Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə74/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   70   71   72   73   74   75   76   77   ...   173

Hejmara "sê" (3), eger em dengdara vê hejmarê "s"yê hildin û bidin pêşiya qertafa "az"ê, peyva (s+az) "saz" bi dest dikeve. Ku em bêjeya "deh" jî pê ve bikin, peyva (saz+deh) "sazdeh" tê himatê. Lê li vir gelş û arîşeyek çêdibe. Eger şêweya vê peyvê wiha bihata pejirandin, ji aliyê bilêvkirinê ve dê di navbera wê û hejmara "şazdeh" (16) de, pirsgirêk çêbibûya. Lewma ev peyv ji aliyê teşe ve wek "sêzdeh" hatiye qebûlkirin. Em dikarin bibêjin ku dibe "sê" tev de wek pêrkît (pêşgir) hatibe pejirandin û ji qertafa sabit a "az"ê jî tenê dengdara "z"yê hatibe hilanîn û bêjeya "deh" jî pê ve hatibe kirin. An jî dengê "a"yê li "ê"yê dageriya be. Çawan ku peyva "xanî" di hin devokan de bûye "xênî".Di hejmara "çardeh" (14) de serî li riyeke din hatiye xistin. Eger wek qayde û rêzikê tevger pêk bihataya, dê di navbera wê û hejmara "şazdeh" de dîsan tevlihevî çêbibûya. Ji lew re peyv wek (çar+deh) çardeh hatiye pêkanîn. Na, heke wiha bihata kirin, dê ev encam bi dest biketa: Ji hejmara "çar" dengdara "ç"yê, qertafa "az" û peyva "deh" peyv dibû (ç+az+deh) "çazdeh" û ew û "şazdeh" tevî hev dibûn, ji aliyê bilêvkirin û serwextbûnê ve, dê sergêjî biqewimiya.

Niha jî em bala xwe bidin ser çêbûna hejmara "pazdeh" (15). "P"ya hejmara "pêncan", "az"a qertaf bêne cem hev dibin (p+az) "paz", îcar ku em peyva "deh" jî bi ser ve bikin bêjeya (paz+deh) "pazdeh" pêk tê. Di dorê de hejmara "şazdeh" heye. Ew jî dîsan bi heman awayî û bi heman rêbazî çêbûye. Em bala xwe bidinê bê hejmara "şazdeh" (16) çawan çêbûye û derketiye himatê. "ş"ya hejmara "şeş" (6), qertafa "az"ê bi hev ve bûne û (ş+az) "şaz" çêbûye, bêjeya "deh" jî lê hatiye zêdekirin û (şaz+deh) "şazdeh" hatiye pê.Hejmara "hefdeh", wekî ya "çardeh" bi qaydeyekî din hatiye daraştin. Ev jî mîna "çardeh" peyveke hevedudanî ye, lê dibe ku bi qonaxa demê re dengdara "t"yê jê ketibe. Hêmanên "heft" û "deh" hatine nik hev û hejmara "heftdeh" ji wan çêbûye. Lê wekî me diyar kir, dengdara "t"yê jê ketiye û hejmar mîna "hefdeh", "hifdeh", "hevdeh" û "hivdeh" ji aliyê devokên cuda yên kurmancî ve tê bilêvkirin. Ji nav van mînakan ya herî nêzî rastiya xwe ye, "hefdeh" e. Eger ev hejmara hanê jî mîna rêbaza ku bi qertafa sabit "az"ê çêdibe, çêbibûya, dîsan gêjahiyek derdiket holê. Ji "heft" tîpa pêşîn "h"yê û qertafa sabit "az"ê em bi hev ve deynin, wekî (h+az) "haz" derdikeve holê, em îcar bêjeya "deh" jî bi ser ve bikin û bala xwe bidinê bê çi encam bi dest dikeve. Em hêmanên "haz" û "deh" bi hev ve bizeliqînin, dibe (haz+deh) "hazdeh". Lê belê, bi vî awayî ev hejmar û hejmara "hejdeh" (18) li hev nakin û tevî hev dibin. Lewma bi azîna din hatiye çêkirin.

