ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə67/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   63   64   65   66   67   68   69   70   ...   206

— Keçê, ka pariyek şîv ji zarokan re dayne, bira bixwin, razên, ka heta sibê Xwedê çi dike.

— De bise, zarok ji birçîna namirin, ez niha ji we re daynim, hûn bixwin, zarok ê paşê bixwin.

— Ez naxwim, madê min tune.– Silo rojekê berê li aş bi hevalan ve nan xaribû. Li goristanê jî wî destê xwe neda tiştekî.– Bira zar bixwin, razên, ez ê paşê bixwim.

Lê çawa jî hebûya piştî demeke ne dirêj her yekî tiştek kirine devê xwe û dîsa çûn di ciyên xwe de qincilîn. Paşê herke kulav bû, herke cil bû, raxistin, lempe vêsandin û nefer her yek li ciyekî telîya.

Silo, pişta wî li dîwarê vagonê çarmêrkî rûniştî, li pêşiya xwe dinihêrî, lê tiştek nedidît. Di nav tariya six de tu tişt nedihat xuyanê. Çavên wî jî êdî diçûn ser hev, lê berî bi xew re here hê karekî wî hebû û wî hêdîka ji jina xwe re, ya ko hinekî dûrî wî rûniştî hê jî lûbelûba wê bû, got:

— Keçê, ka rabe em ji neferan re sitarekê çêkin.

— Te çi got,– jinê gotina wî nebihîst.

— Çi ye, tu ker bûyî, ez dibêm em ji neferan re sitarekê çêkin.– Silo bi xwe jî nizanî bû ji bo çi ser jinê de hêrs dibe.

— Di vê tariyê de ez a marûma Xwedê çi dikarim bibînim ko bidime te. Çi jî hebû zarokan avîtine bin xwe.

— Çira çawa bû, qet tiştek nemaye?

— Hebe jî ez niha nikarim bibînim. Bira bimîne sibê. Çawa nefer tev rabûn, ez ê tiştekî bikim.

— Na, heta sibê nabe.– Silo hinekî fikirî û dîsa vegerîya ser jinê.– Ew çi bû gava din li wir qatkirî danî bû?

— Kî derê?

— Li wir, li rex ciyê niha tu lê rûniştî.

— Emenî a ser stêr bû. Dîsan li wir e, min danîye ser nivînê mêvanan.

— De hela rabe wê bîne.

— Pî, heyfa wê emeniyê nîne, ew ya ser stêr e. Bihêle, tu çira usa bêsebir bûyî, sibe ron be ez ê tiştekî bidime te.

— La mala xweyê te şewitîyê, li pey çî ketîye, ha!

Silo hinekî bê deng ma, paşê gotina xwe bi pêş ve bir:

— Niha heyfa me gerek tenê bi namûsa me bê, wekî mayîn hertişt çû. Heyfa te gerek êdî bi tu tiştê mayîn neyê.– Dilê wî tijî bû, deng lê diqusîya.– Ka, me bi çi talî, tengîyê ji xwe re xanman çêkir, navmal danî, ka gişk li ko ma? Di nav deh salan de ev jî cara sêyemîn e ko em weha koçber dibin. Tu çi zanî hela wê ci bê serê me. Serê me serê xêrnediyan e, xêrnediyan! Ne welatê me heye, ne xweyê me heye. Nolî hola me ji wî alî davêjine vî alê, ji vî alî davêjine wî alî. Rabe, rabe emeniyê bîne, em sitarê çêkin, xewa min jî tê. Eva êdî şeva duyemîn e ez ranezame.

Jin bêyî dilê xwe ji cîh rabû û emeniya li ser nivînê qatkirî danî î anî û da mêr. Silo êdî ciyê dardakirina wê di qulçekî vagonê de raçev kiribû. Wan bi hev re qulçê vagonê vala kirin û emenî usan darda kirin ko li pişt wê star çêbe.

Emeniya bi nexşê Kirdasî, sala zewaca wan, ya yekemîn jinê bi destê xwe çêkiribû. Nexşekî bedew bû, pir caran keç û bûkên gund dihatin, wekî nexşa ji ber bigrin.

Du hefteyan berê ev emenî perda bûkê bû. Hingê di hewşa mala wan de ringeringa defê bû, mirazê Silo, yê lapî mezin dihate sêrî. Wî kurê xwe, yê nuxurî anîbû ber zewacê. Hingê ringeringa defê di nav dil û canê wî de bi hezar û yek awazî alan dida, jîyana wî bi şabûn dixemiland. Lê niha ew emenî girêdida, wekî seva neferê wî starek hebe. Niha teqeteqa tekên vagonê tê bêjî girmîniya çakûçên hesin bûn ko li serê wî dixistin.

Ringeringa defê ber bi miraza dibir, ber bi şabûnê dibir! Wê ringeringê maleke nû ava dikir! Lê ev teqeteqa tekên vagonê, wekî mala wî êdî wêran kirine, wê niha wî kuda bibin?

Silo neferê birayê xwe î biçûk jî anibûne vagona xwe.

Sefo ê bira di gund de mamosta bû. Lê dawiya buharê, gava mal teze çûbûne zozanê Axmixanê, di gund de civat kirin û Sefo jibartin serokê sovêta gund, wek muxtar, wek kalê gund nav hev de ew nav dikirin.

Lê wî tenê du mehan serwêrî kir. fievekê jî bi erebeke reşe sergirtî hatin, ew ji nav nivînan derxistin û birin. Ew birin bû ko birin, ew êdî hew vegerîya. Du mehan ew di girtîgeha Rewanê de bû, lê piştî du mehan ew şandine Rûsîyayê.

Çar zarê Sefo hebûn; sê keç, kurek. Kur yê biçûk bû, sê salî.

Bavê gelekî ji kurê xwe hiz dikir. Jê re digot Memê Alan! Pey girtina bavê re tê bêjî gişkan xwest wê valayiyê tijî bikin. Memê bû hizkiriyê gişkan, delaliyê gişkan. Û dema dawiya hefteya koçberiyê, ya duyemîn Memê bi navêşê ket, ew ji bo gişkan bû xema lape mezin. Nava wî nolî avê diçû. Serdapê dişewitî, dikirin, nedikirin germa wî danediket.

Trên li cî cîyan radiwestîya. Derê vagona vedikirin û destûr didan, wekî ji xwe re avê hildin. Lê zêde kesî nikarî bû gavek biavêta. Saldatan, tivingên wan di destên wan de, qetê segan hişk girtî û dor li wan digirtin.

Silo timê bi xwe peya dibû. Wî baweriya xwe bi kesî nedianî. “Xwîngerm in, te hew nihêrî şaşiyek kirin, saldata jî gulle berî danê. Kê ji kê ye. Di vî welatê wêran de ne merivatî maye, ne jî zagûn”– ew difikirî.

Carekê jî, gava Silo peya bû ko avê hilde, dengê girî kete guhên wî. Çiqas jî di vê trênê de dengê girî ne tiştekî metelmayînê bû, lê dîsa jî ev girî ne wek giriyên mayîn bû. Çend mêr û saldat li hev qelibî bûn. Jinan li xwe dixist. Hela du gulle jî hatin agirkirin. Silo xwest nêzîk be û bizanibe ka çi bûye, lê saldata rê nedayê, wan ew vegerandin. Rojtira mayîn gundîkî wan ji Silo re got, wekî kalek çûbû dilovaniya Xwedê. Saldat ji xweyê mirî re dibêjin, wekî çawa bigihîjne stansyonê, ew dikarin peya bin, miriyê xwe çel bikin. Lê çawa trên radiweste, saldat dikevine vagonê, termê mirî hildidin û dibin. Nahêlin tu kes ji mirovên wî bi wan re here. Ew termê mirî didine karkerê stansîyonê ko bispêrine xweliyê. Hela ser de hindik mabû kurê wî merivê mirî jî bikujin.

Ji wê rojê de, gava trên radiwestîya saldat nêzîkî deriyan dibûn û dipirsîn ka miriyê kê hene. Her car tê bêjî ew gotin dibûne xencer û dil û hinavê Silo dixişivandin.

Memê bi ser xwe ve nedihat. Her caran, gava çavên Silo li biraziyê nexweş diket, tirseke bêwa dikete dilê wî.

Kurik roj bi roj sist dibû, tiştek nedixwar û nava wî jî hema usan nolî avê diçû. Rojekê jî jina Silo êdî tap nekir:

Kurik ji dest me diçe, malwêran, tu çi dikî?

— Ez ê çi bikim,– Silo zarî bû,– kevir û kuçikê Xwedê ser me de bibarin, wekî barîne, ka çi ji destê me marûmê Xwedê tê, wekî em çi bikin.

— Lê îcar bû, em hema destê xwe tev werkin, rûnîn?

— Lê em ê çi bikin, zulma Xwedê ye di ser me de hatîye.

Gişkan jî zanî bû, wekî weha here kurik ê ji destê wan here û her yekî dixwest ji aliyê xwe de rêyekê bibîne.

— Hema dûkî, dermanekî, lê weha dibe?– Jinê dixwest ese tiştek bê kirin.

Bûka teze, ko heta niha tev tu tiştî nedibû, nêzîkî keça Silo ya biçûk bû û di guhê wê de kire pistepist. Keçikê paşê ji mezinan re got, wekî navê derman dibêje û ew derman wê bi carekê re nava kurik bibire.

— Vê carê em çawa gihîştine stansîyake mezin, ez ê peya bim û ji saladata lava bikim, wekî bihêlin ez herim ji avdêrkê derman bikirim.– Kurê Silo got.

— Na, ez ê herim!– Silo nehişt ew gotina xwe temam bike. Saldatên se bi wan re bi carekê ve hatin ber çavên wî. Berê bûya dibe kur bixwesta gotina xwe bibe pêş, lê niha tê bêjî ew bi zagoneke ne nivîsar, bi qeyde û qanûnên taybetî dijîyan. Silo serok bû û gotina wî kêrta kêvir bû, tu kesî nikarî bû biguhasta.

— Tu ê bikaribî navê derman di bîra xwe de xweyî bikî?– Kur jê pirsî.

— Hun ê navê derman ser kaxazekê binivîsin, bidine min, gava ez çûme avdêrke, ez ê nîşanî wan bikim, wê derman bidine min.– Bi teherekî wî çend gotinên rûsî jî ser hev de anîn, wekî ji saldatan re bêje.

Du rojan Silo, kaxeza bi navê derman di beriyê de, li benda stansîyona mezin bû. Lê te hew dinihêrî trên li çolekê, yan stansîyoneke usa radiwestîya, wekî tenê holikek, yan jî du holik hebûn.

Nexweşiya kurik roj bi roj girantir dibû. Çaya giran, poxîn, birincê kelandî, êdî çi bêjî dane kurik, lê gişk bê fêde bû. Kurik reng lê teyîsî bû, çav di kor de çûbûn, êdî hew karibû xwe li ser piya bigire.

Silo nedihişt jinik li ber kurik bigirîn, lê bi xwe jî ancax xwe zevt dikir. Wî bi çavên xwe didît Memê, tayê tenê, ko dewsa warê bavê xwe mabû, çawa roj bi roj ditemire. Carina wî pişta xwe dida neferan û hêstir di ser qerçomekên sûretê wî re hol dibûn xwarê û nav rîdana wî ya sê hefteyan kurnekirî de, unda dibûn.

Jîyana wî bi rojên giran tijî bû; rev û bez, girtin û lêdan.

Gava cenga cihaniyê, ya yekemîn dest pê bû û li Kavkazê têkilî, pêwendiyên navbera xaçparêz û misilmanan sert bûn, wan xanî û gundên xwe, milk û zeviyên xwe, goristanên kal û bavên xwe hiştin û koçberî Wanê bûn, nav êla birûka. Qey bêjî êdî bi cîh û war bûbûn; êdî ji xwe re xanî ava kiribûn, çandinî dikirin. Lê piştî têkçûna şorişa fiêx Seyîdê Pîranî tirkan êrişî gundên wan kir. Vê carê jî ji bo neferên wan nekevine destê Roma reş, wan dîsa bar kir û derbazî Yekîtîya Sovêtê bûn.

Hingê wî zanî bû ew rev û bez, ew koçberî ji bo çi ne. Lê vê carê ji bo çi ew cîşihitî kirin, wan bi kuda dibin û wê çi bê serê wan, kesî nizanibû. Hê rast, yê zanibûn nedigotin.

“Ya Rebî, gunehê me çî ye? Gunehê van kal û pîran, van jin û zarokan, van bûk û zavên teze? Gunehê vî kurikî, vî teyrikê buhuştê çî ye, wekî awa bêxeda ber çavên me ditemire? Xwedê bê Xwedê, ev çi zulme? Ne em ji zulma Roma reş revîn, wekî xwe bigihînine welatê aza, wekhevî û rastiyê. Lê ka, azayî û rastiya wan li ko ye? Ne ji me re digotin ev hukumata piştovana marûm û belengazan e, piştovana karker û cotkaran e? Çira ji me marûmtir, belengaztir meriv hene li rûbarê dinê?”– Wî di dilê xwe de digot.

— Bavo, em dikevine bajarekî mezin.– Kur Silo ji nav mitalan derxist. Silo nêzîkî qelîştoka derê vagonê bû. Rastî jî trên di nav bajarekî mezin re diçû. Li herdu aliyên rê avayên mezin bûn, trênê jî bayê xwe sist dikir.

Bajarekî şên dihat xuyanê. Li stansîyonê meriv pir bûn, dikan hebûn. “Usan e avdêrk jî wê hebe.”– Silo fikirî.

Çawa derê vagonê vekirin, ew zûzûka peya bû û ber bi dikanan çû.

— Kuda, kuda,– saldatek di ser de qûjîya.

— Derman, derman, bolnoy, bolnoy (*) – Silo xwest bi saldat bide famkirin.

— Nazad!(**) – saldat lûla tivingê rastî Silo kir. Silo di ciyê xwe de sar bû û nizanibû çi bike. Çend saldat bi kûçikan ve nêzîkî wî bûn. Xwîna Silo hevraz avît, ji hêrsa ber çavên wî reş bûn, lêlê bû bi diranan zengûlekên wan qet bike, lê xwe zevt kir. Wê ewqas nefer di stûyê kê de bihîştana? Wî demeke kurt li çavên wan nihêrî, paşê destê xwe hejand û por poşman vegerîya vagonê. Neferan ew gişk bi çavên xwe dîtin, lema jî gava Silo hilkişîya vagonê tu kesî tişt jê nepirsî. Wî bi xwe jî tişt negot, ji hêrsa çila bûbû, reng lê çûbû. Lê ne ji tirsê. Niha ew êdî ji tu tiştî neditirsîya.Wî tenê nedixwest van neferan, vê mala giran, sêwiyên birayê xwe stuxwar bihêle. Ser tirsê re wî êdî ji mêj ve gav dabû.

Silo li cîhekî din jî xwest ji bo derman peya bibe, lê vê carê saldata qet nehişt ji vagonê jî bê xwar. Û ji hertiştî zivêr, hêviya xwe ji hertiştî birîyî, li rex derê vagonê çarmêrkî rûnişt. Niha Ezrahîl jî li ber çok bida, canê wî bixwesta, wî ê tu tişt negota, qet ji ciyê xwe jî nedilipitî.

Vê carê jina wî êdî tap nekir, saldat tev dan, ji vagonê peya bû û kire girî. Saldat li dorê ber hev bûn, ofîsêrek jî hat û bi alîkariya werger pê hesîyan, wekî nexwaşê wan heye û derman gerek e. Ofîsêr ji wê re got, wekî dema here vagona xwe, wê ji nexwaşê wan re derman peyda bike. Rastî jî piştî nîv saetî dermanek anîn.

Lê kurik êdî ji taqet ketibû. Heta nikaribû derman jî daqurtîne. Çawan jî hebûya, bi teherekî derman di gewriya wî de kirin xwar.

Derva zivistan bû. Herdu aliyê rê xalî bûn. Bi seda kîlomêtra beriyeke bê serobin bû, bi spîçala berfa qerqaş nixamtî. Usa dibû, şeş, heft saetan trên diçû û li ser rê tu şênî tune bûn. Carina ba radibû û dikire fizildûmaneke usa, wekî te digot erd û esman tev li hev bûne. Ji merivan tirê ew ji sînorê dinya şên derketine, ketine cîhekî usa ko hê pêyê kesî lê neketîye.

Tarî kete erdê, Silo bi xwe jî texmîn nekir, çawan bi xew re çû.

fiev êdî nîvî bûbû, gava ew ji qêrîniya jinan hişyar bû. Wî çavên xwe vekirin û dît ko jina birê wî li serê xwe dixe, serçavên xwe pencirûk dike. Bêguman wî texmîn kir ko çi bûye, lê bi carekê ve ji cîhê xwe ranebû. Berî gişkî, nolî birqa birûskê di fikra wî re derbas bû, wê çawa biraziyê xwe, tayê tenê, delaliyê gişkan, li vê beriya xalî, bê xweyî û bê xudan bihêle. Û bi carekê ve biryar girt, wekî termê biraziyê xwe wê nede saldata. “Yeke dinya sar e, sovê jî wê kêm vêxin. Em ê termê kurik li qulçekî ji sovê dûr xweyî bikin, heta digihîjne cîh. Li kîderê em cîh bûn, ez ê biraziyê xwe li wir jî bispêrme erdê.”

Pey vê biryarê re rabû, çû ber termê biraziyê xwe çok da, eniya wî ya ko êdî sar dibû maç kir, paşê keça birê, ya ji dengê girî hişîyar bûbû, hemêz kir û azayî da hêstira. Nefer gişk tev rabûn. Zêwîn kete vagonê. Mêr, jin, keç, kur, gişk digirîyan.

Li welêt şîna weha nedikirin. Beguman digirîyan, dilûbandin. Lê der, cînar, qewm û pismam di ber dilê xweyê şînê de dihatin, ew aşt dikirin, mijûl dikirin û şîn teherekî sivik derbas dibû. Lê niha gişk digirîyan û kesî aşt bike, ber dilê wan de bê, tune bû.

Ev şîn û girî wê dirêj dom bikira, eger Silo texmîn nekira, wekî trên bayê xwe sist dike. Wî carekê jî guhê xwe da ser dengê tekê trênê û ji nefera re got:

— Hela hiş bin.– Lê jina tê bêjî dengê wî nebihîst.– Keça Qaso, ne ez ji te re dibêjim,– wî ji jina xwe re got.– Niha trên ê bisekine. Hûn gişk, xên ji Meyana bûk ji termê kurik dûr bikevin û dengê xwe bibirin. Herkes bira bi tiştekî ve mijûl bibe. Ez termê Memê xwe tu cara nadime destê van kafiran.– Ser van gotina dîsan kela wî tijî bû û xizîn kete dengê wî.– Ez serê xwe jî bidim, termê biraziyê xwe nadim. Ne silametî em bigihîjne cîh, eger cîhê usa di vî welatê wêran de hebe, ez ê li wir jî termê biraziyê xwe bispêrime xweliyê.

— Evdê Xwedê, gune ye tu ê çawa termê kurik bihêlî. Ne divêt hema îro bispêrine xweliyê. Tiştê ko tu dibêjî bi Xwedê xweş nayê.– Jinê bi dengê nimiz got.

— Lê ev halê me bi Xwedê û pêxembera xweş tê, erê? De hiş be, êdî hêrsa min raneke. Min di jîyana xwe de pêl mûrîstanekê nekirîye. Nimêj û rojî, min hertişt li gor gotina pêxember kir. Lê ka çi hate pêşiya min?

— Xwe ber Xwedê gunehkar neke, bêhna xwe fireke.

— Min got, hiş be, îcar ji min re bûye melle.

Jinê êdî dengê xwe nekir. Yên mayîn jî yeko yeko, bêdeng ji term dûr ketin û niha dewsa dengê girî, tenê îskeîska fetisandî dihat. Êdî bêdeng di xwe de dikewgirîn.

Trên rawestîya. Silo vê carê ji vagonê nehate xwar. Wî derdan dane destê kurê xwe û jina wî û şandin wekî avê hildin. Ew bi xwe ber derê vagonê ma.

Saldatek bi xortekî kurd ve ko werger bû, nêzîkî wî bûn û xortê kurd ji Silo pirsî:

— Miriyê we hene?

Silo bêdeng destê xwe bi nanakî hejand û berê xwe ji wan guhast.

Dema derê vagonê dadan û trên dîsa bi rê ket, gişk dîsa li dor termê kurik ber hev bûn û şîna xwe kirin.

Piştî mirina Memê roja çaremîn gîştine cîh. Hema ji vagonan ew kirine erebên barbir û wek çar saetan jî ew bi ereba diçûn, heta gihîştine devê çemekî biçûk. Ji wan re gotin, wekî hinekî bîna xwe bistînin, va merivên dîwanê wê bên û bi pirsa wan ve mijûl bibin.

Dor wan beriyeke bêserobin bû. Tenê cî cîyan ji rasta beriyê topikên biçûk bilind dibûn. Wek kîlomêtrekê ji wan dûr, li ser milê çepê gundekî ji deh dozdeh xaniyan dihat xuyayê.

Hê wan koça xwe gişk peya nekiribû, siwarek hat, hinekî ji dûr ve li wan mêze kir, paşê serê hespa xwe zivirand û çû.

Di dû peyakirina koçê re Silo li dora xwe nihêrî. Di fêza wan de çend topik hebûn, wî texmîn kir, wekî yekî ji wan dikarin bikine goristan.

Ro êdî bejnekê bilind bûbû. Çawan jî hebûya, gerek kurik wê rojê çel bikirana. Heta kurik çel nekin, nikarin tu karî bikin. Lê li pêşiya wan hê çiqas kar hebûn.

Wan hê hûr mûrê xwe cîh dikirin gava ji aliyê gund vê carê çar siwar hatin. Yek ji wan xort bû, lê hersêkên mayîn mêrên navsere bûn.

Silo cara yekemîn merivên usa didîtin. Rengê wan tê bêjî qimilî bû, dêmê wan gulover bûn, hestuyên ber çavan hinekî bel. Lê ya lape ecêv çavên wan bûn; hûr û dirêjoşkî. Ew nêzîkî koçê bûn û silav dane wan:

— Selam, alêkûm,– Silo zendegirtî ma, nolî eşîran silavê didin. Paşê wan çend tişt jî gotin û Silo texmîn kir, wekî zimanê wan nolî zimanê osmanîyan e û ew hinek gotinên wan fem dike.

Bi gilîkî wan hev da femkirin. Tiştekî ko berî gişkî ji Silo re bû berbîn ew bû, ko ev meriv misilman bûn. Lema jî wî bi carekê ra ji wan re got, wekî miriyê wan heye û divêt ese çel bikin. Gava ew di derheqa mirî de pê hesîyan, mêrekî xortê bi wan re hatî tek kir û ji wî re tiştek got. Xort li hespa xwe siwar bû û berê xwe da gund.

Jina ji bo şûştina mirî av germ dikirin, gava ew xort bi çar xortên mayîn ve hat. Wan bi xwe re perçe bona kefen anîbûn.

Kefen, kevirekî giran bû li ser dilê Silo. Ew hê di trênê de kefen difikirî. Wî ji jinê jî pirsî, lê perçê sipî, ko dest nedabûnê tune bû. Û wan qirar kir şeltê orxanekê derxin, bişon û bikine kefen. Çi bikirana, tu çara mayîn tune bû. Lê heta derxistana, bişûştana, ziha bikirana, pir wext wê biçûya, ew jî vê zivistana sar.

Heta mirî şûştin, kefen kirin, kome mêr û jinên mayîn jî hatin. Jin çawa ji erebê hatin xwar, çûn li dor termê mirî rûniştin. Mêran barê erebê peya dikirin: tûrek tijî birinc, sê çar nanê petî û du semawer ji bo çayê.

Silo ew gişk didît û ji çavên xwe bawer nedikir. Di pey ewqas tiştên dîtî re, ji wî tirê dinya êdî welgerîyaye, ew bi neferan ve di derê dojehê re ketine hundur. Merivatî, camêrî, dilovanî, gişk li wî alî dinê, li dinya ronik mane. Lê mirovahî û dilovaniya van merivên nenas, ko Silo heta niha qet di xewnê de jî nedîtibûn, ji wî re bûn berbîn.

Usan e hertişt hê unda nebûye, hê jî hêja ye ko meriv bijî!

(...)Bolonoy: Bi zimanê rûsî ye, tê maneya nexweş e.

(…) (…) Nazad: Bi rûsî ye, tê maneya yan şûn de.

-------------------------

© Nivîskar, Nûdem û Nefel

-----------------------------------

Nivîskar: TOSINÊ REŞÎD

Weşandin: 2005-06-27

Xwendin: 10220

**

Gulê



Gundî di mêvanxana Reşo de rûnişti bûn û daxaftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê şadiyan di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan.

Herkes diponijî û li çarekê digeriya.

Ezman girtî bû; bandevekê ji reşiya şevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi şidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê pola, bi heşt mirovên xwe ve ket hundir. Cilên wan şil bûn; av di tivingên wan re dihate xwar. Gundiyan gişan dan ber qîran: “Polayê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê fermo!”

Lê Qoço rûnenişt, di nîvê odê da ma û wek serdarekî bi dengekî xurt û gur gote wan: “Gundîno! ev panzde sal in ko ez gunehan dikim. Xelkê dikujim. Xerabiyê dikim. Stranên min di van rêlên rojnedîtî de hatin gotin, lê ji dihî vir da ji devê ti kesî dernakevin. Belkî ji bo me hemiyan, ev şev, li ser axa welêt şeva me a dawiyê be. Ji bo avêtina gunehên xwe ji ser xwe min sond xwariye ko dijmin ji welêt derêxim”.

Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiyan. Pola li dora xwe dinêrî. Çavên wî diçirisîn. Çil gundî tevde rabûn û gotin: “ Em jî sond dixwin, em jî bi te re ne, pilingê kurd!”

Di wê gavê de, ji nişkê ve derî vebû, jinikeke zirav, narîn û şîrîn, wek pelekî dara bişengê li ber bayî, ket hundir û got:

“Ez jî bi te re me, ez jî mêrê Pola!”

Gundiyan gişan bi dengekî weke ken kir qîr:

“Gula qehpik! Gula bê namûs!”

*

Gulê ji gund bû. Berî çend salan bavê wê bi zor ew da bû yekî. Gulê rojekê mêrê xwe kuşti bû, keti bû pê Qoço û li serê çiyan pê re digeriya. Gundiyan bi çavekî ne baş lê dinêrîn, her gav jê re dijûn dikirin û deriyên xwe her gav lê digirtin. Ji tirsa Qoço ne bûya belkî ew dikuştin. Lê, ne tehqîra gundiyan, ne jî tajanga Qoço ji Gulê re ev rê ne dida berdan. Gava Qoço ew dida ber tajanga, Gulê digot: “Li min xe pilingê min! Li min xe! heya destê te biweste! Tu jîna min î! Ez goriya te me. Bê te ez nabim!”



Di çiyan de bi Qoço re ger, di şikeftan de raketin, di berfê de qufulîn, jê re bextiyariyeke mezin bû.

*

Wê şevê Gulê dîsa digirî, lê îcar ne ji êşa tajangiya Qoço ve ko wek marekî xwe li bejna wê a zirav dipêçand. Xew, qet ne diket çavên wê. Dijmin dê biketa welêt… Rojên geşî ji bo wan ne diman. Her tişt dibû xeyal. Dengê topên dijmin gelek nîzîk dihatin bihîstin… Çiyayên Qoço ên serbest diketin destê dijmin… Jina gund a pîs li ser vî halî bi girîn difikirîn. Li çara xelas bûnê digeriya. Divî bû ko gundê xwe, welatê xwe, çiyayê xwe û serbestiya pilingê xwe”Pola” ji dijmin biparêze. Ji nişkê ve rabû. Tiştek hati bû bîra wê. Xencereke bi şiv girt. Ji şikeftê derket. Riya aliyê dijmin girt û winda bû.



*

Qoço, bi çil gundiyên xort û mêrxas ve li pêş dijmin kemîn girti bûn. Hingûra şevê bû. Li ser çiyayê bilind, nîvreş heyveke sor bi dilekî şikestî hêdî, hêdî hildihat. Dengê topan hati bû birîn. Pola çavên xwe li ser çiyayên xwe; li ser warên xwe gerand û bi keser li wan nêrî:

Wî sond xwari bû; gunehên xwe yên pazde salan wê bi destê xwe rakirina, ne hişta ko dijmin derbasî tixûbên welêt bibe…

Di dilê wî ê pola de agirê serbestiyê pêketi bû. Wî tu caran wek wê şevê hej kuştin û helanîna tola xwe ne kiri bû.

Demekê, Gulê hat bîra wî. Wî hej vê jinikê dikir. Li dora xwe nêrî; li Gula xwe ya ko wek sihekê jê ne dibû ne dît.

Di wê gavê de nêrevanekî wan got: “Bala xwe bidin! ji aliyê dijmin yek tê.”

Siha ko xweya dikir bê tirs û telaş dihat. Dengekî şikên wan rakirin: “Ev Gula qehpik e!”

Gundiyekî din got: “Qehpikê em xistine xefkê! Tifingê berdê, Pola! Ew rêberiya dijmin dike!”

Qoço rûyê xwe tirş kiri bû; birihên wî lê gijgijîn, kûr li pêş xwe dinêrî. Wî jî gotinên gundiyan rast didîtin.

Gulê li cem dijmin çi dikir? Ne xwe cihê wan şanî dijmin kiri bû… qehpitî kiri bû.

Qoço di bin ronahiya heyva sor re tifinga xwe dirêjî Gulê kir û got:

— Ha ji te re, Gulê! Berî dijmin berika pêşîn para te be…

Berikê wek qîrekê tariya şevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarşeveke hevrîşim raxiste erdê.

Piştre Qoço rabû ser xwe û ji gundiyan re got:

— Zû bin hevalino! Em ê nixta dijmin bigirin!

Çûn. Lê dijmin bê liberxwedan revîn. Kurd ketin asêgehê; her der vala bû. Bi tenê di odekê de tiştekî ecêb dîtin. Serê zabitê dijmin ji laşê wî hati bû birîn û mezel bi xwîn bû. Li ser nivînê xencereke bi xwîn diçirisî.

*

Qoço xencer rakir; wî ev xencer dabû Gulê? Di kulma zêbit a guvaştî de gurzek porên Gulê ên zer pêl dida.



Qoço kulmikên xwe gez kirin û wî pilingê ko çiya dihejandin ji bo cara pêşîn girî û gote gundiyan:

— We bi min gunehê paşîn da kirin, ji Gula qehpik re me qehpetî kir!

Bi dengekî têrêş, têrpoşmanî û têrbirîn gotina xwe a paşîn kir:

— Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakirin! Niho dora min e, Gulê! Gula min a zer!

Bi xencera xwîndar wek bayekî ji odê derket, berê xwe da dijmin û nema xweya kir.

-----------------

Serkanî: Hawar, hej. 29, Hezîran 1941

-------------------------

© Nivîskar, Nûdem û Nefel

-----------------------------------

Nivîskar: NÛREDÎN ZAZA

Weşandin: 2005-06-26

**

Eyloyê pîr



Mîr Tacîn pîr bû, lê di qesra wî de carîyên spehî û ciwan hebûn û hemiyan hej Mîr dikirin, ji ber ko ew xweyagir û xurt bû. Maçên wî şêrîn û germ bûn. Jin hej ramûsanên şêrîn û germ dikin. Ji xwe jin, ji zelamên hevîngerm û hiskûr hej dikin, ew zelam ciwan an pîr in yek e.

Xortî hevîn e, xoratiya rivîna dilî ye, ne çermê ter û lamên qirmizî ne.

Hemîyan, ji pirî hez dikirin, lê pîr tinê hej yekê ji wan dikir, Perîxanê keçikeke şingarî.

Di mala wî de sêsed carî hebûn, porzer û çavheşîn, porreş û çavkesk, diranmirarî û lêvgul û hemî jî wek ronîya roja gulanê zelal û wek kulîlkên meha Avdarê spehî bûn. Lê kesekî ji wan hinde keçika şingarî hevîn seh ne dikir û hejkirina wê qasî a şingarî têr pel û pereng nebû.

Ev sêsed jin bi xwarinên tamdar, bi bêhnên xweş, bi şêraniyên spehî wextên xwe diborandin. Bîhna xwe bi blûr, kemançe, bi dehûl û erebane, bi stranên çak vedikirin. Mîr pir caran ba xwe ban şingarîyê dikir.


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   63   64   65   66   67   68   69   70   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin