Derd û kula Bajaré Helepçé fermane.! B a b o, fermane.! Fermanaser ê mekurdane !



Yüklə 31.8 Kb.
tarix24.11.2017
ölçüsü31.8 Kb.

Derd û kula Bajaré Helepçé

F E R M A N E .! B A B O, F E R M A N E .!

F E R M A N A S E R Ê M E K U R D A N E ...!



Şewityo dilo...! Perityo dilo, de ka béje wé tû çewan li ber xwe bidî. Meriv Kurd be, divé dil pola be, ev dilé nazık, ev dilé tenik, ev dilé zîz... De ka béjin bajarîno! Gundîno! Cînarno! Dostno, dijminino, merivino! De ka béjin dermané vé bindestîyé çî ye?

Keça min, ezîza ber dilé bapîré xwe, Naxwezim giraniya min bikeve ser laşé te, Diya te çobû kanîyé ji me ra av bîné, Ditirsim buka min hew dageré malé, Neviya min hew av vexwe! Ez jî.., Ez jî westîyam, ez jî ji çuyîya me



Ez ranazém, mirî me mirî..! Ne bi emré Rebilalemîn, Bi gaz û xerdela medenîyeté, Bi emré Seddamé bé ol û bé dîn.. , Bi desté Elî Kimyawîyé leîn



Ev ne dézén çilo, ne jî lodén gîya ne. Ev fermana komkujîya Kurda ne. Ev insanin dostno insan..! Bersuya vé hésane ye bi hezar pirsan. Ev tabloya ha dibéje me “eve insanî “. Eve ûjdan û iman û exlaq û misilmanî... Ka béjin çend dewletén Ereb û misilmanan ji me ra girîyan? Çend teyare hatin di ser Bexdayé da firîyan.? Çend cemaetan ji bo me civîn kir? Çend Misilmanan ji bom e şîn kir? Dîn, iman, vîjdan, rehm û şefqet ka li ku ye..? Eger Misilman bibéjin “-Em xwedî ujdanin “ û heyfa xwe li Sedaman û sebaban bînin, tû şik û şibhe té da namîné ku îmana wan bi Xwuda nîne û ujdana wan ne tu ye...

Kimya yé, gaz û xerdelé leşké min sotî ye, …………. Miriné me henbéz kirî ye, me jî ji tirsa,

ne ku ez qiréjim. Miné jî, bixwenda. Bibma…………. xwe li hev péça ye. Baş mézekin,

xwendevan. Xewn û xeyal firîn, ji desté min…………. qenc li me binérin. Mézekin! Bibînin!



Revan! ……………………. …………………………………………. Ka halé bindestan

revan..!. ……………………………………………………………………. çewa ye...





Namûs azadî ye. Namûsa Kurdan azadiya wan e. Ew kesén ku Kurdbin û béjin em xwedî namûsin, bila xwe bidine ber eyneyé péşî li xwe, paşî li van tabloyén wehşeta Ereban méze bikin. Ev wehşet beriya İslamîyeté jî tine bû.



Min hebû keç û kurék. Navé keça min Narîn navé kuré min Zaxros, navé min jî Xezal e...Halé ésîran eve, halé bindestan eve, halé me Kurdan ne tû hal e. Xweda me ji Bané Bilind Dibîné.. Em ne şervanin, di destén me da atom û Fanton nînin. Me axa kesî xesb nekirî ye, berrika dér û mizgevtan nedizî ye. Em li ser erda xwa, li ser axa xwe, li ser xaka xwe bindest û mezlûmin. Evder Kurdistan e, Xweda vî erdî daye me. Ev welaté bab û kalan e, ne xesbe, ne fethe, ne dizî ye û ne talan e. Xezalim, Xezala deşta Helepçé me. Dîya Narînim ez, bûka Kurda me... Namûsa Kurda me... Namusa Kurda me. …



Wey biçûké babo, wey kezeba babo, wey can û gîyan û jîyana min, bila li te nebî tengasî , ezé jî seré xwe deynim vî qasî.. Seré min li ser kevir e, ev dinya derewe û vir e. Nemre ezîza Kalo nemir e. Ev dinya çi dinyayeke mişemir e. …



Hawara me dereng ket. Hawarên ésîran tim dereng dikevin. Me ne xwediye ne xwedan e. Me ne ale ne wetane, me ne artéş e, ne meclise û ne dîwan e. Dijminén me dîn û harin, ne rehme, ne şefqete, ne esle, ne esalete, ne pîvane, ne mîzane, Emé gilîya xwe li ké kin? Kî edaleté li dinyayé diparézé? Hakimé dinyayé kî ye? Kî dikarin dîktatoran bînine ray ê? Emerîkano! İnglîztano! Fringanooo! Elmanoo! Urûsanoo! Yekitîya Miletanoo! Wey dinyaya bê edalet wey!

Li Herba Ereban mézekin ka çı qehreman in. tû hirç û hov vé yeké nekiririne û nakin. Bila navé vé eyba mezin “Taré Reşé” li seré Ereban bî.



Dilé dayîkan weke gola Wané meskené kul û derdanin. “- Dilé min sîtila qîré, lo vé qetrané.. Gola Nazûké... Behra Wané... Zozané Nemrûté koçerén Alikan vé sibeké terş û talanén xwe berdané... Saliho lo, pismamo lo, emir çarde salyo 101 sal idam dané loooo, lo! De Nûr é lé, ésîré lé, bé kesé lé. Malik ji malan xirabé léééé, lé léééé...



Wey Xweda yo! Ka béj e, ka béje ev qeder e ango çerx û ger e.? Li bajaré me dûmana miriné ser da. Herkes mala xwe hişt û bi çolé va baz da. Rebîyo, Xwedayo, te bo çî vé imkané da desté wehş û hovan. Te bo çî dîné İslamé da wan nemirovan? Ev Ereb bo çî ji te natirsin? Ne ji tirsa Yahudîyan bî ew hiç li te napirsin.



Nefes li me çikîya. Hun halé me dibînin. Herkes ji mala xwe revîya.“- Êsîrim, ésîré Helepçé me, ésîré Gelîyé Zîlan û Dérsimé me. Ev ‘Enfale’...Enfal ferman e. Enfal komkujî ye.. Ev bê Xwedayî ye.



Mala babé min şewitî wey birano! ca bala xwe bidiné! Çewa kom û kiflet ketiye xewa mirin é.. “-Wey li miné Wey li miné wey li min é... Heçî van sebabén behsiyan dîtin, bila rojé sed caran tif bikin é..”

Hey hey, hey hey... Hey gidî hey dinyayé. Hey dinyaya derewîn, Qîma min bi te nayé... Ev yek ne ‘Malkanbaxî, malwéranî, malsotinî’ ye. Ev yek maltefén e. Malek bi erz û eyal û bi hemî jîndarén malé va ditefin, ditemirin, ji halé radibin û Kurd ji bo vé yeké waha dibéjin: “ Çira mala babé min vemirî, urt û ocaxa me tefîya.” Urt (ırt +wirt) denge. Dengé insan û heywanan e. Ocax jî hikme, erk e, révabirî ye, heyîye. Gelo kî vî mileté ku berî Hz. İsa 400 salan gava ku Artéşén Yewnaniyan yén (onbinlerin dönüşü +ricati) di biné Fermandariya Kesenefon da li çiyayén Kurdistané diqelibiyan û diketana nava réze gundan, ew kîlerén dewlemend, qehf û qacar û navmala wan ya zengîn, Yewnanî li vé zengînîya Kurdan şaş dimanan. Piştî Îsa 2000 sal hun navmala Kurdan dibînin ka çiqas feqîr û tengezarin. Nefta Kerkûké, ew av û çemén welat, dehl û bostan û wan deştén weke Silémaniyé, Helepçé, Hewléré, Şivan û Şéxan ku di biné hikmé Kurdan da buyan, ku Kurdan qedera xwe bi destén xwe girébidan wé halé Kurdan ev hal bu ya.?

…………




Wey pisîké, pisîké! hebek ji jîndaran sax neman, ji hespé heya mirîşké. Tû jî ketî arava Kurdan, bo çî neçoyî Misré. Dinya li ber te fireh bû. Nebî ku tû jî Kurdî? Paseporté te tine bû?



Me bazda devé avé, ji bona selameté.. Me bang kir Ya Muhemmed! Parézvané Ummeté! Wa Misilman me dikujin, li ser navé dewleté, Wé kî rake vé zilmé, vé xedr û cinayeté? Vé zilma ser me rak e, zanim ji desté te té.



Qiyamete birano qiyamet..! Heşre, heşra Kurda ye. Ev ne Hîroşîma û Nagasaka ye, ne jî tofan û erdhejan e. Bayek li me ket birano, bayeké tarî, ji asîmanan mirin dibarî. Ev dîmen û tablo ne firçe ye, ev nasnama bindestan, nasnama me bi xwe ye. Em Kurdén belengazén bé péşkéş û bé çare û bé réber. Me go emé dîne xwe xilaskin, gava erk û dewlet ji destén me çon me dîn û dinya û dînaran xir hinda kir. Hemu tiştî me da der. Dîné bindestan betale, li wan betale hibbû evîn. Ereb bûne hakimén me. Gotin em “Qewmé Necîbin”. Wek şalûl bilbil dixwendin digotin her em edîbin. Li herdû dinya tené dîl û ésîr bé nesîbin. Ka li halé me mézekin. Baş mézekin! Baş mézekin! We dît? Xwedé dibîné, Xwedé dizané, Xwedé vê zilmê napejirîn é!

……….


……….

……….


- Wî..! Min firfiroka xwe jibîr kir ji mal nanî..! Firfiroka min... Firrrfirrrok.



Dayé ésîré, bext reşé, ketîyé, békesa ber dîwaran. Ka li halé xwe baş mézekin Kurdno! gencino, jinino, mérino. xwendevaninooo! Ka mézekin ku Hz. Mûsa qewmé xwe çewan xilas kir, hun jî rabin pîyan vî mileté mezlûm ji biné hikmé biyanîyan rizgar kin.

………………


…………………



Qetilxwîna jin û zarokan, pişîk û mirîşkan. Jenosîta Ereban bi jehir û hacetén Ewropî û Emrîkîyan. Ji sala 1988é heya 2003 yé 15 salan ev dinya ya kerr û géj qala me nekir. Heya em ketine huşé wan 15 sal lé borîn. Gelo em Kurd ne ji vé dinyayé nin?



Erd û ezman li me buye yek. Erd û ezman ji me xeyîdî ye. Ji ezmanén.Kurdistané mirin dibaré Kurdno! Cendek û cenazeyén me bi xwe siwar bûn e. Wé birevin, lé narevin. Vî xortî desté xwe diréj kirîye ku yek jî derxe jor, lé desté wî jî dikevé... Merheba ya Muhammed! Merheba! ‘Merheba qewmé ketî ra destegir!’



Dijmin dar û ber jî li Kurdistané nehiiştin e. Em mane bi çend gezikan.Rebîyo me star ke, star stara te ye. Li me xwedîtî ke Xwedayo! Keséké me tune ye. Dijminan bîne ser edaleté, wan islah ke, mileté Kurd gune ye. Ev keçika fistansor bé guman ebda te ye?



Dûman e, babé mino dûman e, li ser çiyayén Helepçé mij û moran e. Ev ne şeré Dewletan, ne herba cîhan e, ev ne şeréké bi edalet û bi insaf û bi ujdane, ev şer qirkirine, ji holé rakirin û jenosîta me Kurda ne...



Gelî efendiyan, gelî şéxler û begler û axalerén Kurdan. Simbélén xwe badin, fotérén xwe xar kin, ruyén xwe mizdin û kûr merheze kin. Ev zarok tiştek ji we ra nabéjin? Ka hun bo çî nayéne xîreté. Huné çi cewaba xwe bidin roja qîyameté?

Çar Şitlén Gulan

Em çar şitlén gulan bûn, gelek nazik û ciwan. Çar zarokén Kurdan bûn, ji me xeyîdî cîhan. Cîhané got: “- bimirin! Bé his bin bitemirin.! Sedsal jî xwe bigirin! Emé li we bizivrin. Şolé me pir giringe, pêwîst neft û dolarin.

Wey Xwedayo tû me dibînî, ne hewceye em béjin. Ev karesata fehş û tewş, ne tené namûs û şerefa me û ya hemî cîhané, lé ev hikmé teyé adil jî tîné péş çavan. Gelo Teyrén te yén Ebabîl qeliyan e? gelo Kurd jî ne ebdé te ne? Gelo bo çî tû aqil nakî seré Mezinén Kurdan? Ango te van Kurdan bo çi çékir?



Gelo meriv çewan dikaré vé menzereyé şoreve ke. Ezé çî béjim? Xweda dibîné.. Dinya dibîné. Xwendevan û ronakbîrén Kurdan ku bi milyonanin hemî dibînin. Xortén Kurdistan, Jinén Kurdan, keçén Kurdan hemî dibînin. Ev yek rûreşiya mervanîyé ye.

"… Bîyani li me tim dîn û harin

Em xerîb dostin

Lê ew neyarin..

Sed salin kû ew, şerê me dikin

Çavsor û mêrkuj, wehş û kulzikin

Sonda me mirin, kû em netewin

Yek ferdêk ji wan

Li ha nehewin...

em bi mal, bi dil û bi can

Her biparêzin welatê Kurdan

Wê bên hewarê Sor û Babanî

Mukr û Bradost û Erdelanî

Têne hewarê Xweşnav û Sindî

Dizayî, Bilbas, bajarî, gundî

Eşîr û Kurmanc û fellah û rencber

Kurdistana me hemî seranser ….. 
 


Ev desté bi Xweda va hevrazkirî destén bi sedhezaran Şehîdén Kurdistané ne. Îro şikir ji Xuda ra ku ev bajar di bin hikmé dewleta Federala Kurdistané da ye. “- Wé rojék bé, dijmin serî dané ber pé.. Emé heq û mafén xwe ji wan bixwazin.”

Şakir Epözdemir

Tarih Araştırmacısı




DİVÊ MİLLETÊ KURD ENFALA HELEPÇE, BARZAN, GERMİYAN Û BEHDÎNAN JİBÎR NEKİN ……………...



Dostları ilə paylaş:


Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2017
rəhbərliyinə müraciət

    Ana səhifə