn û azadiyê
bixe asteng? Azadiya ku koletiyê ji astengbûnê dernexe dikare wisa bê binavkirin?
MÛSAPOS: Hun pirsan gelek dirêj bikin wê kî bersivan bide? Koletiya hun qal dikin çi
koletî ye? Eger hun qala koletiya me Kurdan dikin, ez dikarim ji we re bersivan bidim lê
bawer im hun gelek kûr diçin; em rebenên xwedê çawa bi têgihîştinê zelal bin?
SEROK: Hun çend rengên koletiyê dinasin birêz Mûsapos? Koletî xwediyê rengan e yan
reng di koletiyê de hene? Têkiliya koletiyê bi tarî yan bi ronahiyê re zêdetir e?
SOKRATES: Kole pir in yan koledar? Ferqa kole û koledaran heye, hebe çi ye? Têkiliya
êvîn bi koletiyê, têkiliya dil bi koledariyê ve heye?
SEROK: Kole çiqas xayîn e? Koledar ji azadiyê çi fam dike? Bê koletî azadî, bê koledar
serfirazî çi ye? Evîna serfiraz di koletiyê de çiqas îxanet e? Parastina koletiyê yan
neparastina azadiyê xirabtir e? Parastina êvînê ber bi laş, parastina dil di laş de çiqas azad
e, çiqas kole ye? Mafê êvînê heye? Mafê koletiyê heye? Kîjan maf li dijî xwe zêde dixebite?
MELE EVDILA: Tiştê ez pir meraq dikim, hun li ser zebaniyan çi difikirin? Zebanî kole ne
yan na? Eger kole bin, mafê koleyan heye bikevin bihîştê yan na? Hûrî li bihiştê azad in
yan kole ne? Eger ew kole bin, gelo mafê min heye ku ez hûriyan red bikim? Mafê redkirinê
nedin min, dikarim li bihiştê bimînim yan na?
MÛSAPOS: Lawo Mele Evdila tu van pirsên xwe çima ji me dikî, biçe mesela xwe bi
xwedayê xwe re çareser bike. Ma em çi zanin ka di bihişta te de êvîn û maf çawa ye? Ez
bi xwe li bihiştê me lê heta niha min tu hûrî nedîtine.
MELE EVDILA: Mesela min jî, ji xwe ev e, ka digotin li wê dinyayê çil hûrî didin; hîn
nedane min, lê dema hûrî bên, ez çi bikim?
SEROK: Em hîn nikarin pirsên vê dinyayê zelal bikin, îcar hun çûn ser pirsên dinyayeke
din!
YASKO: Xelk ji bo jinek xwe ji azadiyê paş ve dikşîne, Mele Evdila jî, dixwaze xwe ji çil
hûriyên bihiştê rizgar bike.
SOKRATES: Bihişt li kuderê ye, welatê kî ye?
SEROK: Ev pirs û bersivên van tiştan dirêjin, em vegerin ser mijara xwe, ji bo henekan
dema me kêm e.
ISVANES: Lê pirsên Mele girîng in, ew divê bizane diçe kuderê.
MÛSAPOS: Ciyê nizane bila neçê. Emê ji kuderê zanibin, ewê biçe kuderê?
MELE EVDILA: Bavo min pirsên xwe paş ve girtin. Ez bersivên pirsên xwe zanim, spas.
Em vegerin mijara xwe lê pirsên min jî, ji mijarê ewqas dûr nînin.
SOKRATES: Birêz Mele Evdila hun naxwazin neçin wê derê. Ma pêwîst e hun biçin ciyekî
ku dilê we naxwaze?
SEROK: Em li ser parastina afirandina zayînê di êvîna xweşikahiyê de mabûn. Bê parastin
êvîn nabe, kesê êvînê dil dike, divê parastina wê jî bigre ser xwe. Giş xebata me li ser
parastina azadiya êvînê ye lê hîn êvîn xwe serfiraz nekiriye hin kes dixwazin pê bilîzin.
SOKRATES: Bi êvînê lîstin, çawa yanî? Kî dikare bi êvînê bilîze, bi çi cesaretî?
SEROK: Cesareta nezaniyê. Nezanî pir bê cesaret û bê hesab e. Berê dike, paşê difikire,
poşman dibe lê poşmanî dereng e.
SOKRATES: Qiwet digîje ku mirov bi êvînê bilîze?
SEROK: Qiweta tukesî nagîjê lê diceribînin. Bi êvînê lîstin, bi jiyanê lîstin e, bi azadiyê lîstin
e, kes nikare.
SOKRATES: Kî bi êvînê bilîze, gelo ew bi xwe nalîze?
SEROK: Pir kes ji bixwelîstinê ne aciz in.
SOKRATES: Ew çi kes in ku bi xwe û bi êvîna xwe dilîzin?
SEROK: Ew çi deng e, dîsa bang li min dikin, divê ez biçim...
SOKRATES: Gelo çi bûye?
SEROK: Ez bawer im dîsa hin kes teng mane, nikarin xwe ji lîstika êvîne ber bi êvîna jiyanê
bi reê ve bibin. Di eniya şer de tişt heye, wekî din bang li min nedikirin. Hun sohbeta xwe
bidomînin, ezê paş ve bêm.
YASKO: Birêz Serok diçe, em çi bikin?
ISVANES: Heta ew bê em dikarin sohbeta xwe bi Sokrates re bidomînin.
MUSAPOS: Baş e, em pirsa Mele Evdila zelal bikin, mesela wî û êvîna li bihiştê, ka mirov
dikare li wê derê bi êvînê re bilîze yan na?
MELE EVDILA: Serok çû, lê ka Sokrates?
YASKO: Sokrates jî, winda bû...
MUSAPOS: Ez bawer im ku bê Serok em nikarin bi Sokrates re bipeyivin ji ber ku ew ji me
gelek dûr e û em mesafeya di nav xwe de nikarin bigîjînin hev.
ISVANES: Vêga baş fam dikim. Dema Serok çu, Sokrates mîna sir ji holê winda bû.
MELE EVDILA: Em nikarin sohbeta xwe bidomînin?
YASKO: Kekê Mûsapos jî, winda bû.
ISVANES: Ka Mele Evdila, ne vêga li kêleka min bû.
YASKO: Ez bawer im, bê Serok em nikarin bi wan re jî, têkilî deynin.
ISVANES: Em tenê man. Em carekî din li ser mijarê bipeyivin çêtir e.
EPÎLOG
SOKRATES: Em van diyalogan bipejirînin yan na?
SEROK: Ez dibêjim pejirandina me bila li ser nirxandina bîr û raya giştî be.
SOKRATES: Bîr û raya giştî hîn demokratir e lê haya wan ji sohbeta me nîne. Ew tenê
tiştên ku ji hêla nivîskar pêşkêş bûne, dinase.
SEROK: Em dikarin carekî din giş diyalogan di ber çav re derbas bikin, ciyên ne bi dilê me
bin, nepejirînin. Ez bi xwe ji ramanên azad, ger ew li dijî min bin jî, aciz nabim lê mafê min
heye ku ez jî, bi awayekî li dijî wan ramanan rawestim.
SOKRATES: Nizanim. Ez bi xwe fêrî wan tiştan bûme ku kes bê xebera min li ser min, bi
navê min binivîsînin, ne bi dilê min bin jî, fikrê wan e. Ma Platon ji nivîskarê vê pirtûkê
kêmtir û çêtir kiriye, ew min daye naskirin bê haya min.
SEROK: Xenophon jî, li ser te bîranînên xwe nivîsandibûn.
SOKRATES: Tiştên Xenophon ji yên Platon nêzîktirê jiyana min in. Lê ez li ser nivîsên
nivîskarê Kurd naxwazim pir qarqarokî bikim. Ew hîn xort e, dibe ku şaşiyan bike, tişt
nabe.
SEROK: Birêz Sokrates me gotibû, em rûmetê nadin temenê mirov...
SOKRATES: Nizanim, bawer im ew jî, fikrê nivîskar bû, bi me dabû gotin. Ez baş dibînim
ku bîr û raya giştî çawa dixwaze bila wisa binirxîne. Em mafê xwe yê parastinê nedine
wan?
SEROK: Ez hînê gelek tiştên wisa bûme. Baş e, em vê rûpelê wisa bihêlin, bila vekirî
bimîne. Em rabin nivîskar rexne bikin, dibe ku hinek şaş fam bikin û hewesa kesên din
bişkê. Ya rastî ez naxwazim hewesa nivîskarên Kurd bişkînim, ji ber ku yên bi Kurdî
dinivîsînin bi hejmara tiliyan e. Tu çi dibêjî, em Diyalogên vî camêrî wisa bihêlin?
SOKRATES: Em nehêlin jî, ewê mîna xwe bike û gotinan li gor hêza pênûsê bi me bide
gotin.
SEROK: Baş e, em rê li ber nivîskaran vekirî bihêlin!
SOKRATES: Daku cesaretê nivîskarên din neşkê, ew jî, ramana xwe azad binivîsînin?
SEROK: Rast e..
serî malper
**
Dostları ilə paylaş: |