Em berêvkî li mijara xwe bidomînin. Dor hat ser hejmara "hejdeh" (18), "h"ya serê hejmara "heşt" (8) û qertafa "az"ê bi hev re peyva (h+az) "haz"ê tînin pê, îcar eger em bêjeya "deh" jî bînin deynin berê, wê gavê dibe (haz+deh) hazdeh. Lê di zimanê me de ev hejmar wek "hazdeh" ne tê bilêvkirin û ne jî nivîsandin. Belê, bi vê azînê (rêbazê) ew û hejmara "hefdeh" ku bi azîna çêkirina bi qertafa "az"ê wek "hazdeh" derdiket rastê, mîna hev in. Mirov dikare bipirse, hemin "hefdeh" wek "hazdeh" nehatiye pejirandin, nexwe çima "hejdeh" wîsan nehatiye qebûlkirinş Lê ji min re wisan tê ku "hazdeh" bi doman û qonaxa demê re li "hejdeh"ê dageriyaye. Ango "haz"a "hazdeh"ê hêdî hêdî bûbe "hejdeh", "hijdeh" û "ijdeh". A rast mirov dişê wiha jî birame û hizir bike ku ev hejmar bi awayê hevedudanî jî çêbûbe. Hêmanên "heşt" û "deh" hatibin cem hev û bûbin "heştdeh", paşê jî li "heşdeh" û "hejdeh"ê dageriya be. Ji ber ku di zimanê me de dengên "ş" û "j"yê pir bi hev diguherin. Mînak: şidandin û jidandin, jixwe û şixwe, gij û giş, kuştin û kujtin û hwd. Digel vî qasî, dîsan meyla min li ser a pêşîn e ku dibe "hazdeh" li "hejdeh"ê dageriyabe.

Hejmara çêkirî ya dawîn "nozdeh" (19) e. Ev hejmar jî ji hêmanên "n"ya hejmara "neh", ji qertafa "az"ê û ji peyva "deh" pêk hatiye: (n+az+deh) "nazdeh". Lê belê kes wê wisan bi lêv nake û nanivîsîne. Mîna "nozdeh" dinivîsin. Dîsan li vir qewimîna dengan heye, dengdêra "a"yê li dengdêra "o"yê dageriyaye. Ji bo mînak: nan û non, gan û gon, xwar û xwor....

Ji hejmara bîstî heta hezarî û wêdetir, çend hejmar ne tê de, ji aliyê bilêvkirinê ve di zimanê nivîskî de hevnegirtinek heye. Di zimanê devkî û yê nivîskî de hejmara "sî" (30) wek "sîh", "sih", "seh" û "sûw", ya "çil" (40) wek "çel", ya pêncî (50) wek "pênce" û "pêncih", ya "heştê" (80) wek "heyştê", ya not (90) mîna nod, nehwêd û nehwêrt û hejmara "sed" (100) jî wek "sid"derdikevin pêşberî mirov.

Ji van hejmarên hanê jî, gelş û arîşeya heyî hinek li ser hejmara "sî" û "not" e. Bi awayekî giştî herema Botan û Behdînan hejmara "sî" (30) wek "sih" û guhartoyên wê "seh û "sîh" bi kartînin, lê herêmen din mîna Serhed, Amed, Xerzan û hinên din vê hejmara mîna "sî" bi lêv dikin. Hejmara "not" (90) jî heman herêm hem mîna "not" û hem jî mîna "nod" bi kar tînin. Qismek Botan û Behdînan jî wê wek "nehwêd" û "nehwêrt" bi lêv dikin. Celadet Bedirxan di xebata xwe ya li ser zimanê kurdî ya di Hawarê de, hejmar wek sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û not û sed hildane dest. Lê di xebata wî û Roger Lescot de îcar hejmar wek sî/sih, çel/çil, pêncî, şêst, heftê, heştê û nod/not û sed dane. Wisan dixuyê ku ji bakur ber bi başûr de, bilêvkirina hejmaran nermtir dibe. Digel vê rewşa heyî, di zimanê nivîskî de li ser rastnivîsîna gelek hejmaran lihevkirinek çêbûye. Çawan me gotibû, gelemşe bi piranî li ser hejmara "sî" û ya "not" e.

Di pey van daxuyaniyan de îcar em bi dorê, awayê rast, ku ji aliyê me ve wisan hatine pejirandin, pêşkêş bikin: Yek, du (dîdu), sê (sisê), çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh, yazdeh, dozdeh, sêzdeh, çardeh, pazdeh, şaşdeh, hefdeh, hejdeh, nozdeh, bîst, sî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, not, sed. Li dawiyê jî min divê ez tiştekî din jî diyar bikim. Gava hejmar bi awayê bîst û yek, bîst û pênc, sî û şeş, pêncî û çar, du sed, pênc sed, hezar û neh sed û heftê û çar û hwd. bên nivîsandin, hewce ye her hêman bi serê xwe be, ne ku bi hev ve be. Ne mîna çarsed û heştê, nehhezar û pêncsed û wekî din be.

Erebî, latînî û paşxaneya kurdî

Zana Farqînî

Erebî û latînî, ya pêşîn li alema misliman û ya din jî li cihana xirîstiyan, bi sedan salan têr û sertêra xwe wan hîkarî li zimanên gel û neteweyên di bin serweriya xwe de kiriye. Bêguman, ev yek ji ber dîn qewimiye. Zimanê îslamiyetê ji destpêkê ve erebî bû û yê îsewiyan jî paşê bûye latînî. Loma her ev du ziman, bi saya vê yekê gelek bi pêş de çûne û her wisan wan ew her du cîhan xistine bin bandora xwe.

Cudahiyeke gelên misliman ji ya xirîstiyanan heye ku çendî erebî zimanê ol û zanistê bû, zimanê farisî jî wek zimanê hunerê, nemaze yê wêjeyê tesîr li gelên misliman kiriye û bi taybetî di nav wêjekarên wan gelan de ji xwe re cih çêkiriye.

Meriv dikare bibêje ku piştî damezirîna netewe-dewletan û şikandina bandora van her du zimanan li ser wan gel û neteweyan, wan hewl daye ku li xwe vegerin, zimanê xwe yê neteweyî bi kar bînin û ji bo geşepêdana zimanê xwe jî bixebitin, lêkolîn û lêgerînan bikin; wekî xebata standardkirina ziman, çêkirina têgih û terman, ji zimanên din wergerandina berhemên ji her cureyî û hwd.

Çendî wan xwestibe xwe ji bin bandora van her du zimanan bi temamî derxin jî, lê rastiyek heye ku ji ber tesîra bi serdeman van zimanên navborî û paşxaneyeke xurt a çandî ya raboriyeke dûr û dirêj, ku meriv bi awayekî giştî û kurt bibêje, bi ser neketine. Ji lew re veqetîna ji wan çand û zimanan ew çend ne hêsan e û hewcehî bi dem û qonaxên demê heye.

Gava em bala xwe bidin zimanên ewrûpî, digel xebatên pêtîgeriya zimên dîsan jî hebûneke berbiçav a peyvên bi koka xwe latînî di wan zimanan de heye, ku ew zimanê dêrê bû û zanyarên wan ên olî, rêberên wan ên ji her asta dînî bi latînî perwerde dibûn.

Eger em vegerin ser zimanê farisî û tirkî û em baş di wan bifikirin em ê îcar tesîra zimanê erebî bibînin ku ew hem zimanê ol û camiyê bû, hem jî di medreseyan de zimanekî li rêza pêşîn bû. Li ser van her du zimanê hanê, her çi qas xebat hatibin kirin jî, peyvên erebî di wan de mişt in. Mesela, piştî damezirandina komara kemalî, li Tirkiyeyê bi avakirina Saziya Zimanê Tirkî û hewldanên wê yên ji bo xwerûkirina tirkî û çêkirina peyvên nû, dîsan di tirkiya modern de bi hezaran bêjeyên erebî hene.

Îcar bi avabûna dewletên neteweyî, gel û neteweyên ku di bin destên dewletên serdest de man, bi ser de welatê wan hat dagir û parçekirin, hebûna wan hat redkirin û zimanê wan hat qedexekirin, ew li derveyî vê pêvajoyê man. Eger em ji bo kurdan û nemaze ji bo zaravayê kurmancî û kirmanckî bibêjin, ji ber ku rewşa soranî hinekî cuda ye, xebatên li ser zimên li mişextiyê, li derveyî welêt, ji gel û welêt bi awayekî qut berdewam kir. Mîna xebatên Celadet Bedirxan û Qanatê Kurdo yên li ser kurmancî. Celadet Bedirxan ku hîmdarê alfabeyê û serkêşê kurmanciya modern e, dest avêt warên alfabe, gramer, ziman û amadekirina ferhengê. Bi saya wî, hin termên bingehîn ên rêziman, bi kurmancî hatin çêkirin û ev bûn hîm ji kesên eleqedarî zimên ên peyrewê wî re.

Lê eger pêvajo wisan nebûya û kurd bibûna dewlet an jî bibûna xwedî statuyekê û zimanê kurdî qedexe nebûya, bi îhtimaleke mezin dê zimanê erebî bi rêjeyeke hîn zêdetir derbasî kurdiya modern bibûya, nemaze di warê termînolojiyê de. Ev yek jî dê bi piranî ji perwerdehiyên medreseyê biqewimiya. Niha jî gava em bi derçûyên medreseyê re li ser mijarên zimên didin û distînin, termînolojiya wan bi giranî erebî ye, ji ber ku wan li medreseyê dersa serf û newha erebî jî xwendiye.

Ez bêm ser sedema nivîsandina vê gotara hanê. Di navbera 14 û 15’ê Adara 2015’an de li Amedê komxebata li ser çemk û têgihên zaravayê kurmancî pêk hat û ew dê hîn jî bidome. Komxebat ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hat organîzekirin ku gelek kesên naskirî beşdarî lê kir. Di wê komxebatê de nîqaşên pir hêja û tund hatin kirin. Li wir jî,, ji ber helwest û nêziktêdana hin hevalan a der barê mijarê de, min bi xwe behsa vê yekê jî kir. Bi xesbkirina mafên me re, rê li ber bipêşketina zimanê me jî hat birîn û xeleka zincîra werariya me jî qetiya.

Li komxebatê tiştê ku bala min kêşa yek jê ew bû ku her yek ji me li gorî zimanê xwe yê perwerdehiyê dihizirî û wisan nêzikahî di mijar û têgiha dabaşê dikir. Bi ya min ev tiştekî asayî ye, bivê nevê mirov baş bi kîjan zimanî zanibe, bi kîjan zimanî hatibe hêvotin, bêhtir bi termînolojiya wî zimanî dizane û dixwaze li wê gorê bêjeyên nû darêje ango çêke. Lê tiştê din, ku balkêştir e, hevalên ku bi zimanekî ewrûpî perwerde bûne yan jî bi wan zimanan dizanin û ji paşxaneya zimanê kurdî, bi gotineke din ji metbexa kurdî dûr in, hem dixwazin peyvên heyî biavêjin û li gorî wan zimanan çemk û têgihan çêkin an jî hema rasterast wan derbasî kurdî bikin, hem jî rexne li me dikin ku em di bin tesîra tirkî de mane û nabe ku em wisan tev bigerin. Ev helwest, bi min qet rast nayê, ku em ji bandora zimanan a li ser xwe ya ji aliyê perwerdehiyê ve behs bikin, ev ji bo me giştan welê ye. Ev yek, a diduyan, bi ya min nabe ku em carekê, dest bi paqijkirina peyvên biyanî bikin û her wisan wekî qet ked û xebata Celadet Bedirxan tune be tev bigerin. Dîsan xebat û lebatên peyrewê wî tune bihesibînin. A sisiyan, hin tişt bi zordan û biryardanê pêk nayên, pêwîstî bi bêhna fireh û wext heye. Bi qonaxa demê re kemîlîn û perisîna zimên jî çêdibe.

Divê em xwe ji reh û rîşalên xwe, ji raborî û paşxaneya xwe jî, xwe neqetînin. Sedem çi dibe bila bibe, ji ber çi mercî dibe bila bibe ew term, peyv ketibin zimanê me û yên piştre hatine çêkirin (ên eletewş ne tê de) divê em wan bi tevahî nedin ber dasa xwe. Em ji bîr nekin ku çandek bi wan çêbûye û pê re jî ruhek. Her peyvek, kok bi kîjan zimanî be, ku bi domana demê re ketiye nav zimanê me, bere bere di zimanê me de bûye xwedî hêmayekê ye û wêneyê tiştê têkildar tîne ber çavên me.

Li aliyê din, hemen hemen her kes bi awayê teorîk qebûl dike ku tu zimanekî xwerû û pê re jî çandeke sade nîn e. Hemin rewş wisan e, divê şêl û tevgera me, helwest û reftarên me jî wisan be. Ziman hêman û parçeyekî çandê ye, her wisan hilbirîner, hilgir û veguhêzerê wê ye jî. Loma divê em zêde zor nedin zimên, lê ji bo zimanekî rast û standard tê bikoşin. Mijar ji zimanê pêtî wêdetir, temamkirina kêmasî û hewcehiyên zimên in. Dariştin û çêkirina termên pêwîst in ku ew di kurdî de tune ne û em hewcedarên wan in.

Gotina dawî: Geşbûna zimên, bipêşketina wî bi axaftin, nivîsandin, xwendin, hilberandin û wergerandina berheman, bi perwerdehî û bi bikaranîna wî ya di her warî de mimkun e. Zengîniya wî ne bi safîkirinê û qutkirina ji raboriya wî ye.

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/ereb%C3%AE_lat%C3%AEn%C3%AE_%C3%BB_pa%C5%9Fxaneya_kurd%C3%AE

Bera kêmasiyên alfabeya me heneş!

Zana Farqînî

Mijara alfabeya me ya latînî mijareke wisan e ku tim kevn û nû dibe. A rast ev nîqaşa li ser alfabeya kurdî ya latînî jî, ku hîmdarê wê nemir Celadet Bedirxan e, qet ne nû ye. Ji roja ku bi wê dest bi nivîsandina kurdî hatiye kirin bi vir de rexne lê hatine kirin. Yek ji wan rexnegiran jî nemir Osman Sebrî ye.

Rexneyekî din jî li alfabeyê heye ku dibêjin ji ber derfetên wê demê, ku wê hingê Sûrî di bin destê Fransayê de bû, Celadet Bedirxan neçar maye tenê ji klavye û tîpên çapkirinê yên alfabeya frengsawî sûd wergire. Nexwe, eger ev rast be, çima Celadet Bedirxan piştî ku tirkan alfabeya xwe ya latînî çêkir û bi şûn de careke din li alfabeya xwe vegeriya û hin tîpên alfabeya xwe nêzî alfabeya tirkî kirinş! Wekî ş’yê ku di ya fransizan de nîn e.1Ez bi kurt û kurmancî bibêjim, ez bi xwe ne li ser vê fikirê me.

Lê ji bo ku em baş bizanin bê ramana çêkirina alfabeya kurdî ya latînî bi Celadet Bedirxan re çawan peyde bûye, divê em serî li nivîseke Celadet Bedirxan bidin ku di hejmara 13’an a Hawarê de bi navê ‘Pêşgotineq’ hatiye nivîsandin.2 Hewce ye em bibêjin ku heta hejmara 23’yan a Hawarê, k li şûna q’ya niha dihat bikaranîn. Bi hejmara 24’an bi şûn de herfên k û q wekî niha cih bi hev guhartine.

Celadet Bedirxan di nivîsên xwe yên li ser alfabeya kurdî de, yên di hin hejmarên Hawarê de û di nivîsa xwe ya bi navê ‘Pêşgotineq’ de, hemû mebest û ramanên xwe yên der barê alfabeya xwe de aşkera kirine û ne tenê ji bo kurmancî, lê belê ji bo zimanê kurdî (ku dibêje wî li ser her sê zarên kurdî lêkolîn kiriye) alfabeya xwe çêkiriye.

Li aliyê din, em dîsan jê hîn dibin ku piştî tirk derbasî alfabeya xwe ya latînî bûne hem alfabeya xwe nêzî ya wan kiriye, da ku kurd bi hêsanî ya xwe jî hîn bibin, hem jî hejmara tîpên alfabeya xwe kêm kirine. Ji 36 tîpan hatiye ser 34’an, piştre jî li ser 31 tîpî biryara xwe ya dawîn daye û gotiye ku ew ji bo dengên serbixwe, ne ji bo rengedengan tîpan destnîşan dike, eger ne wisan be hejmara herfan dibe ku bigihîje heta 50-60 tîpan jî.

Diviya min ev tişt bi kurtasî be jî bigotina, ji lew re Celadet Bedirxan hem li ser hemû zaravayên kurdî fikiriye hem jî xwestiye dengên serbixwe yên ku di kurdî de hene tespît bike û ji bo wan tîpan deyne. Jixwe di nivîsa xwe ya bi navê ‘pêşgotineq’ de diyar dike ku ev çi binivîse dê wê bixwîne. Ji lewre ji alfabeya erebî digazine ku û diyar dike ku tîp nayên nivîsandin lê tên xwendin. Herçî ya latînî ye berevajiyê vê yekê ye û tîp tên nivîsandin lê îcar nayên xwendin dibêje. Ev jî îspata wê yekê ye ku alfabeya Mîr Celadet, alfabeyeke fonetîk e.

Îcar alfabeyên fonetîk jî, li gorî zanista zimanî (lenguîstê), ji bo her foneman, ne alafonan tên duristkirin. Bala min lê ye, kesên ku rexne li alfabeyê digirin û dibêjin hin deng tê de nîn in, lê nabêjin ku ew li dijî alfabeya fonetîk in. Baş e ku qet nebe li ser vê yekê em lihevkirî ne.

Nexwe, gelş çi ye ku tê gotin hin herfên wekî ç, k, p, r, theta l, e (eyn), h (ne heya normal, h’ya paşderkî) û x (xeyn) ji alfabeyê kêm inş Bi ya min 1) em deng û rengedengan (fonem û alafonan) tevî hev dikin, 2) ji ber ku em li gorî devokên xwe dixwazin fonetîka zimanê xwe tespît bikin, em ji hev cuda difikirin û mijara fonetîkê û ya alfabeyê ji hev naqetînin û 3) em mijara vekîtê ango rastnivîs û alfabeyî jî dîsan têkilî hev û din dikin.

Ez hinek behsa van her sê xalan bikim; e’ya (eyna) erebî bi ya min jî gelşek e ku em bi dabirê (apostrofê) dikarin peyvên erebî yên ku ketine zimanê me çareser bikin. Herçî dengên x (xeyn) û h’ya paşderkî ye, ew tiştekî din e. Mînak; di hin devokan de gava xezal dibêjin, dengê x’yê wek xeyna erebî dibêjin, lê hinek jî bi x’ya pêşderkî peyvê bi lêv dikin. Piştî ku nivîsandina bi awayekî ya peyvê nebû sedema guhartina wateyê, êdî ew rengedeng e, ne dengekî serbixwe ye. Ji bo h’û l’yê yê jî em dikarin heman tiştî bibêjin. Mesela hinek kes cot r’yê di nivîsên xwe de bi kar tînin, lê di kurdî de rêjeya r’ya stûr gelek zêde ye ku meriv nikare r’ya zirav û ya stûr ji aliyê rêjeyê ve bide ber hev û din. Der barê vê mijarê de ez dikarim hejmara van rengedengan zêde jî bikim. Wek s’ya sed (100), b’ya bes, w’ya şewitîn (sotin; ku di hin devokan de w stûr e) û hwd. Lê ev hemû rengedeng in, ne fonem in.

Gelş û arîşeya bingehîn di ç, k, p, r û t’yê de ye. Bi rastî di hin peyvan de, bi heman tîpan nivîsandina wan, mîna kar (şixul) û kar (karik, kara bizinê), par (sala çûyî) û par (pay, behr, hîse), ta (bend, dezî) û ta (nexweşîna tayê) û hwd. ji bo kesên ku baş bi kurdî nizanin dibe sedema bilêvkirineke ne rast. Lê divê em ji bîr nekin ku di gelek zimanan de jî rewşeke wiha heye, ango peyvên homofon û homograf hene û ev jî dîsan mijara fonetîk û rastnivîsê ne. Belê peyv hene ku nivîsandina wan eynî lê belê telafuz û wateya wan ji hev cuda ye, peyv jî hene ku nivîsandin cuda, wate cuda lê belê îcar bilêvkirina wan eynî ye. Wek mînak, peyva tîr (tîra kevan) û tîr a bi wateya dewê tîr jî nivîsandin eynî, bilêvkirin eynî lê mehneyên wan ji hev cihê ye. Tiştên wiha jî hema hema di hemû zimanan de hene.

Îcar di zimanê me de rêjeya peyvên ku bi ç, k, p, r û t’yê tên nivîsandin, gelek kêm e ku ji sedî ne yek e û ez vê ji ber tecrûbeya xwe dibêjim ku bi salan e li ser ferhengan dixebitim û pir eger hindik be jî, ez ji wan agahdar im.

Bi rastî eger em li gorî devoka herêma xwe tenê li mijarê bikolin, em dê gelek rengedeng, heta foneman peyde bikin. Hema em bala xwe tenê bidin ser devoka Mereş û Meletiyê, ji bo vê rewşê têra xwe dê mînak bi dest bikevin. Ji lew re, heta ku fonetîka kurdî neyê peyîtandin dê ev nîqaş her hebin. Ji bo rizgarbûna ji vê tevliheviyê jî, hewcedarî bi peyîtandina fonetîka zimanê me heye, ku çendî wek teorî em devoka Botan ji bo xwe bingeh dipejirînin jî, lê pratîk tiştekî din rapêşî me dike.

Çendî ku ez jî difikirim hin fonemên me yên wekî ç, k, p, r û t’yê hene jî, min navê ku ji bo wan tîp an jî pevdeng bên çêkirin. Jixwe Celadet Bedirxan bi zanebûn xwe ji pevdengan daye alî. Ji aliyê vekîtê ve, dibe ku dabirek ji bo wan bi kar bîne.

Lê pêwîst e em bizanin ku tu alfabe nikare hemû deng û rengedengên zimanekî binimîne ango nîşan bide. Ya girîng ew e ku hemû dengên serbixwe bên tespîtkirin û li gorî vê yekê jî hejmara tîpan bê destnîşankirin û alfabeya fonetîk bê amadekirin. Bi gotineke din divê ku em alfabeyê li dengên heyî bînin û divê em bizanin ku çendî em bi vê azînê tev bigerin jî em dîsan nikarin hemû rengedengên di ziman de bi tîp û şeklan nîşan bidin.

Her wiha ji vî aliyî ve standardî di zimanê nivîskî de çêdibe, di zimanê devkî de (di devokên zimanê devkî de) tiştekî wisan nîn e û ne mimkun e. Zimanê nivîskî di nav gel de çi qas zêde bibe, ew çend standardî pêk tê û êdî bi domana demê re jî zimanê nivîskî hîkarî li zimanê devkî dike.

Li aliyê din, divê em li ser devokekê tenê fonetîka xwe tespît bikin ku ev yek ji bo rastnivîsê jî zehf girîng û hewce ye. Min divê ku ez dubare diyar bikim ku mijara alfabeyê û mijara fonetîkê ji hev cihê ne. Hişkbûn û nermbûn, fîzekî û nefîzekî, kurtî û dirêjî, lêvî û diranî, pêşderkî û paşderkiya dengan, mijar û dabaşên fonetîkê ne. Digel vê yekê, divê ku meriv mijarên rastnivîs û alfabeyê jî, ji hev cihê binirxîne û hemû tiştî li alfabeyê bar neke.

Mizara fonetîkê û awayên bilêvkirina peyvan, karê perwerdehiyê ye, di materyalên hîndekariyê de ew tên nîşandan. Mîna ferheng û setên hîndekariyê. Di wan materyalan de meriv dikare taybetiya hin dengan û rengê dengan nîşan bike, ji bo bilêvkirineke rast serî li azîn û metodan bide û karê hînbûn û hînkirina zimên hêsan û rihet bike..

Ez bi xw wisan dihizirim ku hewce ye hem alfabe hem jî vekîta zimanê me hêsan û pedagojîk be. Loma ev alfabe, bi kêrî hemû dengên serbixwe yên kurdî tê û ev fonemên ku me ji wan behs kir jî, zêde arîşeyan çênakin. Ji ber hindikbûna peyvên bi wan foneman, em dikarin qet serî li dabirê (apostrofê) jî nedin. Hingî meriv alfabeyê bi kar tîne, ew li meriv rûdinin û nebûna wan jî nabe gelemşe. Kêşe hinek ji me ye, heta ku em ji bin bandora devoka xwe xelas bibin ev dê bidome.

Lê kêşeyên me yên din ên ziman hene. Wek mînak, rêbereke me ya vekîtê (qilawiza me ya îmlayê) nîn e. Ferhenga me ya tekûz a tenê bi kurdî nîn e. Divê em hinek ji bo wan jî serê xwe biêşînin û xeman bixwin.

A rast eger di ANF’yê (Ajansa Nûçeyan a Firatê) de, mijara nîqaşa li ser alfabeya kurdî nebûye, dilê min tune bû ku ez li ser alfabeyê tiştekî binivîsim. Lê min xwe ranegirt, min xwest ez jî helwesta xwe diyar bikim û ramanên xwe yên li ser vê mijarê careke din jî daxuyînim.

perawêz


1. Celadet Bedirxan, Elfabêya Kurdî (hejmarên hawarê ji 1’ê heta 8’an), Hawar 1, Weşanên Nûdemê; her wiha bnr Celadet Bedirxan Elfabêya kurdî Bingehên gramera kurdmancî, Weşanên Dozê, Stenbol, 1998, r. 11-16

2. Hawar 1 (hejmar 13), Weşanên Nûdemê, Stockholm, 1998, r. 2 63

http://www.amidakurd.net/qunciknivis/bera_k%C3%AAmasiy%C3%AAn_alfabeya_me_hene

Nûbar, nûbihar, nûbehar kîjanş

Zana Farqînî

Berhema Ehmedê Xanî, ku ew ferhengeke helbestkî ye û di sala 1683’yan de bi wezna arûzê hatiye nivîsandin, bi navên wekî “Nûbar”, “Nûbihar” û “Nûbehar” derdikeve ber me ku mirov ji xwe re diheyire bê ka navê wê yê rast kîjan e. Ji lew re divê mirov bipirse; gelo sedema vê yekê çi ye, çira navên wê ji hev cuda ne, ev yek ji çi diqewime û hwd.

Jixwe mebest û alaza min bi xwe jî ew e ku ez karibim bersiva van pirsan bibînim û xwe bigihînim esehiya navê rast û bera yê berhemê. Piştî hin lêkolîn û pirsan ez gihîştim encamê ku ev tevliheviya navan ne ji tîpguhêziyê ango ji latînîkirinê tenê diqewime. Hem di nusxeyên ji hev cuda yên bi tîpên erebî de hem jî di çapên cuda yên bi tîpên kurdî yên latînî de, ev rewşa tevlihev a navê berhemê heye. Bi min wisan dixuye ku di her du rewşan de jî, dest li eslê wê hatiye gerandin, yanê mudaxele lê hatiye kirin.

Ji ber ku mebesta min ne nirxandina berhemê ye, lewma ez ê pêşî hewl bidim ku cudahiyên navê vê berhema Xanî nîşan bidim, ku ew di dem û cihê cuda de hatiye çapkirin. Li hêla din jî, ez ê lê bixebitim ku navê wê yê rast derxim holê. Serê pêşîn hewce pê dibînim ku bi nîşandana çend navên cihê yên berhemê ku bi alfabeya kurdî ya latînî çap bûne, bi mijara xwe de herim.

Di serî de ez ji xebata birêz Zeynelabidîn Zinar dest pê bikim. Ji ber ku di pêşgotina wî de agahiyeke girîng û balkêş heye. Ew di pêşgotina “Nûbar”ê de, ku ev nusxe di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê “Firat Yayinlari” ve hatiye çapkirin, wiha dibêje: “Lê çapkirina NÛBAR’a Ehmedê Xanî bi tîpên latênî, cara pêşîn min ew li Stockholmê ji tîpên erebî wergerande tîpên latênî û di 1986’an de li cem Roja Nû da çapkirin.” 1 Birêz Zinar gotina “Nûbar”ê hem di pêşgotina xwe de bi kar aniye hem jî wek nav ew li berhemê kiriye. Lê belê ev nav di malika ku navê daner û yê berhemê dibihure de, wek “Nûbihara Biçûkan” derbas dibe:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê Nûbihara Biçûkan lê danî 2

Her wiha di çapa Weşanxaneya Lîsê de jî ku bi navê “Ehmedê Xanî, Hemû Berhem” hatiye weşandin, îcar hem navê berhemê “Nûbar” e hem jî di heman malikê de wekî “Nûbara Biçûkan” e, ku dîsan “tîpguhêziya ji tîpên erebî bo tîpên latînî Zeynelabidîn Zinar” bi xwe kiriye. Em heman malika nimûneyî derpêş bikin:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê Nûbara Biçûkan lê danî3

Li vir divê mirov pirsekê bike, çima hem “Nûbar” hem jî “Nûbihar”, sedema vê nakokiyê çi yeş Birêz Zinar di pêşgotina xwe de, ya ji bo çapa Weşanên Lîsê ku ew heman pêşgotina çapa “Firat Yayinlari” ye jî, ji bo vê guherînê tu daxuyaniyek nekiriye an jî nehatiye kirin. Lê Zinar di her du pêşgotinan de jî aşkera dike ku wî ji bo xebata xwe nusxeya 1906’an a Stenbolê û ya Albert von le Coq a 1903’yan a ku li Almanyayê çap bûye, wek bingeh girtine.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   70   71   72   73   74   75   76   77   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin