Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə76/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   72   73   74   75   76   77   78   79   ...   173

Carek "zalim" bi xwe rengdêr e, ji lew re ne rast e ku mirov ji wê ji bo heman wateyê dîsan peyveke rengdêr çêke. Eger em bixwazin jê rengdêrekê çêkin, îcar gerek e em ji peyva "zilm"ê çêkin û parkîta /-ker/ bi paşiya wê ve daynin: zilmker, zilmkerî. Li hêla din di şûna peyva "dest" de diviya ku ya "dev" bihata tercîhkirin. Îcar ez vê hevoka ji bo nimûneyê ku hatiye dayîn, sererast bikim: heta tu dev ji zilmkeriyê û mêtîngeriyê bernedî, em qebûl nakin.jiyana xwe ji dest da:

Çendî ev biwêj ji kurmancî re nû be jî, bi xwe ji min re xweş tê û îtiraza min jê re nîn e. Her tim mirov nikare zimanekî amiyane bi kar bîne û divê carinan mirov serî li zimanê nezaketê bide; ji bo rewşên awarte hewce ye ku mirov biwêj û peyvên ji bo rêzgirtin û hurmetê bi kar bîne.komeke ulkuciyan (17. 11. 2007): Bi vî awayî çêkirina terkîbê, dike ku mehneyeke din ji mebestê here. Eger alaz û mebest jê grûbek nîjadperest be, diviya ku wek komek mengîwer (ulkucî) bihata gotin. Eger wek komeke ulkucuyan were bikaranîn mehneyeke din jê diçe. Dibe wek komek ji komên ulkucuyan.lêpêlkirina mafên mirovan (20. 11. 2007): Jixwe "lêpêlêkirin" ji binî ve şaş e, ku "pêlîkirin" bihata gotin dîsan çêtir bû. Lê pêwîst bû ku "binpêkirin" an jî "îxlalkirin" bihata tercîkirin. "binpêkirina mafên mirovan", an jî "îxlalkirina mafên mirovan" rast e.mala sersaxiyê (17. 11. 2007): Ez bi xwe ji peyva "sersaxî"yê bêhtir gotina "serxweşî"yê çêtir dibînim. Awayê gotina "mala serxweşiyê" û ya "mala taziyeyê" ji gotina "mala sersaxiyê" xweştir û rasttir dibînim.

Li hêla din van salên dawiyê du gotinên bi tirkî jî derketin rastê ku gava wan werdigerînin kurdî, rewşeke xerîb çêdibe. Wekî "cemevi" û "taziye evi", îcar ku em wan ji tirkî bi awayê "cemxane" û "taziyexane" li kurdî bînin, bi ya min dê hîn çêtir û baştir be. mînakeke baş ya takiyê da (18. 11. 2007): Wergereke ne baş û qet li kurdî nayê: Em li gorî xwe hevokê rast bikin: Mînakeke baş ji bo taqiyeyê da, li ser taqiyeyê mînakeke baş da.Newroz serhildan a, berxwedan a (21 Adar 2008): Li vir gelş ji devoka herêmî diqewime. Awayê rast ev e: Newroz serhildan e, berxwedan e. Newroz, tu li taxan geriya te çi dîtş (22 Adar 2008): Em vê hevokê jî hema rast bikin, bêyî ku em tiştekî li ser wê bibêjin: Newroz, tu li taxan geriyay te çi dîtşpênc hezar kurdî di êrîşa çekên kîmyewî de hatin kuştin (15 Adar 2008):

Ji aliyê gramerî ve hevokeke şaş û çewt e. Ez hez nakim bi kitekit li ser rawestim, ji lew re ez ê wê sererast bikim: pênc hezar kurd bi êrîşa çekên kîmyewî hatin kuştin.rencîde kirin (18. 11. 2007): Ji ber ku hevok kêm e, nikarim zêde tiştekî bibêjim. Lê ev tê wateya "tehl kirin" û "êşandin"ê: te ez rencîde kirim, ango te ez tehl kirim (êşandim), tu bi van gotinan me tehl dikî (diêşînî). rewşa hêrsoyî (17. 11. 2007): Rasterast wergera gotina tirkî ya "gergin durum"ê ye. Li şûna wê mirov di kurmancî de rastî awayê gotina "rewşa ne xweş" tê. Wekî rewş gelek ne xweş, her kes li bar e. Mebest ji vê ew e ku dike ku mirov bi hev bikevin, şer û pevçûn çêbe, bêhna mirovan teng e, hêrsa wan rabûye û hwd. Bi gotina kin û kurt: rewşa ne xweş, çêtir e. Seroka DTP a Wanê -ku Serokê DTPê mêr e- (17. 11. 2007): Em vê hevokê jî bêyî ku tiştekî bibêjin hema sererast bikin: serokê DTP’a Wanê tedbîr wergirtine (17. 11. 2007) Ez bi gotinên "tedbîr stendin", "tedbîr girtin"ê dizanim, lê bi vî awayî nizanim.tevî hewldanên sorkirinê, em ê... : Em ji vê re jî alternatîfên xwe derpêş bikin:tevî helwdanên ji bo berîhevdanê (hewijandinê), digel hewldanên ji bo fîtkirinê (sîqilandinê). Tirkiye ji demek awarte re derbas dibe: Em dikarin hevokê wiha biedilînin û bi keys bikin: Tirkiye di demeke awarte re derbas dibe.topyekun: Bergindên vê yên kurdî ev in: bi tevahî, pêkve, tevde, bi tomerî, bi komelî. Îcar li gorî rewşê mirov dikare bi wan, hevokan saz bike, wekî: şerê bi tevahî, êrîşeke pêkveyî (tevdeyî) û hwd. tu dikare ji me re bibêjeş (21 Adar 2008): Dîsan hevokeke ku bi devoka herêmî hatiye sazkirin.

Awayê wê yê rast: tu dikarî ji me re bibêjî.tu şîlobûn di helwesta wan de nîn e (18. 11. 2007): mebest jê çi ye, ez tê negihîştim. Ma ku mirov bibêje "helwesta wan aşkera û zelal e", qey nabe! zincîrên ji mirovan bên çêkirin (01. 05 2008): Dîsan em bi wergereke ji zimanê tirkî rû bi rû ne. Bi qasî ku ez dizanim, tebîreke wiha di zimanê me de nîn e. Eger mirov bixwaze wê li zimanê xwe bîne, dikare tiştekî wiha çêke: ji mirovan xelekên zincîran bê çêkirin. Li aliyê din, di zaravayê kirmanckî (zazakî) de ji bo zincîrê "rêzîle" tê gotin. Mirov dikare ji vê terkîbê re "rêzîla mirovan" jî bibêje.Piştî van, ez dixwazim ku behsa nêçîreke xwe ya ku min di 12’ê Avrêla (Nîsana) 2008’an de ji bultena nûçeyên kurmancî ya êvarê kiribû, behs bikim: roj bi heriyê nayê seyandin, ku ev ji tirkî (güneş balçıkla sıvanmaz) hatiye wergerandin. Bergindên wê yên kurdî, yên ku ez bi wan dizanim ev in:roj bi bêjingê nayê girtin, roj bi bêjingê nayê veşartinçû ser dilovaniya xwe: Vê biwêjê ne tenê di medyaya dîtbarî û bihîzbarî de, her wiha di ya nivîskî de jî, ji xwe re cihekî xurt qefaltiye. Lê şaşiyek di vê de heye, ku ew ji awayê bikaranîna "xwe"yê diqewime.

Bi qasî ku ez dizanim ev biwêj di zaravayê kurmancî de nîn e, bi îhtimaleke mezin ji zaravayê me yê kurmanciya xwarê (soranî) hatiye nav kurmancî. Di vê biwêjê de peyva "xwe" şaş tê bikaranîn, ku ew bi xwe "xwa" ye û bi zaravayê soranî tê wateya Xwedê; wekî ku çawan di vî zaravayî de gotinên mîna "Xwahafiz" (Xwedê te bistrîne, Xwedê te biparêze, Xwedê te bixefirîne) û "be Xwa" (bi Xwedê) tê gotin. Ji lew re awayê wê yê rast "çûn ser dilovaniya Xwa" ye. Di kurmancî de di şûna wê de biwêjên me yên li jêrê hene:çûn ber (an jî ser) rehma Xwedêçûn emrê Xwedêçûn piyariya Xwedêçûn rehma (an jî rehmeta) Xwedêçûn rehmetêkoça dawîn kirin. Li dawiyê, em dikarin van tiştan bibêjin, di van hemû mînakan de jî, hema bibêje tesîreke neyînî ya zimanê tirkî heye ku ev yek jî, ji ber wergerê diqewime. Digel vê rewşê, bêhneke zêde û bandoreke xurt a devoka herêmî li ser spîkerên televizyonê xwe dide der. Ji lew re jî heqê me heye ku em hem gazinên xwe ji wan bikin û hem jî rexne li wan bigirin ku hinekî din bi baldarî û bi zanebûn tev bigerin û wisan nêzikahî di zimanê xwe bidin. Lê bixebitin ku hem ji bin hîkariya nebaş a tirkî derkevin hem jî xwe ji bin bandora devoka xwe bifilitînin.Li aliyê din divê ku ne bi zimanê tirkî lê belê bi kurdî biramin, bihizirin û wisan nûçeyên xwe amade bikin.

Her wiha bi ya me, hewce ye ku tim di bîra wan de be ku mantiqa zimanan ji hev cihe ye, taybetiyên xweser ên zimanan hene. Dîsan jî min divê ez bi awayekî aşkera bibêjim ku zimanê kurdî zimanekî rasterast e, ango dîrekt e, ne wekî yê tirkî nerasterast (îndîrekt) e.Ez bi xwe, ku bi salan e li ser kurmancî dixebitim, pir hindik bi kapasîteya kurmancî dizanim û haya min ji hewcedariyên vî zaravayî heye. Biwêj û tebîrên nû, têgih û qalibên nû jî dikevin zimanê me yan jî pêdiviya me bi wan çêdibe. Îcar li vir bi ya min, divê azîna me (ango metoda me) azîneyeke zanistî be.

Divê ku em wan li kurdî wernegerînin, bi mantiqa zimanê ku lê bixebitin ku wan li kurdî bînin. Gotina min a dawî jî ev e: mirov çi qas bi hev bişêwire, li fikira hevalên xwe bipirse, ew qas çêtir û baştir e. Li hêla din, bi qasî ku ez jê agahdar im, ji bilî kesên ku bi zaravayên kurdî dizanin, kesên ku bi zimanên din jî dizanin li wir hene û mirov dikare ji hev bipirse, da ku hem zimanekî rast hem jî zimanekî standard pêk bîne.

Li ser wateyên şabaşê

Zana Farqînî

Min di Amîda Kurd de nivîsek bi navê "Spas û şabaş ma ne yek inş" weşand. Ev nivîsara min di gelek malperên din de jî hat weşandin û heta hin ji wan malperan ew wek nûçe jî dan. Ligel vê yekê, bi qasî ku ez pê dizanim, du nivîskarên me yên hêja jî, birêz Perwîz Cîhanî bi navê "Sipas! û şabaşe" û birêz Jan Dost jî bi navê "Sipas û şabaş" li serê nivîsîn. Birêz Cîhanî di amîdakurd.comê de û birêz Jan Dost jî di diyarname.comê de, gotarên xwe pexş kirin û weşandin.

Her du camêran jî rexne li angaşta min a ku ez dibêjim şabaş û spas yek in, girtine û diyar kirine ku eleqeya spas û şabaşê bi hev tune ye. Her wiha dibêjin ku mehneyên şabaşê jî tenê "bexş, bexşîş" û "diyarî" ne. Li ser kok û rayeka peyva şabaşê jî disekinin, ku şabaş ji "şad+baş"a farisî tê û bi vî awayî wateya jî "şad be" ye. Jan Dost der barê etîmolojiya peyvê de van agahiyan dide: "Koka şabaş di farisî de şad baş e, şad yanî kêfxweş û xweşhal û dilgeş, baş jî jêdera wê başîden e yanî bûn, peyv bi tevayî wisa ye: kêfxweş bibe, şa be." Beriya ku ez hin mînakan bidim da bi wan biselmînim ku wateya spasê ya şabaşê jî di zimanê me yê devkî de heye, min divê ez der barê wateyên şabaşê de careke din vegerim ser nivîsara xwe ya ku bûye dabaşa nîqaşê. Ji ber ku min di nivîsara xwe ya navborî de çend wateyên peyva şabaşê jî diyar kiribûn, ku min ew ji ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî wergirtibûn.

Lê min bergindên wan bi tirkî dabûn. Ez hez dikim careke din serî li wê bidim, lê ez ê îcar bergindên wan bi kurdî bidim da ku kesên bi tirkî nizanin jî jê tam serwext bibin:şabaş: m 1. teşekur, şukran 2. bexş 3. mec diyarî, hediye 4. bexşîş (bexşîşa ku sazbend ji kesên ku beşdarî dawetê bûne berhev dike) 5. ew merasîma ku pere û tiştên ku di dawetê de ji bo zava hatine berhevkirin ku navê dayoxan tê gotin 6. b aferim, bravo ~ ji Xwedê re şikur ji Xwedê re ~ kirin 1) teşekur kirin 2) diyarî kirin, hediye kirin.Bala we kişandibe, min cih daye şeş wateyên şabaşê ku min ew tespît kirine. Lê belê ez nabêjim ku her mehneyên wê ev in. Wisan dixuye ku ew ê bi xebat û lêkolînan hin wateyên wê yên din jî derkevin rastê.

Piştî van daxuyaniyan îcar min divê ez bêm ser mijara hîmî û bingehîn ku dabaşa vê nivîsa me ye. Her du nivîskarên me yên hêja yên navborî li dij angaşta min radibin û napejirînin ku wateya "spas" û "malavahî" ya şabaşê jî heye. Min careke din hin lêpirsîn û lêkolîn der barê vê bêjeya hanê de kirin. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku, min ji bîst kesî zêdetir wateyên şabaşê pirsîn ku ew gişt ji dever û herêmên cihê yên kurmancîaxêv bûn. Ji ber ku derdê min peytandin û tespîtkirina wateya spas a şabaşê bû, min bêhtir dêhna xwe da wî aliyê wê. Ez ê bi kurtî encamên van lêgerîn û lêpirsînên xwe aşkera bikim:şabaş ji Xwedê re: Ev hevok li Farqîn, Hezro, Melazgir, Dîgor û Qoserê (Kızıltepe) tê gotin.

Mehneya bêjeya "şabaş"ê li vir tam spas, teşekur bi xwe ye. Nizanim, hevok hingî zelal û aşkera ye, gelo hewce dike ku meriv zêde li ser raweste û rave bikeş!Tiştekî girîng, ew jî ev e ku ev peyva hanê bi piranî di bûy û dawetan de tê bikaranîn. Wek mînak li Norşîn û Hîzana Bedlîsê, li Sancaqdara (Qereyaziya) Erziromê û li Melezgira Mûşê gava dawetvanî diyariyên bûkê didin, yek ji nav civatê wekî wezîfedar bi deng wiha dibêje: şabaş û malava, filan kes ew qas da yan jî ev da (pere be mîqtarê pere, eger zêr û tiştekî din be, îcar wî tiştî bi nav dike û dibêje), aqûbet li serê filan kes be. Her wiha li Tetwana Bedlîsê jî gava ku riyê zavê traş dikin, xelk pere diavêje ser tepsiyê (yan jî tiştekî din), îcar yek bi dengî wiha dibêje: şabaş, şabaş; mal menzelê filan kes ava be ew qas avêt. Bi raya min, ji van mînakan em rasterast leqayî wateya spas a "şabaş"ê tên. Ne mehneyeke din.

Ez nimûneyekê jî ji dema dawetan bidim. Di dawetan de, sazbend, mitrib (mirtiv) gava bexşîş distînin an jî gava dixwazin wiha dibêjin: şabaş ji filan kes re, şabaş ji gula xortan re û hwd. Ev awa hema bibêje li gelek deverên welêt heye. Ji lew re ez naxwazim zêde dirêj bikim. Li vir jî, ji ber awayê gotina "şabaş ji filan kes re" em tê derdixin ku bi wateya spasê tê bikaranîn. Eger sazbend an jî mitrib bexşîş bi xwesta wiha nedigot. Wek li Farqînê hema rasterê digotin "Ka şabaşa min." Lê gava bibêje "şabaş ji te re" meriv nikare wateya "bexşîş" an jî "diyariyê" jê derxe. Li aliyê din em nikarin wateya "bijî, aferîn/aferim" jî jê derxin. Ji ber ku, wek zimanê nezaketê mirov bi piranî van gotinan ji yê xwe biçûktir re dibêje. Ne ji yê ji xwe mezintir e. Ez mînaka xwe ya dawî jî, ji Dihêya (Erûha) Sêrtê bidim.

Gava zarokek çêdibe û tê dinyayê, lêzim û xizmên wî bi diyariya diçine seredana malbata wî. Di wê demê de, bi civatkî rêûresmek tê lidarxistin. Gava serdanî diyariyên xwe pêşkêşî zarok dikin, yek bi dengê bilind dest pê dike wiha dibêje: şabaş mala wî ava filan kes zêrek aniye, Xwedê kurê wî bihêle. Di vê nimûneyê de jî, bi ya min, em bi aşkerahî dibînin ku şabaş di mehneya spasê de hatiye bikaranîn.Jixwe, eger em bala xwe bidine van mînakan û em di wan bifikirin em ê bibînin ku carinan şabaş û "malî ava" yan jî "malava" bi hev re tên bikaranîn, ku ev her du peyv jî hemwateyên hev in.

Bi dayîna van mînakan, bi ya min, têra xwe ron û aşkera ye ku wateyeke şabaşê jî spas bi xwe ye. Ji ber ku, ez wisan dihizirim ku mînak hingî zelal û ne hewceyê şîrovekirinê ne, ez êdî pêwîstî bi ravekirina zêde nabînim.Di pey dayîna van nimûne û gotinên der barê wateya spasê ya peyva "şabaş"ê de ez dixwazim careke din vegerim ser angaştên her du nivîskarên me yên hêja ku dibêjin "şabaş" ji "şad+baş"a farisî hatiye. Li aliyê din min bi xwe, bi maîlê ji birêz Perwîz Cîhanî pirsî bê ka di zimanê farisî de çend wateyên şabaşê hene. Wî jî bi riya emaîlê ev bersiv da min. Ev e bersiva wî: "şabaş li ferhengên farsî da weha hatîye şirove kirinê: aferîn, dîyarî, ew zêr yan pereyên ku dawetî li ser serê bûk û zava, yan jî dîlankeran ra didin." Ez çima li ser vê disekinim, ji ber ku gava mirov peyvekê ji aliyê etîmolojiyê ve hildide dest û bixwaze wê nas bike, bivê nevê wateyên wê jî bandor li ser nêrîn û ramanên mirov, li ser angaşt û îdiayê mirov, li ser azîna dahûrîna (analîza) mirov dikin. Ji lew re divê ku haya meriv ji vê yekê hebe.

Ez bi xwe bi şik û guman nêzîkatî li wê dahûrîna peyva şabaşê dikim, ku dibêje ji "şad+baş"ê hatiye û bi farisî ye. Li dawiyê ew jî tezek e, angaştek e. Lê angaşta min ew e ku şabaş û spas heman peyv in ku forma wê ya kurmancî "şabaş" e, lê belê bi qonaxa demê re guherîn di wateyên wê de çêbûne û ez wisan diramim ku wateyên mecazî serî ji wateya wê ya rastîn stendiye.Jixwe, li gorî encamên lêkolîn û lêpirsînan û pêzanînên li ber dest, di nav kurmancîaxêvan de peyva spasê tune ye. Helbet mebesta me ji ji zimanê devkî, ji zimanê nav xelkê ye.

Lê di nav zimanê me yê nivîskî de dîsan, qet nebe ev sed sal e ku heye, ku ji bo selmandina vê yekê me di nivîsa xwe ya navborî de hin belge û dane peşkêş kiribûn. Li aliyê dinê, ji ber ku ez îdia dikim ku ev her du peyv (şabaş û spas) heman peyv in, dîsan jî bi aşkerahî dibêjim ku hewcedarî bi lêkolîn û lêgerînên berfireh heye ku li ser van her du forman bê kirin, bê ka kîjan ji aliyê morfolojiyê ve guheriye, yan jî guherînên çawan di wan de çêbûne. Ji bo van xebatan jî nemaze divê ku di serî de haya meriv ji zimanên îranî çi yên zindî çi yên mirî hebe, ku ew ji bo me kan û çavkaniyên girîng û jêneger in. Her wiha ji bo ku mirov der barê etîmolojî û morfolojiyeke peyvekê de bigihîje encameke zanistî û rast, divê ku mirov van zimanan jî bide ber hev û ji vê hevberiyê encameke beraqil derxe. Li encamê ez dikarim van bibêjim: Ji bilî wateyên dîtir ku me li jorê daxuyandin, mehneyeke din a şabaşê heye ku ew jî spas bi xwe ye û bi ya min ew wateya wê ya rast e û wateyên din jî jê çûne ku ew mecazî ne.

Li hêla din, ji ber ku ziman organîzmeke candar û zindî ye tim diguhere, ango peyv guherbar in û ev guherîn hem di wateya peyvê de çêdibe hem jî di şêwe û teşeya wê de. Car heye ku, peyv bi qonax û domana demê re bi temamî wateya xwe ya rast winda dike û wateyên din lê bar dibin. Ji lew re gava ku mirov bixwaze peyvekê ji aliyê etîmolojî û morfolojîk ve hilde dest, divê ku haya meriv ji vê rewşê hebe û heta ji mirov tê divê karibe xwe bigihîne forma wê ya kevn û wateyên wê jî li ber çav bigire.

Heke na, bi analîzkirina şêweya li ber dest û wateya wê ya berteng, dibe ku mirov xwe bigihîne encameke ne rast. Nîşe: Birêz Jan Dost di cihekî nivîsa xwe de, ku me jê behs kir, wiha dibêje: "Ez ecêb dimînim ku çawa Perwîzê Cîhanî ev rastiya ku dê niha li ber destên xwendevanan raxînim nedabû destê Zana Farqînî!! Perwîz nivîskarekî têgihiştiye û bêguman ji min bêhtir haya wî ji wêjeya farisî heye!"Wekî ku min li dawiya nivîsa xwe ya "Spas û şabaş ma ne yek inş", bi nîşeyekê xuya kiribû, min tenê ji bo teyîdkirinê peyva spasê ya di Farisî de serî li birêz Perwîz Cîhanî dabû. Min ji bo şabaşê tiştek jê nepirsîbû. Ji lew re, divê ku ez vê yekê aşkera bikim. Zana Farqînî

Spas û şabaş ma ne yek inş

Zana Farqînî

Ji zû de min dil kiribû ku ez nivîsekê li ser koka peyva "spas"ê binivîsim. Ji ber ku gelek caran der barê esehiya reseniya wê de pirs ji min dihatin kirin. Her wiha di hin sohbetan de jî ez rastî gotegotên têvel ên li ser koka wê dihatim. Jixwe, a rast, mirov dikare bibêje ku ev peyv bi vî awayî ji bo kurmancîaxêvan peyveke nû ye, nemaze di zimanê devkî de; loma jî hin nîqaş li serê tên kirin.Ji bo alaza (mexseda) min ronî û aşkera bê fehmkirin, min divê ez tiştekî jî zelal bikim.

Mebesta min ji kurdî dê kurmancî be. Ji ber ku ez çarçoveya nivîsa xwe ya der barê peyva spasê de tenê bi zaravayê kurmancî bi sînor dikim. Îcar beriya ku ez li ser kok û eslê "spasê" rawestim, hez dikim pêşî behsa van riwayetên der heqê wê de bikim. Angaştek (îdiayek) jê ev e ku şagirt û xwendekarên ku Mîr Bedirxan ew şandibûn Rûsyayê, di dema vegera xwe de wan peyva "spas"ê ji zimanê rûsî aniye kiriye nav zimanê kurdî. Angaşta diduyan jî ev e: Gava rûsan hin deverên herêma Serhedê vegirtine (dagir kirine), ji aliyê ziman ve jî wan bandora xwe li herêmê kiriye û ev peyva navborî bi vî awayî ketiye nav zimanê kurdî. Angaşta sisiyan jî, dîsan vê peyvê bi bandora zimanê rûsî re têkildar nîşan didin.

Tê gotin ku piştî nemir Mele Mistefa Berzanî di sala 1958’an de ji Ûrisatê (Rûsyayê) vegeriya welêt, ev pevya hanê bi xwe re aniye.

Ango "spas" bi riya rêzdar Berzanî ketiye nav zimanê kurdî.Bala we kişandibe, her sê angaşt û gotegot jî bi zimanê rûsî ve eleqedar in. Bi kurmanciya gewr, angaşt ev e ku "spas" bi rûsî ye û ji zimanê rûsî hatiye ketiye nav zimanê kurdî.Ji ber van angaştan min divê ez pêşî li ser bêjeya "spas"ê rawestim û bidim xuyakirin ku ev peyv di zimanê rûsî de wek "spasîbo" ye. Her wiha ev peyva hanê di zimanê farisî de wek "spas" û "spasguzar" e. Dîsan di zimanê pehlewî de (ku jê re farisiya navîn jî tê gotin) heman bêje ango "spas" heye. Wekî tê dîtin, ev peyv ne tenê di rûsî de heye û şêweya (forma) wê ya rûsî ne wek ya di kurdî û di zimanên din de ye.Di pey van daxuyaniyan re, îcar ez dixwazim ji zimanê nivîskî yê kurdî du nimûneyan derpêş bikim ku di wan de peyva "spas" dibihure. Çavkaniya ku em ê pêşî serî lê bidin, dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî (1850-1905) ya bi navê "Rewdetuneîm" e.

Ev dîwan, di sala 1991’ê de li Stockholmê hatiye çapkirin û tîpguhêziya wê ya ji bo alfabeya kurdî ya latînî jî, ji aliyê birêz Zeynelebidîn Zinar ve hatiye kirin. Malika ku em ê wek nimûne hildin nivîsa xwe, di beşa 3’yan de û beyta 47’an e. Hejmara rûpelê jî 24 e. Piştî van agahiyan niha em malikê pêşkêş bikin.Bi wan cimleşan mumîn in sed sipasJi bo zatê mewla bitin bêqiyas

Nimûneya me ya din jî, nivîseke nemir Celadet Bedirxan e, ku di hejmara 10’an a Hawarê de derketiye û dema derçûna wê jî 23 Çiriya Berê 1932 (ango 23.10.1932) ye. Navê nivîsê "Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî" ye ku bi navê "Xweyiyê Hawarê" derketiye. Eslê nivîsê bi herfên erebî û di rûpela 211’an a cîlda yekemîn a Hawarê de ye ku ew ji nav Weşanên Nûdemê derketiye.

Tîpguhêziya wê ya ji alfabeya erebî ya ji bo tîpên latînî ya kurdî jî, ji hêla Emîn Narozî ve hatiye kirin. Halê tîpguhêzîkirî ya nivîsa ku em jê behs dikin, di rûpela 510’an a heman cîldê de ye û peyva dabaşa mijara me, di pragrafa dawî ya nivîsarê de ye."Gelek sipasan li Pîrotê delal dikim ko ev hinceta ha xiste destê min."Ji van mînakan em têdigihîjin ku îhtimala rastiya van angaştên me ji wan behs kir, gelek qels e. Yek, li gorî belge û delîlên li ber dest hene, qet nebe sed sal e peyva "spas" di zimanê me yê nivîskî de heye. Didu, eger peyv ji zimanê rûsî bihata biketa nav zimanê kurdî, çima kîteya (heceya) dawî ya peyva rûsî spasîbo /-bo/ an jî her sê dengên dawî /-îbo/ jê ketineş Li aliyê din jixwe dengê "o"yê ji kurdî re ne biyan e û rêjeya bikaranîna wê ya li dawiya peyvan jî pir û pir e. Eger em îleh jê re li kokekê bigerin, angaşta ku dibe ew ji farisî ketibe kurdî hîn beraqil e.

Lê ez bi xwe, niha naxwazim tiştekî misoger û vebir der barê koka wê de bibêjim û biryarekê bidim. Ji ber ku hin sedemên min hene, ez ê paşê ji wan behs bikim.Li aliyê din, li gorî lêgeran û lêkolînên min ên zêde neberfireh, ez rast lê nehatim ku ev peyv, bi vê şêweyê di zaravayê kurmancî yê devkî de heye. A rast, ez dikarim daxuyînim ku qet nebe nifşa me, ev peyv bi riya kesên kurd ên siyasî, şoreşger, neteweperwer û welatparêz nas kir.

Di dema destpêka salên 70’yan de, ku niha jî wisan e, kesê ku peyva "spas"ê bi kar bianiya, pê dihat derxistin ku ew kesekî siyasî, şoreşger, welatparêz, neteweperwer û hwd. e. Ev peyv wek pênase û naskirina wan kesan e. Îro jî, ji vî aliyî ve zêde tiştek neguheriye. Ji bikaranîna peyv û şêwaza axaftinê mirov der barê nasname û helwesta kesan de dibe xwedî agahî û zanyarî. Digel van hemû tiştan, peyvek di kurmancî de heye ku mehneya wê ya rastî cih ji wateya wê ya mecazî re hiştî ye. Jixwe ev rewş ji ilmê ziman re ne tiştekî biyan û seyr e. Di ziman de rewşên wiha diqewimin. Carinan wateya peyvan berteng dibe, carinan fireh dibe, carinan mehneya rast bi temamî ji holê radibe û wateyek an jî wateyên din lê bar dibin. Her wiha guherîn ne tenê di wateyê de, di şêwe û şeklê wê de jî çêdibin. Ez zêde dirêjî bi gotinê nedim û peyva xwe bibêjim. Ev peyv "şabaş" e. Min di ferhenga xwe ya Kurdî Tirkî de (ku çapa pêşîn di meha avrêla/nîsana 2004’an de hatiye kirin) wiha cih daye wate û berdewamiya peyva şabaşê:

şabaş: m 1. teşekkür, şükran 2. bağış 3. mec armağan, hediye 4. düğünde çalgıcıların düğüne katılanlardan topladığı bahşiş 5. düğünde damat için toplanan para vs. bağışta bulunanların isimleri toplulukta söylenerek yapılan merasim 6. h aferin, bravo ~ ji Xwedê re Allaha (bin) şükür ~ kirin 1) teşekkür etmek 2) armağan etmek, hediye etmek

Ji min we ye ku peyva "spas" û "şabaş"ê heman tişt in. Ji aliyê wateyê ve hin guherîn tê de çêbûne. Ji bo ku bê zanîn ka kîjan form kevn e û kîjan ji eslê xwe dûr ketiye, hewce bi lêkolîneke berfireh heye. Tiştê ku ez niha dikarim bibêjim ku "şabaş"a di kurmancî de "spas" bi xwe ye. Min çend sal berê nivîseke birêz Siraç Bîlgîn a li ser zimanê Avestayê xwendibû, tiştê ku di hiş û bîra min de maye, ev pevy di Avestayê de hebû û ez ne şaş bim wek "şuatr" wisan bû. Lê ez tam ne bawer im û ji ber ku min xwe negihand wê çavkaniyê, ez niha nikarim tiştekî misoger bibêjim.Ji bo encama nivîsa xwe ez dişêm van bibêjim. Bi ya min peyva "spas" (ku wek sipas, supas jî) di zimanê me yê nivîskî de heye, ji rûsî nayê.

Jixwe îhtimala ku Mele Mistefa Berzanî yê rehmetî ew ji zimanê rûsî anîbe nav kurdî, pir dûrî aqil e. Ji ber ku beriya vegera wî ya ji mişextiyê ew di zimanê me yê nivîskî de heye. Her wiha, eger bi vegera şagirtên ku Bedirxan Begê Botî ew şandibûn Rûsyayê ji bo perwerdehiyê (ku ev yek di nîveka pêşîn a sedsala 19’an de ye), diviya ku di nav zimanê me yê devkî de jî hebûya. Angaşta din, ku dibêjin ev peyv di dema dagirkirina hin deverên Herêma Serhedê ketiye kurdî. ji rastiyê dûr xuya dike. Çimkî di nav zimanê devkî yê gelê herêmê de, bi qasî ku ez dizanim ev peyv tune ye. Îcar eger em îleh jê re li kokekê bigerin, em dikarin bibêjin ku îhtimala hatina wê ya ji farisî yan jî ji pehlewî beraqiltir e.

Ev jî dîsan gerek bi belge û palpiştan bê îspatkirin. Lê tiştek heye ku ev pevya dabaşa mijara nivîsa me, bi riya şoreşgerên kurd, bi saya kesên me yên siyasî di nav gel de belav bû û cihekî zexm hem di nav zimanê devkî de hem jî di nav zimanê nivîskî de ji xwe re çêkir. Ligel vê yekê çendî forma "spas"ê ji me re nû be jî, ew "şabaş" bi xwe ye. Zana Farqînîzana.farqini@amidakurd.comNîşe: Ji bo amadekirina vê nivîsê min serî li çend camêrên hêja da, da ku ez zanyariyên xwe teyîd bikim. Ji bo berginda spasê ya bi zimanê rûsî birêz Têmûrê Xelîl, ji bo berginda wê ya farisî birêz Perwîz Cîhanî û ji bo dîwana şêx Ebdurehmanê Axtepî jî birêz Mamoste Qedrî alîkarî dan min. Mala wan av û şabaş ji wan re.

Dûrketina ji xwe

Zana Farqînî

Rewşa zimanê me, nemaze li bakur li ber çavan e. Ligel vê yekê, kêm be jî hişyariyeke di vî warî de çêbûye.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   72   73   74   75   76   77   78   79   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin