Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə68/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   64   65   66   67   68   69   70   71   ...   173

Mînak:


Mast→ Ez mêst dixwim.

Di diyarkirna peyvê de “mast” bû “mêst”, ji ber ku di kokê de guherîn çêbû, tewang heye, peyvên nêr ên ku ‘a-e’yê dihundirînin bi riya tewangê dikarin xwe diyar bikin. Zayend û mêjer hat diyarkirin û peyv bû bireser.

Şûşt→ Min cil şûşt. Ez cilan dişom.

Di kişandina lêkerê de li gorî deman guherîn pêk hat, tewang çêbû.

Rolên tewangê çi ne di Kurdî de?

Tewang li sê ciyan derdikeve pêşiya me:

1. Peyvên nêr ên ku ‘a-e’ yê dihundirînin dema ku bên diyarkirin ku qertafa diyariyê ‘î’yê nestînin dikarin bi riya tewangê xwe diyar bikin. Ango tewang riya diyarkirina wan peyvên nêr e.

Mînak:


Ez dîwêr lê dikim.

Dîwêr bi riya tewangê hat diyarkirin, di koka peyvê de guherîn çêbû, ji ber vê yekê em dikarin qala tewangê bikin. Bi vî awayî peyvê xwe ji aliyê zayend û mêjerê ve diyar kir û ew bû bireser.

Ez dîwarî lê dikim.

Dîwar bi qertafa ‘î’yê hat diyarkirin di kok û gewdeya peyvê de tu guherîn çênebû, ji ber vê yekê em nikarin qala tewangê bikin. Zayend û mêjera peyvê bi riya qertafa diyariyê ‘î’yê hat diyarkirin.

Nanê mêst

Raveker bi riya tewangê diyar bû.

Nanê mastî

Raveker bi riya qertafa diyariyê ‘î’ diyar bû.

2. Hinek cînavkên diyarkirî-oblîk bi riya tewangê çêbûne, hinek jî bi riya qertafên diyariyê.

A. Cînavkên ku bi riya tewangê çêbûne:

Ez → Min, Tu → Te, Em→ Me, Hûn→ We

Ev cînavk bi riya tewangê hatine çêkirin.

B. Cînavkên ku bi riya qertafên diyariyê çêbûne:

Ew+î= ewî→ wî, Ew+ê= ewî→wê, Wan+an=ewan→wan

Nîşe: Li hin herêman hê jî bikaranînên weke “ewî, ewê, ewan” hene û ‘e’ ya serê wan cînavkan neketiye. Tewang ji ber ku bêtir guherîna dengdêran e û ji ber ku ev cînavk bi qertafên diyariyê hatine çêkirin, ev cînavk netewiyane.

3. Dema ku lêker li gorî deman tên kişandin ji ber ku di kok û gewdeyên wan de guhertin pêk tên tewang çêdibe. Bêtir di koka lêkerên birêst de tewang çêdibe.

Mînak:

Şûştin→Dema borî/ Min şûşt.→şûşt, Şûştin→Dema niha/Ez dişom→şo



Parastin→Dema borî/ Min parast→parast, Parastin→Dema niha/ez diparêzim→parêz

Belê, weke ku ji mînakan jî diyar e, qertafên tewangê tune ne, lê tewang heye û di zimanê me de li sê ciyan derdikeve pêşiya me. Ew qertafên ku heta niha ji wan re digotin “qertafên tewangê” jî ne qertafên tewangê ne, “qertafên diyariyê” ne; zayend û mêjera peyvê diyar dikin û wan dikin têrker û bireser. Divê navlêkirina qertafan li gorî peywira ku dikin be. Werin em bi hev re pêşî rewşên tewangê yên zimanên din binihêrin û piştre em derbasî “Rewşa Diyarkirî-Oblîk” û “Qertafên Diyariyê” bibin.

Çend Mînakên Tewangê Ji Zimanên Din

Di Erebî de Tewang

Erebî di nava zimanên herî tewangbar de cî digire. Tewang bi awayekî çalak di Erebî de derdikeve holê.

Di Erebî de di gelek diyarkirinên mêjerê de tewang derdikeve holê.

Mînak:

Vereqe (yekjimar) Evraq(pirjimar)



Şey(yekjimar) Eşya(pirjimar)

Libas(Yekjimar) Elbise(pirjimar)

Mekteb(yekjimar) Mekatib(pirjimar)

Ji mînakan jî diyar dibe ku di kok û gewdeyên peyvan de guherîn pêk hatine.

Di Erebî de dema ku peyv tên çêkirin jî tewang derdikeve holê:

Mînak:


Kitûb/katîb

Mektûb/mekteb

Di Îngilizî de Tewang

Di Îngilizî de jî di kişandina lêkerên bêrist de û di hin awayên diyarkirina peyvan de tewang derdikeve holê.

Di Îngilizî de dema ku lêkera vexwarinê ‘drink’ tê kişandin diguhere û tewang çêdibe.

drink/drank/drunk;

Di koka peyvê de guherîn çêdibe. Jixwe guherîna ku em jê re dibêjin tewang jî herî pir, di dengdêran de çêdibe.

Dema ku em ‘man’a Îngilizî bikin pirjimar, qertafa pirjimariyê “s” nayê peyvê û peyv dibe ‘men’

ji ber ku di kokê de guherîn çêdibe ev jî dieb mînaka tewangê.

REWŞA DIYARKIRÎ-OBLÎK Û QERTAFÊN DIYARIYÊ

REWŞA DIYARKIRÎ-OBLÎK

Navdêr dema ku peywirekê hilgirin ser xwe û ji rewşa xwerû derkevin, dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Dema ku dikevin rewşa oblîk-diyarkirî; dibin bireser û têrker. Bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Qertafên diyariyê vî karî pêk tînin: î (nêr), ê (mê), an (pirj.)

Mînak:

Heval hat. (Navdêr xwerû ye û kirde ye.)



Ez hevalê dibînim.(Navdêr ne xwerû ye û bireser e; ketiye rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê diyar bûne.)

Ew ji yekî dipirse.(Navdêr ne xwerû ye û têrker e; ketiye rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê diyar bûne.)

Mala hevalan (Navdêr ne xwerû ye û raveker e; ketiye rewşa oblîk diyarkirî, mêjera wê diyar bûye.)

Nîşe: Celadet E. Bedirxan ji vê rewşê re dibêje “tümleç durumu ya da eğik durum”. “Eğik”a ku Celadet E. Bedirxan qal dike ne tewang e, bala xwe bidinê Celadet E. Bedirxan qala “büküm-tewang” ê jî dike di heman mijarê de. Ew baş dizane ku “Tümleç durumu ya da eğik durum” û “büküm-tewang” du tiştên ji hev cuda ne. Lewma di heman mijarê de zimanzanê me dibêje: “Peyvên nêr yên ku “a-e”yê duhindirînin ji dêvla ku “î” yê bigirin ew ji hundirê xwe ve ditewin û bi riya tewangê dikarin têkevin “rewşa têrkerî” ango xwe diyar bikin.

QERTAFÊN DIYARIYÊ

Peyv dema ku tena serê xwe ne, di rewşa xwerû de ne û qertafên zayend û mêjerê nastînin; lê dema ku peywirekê digirin ser xwe û ji rewşa xwerû derdikevin dibin têrker û bireser qertafên “î, ê, an”ê digirin; bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Ev qertaf, navdêran li gorî peywira wan dixin rewşa oblîk-diyarkirî.(Bi lêkerekê re, bi navdêrekê re, bi daçekekê re). Dema ku navdêr dibin oblîk-diyarkirî zayend û mêjera wan jî diyar dibin. Ev qertaf di kok an jî gewdeya peyvê de tu guherînê çênakin ji ber vê yekê mirov nikare ji wan re bibêje qertafên tewangê.

î→(nêr)

ê→(mê)


an→(pirj.)

Peywirên Qertafên Diyariyê

Ev qertaf, rewşa oblîk-diyarkirî çêdikin. Em li heft ciyan rastî wan tên.

1. Di dema niha û di dema bê de, tên bireserê. Bireser dikeve rewşa oblîk-diyarkirî. Bi vê rewşa oblîk re zayend û mêjera wê jî diyar dibin. Di kok an jî gewdeya peyvê de tu guherîn çênabe.

Mînak:

Tu pirtûkê dixwînî. Tu dê pirtûkê bixwînî.



Ew hevalan dibîne. Ew dê hevalan bibîne.

Ez yekî dibînim. Ez dê yekî bibînim.

2. Di dema borî de, ku lêker gerguhêz be, bireser qertafan nastîne. Kirde qertafên diyariyê distîne. Dikeve rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê jî bi vî awayî diyar dibin. Ji ber ku ergatîfî heye, ev qertaf di vê rewşê de tên kirdeyê, nayên bireserê.

Mînak:


Zînê ew got. Wê ew got.

Ehmedî ew got. Wî ew got.

Hevalan ew got. Wan ew got.

3. Qertafên diyariyê dema ku tên cînavkên ‘ew’ û ‘ev’ê, cînavkên diyarkirî-oblîk çêdikin. Zayend û mêjer jî diyar dibin.

Mînak:

ew+î → ewî → wî ev+î → evî → vî



ew+ê → ewê → wê ev+ê → evê → vê

ew+an → ewan → wan ev+an → evan → van

4. Di ravekê de jî qertafên diyariyê tên ‘ravekerê’. Raveker dikeve rewşa oblîk-diyarkirî, zayend û mêjera wê jî diyar dibin.

Mînak:


Raveber Raveker Raveber Raveker

Nanê sêlê Nanê wan

Destê yekî Destê wî

Şibakên malan Şibakên wê

5. Di ravekên rengêdêrên nîşanî de derdikevin holê û rewşa oblîk-diyarkirî çêdikin. Zayend û mêjer jî diyar dibin.

Mînak:


Nêz Dûr

vî hevalî wî hevalî

vê hevalê wê hevalê

van hevalan wan hevalan

6. Daçek peyvên piştî xwe diyar dikin. Peyvên ku piştî daçekan tên dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Zayend û mêjera yan jî bi vî awayî diyar dibin.

Mînak:


Ew li malê dimîne.

Ew ji daran hez dike.

Wan ji yekî re got.

Nîşe: Lê her tim ev rewş dernakeve holê. Bêtir dema ku peyva piştî daçekê hoker be, van qertafan nagire.

Mînak:

Li paş xwe binêre.



7. Peyvên ku piştî lêkerên berbiçûnî(datîf) tên, qertafên diyariyê distînin û dikevin rewşa oblîk-diyarkirî. Bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin.

Mînak:


Ew çû malê

Hûn diçin malan.

Min êrîş bir ser gurî.

Encam:


1. Qertafên tewangê tune ne; lê tewang heye.

2. Dema ku qala tewangê bê kirin divê di kok an jî gewdeya peyvan de guherîn çêbe.

3. “î, ê, an” qertafên diyariyê ne. Zayend û mêjera peyvê diyar dikin û li gorî rewşê, peyvê dikin têrker û bireser.

4. Heft peywirên qertafên diyariyê hene.

5. Peyv dema ku ji rewşa xwerû derkevin bibin bireser û têrker qertafên diyariyê distînin û bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibin.

6. Di rewşa ergatîf de qertafên diyariyê tên kirdeyê.

7. Di diyarkirina peyvên nêr ên ku “a-e”yê dihundirînin de tewang jî riyeke diyarkirinê ye.

8. Di zimanê me de li sê ciyan tewang heye: Di diyarkirina peyvên nêr ên ku “a-e” dihundirînin de, di çêkirina cînavkên diyarkirî-oblîk de û di kişandina lêkeran ya li gorî deman de.

9. Peywirên qertafan çi bin divê nav jî li gorî wê yekê li wan bên kirin.

10. Li gorî taybetiyên zimanan teşeyên tewangê diguherin lê guherîna kok û gewdeyê tim heye.

Çavkanî:

-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz

-Ciwan, M. 1992, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Jiyana Nû

-Ebdulfettah, D.2006, Nav Di Zimanê Kurdî De Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Bilbil M. û Baran B. 2008, Rêzimana Kurmancî Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Aksan D. 2007, Her yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu

Bahoz Baran

bahoz_baran@hotmail.com

Mîr Celadet Elî Bedirxan Bersiva Samî Tanî Daye

Bahoz Baran

Xwezî şaşî û kêmasiyên pirtûka birêz Samî Tan yek û dudo bûna û me li ser wan li hev bikira. Lê hejmara şaşî û kêmasiyan pir zêde ye. Bû çar nivîsên dirêj in ku ez qala wan şaşî û kêmasiyan dikim. Mijarên ku ez qala wan dikim aşkera û diyar in. Mirov şaş dimîne, çawa di pirtûkeke rêzimanî de ew qas şaşî û kêmasî hene? Ji ber ku ew pirtûk di nav perwerdehiyê de pir tê bikaranîn û ji ber ku çewtî û kêmasiyên wê pirtûkê pir in û belav dibin, ez li ser wê dinivîsim.

Pêşî divê mirov bizanibe ku ziman ne statîk e; guherbar e û xwedî pergaleke xurt e. Zimanê heftê sal berê û yê îro ne weke hev in. Lewma jî bersivên Samî Tan têra îro nakin, statîk in û bi nakokî ne. Îcar, ji pirtûka birêz Celadet Elî Bedirxan ya bi navê: “Elfabeya Kurdî û Bingehên Gramera Kurdmancî” jêgir dane. Qasî ku em dizanin ew pirtûk, nivîsên Celadet Elî Bedirxan ên Hawarê ne. Gelo çima Samî Tan qala pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot ya nûjen nekiriye, çima ji wê jêgir negirtine? Samî Tan wê pirtûkê qebûl nake? Çima di hin nivîsên xwe de agahiyên wê pirtûkê bi kar tîne? Amadekarê pirtûka Celadet Elî Bedirxan Arif Zêrevan di pêşgotinê de dibêje: Pirtûka Celadet Elî Bedirxan ya kamil, ya dawî ye. Tiştê balkêş hin jêgirên ku ji wê pirtûkê dane, şaşiyên wî dipeyitînin! Di mijara tewangê de jî xuya ye Samî Tan ketiye nav lêkolînan. Lê tiştê ku ew qal dike, dîsa wî, ji şaşiyan xelas nake.

Di nivîsa xwe de jî Samî Tan ji şêwaza zanistî dûr ketiye, ji dêvla ku qala mijaran bike, rabûye qala min kiriye! Ev şêwaz, li şêwaza zanistî nake. Belê, me di nav pergala tirkan de xwend, lê em ‘vê dawiyê’ kurdî hîn nebûne. Ji aliyê mentiqa tirkî de jî birêz, me rexne dike. Ravekirinên ku me kirine li gorî rêzimana navneteweyî ne. Eleqeya wan bi tirkî tune ye. Ji aliyê mentiqa tirkî de, di pirtûka Samî Tan de û di kuncika wî ya “Azadiya Welêt” de gelek mînakên balkêş ên mentiqa tirkî hene. Û jixwe zimanzanê me di rojnameyan de, mijarên rêzimana kurdî bi tirkî(bi zimanê asîmile-keran) nîqaş dike!

Tiştê balkêş min qala gelek mijaran kiribûn, min mînak dabûn; lê Samî Tan qet qala wan nake! Dibêje ez nenivîsim dê tiştên ku wî gotine rast bên qebûlkirin, tu binivîsî jî, nenivîsî jî; rastî rastî ye, qad jî qada zanistî ye. Birêz, weke ku her tişt çewt be tevdigere; lê ez ê di dawiya vê nivîsê de wan kêmasî û şaşiyên ku wî kirine, weke lîsteyê bidim. Di Hînkerê de jî gelek şaşî û kêmasî hebûn, lê Samî Tan qet qala wan jî nake.

Em ê li ser mijarên rêzimanî binivîsin, em ê ji şêwaza zanistî jî dûr nekevin. Qada me ya yekemîn jî qada rêzimanê ye. Dibe ku Samî Tan aciz bibe, em ê vê helwestê bidomînin; lewre mafê tu kesî tune ye ku rêzimana kurdî di nava şaşî û kêmasiyan de bihêle.

Ne Cînavka girêkî-Pronava Girêkî, Gihaneka “Ku”yê

Samî Tan bi israr dibêje “ku” cînavk e. Em jî dibêjin “ku” gihanek e”. Ji ber ku du tiştan digihîne hev dibe gihanek. Ev tiştekî diyar e. Samî Tan, bersiva pirsa min nade, diçe ji pirtûka Celadet Elî Bedirxan ya bi navê “Elfabeya kurdî û bingehên gramera kurdmancî” jêgiran radigihîne. Ji kerema xwe bila li pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot jî binihêre. Tiştê ecêb dema ku qala wê pirtûkê dibe dibêjin:” Ew pirtûk Celadet tenê nenivisiye.” Ma Roger Lescot jî ne hevalê Celadet Elî Bedirxan bû, ew jî ne zimanzan bû! Di pêşgotina wê pirtûkê de, qala wê xebatê tê kirin. Qey Samî Tan pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot qebûl nake?! Di wê pirtûkê de “ku” di beşa gihanekan de cî digire, ne di beşa cînavkan de.

Lê ez ê a niha nekevim wan nîqaşan. Ka em bala xwe bidin pirtûka Samî Tan, da ku em bibînin, ew çawa xwe bi xwe ketiye nav nakokiyeke kûr:

Em bala xwe bidin raveya cînavkê ya pirtûka Samî Tan:

“Cînavk di nava hevokê de,cihê navdêran digirin.”

Em bala xwe bidin ravekirina “cînavka girêkî” ya pirtûka Samî Tan:

“Cînavka girêkî, du hevokan bi hev ve girê dide.”

Kerem bikin, her du jêgirtin jî ji pirtûka Samî Tan hatine dayîn û li ber çavan e ku her du ravekirin jî li hev nakin. De ka em bibêjin çi? Ji ravekirina Samî Tan ya diwemîn diyar e ku “ku” gihanek e, lewre wî bi xwe gotiye “bi hev ve girê dide”. Li jorê jî dibêje cînavk ciyê navan digirin. Rastî ev qas diyar li ber çavan be û mirov wê qebûl neke! Ji xwe mînakên “ku” yê didin xuyakirin ku “ku” gihanek e. Min di nivîsa berê vê de gotibû: “ku” dema şûna ciyekî bigire dibe cînavka pirsiyariyê, weke din tim gihanek e.

Çû ku? Çû malê.

Tiştê balkêş di mijara gihanekan de, Samî Tan cî daye “ku” yê!?

Cînavkên Xweditiyê

Xuya ye Samî Tan nivîsa min baş nexwendiye. Lewre min gotiye ku, xwedîtî bi cînavkên diyarkirî çêdibe û bi pişt re min gotibû dibe ku cînavkên pêwendiyê jî bi wan re bên bikaranîn, ew jî dibe tiştekî din. Dîsa ji pirtûka”Elfabeya Kurdî û bingehên gramera kurmancî” hin tişt ragihandine. Em jî li pirtûka Celadet Elî Bedirxan Û Roger Lescot binihêrin:

“Eğik durumdaki şahis zamirleri iyelik(mülkiyet) rolü oynar.”

Hespê min( te, wî, wê , me , we, wan)

Hespên min, mehîna min, mehînên min..”

Bê veqetandekên serbixwe aîdiyet çêbû. Tenê bi cînavkên diyarkirinê.

Cînavkên Pêwendiyê

Dema ku raveber bikeve veqetandek(a, ê,ên) dikevin rola pêwendiyê. Ciyê peyvê digirin.

Mînak: Deriyê dibistanê ê dibistanê

Gula çiya a çiya

Hevalên baş ên baş

Pir aşkera ye ku veqetandekan ciyên raveberan girtine. Dema ku cî bigirin dibin cînavk û ji xwe pêwendiyê çêdikin. Ji ber ku pêwendî çêdibe parçeyek aîdîyet jî çêdibe.

Eger em cînavkên pêwendiyê û yên xweditiyê bi hev re bi kar bînin:

Mînak: Hevala min a min

Hevalê min ê min

Hevalên min ên min

Pêwendî û aîdiyet çêbûn. Ev mijar ev qas diyar e û li ber çavan e!

Rengdêr

Samî Tan di vê mijarê de jî ketiye nav nakokiyeke kûr. Ravekirina ku dide û mînakên pirtûkên wî li hev nakin:



Ravekirina ku wî ji pirtûkê daye:

“Rengdêr ew bêje ye ko bi navdêrê ve dibe û wesfekî wê dide zanîn; an wê navdêrê di mana wê de tayîn dike û texsîs dike.”

Mînakên pirtûka wî:

Ev dar hişk e, hevalên min jêhatî ne, birayên min delal in, xaniyê me fireh e

Ew ciyê bin wê xêzkirî nîşan dide ku rengdêr bi navê ve dibin û ravekê çêdikin. Lê dema ku em mînakên Samî Tan dinihêrin, rewş berevajî vê yekê ye. Rastî li ber çavan e!

Tewang


Di vê mijarê de jî brz Samî Tan fam nekiriye ku me çi gotiye. Ravekirina ku ew dikin û mînakên wan li hev nakin. Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûka xwe de, li ser vê mijarê hin tiştên wisa dibêje ku em pê riya xwe ronî dikin.

Dema ku em mijareke rêzimanî vedibêjin, divê têgînên rêzimanê, di çarçoveya rêzimanê de bên bikaranîn, ne di çarçoveya teng ya ferhengî de. Di mijara tewangê de me ev binpê kiriye. Divê mirov teng nefikire.

Eger em li ferhenga Kurdî binihêrin, em ê vêya bibînin: Badan, çivandin, xwarkirin, verês, hwd.

Eger em li lîteratora rêzimanê binihêrin, em ê vêya bibînin: Di çêkirin, kişandin û diyarkirina peyvan de, eger di kok an jî di gewdeya peyvê de guherîn çêbibe, ev dibe tewang. Carinan, peyv pir diguherin; carinan jî hindik. Bi piranî dengdêr diguherin û ev taybetî, bêtir di zimanên Hînd-Ewropî de heye. Ev ravekirineke navneteweyî ye. Taybetiyên zimanan hene; lê guherîna kok an jî gewdeyê tune be mirov nikare qala tewangê bike.

Dema ku mirov bala xwe dide Celadet Bedirxan , ji bo vê rewşê peyva “büküm”ê, bi kar tîne; lê di heman mijarê de ji oblîk-xwarkirinê re jî dibêje “eğik”. Celadet Bedirxan “büküm” û “eğik”ê, ne di heman wateyê de, di du wateyên cuda de bi kar tîne. Lewre Celadet Bedirxan di vê mijarê de wiha dibêje:

“Navên nêr yên ku “a” û “e” dihundirînin, ji bo ku têkevin rewşa “oblîk-xwarkirî yan jî têrkerî”, ditewin.” Yanî sedema tewandina wan ew e ku bikevin rewşa oblîk, bibin têrker û bireser, bi vî awayî zayend û mêjera wan jî diyar dibe.

Ji bona ku ew peyv bibin têrker û zayend û mêjera wan diyar bibin ditewin, deforme dibin.. Em li pirtûka Celadet Bedirxan û Roger Lescot li xala 114 û 115’an binihêrin. Ango Celadet Elî Bedirxan jî weke ku me di pirtûka xwe de diyar kiriye dibêje: tewang(büküm) tiştek e, oblîk(eğik durum-tümleç olma durumu) tiştek e.

Di kurdî de peyv bi tena serê xwe xwerû ye, di rola kirdeyê de ye. Dema ku qertafên diyariyê(î, ê,an) bistîne ji xwerûtiyê derdikeve dibe bireser û têrker. Bi vî awayî zayend û mêjera wî jî diyar dibe. Ev ravekirin ravekirinên Celadet Elî Bedirxan in.

Samî Tan ketiye nav lêkolînan û çûye ji Rasim Birlik wateya tewangê ragihandiye. Belê ew ravekirin rast e, li gorî wê ravekirinê divê guherîn çêbibe di peyvê de, lê qertafên me yên diyariyê(ku ew dibêje yên tewangê) vê guherînê çênakin. Ango jêgira ku ji Rasim Birlik ragihandiye li gorî me ye. Guherîn tune be tewang çênabe.

Birêz berê xwe daye Îngilizî û qala “Declension”ê jî kiriye. Lê baş qal nekiriye, divê qala “inflection” û rewşên “Declension”ê jî bikira. Declension tê wateya “kişandinê”. Di vê mijarê de divê Samî Tan qala “genitive(qertafên rewşa pêwendiyê), dative(qertafên rewşa berpêçûnê), accusative(qertafên rewşa diyarkirinê), vocative(qertafên rewşa bangkirinê), ablative(qertafên rewşa jê derketinê, male-she(qertafên cinsiyetê)”yê jî bikira. Ku ev hemû dikevin bin baniya “declension”ê. Di hinik zimanan de ev rewşên rêzkirî, di peyvê de guherînê çêdikin, navê wê rewşê “tewang” e, lê di hinek zimanan de dema ku ev qertafên rewşan tên bikaranîn, di kok an jî gewdeya peyvê de guherîn çênabe, tewang pêk nayê. Di kurmancî de jî dema ku li gorî van rewşan qertaf tên bikaranîn tu guherîn di kok an jî gewdeya peyvê de çênabe. Lê carinan di peyvên nêr de ev guherîn çêdibe wê çaxê em dikarin bibêjin tewang jî çêdibe. Ango peyv wan qertafan nastîne, ji bo ku têkeve wan rewşan ji hundirê xwe de diguhere. Di tu zimanî de mijara “Qertafên Tewangê” tune ye. Qertafên din hene: Ên zayend û mêjerê, pêwendiyê, berpêçûnê, diyarkirinê, bangkirinê, jê derketinê… Ev qertaf xwedî rolên girîng in û divê li gorî rolên xwe bên binavkirin ne li gorî tewangê. Tewang, dibe ku li gorî encama wan pêk bê, yan jî pêk neyê.



TABLOYA KIŞANDINA PEYVAN LI GORÎ REWŞAN

Rewş Nêr Mê

Yekjimar Pirjimar Yekjimar Pirjimar

Nominative Gur Guran Gul Gulan

Genitive Çavên gurî Çavên guran Bêhna gulê Bêhna gulan

Dative Çû gurî Çû guran Ji gulê re bibêje. Ji gulanre bibêje.

Accusative Ez gurî dibînim. Ez gurandibînim. Gulêbîne Gulanbîne.

Vocative Guro! Gurino! Gulê! Gulino

Ablative Ez ji gurî ditirsim. Ez ji guranditirsim. Bêhn ji gulê tê. Bêhn ji gulan tê.

Ji tabloyê jî diyar dibe ku dema peyvên kurdî tên kişandin di kok an jî di gewdeya peyvan de guherîn çênabe. Qertafên diyariyê “î,ê,an” hem peyvê ji aliyê peywirê ve diyar dikin hem jî cinsiyet û mêjera wî diyar dikin. Di hin ciyan de daçek jî alîkariyê dikin.

Di kurmancî de tenê peyvên nêr yên ku tîpên “a-e” dihundirînin ditewin. Tewanga wan jî bi sînor e. Bi rastî ew jî dikarin qertafên diyariyê bistînin; lê dema ku nestînin dikarin ji hundirê xwe ve bitewin. Ev bikaranîn jî bi giştî nîn e.

Mînak: Bi Riya Qertafên Diyariyê Bi Riya Tewangê

Nanê mastî Nanê mêst

Ez mastî dixwim. Ez mêst dixwim.

Lîsteya şaşî û kêmasiyên pirtûka Samî TAN ên ku bûne mijara nivîsên me

1- Qertafên navgir( Ew tîpên alîkar in, li ciyên ku pêwîst bin der dikevin holê.)

2- “Tîpên kelijandinê”(Rasterast ji tirkî hatiye girtin, ew tîp jî li dijî kelijandinê ne.)

3- Dûbarekirina tîpan( Dûbarekirina tîpa peyva “xurttir” û peyva “pirr” ji hev cuda ne. Li ser pirsgirêka esas nehatiye sekinandin.)

4- Ji aliyê sazbûnê ve peyv( Peyv sê cure ne: xwerû, pêkhatî, hevdudanî; ne hewce ye ku mirov mijarê dirêj û tevlihev bike.)

5- Pêşgir û paşgir( Hin peyvan wateya xwe winda nekiriye: Binhiş,)

6- Ergatîvî(Di dema boriya gerguhêz de kurdî ergatîv e di demên din de çi ye?)

7- Tewang (Ravekirina tewangê nehatiye dayîn, ku bihata dayîn dê mînakên ku dane li hev nekirina.)

8- Tewanga nebinavkirî( Mijareke wisa tune ye, Samî Tan xwe bi xwe çêkiriye û şaş çêkiriye. Ên ku nebinavkirinê çêdikin qertafên nediyariyê ne: hevalekê)

9- Veqetandek( Veqetandek ne cureyeke bêjeyan in, qertaf in ew.)

10- Veqetandekên nebinavkirî( Ev qertaf bi qertafên nediyariyê re hatine tevlihevkirin.)

11- Ji aliyê taybetiyên xwe ve navdêr( di vê mijarê de Samî Tan çûye “komenav” jî xistiye nav vê mijarê, şaşiyeke berbiçav.)

12- Paşgira ku navê ciyan pêk tîne: (Xane, gelo ev peyv e an paşgir e?)

13- Di mêjera navdêrên xwerû de alozî(Pêşniyara ku hatiye kirin, çewtiyeke mezin e: “a mişk û mirovan”)

14- Cureyên cînavkan(Hatiye dirêjkirin û tevlihevkirin.)

15- Cînavkên xweditiyê(Bi yên pêwendiyê re hatine tevlihevkirin.)

16- Cînavka girêkî(Ev gîhanek e, ne cînavk e.)

17- Rengdêr(Mînak û ravekirin li hev nakin li gelek ciyan.)

18- Di hevalavan de paye( Hin mînak çewt in.)

19- Hevalnavên pirsiyariyê(Mînakên şaş pir in.)

20- Hokerên cî û bergehê(Bi têrkera cî re hatine tevlihevkirin.)

21- Hokerên demê(Hin mînak hokerên çawaniyê re hatine tevlihevkirin.)

22- Hokerên çendanî û hevrûkirinê(Çend mînakên ku hatine dayîn ên çawaniyê ne.)

23- Hokerên pirsiyariyê(Hin mînak bi cînavkan re hatine tevlihevkirin)

24- Jimarnav (Ev ne cureyeke bêjeyan e! Peyv li gorî peywirên xwe dibin: Navdêr, rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek.)

25- Lêker (Mijar berovajî hatiye dayîn, peyvsazî di dawiyê de tê dayîn, hemû mijaran de ev şaşî hatiye kirin.)

26- Mijara paşgirên lêkerçêker(Rader, bi qertafan re hatine tevlihevkirin)

27- -ijîn, -isîn,-ijandin –isandin(Ev hêman weke hêmanekê hatine dayîn, lê ji sê çar hêmanan pêk tên.)

28- Gerguhêz-negerguhêzî(Lêkerek ji bingehê xwe de yan gerguhêz e yan jî negerguhêz. Lê Samî Tanî hin lêkerên negerguhêz pêşî dike gerguhêz paşê dike negerguhêz! Mesela pêşî “qelişîn” heye paşê dibe “qelişandin”. Li gorî birêz ev berevajî ye. )

29- Qertafa gerguhêzî “and” ê li hev siwar dike( Bihîstandin, “t” ji “and”ê veguheziye. Du car nayê ser hev.)

30- Rader(Di kurdî de rader yek e: -(i)n, li gorî pirtûkê hejmara wan diguhere.)

31- Çîrokiya dema boriya têdeyî(Dema boriya têdeyî jixwe çîrokiyê çi dike, ew dibe çîrokiya dema boriya dûdar, çirokiya wê çênabe. Çirokiya dema boriya têdeyî tune ye)

32- Dema boriya dûdar li gorî kesê diwemîn(Qertafa dema boriya dûdar nehatiye bikaranîn “ketiyî”. Bi vî awayî di hin lêkeran de alozî der dikeve, mesela di kişandina lêkera “çûn”ê de.)


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   64   65   66   67   68   69   70   71   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin