dijwar be, berhemên ji pûnûsa wî jî ewqas giran, kwîr û xweş
dibin.» Te destê xwe ber bi vê pirtûkxana xwe dirêj dikir û te
nimûnên nivîskariyê dida.
32
- Rast e, min dida. Lê min çawa dida? Kafka bêhna xwe
teng ne kir. Dilê wî ji berê de teng bû û tu carî jî ew bêhna lê
fere ne bû. Piraniya jiyana wî, nola min bi tenêtî buhurî. Dema
rûdinişt û di nerihetiya şevekê de berhemek xwe dinivisî,
ji bêhntengiyê bû. Maupassant heta axirînrojên xwe yên tîmarxanê
jî, fena min bi xeyalê xatûneke xweşik jiya. Rast e,
nav û dengekî mezin bi pey xwe xistin, lê bi kêrî çi tê? Peykerên
wan îro li her kuçeke welatên wan hene... hene lê wê xirabjiyana
wan ya buhurî bi şûn de venagerîne.
Hundurê Felemez digiriya, lêvên wî bêhêvî dipişirîn û dîsa
bi dengekî nîvçe got:
- Ez ditirsim ku tiştek bi te bûye. Em dixwazin jinên xwe
berdin û ji zarokên xwe ciyê bin... ciyê bin ku bi hişekî zelal
ewk bikin... lê tu jî rabûye bi pey çi ketiye...
Hemreş bi lez peyva wî birî û got:
- A ku tu wusa bifikirî, wê çaxê... wê çaxê ez ê bitirsim ku
tiştek bi te bûye. Meriv çima ji bo nivîsandina çîrokekê jin û
zarokên xwe berdin!...
- Baş e, tu guhdarî bike ez ji te re nimûneyeke astenga jin
û zarokekî bi lêv bikim. Mijareke xweş tê hişê min. Beriya ku
li kaxizê siwar bikim, dest pê dikim lehengê bûyera xwe di serê
xwe de dbcemilînim û dibêjim«Mêrekî navsere û bi destûpê
ye nuxtik Pozberan e nuxtik Di binê vî pozî de simbêleke
reş û weke rêsî berwar daketiye nuxtik Bejna wî ya bilind
bêhnok di nava kincên netewî de weke dara berûyê bilind û
bilind dibe sê nuxtik li ber hev Pişteke neh mîtroyî li nava vê
darê digere û digere dîsa sê nuxtik li ber hev» Dûre çi dikim,
ezbenî? Ez xençereke zîvîn tev kalanê wê di ber vê piştê de
dikime xwarê, dûre ez lehengê xwe li hespekî kumêt siwar dikim,
berê wî didim berwarê çiyakî xalî... a wê çaxê dengê xatûna
min tê û dibêje: «Ma ev keçika di hundur de tetirxanî
bû, bi destê wê bigirê û hinekî derxîne derve.» Lê hêla din
keçika ku tetirxanî bûye, di ser min de digirî, digirî, digirî...
De fermo, ezbenî! Ka ew lehengê min, tev wê xemlûxêza xwe
bi kuderê de çû? Ez bi Teyrê Sîmir jî bidime dû, ez ê nebînim.
Lewra tu jî baş dizanî ku nivîskarî hinek pêlên xwe yên
33
taybetî hene. Heşa ji te wek pêlên gû. Çer ku zikê te nepbd,
divê tu biçî û ewk bikî... êdî tu dizanî ilmê te fere ye. De îcar
tu rabûye doza mal û malbatekê dikî, ezbenî. Ca bifikire, di
rewşa zikêşeke weha de, xatûn bi piyê te bigirê û zarok bi pêşa
te ve bizeliqe, tu ê çi bikî? Ma nivîskarî dibe? Na, ezbenî
na!
Hemreş hustuyê xwe xwar kir, bi kenekî şêrîn vegeriya ser
Felemez û got:
- Rast e. Tu rast dibêjî. Ji bo nivîsarên berhemên baş, divê
serê nivîskar zelal be, wexta wî hebe ku bala xwe bide ser pênûsa
xwe ka pênûs çi vedirişe. Lê tiştê ku ez dibêjim ne ev e.
Ez dibêm, li mala xwe binêre. Pêwîst nake ku tu bibî nivîskar.
Ango ne karê te ye.
- Ango tu dibêjî, nenivisîne?
- Erê lêê... nola min... devjê berde.
- Ê malava, ji sibê de ye tu çima vekirî nabêjî?
Mîna ku Hemreş li gunehkariyekê qelibî be, xwest bi awakî
nermtir pê bide famkirin:
- Binêre, ez ji te re dîtinên xwe bibêjim. Bi nivîsarên weha
jî meriv navûdeng nadin, got, ji çîroka Felemez çend rêzên
pêşîn girt û xwend:
«Bejna wî dirêj e, porê wî î fflikî li ser serê wî fena beroşek
reş e, serçavekî gulover jî bi pirçûpola riyekî reş nixumandiye,
ji bilî du qulên çavan û serê pozekî dirêj -jê xêra Xwedê
re dirêj e an ne, ew jî xuya nake- tiştek naxuye. Bi mêzekirinek
pêşîn re meriv dikare têkeve şikê ku ew çîpên jar û zirav
çawa di binê wî laşî de sekinîye. Ku meriv ji paş ve û hinekî jî
ji dûr ve bala xwe bidinê, wek teşiyek koçerî ye. Ji ber vê yekê
jî em navê wî wek Teşî bi kar bînin. Teşî!»
Piştî xwendinê, Hemreş dîsa vegeriya ser Felemez û got:
- Çi ye ev? Na xwe tu jî dibêjî ev çîrok e!
Çav li serê Felemez tarî bûn, dilê wî di defa sîngê wî de
mezin bû û mezin bû, bi dijwarîbêhn veda, hêdflca ew kaxizana
ji dest nivîskarê nû û xwendevanê baldar girt, piçî piçî çirand,
da ber vazoya kulflkan, rabû ser xwe û got:
- De baş e, ez dizanim ji min nivîskar dernakeve. Rewşa
34
min dest nade. Ez bi jin û zarok im. Heta nuha min destê xwe
li ber Xwedê venegirtiye û min lava tistekî jê ne kiriye. Lê
anuha ez dikim... dikim û dibim: Xwedê, bihêle bila Hemreş
heta nod û neh salan bijî. Lê tu nehêle ku çavên wî li sîng û
berekî sipî bikeve! Lewra ji bo me nivîskar pêwîst in. Bi xatirê
te, ezbenî!
Dema Felemez dîsa di wê kuçê de ber bi malê dihat, fena
berê lêvên wî ne dilerizîn. Serê xwe kiri bû ber xwe û bi gavên
xemgîn dimeşiya û weha difikirî: «Ji xwe min ji berê de wenda
kiri bû. Lê pir heyf e, heyf e ku Hemreş ê jî biçe... ew ê av
û av biçe. Zewac, jin û zarok astengên nivîskariyê ne. Hemreş
jî xwe pîs kiriye. Ew ê jî bizewuce.»
Dûre ramanek din wek birûskê di serê wî de veda û di dilê
xwe de got: « Ev Hemresa jî îro pir guherî bû. Tevgera wî, dîtinên
wî, ken û peyvên wî... bi çîroka min jî tinazê xwe dikir,
nerind! Belê belê, nerindiyekê bi Hemreş girti bû. Dibe ku
çavên wî ji xweşbûna çîroka min bar ne bû. Tiştekî dûrî aqilan
nine! Rûpelên dîrokê ji tiştên weha dagirtî ne...»
Bi tevliheviya ramanên weha Felemez dîsa xwe gihand malê.
Bi vekirina dêrî re xatûna wî bi rûkenî:
- Ez ê dûre dîsa silav û sipasiyên xwe li te bikim. Bi xatirê
te!» got û telefon danî.
Wek leşgerekî birîndar Felemez xwest biçe nêzflcî xatûna
xwe û ruyê wê î bi ken maç bike û bibêje: Min dev ji nivîsandinê
berda. Lê wusa ne kir. Di dilê xwe de: «Metranekî jî
peyv li ruyê Gogol xisti bû û jê re goti bû: Tiştên ku tu dinivisînî,
şeytan ji te re dibêje. Ev yeka jî bû bû sedema şewutandina
berhemên hêja.» got û zûzûka ber bi masa xwe ya
nivîsandinê çû.
Rûkenî li ruyê xatûnê vemirî, dirêj dirêj li Felemez dinêrî
û didît ku ew çawa bi hêrs û lez dinivisîne.
35
MÊRXASÎ
Kewaniya malê dewê xwe jî çelqand û tev dîzikê hanî li ber
textê nên danî. Bêhna hêkerûnên qijilî, ji eywanê heta oda
mêvanan wusa gjrti bû serê malê ku dilê merivan pê dixewirî.
Hecî Ûso ji ser sekûkê daket xwarê, şaşika li ser serê xwe
ber bi jor hilda. Ji hêlekê ve bi awurên tûj li Ferzend dinêrî û
ji hêlekê ve jî xwe ber bi textê nên dikir. Lê Ferzendê
panzdesale ne hay ji vê awurtûjiya kalê xwe hebû û ne jî
bêhna hêkerûnê bala wî belav dikir. Li ber pencerê rûnişti bû
û pirtûka ku di dest de, bala wî bi tevayî kişandi bû ser navaroka
xwe.
Wek Hecî Ûso, em bi xwe jî nizanin ku Ferzend çi dixwend,
mijara pirtûkê çi bû, an ew çi têdigêhîşt. Lê bi cir û
tevgera xwe, bi mêşinî û efendîtiya xwe Ferzend li vî gundî an
jî li vî bajarê piçûk navûdeng dabû. Baqiliya wî di devê xelkê
de bû bû benîşt û herkesî ew bi tiliyan pêşanî hev dikirin.
Textê nên amade bû bû û Hecî Ûso xwe kişandi bû ber.
36
Her cara ku berê xwe dida Ferzend, ji awurtûjiyê bijang û biruhên
wî xwe digihandin hev. Berê wî dil hebû ku bi tena serê
xwe nan bixwe û banî Ferzend neke. Lê dûre bê sedem û bi
hêrs banî kir û got:
- De rabe ser xwe û were!... Te çi serê xwe xistiye nava şeqên
xwe? Ma tu ê jî rabî sibê ji min re bibî feylesof!?... Tew...
- Ez va hatim, got û Ferzend hevoka li ber çavê xwe qedand,
pirtûka vekirî danî kêleka xwe, hêdflca rabû ser xwe û
ber bi textê nên çû.
Di vê navberê de Zîvoyê birayê Ferzend an jî bi gotineke
din, neviyê din î Hecî Uso, bi hilkehilk kete hundur. Bi dîyîna
wî re çav li serê Hecî Uso bû lîzok û di kortikên xwe de ne
hewiyan. Ji kêfxweşî lêv lê dilerizîn û li ser hev ne ditebitîn.
Xweş diyar bû ku Hecî Uso ji vî neviyê xwe dilxweş bû. Zîvo
jî hay ji vê rewşa kalê xwe hebû. Ji ber vê yekê di hîjdesaliya
xwe de jî, li hemberî vê tevgera kalê xwe, şûmî û durûtiya zarokekî
heftsale dikir. Bi ketina xwe ya hundur re li rûkeniya
kalê xwe nêhirî û got:
- Tu îro çawa î, Hecî?
- Ez baş im, berxê min. Gelekî baş im!
Hecî Ûso bi herdu neviyên xwe ve li ber textê xwarinê çog
dabûn erdê û bi hev re hêkerûn dixwarin. Her cara ku li neviyê
xwe î Zîvo dinêrî, pariyê xwe bi xurtî di namkiyê de dikir
û bi dilxweşi di devê xwe de dadihanî. Lê dema ku di kêleka
xwe re çav li neviyê xwe î Ferzend dixist, çavên wî di reş ve
diçûn, dilê xwe li hev dixist û te digot qeyê ew ê aniha verişe.
Wê çaxê jî di ser Ferzend de dikire pilepil. Vê carê jî weha
kire pilepil:
- Tu bi qurbana min û navê Ferzend bî! Min jî nav li te kiriye...
Ferzend... Ferzo! Min çima navê Bizdo li te ne kir?..
Kero welle çilka xwînê di te de tuneye! Kî dibê çi bila bibê...
Ferzend weke hertim li hember van gotinên kalê xwe bêdeng
ma û xwarina xwe domand. Hecî Ûso berê xwe da Zîvo
ûgot:
- Beranê kalê xwe!... paşmêrê min, kavirê min, mêrxasê
min, pêxasê min...
37
Ferzend di ber xwe de pişirî û ji şeytanî re Hecî Ûso ev pişirîna
wî dît. Bi mirûzekî tirş û tal Hecî Ûso li Ferzend nêhirî:
- Tu çi didanbeşiyê dikî? Ma ne wusa ye, serjinik! Ji te wetrê
ew jî nola te serşûnik e! Qurbana Xwedê bim!... Diya te jî
nuha dilê xwe xweş dike û dibê: min jî law haniye dunyayê!?..
Tew, tew, tewL. Lê divê tu viya baş bizani bî ku serşûnikiya
mêran, doxînsistiya jinan û piştkurmîtiya keran...
Kewaniya malê bûka Hecî Uso bêhay kete hundur, lê ev
peyvên ha bihîst. Di ber xwe de bi pilepil:
- Hecî dîsa xerifî ye, got û derbasî hêla kungî bû. Hecî Ûso
bi wê awur û hêrsa xwe zivirî ser Zîvo û dîsa pesnê wî da:
- Ez bi qurbana tûlik û temeliya mêran bim! Ca binêre, kabokên
wî kabokên mêran e. Pozê wî, biruhên wî, lê tew lepên
wî!.. Xwedêyo! Qet ne pêwîst e ku meriv bibêje. Ero welle bila
diya te tenê bibê: min law haniye dunyayê!
Bi van gotinên xwe re bêyî ku hay jê hebe, destê xwe î bi
rûn jî di pişta Zîvo re da û domand:
- De ka tu bibêje, Zîvoyê min... Xwelî li serê min be! De
qeyê ez jî ehmeqek bûm. Wê çaxê ava reş di çavên min de hati
bû, kuliya zimanê min xwari bû.... Loma... loma min navê
Zîvo li te danî. Lê ji vir û weha ez ê bi navê Zêro banî te bikim.
Ma heyfa te nine!... De ka tu ji kalê xwe re bibêje, te îro
çikir?
Bêyî ku Hecî Ûso li bendî bersiva Zêro bimîne, peyvên
xwe domand û got:
- Ez ji dirûvên mêran derdixim. Ez tenê dizanim ku tu çi
mêr î! Tu çavên xwe tew ji hukumatê jî nakutî. Welle ez aniha
dizanim ku; tu îro li mamostê xwe xeyidiye û bi hêrs ji dibistanê
derketiye, di rê de te bi du sê kesan re pevçiniye û te dê û
bavên wan jî daye ber çêr û dijûnan... û ez viya jî baş dizanim
ku herkes zû bi zû newêre xwe bide ser şopa te... û ev hukumata
jî, got û destê xwe ber bi pencerê rakir. Lewra çend malên
efseran li pêş mala wan bûn.
Kewaniya malê diya neviyan dîsa li wir xuya bû, bê daxwaza
xwe peyva Hecî Ûso birî û got:
- Bi navê Xwedê, Hecî, te ew lawika wusa kaw hîn kiriye û
38
ji rê derxistiye.
Ferzend pariyê xwe î dawîn jî di devê xwe de danî, kasikek
dew bi ser xwe de kir, destmala xwe ji bêrflca xwe derxist û
devê xwe paqij kir, bi şûn de vekişiya û dîsa dest havête pirtûka
xwe. Zêro jî zûzûka ji ser xwarinê rabû, çû ber pencerê,
mîna bizineke ziyanî çavên xwe beloqî kir û li derve nêhirî.
Dûre bêyî ku tiştekî bibêje, ber bi dêrî çû. Heta ku solên xwe
bi ser lingên xwe ve kir û derket jî, Hecî Ûso her li pey wî bi
kêfxweşî dinêrî û digot:
- Xwedê bi merivên mêr re be! Xocê Xizir bi hevalên wan
be!...
Lê dema dît ku Ferzend dîsa dest bi xwendina pirtûkê kiriye,
vegeriya ser û got:
- A tu jî di binê qula xênî de di ser pirtûkan de mexel bikeve.
Mexel bikeve ca tu ê çi jê fam bikî! Lawo, ma tu jî rojekê
di kuçan de bigeriya, bila carekê dê an bavê yekî bihata ber
derê min û giliyê te bi min de bikira. Bila bigotana: «Neviyê
te î Ferzend bi lawê me ve pevçiniye, dest havêtiye dawa keça
me, lingê mirîşka me şikandiye...» Çi dibû? Ma ew ê kevir bibariya!
Lê ez dinêrim ew kezeba bi te re tuneye ku! Tu hertim
ker î, tu rojekê nabî kûçik! Ma qet xwîna mêraniyê di te
de tune?!... Tu jî carekê derkeve û di kuçan de xwe li ba bike,
bila xelk bizani bin ku paşmêrên mala Hecî Ûso jî hene. Di
jiyana xwe de ez hertim serbilind bûm û heta naha jî wusa
mam. Ji bo ku li hafa Xwedê rûreş dernekevim, heft caran jî
ez çûm Hecê, min eniya xwe di kevirê reş re da û ez hatim.
Tirsa dilê min ev e ku di vê jiyana xwe ya sed û bîstsale de ez
ê bibim hustuxwarê vê rewşa te. Lê ez dizanim... baş dizanim
ku guhên merivên tirsonek hertim xetimî ye, di ber de daketî
ye û nabîhîse! Nola te!..
Bi rastî jî Ferzend ne dixwest van gotinên kalê xwe bibfluse.
Ji ber vê bêdengiya wî, Hecî Ûso dengê xwe bilintir kir û
bi hêrs domand:
- Tu nabîhîsî, ne wusa ye! Kero welle min ji zû de di te
derxistiye! Ew serê te... U felqê serê ewkê min çû ye... rûmeta
te, a bi qasî vê kasika dew ê tirş jî nîne, got, kasika dewê ku di
39
dest de, di gewriya xwe de berda jêr.
Birebira Hecî Ûso û ew dengê ku ji derve dihat, tevlihevî
bû bû. Mîna ku li der û hundur pevçûnek li dar keti be. Ferzend
di pencerê re bala xwe da derve ku çi bibîne! Zêro di
kuçê de kemişîye ser kurê efserekî û lê dide. Û du leşger ji
ber derên malefseran dibezin ku xwe bigflûnin pevçûnê. Gelek
derbas ne bû, leşgeran xwe gihandin Zêro, bi piyên wî girtin,
ji ser lêwik rakirin, bi sîlekirin dan ber xwe û birin.
Mîna ku deh kes ji Hecî Ûso re bibêje: ca tu jî di pencerê
re li derve binêre, tiştek niqutî dilê wî. Ji nişka ve ji ber textê
nên rabû ser xwe û zûzûka ber bi pencerê çû. Bi dengekî şikebar:
- Çi ye, çi bûye? got û li kuçê nêhirî. Dît ku yekî nola Zêro
di nava lepên leşgeran de ye û dibin. Bêyî ku çavên xwe ji wê
bergehê bikute, bi gotin vegeriya ser Ferzend û gotê:
- Ma ew ne Zêro ye?
Ferzend bi pişirîn û dengekî nîvçe di ber xwe de got:
- Imm... Zêro ye. Wi dîsa pêşiya hukumatekê birîye.
Dest û lingên Hecî Ûso li ba c\bûn, şaşika serê wî li hêlekê
şemitî bû xwarê, dengê ku ji gewriya wî derdiket berz û nizm
dibû û digot:
- Ero, ma qeyê tu jî qerfên xwe bi mêran dikî?.. De ka tu bi
nînoga wî ya heram dikî? Pevçûn... pevçûn di navbera mêran
de dibe, serê merivên mêr dişikê, merivên mêrxas dikevin
zîndanan...
40
TIZBÎ
Hêj rojên min yên pêşîn bû ku ez keti bûm zîndanê.
Xalê Çeto bisaltirînê hemî zîndaniyan bû. Tayên sipî keti
bûn porê wî. Çavên wî di kort de çû bûn û jiya wî li dor pêncesalî
bû. Di zîndanê de tukesî pê nizanî bû ku ji kengî de
zîndanî ye. Lewra çend zîndan guherti bû. Bisalbûyîna wî jî
dest ne dida ku bi zîndaniyên din re pêwendiyên xwe daniya.
Ku yekî silav lê hilbida, wî jî silav lê dikir û hew. Radibû, rûdinişt,
diçû derve, dihat hundur, li ser piştê xwe li ser cilên
xwe davêt û li siryaqan dinêrî. Min tu rojekê jî ne dît ku kesek
hat serlêdana wî. Min xwest ku mîna zîndaniyên din danûstandinên
xwe bi wî re jî daynim. Di pey du sê silavên germ re
min ew vexwend ser nivîhên xwe, çay jê re xwest û bi her
awayî qedrê wî kir.
Ciwamêro jî ji min hez kir, silavên jidil li min hilda û herweha
navîna me xweş bû. Merivekî zane û dîtî dixuya. Gelek
tiştên wî ne dihat fahmîn. Kêm dipeyivî lê pir difikirî, ewqas
41
ku meriv digot qeyê barê dunyayê li ser milên wî ye.
Rojekê wî ez ezimandim ser cilên xwe. Liv û tevgera wî
ewqas bala min kişandi bû ku bêpîvan... Di dîwarê paş serê
wî de bizmarekî zengalî û bi bizmêr ve jî ji dendikên zeytûnan
tizbîyek dardekirî bû. Min ne jimart, lê wusa xuya bû ku nod
û nehîn bû. Ji toz û tewara ku lê dahati bû, benê wê ne
dixuya. Ku tizbî nod û nehîn bûya, her nod û neh libên wê jî
bi awakî teral rawestiya bûn. Weke rêza leşgerên naşî xilûxwarî
bûn. Lê ya ku ez pirtir lê ecêmayî mam, ev bû: Wî
tizbî ne dikişand. Min tu carekê jî tizbî di nava tiliyên wî de
ne dît. Xwe bi xwe ez ketim geliyên ramanan û min got: «Hebe
tune be, ev meriva yekî oldar e; sofî ye, mele ye, feqî ye,
seyda ye...» Lê vî merivî nimêj jî ne dikir. Herweha ez tiştekî
tênegêhîştim. Ez hîna wusa bi raman bûm, min dengek bihîst.
- Tu çima wusa ji kwîf de difikirî, xorto?
Ez li xwe varqilîm, min çavên xwe ji tizbiya zeytûnî çerixand
û min dît ku Xalê Çeto bi pişirînek xwînşêrîn li min dinêre.
Ji bo ku li xwe negirêm, min got:
- Na, qet Xalê Çeto... Wusa bêhemd ez noqî ramanan
bûm.
Em û wî bîstekî li ba hev man, dûre min xweşî lê kir û ez
rabûm çûm ser nivînên xwe.
Rojekê min ji derve du tizbiyên reş û kevirîn da kirîn. Herdu
jî ji hev xweşiktir bûn. Êvarekê bê ezimandin ez çûm ser
cilên xalê Çeto. Ji vir û wir em peyivîh û me şev pîr kir. Dûre
min destê xwe hêdîka xist bêrîka xwe, herdu tizbî jê derxistin
û dan ber wî.
- Xalê Çeto, min ji bo diyariyê ev herdu tizbî ji derve
xwestin. Te kîjan divê, fermo.
Xalê Çeto bi qasekî bêdeng ma û dûre bi pişirîn serê xwe
hejand:
- Na, xwarzî. Mala te ava!... Lê kêfa min j'i tizbiyan re nayê.
Bi van gotinên wî tiştek niqutî dilê min. Wê çaxê têgêhîş-
tim ku tiştek di vê tizbiya wî ya zeytûnê de heye. Piştî Xalê
Çeto nêhirî ku kêfa min reviya, li min vegerand û got:
- Tu li dilê xwe negirê, xwarzî! Bi rastîjîkêfa min ji tizbiy-
42
an re naye.
Bi nîvşermî min rahişt tizbiyên xwe û min ew dîsa xistin bêrflca
xwe. Bê gotin min serê xwe rakir û li wê tizbiya dardekirî
nêhirî. Lê kêfreviya ruyê min xweş xuya bû. Ez bawer im ji
ber vê yekê jî bû ku Xalê Çeto bi şermesarî li min nêhirî, bi
keservedan peyvên xwe domand û got:
- Lê tu nepirse û nebêje: Çima? Ku rojekê tu ji vê zîhdanê
werî berdan, an jî ku te bişînin dereke din, wê çaxê ez ê ji te
re kat bikim. Lê nuha ne...
***
Di vê navberê de navîna min û Xalê Çeto bû danûstandina
xal û xwarziyekî. Wî kat kir û min guh lê da, min kul û keserên
dilê xwe vekirin û wî guhdar kir... Şev û rojan dan pey
hev, dem buhurî û herweha çîroka tizbiyê jî ji bîfa min çû bû
êdî. Sê salên min di vê zîndanê de buhurîn. Di van rojan de
dergevanê zîndanê hate selula me û kaxiza roja berdana min
pêşanî min da. Piştî sê rojên din ez ê ji zîndanê derketama. Ji
bo mizgîniya xwe soza hevûrîyekî jîji min girt û çû. Di van sê
rojên dawîn de, xwîna min bêtir li Xalê Çeto keliya û ez di
ber de diltenikî bûm.
Sê roj derbas bûn. Sibê zû dergevan bi dengekî banî min
kir ku ez heta du saetan xwe amade bikim. Min tiştên xwe tev
dikirin. Xalê Çeto jî bi min re alîkariya min dikir û nivînên
min tev dişidand. Di binê şeltika min de, ew tizbiya ku min sê
sal berê pêşkêşî wî kiri bû, derket rastê. Bi qasekî min bala
xwe da tizbiyê, kete bîra min û dûre ez bi rûkenî zivirîm ser
Xalê Çeto û min gotê:
- Ma tê bîra te, Xalê Çeto? Te ê ji min re kat bikira, ne
wusa?
Bêyî ku dirêj bike û wextê bibuhurîne, Xalê Çeto li ser titika
cî da xwe û rûnişt:
Dûrî te, ez wê çaxê mîna te hîna xort bûm û li ser xwe
bûm. Ango ya ku bi serê min de hat, bila bi serê gurên çiyan
de neyê! Ez ji ezbeniyê xwe re bibêjim... Em hemî civata
gund li ser qameta nimêja îniyê bûn. Me dest bi nimêjê kiri
bû. Hundurê mizgeftê ji hecî û sofiyan heta firqûz û naşiyên
43
gund dagirtî bû. Civatê nimêj kiri bû, çog dabûn erdê bi
tizbiyan, bi tiliyan bêdeng silawatên xwe dikişandin û li navê
Mihemed direşandin...
Xalê Çeto bi mirûzekî tirş û tal destê xwe î çepê ber bi wê
tizbiya xwe ya zeytûnî kir û got:
- A, min jî bi wê tizbiya xwe ya bêyom silawatên xwe dikişand.
Ji bilî pistepista devê civatê tu deng tune bû. Ji şeytanî
re dengekî xirab... Wek nalîna mîyek nexweş dest pê kir û
deng hat birîn...
Xalê Çeto vê carê herdu destên xwe ber bi jor kir û ji
Xwedê lava kir:
- Xwedêyo! Ew ciwamêra kete binê erdê, bû xwelî û çû. Lê
va ye ez li hafa te dibêjim. Ku ez çewt dibêjim, min ji herdu
çavan bike!
Di pey deng re, ji bo ku zêde neyête bihîstin hinek kes
kuxuyan û hinek jî di ber xwe de bi dizflca keniyan. Lê sofiyê
ku li kêleka min bû, li nava çavên min nêhirî, tufî sarçavê min
kir û di ser min de qêriya:
«- Çi ye, lawo! Hûn ji civatê şerm nakin, ma hûn ji Xwedê
jî natirsin! De rabe ser xwe û derkeve der! Merivê Misilman
çima bê destmêj hîna di mala Xwedê de rûdine!»
Bi van gotinên sofiyê kêleka min re, bû niçeniça civatê û
serê xwe dihejandin. Ez ne bawer im ku di jiyana min de neheqiyek
ewqas giran li min bû be. Ronî di çavên min de ne
ma. Ez di bin xwîdanê ve bû bûm û çav li serê min tarî bû
bûn. Ji hêrs û kerbê ne min wext dît ku ez bibêjim, «Bi navê
Xwedê ew ne ez bûm.» û ne jî min pê re gihand ku ez bifikirim.
Heta ku ez li xwe varqilîm, min xençer li xafika serdilê
sofî xisti bû jî... Civat li nav hev keti bû û hinekan dixwestin bi
min bigirên. Lê dest û pî li min bû bûn mîna ço û ez ne dihatim
dest. Ji xwe çavên min tu kes ne didît. Min hew dengek
bihîst:
«-Ero wî bernedin! Ca wî bernedin, tirek Apê Sofî jî kuşt!
Kero... ma tu ê xwe têxîkuderê!...»
Di wê hêrsê de min xwe havêt ser wî dengî û min xençer
bir û hanî. Dûre min xwe li ronahiya derê mala Xwedê girt û
44
ez di nava wê helhelê de bazdam derve... Herdu jî miri bûn.
Herweha ciwamêrekî tira xwe xisti bû hustuyê min û ji navîhê
derketi bû... min jî xwîha du kesan xisti bû hustuyê xwe.
Di çend rojên pêşîn de mala me û wan dest pê kirin li ber
hev pan bûn, li pey hev geriyan... Xwîha du kesan bi min giran
ne hat, lê ew navnotiya ku bi pey min ket, min dizanî bû
ku ew ê heta mirinê jî wek pînekî xirab li min bimîne. Ji xwe j'i
wê rojê û vir de min danûstandinên xwe ji malbata xwe jî birî.
Ma min ê êdî bi çi ruyî li wan binêriya û di nava wan de bigeriyama?!...
Li vir xalê Çeto bi keserek nîvçe got:
- Kesek bawer nake lê ya rastî jî ev bû.
Paşîngê jî ez hatim girtin. Belê ezbenî. Di dadgehê de dema
dadpirs biryar da û ez bi bîst û neh salan arihandim; min
jî biryara xwe da, heta ku ez li darê dunyayê sax bim, ez ê
tizbiyê nekişînim û lingên min ê bi mala Xwedê nekevin! Lê ji
bo xatirê bavê xwe î rihmetî, ez vê tizbiya yadîgariya wî navêjim
û wenda nakim.
Bi vê çîrokê re bêyî daxwaza xwe, ez noqî ramanan bûm û
Dostları ilə paylaş: |