Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə70/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   66   67   68   69   70   71   72   73   ...   173

Xelk dibêje bira, “ew” dibêjin kirîv.

Sîyasetmedar, rêveber û rayedarên me yên ku Kurdîya wan ne baş e yan jî bi Kurdî nizanin, wextê ku li Kurdî vedigerin dibin wek zarokên ku nû hînê zimên dibin. Ev yek, zora wan dibe û desthilata wan a peyvê hildiweşe û derûnîya wan xirab dike. Zimanê xelkê ji yê wan çêtir e, nikarin li ber xwe bidin. Ji ber wê jî dîsa li Tirkî, yanî li destlihat û li sermîyanê xwe yê berê vedigerin.

Di Tirkî de burokrasî he ye, di Kurdî de tune ye. Kurdî, rê nade vê yekê. Gellek serkar û rayedarên ku di sazîyan de dixebitin, Tirkî tercîh dikin ku “burokrasîya” wan hespê xwe bibezîne. Mamoste, newêrin bi zarokan re bi Kurdî biaxivin, zimanê zarokan dirêj dibe, Dixtor newêrin bi nexweşên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê nexweşan dirêj dibe. Midûrên beşên şaredarîyan, newêrin bi karkerên xwe re bi Kurdî biaxivin, zimanê karkeran dirêj dibe. Gellek Kurdên me naxwazin dev ji Burokrasîya Tirkî berdin. Axaftina bi Kurdî, burokrasîyê hildiweşîne, lê ev li hesabê wan kesan nayê.

Ku du kes ji mirov re bibêjin kumê te ne li serê te ye, gerek meriv destê xwe bide serê xwe.

Çawa nexweşîya çavan, nexweşîya dil û gurçikan he be, wisa jî nexweşîya bişaftinê he ye. Ev nexweşî, bi guhertina zimanê zikmakî dest pê dike û tesîra xwe li ser hişê mirovan çêdike. Di encama vê nexweşîyê de, hefsarê hişê mirov dikeve destê zimanekî din û mirov ji “xwe” dûr dikeve. Li bakurê Kurdistanê, çi sivik çi giran, her kesê ku silava vê dewletê wergirtîye, jehrî bûye û bi awayekî bi vê nexweşîyê ketîye. Ew kesên ku merhebatîya wan bi dewletê re zêde ye, di vî warî de, ji her kesî bêtir nexweş in. Li ser meselê, pîrika ku li gundekî Kurdistanê dijî û bi dewletê re nade û nastîne, ji alîyê zimên ve sipîsax e û bi ber bayê vê nexweşîyê neketîye. Lê ew kesê ku li bajaran e û li ser mêrga zimanê dewletê diçêre, ji alîyê zimên ve nexweş lawê nexweşan e.

Ji bo ku mirov ji nexweşîyê xelas bibe, serê ewil divê mirov hay ji nexweşîya xwe he be. Hinek nexweşî he ne, cîyekî mirov pê diêşe û mirov pê derdixe bê nexweşî li kû dera canê mirov e. Lê hinek nexweşî he ne, mirov pê dernaxe, mirov nizane kû dera mirov diêşe. Nexweşîya bişaftinê, dişibe nexweşîya qansêrê. Gellek Kurdên me baş hay jê nîn in ku bi vê nexweşîya sosret ketine. Gerek êdî em bikarin ji xwe re bibêjin, em nexweş in.

Siwarê hespê xelkê tim peya ye, lê îro zengîn e.

Rutbeya kar çiqas bilind dibe, axaftina bi Tirkî (dereceya nexweşîyê) jî pê re bilind dibe. Li ser meseleyê, ji dixtor û mamosteyan, dixtor bêtir bi Tirkî emel dikin. Ji mamoste û karkeran, mamoste bêtir bi Tirkî emel dikin. Berê te li Tirkî be, derîyên dewletê li te vekirî ne û dewlemendî ye para te, berê te li Kurdî be, derîyên dewletê li ser te girtî ne û feqîrî ye para te. Heger em di vê çarçoveyê de li meseleyê binêrin, Kurdên herî Tirkîaxêv Kurdên herî dewlemend in, Kurdên herî dewlemend Kurdên herî nexweş in. Tu çiqas bi Tirkî bijîyî tu yê ewqas dewlemend bibî, tu çiqas bi Kurdî bijîyî tu yê ewqas feqîr bibî. Ne tenê di warê dewletê de, ev di nava sazî û dezgehên me Kurdan de jî wisa ye.

Kakil dibe qurbana qalik.

Eger mirov li dû gotinên dirûşman nesekine, wan ji hev veneçirîne, bi fikr û ramanan xurt neke piştî demekê ew jî ji hukmê xwe dikevin. Di warê zimên de jî du dirûşmên me yên meşhûr he ne ku rastî vê xezebê hatine. “Bê ziman jîyan nabe!” û “Zimanê me hebûna me ye!” Gellek kes van dirûşman qîrr dikin; li ser wan nafikirin û nanivîsin. Jîyana wan bi Tirkî ye û ji xwe re di nava wî zimanî de dijîn. Yanî jîyana wan ji me re dibêje, “Bê ziman (ku qesta wan Kurdî ye) jîyan dibe.” Helbet jîyaneke ji kokên xwe dûr û jîyaneke sefîl e ev. Heke zimanê me hebûna me be, halê me li meydanê ye. Qalik tê guhertin lê kakil heman kakil e. Şaredarîyên me, tabelayan diguherînin; lê li hundir gellek tişt bi Tirkî ne. Ev rewş, dişibe rewşa dê û bavên ku navên Kurdî li zarokên xwe dikin û bi wan re bi Tirkî diaxivin.

Hesp ji destê me diçe, em bi dû hefsar ketine.

Bala xwe bidin xebatên şaxên Kurdî-Der’an, weku her tiştê me temam be, tenê rêziman ji serê me kêm be. Ji serê sibê heta êvarê rêziman û rêziman! Dîn û îman bûye rêziman! Agir bi mala mirov bikeve, mirov naçe bi baxçeyê xwe danakeve! Ka hişmendîya zimên, ka wêje, dîrok, folklor û çanda Kurdan?

Nav li ser e, lê xwelî-liser e.

Wextê ji wan dipirsin dibêjin esl û fesl? Bi serbilindî dibêjin em Kurd in; lê tu peyva Kurdî ji devê wan dernayê. Ji dewletê, ji ala wê, ji navê wê hez nakin, îmana wan ji dewletê diçe, lê zimanê dewletê ji devê wan dernakeve! Ev çi gosirmeta û nakokîya giran e?

Pişt kul e, lewma ziman dikule.

Wextê mesele dibe meseleya zimanî, sîyasetmedarên me dibin bîyanî! Heke gotin û kirin ne yek bin, ew ê ji xelkê re çi bibêjin? Ma ew dikarin ji xelkê re bibêjin, bi zimanê xwe biaxivin? Ma dê xelk ji wan re nebêje, hûn çima bi zimanê xwe naaxivin?

Ez bi te nikarim, ma ez bi xwe jî nikarim?

Em, her amade ne ku di meseleya zimên de, berê tîrên xwe bidin serdestên xwe, em zolika di çavê xelkê de dibînin, lê em gîsinê di çavê xwe de nabînin. Erê, ji alîyê zimên ve, a niha dewlet nayê rayê, lê îro roj em çi dikin li vê meydanê?

Em qala çi dikin?

Wextê ku hinek kes qala zimên dikin, dibêjin qey qala tiştekî li derveyî me dikin. Na. Wextê ku em qala zimên dikin, em qala “xwe” dikin.

Her gîya li ser koka xwe şîn tê.

Hinek Kurd he ne, di meseleya zimên de çivan didin xwe û dibêjin, “Bila mirov însan be, bi kîjan zimanî diaxive bila biaxive!” Ma însan, bê ziman çawa dibe însan? Ma ne ziman e ku awayê ramîn û jîyîna mirov a li vê dinyayê dîyar dike? Ma wê çaxê, dê yek ranebe ji wan nepirse û nebêje, hûn qala kîjan însanî dikin? Her gîya li ser koka xwe şîn tê. Heke hûn benikê sor û zer bûna, hûn ê bi derê hebana xwe ve bûna. Kesên ku li hemberî serdestên xwe li ber xwe nedane, çanda xwe pêpes kirine, zimanê xwe kirine qurbana berjewendîyên xwe, dê çawa pişta xwe bidin vê gotinê û qala însanbûnê bikin?

Li Ser Meseleya Bişaftinê

Bahoz Baran

Kurdî, zimanê hemî Kurdan e û Kurd hemî jê û ji rewşa wê berpirsîyar in. Lê sazî, dezgeh û kesên xwedî-erk ji her kesî bêtir berpirsîyar in. Wextê ku em dibêjin ziman, gerek bi tenê perwerdehî û dibistan neyên bîra me. Gerek hemî qadên jîyanê bên bîra me, mal, malbat, şaredarî, nexweşxane, aşxane, sûk, partî, spor, sazî, dibistan, kuçe, kongre, mîtîng, civîn, rojname, nîqaş, sîyaset… Ji ber ku ziman jîyan e û berê jîyanê jî fireh e, divê têkoşîna li hemberî bişaftinê jî pirralî be û her Kurd bikare xwe daxilî wê bike. Lê ji bo têkoşîna li hemberî bişaftinê bi ser bikeve divê, armanc, pîlan, bername û polîtîkaya vî karî he be û pêkhateyek bikare van xebatan bi rê ve bibe. Eger em, salê carek du caran têkevin nava hewldanan, bê polîtîka û bername tê bikoşin dê keda me berhewa bibe. Wextê ku em li rewşa xwe ya zimên dinêrin, ev rastî hinekî din jî berbiçav dibe.

KCD’ê, çend hefte berê bi boneya 21’ê Sibatê daxuyanîyek belav kir. Li gorî daxuyanîyê, dê li bakurê Kurdistanê sala 2015’an bibe sala zimên û dê jîyaneke duzimanî dest pê bike. Etîket, menu, tabela û ya girîng dê hemî belgeyên şaredarîyan ji vir şûn de bi du zimanan bên amadekirin. Ev daxuyanî girîng e, lê hinek hêlên wê yên qesl he ne. Yek jê feraseta daxuyanîyê bi terma kampanyayê hatîye sînorkirin. Em ji tecrûbeyên xwe jî dizanin, kampanya heta wextekî ne û ji birîna zimên re nabin derman. Kar û xebatên li ser zimên gerek hertim bên kirin. Piştî sala 2015’an em ê çi bikin? Gerek pirs û guman di serê mirov de çênebin. Dîsa em ji kirinên xwe dizanin, biryarên li ser zimên ên ku ji alîyê sazîyên me ve tên dayîn gellek caran nakevin merîyetê, yan tên jibîrkirin yan jî kes xwedîtîyê li wan nake. Gerek ev sazîya me ya sîwanî, bikare li dû biryaran bisekine û wan têxe merîyetê û bişopîne. Ev guhertinên şiklî helbet girîng in, lê ya herî girîng kakilê meseleyê ye, axaftin û hişmendîya zimên çênebe, guhertinên şiklî bi tena serê xwe têrê nakin. Wek mînak, salek berê tabelaya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hat guhertin, lê kar û xebat û danûstendinên şaredarîyê bi pirranî bi Tirkî ne.

Di meseleya zimên de, eger em bikarin li şaşî û kêmasîyên xwe vegerin, xetayên xwe qebûl bikin û li ser wan biramin ev yek dê rêya me ronî bike. Berê jî û niha jî hinek kes ji bo meseleya zimên feraseta “piştî şoreş”ê qebûl dikin. Yanî ew kesên ku Kurd in, lê li ser zemîna Tirkî ne û dibêjin em ê piştî şoreşê dest bi xebata zimên bikin. Li gorî salên ewil ên têkoşînê, dibe ku ev fikr û nêrîn rast bin. Lê bi dû re ew zimanê bişêvker, li tevahîya qadên têkoşînê belav bû û îro roj gellek sazî û dezgehên me, gellek sîyasetmedar û rêveberên me, zimanê serdestan bi kar tînin. Ji ber domandina feraseta “piştî şoreş”ê, hişmendîya zimên di nava sazî û dezgeh û civaka me de baş bi cî nebû. Îro, em êdî fam dikin ku ziman nikare li benda şoreşê bisekine, ziman dikare şoreşê gavek zûtir pêk bîne. Li hemberî serdestan çeka me ya herî biderb ziman e, çeka me ya ku herî kêm hatîye bikaranîn jî dîsa ziman e. Eger heta niha xebata zimên û hişmendîya wê, bi awayekî xurt bihata kirin îro em li cîyekî din bûn, lê niha em ji mecbûrî vedigerin serî. Îro wextê ku em bixwazin li ser hişmendîya zimên xebatan bikin, materyalên me çi ne? Em ê çawa sazî, dezgeh û gelê xwe di vî warî de perwerde bikin? Ji ber ku bala me neketîye ser bişaftinê, mixabin materyalên li ber destên me jî kêm in. Ku xebata hişmendîyê nebe, xebata hînkirina zimên, guhertina tabelayan dê zêde tesîrê çêneke. Movika xebata zimên hişmendî ye.

Warê me yê sîyasî, ji alîyê zimên de warê herî qels û derbxwarî ye, ji ber ku têkîlîya bi sîyasetê re hertim di ser dewletê re û bi zimanê dewletê hatîye kirin, ev war, ji Kurdî bêrî bûye û bûye çêregeha Tirkî. Em herî pirr di vî warî de ditengijin û têkilîya gel û sîyasetmedaran di ser zimanê me re nayê sazkirin. Ji bo rastkirina vê qadê, divê em bikarin rastîyê bibêjin û berê rexneyan bidin xwe. Em feraseta yekzimanîyê red dikin, lê belê kongre û konferansên sîyasî û civakî yên ku li bajarên me pêk tên, li gorî feraseta yekzimanîyê tên lidarxistin. Hema bi tenê, em bala xwe bidin Amedê bes e. Îsal li Amedê nêzîkî deh kongre an jî konferans hatin lidarxistin. Pirranîya van kongre û konferasan bi Tirkî bûn. Di van kongre û konfersansan de çend gotinên Kurdî tên kirin, çend afîşên bi Kurdî tên daliqandin û piştre hemî axaftin bi Tirkî tên kirin. Gerek em vê şaşîyê bibînin û ji bo guhertina qada sîyasetê têkevin nav hewldanan û kongre û konferasên xwe bi zimanê xwe çêbikin û hesabê pirrzimanîyê bikin. Wextê ku namzetên sîyasetê bên hilbijartin gerek em xala zimên di ser guhên xwe re navêjin û ji bo namzetên Kurd, wek krîtereke esasî derxin pêş.

Di doza qirrkirina sîyasî ya KCK’ê de, girtîyan mafê xwe yê herî însanî bi kar anî û xwe bi zimanê xwe parast. Ji ber vê yekê gellek alozî derketin, doz hatin taloqkirin, dozger û dadgeran gellek tahde li girtîyan kirin. Dewlet, li hemberî vî mafê însanî neçar ma û bi rêya tercumanan girtîyên sîyasî, xwe bi zimanê xwe parast. Bi vê biryarê, feraseta dewletê ya yekzimanîyê derbek xwar. Lê bi dû re çi bû û me çi kir? Em çima li dû vê biryara xwe nesekinîn û çima di hemî dozên sîyasî û yên din de ev biryar neket merîyetê? Eger, em bersiv nedin van pirsan û gavên xwe wiha biavêjin, dê çoya me ya sist li enîya me bikeve.

Sazî û dezgehên me yên ku li bakurê Kurdistanê ne, pirranîya civîn, perwerdehî û xebatên xwe bi Tirkî çêdikin. Dema ku hûn sedema vêya dipirsin, rayedarên me dibêjin hinek kes ji Kurdî fam nakin, lewma em bi Tirkî çêdikin. Ew “hinek” kes carinan dibe “kesek.” Yanî di civînekê de kesek bi tenê jî bi Kurdî nezane, civîn bi Tirkî tê çêkirin. Ji ber ku kesek an hinek kes bi Kurdî nizanin em çima dev ji mafê xwe yê zimên berdidin? Em dikarin hesabên wan kesan bikin, lê divê ev ne binpêkirina mafê me yê zimên be. Ev nakokîya ku di nava me de şax daye û bûye sedema herî girîng a bişaftinê, divê bi awayekî demildest ji holê bê rakirin. Ev rêbaza şaş, bişaftinê li ser me ferz dike û nahêle ku berê însanan bikeve Kurdî. Tu alîyekî parastinê yê vê rêbazê tune ye.

Li bakurê Kurdistanê, sazîya ku pirranîya karê zimên bi rê ve dibe û karên xwe bi Kurdî dike bêguman Kurdî-Der e. Lê wextê ku em li xebatên Kurdî-Deran dinêrin, em dibînin ku ew xebat jî bi feraseta hînkirina zimên hatine sînorkirin. Xebata hişmendîyê pirr zêde derneketîye pêş û hişmendî wek ders neketîye nava mufredata Kurdî-Der’an. Ji sala 2006’an û vir ve li Kurdî-Der’an bêtir, xebata hînkirina zimên hatîye kirin û sazî bi feraseta komeleyê hatîye avakirin û birêvebirin. Qadên din ên jîyanê hatine jibîrkirin û ziman ketîye nava çar dîwaran. Ji ber ku bi awayekî giştî feraseta me ya zimên qels e, sazîyên me yên ku li ser zimên dixebitin bi taybetî Kurdî-Der bêderfet û qels maye.

Bahoz Baran

Nîşe: Ev nivîs di Azadîya Welat de hat weşandin.

Fîşên xwe derxin!

Ehmed fîşên te li kû ne?

Mamoste min benîştê we cût.

Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî zanist e.

Bajar.


Di jîyanê de, rêberê herî heqîqî Amed e.

Zarokno! Em ê îro kompozîsyonekê çêbikin.

Tu çi dayînî, tu yê wê hilînî.

Heke tu finiraient dayînî, tu yê firingiyan hilînî, heke tu bacikan dayînî, tu yê bacikan hilînî.

Ehmed ev çi ye?

Mamoste wisa ye, ku mirov firingiyan dayîne dê firingiyan hilîne...

Kerem bike

Dewlet, bi rêya sazî û dezgehên xwe her roj telefonî gellek Kurdan dike û dibêje, “Alo, iyi günler…”[1] û Kurdên me jî bê ku li ser bifikirin hema dibêjin “Buyrun.”[2] û dest bi axaftinê dikin. Hinek kêlîyên weha he ne ku mirov mecbûr e li ser wan birame. Ew kêlî, serkeftinê jî binkeftinê jî di xwe de dihewînin. Di wan kêlîyan de eger mirov baş birame û xwedî helwesteke rast be, serkeftin ji mirovî ne dûr e. Ji bo Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, yek ji wan kêlîyan jî kêlîya berî “Buyrun”ê ye. Ez dixwazim di vê nivîsê de li ser wê kêlîya berî “Buyrun”ê û li ser “Buyrun”a me Kurdan bisekinim.

Ev dewlet, bi hemî sazî û dezgehên xwe li ser Tirkîtîyê hatîye avakirin û li gorî hesabê wê her kes Tirk e. Îro hema biqasî serê derzîyê be jî ji alîyê zimên ve guherînek he ye, lê dîsa jî dewletê dev ji wê feraseta xwe bernadeye. Kurdên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, di gellek warên jîyanê de serê xwe li hemberî Tirkî tewandine, rewşa rezîl a bişaftinê normal bûye û deng zêde ji kesî dernakeve. Bi taybetî li bajaran bişaftin hespê xwe bi çargavî diajo û wek destarekê Kurdan dihêre, morîkekê jî efû nake. Li hemberî bişaftina bipergal, têkoşîna me Kurdan a bêpergal mirovan ditirsîne. Ziman di salekê de bi tenê du sê caran tê bîra me Kurdan. Bişaftin wek hûtekî heftserî êrîşî me dike û em jî wek mirîşkeke gêj di quncikekê de qincilîne. Ji ber ku bişaftin pirralî ye, lazim e berî her tiştî em rewşa xwe baş tehlîl bikin û bizanin çi bi serê me de hatîye û tê. Pêleke bişaftinê ya ku li ser kar e, pêla (ne)dîyaloga Dewletê ya bi Kurdan re ye. Dewlet hesabê xwe li gorî berjewendîyên xwe dike û sazî û dezgehên ku bi ser dewletê ve ne, li gorî berjewendîyên dewletê tev digerin. Çawa yekzimanî feraseta dewletê be, wisa jî feraseta sazî û dezgehên wê ye. Li Bakurê Kurdistanê ev sazîyên dewletê(Banka, telemînîkasyon, walîtî, dibistan û hwd.) wextê ku telefonî Kurdan dikin, bîra zimanê wan nabin û li ser asasên Tirkîtîyê tev digerin. Kurdên me jî bîra zimanê xwe nabin û ew jî bi wan re bi Tirkî diaxivin. Ji Kurdên me belkî ji hezarî yek kes bi wan re bi zimanê xwe diaxive. Wextê ku fermîyet dikeve dewrê, mirov hema di carekê de bê ku li ser bifikirin xwe teslîmî wê dikin. Ew kesên ku li ser navê sazîyên dewletê telefonî me Kurdan dikin weha difikirin: Navê vî welatî Tirkîye ye, kesên ku li vî welatî dijîn Tirk in, her kes mecbûr e bi me re bi Tirkî biaxive. Lewma wextê ku telefonî me Kurdan dikin pirr rehet in. Îhtîmala ku kesek bi wan re bi zimanekî din biaxive pirr kêm e. Carinan radibin ji bo neteweyên din zimanên bîyanî di kar û baran de bi cî dikin, lê ji bo zimanên ku di vî welatî de tên axaftin tu tiştî nakin.

Eger em li ser kêlîya berî “Buyrun”ê biramin û wextê ku ji wan yekî got, “Alo, iyi günler.” Em ji xwe re bibêjin “Ka deqakê deqakê.” û li wê derê bisekinin û ji xwe bipirsin û bibêjin, “Ma çima bi Tirkî?” û ku hişê me bi serê me de bê û em bi zimanê xwe ji wan re bibêjin, “Kerem bike.” dê çi bibe? Wextê ku hûn nabêjin,“Buyrun.” û ji dêvla wê hûn bi zimanê xwe dibêjin, “Kerem bike.” heşayî hizûran ya/ê li hemberî we dibe ker û dimîne. Wextê ku mirov bi wan re bi zimanê xwe diaxive, ew nezanin dê ji mirovî re çi bibêjin, hesabê wan tevlihev dibe, şaşomaşo dibin û li Kurdan diqelibin. Rastî Kurdan tên. Derz li feraseta wan a yekzimanîyê dikeve. Gotina xwe dubare-sêbare dikin, dibêjin qey deng nehatîye we, lê wextê ku fam dikin hûn li ser xetê ne û zindî ne û hûn bi zimanê xwe diaxivin, deng ji wan dernakeve. Ew tiştê ku gellek caran hatîye serê me Kurdan, îcar tê serê wan. Zimanê wan lalome dibe, hêrs dibin, li ber we digerin ku hûn bi zimanê wan biaxivin, lê hûn ji ya xwe danakevin. Carinan peyveke ku ew piçekî jê fam dikin ji devê we derdikeve û hêvîyek di dilê wan de şîn dibe û dibêjin qey hûn ê bi zimanê wan biaxivin û teslîm bibin, lê hevokên we bi Kurdî ne, hêvîya wan di qirrika wan de dimîne. Şerpeze dibin. Dikin nakin çênabe, gellek caran bê ku hevoka xwe dirêj bikin, mecbûr dimînin û telefona xwe digirin. Wextê ku telefona xwe digirin çi hîs dikin gelo? Belkî radibin numareya telefonê kontrol dikin, dibêjin belkî numare şaş be. Lê na, numareya telefonê rast e. Fam dikin ku li vî welatî însanên ku bi zimanên din jî diaxivin he ne. Belkî tirs dikeve dilê wan û xwe bi xwe dibêjin, kesên weha zêde bibin em ê çi bikin? Belkî ev tirsa wan zû derbas dibe û xwe bi xwe dibêjin, na lo/na lê, me telefonî sedan kesî kir lê yek bi tenê bi zimanekî xerîb avixî, tişt pê nayê.

Wextê ku Kurd bîra zimanê xwe nabin û dibêjin “Buyrun.” kef bi ser devê dewletê dikeve. Ew “Buyrun” dibe “Buyruna bişaftinê” û rê li ber bişaftinê vedibe. Yanê hûn ji dewletê re dibêjin “Buyrun, tu dikarî me bibişêvî.” Polîtîkayên dewletê yên bişaftinê bi wê “Buyrun”ê re tên erêkirin. Dibe ku hinek kes hay ji girîngîya vê meseleyê nîn bin û ev rewş ji bo wan normal be. Lê ji bo hûtê heft serî yê bişaftinê “hay-jênebûn”a we girîng e. Bi “Kerem bike.”yê re haya mirov ji mirovî çêdibe û mirov kevirekî li nava serê wî hûtê heftserî dixe û rêya ramîn û hişmendîyê vedibe.

Bindest piştî wextekî dişibin serdestên xwe. Di vê mijarê de, gerek em bi tenê berê xwe nedin dewletê, li Bakurê Kurdistanê sazî û dezgehên Kurdan jî dema ku telefonî Kurdan dikin bi pirranî bi wan re bi Tirkî diaxivin. Bi taybetî kar û barên şaredarîyên me û axaftinên wan ên bi rêya telefonê bi pirranî Tirkî ne. Gerek ev rewşa hanê jî neyê qebûlkirin û bê rexnekirin. Eger bişaftin ji me re bibe derd û em li ser wê serê xwe biêşînin, helbet em ê hin kevirên din jî li serê wî hûtê heft serî bixin û wî ji hemdê wî bixin. Mesele belavkirina van tevgeran û hişmendîya wan e. Ev tevger hesabên wan tevlihev dikin, mecbûr dimînin ku Kurdan di nava hesabê xwe bixin. Bi tevgerên hişmend ên Kurdan ew ê fam bikin ku li vî welatî her kes ne Tirk e û feraseta wan ne rast e. Wextê ku ew sazî ji bo karê xwe li kesekî bigerin dê hesabê zimanên din bikin. De tu jî “kerem bike” dev ji “buyrun”ê berde.

Ez qeyda axaftinekê li jêr dinivîsim:

Banka: Alo, iyi günler!

Kurdek: Kerem ke.

Banka: Efendim, anlayamadım![3]

Kurdek: Kerem ke, kerem ke!

Banka: Alo, alo beni duyabiliyor musunuz?[4]

Kurdek: Kerem ke, dengê te tê tê!!!

Banka: Efendim anlayamıyorum, lütfen Türkçe konuşur musunuz?[5]

Kurdek: Ez Kurd im, Kurd!

Banka: Kürt müsünüz! Ama ben Kürtçe bilmiyorum ki.[6]

Kurdek: Îşê min jê nîn e.

Banka: Ama beyefendi Türkçe biliyor olmanız lazım.[7]

Kurdek: Hella hella!

Banka: Beyefendi ben … bankasından arıyorum, lütfen Türkçe biliyorsanız konuşun.[8]

Kurdek: Ez bi Tirkî dizanim, lê ez dixwazim bi Kurdî biaxivim.

Banka: Efendim iletişim eksikliğinden dolayı gorüşmemizi gerçekleştiremiyoruz? İyi günler.[9]

Kurdek: Oxir be!

Nîşe: Wextê ku perwerdehîya Kurdî li Kurdistanê tam bi cî bû û zarok bi zimanê xwe mezin bûn, helbet dê qala van rojan bê kirin. Dê yek ji wan zarokan, bi vê rewşê bihise, şaş bimîne û ji mamosteya xwe bipirse, “Mamoste qey wê çaxê nedihat bîra Kurdan ku bi dewletê re bi zimanê xwe biaxivin.” Mamoste jî dê qet tiştekî ji zarokan veneşêre û rasterast bibêje, “Kurê min hişê gellek kesan wê çaxê ne li serê wan bû. Tu dev ji dewletê berde, nedihat bîra gellek Kurdan ku bi hev re bi Kurdî biaxivin.”

Xortê Kurd Mahîr Çetîn, di 3'ê îlonê de li navçeya Kaşê ya bi ser Antalyayê ve ji alîyê nîjadperestên Tirk ve ji ber ku bi zimanê xwe axivî hat qetilkirin. Mixabin, ev bûyer ji ber ku bi zimên re eleqedar bû wek bûyereke normal hat qebûlkirin û bertekên xurt nehatin nîşandan. Di rastîya xwe de, her roj ji ber zimanê Tirkî gellek zarokên Kurd ji cewhera xwe dûr dikevin û tên qetilkirin. Ev qetlîam li ber çavên me hemîyan pêk tê û em hemî ji van qetlîaman berpirsîyar in.

Ji Çîroka Bakur Çend Têbinî

“Çîroka Gelêrî”

“Kurd” û “Çîrok”, du evîndarên ku tucarî ji hevdu veneqetiyane, du evîndarên ku dilên xwe li hev rehet kirine û mehra filleyan li xwe birrîne. Ji nava lewnên wêjeyî, mirov dikare bibêje ku kirasê Kurdî li çîrokê baş fesiliye. Çîrokê gellek caran kul û derd vegotine û ew ber bi hawara gelî de hatiye. Bi rêya çîrokê gelî êşên xwe hinekî sivik kirine û bêhna xwe berdaye. Ji waran heta gundan, ji gundan heta goman, ji goman heta konan li Kurdistanê her der bûye warê çîrokê. Gelî hest û ramanên xwe, bi hunera zimanê xwe ew ristine, bi vegotinê ew dewlemend kirine û kemilandine. Bi hezaran çîrok wek xirxalên gûzan, yek li ber yekê hatine rêzkirin û di wêjeya Kurdî de wan ciyê xwe girtiye.

Di vê erdnîgariyê de çîroka gelêrî, bi aqilê gelî, bi zargotinê, bi tevnsazî û xeyalsaziya gelî dermale bûye û xwe gihandiye heta roja me. Alaya çîroka gelêrî ji mêj ve ye li asîmanê Kurdistanê li ba dibe. Dema ku mirov bala xwe bi her awayî dide çîroka gelêrî di destpêkê de mirov rastî zimanê têr û tijî tê. Zimanê bi nan û xwê, zimanê rewan, zimanê kokdar û jîndar. Ew ziman e ku dil û hişê mirovî têr dike. Ew ziman e ku rê li ber çîrokê vedike. Çîroka gelêrî bi zimanê xwe yê dewlemend derbê li vegotinê dixe û bandora xwe li ser mirovî çêdike. Tûrikê gelî dagirtî ye, bi tecrubeyên sedan salan, bi zargotinê ev tûrik hatiye dagirtin û amade ye ji vegotinê re. Di çîroka gelêrî de mirov rastî ahenga zimên tê, ew aheng heta dawiya çîrokê wek newayeke muzîkê li ber guhên mirovî ye. Bi zimanê xwe yê herikbar, çîroka gelêrî wek hespê rewan e û bi çargavî diçe. Gotinên pêşiyan, biwêj û qalibên zimên wek xwêya di nava xwarinê de wê tehmdar dikin, hêza wê xurt dikin û derbê li vegotinê dixin. Hevoksaziya çîroka gelêrî ji hişê gelî yê hevpar para xwe digire û bêhna her tiştî derdixe. Çîroka gelêrî ji hêla tevnsazî û xeyalsaziyê ve jî xwe digihîne asta hunereke bilind û aqilê gelî yê hevpar nîşanî me dide. Vegotinê herikbariya xwe di wê de winda nekiriye. Çîroka gelêrî gellek caran wek lorîkan mirov di xew re birine, wek mamosteyan ew perwerde kirine. Damarên çîroka gelêrî xwe berdidin cuhokên zimên û bîra mirovî kûr dikin, zindî dihêlin. Di şevbihêrkên Kurdistanê de gellek caran çîroka gelêrî giyan têr kirine. Çîroka gelêrî gerrok e, ji rûpelan bêtir li ser zimanan e. Bê pasaport e çîroka gelêrî. Bêhna wê hûn heta bibêjin fireh e, ji mêvandarî û mazûbantiyê jî bi têra xwe hez dike. Çîroka gelêrî bi sebrê çêbûye, afirandoxan nelezandiye û negotiye “Han ji we re çîrokek.”

Comerd e çîroka gelêrî, deriyê xwe ji her kes û her tiştî re heta dawiyê vekiriye. Xelkê ya dilê xwe(a ku li nêzî rastiyê ye) gellek caran bi rêya wê vegotiye. Xelkê gellek caran di şevên sar û tenha de xwe li ber wê germ kiriye. Agir e çîroka gelêrî, agirê kuçik û pixêriyan, agirê tenûran, agirê dilan…

“Zemîna Çîrokê, Ziman”

Dema ku mirov berê xwe ber bi çîroka nûjen de dike û herdu awayan dide ber hev, hema di derbekê de mirov fam dike û dibêje, çîroka gelêrî mirîşka gundan e, lê çîroka nûjen li ber wê dibe mirîşka ziraetê. Çîroka nûjen derba xwe ji zimên dixwe, wê devê wan baş nekeriye guhanên zimên û memikên wê nemijtine, li zimên nebaniyaye çîroka nûjen. Lewma jî xav maye, lawaz û virnî ye. Çîroknûs bi zimên nejî, bi zargotina xwe dermale nebe, xwe negihîne kokên zimanê xwe, heta sibê qala çi jî bike tewş e. Çîroka ku ji zimên dûr be nake du quriş û nîv. Hespê çîroka gelêrî yê rewan û bi çargavî diçe, di çîroka nûjen de bi loqloqî diçe û dibe hespê lexer. Li bajaran zemîna zimên ava nebûye, Kurdî ji bajaran bêtir li gund û navçeyan zindî ye û li wan deran dermale bûye û dibe. Çîroknûsên ku li bajaran in wek dengbêjên fetisokî ne, bê war in. Wan ji zargotina xwe, ji kelepora xwe gellek caran para xwe negirtiye. Ji xwe re zimanekî kevirî ava dikin û bi tenê ew ji wî zimanî fam dikin. Çîrokên wan nakevin ser zaran û bandora xwe li ser civakê çênakin. Kurdek îro dema ku li bajaran mezin dibe ji “Kurdbûn”a xwe dikeve. Ziman li bajêr nehatiye fesilandin. Kurdiya li bajaran qels e û têra vegotina çîrokan nake. Helbet kar û erka nivîskarê/î ye ku zimanê xwe bilind bike, asoyên wê berfirehtir bike, lê gellek caran berovajiya vêya pêk tê. Çîroknûs zimanê xwe yê dewlemend bi kar nayînin û radibin wî zimanî dirûxînin û qels dikin. Giyanê nivîsarê ziman e, zimanekî têr û tijî tune be, çîrok çênabe. Nivîs li ser zimên tê avakirin, dema ku mirov zimên baş bi kar neyîne, bi çi awayî qala çi jî bike tewş e, berî her tiştî divê hesabê zemînê ango hesabê zimên bê kirin. Mijarên berze çîrokê berze nakin, zimanekî baş, vegotineke baş û honandineke baş çîrokê berze dikin. Gellek çîroknûs ji kokên zimanê xwe veqetiyane, ji zargotinê(wêjeyê) qut bûne, ne li ser kokên xwe ne û dixwazin şîn bibin. Pişta xwe nadin zimanê xwe û dixwazin ji xwe re zimanekî nû çêbikin. Gellek caran dema ku mirov dixwaze çîrokeke nûjen bixwîne, ji ber zimanê wê yê nekemilî mirov aciz dibe û dev jê berdide. Zimanê qels zemînê sist dike, raman dikule, hevok dikule. Bi xwe re tevnsaziyeke sist, aqilekî belawela tîne.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   66   67   68   69   70   71   72   73   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin