Ders 1 hsk kurdî asta jêRÎN – Ez û yên din, jiyîna bi hev re



Yüklə 15,19 Kb.
tarix24.11.2017
ölçüsü15,19 Kb.
#32740

DERS 1 HSK KURDÎ ASTA JÊRÎN – Ez û yên din, jiyîna bi hev re
Saeta yekem 45“ silavdayîn xwedanasîn
Zarok cot cot dikarin xwe bi hev bidin nasîn. Zarok yeko yeko dikarin derkevin pêşberî hevalên xwe û xwe bidin nasandin
- roj baş, navê te çi ye?

- roj baş, navê min ..... e


- tu ji ku derê yî?

- ez ji ...... derê me. Tu ji ku derê yî?

- ez ji .... derê me. Tu li ku derê rûdinî?

- ez li ...... rûdinêm. Tu li ku rûdinî?

- ez li ..... rûdinêm. Tu çend salî yî?

- ez ..... salî me. Tu çend salî yî?

- ez .... salî me.
Pişt re zarok dikarin nivîseke li ser hevnasînê bixwînin:
Hêlîn zarokeke kurd e. Ew ji Kurdistanê ye. Ew li Swîs dijî. Dayik û bavê wê li vê derê ne. Ew diçe dibistana seretayî. Ew ji xwendin û nivîsandinê hez dike. Ew heşt salî ye. Pisîkeke wê heye. Ew ji pisîka xwe hez dike. Psîka wê jî ji Hêlînê hez dike. Zarokên cîranên Hêlînê jî diçin dibistanê. Ew bi hev re diçin. Ew hevalên hev in. Bi hev re dilîzin û dimeşin.

Navber 30 „


Saeta duwem 45“
Nivîsa hatiye xwendin çend zarok dikarin bi kurdî û pişt re bi elmanî çi jê fêm kirine bêjin
Ji bo zarokên fêm nekirine, peyvên nehatine zanîn li ser texte binivîsin
Ji zarokan beramberiya peyvan bipirsin, dikarin tarîf bikin an jî bi elmanî bêjin
Zarok dikarin van pirsan li ser lênûska xwe bibersivînin:
Navê min :

Paşnavê min:

Temenê min:

Cihê lê rûdinim:

Welatê min:

Dibistana diçimê:

Navnîşana mala min:

Navên hevalên min:


DERS 2 HSK KURDÎ ASTA JÊRÎN – Ez û yên din, jiyîna bi hev re
Saeta yekem 45“ rêzikên edep û exlaq
Refa xwe paqij bigrin, tiştan navêjin erdê
Di refê de guhertinê çênekin, dema hatibin hundir çawa be, dema derkevin jî wilo bihêlin
Di saeta xwe de werin, di saeta xwe de derkevin
Di navberê de bi hev re li cihê mamoste gotiye bilîzin
Alavên dibistanê û pêlîstokan neşkînin û xera nekin
Pirtûk, pênûs, lênûsk û alavên xwe yên din belav nekin, winda nekin û baş bi kar bînin

Navber 30 deqe


Saeta duwem (45deqe)

Zarok li hember hev rêzdar bin


Ji hev re gotinên ne baş nebêjin
Gava li hemberî hev kêmasî kirin, Fêrî xwestina lêborînê bibin,
bi hev re bilîzin û kar bikin
bi her kesî re hevaltiyê bikin
li hev û li mamoste guhdarî bikin
bê destûrsitendin, dernekevin der ve
mamoste dikare van rêzikên dibistan û jiyanê bi rêka wêne, gotin û şanoyê bi xwendekaran bide têgihiştin.
Zarok cot cot an jî kom kom dibin, ji hev re vedibêjin. Pişt re bi hev re bi awayekî mînakî pêk tînin. Mînak: cot cot dikarin fêrî lêborînxwestinê bibin. Bexçeyê dibistanê paqij bikin, çopê bidin hev, alavên dibistanê li ser kaxezê xêz bikin, berpirsyariyê par ve bikin, yek ji demê bibe berpirsyar, yek ji pêlîstokan, yek ji paqijiyê û hwd.

Ji ber ku zarok biçûk in, dibe ku tênegihêjin wateya wê, lê bi awayekî rîtuel be jî divê zanibin ku nikarin bi kêfa dilê xwe tevbigerin, hinek rêzikên pevrejiyînê hene ku divê pêk bînin.

Lîsteya çûn û hatina dibistanê ya rojên kûrs heye û rojên kûrs tineye, were kopîkirin û li ser zarokan were belavkirin. Her zarok vê lîsteyê li odeya xwe ya razanê daliqîne.
DERS 3 HSK KURDÎ ASTA JÊRÎN – Ez û yên din, jiyîna bi hev re
Saeta yekem 45“ Dostanî- pevnekirin
Zarok kom bi kom, ger hijmar kêm be cot bi cot ango sisê sisê dikarin li ser wêneyekî bixebitin.

Mînak 1-wêneyekî bi pênûsa reş li ser kartonekê hatibe xêzkirin, zarok dikarin bi hev re boyax bikin. Her zarokekî du pênûsên rengîn bidinê û bixwazin her du- her sê zarok heman wêneyî bi awayekî pevkirinî boyax bikin. Pişt re li ser wêne navê tiştên dibînin binivîsin: Mînak li ser darê binivîsin dar, li ser çiya binivîsin çiya...


Mînak 2: zarok dikarin hijmaran bi hev re binivîsin. Du-sê zarok ji yek heta dehê hijmaran bi alîkariya hev binivîsin û bêjin, ger zarok heta 10an zanibin, dikarin heta 20an bidomînin.
Mînak 3: dikarin bi hev re stranekê fêr bibin. Strana zimanê kurdî, malan bar kir, welatê min Kurdistan e ango yeke din a hêsan bi hev re bêjin
Mînak sisê: pêlîstokekê bidin komê û bila bi hev re bilîzin, wekî puzzle

zarok komên xwe biguherin. Gava pevnekirinek derkeve holê, bi axaftin û fêmkirindayîn, xwestina lêborînê were çareserkirin, veguhere dostaniyê

Navber 30“
Saeta duwem 45“
Bi tena xwe karibe heman karî bike. Puzzle, lîstik, hijmartin, xêzkirina wêne, stran û hw. Din
Her zarok li cihê xwe rûdinê û karê hatiye dayîn dike.

Dikarin pirtûka çîrokan bi tena xwe bixwînin, peyvên nizanin, li ser lênûska xwe binivîsin û, di 15 deqeyên dawîn de ji mamoste û ji hev bipirsin û fêr bibin.


Mamoste dikare di vê dersê de rêk û rêbazên karkirina bi hev re û ya tenê, bi awayekî ku jêhatiniya zarokan li pêş bixe dewlemendtir bike.
Yüklə 15,19 Kb.

Dostları ilə paylaş:




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin