ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə68/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   64   65   66   67   68   69   70   71   ...   206

Li cem mîr her tişt hebû, dewlemendiya dinê, sipehîtiya jinan, rengê mirarî û gewheran û xweşdiliya azahîyê.

Di koşa qesra xwe de canê xwe ê westayî divêsihand û rojên jîna xwe ên paşîn bi kêyfê diborandin.

Kurê wî Gurgîn xortekî camêr û mêrxas bû û navê bavê xwe her bilindtir dikir. Ji talanên wî gencîneyên qesrê û xezîneyên serayan tejî bû bûn.

Mîr Tacîn ji Gurgîn re her bi çavên hejkirinê mêze dikir. Wî dizanî ko destê wî de navê wî tucar ji rewşa xwe winda nake, her bi nav û dengtir dibe û her di nav dost û dujminan de xweyrûmet dimîne.

Gurgîn ji her talanî qimaş û qedîfeyên giranbiha û şûrên qevdzêr û kalanzîv, gerdeniyên mirarîkirî, mehfûr û xalîçeyên hevrûşim û keç û jinên rûperî dianî mal.

Rojek ji rojan Gurgîn di şerekî mezin de zora Tirko birî bû. Xelkê Kurdîstanê pê şa bû bûn.

Mîr, axa û serokên eşîran koçer û dêmanî hemî, ji bo serdana wî hatin û di burca bavê wî de heft roj û heft şevan jêr e dawet û şahînet danîn. şeva xelasekê bavê wî ji textê xwe hat xwar li kurê xwe nêrî û jê re got:

— Tu kurekî çak î Gurgîn, Xwedê her arîkarê te be, Xwedê çiqas mezin e; di jîna min de mêrxasîya te nîşa min kir û ez bi çavên xwe ên qerimî dibînim ko navê min û navê malbata min dê bi te her bijî.

Te daye ser bavê xwe ve.

Xwedêyo ez her evdê te me, te kurekî baş, kurekî bi hiş û bîr, kurekî destvekirî da min. Gurgîn, de ji min re bêje, bavê te dixwazî ji te re tiştekî bigerîne dîyarî, ka dilê te çi dixwaze? Her çi tiştê ko daxwaza dilê te ye divê jê bigirî.

Dengê bavê wî hê neqedîya bû, çavên Gurgîn wek stêrên ezmanan çirisîn û wî bi dengekî lerizî got:

— Bavê min, mîrê min ê mezin, ji min re keça çiyayên şingarê Perîxanê bide, daxwaza dilê min ev e!!!

Mîr bêhnekê bêdeng ma û xwe ker kir, hawara dilê xwe a bi şewat dibîhîst.

Pişt re bi dengekî xwurt û lez got:

— Wê bistîne, piştî belavbûna dahwetê bila ji te re be!

Gurgîn sor bû, çavên wî ji şahîyê çirisîn, ji cîyê xwe rabû û ji bavê xwe re got:

— Min zanî te ew da min, bavê min fermandarê min ê mezin, ez xulamê te me.

Ez xwîna xwe li ber te de didim, ew xwîn ya te ye, wê dilop, dilop ji canê min bikêşe! Mîr got:

— Ez tiştekî naxwazim û serê wî ket ser singê wî.

Piştî saetekê dawet firikî û herdu di tenişta hev de bêdeng diçûn bal alîyê malê ve. şev gelek tarî û reş bû. Ewrî qeteke ji ezmanan û rûyê stêran veşartî bû. Bav û kur wisa dimeşiyan, naxir Tacîn dest bi gotinê kir û jê re got:

— Roj bi roj jîna min vedimire û dilê min î pîr her roj sisttir dibe û agirê sîngê min her xwe kêm dike, tinê hejkirinê şingarîya xweş bû bû ronî û germîya jîna min, Gurgîn ka ji min re bêje, tu gelek hej jê dikî? Ji carîyên malê bi sedan bistîne tinê bila ew bimîne nîk min.

Gurgîn bi dengekî tahl bîhna xwe dikişand. Mîr ji nûve got:

— Di dinyayê de çend rojên min mane, tinê çend rojên kurt,.. rojên bi hejmar. şahîya dilê min a paşîn Perîxan bû. Ew min nas dike, hej ji min dike û dikare sebra xwe bi min bîne.

— Ji bilî wê kî dikare ji min, ji vî mirovê pîr û ketî hez bike, tu kes.., kes ji wan..,

Gurgîn bê deng dima.

Çawan ez dikarim jînê de bimînim û ez bizanim ko tu wê himbêz û maç dikî?

Ko xeberdan li ser jinan e, ne bav heye, ne jî kur; Gurgîn!

Êvara jîna min dê ji min re gelek dişwar bibe.

Ji min re xweştir bû, ger birînên min ên kevin vebûyan, xwîna min jê birejîha û min ev şev nedîta.

Kurê wî dîsa bêdeng dima.

Li ber derîyê malê rawestan. Her duwan serê xwe xistin ber xwe de.

Dormedora wan reş bû, bayekî xwurt pencere yên qesrê di hejandin di serbanande, di nav şax û çiqlên daran de, straneke kûvî distra.

Gurgîn bi dengekî nerm ji bavê xwe re got:

— Bavê min, ez ji mêj ve jê hezdikim.

Bavê wî lê vegerand û got:

— Belê ez vê dizanim û dizanim jî ko ew hej te nake.

Gurgîn got:

— Kengê ew tê bîra min, dibînim ko dilê min her pê ve girêdayî ye. Methelokên me xweş in, dibêjin jin ji şerî dişwartir e, ko spehî ne dilê bîyanîyan dikeve wan, ko kirêt in dilê mêrên xwe ezêb dibîne. Mîr got:

— Hikmet û gotinên kûr ne dermanên êşa dilan e, kurê wî lê vegerand:

— Ma bavê min, daxwaza me pêşberê hev de girî û gazind e, ma em pê dilnermkirina hev digerin..

Mîr serê xwe ê porspî rakir û bi çavên kovan û keser li kurê xwe nêrî, kurê wî got: Dixwazî em wê bikujin?

— Tu ji min û ji wê zeydetir hej nefsa xwe dikî.

— Tu jî. Dîsan her du bêdeng man, pişt re Mîr got: Belê ez jî!

Mîr ji kul û qehrên vê demê wek zarokekî lê hati bû. Kurê wî ji nû ve pirskir: Çawan dibêjî... dixwazî em wê bikujin? Bavê wî bi dengekî girîn got: Ez nikarim wê bidim te... ji min nayê!! Kurê wî got: Lê ez jî êdî nikarim bê wê bisekinim, an min bikuje an wê bide min, kurik dîsa jê pirskir: Dixwazî em wê bavêjin avê?! Dengê bavê wî wek di xewnê de hatê: Bele emê wê bavêjin avê.

Her du ketin aliyê malê, Perîxan ser xalîçeyeke spehî û rengîn raza bû, pêş wê de sekinîn û lê nêrîn. Hêstirên germ ji çavên Mîr diketin ser riha wî a spî û di ser wê de wek mirarîyan dibiriqîn. Kurê wî bi zor û zahmet xwe digirt, bi dengekî zirav bakirê.

Gava Perîxan ji xewê şîyar bû û Mîr dît. Lêvên xwe ên sor da wî û jê re got:

— Eyloyê pîr min maç ke! Mîr dengê xwe nerm kir û bi melûlî got: Ji cihê xwe rabe...divê bi me re bêyî... Kengê Perîxanê ew dîtin iş çi ye zûka seh kir, ji ber ko zêrek bû, hema got: Ez têm. Qerara we ev e, ne ji bo te ne jî ji bo wî, mêrxas wisan dikin. Her sê bêdeng bal avê ve diçûn. Ser şîvereke asê û xwehrûviç bayî bi dengekî kûvî lib li ber xwe dibir.

Perîxan nazik bû, zûka westîya, lê çawan ew xirayî bû ne dixwest hevalên wê pê bihesine. Gava Gurgîn dît ko Perîxan şûnde dimîne jê re got: Tu ditirsî?

Perîxanê tiştek ne got, bi çavên xwe ên delal mêze wî kir û pêyên xwe î qusayî û bixwîn nîşa wî dan. Gurgîn destên xwe dirêj kirê û got: Ezê te hilgirim! Perîxanê xwe avêt bedena Mîr, zendên xwe li stoyê Eyloyê xwe werandin, Mîr ew hilanî û li ser zendên xwe wek guhekî sivik hilgirt. Perîxanê bi destên xwe çiqlên daran dida alîkî û rûyê xwe jê vedida. Gurgîn ji paş ve dihat ji nişka ve bavê xwe re got: Bihêle ezê bikevim pêşiyê, revîna agirê sor dikeve dilê min, ez ditirsim xencerekê li stoyê te bidim.

Mîr got: Here pêşiyê; bila Xwedê li qusûra te menêre, ji vê gotinê, min tu efu kirî, hevîn çi ye ez dizanim. Êdî guşguşa dengê avê dihat. Gava gihan serê zinarekî mezin, di bin de, di reşiya şevê de, ava şetî wek kortaleke kûr û tarî ji wan re xuya bû.

Bi dengekî tehl pêlên avê; kefdidan û diherikîn. Ev der sar, hov, têrtirs û tomet bû.

Mîr Perîxan maç kir û got: Xwedê bi te re be. Gurgîn jî xwe di pêşberê wê de nizm kir û got: Xwedê bi te re be. Perîxanê berê xwe da kortala ko tê de şekên avê strana mirinê distiran. Gava ew ket ber rexê kortalê, laşê wê lerizî û singê xwe bi destê xwe givaşt û got: Min bavêjin!!

Di wextê ko Gurgîn destên xwe dirêj dikir wê û bihna xwe bi kovan dihilkêşa; Mîr Perîxan ber sîngê xwe ve hilanî, givaşt, maç kir û ji serê zinarî avêt avê de. Tu deng û axîn jê sehnekirin.

Ezman reş, ewr hê tarîtir dibû, dengê bayî êdî dengê mirinê bû. Gurgîn ji bavê xwe re got: Bavo de em herin, Mîr hêdî, hêdî digot: Bisekine û bala xwe dida, heçko guhdarîya dengekî dikir, lê tu deng ne dihat. Wextek borî, kurê wî dîsa got: Bavo, de em herin, Mîr lê vegerand:

— Bîhneke din bisekine. Wextekî dî borî, û Mîr got: De were em herin. Çend gavan bi hev re çûn, ji nişka ve Mîr sekinî û got: Ma ez diçim ku?!.. Ma ez ji bo çi diçim?! Jîna min hemû bi wê re bû, ma ko ew çû jiyîn û rihetî ji bo min çi ne, ji çi re ne? Bi kêrî çi tên. Ez pîr im, kes êdî hej min nake û jîna bê hevîn ma ne dînîtî ye? Kurê wî got:

— Bavê min tu bi nav û deng î; di destê te de girtin û berdan û dewlemendî heye.. Mîr got: Gurgîn ji lêva wê, ji lêva Perîxanê, ramûsanekê bide min û dewlemendîya min ji xwe re bive. Ew tiştên ko te jimartin, tiştên mirî û bêcan in, tenê hevîn û jîn rengdar û bihndar in, kanîya jîyanê jin e. Yê ko bêhevîn e, bê jiyîn e, perîşan e û rojên wî bi xem û keser, bi kovan û hêstir in. Bila xwedê her arîkarîya te bike Gurgîn, şev û rojên te bi tenahî û xweşî biborin. Mîr ev xeber gotin û dest çûyina alîyê avê ve kir. Gurgîn qîrek da û got:

— Bavo!! û sekinî, nikarî bû tiştek din bi ser ve zeyde bike, ji zelamê ko jîna wî jê re tahl bûye û mirin pê dikene û wî gazî ba xwe dike, jê re çi tê gotin. Bavê wî lê vegerand: Dev ji min berde. Kurê wî got: Û Xwedê.

Mîr got: Ew her tiştî dizane û bilez giha serê zinarî û xwe avêt avê. Dengê bayî li nav dar û çiyan xwurt û tîj dihat. Gurgîn berê xwe da ezmanan û gazî kir: Xwedêyo!! Ji min re jî dilekî xwurt bide.

Çavên Mîr Tacîn, di şeva mirinê a tarî de, welê neqihan.

-------------------------

© Nivîskar û Nefel

-----------------------------------

Nivîskar: KAMIRAN ALÎ BEDIR-XAN

Weşandin: 2005-06-25

**

Guneh



Carekê min di kitêbekê de xwendibû:

“Serhatiyê meriv çiqas kevnar be, di mejiyê meriv de hewqas şopên kûr dihêle…”

Rast jî wisan e: tiştên ko min di biçûkiya xwe de dîtine, serhatiyê wê gavê îro pir qenc, gelek bi zelalî tên bîra min.. Lê tiştin hene ko dihî, pêr min dîtine; an bihîstine, an jî hatine serê min bi xwe, îro zû bi zû nayên heşê min…

Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye; ji lewra bîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cîh digrin û her ko zeman derbas dibe şopên kûr dihêlin.. Eve yek ji serhatiyê biçûkî:

Bihar, diqediya. Havînê, nih dest pê dikir. Êdin herkes ji germa rojê direviyan; xwe davêtin bin sîha darekê an dîwarekî…

Piştî xwendineke heyş mehan, dibistana me jî deriyê xwe li digirt… Ez, bi xwe pir kêfxweş bûm; heşt meh xwendin, di nav wê girigêç û hay û hûyê de, di nav wan dîwarên teng û tarî de, ne tenê canêmin, rihê, min bi xwe jî bawî bû bû…

Gava mamosteyê me mizgîna belavkirina dibistanê ya havînê da me, ne tenê ez, hemû suxteyên dibistanê mîna çivîkên ji qesefê azad bibin, çirevîtik didan xwe,kumên xwe ber bi ezmanan davêtin û digotin: Her bijî Mamosta! Her bijî Mamosta!… Tenê sê, çar zarokên tiral digiriyan, di sinifa xwe de ma bûn, û li ber mamoste û hevalên xwe rûsar diman: Tirsa dê û bavê wan jî da bû ser dilê wan, bêhemd ji çavê wan hêsir diherikîn. Giyiyê van zarokan hinek kêfa min kêmtir dikir, dilê min bi halê wan dişewitî…

***


Piştî girtina dibistanê qederek derbas bû bû; rind naê bîra min, Xwedê zane mehan an meh û nîvek. Ez û çend hevalê xwe ji ser zinarekî derbasî ser latekê dibûn, kaş bi kaş, newal bi newal li hêlîna çûkan digeriyan; bi saetan ve bi dû çêlikê wan ên nihfirî diketin; me ew digirtin, ew heuwanê bê zar û ziman heta di nav pepikê me de bimiran, me bi wan dilîstin…

Em, carina serqot, carina jî pêxwas digeriyan û ji vî halê xwe bêtir şa dibûn. Kum û sol û cilê me ji me re teng dihatin, bi her hawayî me dixwest em serberst bin…

Çiqas car histiriyê kaşan lingên me diqelaşt, û kelemên wan dar û deviyan lingê me xwin dikirin. Dîsa ne xema me bû. Haya me ji me tune bû; lîsk, serbestî, azadî em semest û serxweş dikirin… Çend caran me ji dê û bavê xwe gotinên tahl dibêhîstin, dîsa me guh nedida wan…

Piştî heşt meh zwendin û ew jiyana zindanî, sê çar mehê havînê serbestî para me bû heqê kesî tune bû me ji vê azadiyê bê par bike.

Rojekê min û sê çar hevalan me gotina xwe kirin yek: emê biçûna Şikefta Bilxêrê, nêçira çêlkewan… Şikeft sê çar saetan ji gundê me dûr bû. Ji ber germa havînê kewan teva çêlikên xwe, xwe davêtin bi sîha vî şikeftê. Di şikeftê de kaniyek jî hebû. Lê şikef ne xalî bû; çihê pîebok, cin û periyan bû. Heta min ji pîrika xwe carekê bîhîst ko Şikefta Bilxêrê paytextê padîşahê cin û periyan e, kes ne wêrî bû here hundirê vê şikedtê.Heta peyayên mezin bi xwe jî taqet ne dikirin. Lê zarotî. Ji bona nêçira çêlkewan, ne cin li bert çavê me xuya bûn ne perî… Ji xwe me dixwest cara ewilî em vî mêraniyê nîşan bidin; di şikefta cin û periyan de nêçira çêlkewan bikin.

Reşo û Remo li ber derç man, ez û Cemo jî ketin hundirê şikeftê; ha li vir, ha li wir me sê çar çêlkew girtin. Ew pir biçûk bûn, nikarî bifiriyan. Di wê gavê de dinya bi qenc û xezînê xwe ve bidana me, em hewqas kêfxweş û dilgeş ne dibûn. Lê em hebekî westiyan; li ber derê şikeftê darek tûê habû, em li bin sîha wê rûniştin, me him xwe rehet dikir, him jî him jî em bi nêçirên xwe şa dibûn… Hingî Cemo tî bû bû; dixwest here hundirê şikeftê avê vexwe, lê bi tenê ne wêrî bû. Min dizanû bû li xwe danîne ji kesî re bibêje: bi min re were hundirê şikeftê, ez ne wêrim bi tenê, ez ne wêrim bi tenê herim. Min, bêguman dizanî bû ewê bi tenê here… Di wê gavê de şeytaniyek hate bîra min. Min xwe ji wan vedizî û ketim hundirê şikeftê. Ne Cemo û ne jî tu hevalan çûyina min a şikeftê ne dîtin. Min di quncikekê de xwe veşart. Min dît Cemo hêdî hêdî, bi tirs lingê xwe davêje û tê. Şikeft tarî bû, hêj av venexwari bû, gava nêzîkî min bû, ji nişka ve, bi dengekî bilind min go: pix…! Pix!

Heyhat!… Cemo, di dilê xwe de got qet cin e, bi tirseke mezin veciniqî û ket erdê; dev û diranê wî ketin hev. Çiqas min deng li kir qet li min venegerand. Bi tenê çend caran çavê xwe vekir û bi tirs li min nêrî. Çavê wî ê kesk di nav tariya şikeftê demîna du cincîqan diçirisîn… Hingê min fam kir ko min qebehetea, an hêj bêtir, gunehekî mezin kir. Ez çûm cem hevalan û min ji wan re got: werin bê çi li Cemo hatiye?

Em her sê çûn cem wî, çiqas me kir ne kir me nikarî bû ew ji cihê wî bilivanda. Ji xwe em giş zarok bûn, em her sê çar jî, heft heşt salî bûn… Hingê dengê bilûrekê ji dûra vehezin hezin dihat. Me dizanî bû xwediyê vê bilûrê şivanek e. Reşo û Remo li ber Cemo man, min xwe li dengê bilûrê girt. Piştî qederekê min xwe gîhand şivên û min serhetiya me ji wê re got. Şivan. Ji dûr ve, merivê Cemo dihat; pezê xwe sipart hevalekî xwe û bi min re hat şikeftê; Cemo li pişta xwe kir û em bi hev re vegeriyan gund. Hij zimanê Cemo ne digeriya, min jî ji fediyan, qebeheta xwe vedişart, heta min ji hevalê xwe re jî rastî ne digot.

Em çawan vedigeriyan gund? Dê û bavê Cemo ewê ji me re çi bigotina. Me ê ji dê û bavê xwe re bigota çi? Çar ne çar em diçûn.

Çîroka me zû li nav gund belav bû. Bavê min, di mal de ez heps kirim. Min bîhîst ko hevalên min jî mîna min heps kirine. Hêj jî zimanê Cemo venebû bû. Her kesî digot: Ciniyê wî şeytanî ye, ne rehmanî ye û gişan, ji dawiya Cemo ditirsiyan, tenê Şêx Sedeqe…

Şûx Sedeqe, bi cin û periyan dizanî bû. Ev kalê rîsipî ko zeman pişta wî xwar kiri bû, bi nav û deng bû… Eslê wî ya ji Mekê bû ya ji Medînê… Min bîhîst ko şêx, ji bavê Cemo re gotiye. ”Heke tu deh zêran (pênc pêşin, pênc paşin) bidî min ezê kurê te rehet bikim…” Bavê Cemo jî qayil bû bû û goti bû “Tu kurê min rehet bike mal û milkê min giş ji te re pêşkêş in…”

Êdîn her kesî hêvî dikir ko şêx ewê Cemo rehet bike… Tenê min bawer ne dikir. Min derd û êşa Cemo ji Şêx bêtir ş çêtr zanê bû…

Gava Cemo birin cen şêx, şêx ez jî xwestim nik xwe, û ji min çend pirs kirin: “Wexta ko Cemo çû şikeftê, cihê ko keti bû xwar, û çiqas nêzîkî qoziya çepê bû, çiqas nêzîkî qoziya rsatê bû??” û bi kêtêba xwe dinêrî û bi qelema xwe a qîjotî li ser kaxetekê çend xêz û nixtik çêdikir ş serê xwe dihejand û digot: “Min fam kir… Min nas kir kîjan cin e… ev cinekî şeytanî ye, jî re dibêjin: polotox…”

Paşê li ser neynûkên dest û lingê Cemo bi qelema xwe tiştin nivîsand û got “Min cin di laşê wî de heps kir, heta ez wî ne kujim, bera nadin, ka ji min re destek şivê ter bînin”.

Xulamê wî Dilo, gurzek şivê hinarê jê re anîn û bi lingê Cemo girt û bilind kir, şêxê wî jî, şiv bi şiv di lingê wî zarokê reban dişkand… Cemoyê ko heta wê gavê zimanê wî ne digeriya qîrîna wî diçû ezmanan. Lê şêx digot “ev ne dengê Cemo ye, hêj zinanê wî girêdayî ye û dest bi lêxistina xwe dikir û digot: Efrît… şeytan… ma tu tu ji destê min bi kû de birevî” û bi zimanê cinan çend pirs li ser dikirin: têmatim… tenatin… şin… şin…

Xwîn ji bin lingê reben diherikî, gava her darek li bin lingê reben diket, tîrên birûskê li dilê min dixist… Min nikarî bû rastî bigota. Ew roj ne bû êvar., Cemoyê reben ji ber darên wî zalimê xedar mir.

***

Ev bû bîst, bîst û çend sal… ev çîrok li serê min qewimiye. Hêj ji bîra min ne çû ye. Ji min re bûye derdek, di hundirê min de bûye girêkek, di dilê min de bûye birînek… birîneke pir kûr. Sal bi sal nêm û kêma wê bêtir, êşa wê zêdetir dibe. Giyanê min ji ber diheje… Gelek caran, Cemo di xewna xwe de dibînim; li hember min melûl melûl disekine û bi gilî û gazin ji min re dibêje, bêbext… bêbext!



A-Zîwan: 28-1-942

-------------------------

© Nivîskar, Nûdem û Nefel

-----------------------------------

Nivîskar: QEDRÎ CAN

Weşandin: 2005-06-25

Xwendin: 10475

**

Were dotmam



Ji Haco axa re

[ŞAM, 1935] — Dotmam welê ye, heta mirov xwe nas dikit mirov emrê xwe xelas dikit.

Ez pîr bûme. Di derxika canê min de çil Buhar bişkivîne. Qurma bedena min çil Zivistan dîtine. Bi sedan ba û bahosan ew hejandine, bê hejmar berf û baran tê re çûne.

Herwekî dibêjin ciwanî bizaniya pîrî bikariya. Lê pesn ji Xwedê re ko hêj ewçend ne pîr im ko nikarim.

Wekê ez jî ciwan bûm, simbêl hêj nû avêti bûn ser lêvên min, dilê min bi hevîniya delalan hildavêt, hon ne yek, ne dudo, ne deh, ne bîst bûn. Kej û gewr, esmer û genimî, bejnbilind û navîn, kinên we jî hebûn.

Hon hemî ji min, ji me re bûn. Me kîjan bixwesta, ne ewê, ne mamên me, ne digotin no. Lê min, me hemîyan nizanî bûn. Çavên me bi we, bi bedewîya can û giyanê we ne diket.

Me dev ji we berda bûn. Yekî biyanî dihat, hon dixwestin. Me ji xwe re ne dikir namûs. Hon dibirin. Hon bêqedr dikirin. Di rêzika dinyayê de hon tayih dibûn. Ev ne sûcê we, lê yê me bû.

Hon di gulistana mala me de gul û bişkojin bûn. Baxvan û dîdevanên we em bûn. Bihna we a xweş, rengê we ê geş û birewş tu dibêjî qey ne ji me re bûn. Em pê ne dihesiyan. Me ew ne didîtin.

Yek dihat, destê xwe drêjî we dikir, hon diçinîn, dibirin. Pêde welê bû. Hon, gulên gulistana me dihatin çinîn, me guh ne dida, em pê bendewar ne dibûn.

Rojekê, me hew dît, gulistan bê gul, daristan bê bilbil maye.

Em di himbêza jinên biyanî, hon di bin çengê mêrên nenas de.

Bi vî awayî me xwerûtîya tovê mala xwe, tovrindîya malbata Azîzan winda dikir.

We zaro dianîn, li me, li xwalên xwe dihatin. Merd, cwanmêr, xweyrûmet. Ji bavên xwe re namûs dikirin.

Zarowên me li xwalên xwe dihatin. Xwalên wan kurên kê? Ji kîjan ra û nijadî? Ji kîjan mal û malbatê?

Wan navên me hildigirtin. Yên we ko ji zikê mala me derdiketin li ser dra bavê xwe şîn dibûn.

Herê dotmam, keçmama çeleng, tu çûyî, hon çûn. Em di destê jinên biyanî de, hon di bin rikanê mêrên nenas de.

Zarowên we xwarzîyên me ne. Lê ne xwarzinen adetî. Li şer xwal û xwarzî. Lê ne xwarzîyên me. Ji ber ko ne ji nijadê me ne, xerîbî wî nijadî ne. Carin hene, neyarên wî nijadê pak in jî.

Belê li şer xwal û xwarzî. Xwal û xwarzî li rex hev, berê wan li armancekê şer dikin. Xwarzîyên me li me radibin. Berê wan li berê me ye. Em armanca wan, ew armancên me ne. Heçko em ji hev re polik in. Bi destên hev, di destên hev de dimirin.

Dotmama delal, ma ne heyf e, xwîna zikê te bi xencera min bête rêtin. Ma ne mixabin e, kekên te bi berikên berê zikê te bikevin...

No! no! dotmam, heyranîya pismam, êdî bes e, hew bibe jina xelkê, bes bibe dêya nekurdnijad, vegere were himbêza pismamê xwe, paxila kurmamê xwe.

»Vegere« ev ne gotinek rast e. Em nikarin ji te re bibêjin »vegere«. Ji ber ko tu ne çûyî, me tu rêkirî. Me bi destên xwe tu hinartî mala xelkê.

Himbêza xwe veke ez ji te re têm. Min himbêz bike. Min wek mêr, pismam û her tiştê xwe maço bike.

Dotmam, min ji te re got ez pîr bûme. Lê pîrîyê ez hişyar kirim.

Buhar ciwanî ye, Zivistan pîrî. Zivistan piştî buharê têt. Di Zivistanê de Buharinen veşartî hene.

Herê dotmam were, xwe berde himbêza pismamê xwe. Ezê ji te re, ji Zivistana xwe a sar Buhareke germ çêkim.

Were dotmam, heyranîya pismam were, xwe di germîya dilê min ê ciwan û ciwanîya min a kevn de bigermîne.

Were dotmam were, ez stûna heyîna te a stiwar im, tu jî bibe rewşa jiyîna min a Rewşen.

***


Bedir-Xan, Celadet Alî, (1935), »Hawar«, »Were dotmam«, hjm. 26

-----------------------------------

Nivîskar: CELADET ALÎ BEDIR-XAN

Weşandin: 1997-05-31

Xwendin: 12090

**

Rêwîtiyeke efsûnî



Ji riya rast dageriyan. Ketin kuçeyê. Ew dudilî bû. Jê hez nedikir. Diviyabû biçûya karê xwe. Ji bo vî karî ji cihekî pir dûr hatibû. Şeş sed û pêncî kîlometre rê birîbû.

Lê (Wî) nehişt. Wek şeytanekî ew ji rê derxistibû. Ew bi xwe bi kelecan bû û dixwest wî jî bi kelecan bike. Berî ko ew bigihîjin serê kuçê, her ko gavek davêtin di serê xwe de dibir û tanî. Halan tê dida û ew dihejand. Gava ew gihîştin, êdî nerm bûbû. Ne bi dilê xwe digel wî kete kuçê. (Ew) ji nişka ve şa bû. Got:

— Ez ê rêwîtiyeke efsûnê bi te bikim.

Wî deng nekir û da dû. Wek hatibû kedîkirin û gav bi gav dida dû wî. Digel wî diket rêwîtiyeke efsûnî…

Riyeke bi kortal û xwaro maro ko ber bi jêr ve dirêj dibû. Riyeke weha bû ko gava te gava xwe diavêt diviyabû çavekî te berdewam li jêr ba, da ko tu nehilkumî an jî tu nekevî kortalekê. Diviyabû çavê te yê din jî li jor ba, ne ko tu li dîwarekî biqelibî û di deriyekî re bikevî jêr. Hem kortal e hem kuçe ye… Ji bo wî ev ne kortal bû, kolan bû. Pêwîstiya wî pê tunebû ko çavekî wî li jêr yek jî li jor be. Ji ber ko bi çavên xwe yên hundirîn didît û zanîbû ko pêwîsîtî pê nîne…

[…Ez ê piştî şeş heft gavan bi ser destê çepê de bizîvirim… Kolan bi xwe min dizîvirîne. Digihîjim hemberî wî. Ez teneka çopê ya li ber derî tînim. Ez bernixûm dikim û diçim ser. Ez destê xwe ji qulikê dirêjî hundir dikim û ristikê dikişînim. Derî vedikim û dikevim hundir. Emînê li hundir li ber mûslixê ye. Firaxan dişo. Gava çav li min dikeve bi min re dikene. Dibêje:

— Eferim… a weha… Ma çima ez ê her car ji te re derî vekim.

Berê her cara ko ez diçûm min li derî dixist û Emînê ji min re derî vedikir. Carekê heta qirikê hatibû dagirtin. Got:

— Oof, ma destê te bi xwe şikiya ye ko tu bi xwe derî venakî?

Gava min bi wê şermê jê re got:

— Axir destê min nagihîje ristika derî.

Wê teneka tozê bernixûm kir. Ji min re danî û got:

— Here ser.

Vêca derî girt û got:

— Destê xwe dirêj bike.

Min destê xwe dirêj kir û derî vekir. Jê pê ve piştî ko ez diçûm min nema li derî dida. Lê niha divê ez li derî bidim…]

(Wî) ew şiyar kir û jê pirsî:

— Tu çi dikî?

Te digot qey ew teyşî xewê bû û bersiv dida. Got:

— Ez li derî didim.

Yê din emir lê kir û got:

— Meke… Bide pêşiya min, em herin.

Bi ya (Wî) kir. Ket pêşiya wî û çûn.

[… Mala hoste Heme Kerîm… Mala mam Qadir… Mala Sale Sineyî… Pêrar bû ko min kurê wî Heme Emîn li Bexdayê dît. Min ew nas nekir. Lê wî dest pê kir û got:

— Şiklê te ji min re ne xerîb e, mîna ko ez te nas dikim.

Min baş bala xwe dayê û mêjiyê xwe guvaşt. Bê sûd bû. Min got:

— Bibexşîne, cenabê te kî ye?

Bersiva min ew xist gumanan. Tu nemabû dev jê berda. Min got:

— Tu ya rastî dixwazî ez di naskirina insanan de bîrkorî me. Loma meke.

Hingî wî got:

— Ez Heme Emînê kurê Sale Sineyî me. Heke ez ne şaş bim em zarokên eynî taxê ne. Çi bigire em zarokên eynî kuçe û kolanê ne.

Heme Emîn… Mam Salih… Feyme Xana jina wî… Sebawa keça wî… Diya min çû xwazgîniya Seba ji bo kekê min. Diya wê gotibû bavê wê ew ji pismamekî wê re hiştiye. Dû re ji cîranan re gotibû em keça xwe nadin kesekî ko ji birçîna dimire. Ji ber wê yekê navbera diya min û diya wê û navbera bavê min û bavê wê xerab bû. Heta ko me ji wê taxê bar kir jî em bi hev re nepeyivîn.

Gava em li ser daxwaza wî çûn û rûniştin û min ev behs anî bîra wî, wî jî bi min re dest pê kir, bi hîke hîk keniya û got:


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   64   65   66   67   68   69   70   71   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin