Tûrikê Çîrokan
Dilazad ART
ZANINGEH
ENQERE 2015/6
ÇÎROKAN TÛRIKÊ
Dilazad ART
ZANINGEH
ENQERE 2015/6
Hemû mafên pirtûkê ji aliyê nivîskar û weşanxaneyê ve hatine parastin.
Bêdestur bi ti avayî hemû pirtûk kopî nabe û belav nabe.
Bi awayê ku çavkanî were nîşankirin, hûn dikarin ji ber bigirin.
Edîtor
›Ridwan Xelîl
Berg û Rûpelsazî
›Ridwan Xelîl
Redaktor
›Dilazad ART
›Mehdî Zana Karak
Şêwirmend
›Cuneyt Ewrereş
Pisporê Zanistî
›Gulîstan Azad
Wêne
›Aydan Arda
›Mübare Aba
Çapa Dîjîtal
ZANINGEH
ENQERA
2015/6
TÛRIKÊ ÇÎROKAN
Dilazad ART
Zaningeh: 28
Kurdî: 15
Ji bo Pêwendî, Pêşniyaz,
Rexne û alîkirinên We:
Dilazad ART
0 505 235 53 24
dilazadart@gmail.com
dilazad.wordpress.com
Ridwan Xelîl
0 505 638 61 33
ridwanxelil@gmail.com
ridwanxelil.wordpress.com
Zaningeh
zaningeh.net
zaningeh@hotmail.com
Navnîşana Dabarkirina Pirtûkê
http://www.zaningeh.net
JIYANNAMEYA DILAZAD ART
Li ser çand, huner û wêjeyê dixebite. Nivîs, helbest û lêkolînên
nivîskar ên bi Kurdî û Tirkî di kovar, rojname û malperên cihe cihê
de tên weşandin. Di bin sîya Zaningeh Mediayê de lêkolînên kurdewar,
xebatên dokumenterî, klîp û filmên kurt amade dike.
Tevî zimanê zikmakî (Kurdîya kurmancî) bi zimanê Tirkî û Îngilîzî jî
dizane.
Berhemên Dilazad A.R.T.
Kurdî
1- Destana Evînê, 2010
2- Ramanên Azad, 2010
3- Tûrik, 2011
4- Winda, 2012
5- Lêkolînên Kurdî | fasîkul I
6- Lêkolînên Kurdî | fasîkul II
7- Tûrikê Çîrokan 2015/6
Wergerandin
1- Rîsala Aborîye, 2010
2- Wateyên 12 Suretên Qur’an a Pîroz, 2011
Tirkî
1- Nûpelda’ya Ağıt, 2001
2- Taşa Yazı Yazmak, 2010
3- Kurşunlar Yürek Ağlattı, 2011
4- Yolcu, 2011
5- Şagird, 2012
6- Başkaldırı Şiirleri, 2012
7- Dijle’nin Çocukları, 2012
3
PÊŞGOTIN
Bi slavên germ...
Bi berhemeke nû, bi awayekî nû em li peşberî we ne. Tûrikê
Çîrokan.
Em zanin ku li ser folklor û kelepora Kurdan gelek berhem
hatine nîvîsandin nemaze li ser çîrokên gelerî berhevokên ji hev
hêjatir ji aliyên zimanhezan ve hatina amadekirin. Lê ev xebatên
li ser zimanê me yê şêrîn li gorî hin xebatên li ser zimanên biyanî
yên ku serjimara axêverên wan ji kurdî gelekî hindiktirin, kemtir e.
Divê em ji bîr nekin ku ji ber tundî û zilma lê hatiye kirin xêr û
başiyeke herî balkêş ya di salên dawîn de xwedî derketina zimanê
kurdî ye. Di vî warî de em kêfxweş in ku wek koma zaningehê û
wek xebatkarên zimanê xwe, em jî bahra(par) xwe dixina nav ve
kahnîya xêrê ku em hêvî dikin ev kahnî ti carî neyê çikandin û her
roj bêhtir avê bi herikene. ji bo ku zarokên Kurdistane ti carî tî
nemînin...
Bi hêvîya gelek berhemên xwedî bingeha kelepora Kurdan...
Li ser navê
Weşanên Zaningehê
Ridwan Xelîl
4
Ev pirtûk
diyarî hemû zarokên Kurdistanê ye
ku ji çîrokên kelepora xwe dûr ketine
....
5
Naverok
ZÊRKA ZÊRAN.........................7
ÇAR HEYWANÊN DI BÎRÊ DE ... 13
ÇÛK Û PÎRÊ ........................... 18
ÇÊLÊKA ZER........................... 22
6
ZÊRKA ZÊRAN
Hebû nebû
carek ji caran
rehmet li dê û bavê
hazir û guhdaran
***
Zêrka Zêran hebû. Rojek ji rojan Zêrka Zêran
û hevalên xwe diçin qirşika. Zêrka Zêran qirşikê
xwe didêhev. Duvre ji hevalê xwe re dibejê:
- Min qirşikê xwe danehev. Heta hûn qirşikê
xwe bidinhev ezê razim. Dema ku we karê xwe
xilaskir min şiyarbikin. Ê dî emê bihevre biçin
malê.
Zêrka Zêran li bin sîya darekê xwe direjdikê û
di xewve diçê. Piştî ku hevalên Zêrka Zêran qir-
7
şikê xwe didinhev diçin malê. Li bin sîya daran
Zêrka Zêran jibîrdikin.
Duv demekê direj Zêrka Zêran şiyardibê. Li
dora xwe dimeyzênê, tu kesî nabînê. Ne mirov
û ne ti sewal xuyadikirin. Zêrka Zêran bi tena
serê xwe mabû. Rêya male jî nedizanî. Ji neçarî
di reyêkê de meşî. Hirçek derdikevê hemberê
Zêrka Zêran. Hirç ji bo ku Zêrka Zêran bixapîne
dibejê:
- Ez dayika te me.
Zêrka Zêran dibejê:
- Pelava dayika min keske, desmala we sipîye
û bi şalwar digerê.
Hirç ji gotina xwe navegerê. Zêrka Zêran ji
hirç re dibejê:
- Min rêya xwe şaşkiriye. Bi xêra xwe min
bigihijêne mala bavê min. Duvre tu çi bixwazê
ezê bidim te.
Hirç di dile xwe de dibejê:
- Ez li ezmana li te digerîyam tu li erdê hatî-
ye berdestê min. Ezê çawa te berdim.
Hirç bi zorê Zêrka Zêran dibê şikefta xwe.
Zêrka Zêran dibêjê:
8
- Ez Zêrka Zêran bûm,
Keça bavê xwe bûm,
Xwişka heft bira bûm,
Îro girtîyê hirçêkî har im.
Zerka Zêran ji neçarî li ba hirç dimenê. Dibe
kevanîya hirç.
Piştî gelek sala dudo zarokên Zêrka Zêran
çêdibin. Navê yekî Îsa, navê ê dîn Mûsa dideynin.
Rojekê Zêrka Zêran ji xwe re li zozana
digerê. Dibînê ku şivanek li zozana pezê xwe
diçêrê. Ji dengê şivan têdigihejê ku ev şivanê
mala bavê we ye. Ji şivan dipirsê:
- Ma tu ne şivanê bavê Zêrka Zêranî?
Şivan bersiva Zêrka Zêran didê:
- Belê, ez şivanê bavê Zerka Zêran im.
Zêrka Zêran dibejê:
Ez Zêrka Zêra me,
Xweha heft bira me,
Girtîka hirça me,
Dayîka Îsa û Musa me.
Lê belê di dile Zêrka Zêran de şek çêdibe. Ji
şivan bawernake. Ditirse ku şivan jî mîna hirç
9
wê bixapîne. Ji bo ku ji şivan bawerbikê ji şivan
dixwazê ku ji heft gunda heft qinaba/kindira
bênê. Şivan bi lez tê gund. Buyerê ji bavê Zêrka
Zêran re dibejê. Bavê Zêrka Zêran ji heft
kurê xwe re dibejê:
- Her yek ji we herin gunde xwe kindirekî
benîn.
Birayê Zêrka Zêran diçin ji gundê xwe heft
kindira tênin. Kindira didin şivan. Şivan diçê
cihê ku Zêrka Zêran lê dîbû. Heft kingira şanî
Zêrka Zêran dikê. Zêrka Zêran ji şivan bawer
dikê û bi şivan re diçê. Her dû zarokê xwe li wir
dihêlê. Piştî demekê hirç tê şikefta xwe. Her
dû kurê xwe dibînê. Lê Zêrka Zêran nexuyaye.
Ji zaroken xwe Zêrka Zêran dipirsê. Zarok dibejin:
- Dayîka me çû mala kalkê me. Yê ji me re
hêka benê.
Ji hersbûnê hirç dirajê Îsa û Mûsa. Her dû
zarokan li zinarê şikeftê dixê. Bi wî awayî her
dû zaroken xwe dikujê.
Dema Zêrka Zêran tê malê gelekî kefa dê û
bav û birayên we tê. Zêrka Zêran bê çi hatibû
serê we yek bi yek ji malbata xwe re dibeje.
Bavê Zêrka Zêran dibejê:
10
- Keça min em gelekî li te gerîyan. Me ti çol û
zozan û çiya nehiştin. Lê me ti şop ji te nedît.
Şikir ji Xwedê re îro tu hatî mala xwe.
Bav û birayên Zêrka Zêran ji bo ku heyfa xwe
ji hirç bistenin lihev civîyan. Heft birayan biryar
dan ku bi heft derba wî hirçî bikujin. Roja dî
heft birayên Zêrka Zêran xwe ji bo kuştina hirç
amadekirin. Tîr û kevan û rime xwe sazkirin û
ketin ser reya şikefta hirç.
Dema hatin ber şikefte ditin ku wa ye hirç li
ber şikefteye. Birayê mezin bangî hirç kir:
- Hirço hirço, îro roja heyf standineye. Em
heft birayên Zêrka Zêran’in. Em hatina heyfa
xweha xwe. Were xwe berde meydana şer. Em
bibînin ki mêr e kî tirsoneke.
11
Hirç bi awayeki ji xwe bawer tê meydane. Du
birayên Zêrka Zêran du tîran li çavên hirç, du
tîran li destên hirç, du tîran li pîyen hirç û rimekî
jî li dile hirç dixin û hirç dikujin.
Piştî ku heyfa Zêrka Zêran hate standin bavê
Zêrka Zêran, Zêrka Zêran bi şivanê xwe re dizevicenê.
Bi wî awayî Zêrka Zêran û şivan gihaştin
miradê xwe.
Kesên ku bêbext bê yê bêbextîye bibînê.
Çîroka me li diyaran,
Rahmet li dê û bavên guhdaran,
Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.
12
ÇAR HEYWANÊN
DI BÎRÊ DE
Hebû nebû
carek ji caran
rehmet li dê û bavê
hazir û guhdaran
***
Di demeke gelekî kevin de rovîyek hebû. Rojek
ji rojan dikevê hundirê bîrekê de. Piştî ku gelekî
ma rojekê gurek tê serê bîrê. Li hundirê bîrê dimeyzênê
û dibînê ku rovîyek di hundûrê bîredeye.
Rovî gur dibînê. Rovî bangî gur kir:
13
- Tu li wir çi dikê? Beredayî digerê. Ez dizanim a
niha tu birçî jî bûye. Di hundirê vê bîrê de kerîyek
pez heye. Ez çiqas dixûm xilasnabê.
Ev gotinên rovî girîz ji devê gur anî xwarê. Gur ji
rovî bawerkirîye û xwe berdaye hundûrê bîrê. Gur
dimeyzênê ku ne meh hene û ne bizin hene. Dibejê:
- Kanî kerîye te digot.
Rovî dibêjê:
- Min henek li te kir. Ma çi karê pez li wir heyê.
Piştî demekê kerek hatîye serê bîrê. Dibînê ku di
hundûrê birê de rovîyek û gurek heye. Rovî û gur
bangî kerê dikin. Dibejin:
- Hey kero! Li vir zewîyeke meyî ce heye. Ger tu
jî werê emê wî ceyî li xwe parkin.
Navê wî li serêye. Ker ker e. Heman ji wan
bawer dikê û xwe diavêjê bîrê. Di bîrêde tiştek xuyanakê.
Ker dipirsê:
- Kanî ceyê ku we digot?
Rovî û gur pê dikenin. Dibejin:
- Hey kero ma zewîya ce li vir çi dikê?
Piştî demekê kiroşkek tê serê bîrê. Dibînê ku
rovî û gur û kerek dibinê bîrêdene. Kiroşk ji wa
dipirsê:
14
- Hûn li wir çidikin?
Her sê heywan dibejin;
- Li wir bexçê gêzer û xasa hene.
Kîroşkê jî ji wa bawerkir û xwe avêtê bîrê.
Kîroşk ti tiştî nabînê. Ji wa dipirsê:
- Kanî ew bexçê ku we digot?
Her sê heywan dibejin:
- Me henekê xwe bi te kir.
Vê carê her çar heywan di hundûrê bîrê de
rawestiyane. Her çiqas rawestane ti kes bi ser
wa de nehatîye û bi wî awayî hefteyek derbaskirine.
Ew maye ku ji nêza û ji birçîbûna bimrin. Rovî ji
gur û ji kerê re dibejê:
- Ka em kiroşkê bixin.
Ev pêşnîyara rovî dipejirenin û kiroşkê dixûn. Lê
goştê kîroştê ûrê wan têr nekir. Bi zorê hefteyeke
debara xwe kirin. Duvre disa pirçîbûne li serê wa
xist. Rovî bi awayekî bêdeng diçe bal gur û ji gur
re dibejê:
- Tu biya min bikê emê kerê bixun. An emê ji
birçîbûna bimrin. Gur ji birçîbûna fikrê rovî qebulkir.
Biryara xwarina kerê dan. Rovî û gur bihevre
erîşî kerê kirin û ker xwarin. Rovî hîlêbaz bû. Her
çar linge/pîye kerê ji xwe re hilandin. Gur têr xwar.
Heftek derbasdibê. Tu kes bi ser wan de nehatiye.
15
Rojekê dengek ji rovî te. Gur sedema wî dengî
dipirsê. Rovî dibejê:
- Ez ji birçibûna linge xwe dixûm.
Gur ji rovî bawerdikê. Gur jî dirabê û lingê xwe
dixwê. Piştî demekê dengekî dî ji rovî tê. Gur sedema
wî dengî dipirsê. Rovî dibejê:
- Ez her sê lingê xwe dixûm.
Gur ji rovî bawer dikê û her sê lingê xwe dixwê.
Piştî demekê rovî tê ba gur. Gur dimeyzênê ku her
çar lingê rovî pêvene. Gur femdikê bê çi hîle hatî-
ye serê wî lê êdî tiştek ji destê wî nayê. Rovî bi vê
dekê gur jî dixwê. Piştî ku rovî gur xwar halo dia/
lawa dikê:
- Ya Xweda ye min ku ez ji vir derkevim, ezê
mewlûdeke bidim.
16
Piştî vê lawayê bahozek dirabê û hundûrê bîrê
tijî qirşik û darik dibê. Rovî pel qirşik û darika dikê
û xwe hildikişê devê bîrê. Rovî bi vî awayî ji bîrê
rizgardibê. Piştî ku ji bîrê derdikevê dibejê:
- Vaye ez ji bîrê xilasbûm ne hewceye mewlûdê
bidim.
Piştî vê gotinê bahozeke dî derdikevê û dîsa rovî
dikevê bîrê. Dîsa lawa ji Xwedê dikê. Tofanek çêdibê.
Rovî hevî dikê ku dîsa ji bîrê derkevê. Bi tofane
re lateke mezin digindirê binê bîrê. Çermê rovî di
binê bîrêve dibê yek.
Kesên ku li gotina xwe xwedî dernekevê dibin
barê gotina xwe de dimênê.
Çîroka me li diyaran,
Rahmet li dê û bavên guhdaran,
Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.
17
ÇÛK Û PÎRÊ
Hebû nebû
carek ji caran
rehmet li dê û bavê
hazir û guhdaran
***
Carekê ji caran pîrekek hebû. Rojekê ji roja mevanên
pîrekê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê
wekê, hatibû serê tenûrê. Hundure tenûrê tijî
qirşik û darik û ardû dikê lê tenûr pênakevê. Çiqas
pifdikê tenûrê tenûr pênakevê. Çûkek tê xwe le
ser tenûrê dideynê. Çûk dibînê ku pîrê çi dikê nakê
nikarê tenûrê pêbixê. Çûk dibejê pîrekê:
- Wa pîrê, wa di pîyeminde sitirî hene. Ger tu
van sitirîya ji pîye min derxê û bixê çavîya tenûra
xwe, yê tenûra te pêbikevê.
18
Pîrê biya çûk dikê. Sitirîyan ji pîye çûk derdixê û
dixê çavîya tenûrê. Tenûr pêdikevê. Pîrê nanê xwe
bi tenûrê ve dikê. Dema ku pîrê nan xilaskir çûk
bangî pîrê dikê:
- Wa pîrê!
Pîrê dibejê:
- Çiye?
Çûk dibejê:
- Pîrê ya tê sitirêyen min bidê min an tê heft
nan û qursikekê bidê min an jî ez bela xwe ji te
venakim.
Pîrê ji bêçaretî heft nan û qursikekê didê çûk.
Çûk ji wir difirê diçê digihêjê şivanekî. Dibînê ku
şivan mîrok û kêzika û rîx û pişkûla dixê nav şîrê
xwe de. Çûk ji şivan re dibejê:
- Wa şivano! Wî şîrî birjêne û şîrnî nû bidoşe. Va
nanê germ û qursikê germ li ba min heyê. Emê bi
şîr re bixûn.
Şivan bîya çûk dikê. Piştî ku bihevre xwarin xwarin
çûk dibejê şivan:
- Şivano ya tê heft meh û beranekî bidê min an
tê nanê min û qursikê min bidê min. Tu nedê min
ez bela xwe ji te venakim.
Şivan ji bêçaretî tiştê ku çûk dibejê dide çûk.
19
Çûk ji ba şivan difirê diçê li hemberî dawetêkê
tê. Çûk dibînê ku her kes ker û bergîl û kuçik û
pisîka digurenin. Çûk ji wa re dibejê:
- Dev ji wa berdin. Wa li ba min heft meh û beranek
heye. Ger ku hûn bixwazin ezê van meh û
beranê xwe bidim we.
Dawetvan gelekî kefxweşbûn. Meh û beran gurandin
û kelandin. Dawetvanîya xwarina xwe xwarin.
Duvre çûk dibejê:
- Ya hûn heft meh û beranê min bidin min an
hûnê bûkê bidin min.’
Ji neçarî bûkê didine çûk.
Çûk bi bûkê re diçê digihêjê gavanekî. Dibînê ku
bilûra gavan heye. Ji gavan re dibejê:
20
- Gavano ger tu wê bilûra xwe bidê min ezê vê
bûkê bidim te.
Gavan li çi digerê. Hemen bilûrê didê û dirajê
bûkê.
Çûk bi bilûra xwe diçê ser hêtekî/dîwarekî xanî-
yekî ketî. Li bilûrê dixê û bangdikê. Dibejê:
- Ji wir û ji vir kî wek min heye. Min sitirî dane bi
heft nana, nan dana bi heft meh û beranekî, meh
û beran dana bi bûkekê, bûk da bi bilûrekê û ana li
ser vî hêtî li bilûra xwa dixim. Ma kî wek min jêhatî
heye?
Çûk ve gotinê sê cara dibejê. Dema ku çûk bi wî
awayî dixwenê hêt dibin çûk te tê hêrivandin û çûk
dibin hêtê ketî de dimirê.
Bitrîtî ji gayê cot re jî namê nê.
Çîroka me li diyaran,
Rahmet li dê û bavên guhdaran,
Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.
21
ÇÊLÊKA ZER
Hebû nebû
carek ji caran
rehmet li dê û bavê
hazir û guhdaran
***
Keçikek hebû. Navê wê Eyşêbû. Di piçûkatîya we de
dayîka we mir. Çêlekeke wa hebû, ji ber ku bi şîrê wê
mezinbûbû jê re digot dayê. Bavê keçikê jinek ji xwe
re anî. Keçikeke wê jinikê jî hebû. Jinbavê ji keça xwe
gelekî hezdikir. Hemû karê giran bi Eyşê dikir. Ti hevalê
Eyşê nebûn ji çêlêka zer pêve. Jinbavê ji bo çêrandina
çêlêkan Eyşê dişiyand zozana. Dema ku Eyşê diçû ber
çêlêka jinbava vê ta û singig didanê û digot ji me re
fanêre çêbike. Çêlêka zer, çêlêkên dî diçêrandin û Eyşê
bi ta û singig fanêra dihûnand. Her roj fanêrek dihû-
nand. Jinbava wê çavnebarî lê dikir.
22
Rojekê dibêjê keça xwe dibejê tu here ber çêlêkan.
Keça jinbavê çû ber çêlêkan. Dest bi hûnandina fanêra
kir. Dema ku çêlaka zer dît keça jinbavê dest bi fanêra
kir erîşî çêlêkên dî kir. Berê her çêlêkekê dida deverekê.
Keça jinbavê heta evarî çêlêk bi darê zorê kom
dikir. Êvarî bi girî hate malê. Hê rêzek ji fanêrê xwe
çênekiribû. Dayîka wê jê dipirsê:
- Çîma te fanêrê xwe çênekir?
Keçik dibejê:
- Çêlêka zer da pey çêlêkên dî. Heta min êw gihandin
hev bû êvar.
Jinbav dîsa dihêlê ku Eyşê herê ber çêlêka. Rojekê
bi dizîka li pey şopa Eyşê diçê. Ji bo ku raza vî karî
fembikê. Dibînê ku dema keçik dest bi hûnandina
fanêra dikê çêlêka zer çêlêken dî didê çêrandin. Ev bû-
yer gelekî li zora jinbavê diçê. Ji ber vena jinbava wê ji
Eyşê heznedikir. Bi hêrs tê malê. Jinbava keçikê rojeke
xwe nexweş dikê û ji mêrê xwe re dibejê:
- Ez nexweşim. Dilê min diçê goştê çêlêka zer.
Merik dibejê:
- Temam emê ji bo te çêlêkeke dî bigurenin.
Jinik dibejê:
- Na. Dibê goştê çêlâka zerbê.
Merik dibêjê:
- Tu dizanê keça min pirr ji wê çêlêkê hezdikê. Ezê ji
23
te re çêlêkeke dî bigurênim.
Jinik ya xwe bi ser ya mêrê xwe dixê. Merik ji bê-
çaretî daxwaza jina xwe bi ceh tênê. Ji bêçaretî merik
bîya jina xwe dikê. Keçik ji bo vê biryarê gelekî xemgîndibê
û digirî. Keçikê digot:
- Çima hûn dayîka min dikujin?
Çêlêke ji keçikê re got:
- Dema ku jinbava te goştê min bixwe yê tamake
nexweş û tahl jê werê û dema ku tu bixwê yê tameke
gelek xweş jê werê. Dema ku te goştê min xwar
hestûyen min neavêje, li devereke zevîye veşere.
Dema ku ji te re pêwistbû were derxe, tiştê ku tê
bixwazê yê ê biceh.
Rojekê li gund daweta kurê mîr çêdibê. Jinbav û ke-
çika xwe diçin dawetê. Eyşê li malê dihêlin. Eyşê diçê
nav zêvîye hestîye çêlêkê derdixê. Dibînê ku hemû
hestî bunê cilên zêr. Cilên xwe li xwe kir û pêlavên xwe
li pîye xwe kir û çû dawetê. Keça jinbavê ji dayîka xwe
re dibêjê:
- Daye ev keçik çiqas dişibihê Eyşê.
Jinbav dibejê:
- Ew ji ku halo xweşik û bedew tê.
Dema zava çav li Eyşê dikê dildikeve keçikê.
Dixwazê bi keçike re bizewicê. Hişê wî bi tev diçê ser
Eyşê. Keçik piştî ku demekê li dawetê dimênê tê malê.
24
Li malê ji bo ku heywana avdê diçê ber bîrê. Dema ku
xwe ditevênê ferek pêlava vê dikevê bîrê. Duvre jinbav
û keça xwe ji dawetê tên malê. Dibînîn ku Eyşê karê
xwe dikê.
Rojekê kurê mîr tê serê bîrê ku hespê xwe avdê. Dibînê
ku ferek pêlav dinav ava bîrêdeye. Wê fera pêlavê
derdixê. Tê hişê wî ku ev pêlav ya keçika ku hatibû
daweta wî. Kurê mîr dibejê:
- Ev pêlav li pîyê kê werê ezê pêre bizewicim.
Li her çar alîye welat digerê. Keçikê ku ve bûyêrê
dibihîsin ji bo ku pêlav li pîyê wa werê tilîyê pîyê xwe
jêdikin. Lê dîsa li pîyê tu kesî nedihat. Kurê mîr tê
mala Eyşê. Keça jinbavê xwe didê pêş, pêlavê li pîyê
25
xwe diceribênê. Çi dikê nakê pêlav li pîyê wê nayê. Di
dawîde bangî Eyşê dikin. Jinbav û keça xwe ji vê bangê
pirr acizdibin. Lê dema ku kurê mîr pêlavê li pîyê
Eyşê digrê, dibînê ku pêlav tam li gora pîyê Eyşê’ye.
Kurê mîr bivêna gelekî kefxweşdibê. Mîr tê keçike ji
kurê xwe re dixwazê. Keçikê didine kurê mîr. Heft roj û
heft şeva dawetê dikin.
Rojekê keçik tê malbavan. Jinbav dibeje:
- Ezê serê te bişom.
Eyşê dibeje:
- Ez mezin bûme, bi mêr bûme, tê çawa serê min
bişo.
Bi zorê jinbav keçike dibê serşokê û serê keçikê
dişo. Ji bedela şeh de pora keçikê bi derzîya dişkine.
Xwîn ji serê keçikê diherikê. Keçik dibejê:
- Ya Xwedê xwezî ez bûbame çûkek û ji destê jinbava
xwe xilasbûbame.
Wê kêlîke di bê çûk û difirê diçê baxçê mêrê xwe.
Mîrzade tê malbavana jina xwe ji jinbava pîreka xwe
dipirsê:
- Kanî jina min?
Jinbava keçike dibejê:
- Ez nizan im.
Piştî ku mîrzade jina xwe nabînê, jinbava jina wî
keça xwe didê mîrzadê. Eyşêya reben a ku bûye çûk
26
difirê te bexçe mîr. Dibînê ku bexçevan dara avdidê.
Çûk li ser darê bi baxçevan re diaxivê. Bexçevan tê
rewşa çûk ji mîrzade re dibêjê. Mîrzade dibejê:
- Herin wî çûkî benin.
Çûk ji bexçevan çakete wî dixwazê. Baxçevan çakete
xwe didê û çûk tê xwarê. Çûk çaket li xwe dikê. Dema
ku çakêt li xwe dikê dibê keçik. Baxçevan diçê rewşê
ji mîrzade re dibêje. Mîrzade tê û digihejê pîreka xwe.
Duvre jinbav û keça wê dikujin. Mîrzade û jina wî bi
dilşadî jiyana xwe didomenin.
Ê ku bîrê ji bo hevalê xwe bikolê, berî hevalê xwe
ew dikevê wê bîrê.
Çîroka me li diyaran,
Rahmet li dê û bavên guhdaran,
Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.
27
28
Em zanin ku li ser folklor û kelepora
Kurdan gelek berhem hatine nîvîsandin
nemaze li ser çîrokên gelerî berhevokên
ji hev hêjatir ji aliyên zimanhezan ve
hatina amadekirin. Lê ev xebatên li ser
zimanê me yê şêrîn li gorî hin xebatên
li ser zimanên biyanî yên ku serjimara
axêverên wan ji kurdî gelekî hindiktirin,
kemtir e.
Divê em ji bîr nekin ku ji ber tundî
û zilma lê hatiye kirin xêr û başiyeke
herî balkêş ya di salên dawîn de xwedî
derketina zimanê kurdî ye. Di vî warî de
em kêfxweş in ku wek koma zaningehê
û wek xebatkarên zimanê xwe, em jî
bahra(par) xwe dixina nav ve kahnîya
xêrê ku em hêvî dikin ev kahnî ti carî neyê
çikandin û her roj bêhtir avê bi herikene.
ji bo ku zarokên Kurdistane ti carî tî
nemînin...
Ridwan Xelîl
**
Dostları ilə paylaş: |