Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə134/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   130   131   132   133   134   135   136   137   ...   173

Nîşe: Di gotinên pêşiyan û bêwêjan de dibe ku dema hevokê biguhere.

218


Mînak:

Mala feqîran bi seknê xera dibe. Xelkê bi serê min sond dixwar.

Li gorî hêrêrnan dibe ku awayê van gotinan ên cuda hebin.

Mînak:


Ez ê çavên xwe hinekî nerm bikim. Ez ê çavên xwe hinekî germ bikim.

H. Çewtiyên Hêmanên Hevokê

A. Kêmasiya Kirdeyê

1) Di hevokên hevdudanî yên rêzîn de, carinan hinek hêman hevpar in û li şûna hev tên bikaranîn. Carinan bikaranîna wan li hev nayê û ev jî dibe sedema çewtiyan. Yek ji van çewtiyan jî ji ber ne bikaranîna kirdeyê der-dikeve holê.

Mînak:

Ji Dîlber'ê re dibêjim lê guh nade min. (çewt) Ji Dîlber'ê dibêjim lê ew guh nade min. (rast) Her kes hat, li wir nema. (çewt)



Her kes hat, tu kes li wir nema. (rast)

Her kesî gotina xwe kir yek û neçû. (çewt)

Her kesî gotina xwe kir yek û kesek neçû. (rast) Dilê wî şikestibû, bê perr û bask mabû. (çewt) Dilê wî şikestibû û ew bê perr û bask mabû. (rast)

2) Qertafên kesên pirrjimar ji ber ku yek in, dema ew kes dibin kirde divê ne veşartî bin. Dema ku veşartî bin kirde ji hev nayê derxistin.

Mînak:

Bi dizî hatin ber derî



Bi xêr hatin.

Ew bi dizî hatin ber deri Hûn bi xêr hatin.

3) Dema ku du kirdeyên yekjimar bên bikaranîn, divê herdu jî ji heman komê bin û ji bo wan divê kirdeyeke pirrjimar bê bikaranîn û pêveber li gorî wê qertafan bigire.

219


MÎnak:

Ez II te em nên dixwin. (çewt) Ez û tu, em nên dixwin. (rast)

Tu û wê we pirsa xalê zwe kir. (çewt) Te û wê, we pirsa xalê xwe kir. (rast)

NÎş e: Di hinek hevokan de, ji bo ku kirde an jî hêmaneke din zelal bibe divê bêhnok bê bikaranîn.

MÎnak:

Hezaran, darbest hilgirt.



Li serşokê, min serê xwe şûşt.

4) Kêmasiya Bireserê: Carinan di hevokên hevdudanî de biresera hevoka duyem kêm e û hêmaneke hevoka yekem li şûna wê tê bikaranin. Ev dibe sedema çewtiyan. Divê bire sera hevoka duyem bê bikaranin.

MÎnak:

Min çewtiya wan dît û rexne kirin, (çewt) Min çewtiya wan dît û ew rexne kirin. (rast) Lê tembûrê bide û baş bi kar bîne. (çewt)



Li tembûrê dide û wê baş bi kar bîne. (rast) Ew jê re dixwaze û diparêze. (çewt)

Ew jê re dixwaze û wî diparêze. (rast)

Ji ajotina erebeyê hez dike û her roj diajo. (çewt)

Ji ajotina erebeyê hez dike û her roj wê diajo. (rast)

5) Kêmasiya Têrkerê: Di hevokên hevdudanî de carinan têrkera hevoka duyem kêm e û hêmaneke hevoka yekem ji dêvla wê tê bikaranin, ev rê li ber çewtiyan vedike.

MÎnak:


Min ders da wan û dengê xwe nekir. (çewt)

Min ders da wan û dengê xwe ji wan re nekir. (rast) Te kulîlk çandin û baxçeyek çêkir. (çewt)

Te kulîlk çandin û ji wan baxçeyek çêkir. (rast) Ji şanoyê pirr hez dike II her şev diçe. (çewt)

Ji şanoyê pirr hez dike û her şev diçe şanoyê. (rast) Havîn wî dibîne Û hez dike. (çewt)

Havîn wî dibîne û jê hez dike. (rast)

220


6) Kêmasiya Pêveberê: Di hevokên hevdudanî de dibe ku pêvebera hevokekê li ya din neyê. Ev jî dê bibe sedema tevliheviyan.

Mînak:


Ew yekî hêja û delal û ne jîr bû. (çewt)

Ew yekî delal û hêja bû; lê ne jîr bû. (rast) Tu xwendevan; lê ew mamoste ye. (çewt) Tu xwendevan î; lê ew mamoste ye. (rast) Ne birayê wî çûbû, ne jî hevalên wî. (çewt)

Ne birayê wî çûbû; ne jî hevalên wî çûbûn. (rast) Ez goştî dixwim, ew firingiyê. (çewt)

Ez goştî dixwim, ew firîngiyê dixwe. (rast) Em ê ji wî pirr, ji yê din qet nestînin. (çewt)

Em ê ji wî pirr bistînin, ji yê din qet nestînin. (rast) Tu ji min, ez jî ji te xelas dibim. (çewt)

Tuji min xelas dibî, ezjî ji te xelas dibim. (rast)

Nîş e: Divê pêveber li gorî avaniyê jî li hev bikin. Avaniya tebatî û Iebatî bi hev re nayên bikaranîn.

Mînak:


Pêşî fêkî hatin xwarin, bi dûre me pirsa wan kir, Pêşî me fêkî xwarin, bi dûre me pirsa wan kir.

1. Çewtiyên Neliheviya Kirde û Pêve berê

1) Hêmanên bingehîn ên hevokê kirde CL pêveber În. Rewşa ergatîv ne tê de pêveber tim li gorî kirdeyê teşe digire. Pêveber û kirde li gorî qertafên cinavkên kesîn û li gorî mêjerê divê li hev bikin. Neliheviya kirde CL pêve berê rê li ber çewtiyan vedike.

çewt


Îro ez û tu diçî.

Sê kur û keçek min heye. Du mêşin û yek bizin bû. Ez û tê lê dixi

Rast

Îro ez û tu em diçin.



Sê kur û keçek min hene. Du mêşin CL yek bizin bûn. Ez û tu em lê dixin.

Hinek komenav dema ku tên bikaranîn pêveber dibe yekjimar, di hinekan de jî pêve ber pirrjimar e.

çewt

Tu kes nehatin malê.



Rast

Tu kes nehat malê.

221

Her kes li rnin digerin. Hemû çû dibistanê.



Hemû kes li mala xwe ma. Hinek kes mafên xwe diparêze.

Her kes li min digere. Hemû çûn dibistanê.

Hemû kes li mala xwe man. Hinek kes mafên xwe diparêzin.

2) Li gorî erênî û neyînî jî divê kirde û pêveber li hev bikin. Hinek hêman xwedî wateyên erênî ne, nabe ku ji bo wan hêmanan hevokên neyînî bên sazkirin.

çewt

Me got bila her kes neçe. Hemû tişt nikarin bi me. Her tişt ne di bala wî de ye.



Rast

Me got bila tu kes neçe. Tu tişt nikare bi me.

Tu tişt ne di bala wî de ye.

Nîşe: Dema ku hêmanên neyînî hebin, pêveber dibe erênî ku wate bibe neyînî. Ji ber ku dema du hêmanên neyînî hebin wate dibe erênî.

Mînak:

Ne ez neçûm ne jî ew neçû. (çewt) Ne ez çûm ne jî ew çû. (rast)



J. Çewtiyên Avaniya Lêkeran

1) Avaniya tebatî bi alîkariya lêkera "hatin "ê çêdibe. Lêkera bingehîn a piştî lêkera "hatin "ê divê lêkereke gerguhêz be.

çewt

Di vê rêyê de hat mirin. Çûk hat firrin.



Lawikji baniyê hat ketin. Di vê rêyê re hat çûyîn.

Rast


Di vê rêyê de hat kuştin. Çûk hat frrrandin. Lawikji baniyê hat xistin. Di vê rêyê re hat şandin.

Nîşe: 'jiyîn" û "fikirîn" lêkerên negerguhêz in, gellek caran ev lêker bi avaniya tebatî re tên bikaranîn, ev jî çewtiyek e.

Mînak:

Ev tişt hat jiyîn. (çewt)



Ev tişt hat jiyandin. (rast)

Hinek lêker hene ku gerguhêz in û rasterast ji bo rewşa avaniya tebatî dikarin bên bikaranîn. Lê gellek caran tê dîtin ku ji dêvla wan teşeyê wan

222

ê "dançêker" tê bikaranin. Dema ku teşeyê dançêker bê bikaranin divê em bizanin ku wate jî diguhere.



Mînak:

Ew hat pirsîn.

Ew hat pirsandin.

2) Dançêkerî jî bi lêkerên gerguhêz çêdibe, nabe ku piştî lêkera "dan nê, lêkereke negerguhêz bê bikaranin.

çewt

Wan çûk dan firrin



Ez wan didim revîn. Wan zarok da ketin.

Rast


Wan çûk dan firrandin.

Ez wan didim revandin. Wan zarok da xistin.

Hişyarî: Di dançêkeriyê de lêkera "dan "ê tê beriya lêkera bingehîn, kar ji aliyê kesên din ve tê kirin. Carinan tê dîtin ku lêkera "dan nê piştî lêkera bingehîn tê nîvîsîn. Li gorî rê û rêzikên rêzimanê ev lêkera alîkar divê berî lêkera bingehîn bê.

Mînak:


Min ew xwarin da.

Bi wan famkirin nedin.

Min ew da xwarin.

Bi wan nedin famkirin.

223

RASTNIVîS



1. RASTNIVÎS

Rastnivîs rê û rêzikên nivîsîna zimên nişanî mirovî dide. Dema ku em bala xwe didin zaravayê Kurmancî em dibînin ku di zimanê devkî de gellek peyv kurt bûne û ketine dirûvekî din. Ji ber ku Kurmancî nebûye zimanê perwerdehiyê û li ser awayê nivîsîna peyv û qertafan lihevkirinek tune ye, her kes li gorî feraseta xwe tev digere, ji ber wê ye îro pirtûkeke rastnivîsê tune ye. Di vî warî de hîn jî tevlihevî hene. Di vê xebata rastnivîsê de mebesta me ew bû ku em rê li ber çareseriya rastnivîsê vekin û bi feraseteke hevpar û zanistî nêzî vê mijarê bibin. Di awayê rastnivîsê du ferasetên cuda hene: Yek jê li ser nivîsara berê disekine û li gorî rê û rêzikên berê tev digere, feraseta din jî rê û rêzikên nivîsara berê nake bingeh, li gorî demê û guherînan çi jê re baş be, wisa tev digere. Ji ber ku ziman guherbar e û gellek tiştên nû derdikevin holê me jî feraseta duyem ji xwe re kir bingeh.

A. Nivîsîna Tîpên Mezin û Tîpên Biçûk

1) Hemû hevok bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:

Zarok ji zimanê xwe hez dikin.



Pirtûka xwe xwend 0 raket.

Do ji me re got: "Wisa nekin. " Ji me re gotibû? Bawer nakim. Dîlan' ê dev ji her tiştî berda. Bila serê sibê zû were.

2) Tîpên serenavan ên ewil mezin tên nivîsîn.

a) Nav û paşnavên mirovan bi tîpên mezin dest pê dikin.

225

Mînak:


Ehmedê Xanî pirtûkeke hêja nivîsî.

Elî Herîrî di sala 101O'an de ji dayik bû Celadet Bedir-Xan ji bo zimên pirr xebitî. Osman Sebrî gellek çîrok nivisîne.

Ez ji helbestên Cegerxwin'! hez dikim. Qazî Mihemed yek ji serokên Kurdan e.

b) Hinek heywan hene ku em navên taybet li wan dikin, ew nav bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:

Te av da Beşo?



Siwar'î dev li kurê te kiribû.

Bi xwe re Qolo jî bibin ber pêz. Çend roj paşê dê Kanûn bizê. Qerê dîsa hêkên mezin kirine. Min derzî li Çavreş 'î xist.

c) Peyvên ku wesfan didin û bi navan re bûne yek bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:


Seyidxanê Kerr wek şêran bû. Binevşa Narîn derdê xwe digot.

Ew bi Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re xebitî. Wî Bişarê Çeto dida axaftin.

Nîşe: Peyvên ku wateya xizmantiyê didin bi tîpên biçûk dest pê dikin,

Mînak:


Min ap Salih bi xwe re bir. Dîsa xal Resûl hatiye malê.

d) Navên netewe, ziman, ol û mezheban bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:

Ew Henîfî ne em Şafiî ne. Zimanekî kevnar e Kurdî.



Me berî wan Misilmantî qebûl kir. Li warê Ereban şerr heye.

Bi Soranî perwerdehî tê dayîn. Ew li ser Ezdiyatiyê dixebite.

226

e) Navên sazî û dezgehan bi tîpên mezin dest pê dikin.



Mînak:

Ez çûm Konservatuwara Aram Tîgran.

Li Zanîngeha Dîjleyê gellek xwendekar hene. Li Kurdî-Derê gellek pol vebûne.

Komeleya Mafên Mirovan kongreya xwe li dar xist. Hîn Saziya Zimanê Kurdi venebûye.

Dadgeha Mafê Mirovan biryara xwe da.

f) Di nameyan de peyvên hurmetê yên ku bi navan re tên bikaranîn bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:

Hevala Hêja, berî ku ez dest bi nameya xwe bikim .



Şîlana Birûmet, piştî ku ez ji wê derê veqetiyam .

Xortên Delal ez vê nameyê ji girtigehê dişînim ... Dayika Pîroz, ez pêşî têm destên te ...

Xwişka Hêja, bila tucaran ji bîra te meçe ...

g) Navên pirtûk, kovar, rojname û sernivîsan bi tîpên mezm dest pê dikin.

Mînak:

Berpirsiyarê kovara Hawara Botan hat girtin. Keçikê kovara Ronahiyê stendibû.



Nivîseke bi nave "Çewtiyên Heyi" lê kiribû. Min îro ji "Şerefname 'yê çend bend xwendin. Ez "Mem û Zin "ê dixwînim.

Ez Ji "ÇirÛSK 'e dinêrim.

Nîş e: Gihanek, daçek û veqetandekên nava sernivîsan divê bi tîpên biçûk dest pê bikin. Dema ku sernivîs bi temamî bi tîpên mezin be, gihanek û daçek jî bi tîpên mezin tên nivîsin.

Mînak:


Wî nivîsa bi navê "Raman û Ziman" xwend. Nivîsa bi navê "Çiyayên ji Kevirî" hat weşandin. Pirtûka Rêzimanê ya Almanî

"JI KURDISTANÊ BAV Û LA WEK" nivîseke baş bû.

227

h) Navêi rojên neteweyî û cejnan bi tîpên mezin dest pê dikin.



Mînak:

Jin ji bo Çarşema Reş civiyan.

Li Hewlêrê Newroz hat pîrozkirin. Ermenî Paskalyayê pîroz dikin.

Îsal meha Remezanê dikeve germê.

i) Navên behr, gol, çiya, rûbar, deşt û çiyayan bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:


Li Çiyayê Andokê şerr qewimî. Dibêjin Ararat dîsa bi gulan xemiliye. Keştî ber bi Behra Reş ve çûn.

Îsal Deşta Herranê pirr germ e.

j) Peyvên cî û aliyan ku wek navên herêm, gel û ciyan bên bikaranîn bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:


Em çûn Kurdistana Başûr.

Dîsa Rojhilata Navîn dikele. Dibêjin Başûrî rabûne ser piyan.

Li Amerîkaya Navîn serhildan hene.

Nîşe: Peyvên cî û aliyan dema ku berî navên welat û ciyan bên, bi tîpên biçûk dest pê dikin. Ew êdî şûna ciyekî taybet nagirin.

Mînak:

Li başûrê Kurdistanê nêçîrvan li çiyayan serbest digerin.



k) Navên peyk û stêrkan bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:


Mirov hîn neçûne Marsê.

Germehiya Dinyayê her roj zêdetir dibe. Ji Jupîterê em xuya nakin.

Dîsa Qurix derket.

Nîş e: Ev peyv dema ku di warê termî de neyên bikaranin bi tîpên mezin de st pê nakin.

228

Mînak:


Îro dinya hemû hat seyra me.

1) Peyvên ku piştî xal, cotexal, pirsnişan û baneşanê tên bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:

Berjin çû malê.



Ez jî çûm dibistanê.

Me bê navber digot: Bijî azadî!

Wax wax! Ev çi bela bû hat serê me? Dêya min li kû ye?

Hûn çima nabêjin?

Nîşe: Dema ku piştî xalecotê mînak bên dayîn, peyv bi tîpa biçûk: dest pê dike.

Minak:


Ji sûkê gellek tişt kirrîn: zebeş, hermê, petêx ...

B. Nivîsîna Peyvên Dîrokê

Di nivîsîna peyvên dîrokê de, eger hejmar bên bikaranîn û ew roj diyarkirî be, peyvên ku bi wê dîrokê re têkildar in bi tîpên mezin dest pê dikin.

Mînak:


Di 21 'ê Adarê de Newroz tê pîrozkirin.

Em ê di 14'ê Nîsana 2008'an de biçûna wê derê.

Şêx Saîd di 29'ê Hezîrana 1925'an de hat bidarvekirin.

Di 22'ê Kewçêra sala 1993'an de Licê ji aliyê dewletê ve hat şewitandin. l' ê Gulanê cejna karkeran e.

C. Nivîsîna "î''ya Berî ')I''yê

Beriya 'y'yê dema ku "-f" bê ev tîp kurt û dibe "i ". Ji ber ku "y" tîpeke nîvdengdêr e "î" kurt dibe.

Mînak:

Derî ---4 Deriyê mala me pirr teng e.



Hêvî ---4 Hêviya min qet jê nema.

Jî ---4 Jiyan ez dizanim bi te xweş e. Xanî ---4 Min li xaniyê wan nêrî

229

Gulî - Wî guliyên darê jê kirin. Derî - Deriyê xwe bigire.



Nîş e: "î" ji 'y'yê cuda be nayê kurtkirin.

Mînak:


Ew kî ye?

D. Nivîsîna "û" û "u"ya Berî "w'yê

Beriya tîpa "w'yê dema ku tîpên "û" û "u "yê bên, kurt dibin û dibin "i ". Ji ber ku jêderka wan nêzî heve ew dengdêr berî "w"yê kurt dibin.

Mînak:


Rû - Ez nikarim li riwê wî binêrim. Sû - Pirr zû siwê xwe li me tîne.

Xwesû - Xwesiwa wîji pirtûkan hez dike. Parsû - Dibêjin parsiwê wî şikestiye.

Xû - Çi xiwekî pîs li ser wî ye.

Mû - Miwên wî pirr in.

Niş e: Eger li şûna tîpa alîkar "w'yê 'y" bê bikaranîn, tu guherîn di dengdêran de çênabe, ev awa bêtir tê bikaranîn.

Mînak:


Ez nikarim li rûyê wî binêrim. Pirr zû sûyê xwe li me tîne.

E. Nivisîna Peyvên Biyanî yên Taybet

Peyvên biyanî yên ku navên kesan m divê neyên guhertin, divê bilêvkirina wan di kevanekê de bê dayîn. Eger ew nav bên guhertin dê gellek tevlihevî derkevin holê û nav neyên nasîn.

Mînak:


Shakespeare (Şekspîr) di pirtûkên xwe de dijî. Foucault (Fûko) nivîskarekî hêja ye.

Montaigne (Monteyn) di hinek cerribînan de qala mirinê dike. Marx (Marks) ji bo wan kesan rêberek bû.

Soren Kierkegaard'î (Kiekard) gellek pirtûk nivîsîne.

230


Eger nav ji zimanekî ku alfabeya Latînî bi kar nayîne bên girtin divê li gorî fonetîka Kurmancî bên nivîsîn.

Mînak:


LWKP(lT'lÇ (bi Yewnanî) TOflCT6ii1 (bi Rûsî)

J:Jm (bi Japonî)

Socrates ToJstoy

Şanghay


Sokrates Tolstoy

Şangay


Nîş e: Di nivîsîna navên welat û bajaran de mirov dikare dengên nêzî hev tercîh bike.

Minak:


Li Stenbolê civîna jinan pêk hat.

Kubayê şoreşa xwe pêk anî.

F. Nivîsîna Cotepeyvan

1) Eger tîpeke alîkar bikeve navbera cotepeyvan û wan bi hev ve girêbide peyv bi hev ve tên nivîsîn.

Mînak:

Gerrnagerm çêbû. Barebara wî ye, nasekine. Gurmegurma dilê wî bû. Çingeçing jê hat.



2) Di hinek cotepeyvan de, tîpa alîkar "0" tê bikaranîn, peyv dubare dibe û tîpa serê wê diguhere. Ev cotepeyv jî bi ve tên nivîsîn.

Mînak:


Ez li ber baranê şilopilo bûm. Deriyê xaromaro nabe ji me re. Ev derî sistopisto ye.

Ev gotin, tirrovirro ne.

3) Eger coteypeyv bi dubarekirina peyvekê yan jî bi peyvên nêzwate bên çêkirin, hêman ji hev cuda tên nivîsîn.

Mînak:


Pirr pirr ez ê jî neçim wê derê. Kêm zêde gotinên wî ev bûn. Îsal dar û ber har bûne.

231


Ev çi kaxiz maxiz in li vê derê? Dek û dolabên te naqedin kekê min. Ji heval û hogiran bipirse.

4) Hinek cotepeyv bi rêya ravekê tên dubarekirin, ev cotepeyv ji hev cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Kerê ker, bi gotina me nekir.



Ehmeqê ehmeq, ket xeberan ker da guran. Ez ê her û her bi gotina te bikim.

Dînê dîn, ma ez ê bi gotina wî bikim?

5) Peyv bi qertafên "

Mînak:


Çûka ripîreş ji ber me firriya. Kumê kipkesk ji min re bîne.

Ava ku me vexwar spîsar bû. Êvarê ceryan çû her der tipitarî bû. Lawikji tirsan zipzer bû. Baxçeyekî kipkesk dixwazim.

G. Nivîsîna Daçekan

Daçek peywirên cuda li peyvê bar dikin û bi pirranî ji peyvan cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Ew bi şûnde çû ..



Wan ji min re got.

Bi xêr hatî kekê min.

Ez ji wî hez nakim. Zarokan li malê nan xwar. Bi te bersiva vêya rast e? Got, bê min nên nexwin. Bi dûre, em ê jê re bibêjin.

1) Daçek dema ku di nava ravekê de di peywira rengdêrê de bin bi hev ve tên nivisîn.

232

Mînak:


Ew nanê bêrûn dixwe.

Ev tiştekî bikeys e. Kesê bêmal kijan e? Vî nanê bixwê bibe.

Nîşe: Daçek dema ku di nava du peyvan de bin, anjî dema ku gihanek jî bi wan re bên bikaranîn, bêtir cuda tên nivîsîn.

Mînak:


Ew kesên bi rêk û pêk in.

Wê pirtûkên cur bi cur stendin.

2) Hinek rengdêr hene ku ravebera wan ketiye û wek navdêr tên bikaranîn, di wan rengdêran de jî daçek bi peyvê ve tên nivîsin.

Mînak:


Ew bêbav bi kû ve çû? Bênamûs qet dengê xwe nekir. Li bêkesan xwedî derketin. Bêwijdan, li mala xwe rûdinin.

3) Dema ku daçek wek qertafên çêker bên bikaranîn û ji wan peyvên nû bên çêkirin bi peyvê ve tên nivîsîn.

Mînak:

Bêlome be, ev çi bû? Bêdeng bêdeng dimeşiya. Ew ji bêkesiyê xelas nebû. Bêguman em jî wek te dikin.



4) Daçek dema ku wek hêmanên lêkeran tên bikaranîn ji lêkerê cuda tên nivîsîn. Lêker dema ku di rewşa tebatî an jî dançêker de be daçek bi lêkerê ve tên nivîsîn.

Mînak:


Min ew bi kar anî. Ew hat bikaranîn.

Te ew bi rê ve bir. Ew hat birêvebirin.

5) Daçek dema ku di peywira hokeran de bin bi pirranî ji peyvê cuda tên nivîsîn.

233


Mînak:

Wan bi mêranî şerr kir.

Ew xwarinê bi xwê dixwe. Tu bê min neçî.

Bi darê zorê hat qebûlkirin,

H. Nivîsîna Qe rtafê n Diyariyê û Veqetandekan

1) Qe rtafê n Diyariyê

a) Qertafên diyariyê "-1, -ê, -an" bi peyvê ve tên nivîsîn. Di navên mirovan de dabirr tê bikaranîn.

Mînak:


Evin'ê pirtûka xwe xwend. Hûn daran ne birrin.

Gurî mêşin xwarin.

Ez Ehmed'î dibînim. Ji dibistanê vegeriya. Hevalan em birin.

b) Dema peyv qertafên diyariyê bistînin koka peyvê bê parastin çêtir e. Lê ev rê li ber herikbariyê digire. Jiber wê herdu awa jî tên bikaranîn.

Mînak:

Maseyê bi vir de bîne.



Tu şibakeyê bigire. Neteweya me dê azad bibe.

Masê bi vir de bîne. Tu şibakê bigire.

Netewa me dê azad bibe.

c) Di kurtkirina sazî û dezgehan de ev qertaf bi dabirrê tên veqetandin fl li gorî bilêvkirina kurtkirinê tên nivîsin.

Mînak:

YNK'yê soza xwe guhertinê da gelî. HSK'ê peymana xwe betal kir.



d) Dema ku hejmar tên bikaranîn, qertaf li gorî pirrjimarî II yekjimariya wan diguherin, qertafên diyariyê yên peyva piştî hejmarê li gorî hejmarê tên bikaranîn. Hejmara "I nê qertafa dê 'yê digire. Ji 2'an heta 19'an hejmar qertafa "-an "ê digirin, hejmarên din ên ku bi sifirê bi dawî dibin qertafa "-î'yê digirin.

Mînak:


Sed kesî navê xwe nivîsî.

Bi milyonan mirov! deng da. Deh kesan ew qebûl kir.

234

Sî kes! ew tişt nepejirand.



e) Ev qertaf dema ku bên ser hejmar û tîpan bi dabirrê tên veqetandin.

Mînak:


Di sala 1930'î de ji dayik bû. Piştî nivro di saet 4'an de tê. Ji A'yê heta Z'yê here.

Ew ji K'yê dest pê dike.

Hişyarî: Peyvek dema ku bi tena serê xwe di rewşa xweru de be qertafa diyariyê "

Mînak:


Nûçeyan, hevalan, daran ...

2) Veqetandek

Veqetandekên "

Mînak:


Mala me pirr mezin nin e. Deriy~ dibistanê şikiyaye. Guliyên darê çima xwar bûne?

Salên xweş li dû me man. Hêviy~ me h1n jî heye.

Kevirê reş bînin ji me re.

Di ravekên têkel de veqetandek peywira cinavkê digirin ser xwe û cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Şaredariya mezin ~ Êlihê Enstituya Kurdî ~ Stenbolê



Piştî qertafên nenasiyê "-ek" û "-in "ê, veqetandek diguherin.

Mînak:


Hevala min --+ Hevaleke min Hevalê min --+ Hevalekî min Hevalên min --+ Hevaline min

- -


235

i. Nivîsîna Lêkeran

1) Di lêkeran de hêmanên navdêr hebin ew ji lêkerê cuda tên nivîsîn.

Mînak:


Ezmûna me dest pê kir. Bavê min porrê wî kurr dike. Çavên wî sor beme.

Zarokjî bi te re perîşan bûn. Te ew bi kar anî.

Ew ji hiş çû.

Min ew bi destan jê kir. Te cilên wê lê kirin?

Carinan gihanek dikevin navbera hêmanên lêkerê.

Mînak:


XalÛ xera ji bû.

Derî ve ji nabe.

2) Di rewşa tebatî 0 dançêkeriyê de piştî "hat" û "dan "ê, lêkera bingehîn tevî raderê 0 bi hev ve tê nivîsîn, kirde li gorî "hat" II "dan'tê tê bikaran:în.

Mînak:


Ew hat birêvebirin.

Bavê wan xanî dan avakirin. Ev gotin jî hat bikaranin. Kaxiz tên jêkirin,

Wan zarok dan jibîrkirin. Min ew dan firrandin.

3) Lêker dema ku tevî radera xwe wek navdêr bên bikaran:în bi hev ve tên nivîsîn.

Mînak:

Destpêkirin lêkereke hevdudanî ye. Jêkirina wê ne di cî de bû.



Lêkirinli ser wî ye.

Barkirin ne karê me ye.

Wî lêkera "dînbûn }Jêbi kar anî.

Ji xeynî birêvebirinê tiştek ji wan nayê.

236

4) Lêkerên hevdudanî yên biwêjî di nava hevokê de bi pirranî bi hev ve tên nivîsîn. Lê eger lêker dirêj be an jî rê li ber tevliheviyê vebe mirov dikare hêmana navdêr a ewil jê cuda binivîse an jî xêzekinê têxe nava wan.



Mînak:

Lêhûrbûneke bî vî awayî dikare rê li ber me bixe.

Em devjêberdanê qebûl nakin.

Lixwekirina cilan pirr hêsan e.

Tune-hesibandina vî gelî zilm e.

Xwe-jibîrkirin ne karê me ye.

Xwe-lêgirtin ne taybetiyeke wî ye.

Hişyarî: Di hinek biwêjan de bêtir lêker tê serê hevokê û ravek çêdibe. Hêmanên lêkera ku tê serê hevokê ji ber ku dibin rave ber bi hev ve tên nivîsîn. Hêmanên din ên piştî wê cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Ketina ber dest û lingan Jidestçûna fersendê Windabûna ji ber çavan



Fedînekirina ji simbêlê xwe Xelasbûna ji bend û qeydan çûna ji ser hişî

5) Eger ji lêkerê lêkemav bên çêkirin ew hêman navdêr tên hesibandin û qertafên wê jê cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Ez rûniştî me.



Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   130   131   132   133   134   135   136   137   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin