Pêlava Birîndar
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî
wiha jê pirsîn, „Em pêlavên te yekoyek ji serê
çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe
dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek
dikeve nigê terorîstekî...“
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî li
gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser
sergoya gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû
û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, „Tu yê
serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê
qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm
bike ku guleyek lê ketiye...“
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê
min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav
xewnên min jî.
HAN Çîrok
HAN Çîrok Evdile Koçer Pêlava birîndar
Evdile Koçer
Pêlava birîndar
ISBN 978-3-940997-01-2
1
Pêlava Birîndar * Evdile Koçer
2
Pêlava Birîndar * Evdile Koçer
Berlin-Îlon-2010
Weşanên Han: 46
Çîrok: 4
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Ceanachstr. 62 12157 Berlîn
Tel.: + 49 (0) 30 47987052
Fax: + 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
han-grafik@hotmail.de
ISBN: 978-94040997-20-03
3
Evdile Koçer
Pêlava Birîndar
HAN Çîrok
4
5
Evdile Koçer
Di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê.
Heyamekê li Zanîngeha Uppsalayê ya li Swêdê li ser
ziman û wêjeya kurdî ders wergirt.
Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar, rojname,
antolojî û malperan de derketin.
Her wiha çîrokên wî bûn şano û wergeriyan ser gelek
zimanan.
Pirtûkên wî
- Govendistan (Weşanên Pêrî – 2002)
- Mirin (Weşanên Aram – 2006)
- Koçername (Weşanên Do – 2009)
- Pêlava birîndar (Weşanên Han – 2010)
Têkilî:
E-mail: evdilekocer@yahoo.com
Malper: http://evdilekocer.blogspot.com/
Facebook: http://www.facebook.com/evdile.kocer2
Twitter: http://twitter.com/Evdile_Kocer
Youtube: http://www.youtube.com/Gulanbihar
6
7
Qelûn
Ew xwediyê qelûneke navdar bû.
Bi qelûna xwe ve li bajarê xwe her dem gilî û gazinc
dikir.
Bi qelûna xwe ve her dem digot, "Li vî bajarî tiştek
naguhere!"
Bi qelûna xwe ve rabû terka welêt kir.
Bi qelûna xwe ve piştî 34 salan dîsa vegeriya bajarê xwe.
Bi qelûna xwe ve dît ku her tişt guheriye.
Bi qelûna xwe ve dev ji gilî û gazincan berda.
Rabû dev ji qelûna xwe jî berda.
8
Bawerî
Rojekê ji Xwedê û pê ve ji tu tiştî bawer nedikir.
Çax û dem di ser re derbas bû.
Rojek hat ku ji bilî Xwedê ji her tiştî bawer kir.
Çax û dem di ser re derbas bû.
Demek hat ku êdî ji tu tiştî bawer nekir.
Çax û dem di ser re derbas bû.
Mir.
9
Girtîgeh
Gerîlayek...
Leşkerek...
Di qada şer de li dijî hev şerekî dijwar kiribûn.
Lê wekî îroniya jiyanê ketibûn heman girtîgehê.
Serê pêşîn bi pêşfikrînên mezin ve nêzîkahî li fikrên hev
kiribûn.
Di girtîgehê de li dijî bîr û rayên hev bi mehan ketibûn
qirika hev.
Her yekî dixwest yê din qane bike û bîne ser fikra xwe.
Hindik mabû ku li wir jî serê hevûdu di xwînê de
bihiştana.
Ji mecbûrî bi hev re gogê leyîstin, di kişikê de zora hev
birin.
Dû re hêdî hêdî nerm bûn, li hevûdu gohdarî kirin.
Di nava çar dîwaran de xewn û xeyalên xwe ji hev re par
ve kirin.
Têrê nekir...
10
Rabûn xewn û xeyalên xwe bi zimanê xwe yekoyek
nivîsandin...
Têrê nekir...
Rabûn fêrî zimanê hev bûn...
Têrê nekir...
Rabûn bi hev re bi zimanekî çîroka xewn û xeyalên xwe
nivîsandin...
Têrê nekir...
Rabûn çîroka xwe kirin senaryoyek balkêş û şandin ji
derhênerekî navdar re.
Derhênerê navdar di nava xirecira kar û barê xwe de bi
tesadûfî vê senaryoyê xwend û gelekî li xweşa wî çû.
Xwest ku hema di cih de bike fîlm.
Wisa jî kir: Pê wê senaryoyê fîlmekî gelek xemgîn û
balkêş kişand.
Di sînemayan de hêsirên mîlyonan kesî li ber wî fîlmî
rijiyan.
Ew fîlm li ser rihê bi sedhezaran kesî bandorek mezin
hiştibû.
Paşê derhênerê navdar bi kampanyayeke mezin ve
xwest ku ew leşker û gerîla ji girtîgehê derkevin.
11
Ji bo serbestberdana wan bi sedan kesî hema bêje her
hefte li ber wê girtîgehê xwepêşandan çêkirin.
Di dawiyê de bi ser ketin.
Gerîlayek...
Û leşkerek...
Wê sibe ji girtîgehê derkevin.
12
Tirs
Ji tenetiyê gelekî ditirsiya.
Dema ku mêrê wê ji bo du sê rojan ji mal diçû, pêlava wî
datanî ber devê derî.
Lê rojekê ew pêlav dizîn.
Pêlavek din danî ber devê derî.
13
Koleksiyona Pêlavên Leşkeran
Em bi hev re mezin bûn.
Dema biçûk bû, pêlavên leşkeran boyax dikir.
Çaxê mezin bû, pêlavên leşkeran maçî dikir.
Gava pîr bû, ji pêlavên leşkeran koleksiyon çêkir.
Dema mir, koleksiyona pêlavên wî pê re veşartin.
14
Nivîskar
Her duyan jî bi xêra pirtûkeke wî nivîskarî hevûdu nas
kirin.
Havêna evîna wan jî li wê pirtûkfiroşa bajêr hate avêtin.
Gelekî hez ji hev kirin gelek.
Bi hev re zewicîn.
Lawikekî wan jî çêbû.
Navê wî nivîskarî lê kirin.
Piştî salan nivîskarê ku wan pir hez jê dikir, ji bo
îmzekirina pirtûkên xwe hate pirtûkfiroşa bajêr.
Xwedê heye pir kêfxweş bûn, hindik mabû ku bifiriyan.
Bi lawikê xwe ve beziyan çûn wê derê.
Li ser navê lawikê xwe hemû pirtûkên wî pê dan
îmzekirin.
Bi vî awayî nivîskarî jî nas kirin.
Dû re bi wî re ketin nava sohbeteke xweş.
Sohbeta wan vegeriya nava nîqaşeke tûj û dûvedirêj.
15
Tiştekî nexistin serê hev.
Zilam û jinik vegeriyan malê.
Li malê jî nîqaşa xwe ya tûj berdewam kirin.
Tiştekî nexistin serê hev.
Wê şevê biryarek dan: Ji hev veqetiyan.
16
Panzer
Mamoste karek da wan ku wê li malê pêlîstokeke
erebeyan çêkirina.
Her yekî pêlîstokek çêkir.
Şagirtê tirk erebeyeke kevin ya Atatûrk çêkir.
Şagirtê kurd panzereke pêlîstok ya almanî çêkir.
Şagirtê alman erebeyeke ku dipeyîviya çêkir û wê şevê ji
bavê xwe re wiha got, "Bavo, hevalekî min van fikrên te
yên panzeran ji xwe re kiriye pêlîstok û doh anî
dibistanê..."
17
Pêkenokên Şer
Karê wî her ew bû: Di dema şer de pêkenokên şer
berhev dikir û dinivîsand.
Bi van pêkenokên xwe ve deng dabû, navdar bûbû.
Bi xêra pêkenokên wî tîqetîq bi ser her kesî diket.
Tenê xeyaleke wî hebû.
Dixwest van pêkenokên xwe çap bike.
Şer qediya.
Ji çiyê daket bajêr.
Bi pêkenokên xwe ve li deriyê weşanxaneyekê da.
Bi kêfxweşî vê daxwaza xwe ji wan re vegot.
Edîtorê weşanxanê bersiveke ne bi dilê wî da, "Şer
qediya, êdî tu kes bi van pêkenokan nakene ezbenî!"
18
Qêrîn
Dixwest ku biqêriya.
Lê nedizanî çawa.
Rabû xwe fêrî qêrînê kir.
Camêr bi ser jî ket.
Lê dema ku fêrî qêrînê bû, êdî nedixwest ku biqêriya!
19
Bêrîkirina Welêt
Wekî gelek kesên sirgûnbûyî ewê jî nedikarîbû biçûya
welêt.
Di civatan de dema ku yekî behsa bêrîkirina welêt bikira,
wekî bersivekê ew jinik dihat bîra min.
Min çend car ew li balefirgeheke Berlînê dîtibû.
Bi çavê ku têhna bêrîkirina xwe ya welêt bişkêne li
rêwiyên ku wê biçûna Amedê temaşe dikir.
Li gorî gotinan bi kefiya xwe ya keskûsorûzer ve çend
car ketibû dora kontrolê jî.
Lê her dem bi stûxwarî vedigeriya mala xwe.
Rojekê bi wê balefirê cendekê wê şandin Amedê.
Hingê têhna bêrîkirina wê ya welêt jî şkestibû.
20
Hêvî
Bi hêviyeke mezin ve dixwest çîroka 'Hêvî'yê binivîse.
Bi dilhêvî li ser rûpeleke spî 'Hêvî' nivîsand.
Lê bêhêvî ma.
Hêviya wî şkest.
Tu gotin nehatin bi hêviya wî ve.
Hêvî li ser rûpelê şîn nebû.
21
Dayîkên Aştiyê
Ew polîseke sîvîl bû.
Her roj şemiyê wêneyekî dida destê xwe û wekî keseke
normal tevlî çalakiya dayîkên aştiyê dibû.
Serpêhatiyên kesên winda êdî her hefte diket nava jiyana
wê jî.
Ji mecbûrî ewê jî ji xwe re serpêhatiyeke kesekî winda
afirand û dema ku lazim dibû vedigot.
Bi vî awayî nêzîkî çar salan tevlî çalakiya dayîkan bû.
Ji serekên xwe re her hefte rapor jî nivîsand.
Lê rojekê tiştek his kir: Gelekî bêriya dayîka xwe kiribû.
Ev bêrîkirin her roj mezin dibû û di laşê wê de dibû
birîn.
Rabû li gelek xaniyên pîran ket dû şopa diya xwe.
Di xaniyeke pîran de diya xwe dît.
Hevûdu hembêz kirin.
Bi hev re hêsir rijandin.
Piştî vê yekê rabû dev ji polîstiya sîvîl berda.
22
Bi wêneyekî winda ve vê carê jidil tevlî çalakiya dayîkên
aştiyê bû.
Li kêleka wê polîsekî sîvîl bi wêneyekî winda ve
rûniştibû.
Hevûdu nas kirin.
Ewê dizanibû ku wê ev polîsê sîvîl di derbarê wê de jî ji
serekên xwe re raporek binivîse.
Di dilê xwe de got, "Qet ne xem e!"
Dema ku li vê fikirî, ji xwe re keniya.
23
Pirtûk
Qet hez ji xwendina pirtûkan nedikir.
Di hemû jiyana xwe de tenê pirtûkek xwendibû.
Ew jî ew pirtûka ku wî bixwe nivîsandibû.
Jê tenê yek çap kiribû.
Lê piştî ku ew xwendibû, neecibandibû.
Dabû ber devê agirê sobe.
Barê xwe sivik kiribû.
24
Pêlava birîndar
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî wiha jê
pirsîn, "Em pêlavên te yekoyek ji serê çiyê top dikin, tu
çima xwedî li pêlavên xwe dernakevî, şev ji nigê te
derdikevin û her yek dikeve nigê terorîstekî..."
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî yên ku ji serê çiyê
top kiribûn li gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin
ser sergoya gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû û bi
pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, "Tu yê serê me bixî
belayê heyran, heke sibe kesek vê qulelê di serê pêlavê
de bibîne, wê sedîsed fêm bike ku guleyek lê ketiye..."
Xwedê zane ku yekî ew pêlava ku gulê lê ketibû dîtibû û
paşê giliyê xalê min kiribû.
25
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê min
kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav xewnên
min jî.
26
Rihê Şer
Piştî ku şer qediya, êdî dixwest çîroka şerê xwe binivîse.
Dest pê kir...
Çend rûpel jî reş kirin.
Lê dît ku di nivîsandina çîrokê de jî şerekî dikir.
Te digot qey riheke nepen ketibû pênûsê.
Rabû dev jê berda.
Ji şer westiyabû.
Nedixwest ku êdî bi tu awayî şer bike.
Di nivîsandinê de jî.
27
Molotofkokteyl
Pismamê min yê nivîskar gelekî hez ji çêr û nifiran dikir.
Heke te çêr û nifirek jê bikira kêf dikir, zewq jê distanda.
Ji xwe ji ber vê yekê rabû dest bi amadekirina antolojiya
çêr û nifirên kurdî kir.
Çiqas çêr û nifirek seh bikira, an jî bixwenda wê ew li ser
kaxizeke biçûk binivîsanda; bixista şûşeyekê û devê wê
bigirta.
Lê rojekê bi cîranê xwe re pev çû.
Pismamê min vê carê tehemûlî çêreke cîranê xwe
nekiribû.
Ser û bêvila wî di xwînê de hiştibû.
Berê xwe dabû malê.
Ew şûşeya çêr û nifiran tejî benzîn kiribû.
Û pê mala cîranê xwe şewitandibû.
Berî du rojan ji girtîgehê derket.
Min hez dikir ku jê bipirsiyam ka ew çêra ku cîranê wî jê
kiribû çi bû ku ew çend pê aciz bûbû.
Lê ji tirsa min nekarî.
28
Lal
Dîsa di eynî wê keştiyê de û dîsa di eynî wê saetê de em
li rastî hev hatin.
Te digot qey, ew keştî bûbû cihê hevdîtina me...
Carna ez li hemberê wê rudiniştim, carna ew li kêleka
min...
Lê qet nebe gotinek jî ji devê me dernediket.
Dîsa çavên me digihîştin hev û dîsa dilê me dibû yek.
Di ber rûpelên pirtûka xwe re, min dîsa li wan çavên
xweşik dinêrî.
Û ewê jî bi wan keziyên xemrevîn ve, dîsa li min dinêrî.
Gelek caran min rûpelên pirtûka xwe bêyî ku bixwînim
jî diqulipand.
Dîsa rojeke welê, di wê keştiyê de, li wî quncikî
runiştibûm.
Min pirtûka xwe derxistibû û bi çar çavan mabûm li
benda wê.
Bîsteke din, bi cil û bergên xwe yên lihevhatî û bi wê
rûkeniya xwe ve hat û dîsa li hemberî min runişt.
29
Lê vê carê, piştî ku di bin çavê xwe re li min nihêrî, ji
çenteyê xwe pirtûkek derxist û dest bi xwendinê kir.
Piştî kêliyek din, xwe ranegirt dîsa berê xwe da min.
A hingê, min berga pirtûka wê dît...
Gava ku min navê pirtûka di destê wê de xwend, ez şaş
û metel mam: Navê pirtûka wê, eynî ji ya ku min
dixwend bû...
Çawa ku dilê min ketibe nava pirtûka wê, êdî min carek
li destê wê dinêrî carek jî li lêvên ku dixwendin...
Dema ku em ji keştiyê derketin, ez nêzî wê bûm û bi heft
kotek û bela, min jê re got: “Ez bawer im, ew pirtûk li
xweşê we çû, an...?”
Em hêdî hêdî dimeşiyan, bayekî honik li ruyê min dida.
Hinekî bişirî û bi maneya “Erê”, serê xwe du caran li ser
hev hejand.
Ew bişirîn û ew hejandina serê wê, heyecana min zêdetir
kiribû...
“Kêfa we ji mijara pirtûkê re hat, an na..?” Ji bo ku
xeberdana min qut nebe, min dîsa jê pirsî.
Dîsa bişirî... Serê her pênc tilîkên xwe gihand hev, hinekî
hilda jor û dîsa hejand. Yanî: “Gelek...”
Min hêvî dikir ku, ew jî pirsekî ji min bike, lê qenî
gotinek jî ji devê wê derneket. Piştî ku min du pirsên din
jî jê kir, dîsa pê îşaret û mîmîkên xwe bersivand.
30
Gelo ew ji ber çi nedipeyîvî? Sed pirs di hişê min de
diçûn û dihatin.
Min digot qey, wekî ku carna dihat li serê min jî, wê jî
cesaret nedikir ku bipeyîve...
An jî çi bêjim, belkî jî, min pirsên beredayî jê dikir...
Min dîsa xwe negirt: “Welê dixwiyê ku hûn zêde hez ji
xeberdanê nakin...”
Çawa ku bixwaze tiştekî bibêje ji nişka ve sekinî.
Ez ketim meraqê, ka wê çi bibêje. Ez vekişandim ber
keviya dîwareke xirbe. Rengê wê hinekî sor bûbû...
Weke keseke têkçûyî li nava bîbokên min nihêrî. Bi dest
û tilîkên xwe, hal û meseleya xwe ji min re got...
Axxx çavê min birijê... Ew keseke lal bû.
Berî ku ji min veqete, li ser kaxizekî spî çend gotin
nivîsandin, xiste nava destê min û kete ser riya xwe.
Min jî bi heyecan tişta ku nivîsandî xwend, "Lehengê
pirtûkê xayîntiyê li evîndara xwe kir..."
Tenê ev di hişê min de diçû û dihat: Xwezî, ez jî lal
bûyam...
31
Polîsê Sîvîl
Cîranê me bû.
Em bi hev re mezin bûn.
Bi salan ji ber polîsên sîvîl reviya.
Bi tirsa wan re mezin bû.
Ne tenê di binçav de, lê di xewnan de jî her tişt anîn serê
wî.
Lê niha her kes ji ber wî direve.
Ez jî...
Ji ber ku ew êdî polîsekî sîvîl e!
32
Pêşbazî
Bi fikrê xwe yê herî baş ve tevlî pêşbaziya 'fikrên herî
baş' bû.
Bi ser neket.
Lê camêr dev jê neqeriya.
Bi wê fikra xwe ve heft salan bi ser hev tevlî wê
pêşbaziyê bû.
Lê dîsa jî bi ser neket.
Êdî ji xwe re kiribû adetek.
Sala heştan bi heman fikrî dîsa tevlî heman pêşbaziyê
bû.
Wê salê jûriyên pêşbaziyê guherîbûn.
Fikra camêr, sala heştan bi ser ketibû.
Fikra wî bûbû yekem.
Niha ew bi wê fikra xwe dijî û pê debara xwe dike.
33
Xew
Jê kêfxweştir tu evdê Xwedê tunebû.
Êdî dixwest xewna xwe pêk bîne.
Xwest ku ji xewê rabe.
Hewlek da xwe.
Du hewl dan xwe..
Sê hewl...
Lê mixabin nedikarî ji xewê hişyar bibe.
34
Kusî
Robîn, hevalê min yê zarokatiyê bû.
Wekî şervanekî jîr 22 salên xwe yên herî delal li serê çiyê
derbas kiribû.
Piştî ku şer qediya li gundê dêbavê xwe bicîûwar bûbû.
Berî heşt mehan ez çûm serdana wî.
Ji serê çiyê bi xwe re kusîyek anîbû.
Piyekî kusî birîndar bûbû û bi delalî hatibû pêçan.
Ji me bêtir her dem bala wî li ser kusiyê wî bû.
Min dêna xwe dayê gelek caran te digot qey bi kusiyê
xwe re dipeyîviya.
Di derbarê kusî de min çend pirs jê kirin, lê bersiveke
zelal neda.
Dema ku em vegeriyan, bavê wî ji me re wiha got, "Ew
kusî hevalê wî yê herî baş e, gelek hevalên wî serê xwe
dan haziran, lê ew kusî ji piyekî xwe bi guleyekê
birîndar bûbû û ji şer sax filitîbû, li serê çiyê 15 salan di
sir û seqem û şilî û piliyê de bi hev re mane..."
Ez nizanim ji ber çi lê dilê min bijiya hevaltiya wî kusiyî.
35
Neynik
Wekî her roj ji xew şiyar bû.
Serûçavên xwe şûşt.
Xwest ku di neynikê de li xwe binihêre.
Lê xwe tê de nedît.
Pir aciz bû.
Kulmek li neynikê da.
Neynik şkest, hûr hûr bû.
Destê wî birîndar bû, xwîn jê herikî.
36
Nexweşiya Pêlavan
Doh şeveqê ez bi xirecira karkerên şaredariyê hişyar
bûm.
Giliyê cîrana me kiribûn, bêhn ji xaniyê wê dihat.
Karkerên şaredariyê qamyonek pêlavên kevin ji odeyeka
wê derxistibûn û bi xwe re biribûn.
Kesî cîrana me nas nedikir.
Bi tena serê xwe dijiya.
Carna hin kesên nenas dihatin serdana wê.
Ya rastî ew şervaneke kevin bû.
Li gorî hin gotinan piştî ku şer qediya aqilê xwe xwar,
dîn bû.
Gelek caran dema ku ewê ez didîtim, bi bahaneyekê ve
gotinê dibir ser nigên xwe û digot, ev nigên min gelek
berf û qeşa ditiye.
Vêca hema çend qurûşên wê hebûyan wê ji xwe re bida
pêlavekê, an jî wê li ser sergoyan pêlav ji xwe re berhev
bikiran.
37
Ez nizanim bi çi rengî, lê min jê re got ku tu bi
nexweşiya pêlavan ketî.
Gelekî aciz bû, rabû bi pêlava xwe ve da dû min.
38
Serok
Bêlome be!
Wekî wî min qet nedîtin.
Gelek hez dikir ku bibûya serokek.
Di her firsendê de vê yekê digot jî.
Ji ber vê yekê hema bêje di nava hevalan de xwe rezîl jî
kiribû.
Di dawiyê de gihîşt armanca xwe.
Bû serokek.
Lê roja ewil ji serokatiyê îstîfa kir.
Çima?
Ji kesî re negot.
Hezar carî bêlome be!
39
Pênûs û Lênûsk
Ji cejnê re hê hefteyek mabû...
Lê bêhna wê li çarnikarê gund belav bûbû...
Haziriyên cejnê ji zû ve dest pê kiribûn...
Gîska şêrînok hatibû kifşkirin...
Tifika malê hatibû paqişkirin...
Diya min, kinc mincên qirêj biribûn ber kaniyê...
Bavo jî berê xwe dabû bajêr...
Dema ku ji bajêr vegeriya, bi şalê xwe yê pînekirî ve
çûbûm pêşiyê...
Lê tiştek ji min re nehanîbû, ji xeynî lênûsk û pênûsekê...
Ji kerba, wê şevê bi têra dilê xwe giriyam...
“Min kincên nipûnî divên...!”
Şeveqa cejnê, zilamên gund berê xwe dan mizgeftê...
Melayê gund, wê şeveqê di minara wê mizgeftê de
terqîna zilamekî xwend...
40
Ew zilam, bavê min bû...
Piştî hingê min ji xwe re got, rihê bavê min êdî kete vê
pênûs û lênûskê...
Ji wê rojê û pê de, çiqas ku cejnek tê, hêsirên ziwa
dibarin ser pênûs û lênûska min...
41
Jibîrker
Min ew li girtîgehê nas kir.
Kesekî wisa bû ku her tiştî ji bîr dikir.
Ji ber vê nexweşiya xwe bi saetan di tiwaletê de dima.
Ji xwe ji ber vê yekê jî hatibû girtin.
Dema ku molotof avêtibûn ji bîr kiribû ku agir berdiyê.
Çaxê hate binçavkirin ji bîr kiribû ku wê rastiyê nebêje.
Heft salan di girtîgehê de ma.
Wê sibe ji girtîgehê derketa.
Lê tê de ma.
Camêr ji bîr kir ku ji girtîgehê derkeve.
42
Gez
Ji zû ve bû ku lawik dixwest wê maçî bike.
Lêvên wê her dem diketin nava xeyalên wî.
Lêbelê ji bo vê yekê cesaret nedikir û nedikarî dilê xwe jê
re veke.
Keçik jî eynî wisa bû.
Lê rojekê keçikê êdî îdare nekir û jê re got, "Heke tu aciz
nebî, ez dixwazim te maçî bikim!"
Lawik lal bû, nekarî tiştekî bibêje.
Bi maneya "erê", serê xwe hejand.
Keçikê ew gez kir.
Da ber gezan.
43
Randevû
Her şev bi lawîkekî cihê re randevûya wê hebû.
Roja duşemê bi Diljen re...
Roja sêşemê bi Dilnas re...
Roja çarşemê bi Dilgeş re...
Roja pêncşemê bi Diljîn re...
Roja înê bi Dilbêj re...
Roja şemiyê bi Dilxweş re...
Roja yekşemê jî bi Dilçem re...
Serê pêşîn dilxweş jî bû ku her şev bi lawikekî re dide û
distîne.
Lê piştî demeke din tenê dixwest bi Dilçem re bide û
bistîne.
Lê kir û nekir yên din qîma xwe pê nehanîn.
Ewê jî nekarî tu kesî qane bike.
Rabû bi Dilçem re çû hemû randevûyên din.
44
Serdest û Bindest
Ew her roj di ber şibaka me re derbas dibûya.
Dema bindest bû qet bîrê nedibir ku wê rojekê bibe
serdest.
Çaxê bû serdest qet lê nefikirî ku wê dîsa bibe bindest.
45
Ken û Girîn
Di şer de ken û girînê ji bîr kiribû.
Piştî ku şer qediya, dixwest ku êdî bi têra dilê xwe bigirî
û bikene.
Pêşî serî li terapîstê kenînê da.
Terapîstê kenînê jê re wiha got, "Divê tu pêşî bikaribî
bigirî, da ku tu bikaribî bikenî..."
Lewma ji wir derket, berê xwe da terapîstê girînê.
Terapîstê girînê wiha jê re got, "Divê tu pêşî bikaribî
bikenî, da ku tu bikaribî bigirî..."
Bi çavê zoq li terapîst mêze kir.
Ne dizanibû wê bigirî an jî bikene.
46
Çavê Çepê
Di şer de çavê xwe yê çepê winda kir.
Şer qediya.
Bi çavê xwe yê rastê ve fêrî şêwekariyê bû.
Û wêneyê çavê xwe yê çepê neqişand.
Bi çavê xwe yê rastê ve lê nihêrî.
Di wêneyê de çavê xwe yê çepê didîta.
Xweziya xwe pê hanî ku çavê wî her dem wisa bidîta.
Hêsir ji çavê wî yê çepê bariya.
47
Xayîn û Leheng
Rojekê Xayîn û Leheng hatin cem hev.
Maskeya ser rûyê xwe derxistin û ji hev pirsîn.
"Pismamê Xayîn, tu çi tiştê min diecibînî?"
"Ez xayîntiya te diecibînim pismam. Gelo tu çi tiştê min
diecibînî?"
"Bi serê te ez jî lehengtiya te diecibînim pismam..."
Lê kesî ji wan negot, "Çima?"
Ji hevûdu re bişirîn.
Piştî ku maskeya xwe pev guherandin, dan ser rûyê xwe
û ji wir veqetiyan.
48
Rêveçûn
Piştî ku şer qediya, dixwest her tiştê xwe biguherîne.
Wisa jî kir...
Navê xwe, şeklê porê xwe, retorîka axaftina xwe, bi
emeliyatê şeklê rûyê xwe...
Welhasil her tiştê xwe guherand.
Rojekê li ser peravên Barcelonayê li ser qûmê ji xwe re
dimeşiya.
Lê kevnehevalekî wî ew li wir nas kir.
Pêşî dixwest jê bireve, lê mereq kir bê çawa ew
naskiriye.
"Tu dizanî rêveçûneke te ya taybet heye..." jê re got,
"Weke ku nigê te bixwazin ji ber te ve tiştekî vebêjin lê
nikaribin, bi vî awayî bi rê ve diçin, berî 14 salan jî her
wisa bûn..."
49
Sorav
Em jî nizanin bê êdî em ê çi bikin.
Keça me Berfîn hêdî hêdî mezin dibe, helbet daxwazên
wê jî.
Wê rojê ji diya xwe soravê dixwaze bo ku li neynokên
nigê xwe bide.
Lê em her dem vê daxwaza wê bi bahneyekê ve piştguh
dikin.
Ya rastî em naxwazin ku keça me ya din Şevgul bi
sorava Berfînê ve her dem li nigê xwe yê ku li mayînekê
qelibibû bifikire û her dem biqehire.
Em jî nizanin bê êdî em ê çi bikin.
Li milekê sorava Berfînê, li milê din jî nigê Şevgulê...
50
Wîjdan
Her sal ji ewropayê dihat û berê xwe dida gundê xwe.
Baqek gul datanî ser tirba dêbavê xwe.
Lê tu carî ji bîr nedikir, baqek gul datanî ser tirba cîranê
xwe yê ermenî jî.
Bi vî awayî gohê xwe dida dengê wîjdana xwe û pê rehet
dibû.
Gelek caran li ser tirba ermenî dua jî dikir.
Te digot qey dixwest gunehên xwe bide efûkirin.
Lê par dema ku dîsa hat dît ku tirba cîranê wî yê ermenî
ne li cihê xwe bû.
Li gora gundiyan, merivên tirba ermenî hatibûn û tirbê
biribûn welatekî din.
Lê ewî ji tu kesî bawer nekir.
Êdî hew hat gund û serdana tirba dêbavê xwe jî nekir.
Camêr êdî li bajarê xwe serdana tirbeke ermenî dikir û
baqek gul datanî ser.
Bi dengeke bilind dua jî dikirin.
51
Bi vî awayî gohê xwe dida dengê wîjdana xwe û pê rehet
dibû.
52
Pêlîstok
Birayê min di şer de pora xwe spî kir.
Li serê çiyê tenê bêriya du tiştan dikir.
Yek; azadî.
Du; pêlîstokên zarokatiya xwe.
Dema ku şer qediya gihîşt azadiya xwe an na, ez
nizanim.
Lê dema ku vegeriya malê pêlîstokên zarokatiya xwe jî
nedît.
Lewma gelekî giriya.
Dîn û har bû...
Dîsa derket serê çiyê.
Êdî nema vegeriya.
Em li rastî dewseke wî jî nehatin.
Carina hin gundiyên derdor di nava xwe de gotegot
dikirin ku li serê çiyê li rastî hin pêlîstokên ecêb hatine
ku ji dar û tiştên kevin hatine çêkirin.
Lê binyata van gotegotan çi bû heta niha jî em nizanin.
53
Evîn
Leşkeran berî bîst rojan bavê min ji firokê avêtin
meydana gund.
Bi vî awayî dixwestin hemû gundiyan çavtirsandî bikin
da ku tu kes yarmetiya şervanan neke.
Pepûka diya min bi destê xwe cendekê bavê min şûşt û
veşûşt.
Dema ku me ew xist bin axa sar, diayên xwe yên herî
spehî wekî kulîlkên ji dilê xwe lê barand.
Ji wê rojê û pê ve, ev nozdeh roj e diya min weke
keçikeke hijdeh salî ji ber neynikê ranabe.
Soravên herî delal li xwe dide; wekî çivîka çardehê
nîsanê hermetê di ber re carna stranan jî dibêje.
Yê ku nizanibe, dê sedîsed bibêje qey diya min dil
berdaye yekî.
Ma ez ê çi derewan bikim; min xwe negirt û jê pirsî.
Bi henekî got, “Xwezîîîî…”
Lê dû re barê xemgîniyeke veşartî ketin ser rûyê gotinên
wê:
54
“Berî sî û heşt salan dema ku min dil berdabû bavê te ez
dîsa dihatim ber vê neynikê û wekî niha min xwe ji bo
wî xweşik û delal dikir. Lê nenêre ku ez niha hewl didim
dîsa bistrêm, hingê kurê min… hingê stranên herî
xweşik diketan ser lêvên min. Lê va ye ev nozdeh roj e,
strana dilê min mir û ket bin vê axa sar. Ez dizanim
beredayî ye, ez dizanim ev qedera reş neynika xwe dide
rûyê me gişan… lê.. –diya min di vir de, destê xwe weke
ku bi ser guliyên bavê min de bîne, bi delalî bi ser
neynikê de dibe û tîne…- lê li ber vê neynikê ez wan
rojên xwe dîsa dixwazim şîn bikim. Ez dibêjim qey ev
neynik jî, ji wan rojên evîndariya me çend dîmenên
nemir tîne û diyariyê min dike…. Xwezî ev neynik
bikariya bavê te jinûve sax jî bikira… Axxx… ezîzê min
dev ji min berde. Ma nexwe ez ê çawa bikim kurê min, bi
vî awayî ez dikarim hinekî berîkirina dilê xwe honik
bikim… axxxx… min ji wan leşkeran re got, min jî bi wî
re bibin, lê pehînek li min xistin...”
55
Masî
Di şer de her dem masî diketin xewna wî.
Bi şer re radiket û bi masiyan ve ji xewê radibû.
Masî, serhişkî û dîktatoriya wî piçekî jî nerm kiribûn.
Dema ku şer qediya, her dixwest ku di binê behrê de bi
hezaran bi mîlyonan masiyan re avjenî bike.
Wisa jî kir.
Xwe fêrî avjeniya bin avê kir.
Di binê gelek behrên bê binî de hevaltiya masiyên
rengereng û curbecur kir.
Di nava rengînî û balkêşiya masiyan de te digot qey ji nû
ve dihat dinyayê.
Êdî nekarî bêyî wan bijiya.
Di binê behrê de ji xwe re xaniyek ava kir.
Lê li ser behrê û li ser erdê jî ji bo parastina masiyan
têkoşiya.
Ji bo vê yekê bû têkoşerekî mezin.
Bi dîktatoriya xwe ya şer de ewqas deng nedabû.
56
Heval
Her çar jî hevalên hev ên herî baş bûn.
Piştî 26 salan dema ku şer qediya li qehwexaneyê dîsa
hatin cem hev.
Ne hindik e, 26 sal...
Rohat ji Ewropayê hatibû.
Robîn ji serê çiyê.
Ronas jî ji girtîgehê.
Lê Rojhilat nekarî ji gora xwe derkeve û were.
Ewî di bin wê axa sar da bêriya hevaltiya wan dikir.
Rohat, Robîn û Ronas çûn serdana Rojhilat.
Baqek gul danîn ser gora hevalê xwe.
Weke ku perasûyê pişta wan kêm be, destê xwe bi ser
axa sar de hanîn.
Hêsir rijandin ser axa sar.
Dixwestin ku Rojhilat dîsa biveje.
57
Îtalî
Dema ku me hevûdu nas kir, min jê re got ku ez Îtalî me.
Ditirsiyam ku heke min jê re bigota ez kurd im, belkî jî li
şûna seksê me yê heta şeveqê behsa meseleyên siyasî
yên kurdan bikira.
Piştî ku wê şevê me dilê xwe bi hevûdu rehet kir, ez
nizanim çawa, lê pê derxist ku ez kurd im.
Li gorî gotina wê, di xewn de ez qêriya me û min gotiye,
"Îşkencê li min nekin, hewlo hawar, dev ji min berdin, ez
bêguneh im..."
Min nehişt ku gotina xwe temam bike û min xwe aciz
kir, "Ma gelo yekî îtalî jî nikare xewnên wisa tirs û xof û
erjeng bibîne..."
Nehişt ku ez gotina xwe temam bikim, "Derewan neke
dîno, mêrê min yê kevin jî kurd bû û gelek caran di
xewn de hinekan îşkence lê dikir û wekî te diqêriya..."
58
Çarşem
Her roja çarşemê dema ku saet bibûya 11.00, wê ji xwe re
qehweyek çêkira, li ser şaneşînê piyê xwe bavêta ser hev
û wê çarîkekê li wê kêliya ku dîsa li jiyanê vegeriyabû
bifikiriya.
Di şereke giran de birîndar bûbû.
Gelek hevalên wî li ber serê wî miribûn.
Ewî jî hêdî hêdî haziriya ezraîlê xwe dikir.
Lê dema ku dîtibû leşker ber bi wî ve hildikişin, weke ku
di nava xewnekê de be, bi laşê xwe yê giran ve, bi
çelepelî xwe xirikandibû û di nava deviyekê de
veşartibû.
Heke leşkeran sê çar cendekê hevalên wî li wir nedîtana,
belkî yekoyek li wan deviyan jî bigeriyana û bidana dû
şopa wî.
Leşkeran rahiştibûn wan cendekan û ji wir çûbûn.
Piştî du rojên din, roja çarşemê di saet 11.00'an de (dû re
ji hevalê xwe fêr bûbû!) hevalên wî bi hawara wî de
hatibûn û ew ji ezraîl rizgar kiribûn.
59
Gule
Min ew li wê Salsa-Bara navdar ya li Berlînê dît.
Bi rûyê xwe yê xemgîn ve hewl dida ku bida dû wê
strana narîn ya bi spanî.
Min jî bi spanî silav dayê.
Di ber danskirina salsayê de me hevûdu hinekî nas kir.
Piçekî jî te digot qey dikuliya.
Ji min re got ku ew ji welatê Perûyê hatiye û li Berlînê
doktoraya xwe dike.
Ji min çêtir spanî dizanibû.
Ez nizanim çawa çêbû, lê dema ku me li ser şoreşgertiya
dinyayê nîqaş kir di derekê de aciz bû.
Di ber axaftineke xwe ya spanî de bi kurdî got, "De here
loooo!"
Ez sar bûm, xwîna min cemîdî, min jê re got, "Ma qey tu
kurdî jî dizanî?"
Êdî nekarîbû xwe veşêre.
"Ez jî wekî te kurd im" bi devlikenî ji min re got.
60
Dû re bi pirsan ez ketim dû çîroka wê.
Şervaneke kevin bû.
Ji hevalekî xwe yê ku ji Spanyayê tevlî gerîla bûbû, fêrî
zimanê spanî û dansa salsayê bûbû.
Lê ne tenê ew, gelek hevalên wê jî li serê çiyê fêrî zimanê
spanî û dansa salsayê bûbûn.
Li gorî gotina wê, gelek hevalên wê ji ber zimanê spanî ji
şer sax filitîbûn.
Ji ber ku di bêtêlan de bi hev re bi spanî dipeyîviyan.
Û ev jî dikir ku leşkeran nikarîbûn bi rehetî li wan
guhdarî bikirana û bidana dû şopa wan.
Dema ku şer qediyabû, xwe noqî nav dans û mûzîka
salsayê kiribû.
Bi vî awayî rihê xwe yê birîndar tedawî dikir.
Min jê pirsî, "Ji şer çi ji te re ma?"
Got, "Dansa salsa û guleya di nigê min de"
61
Dikana Zargotina Kurdî
Li serê sûka Sêrtê ji xwe re dikanek vekir.
Navek jî lê kir, "Dikana Zargotina Kurdî"
Pêşî kesî tiştek jê fêm nekir.
Bi bêhnfirehî ji hemû mereqdaran re behsa kar û
armanca xwe kir.
Wê serê her stran, klam, dûrik, biwêj, gotinên pêşiyan,
metelok, çîrok, çîrçîrok, destan, pêkenok, heyranok,
payîzok, meselok û hwd. çend qurîş jî bida.
Lê kesî jê bawer nekir.
Gotegot û fesadiyên derdor hatin heta ber gohê wî jî,
"Sîxur e, zilamê dewletê ye, CIA li piştê ye, kurdekî
xwefiroş e..."
Lê ewî gohê xwe neda tu kesî.
Şevekê lawîkekî 14 salî ji dêbavê xwe çend gotinên
pêşiyan gohdarî kir, bi kurdiyeke xirab ve nivîsand û anî
firot xwediyê Dikana Zargotina Kurdî.
Bi çend qurîşan ve ji xwe re şêranî, pênûs û defterek jî
stand.
62
Bi vî rengî hevalên wî jî dan dû şopa lawik.
Roj bi roj berhevkarên zargotina kurdî li ber dikana wî
ketin dorê.
Xwediyê Dikana Zargotina Kurdî her şev van zargotinên
kurdî sererast dikir, serê her mehê jî dibir Amedê û
difirot sazî, dezgeh, enstîtû, weşanxane, stranbêj, radyo
û televîzyonên kurdî.
Ew ji karê xwe memnûn bû.
Camêr bi vî awayî debara xwe dikir.
63
Koziya Şer
Birek leşker û gerîla di koziyên cihê de xwe ji şerekî nû
re amade dikirin.
Lê haya wan jê tunebû.
Ev deh roj bû ku şer qediya bû.
64
Neheqî
Nigê xwe yê çepê berî yanzdeh salan kiribû qurbana
mayînekê.
Ji hingê ve her difikirî ku neheqiyê li nigê xwe yê rastê
dike.
Gelek caran wekî hevalekî bi nigê xwe yê rastê re sohbet
dikir, "Hevalo li min negire, bi rastî ez dizanim ku gelek
neheqiyê li te dikim, tu bi tena serê xwe barê min
hildigirî û min dibî her derê, gelek caran wîjdana min jî
tehemûl nake, lê ez ê çareyekê bibînim, soz..."
Dixwest ji nigê xwe yê çepê re nigekî protez çêke.
Lê ev tu carî ne hêsan û ne jî mimkûn bû.
Rabû nigê xwe yê rastê jê kir.
Xwe ji vê neheqiyê rizgar kir.
Êdî her du piyên wî bûbûn wekî hev.
65
Fikir
Camêr li her derî pesnê xwe dida û wiha digot, "Niha tu
kes qîmeta fikrên min nizane, lê piştî 40 salên din wê
fikrên min li her derî şîn bibin..."
Rabû bi hevalên xwe re çend fikrên xwe yên bijare kir
şûşeyekê û devê wê girt.
Piştî 40 salên din dema ku şer qediya camêrê me bi
hevalekî xwe re devê şûşê vekir.
Dît ku fikrên wî riziyane, bêhn jê tên.
Ji bêhna genî nema îdare kir.
Hema di cih de devê şûşê girt.
Mad û mirûzê xwe tirş kir û bi ser hevalê xwe de qêriya,
"Ev ne fikrên min in. Sedîsed hin kesan bi rengekî fikrên
min guhertine!"
Ji devê wî çend çêr jî derketin.
Hevalê wî lê keniya.
66
Periya Reş
Ev bû çend roj in ku min ji keça min Berçemê re kursiyek
a biteker kirî.
Bi vê kursiya xwe ya biteker ve hingî kêfxweş e ku tu
dibêjî qey heft piyên nû pê ve çêbûne.
(Haaaa, biborin min ji bîr kir, berî salekê keça min
Berçemê ligel diya xwe pêlî mayînekê kir, diya wê û her
du piyên wê yên delal bûn qurbana wê mayînê…)
Lê mixabin ligel vê kêfxweşiya xwe ya bi kursiya xwe jî,
nikare xwe ji xewnên xirab bişû.
Doh berê şeveqê, bi du hêsirên xwe yên bêxwedî ve
(axxxx, çavê min birijê…) xewna xwe ji min re vegot:
“Bavooo, ez nizam ez ê ji te re çawa vebêjim, baş nayê
bîra min, lê te digot qey yekî min ber bi mayînê ve dehf
dida, çi ecêb bû ku hemû periyan jî vê yekê didîtin, lê
xwe tev nedidan, te digot qey xwe li kerr û kor û lalitiya
datanîn. Lê ji nişka ve periyeke ku çermê rûyê wê reş bû
min dît ku bi çelepelî xwe bi erdê re dixirikand û ber bi
min ve dihat. Ez nizanim çawa, lê min tê derxist ku ew
diya min bû. Bi lez dikir û dixwest ku min ji wê mayînê
biparêsta. Her du piyên diya min jî tunebûn, lê dixwest
ku destê xwe bixe bin piyê min da ku ez pêlî wê mayînê
nekim. Hesirên spî ji çermê rûyê diya min ya reş
dadiherikin. Hingê wekî baraneke reş hêsir ji çavê min jî
rijiyan. Axxx bavooo, min pirr bêriya diya xwe kiriye…”
Hêsirên min jî dadiherikin ser dilê min...
67
Bîtlîs
Li ser pira navdar ya Pragê ez li rastî wî hatim.
Wêneyên xweşik ên jan û xemgîniyê çêdikir û difirot
turîstan.
Ya rastî serê pêşî min nedizanî ku ew kurd e.
Lê min di tabloyeke wî de dît ku di nava gundekî şewitî
û kavilbûyî de pakêteke cixarê ya bi navê 'Bîtlîs' jî
neqişandibû.
Piştî vê yekê min bi kurdî silav dayê, "Rojbaş Keko..."
"Weyyy rojbaş û ser çavan. Te çawa dizanî ku ez kurd
im..."
"Ji cixara Bîlîsê ya ku te di tabloyê xwe de neqişandiye.
Xuya ye ku te jî pir cixara Bîtlîsê kişandiye..."
"Na bi Xwedê min heta niha jî qet cixare nekişandiye, lê
leşkeran bi tozeke zer û bi agirê wê cixara Bîtlîsê gundê
min şewitandin..."
68
Keleşkof
Ew li Sêrtê hostayê keleşkofan bû.
Êdî zarokan jî seh kiribû ku ew keleşên xirabeyî yên
şervanan çêdikir.
Şevekê sê polîsên sîvîl kincên şervanan li xwe kiribûn û
li deriyê mala wî xistin.
Wekî şervanan silav danê, bi hev re çaya qaçax
vexwarin.
Keleşeke xirabûyî pê dan çêkirin.
Camêr dîsa pir kêfxweş bûbû.
Lê nedizanîbû ku ew polîsên sîvîl bûn.
Sê rojên din bi guleyeke wê keleşê ve hate kuştin.
Gotina ku herî dawî ji polîsên sîvîl seh kiribû ev bû, "Tu
hostayekî baş î!"
69
Naverok
Qelûn 7
Bawerî 8
Girtîgeh 9
Tirs 12
Koleksiyona Pêlavên Leşkeran 13
Nivîskar 14
Panzer 16
Pêkenokên Şer 17
Qêrîn 18
Bêrîkirina Welêt 19
Hêvî 20
Dayîkên Aştiyê 21
Pirtûk 23
Pêlava Birîndar 24
Rihê Şer 26
Molotofkokteyl 27
Lal 28
Polîsê Sîvîl 31
Pêşbazî 32
Xew 33
Kusî 34
Neynik 35
Nexweşiya Pêlavan 36
Serok 38
Pênûs û Lênûsk 39
Jibîrker 41
Gez 42
Rendevû 43
Serdest û Bindest 44
Ken û Girîn 45
Çavê Çepê 46
70
Xayîn û Leheng 47
Rêveçûn 48
Sorav 49
Wîjdan 50
Pêlîstok 52
Evîn 53
Masî 55
Heval 56
Îtalî 57
Çarşem 58
Gule 59
Dikana Zargotina Kurdî 61
Koziya Şer 63
Neheqî 64
Fikir 65
Periya Reş 66
Bîtlîs 67
Keleşkof 68
71
72
Pêlava Birîndar
Dema ku polîsan xalê min girtin, bi henekî
wiha jê pirsîn, „Em pêlavên te yekoyek ji serê
çiyê top dikin, tu çima xwedî li pêlavên xwe
dernakevî, şev ji nigê te derdikevin û her yek
dikeve nigê terorîstekî...“
Ji bo ku her kes bitirse, deh pêlavên wî li
gundiyan belav kirin û cendekê wî avêtin ser
sergoya gund.
Ji tirsa kesî li cendekê wî jî nepirsî.
Dû re hate bîra min...
Ez hingê zarok bûm.
Xalê min bi pêlaveke xwe ya nû ve ji mal derketibû
û bi pêlaveke peritî ve vegeriyabû.
Wê şevê jinxala min pê re şer kiribû, „Tu yê
serê me bixî belayê heyran, heke sibe kesek vê
qulelê di serê pêlavê de bibîne, wê sedîsed fêm
bike ku guleyek lê ketiye...“
Wê zivistanê her kesî bi tirs behsa pêlavên xalê
min kirin.
Pêlavên birîndar ên xalê min dû re ketin nav
xewnên min jî.
HAN Çîrok
HAN Çîrok Evdile Koçer Pêlava birîndar
Evdile Koçer
Pêlava birîndar
ISBN 978-3-940997-01-2
**
Dostları ilə paylaş: |