Beşa yekemîn
Di vê beşê de ez ê wan bêjeyên ku wekî hatine destnîşankirin di ferhengê de hene, derpêş bikim: Bêrê, berik, bûr, cax, cêrî, cobir, dijberî, girs, gokmeydan, helsor, heste, hewa, hoy, hurme, jûr, kab, kelekel, kepîr, kepir, kewandî, kud, kurtedem, mak, max, mêkewEv 25 peyv bi vî awayî di ferhengê de min dîtin. Li ser peyva "berik" ku wek "berrik" hatiye destnîşankirin hewcedarî bi çend gotinan heye. Di zimanê me yê nivîskî de der barê tîpa dubare de nelihevkirinek heye.
Ez di xebatên xwe de tîpa dubare (şede) bi kar naynim. Loma ne wek "berrik" lê belê mîna "berik" ev peyv heye ku min di pênc xalan de cih daye vê peyvê ku ew ji aliyê bilêvkirinê û wateyê ve ji hev cihê ne.Li hêla din, di ferhengê de peyva "girs" cih girtiye, lê belê di wateya "yığın" de "girse" heye. Dîsan peyva "kepîr" heye, lê ne di wateya "uçurum" de "kepir" cih girtiye.
Beşa duyemîn
Ez niha jî dixwazim li ser wan peyvan bisekinim ku îcar bi şêweyeke din di ferhenga min de cih girtine.bingorî: Bi vî awayî di ferhengê de cih negirtiye. Lê wek bingor kirin heye.binikî: Peyvên binik û binkî hene.bîrkok: Ez nizanim gelo ev peyv di çi wateyê de ye.
Eger ew di wateya bîra avê de be, wek "bîr" û "bîrik" di ferhengê de cih girtiye. Lê ger xwedî wateya kesê ku tiştan zû ji bîr dike be, îcar mîna "bîrok, bîrker, bîrkor, bîrsar" di ferhengê de heye.
celab: Eger ew ne peyveke din be; wek celeb heyecawtarî: Ev peyv heke navê cureyekî baharatan be, di ferhengê de wek "cehterî, catirî" heye.
çarpî: Heke ev peyv ji aliyê wateyê ve çarling be, awayê wê yê rast çarpê heye, lê belê ku di wateya çarlepkan de be îcar wek çarpîk di ferhengê de heye.çav bi çav: Mîna "çav bi çav li hev nihêrtin" heye.
çîqeçîk: wekî çîq heye, lê ger mebest ji vê peyvê teqlîda dengê çûk û çivîkan be, awayên çîk, çîveçîv û wîçewîç di ferhengê de hene.
çevbêtirs: Di ferhengê de bi awayê çavnetirs heye ku di zargotina me de bi hêsanî em rast lê tên. Ji şêweya çavbêtirs bêhna tirkî tê.
çinçinkirî: Bi şeklê çînçînkirî di ferhengê de heye. Ez bi xwe rastî awayê "çin" an jî "çinçin" nehatime. Ji min kirê ew şaş hatiye bikaranîn û îhtimal e ku ew "çînçînkirî" be.
destxwîn: Awayê destbixwîn di ferhengê de cih girtiye ku ev di zargotina me de heye û rasttir e ji şêweya "destxwîn".
devhesp: Ku di heman wateyî de bin, mîna devhespok heye.
dilronî: wek "dilronîker" heyedipandin: Eger ev halê kişandî ya lêkera "pan"a gerguhêz be, wek "pandin" di ferhengê de heye.
dirbî: Eger ev jî hemwateya "derpê, derpî" be di ferhengê de heye.
fehîdkar: Di ferhengê de wek fihêdkar, fedîkar heye. Her wiha em di devokên kurmancî de rastî van awayên bilêvkirinê jî tên: Fehît, fehîtok, fehîtoyî, fehêt, fêhêt, fêhêtayî, fêhêtoyî, fihêd, fedok û fedî.
ferkizandin: Wek "ferqizandin" heye. Ez wisan texmîn dikim ku di vê lêkerê de dengên "k" û "q" bi hev hatine guhartin. Bi gotina kurt, wek şaşiyeke rastnivîsê ji min re xuya dike.
ferkizî: Wek "ferqizî" heye.
ferxecewr: Peyvên "ferx" û "cewr" cuda hene. Ev gotina hevedudanî ji min re xerîb tê.
gihîjok: Bi şêweyên "guhîj, givîj û gîjok" di ferhengê de hene.
guvîj: wek givîj û guhîj heye.
heşînok: Eger ev navê reng û morîka nezerê be wek "hêşînok" heye.
Ji ber çi ez wisan dibêjim, ez dixwazim diyar bikim. Ez pir rast lê têm ku di zimanê nivîskî de jî hin kes dengê "ê" û "e" tevî hev dikin, an jî li gorî devoka xwe dinivîsin. Mînak: hejmar û hêjmar, hejar û hêjar, nêrîn û nerîn….hevirge (hevêrk): Di ferhengê de hevêrk û hevêrke heye.
jêkdûrî: Tenê wek "jêk" heye ku ev jî peyveke hevedudanî ya "ji+êk" hatiye pê. Her wiha "jêkdûrî" jî sînonîma "jihevdûrî" yan jî "jevdûrî" ye û di ferhengê de tenê "jevdûrî" heye.
kavcal: Di ferhengê de "kevjal, kêvjar, kêfşing" hene ku sînonîmên hev in.kevûk: wek "kevok" heye ku ev şêwe di zimanê devkî û nivîskî de zêde berbelav e.koşek: (Eger sînonîmê hev bin) di ferhengê de "koşik" heye.
kupik: Gelo ev ne "kûpik" beşkurdunde: Sînonîmên wê yên wekî "kurdonde, kurdûnde û kordunde" di ferhengê de hene.
kurkirik: Di ferhengê de "kurkurik" heye. Lê ji ber ez wateya peyvê nizanim, nikarim bibêjim ev jî sînonîma wê ye. Her wiha dibe ku hemwateya "kirkirk" be jî.
lêvbûn: Gelo heye ku ev berginda "bilêvbûn"ê ango telafûzkirinê be, yan jî , ne "levabûn" ango parîkirin beş!lojin: Di ferhengê de hemwateyên wê "rojing û rojîn" hene. Lê ew nîn e. Em dizanin ku di zimanê me de dengên "l" û "r" bi hev diguherin. Mîna alîkarî û arîkarî. Jixwe ji bo kuleka ronîkirinê di kurmancî de "rojîn" jî tê gotin. Ew cihê ku roj tê re dikeve hundirû. Lewma rojîn, an jî rojing ji awayê "lojin" rasttir e. Bi ya min qet nebe di zimanê nivîskî de divê ku ew bê tercihkirin.Kurtasiya gotinê, 32 made ji vê lîsteya hanê jî, bi vî awayî di ferhengê de cih girtine.
Beşa sêyemîn
Di vê beşê de jî ez dê li ser navên hevedudanî û terkîban rawestim û nêrîna xwe bibêjim.bîhnfurî: di ferhengê de ev gotina hevedudanî nîn e, Lê divê ku ez balê bikêşim ser du aliyên wê. Yek; peyva "bîhn". Ev bêje di zimanê me yê devkî û yê nivîskî de bi çend şeklan derdikeve pêşberî me. Mîna "bîn, bihn, bihin,bêhn û bîhn". Aliyê duyemîn jî ev e. Di zimanê me de lêkera "fûrîn" heye, bi ya min îcar ji aliyê rastnivîs û vekîtê ve li rastê şaşiyek heye ku ew ne "furî", lê divê "fûrî" be. Îcar ku peyveke hevedudanî ji van bê çêkirin, divê mirov zimanê nivîskî li ber çav bigire û biryarê li ser "bêhnfûrî" bide. Dimîne ka ev peyv ji aliyê semantîk ve rast e an na.dûvkaniya çav: Di zargotina me de "dûvçik û kanika çav" heye û ev her du peyv jî di ferhengê de hene. Dûvçik ango qemçika çav e û kanik jî ew cih e ku hêstir û rondikên çavên mirov jê derdibin. Îcar ev peyveke hevedudanî "dûvkaniya çav" çêkirî û şaş e.haşer û maşer: Wek "heşir û meşer" cuda hene: Awayên "haşer û maşer" bi ya min bilêvkirina zimanê tirkî ye.karên nehînî: Wek peyv "nehênî" heye, lê bi awayê terkîb bi vî awayî nîn e, îcar di şûnê de "karên nelirê" heye ku ev jî biwêjeke zargotina me ye.kêfa Gurê Manco kirin: "Kêfa gurê pîr kirin" heye û ev rast e: Wek tê zanîn "Gurê Manco" afirandiyekî xeyalî yê zargotina me ye.kewgîrvan: Di zargotina me de "kewgir" heye, lê belê ev şeklê "kewgîrvan" şaş e. Jixwe carek bi paşgira "gir"ê kirdenav (îsmê fail) hatiye çêkirin, êdî hewce nake ku em parkîta "van"ê jî lê zêde bikin. Lê çi heyf ku di zimanê me yê nivîskî de em rast lê tên xetayên wiha girîng ên tên kirin û hema kî bikeve tengasiyê radihêje paşgira "van"ê û li dawiya peyvekê datîne, bêyî bizanibe bê lê tê an na. Wekî "guhdarvan" û "beşdarvan". Ev nabe…..malraxistin: Di ferhengê de xanî raxistin heye. Eger qest ji vê peyvê hazirkirina nav malê be, bi kurmanciya gewr jê re hazirkirina malê, mala hazir jî tê gotin. Lê raxistina xanî an jî malê, tê wateya bikeyskirina têkberên navmalê, nemaze raxistina cîraxan.marên cû: Ez bi xwe rastî gotina "marê sercûn" hatime û min di ferhengê de, di xala "sercûn" de cih daye vê gotinê. Her wiha bêjeya "cûn" jî di ferhengê de heye. Lê ez rastî awayê "cû" nehatime. Bi ya min, ev "cû" ji "cûn"ê tê.Ev her 8’ên (heştên) hanê jî, ez bi vî çavî li wan dinêrim û dinirxînim
Beşa çaremîn
A rast min dixwest ez li ser van peyvên mayî jî, nemaze hin ji wan ên hevedudanî jî çend tiştan binivîsim, lê ji ber ku nivîs dirêj nebe, ez hewcedarî pê nabînim. Hema ez bi awayekî kin û kurt bibêjim ku ev peyvên li jêrê di ferhenga ku min amade kiriye de, nîn in:Alega, bacanî, bahûn, balşox, bêguhêr, bêhnatî, bêrkevanî, besttijî, cotedil, çermkerî, damîş, dengsar, dêqehp, diqilandin, ezreqî, garisî, gelevînî, girane, gula mihemedî, gulmêw, hefrî, helekesk, hemdanî, hûlîlk, înik, îşkencehez, îşkencexwaz, kezebxur, kurtqusiyayî, lêvtarî, meretest:Li ber destê min 5 hezar peyv hene ku min ew di ferhengê de bi cih nekirine û ez misêwa peyvan li wan zêde dikim. Min ev peyv jî ji nivîsar, berhem û zargotinê berhev kirine. Lê ji ber ku der barê wateya wan de ez xwedî guman bûme yan jî min başebaş bi mehneya wan nizanibûye min ew di ferhengê de bi cih nekiribûn. Min peyva bahûn (bahûn: kevçiyekî bahûn) û gula mihemedî jî di nav vê lîsteya banka xwe ya peyvan de dîtin.Di encamê de ez hez dikim ku der barê çend xalên ku ji bo min girîng in, tiştinan bibêjim. Gelo gava ku em ferhengên xwe amade bikin em dê zimanê nivîskî ji xwe re hîm û bingeh bibînin an jî zimanê devkîş Eger em ferhengên berhevkariyê saz bikin bi ya min hewce ye ku em devokên zimanê xwe li ber çav bigirin û navê ferhenga berhevkariyê lê deynin. Li hêla din îcar em tenê ferhenga vesehîkirinê (ku tirk jê re dibêjin tarama sözlüğü) durist bikin pêwîst e ku em peyvên nivîskar tomar û qeyd bikin.Gava ku ez berhemeke nivîskarekî dixwînim û peyv û biwêjan, gotinên pêşiyan ji wan derdixim ez bi hendaze nêzîkî li wan dikim û heta ji min tê, helbet li gor zanîn û tecrûbeya xwe, bi hûrbînî û nişmîtî li ser wan radiwestim. Ji lew re nemaze li ser nivîskarên me yên bakur bandor û hînkariya zimanê tirkî gelek heye. Kêm nivîskar ji vê rewşê xwe filitandine. Her wiha nivîskarên me gelek peyvan (cureyên wan çi dibe ew zane, nemaze peyvên hevedudanî û yên kirdenav) çêdikin, bêyî ku ew ji taybetî û teknîka zimanê kurdî agahdar bin. Ez nabêjim bila qet peyvan çênekin, na, jixwe gava mirov dest avêt nivîsandinê bivê nevê mirov dibe midaxilê zimên.Birêz Mehmed Uzun jî ji wan kesan e ku tesîra zimanê tirkî li ser heye. Min di hejmara 13’an a kovara W’yê de nivîsek bi navê "Der barê zimanê Mehmed Uzun de çend têbinî" weşand û ji romana wî ya "Hawara Dîcleyê II" gelek nimûne wergirtin, bi tevî nîşandana hejmara rûpelan û ez li ser wan hûr bûm. Min bi awayekî aşkera tesîra zimanê tirkî ya li ser şêwaz û fikirîna wî ya bi zimanê kurdî xuya û destnîşan kir. Ez naxwazim zêde dirêj bikim, kesê ku meraq dike dikare û dişê dêhn û bala xwe bide wê nivîsara min. Tengasî û alaziyên me hene. Jixwe baş tê zanîn ku hîn zimanê me yê nivîskî ji hêla rastnivîs û vekîtê ve nekemiliye û xwedî gelş û gelemşeyan e. Li vir ez naxwazim bikevin nav kitekitan behs ji hewcedariyên ji bo pêkanîna ferhengan bikim. Kesên ku serê xwe bi vî warî diêşînin pir hindik ji wan pîvaneyan haydar û agahdar in. Rê û dirb diyar û aşkera ne.Li dawiyê ez dixwazim bibêjim ku min bi xwe ji vê gengeşiya navborî gelek sûd û kelk wergirt. Ev yek bikêrî min hat. Ez ji hemû kesên ku tevî vê nîqaşê bûne, digel ku ez ji şêwaz û islûba hin kesan ne razî me jî, spasên xwe pêşkêşî wan dikim. Her wiha, her kesê ku bi vî zimanê tehdedîtî û qedexekirî dinivîse û berheman diafirîne, xizmetê ji zimanê kurdî re dike û ji bo bipêşxistin, peresandin, geşepêdan û standardkirina wî xwedî ked û hedê ye. Derdê me pir e, loma gotinên ku hewce ye bên gotin jî zêde ne. Ez bi ew qasî qîma xwe tînim. Paşê eger hewce bike em dikanin ji tiştên din ên bi vê mijar û dabaşê re eleqedar in, bibêjin û vebêjin.
Di Kurdî de Cure û Avaniya Lêkeran
Zana Farqînî
Lêker, ew cure peyv in ku em bi saya wan ligel têgîna dem û kes ji rewş, kirin, qewimîn, tevger û bûna tiştekî agahdar dibin. A ev cure peyv, ji ber taybetiyên xwe ji çend aliyan ve tên senifandin. Ev senifandin jî, ji aliyê binyadî, erkî, kirdeyî û teşeyî ve ye. Em niha jî yek bi yek li ser van rawestin, lê bêyî ku em em bikevin kitekitên wan.
a) Ji aliyê binyadî ve lêker
Heta niha di kurdî de, bi qasî ku ez dizanim û ez lê rast hatime, ji aliyê binyadî ve li ser çar xalan tê rawestandin. Lê bi ya min xaleke din jî divê li van xalan zêde bibe. Ji aliyê binyadî ve lêker ev in:
1. Lêkerên sade 2. Lêkerên çêkirî (dariştî/pêkhatî) 3. Lêkerên hevedudanî 4. Lêkerên ku ji hev dibin 5. Lêkerên biwêjî
Ji vê senifanê, navê "lêkerên ku ji hev dibin" aîdî min e û ez dê di nivîsareke taybet de li ser vê mijarê rawestim, ku tiştê ez pê dizanim heta niha di kurdî de kes li ser vê yekê nesekiniye.
b) Ji aliyê erkî ve lêker
Di zimanê me de lêker ji hêla erkî ango peywirî ve li du xalan pareve dibin. Ev levabûn, li gorî stendin an jî nestendina serveyê ango bireserê ye:
1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî) 2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî)
c) Ji aliyê kirdeyî ve lêker
Ji vê hêlê ve lêker li çar beşan dabeş dibin. Em niha wan jî di rewşa xalan de derpêş bikin:
1. Lêkerên lebatî 2. Lêkerên tebatî 3. Lêkerên berbihevîn 4. Lêkerên vegerok
Lêkerên berbihevîn di zimanê me de bi alîkariya "hev" û "êk"ê tên kişandin. Her wiha, lêkerên vegerok jî ne bi tena serê xwe, lê belê dîsan bi alîkariyê, ango bi alîkariya "xwe"yê tên kişandin.
d) Ji aliyê teşeyî ve lêker
Ev cure lêker jî di nav xwe de, dibin du beş.
1. Lêkerên rêzikî (rêzgîn/bêqayde) 2. Lêkerên nerêzikî (nerêzgîn/bêqayde)
Avaniya lêkeranLêker, ji aliyê avaniyê ve jî tên senifandin. Niha jî em bala xwe bidin vî awayî. Ji hêla avaniya lêkeran ve, lêker li pênc xalan dabeş dibin. 1. Lêkerên gerguhêz (têper/derbasî) 2. Lêkerên negerguhêz (têneper/nederbasî) 3. Lêkerên lebatî 4. Lêkerên tebatî 5. Lêkerên dançêkir
Îcar jî em ji aliyê avaniyê ve hinekî bi kitekit li ser lêkeran rawestin. Em ji xala pêşîn dest pê bikin û ji berêvkî ve bi mijara xwe de herin. Em serê pêşîn li lêkerên gerguhêz rawestin û xal bi xal em terîfa wan bikin.
1. Lêkerên gerguhêz: Ji wan lêkeran re tê gotin ku heyberên candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor digirin. Bi gotineke din ku em bibêjin; lêkerên xwedî bireser/serve, lêkerên ku dikevin bin hîkarî û bandora kar û kirên kirdeyê, lêkerên gerguhêz in.
2. Lêkerên negerguhêz: Di dema kêşanê de eger heyberekî candar an jî necandar ji kir û karê kirdeyê bandor negire, ew lêker lêkereke negerguhêz e. Ango di dema kêşana lêkerê de kirde bi tenê heye, bireser tune ye. Yê ku dike û yê ji kirinê bandor digire eynî ye. Bi awayê kin ku em bibêjin, lêkerên ku di dema kêşanê de serve ango bireser nagirin, lêkerên negerguhêz in.
3. Lêkerên lebatî: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kirox û diyar e. Eger em bi awayekî din bibêjin, yê ku çalakiya heyî dike kirde ye.
4. Lêkerên tebatî: Lêkerên ku kirdeya wan a bera ne diyar be ji wan re tê gotin lêkerên tebatî. An jî, ji ber çalakiya ku tê kirin eger bandor li kirdeyê bibe ji van çeşîdên lêkaran rê lêkerên tebatî tê gotin.
5. Lêkerên dançêkir: Ji wan lêkeran re tê gotin ku kirdeya wan kar û kirekê bi yekî an jî bi alîkariya tiştekî dide kirin. Ev kirin an rasterast e an jî bi navgîna kes an jî tiştekî ye.
Gava em têr baş di avaniya lêkeran bifikirin, em dê tê bigihîjin ku, bê di kurdî de (nemaze di kurmancî û kirmanckî/zazakî de), lêkerên lebatî û dançêkir, bi alîkariya lêkeran tên çêkirin. Lê em vê taybetiya hanê di kurmanciya naverast (soranî) de nabînin. Eger em bi zelalî li ser van cure lêkerên ku navên wan li jorê derbas bûn û ku dabaşa me jî bi giranî li ser wan e, rawestin, divê em bînin bîra xwe ku bi alîkariya lêkerên alîkar, lêkerên tebatî û lêkerên dançekir tên çêkirin û lêkerên alîkar di dema kêşanê de li gorî demê tên kişandin, lê lêkera ku esil kar û erk li ser e, di rewşa rader (mesder) de û her wiha di halê gerguhêz de ye.
Rewşa tebatî bi alîkariya lêkera "hatin" tê çêkirin û ev lêker li gorî deman tê kişandin. Lêkera ku esas kar li ser e, di rewşa gerguhêz û awayê raderîn de ye. Mînak; hatin gotin: hat gotin, dihat gotin, dê bê gotin, hatiye gotin, hatibû gotin, hatibûba gotin, bê gotin, bihatiba gotin û hwd.
Çawan me berê jî got, em nikarin lêkerên negerguhêz bi alîkariya lêkera "hatin"ê bikêşin û biçivînin. Ji bo nimûne; em nikarin bibêjin hate rawestîn, hate çêbûn, hatibû xemilîn, dê bihata bestîn û hwd. Lê mixabin ku em di çapemeniya kurdî de çi nivîskî û çi jî dîtbarî rast lê tên ku bi awayekî çewt û derî rêzika heyî ya rêzimanî, wekî mînakên ku me li jorê derpêş kirin, rewşa tebatî tê çêkirin.
Dîsan awayê dançêker jî, bi alîkariya lêkera "dan"ê tê çêkirin û eynî mîna lêkera alîkar a "hatin"ê tê kişandin. Rêzikên ji bo pêkhatina rewşa tebatî çi bin, ji bo rewşa dançêkir jî eynî ne. Nimûne; dan nivîsandin: da nivîsandin, dihat nivîsandin, dê bide nivîsandin, daye nivîsandin, dabû nivîsandin, dabûbû nivîsandin, bide nivîsandin, bida nivîsandin û hwd.Ev her du lêkerên alîkar "hatin" û "dan" ji bo rewşa tebatî û dançêkir bi lêkerên "hatin" û "dan" re nayên kişandin. Ku em bi gotineke din bibêjin, careke din bi xwe re nayên bikaranîn. Ango em nikarin bibêjin ku "dabûn dan", " hatibûn hatin" û her wekî din. Digel vê rewşê lêkerên hevedudanî yên ku bi lêkera alîkar "dan"ê hatine çêkirin, tev de nebin jî dîsan hin jê di rewşa dançêkir de tên kişandin. Mînak: Wê bide xeberdan bê ka çi di binê zimanê wê de heye.
Lê belê em nikarin hin lêkerên hevedudanî ku bi lêkera "dan"ê hatine çêkirin, bi awayê dançêkir biçivînin. Ji bo nimûne em nikarin bibêjin "min ew da xwêdan" , an jî "min ew da hewldan"Li aliyê din, divê ku em bibêjin zimanê kurdî zimanekî lebatî (aktîf) ye, rasterê ye. Jı vî aliyî ve, ji hin zimanan cihê ye. Riyên wê yên vegotinê cuda ne. Ji lew re ji bilî rewşa tebatî û dançêkir, di dema kêşana lêkeran de û ji bo diyarkirina rewşê, mirov serî li riyên din jî dixe. Îcar lêkerên alîkar "kirin" û dîsan "hatin" tên hawara meriv. Lê rewşa kişandina van îcar cihê û cuda ye.
Di dema kişana van lêkeran de, ku gihaneke "ku" dikeve navbera wan, her du lêker jî tên kişandin û sabît an jî di rewşa raderê de namînin. Bi dana nimûne û mînakan em mijarê zelal û ronîtir bikin:
Ji qehiran dikir ku biteqiya, Pirî hêrs bûbû dikara ku xwe bixwara, Bike ku lawik vegere malê Hat ku xwe bixwe Dihat ku di cih de ji girînan ziwa bibe Îcar ew lêkerên ku li jorê dabaşa me li ser wan bû me mîna "xwê dan", "hewl dan" bi azîna li jorê û bi awayên din tên kişandin:
Min kir ku xwê bide (an jî ku em navdêr "xwêdan" û "dan" jî wek lêkera alîkar bipejirînin kir ku xwêdan bide), Min kir ku hewl bide,Li vir hewcedarî bi aşkerakirina rewşekê heye. Me li jorê behs ji curelêkerên hevedudanî kiribû, ev lêker bi alîkariya lêkerên alîkar tên kişandin. Ji van lêkerên alîkar yek jî lêkera "dan" e. Ev lêker hem wek lêkera alîkar ku pê lêkerên hevedudanî tên dariştin, û hem jî wek lêkera alîkar ku pê rewşa dançêkir tê çêkirin, derdikeve pêşiya me. A ji ber vê taybetiya wê em di rewşa avaniya dançêkir de dikevin tengasiyê. Her wiha em dikarin bi "dan"ê navên hevedudanî jî çêkin. Mîna xwêdan, xeberdan, hewldan, rêdan...A ev rewşa hanê carinan nahêle ku em lêkerên hevedudanî yên ku bi "dan"ê hatine çêkirin di rewşa avaniya dançêkir de bikêşin. Loma jî em ji bo diyarkirin û daxuyakirina rewşê serî li azîn û formeke din dixin. Mînak em nabêjin "ez ê niha sobayê dadim û we bidim xwêdan/ an jî xwêdandan" lê em dikarin vê hevokê li gorî mantiqa zimanê xwe û bi riyên vegotina vî zimanî wiha saz bikin: "Ez ê niha sobayê dadim û bikim ku hûn xwê bidin/ an jî xwêdan bidin."Min divê lı dawıyê ez bidime xuyakirin ku her zimanek xwedî taybetmendiyan e, her ziman xwedî riyên vegotinê yên cuda ne, hin ziman wekî zimanê tirkî xwedî vegotinên nerasterê ne (endîrekt in), hin ziman jî mîna kurdî xwedî vegotin û riyên rasterê ne (dîrekt in). Ji lew re divê haya me ji taybetî û rewşa her zimanî hebe ku her yek bi xwe, dinyayek e. Cihêtî û cudayên girîng di navbera zimanan de hene. Hewce ye ku em wan ji hev cihê bifikirin û bînin bîra xwe ku ruhiyeta her zimanî cihê û bi serê xwe ye. Loma gava em di nav çarçoveya taybetmendiya zimanê xwe de biramin em dê tengasiyê nekêşin lê gava ku em bi qalibên zimanekî din biramin û bixwazin bi wan qaliban hevokan saz bikin, em dê bikevin tengasiyan.
Min Ev Gotin Ji Ferhat Şakelî Hêvî Nedikirin
Zana Farqînî
Bi derengî be jî, ez dixwazim li ser gotin û daxuyaniyên Ferhad Şakelî çend gotinan bibêjim. Ez hîn jî naxwazim bawer bikim ku Ferhad Şakelî ev gotin kirine, ji lew re wek ku bêhemdî ev gotin ji devê wî derketibin dibînim û vê yekê wek bêtalihiyekê bi nav dikim.
Bi rastî, mirov nikare van gotin û daxuyaniyan wek raman û nêrîn, wek nirxandin û rexne bibîne. Ji ber ku ev gotinên ku ji aliyê Ferhad Şakelî ve hatine gotin, derî sînor û tixûbên van têgînan in. Heqaret û nebî ne, îftira ne. Tiştên bêbingeh û palpişt in. Nêrîn û boçûnên beredayî û yên ne aîdî kesên zana, bîrbir, têgihîştî, rewşenbîr ... û zanyaran in.
Mafê her kesî heye ku der barê alfabe û zaravayan de ramana xwe derbibe, ya dilê xwe bibêje û meyla xwe diyar bike. Ev yek. A diduyan, mafê her kesî heye ku rexne li kes û malbatan bike, wan û kirên wan neecibîne, lê mafê kesî nîn e ku heqaretê li kes û malbatan bike û wan bi tiştên bêbinî sûcdar û tewanbar bike, îcar ku ew kes û malbat bûbin malê gelekî.
Ew gotin û daxuyaniyên Ferhad Şakelî yên der barê alfabeya latînî ya kurdî û zaravayê kurmancî de û her wiha yên der barê bedirxaniyan de, bi tu awayî nayên pejirandin û ev gotin û daxuyanî wek mafê derbirina ramanê jî nikarin bên binavkirin. Ji lew re ez bi tundî li dij van gotinên wî yên pûç û bêbinî derdikevim û jê dixwazim ku ji demekê zûtir lêborîna xwe ji gelê xwe bixwaze û careke din dev neavêje van nirxan û zimandirêjiyan meke.
A rast, zikê min tije gotin û xeberdan in, lê devê min nagere ku ez bibêjim û devê xwe lê vekim. Bila ew careke din bi aqilekî selîm li gotin û daxuyaniyên xwe hûr bibe û tê bigihîje bê çi gotine û çima ew qas kes li dij rabûne û nerazîbûnên xwe diyar dikin.
Dîsan qertafa dema bê
Zana Farqînî
Min berê, di hejmara 30yî de, ya bi jimara 4-10 Rezber 2005 a Tûrik (ku vesera Azadiya Welat a hefteyî ye), nivîsarek bi sernavê "Awayê nivîsîna qertafa dema bê" nivîsîbû. Piştre, piştî ku birêz Amed Tîgrîs di Malpera Amîda de, bi sernavê "Lêkera ‘dê’ û rastnivîsîna wê" nivîsarek nivîsî, ji ber ku li ser heman mijarê bû, min jî xwest ku heman nivîsa xwe bêyî ez tu guherînan tê de bikim, di Amîda Kurd de biweşînim. Lê beriya min birêz Samî Berbang, bi navê "Gelo ‘dê’ lêker e yan daçek eş" di Malpera Amîda de bersiv da mamoste Amed Tîgrîs.
Bi gotina kin û kurt, min heman nivîsara xwe di Amîda de weşand.Li aliyê din, jixwe min nivîseke din jî li ser heman mijarê ango li ser qertafa dema bê dinivîsand. Lê mamoste Amed Tîgrîs destê xwe zû girt û bi sernavê "Lêkera ‘dê’ li daçekên zimanên tirkî û erebî naçe, li lêkerên alîkar ên zimanê hînd û ewropî diçe" nivîsarek di Amîda Kurd de weşand. Tê de li min û Samî Berbang rexne digire û li ser îdiaya xwe isrardar e ku /dê/ ne qertaf û ne jî daçek e.Ligel vê yekê, ez ji şêwaza (uslûba) wî ya nivîsa navborî ku tê de bersiv dide min û Samî Berbang û her wiha rexne li me digire, bigilî û gazin im.
Tenê dixwazim vê yekê bidim xuyakirin û hew.Ez bêm ser mijarê. Em her sê jî li ser ku divê /dê/ an jî /ê/ ji cînavkê cihê û bi serê xwe bê nivîsandin, hemfikir in. Tiştê ku em her sê ji hev cuda diramin navlêkirina li /dê/yê ye, ku ew mîna /ê/, /wê/ û /yê/ jî tê gotin û nivîsandin.Min di nivîsara xwe de ji /dê/yê re gotibû qertafa dema bê, Samî Berbang jî gotibû daçek. Mamoste jî jê re dibêje lêker.Min lêkolîneke biçûk kir ku bê ka gramerzanên me ji vê /dê/yê re çi gotine û çi nav lê kirine. Ez dixwazim pêşî jêgiran (îqtibasan) ji wan bikim û paşê bi mijara xwe de herim. Ez serê pêşîn ji xebata nemir Celadet Bedirxan û Roger Lescot dest pê bikim: "ezê, tuê (tiwê ve tê dahi), ewê, vb. biçimleri çeşitli zamirlerin dê belirteciyle birleşip büzülmesinden gelir; dê belirteci ise her halde başlangıçta dilek-şart kipi için normal bir kullanımdı." 1Em vê jêgiriyê wergerînin û paşê jî bala xwe bidinê bê ka wan çi gotiye: "Teşeyên ezê, tuê (tiwê û tê jî), ewê û hwd. ji têkilhevbûn û çûna bi ser hev de ya hokera dê ya bi hin cînavkan re pêk tê; hokera dê jî dibe ku berê ji bo raweya şert-daxwazê bikaranîneke normal bû."Wek ku tê dîtin wan ji bo /dê/yê hoker gotiye.
Ez niha der barê vê yekê de tiştekî nebêjim û jêgiriyên xwe bidomînim. Paşê ez dê yeko yeko li ser terîfan rawestim û raman û nêrînên xwe derpêş bikim. Qanatê Kurdo di xebata xwe ya bi navê "Gramera Zmanê Kurdi (kurmanci-sorani) de, der barê vê /dê/yê de wiha dibêjê: "Wextê paşwext bı vi teheri tê çêkırınê: pêşpırtıka ‘bı’ dıgıhije pêşkoka bınyata nıha, nişanên dêman (kesan) ji dıgıhijne paşkoka bınyata nıha, lı paşi wê pırtıka ‘ê’ ji dıgıhije paşkoka cinavên dêman." 2Min dest neda rastnivîsê û min ew wekî wê hişt. Ji daxuyaniyê Profesor Qanatê Kurdo dixuye ku, wî ji /ê/ re ango ji /dê/yê re, pirtik gotiye.Piştî Qanatê Kurdo, em binêrin bê rehmetî Kemal Badıllı der barê vê mıjarê de çi gotiye û çi navî lê kiriye: "Bu kipin yapım eki birinci şivede dê- ve ikinci şivede de ê/yê-dir. Bu ek çekimlenecek fiilin istek şeklinin hikayesi kipinde bı-lardan önce gelir." 3Em van gotinan ji tirkî wergerînin kurmancî hîna em bala xwe bidinê bê Kemal Badıllı jê re çi gotiye: "Qertafa çêkirinê ya vê raweyê di şêweya pêşîn de dê û di ya duyemîn de jî ê/yê ye. Ev qertaf di dema kêşana lêkeran a di şeklê raweya daxwazî ya çîrokî ya lêkeran de, beriya bi-yan tê." Wekî di vê daxuyaniyê de aşkera dibe, rehmetî Kemal Badıllı ji /dê/yê re qertaf gotiye.Bi dû Kemal Badıllı re ez niha jî cih bidim daxuyaniyên nemir Feqî Huseyn Sagniç ku mamostetiya min kiriye: "Daçeka nımandına demê ‘ê’ ye.
Dostları ilə paylaş: |