ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə53/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   49   50   51   52   53   54   55   56   ...   206

‘Her bijî Wezîrê Milê Çepê’

‘Wezîrê Milê Çepê her tişt e, em ne tişt in’

‘Wezîrê Milê Çepê bi namûs, em bê namûs’

‘Wezîrê Milê Çepê jiyan e, em giha ne’

Her kî li hemberî vê fermana min derkeve, dê bi zar û zêçên xwe tev bê kuştin.”

Erê, Kelarastiyê bû Kela zilm û zorê. Her sê bira bûn dijmin û celadê mileta xwe û nîvê miletî qir kir. Her kesê dengê xwe bilind kir, telef bû. Yên man jî ji tirs û xofa kuştinê serî li ber wan danîn. Li hember vê yekê, ne tehmûl û ne jî sebra min ma, ji şevan şevekê min agir berda cebirxaneya qesra Padîşahî û birayên wî û ez revîm. Her sê bira jî di nav da, qesir firiya hewayê û bi erdê ve dûz bû. Min xwe gîhand welatê we, li gundekî nêzî kelayê, min ji xwe ra xaniyek lê kir û ez ketim nav. Ji wê rojê pê ve, min ji xwe ra soz da ku carekê din ez ê xwe nêzî desthildaran nekim. Lêbelê jiyan, pirî caran li gorî kêfa dilê mirovan naçe. Teyra Siûdê sê rojan li ser hev fitilî fitilî û dawiya dawî hat li ser serê min venişt! Lêbelê tu bi min qayil nebûy, kêfa te ji min ra nehat. Herwiha, eger niha tu ji min bipirsî, ez ê bibêjim, qasî ku qîza te ji min hez dike û bi min bawerî tîne, ez jî ji wê hez dikim û bawerî bi wê tînim. Ne ji bo xatirê te, lê ji bo xatir û hezkirina wê, ez ketim pê Gula Keskezer. Çavên te vebûn û dinya li te bû ronî, bila Xwedê emrekê dirêj bide te. Tu li mala xwe, em li mala xwe.

Hew li ser van gotinên Keçelokî, hêsir bi çavên Padîşahî dikevin. Dibêje; “Keçeloko, delalo, ev dilsozî û ev dilpakiya te, ev dirustî, fena barana biharê dil, rih û mêjiyê min şûşt û paqij kir. Berxwedar û bextewar be! Eger tu qebûl bikî, ji niha şûn da, tu lawê min î û ez jî bavê te. Ji welat û miletê me ra, padîşahekî fena te sed carî misteheq e. Ji îroj pê ve, tu padîşah û ez şêwirmendê te.”

Keçelok, xwe virda avêt, wirda avêt, Padîşahî dev jê ber neda. Keçelokî li jina xwe mêze kir, jin hat wî hemêz kir, ramîsanekî bi eniya wî ve da û di guhê wî da got, “eger tu bi wîjdanê xwe bawerî tînî, bi ya bavê min bike.” Wî jî porê jina xwe ramîsa.

Çîroka me li diyaran, rehme li dê û bavê xwende û guhdaran.

***

2012.03.10



**

Mendo Axa

Weşandin: 02/11/2012 , Paşa Brodrêj

Di salên 1960î de, ji derveyî çend axayên gundên doraliya Swêregê, tu qeweta axayekî tunebû ku ji xwe re traktorekê bikire. Piraniya nişteciyên gundan, cotkarên axê bûn, gundiyên din yên ku cotkarî ji destê wan nedihat, bi karê gavanî, şivanî û bexçevaniyê ve mijûl dibûn.

Bi cotkariya ga û hespan, bi xwedîkirina çend dewaran yan jî sed mîhan, hatinek zêde ji bo axayan çênedibû. Bi qewlê swêregiyan piraniya axayan, “axê şamikan” bûn, yanê halxirab bûn.

Axayê gundê Kevrokê Mendo Axa û axayê gundê cîranê wî Xelo Beran ji vê beşê bûn, bi wê cudatiyê ku gava koçer dihatin, ji bo demeke kurt be jî rewşa wan xweş û geş dibû.

Di payizan da, koçer ji çiya û zozanan dadiketin deşta Qerecdaxê. Hinekan berê xwe didan başûrî û hinek jî dihatin aliyê Swêregê. Her payizê, bi hatina koçeran çavê Mendo axa û cîranê wî yê Xelo Beran ji kêfan diçirûsîn. Erdê wan ê çêrê, fireh û pir bû. Kirêyeke xweş ji koçeran digirt. Zatî xêra wê kirêyê neba, nikanîbûn debara xwe bikirana. Her sala ku koçer dihatin, kirêya xwe pêşîn didan. Mendo Axa û Xelo Beran ji kêfan bi ezmana diketin. Pêşî, deynên xwe yên li cem qesêb, beqal, aşxane û qehwexaneyên Swêregê paqij dikirin (Divê bê gotin, ji deynê xwe re sadiq bûn). Dû re, ji zarokan re pêlav, kinc, ji malê re xwê, şeker, gazyaxî û hwd. dikirîn. Bi perê mayî jî zarokên nav malê sunet dikirin, xortên balixbûne dizewicandin, keçên balixbûne jî bûk dikirin.

Wê payizê gava koçer hatin, Xelo Beranî kirêya xwe ji wan girt û lawê xwe zewicand. Mendo Axa bi kêfxweşî û dilxweşiyê çû daweta lawê dostê xwe. Mendo Axayî ji şên û şayiyan, ji dawetan hez dikir, hele gava araq jî peyda bibûya, heta saeta dawiyê ranedibû. Gundî û cotkarê wî Hesenê Çeqo, bexçevanê wî Eboyê Keftal jî weke peyê wî, bi wî re çûn.

Hîna Xwedê li Mendo axa nehatibû merhemetê, bûbû bavê sê qîzan, lê tu lawikek ji wan re çênebûbû. Birîna wî ya kûr jî ew bû. Ji ber wê yekê, gava diçû derekê, şûna lawan gundiyên xwe bi xwe re dibirin. Mendo Axayî, her tim palisqeyek çermîn li pişta xwe girêdida. Du qewlik bi palisqeya wî ve hebûn, di qewlika hêla çepê de demançeya wî, di qewlika hêla rastê de kêra wî.

Sê roj û sê şev şûn de, di saeta dereng de, Mendo axa bi halekî serxweş vegeriya mala xwe. Bi qarqar û borebora wî, neferên malê bi telaş û tirs ji xew rabûn. Jina wî Zîno li pêş, ling tazî, her sê qîzikên wê li pey, bazdan ber deriyê hewşê. Hesenê Çeqo û Eboyê Keftalî, Mendo Axa ji hespê daxist û her yek ket bin piyekî wî. Ûsoyê gavan bi çavê xulmaşî xwe gîhand wan.

Mendo Axa li ba dibû, nikanîbû li ser piya rawestiya, pitepita wî bû, gêriz bi dêv ketibû, ji nişka ve, xwe ji nav destê Hesenê Çeqo û Eboyê Keftalî xelas kir û dest avêt demançeya xwe, lûleya demançê ber bi hewayê kir, li pey hev, çar caran pêlî tetikê kir, teqîna demançê di şeva tarî de deng veda. Zînoyê, her sê qîzikên xwe dafî paş dîwarê hewşê kir, Mendo Axayî devê demançê zivirand ser Ûsoyê gavan, Ûso bû mîna zehferanê û hejiya.

-Law Ûso! Ka de ji min re bibêje, ez axa me yan na!

-Ew çi gotin e ez qurban! Tu axa û begê me yî!

-Ez axa û begê çi me law! Bê pişkulên pezan û erdên bêxwedî ez axayê çi me?

-Ez heyranê te bim Axa! Wer mebêje! Em gişk xizmetkarê ber destê te ne!

-Ew zirzopên swêregiyan bi cîpan hatin dawetê û çewalek pere li ser zafê reşandin. Ma ez jî ne axa me laww? Ka cîpa min! Ka perê min! Li pey her yekî, xortên mîna qereseyan, li ser qûna wan demançê daliqandî… Zîno û Zînooo! Hewar Xwediyooo!

-Axayo delalo, qurbana te bim! Gund li me rabû, her kes temaşeyî me dike, zarok ditirsin, ka were hindur, got Zîno û destê xwe avêt piyê wî.

-Zaro maroyê min tune Zînooo! Ev sê roj in, paye û forsên wan zirzopan ez teqandim û behecandim! Ma qey ez nizanim ew çito zengîn bûn? Ma qey pere ji ezmanan nabarin! Gişk diz in, sibe heta êvarê pez û dewarên xelkê didizin.

-Te ji min re kevir barand Xwediyooo! Te ne law dan min û ne jî peyayên xurt! Ka ew Temo û Leşko li kû ne?

Sawek giran bi Temo û Leşkoyî ket (Temo lawê Qefoyê şivan û Mihemedê Leşko jî lawê Ûsoyê gavan bû, herdu jî zarok bûn, li nav mala axê, weke berdestkê Mendo Axayî bûn), bi dilgurpînî nêzîkî wî bûn.

Mendo axayî, destê xwe yê rastê da ser milê Temoyî, demançe hêja di destê wî de bû û yê çepê ser milê Leşkoyî. Çavên wan li ser demança Mendo axayî zok bûbûn, ruh ji wan kişiyabû.

-De ka binêrin! Peyê min ev in! Navê yekî Temo, navê yekî Leşko ye. De ka hela ji min re bibêjin, ez ê çito axatî bikim hiii! Çito, çitooo? Na naaa! Ez ê xwe bikujim! Qiriya û demançeya xwe bi serê xwe ve danî.

Hesenê Çeqo, Eboyê Keftal, Ûsoyê gavan û Zîno, bi hev re tev bi çeplê Temo û Leşkoyî girtin, ew dafî kêlekê kirin û xwe avêtin ser Mendo Axayî. Ûsoyê gavan û Zînoyê destê wî yê ku demançe tê de, qefand û ji qoqa wî dûrxistin. Her çi kirin nikanîbûn demançê ji nav lepê Mendo axayî derbixînin, bêçiyên wî wekî qayişê li ser demançê şidiyabûn. Qasî bîstek ber hev dan, hevdu birin û anîn. Mendo Axayî, destê xwe ji nav lepên wan xelas kir û careke din devê demançê da serê xwe.

Ûsoyê gavan û Hesenê Çeqo ketibûn erdê, ji erdê pengizîn, destên Mendo Axayî careke din zevt kirin û ji serê wî dûrxistin, di heman demê de Mendo Axayî pêlî tetikê kir, demança wî sê caran ser hev teqiya, derbên wî gişk vala çûn. Careke din pêlî tetikê kir, bê cinginîyek vala deng ji demançê derneket. Derbên wî xelas bûbûn.

Mendo Axayî xwe avêt erdê û fena zarokan dest bi giriyê kir. Dest û piyê wî pêgirtin, birin eywanê. Hema li eywanê, Zînoyê balîvek danî bin serê wî û lihêvek avêt ser, berdin bila li eywanê rakeve, êdî heta sibê ji xew ranabe, got û bi qîzikên xwe re tev çûn nav ciyên xwe.

2012.10.31

**

Temo


Weşandin: 01/01/2013 , Paşa Brodrêj

Bav û diya min dibêjin, sala ku me ji gund bar kir em hatin Swêregê, xwedê tu dayî. Gava ez ji wan dipirsim, ka hûn ji bo çi hatin Swêregê, dibêjin gund ji me re nedibû, me xwe beşer nedikir, zikê me her tim birçî, pişta me xûz bû, xirecira navbera gundiyan rehetî nedida me. Axê gund jî ne axa, fena gurê birçî li dor me dihat û diçû. Heqê xwe zêde zêde ji me digirt, di ser de jî çi karên giran hebana barê ser milê me dikir. Me dî nabe em hatin bajêr.

Bav û diya min, li rojavayê Swêregê xaniyek xirabe kirê dikin. Di wê demê da, nifûsa bajarê Swêregê ne pirr bû. Taxa ku mala me lê, ji bajarek zêtir dişibiya gund. Piraniya xaniyên taxê ji kerpîçan, kuçe ne kuçe bûn. Av û genda ku ji daşirên nav malan derdihat, rasterast diherikî nav kuçeyan. Wexta baran dibarî, mîz, gû, zîrça mirîşkan, pişkulên pezan, rêx û zibilê dewaran, her babet londerên çopê ji ber derî û dîwaran, bi ber ava baranê diketin. Kuçeyên taxê vediguherîn çala celbê.

Heft salî an heyşt salî bûm. Bavê min rojek ji min re got; ´ji îro pê ve tu yê bi min re werî.´

Wê demê, swêregiyên ku halxweş bûn, ji xwe re mangeyên şîr xwedî dikirin. Bi şev, mangeyên xwe, axur heba li axuran, axur tunebiya li hewşên pêş malê dihewandin, bi roj dişandin çêrê.

Siba zû, li ciyê bênderan, xelkê mangeyên xwe teslîmî gavan dikirin. Yê ku karê gavaniyê dikir, naxira mangeyan derdixist derveyî bajêr, ciyê ku li çêre hebû, diçêrand û danê êvarê vedigerand ciyê bênderan. Her kesî manga xwe digirt û dibir mal. Karê ku bavê min dikir ev bû. Ez jî bûm şopdarê wî. Zaruyên di emrê min da, zaruyên ku dê û bavên wan halxweş bûn, diçûn dibîstanê. Yên mîna min jî li kuçe û çolan tolaz tolaz digeriyan. Bi biryara bavê min, jiyana min ya beradayî dawî bû.

Her siba Xwedê, niha ji ku diçe nizanim, lê wê demê, rêya kevn ya gundê Babê, li paş taxa Xeyriyeyê, ji rêya Tuxtemirê vediqetiya, ji ber mezelên Babê, navbera rezan re dibihurî û digîhaşt gundê Babê, ji ser wê rêyê, me naxir dibir çêrê. Heta roj diçû ava, li derdora zinarên Helawikê, li dora çemê biniya wê, me naxir diçirand.

Bavê min ne yekî devbelaş bû, lê carcar gava dest bi pitepitê dikir, kesî nikanîbû rawestanda. Di derbarê her pirsê de, gotineke, fikreke wî hebû. Nediçû mizgeftê, nimêj nedikir, lê dîn û baweriya wî bê kêmasî bû. Her cara ku zikê wî têr dibû, ji Xwedê re şikur dikir. Halê me yê xirab, rezîlî, belangazî, neçariya me hewaleyî Xwedê dikir û digot, ´Xwedê kerîm e, qey wê rojekê me jî derxe firehiyê. Yekî xwediyê merhemet, bi wîjdan, tu rojekê ezîyet li dewaran nekir. Naxira xwe, bi fîtik, bang û qîrinê dicivand ser hev, dixist rêzê, disekinand û bi rê dixist. Meriya digot qey bi zimanê hev qisa dikin û ji hev seh dikin. Li hemberî zarokên xwe jî dilhêşk nebû. Li me nedixist, qiseyên çors ji me re nedigotin. Li hemberî diya min, carcar bêhna xwe teng dikir, dimizmizî, lê destê xwe ranedikir.

Di wê payiza bêxêr da, ji bo piçek xwê, tiştê ku min ji bavê xwe nedipa, bi serê min de hat. Bavê min ê bi merhemet, bavê min ê bi wîjdan, ji ber çavê min winda bû, veguherî yekî zordar, hindik mabû ez yekî bikujim.

Wê rojê, êvara dereng em gihîştibûn malê. Ji siba zû heya êvarê, li ber baranê tayekê zuha di kincên me de nemabû. Şilopilo, li ber bayê em qefilî bûn, me xwe bi zorê gîhandibû malê.

Tenê odeyekê me hebû. Me kincên xwe guherandin, li ber sifra xwarinê em rûniştin. Herdu xwîşkên min, Xezal û Gulşayê, temenê yekê çar ya din pênc salî, xwe dan kêleka min, rûniştin. Bavê min ji qutiya tûtinê, cixareyek pêça, hilmek kûr lê da, diya min savara bi aqîtê firingiyan, tevî qûşxanê danî ser sifrê. Pîvazekî hişk qaş kir, qelişand, du perçe danî ber bavê min, perçeyek ji xwe re girt, yek jî danî ber min. Ji tûjiya pîvaz, xwîşkên min nedixwarin.

Bavê min, bêyî gotinek bike, dawî li cixara xwe anî, heta wî destpênekira, me nediwêrî dest bi xwarinê bikira, bi bismîlahûrahmanûrehîm, pariya nanê xwe bi savarê ve dagirt, bir devê xwe. Ji birçîna zikê min qurequr dikir, keldemana ji savarê radibû, hiş li serê min nehîştibû. Min kevçiya xwe ya dar, bi savarê dagirt, devê min şewitî, çav li min sor bûn. Di wê navberê da, bavê min, xwe ji ser sifrê paşve kişand, bi awirek sar ji diya min pirsî.

-Kejê, ka xwê ya vê savarê?

Parî di gewriya diya min de ma, bilez pariya xwe daqultand, herdu xwîşkên min xwe civandin serhev.

-Xwê!

-Erê xwê ya!



-Wele çi bibêjim, ne ku min xwê nexistê, lê..

-Xezal! Rabe here xwê bîne! Got bavê min.

Xezalê li nav çavê diya min mizekir.

-Xwê ya me nema, got diya min. Xwêya ku li mal hebû bes nekir.

-Qey te nikanîbû ji cîranek deyn bikira?

-Her ro duro ez qapiyê cîranan lêdixim, êdî merî ji fediya dikeve binê erdê.

-Ew çi gotine, qey ew jî nayên tiştan ji me deyn nakin!

Diya min keserek kişand, keneke xemgîniyê li serçavê wê veda û tefiya.

-Di mala me de çi heye ku cîran werin deyn bikin! Nermik got.

Qasî bîstekê deng ji bavê min derneket. Hêdîka dest avêt qutiya xwe ya tûtinê, qapaxa qutiyê vekir, li tûtinê mizekir, mîna ku dixwest cixareyek bipêçe, lê dev jê berda, qapaxa qutiyê girt û xist bêrîka xwe.

Ji van gotinan mexseda te çi ye Kejê? Got. Ma qey tu gazincên xwe bi min dikî?

-Ez, gazin mazinan li te nakim, tenê ez ji Xwedê gazincan dikim, got diya min.

-Çi zerara Xwedê ji te re heye keçê hii! Got bavê min.

-Zerara wî ji me re heye tuneye, ez nizanim, bes tu fêdeyek wî heta nuha ji me re nebû.

Eniya bavê min çiqirî, destê xwe avêt qulpên qûşxanê, qûşxane di destan da, serê xwe rakir, çavek li ser asraqên odeyê gerand, fena ku bi Xwedê re qisan bike, “estafulah ya Rebî, tu guneyê vê kêmaqilê bibexşîne” bilêvkir û vegeriya ser diya min.

-Hey kafir qîza kafiran, tu bi çi cesaretî zimanê xwe dirêjî xwedê dikî, got û qûşxana savarê li ser serê diya min valakir.

Çiv ji diya min derneket. Qet li aliyê bavê min mêzenekir. Rabû ser xwe, çarşeva xwe ya şîn li xwe pêça, ji hundur derket. Ew çû şûnda, bavê min jî derket çû qehwê. Wê êvarê ez û xwîşkên xwe birçî raketin.

Wê şevê, diya min çûbû mala xwîşka xwe. Bê xwîşka wê, li bajêr kesek wê tunebû. Sibetirê vegeriya hat malê. Êvarê, li ser sifra xwarinê, dê û bavê min bi hev re qisenekirin, li rûyê hevdu mizenekirin. Di nav bêdengiyê de me şîva xwe xwar û em ji ser sifrê rabûn. Bavê min dîsa çû qehwê.

Neheqiya ku bavê min li diya min kiribû, ez pê êşiyabûm. Erê, ez hîna zaro bûm, hişê min nediçû ser her tiştî, min bi zelalî tişt ji hev venediqetand, lêbelê gere bavê min li diya min wer nekira. Miemala bavê min ne rast bû. Xedir tê hebû, min ev dît. Feqîrê heta êvarê xizmet dikir, li me dinêrî, ji destê wê çi bihata dikir.

Ji wê rojê pêve, dilê min ji bavê min sar bû, min xwe jê dûr girt. Heta ez mecbûr nebûma, min pê re qise nekir. Wexta ew li pêşiya naxirê dimeşiya, min xwe dida paş, gava naxir diçiriya, wî li aliyekî naxirê pal dida, ez li aliyê din bûm. Gava hewil dida xwe ku bi min re qisa bike, min cewaba wî nedida. Gava ez pir mecbûr dibûm, min serê xwe li ba dikir. Dubendiya me heta roja ku mangeyek ji naxirê wendabû ajot.

Wê êvarê, li ciyê bênderan, her kesî manga xwe da ber xwe û çûn malê. Bê me û xwediyê mangeya wendayî kes nema. Xwediyê mangê jî yekî tewtewe, bejna wî evqas dirêj, qoqa wî bi ezmana diket. Me zêde hevdu nas nedikir. Ew jî nû hatibû Swêregê.

-Ka no mangeya min kotîdiro, got mêrêk.

Ez û bavê xwe li ciyê xwe qerisîn. Mêrêk li me mize dike û em jî li hev mize dikin.

-Ka va mangeya law!

-Ez çi zanim, bavo! Min got qey te jimartî ye!

-Gava min jimart, temam bûn. Ma qey neket binê erdê! Em ê paşda vegerin, dibe ku ketibe nav rez mezan.

-La çi pilpila şima yo? Ez mangeya xwe pers kena, şima xwe miyandê pilpil kenê!..

-Bêhna xwe fireh bike bavê min! Em ê bi destûra Xwedê manga te bibînin. Li serê me qiyametê rameke ez heyran! Got bavê min.

-Ortê rojî de senî mange vinîbeno la! Qey şima qerfê xwe kenê?

-Bavê min, çavê min! Em ê ji bo çi qerfê xwe bi te bikin, got bavê min. Xwest mêrêk sinûx bike, lê havil li mêrik nekir.

-Ez çizana la! Şima sûkijî hemê sextekarê!

-Te dinya nediye, xêr e? Wendabûyina mangeyan tiştekî ecib nîne. Niha em ê delalekî bi kuça xin, wê manga te bibîne. Ev çi beqabeqa te ye?

-Ez delal melalî nêzana! Manga xwe şima re wazena. Şima anê anê, niyanê edo çimê şima re veca!

Wexta mêrêk got, “edo çimê şi ma re veca”, bavê min xwe pênegirt.

-Dev ji vê gevezetiyê berde, birê min! Em ê manga te bibînin. Got.

-Geveze tiyê la, got mêrêk û gurmista xwe dawşand serçavê bavê min.

Bavê min gêrî erdê bû, çoyê destê wî pekiya aliyekî. Ji dev û pozê wî xwîn pijiqî, mîna sergêjan carek du car li dora xwe fitilî, rabû ser xwe, bi piyê xwe xwîna dev û pozê xwe pak kir, di bin çava re li dora xwe mize kir, ez bawer dikim li çoyê xwe digeriya, lê mêrêk firsend neda, ji paşve xwe gîhand, pêîneke bi qewet li newqa bavê min da, bavê min tepeteqle qulibî erdê. Wê gavê, dinya li ber çavê min reş bû, min çi kir, çawa kir ez nizanim. Ji paş ve ez gîhaştim mêrêk, min kêra xwe ya desta di çîpê wî de daçiqand. Borînek wisa bi mêrêk ket ku qet pirs mekin, ew qelefatê gran bi devûrû ket erdê, min lê da, çîp û kulêmeka wî min qulqulî kir. Ji aliyekî min kêr dikir û ji aliyê din jî ez bi ser de diqiriyam.

-Ma sextekarê haa!!! Ma sextekarê haa! Ma sextekarê haa!

Her cara ku min kêra xwe dadiçiqand, orîna wî erd û ezman diqelişand. Wê gavê bavê min, daf li min neda û ez dûr nexistama, sedî sed min ê ew bikuşta.

-Bênamûsê bê bêhisyet! Mîna meriya te qisebikira, ne dibû! Vê êvara Xwedê ji bo çi te bela xwe di me gerand hiii!

Bavê min got, pêînekî li kêleka wî da, mêrêk bû du qatî, qarqara wî hat birîn û hew deng jê hat.

-Xwe bilezîne lawo, mêrêk dimire!

Bi bayê bezê me berê xwe da mal. Wê êvarê û wê saetê, me qap û qacaxê xwe dan hev û em ji malê derketin.

Em çûn gundê Kevrokê, gundê Mendo axa. Bavê min got em ê biçin wir û me jî da dû, di tariya êvarê da, me da ser rêya Şerabtûlê, niha jê re dibêjin, rêya Bûcêx. Lê berê wer nebû, xelkê digot, rêya Şerabtûlê. Rêya ku di başûrê wê de diçû, rêya Hesenwêranê û ya biniya wê jî riya Gozlegê bû, ji ber taxa Serebê destpêdikir û ji ber mezelên sipî dibihurî.

Piştî kêrkirina wî mêrêkî, meriya digot qey barekê giran ji ser pişta min rabûbû.

Min ji bîra kir bibêjim, navê min Temo ye. Eger Xwedê qismet bike, carekê din ez ê ji we re behsa gundê Kevrokê û Mendo axa bikim.

2012.11.02

Paşa Brodrêj

**

Çêlkewên hustuxwar



Weşandin: 11/04/2009 , Enwer Karahan

Sibeheke hezîranê bû ku bayekî hênik xwe ji lata di ser şêniyên me re li rûyê mirovî radipelikand; tîrêjên rojê ji paş çiyayî ve xwe li derdawkên darên zeytûn û mişmişan radikişand. Min xwe di kozika li ser kaniyê kiribû qoncik û min li dengê wê kewê guhdarî dikir ku ew ji pala latê dihat. Min bi dîqet di qulikên kozikê re li rêya nêçîrê dinêrî ku ew bê ser avê. Ew bi teqil bû û ez bi sebir bûm. Me weha di ber hev de dida.

Di wê bêdengiya li binê wê bilindahiyê de, bîhna gîha û deviyên bejî li ber sura bayî diket û ew nezarê ku di bin siya wê latê de di bin kimkimiya taswasekê de difetisî û bîhneke tûj li derûdora xwe belav dikir ku mirov ji ser hişê xwe ve dibir û xilmaşiyek bi yekî re çêdikir.

Ji nişka ve mêkeweke sûsik li ser avzêmê, li binya tûmekî xirnûbê xuya bû.

Kewê du caran nikulê xwe di avê dakir û qirika xwe ber bi ezmên ve qiyame kir. Ew bû mîna pêsîra çepê ya keçeke naşî.

Min devê çifteyê di qulika kozikê re dirêj kir û min ew û niçikê li serê lûleyê kirin yek… Serê pêsîrê ricifî, reqisî û dû re perpitî.

Bi girmîniyê re çend perik bi hewayê ketin û dixaneke wek gilokeke jihevdeketî bi ber çavên min ket; dû re, bînha bahrûdeke tûj tev li wê bîhna kovî ya binê wî zinarî bû û çemekî ji şîrê ji serê memikê keçekê herikî; ew tev li dimsa tiriyê mazrone bû û qirş û qalên gunehên navseretiya min bi xwe re herikand, ew bû berfdimskeke lewitî.

Ez bi awayekî duqatbûyî ji kozikê derketim û min ber bi termê kewê ve bazda. Ew li ser hêlekê ketibû û ling û bazikên wê xirxilî bûn. Berkurka wê wit î vala bû ku ew mîna lûlaveke derbûyî çilmisî bû… Min xwe daqûl kir ku ez rahêlim nêçîra xwe; min dît ku 10–12 çêlkew ji dora termê kewê bûn zîbeq û pekiyan, her yek bi hêlekê de pengizî û bi ber wî çemê şîrê naşiyê ketin.

Bêyî ku ez rahêlim kewa li erdê, min li wan temaşe kir û ez di bêdengiya gomikên wî çemî de vegevizîm…

Çavên min û yên çêlkewekê ji wan çêlkewan ket hundirê hevdu. Çavên wê di çavên min de biriqandin, xirekek bi ser şîrê çemê keçikaniyê ket; wê xofeke bêhawe bi min re çêkir. Ez ricifîm. Qutifîm. Sar sekinîm.

Dû re, ew bi yek hilmê çû xwe di nav çaviya deviyeke hizîzkê de veşart.

Min xwe li ber termê kewa li erdê bera ser tutukan da; min cixareyek pêça û agir pêxist; min gulpeke mezik kişand pişika xwe û berneda…

Ez kûr çûm û li ber çavên min rewrewkek çêbû. Ez nizanim bê ez difikirîm yan jî min li wê nuxteya xumam dinêrî ku ji wê kêliyê dûr bûbûm.

Bêyî ku ez rahêlim kewê, ez ji ber serê wê rabûm û min wê gavê, li ba xwe ahd kir ku ez ê nema nêçîrê bikim.

Ez bi bîstgavekî bi dûr ketim û min dîsa li dû xwe nêrî. Ew çêlkewên ku gavkek berê ji ber heybeta min baz dabûn, dîsa vegeriyabûn ser termê maka xwe, bi nikulên xwe yên turûncî ew ditiktikandin.

**

Sîno bû efendî



Weşandin: 12/04/2009 , Bûbê Eser

Sîno xortekî ji Xozberiya gundê Dêrika Çiyayê Mazî bû û nuh zewicî bû. Li Xozberiyê tu karê ku wî bikira tunebû. Ji bona bikaribe ji xwe re karekî bibîne, debara mala xwe bike, mal ji gund biribû Diyarbekirê. Bi hêvîya ku karekî bikî, hatibû bajêr. Ji xwe re xanîyek kirê kiribû, mala xwe têde bi cîh kiribû. Lê kar dîtin, li bajarê Diyarbekirê ne weha hêsan bû. Ji ber ku rojê bi dehan kesên weke Sino ji gundan dihatin bajêr. Sîno her roj ji xwe re li kar digeriya, lê tu kar bi destnedixist. Hêvî, bîr û baweriyên ku ew ê êdî ji xwe re karekî bibîne pêre kêm bû bûn. Wî dikir û nedikir nikarîbû tu kar bidestbixista, da ku debara mala xwe bikira. Ji hemû nas û dostan daw û doza kar dikir, lê bê fêde bû. Pereyên ji gund teva xwe anîbû li ber qedandinê bû. Bi hatina Diyarbekirê poşman bû bû, lê êdî poşmaniyê tu fêde nedida wî. Vegere wî jî zehmet bû, ji ber ku hemû hebûnên xwe yên gund firotibû.

Sîno her roj serê sibê ji mal derdiket, li kar digeriya, carina diçû hala sebze, (zêrzewat) kamyonên tije dihatin û diçûn. Ji bona tijekirin û valakirina wan, kesî bangî wî nedikirin, ji ber ku mirovên wan kamyonan ji berê de dihatin amadekirin. Carina jî ew berbi kesên bi erebeyên destan ji xwe re fêkî difrotin diçû û ji wan dipirsî:

-Pismam, ma gelo ev kar çawa ye? Ez nû ji gund hatime, ji xwe re li kar digerim. Li kar digerim, lê tu karê ku ez ê bibînim tune ye. Gelo tu nikarî aqilekî bide min, alîkariya min bikî?

-Kuro tu jî weke me ev kesên li vir bi seden e, ji xwe re erebeyeke destan bikirî. Serê sibeyan were halê fêkiyên xwe bistîne, bi kuçên Diyaberkirê bikeve û ji xwe re dest bifirotina sebzeyan bike. Wê ev kar ne gelekî qenc be, lê dikare îdare mala te ji tuneyî çêtir, bike.

Pişti ku Sîno hate malê, li ser wê pêşniyara kesê erebecî, fikirî, ponijî û ew kar berbi serê wî jî çû. Ji ber vê bû, pereyên xwe yên mayî jimart, lê têra kirîna erebeyekê nedikir, loma bazînekî jina xwe Fato jî firot, erebeyeke xwe kirî. Kirîna erebeyê, mesref û îzna wê ya ji beledîyê derxist, li ser wî bi bihayekî giran rûnîştibû. Lê wî digot: “Xem nîne, hela ez carekê dest bi kar bikim, ez ê deynê xwe hemûyan bidim”. Ew jî weke bi seden kesên din, serê siban li halê hazir dibû, fîkiyê erzan ji xwe re dikirî dûre bi kuçê û kolanên Diyarbekirê diket û digot:

-lsot, îsoot, bacan, xiyar, taze ne, taaaze , eger ne baş be nekire…

Sîno jî weke hevalên xwe, bi zikekî têr dudên birçî fêrî vî karî bû bû. Destpêkiribû lê ji ber hin nezaniyên wî ya destpêkirina karekî weha, ew di bin dehyna de mabû, ne têrxwerina wî hebû, ne jî rehetiya wan.

Di salên heftêyî de, doza şoreşgerîyê li welêt gelekî bilind bû bû. Di warên burokrasiyê de gelek tîşt bi hukmê tirs û zorê bi destên xwendevanên welatperwer dihat kirin.

Birayê Sîno yê xwendekarê unîwersîtê Serdar, ji halê kekê xwe gelekî ne rehet bû bû, ji ber ku pênc zaroyên Sîno hebûn û îdara wan bi wî karê ku wî dikir nedihat. Meriv dikare bêje ku hema hema giş birçî bûn û bi serde jî kirêya xanî hebû. Serdar fikirî ku jî kekê xwe Sîno re dîplomeyekê bi rêya nas û dostan derxe da ku; bikaribe kekê xwe di daîreyeke dewletê de bi cî bike. Loma ew bi çend mamosteyên nas re axifî, piştî çend îmtîhanên formalîte, ji kekê xwe re dîploma xwendina serete ango ya bîngehîn (destpêk) girt. Dîsa bi rêya nas û dostan ew di bankeyekê de weke mustahdemekî (Xademe) bi kadro kir. Kêfa Sîno û mala wî ji ber vê yekê li cîh bû. Sîno di bankeyekê de bû bû efendî.


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   49   50   51   52   53   54   55   56   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin