Em niha ji bo xebata hêja Zeynelabidîn Zinar, qîma xwe bi van gotinan tenê bînin û bala xwe berdin ser xebata birêz Kadrî Yildirim. Mamoste Kadrî Yildirim bi tirkî, bi navê “Nûbehara Biçûkan, Ehmedê Xanî Kulliyati” xebateke xweş û hêja kiriye û ev xebat jî ji nav Weşanên Avesta derketiye. Wekî ji nav jî dixuye, navê berhemê mîna “Nûbehara Biçûkan” hatiye nivîsandin.
Birêz Yildirim di pêşgotina xwe de dide diyarkirin ku wî ji bo xebata xwe nusxeya Stenbolê ya 1906’an û ya ku ji hêla Mele Mihemmedê Wanî ve di sala 1887’an de hatiye nivîsandin û di sala 1903’yan de li Almanyayê hatiye çapkirin, dane ber hev û piştre jî tercîha xwe li ser a Ehmedê Qoxî kiriye ku ev nusxe jî di 2004’an de li Stenbolê ji hêla “Îhsan Yayinlari” ve hatiye weşandin. Di xebata Mamoste Kadrî de, malika ku navê berhemê dibihure wiha ye:
Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê Nûbehara Biçûkan lê dan4
Divê bê gotin ku birêz Kadrî Yildirim di gelek cihên xebata xwe ya navborî de ku ew xebateke analîz û şîroveyî ya bi tirkî ye, malika li jorê her bi vî awayî dide.
Tiştekî berbiçav û xuya li vir heye ku ji bilî nusxeya Ehmedê Qoxî, nusxeyên ku her du nivîskaran jî ew ji xwe re kirine palpişt û xwe spartine wan, eynî ne. Lê dîsan jî der barê navê berhemê de, nakokî û lihevnekirinek di navbera van her du nivîskarên me de heye. Gelo ev rewşa hanê ji tercîha nivîskar, amadekar û edîtoran diqewime yan ji nusxeyan an jî ji nusxeya Ehmedê Qoxî bi xweş
Tiştê rast û rasteqîne ev e em dikarin bibêjin ku li holê ji bo vê berhema Xanî navên cuda hene. Li gorî lêkolîn û lêpirsîna ku min kirî, ez bi xwe jî rastî navên cuda hatim. Li gorî agahiyên ku min ji Mele Huseyn standin, ku ew bi xwe jî ji bo Weşanên Nûbiharê amadekariya çapeke nû ya “Nûbara Biçûkan” dike, navê nusxeya Mele Ebdulselam Nacî Cizîrî “Nûbihar” e, ya çapa Stenbolê (1332/koçî) “Nûbehar” û “Nûbihara Biçûkan” e. Navê vê berhemê îcar li cem Yûsuf Ziyaeddîn Paşa “Nûbara Biçûkan” e û hwd. Her wiha min navê berhemê ji kesên derçûyên medreseyê jî pirsî û min dît ku agahiyên ew didin jî hev nagirin. Wekî tê dîtin bi rastî, ji aliyê navê berhemê ve tevlihevî û lihevnekirinek heye. Li hêla din, tiştê ku ez jê agahdar im, eslê berhemê, ya ku ji destnivîsa (destxeta) Xanî bi xwe ye, li rastê nîn e. Ji bilî destxetan, çapên çapxaneyê (metbaayê) jî gelek in û di navbera wan de jî nakokî û mixrikî hene. Ji lew re hewcedarî bi lêgerîn û lêkolîneke taybet a giştî ya li ser berhemê bi xwe heye û divê ku li ser wan hevberiyeke zanistî bê kirin da ku navê rast û durist derkeve holê.
Di pey van çend gotinan de em dîsan vegerin ser berhema ku mijar û dabaşa me li serê ye. Ji ber ku destpêka wê, ya ku terkîba “Nûbara Biçûkan”, “Nûbihara Biçûkan” an jî “Nûbehara Biçûkan” tê de derbas dibe, bi awayê helbesta serbest lê bi beşavend (rêzbend, qafiye) hatiye amadekirin, bi qasî ku ez jê agahdar im, mirov nikare ji aliyê ilmê arûzê ve bigihîje encamekê. A rast, ev karê pisporên edebiyata dîwanê ye ku divê ji aliyê kêşa pêlawaz ve, bi kurtî ji aliyê kêşa arûzê ve li serê rawestin û cihê vê cure helbestê diyar bikin. Bi ya min, eger helbest ne serbest lê xwedî kêşeke saz ango bipîvan bûya, wê gavê ketin û guherîna dengan, lêzêdebûna kîte û her wekî din, belim ji aliyê ilmê arûzê ve bikaribûya bihata tespîtkirin.
Digel vî qasî, ji bo ku mebesta me baştir bê fehmkirin, pêdivî pê dibînim ku ez beşekê ji destpêka Nûbarê (Nûbiharê/Nûbeharê) veguhêzim vir û kîteya her rêzikê di nav kevanê de li paşiya wê binivîsim.
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm (9)
Mebdeê her ‘ilmekî navê ‘Elîm (11)
Hemd û sena û şukranî (8)
Ji bo wî xaliqê rehmanî (9)
Ku fesahet û beyan daye lîsanî (12)
Lîsan daye însanî (7)
Hindî selawat in hemî (8)
Li Resûlê me yê ummî (8)
Ku bûne peyrewê di wî (8)
‘Ereb û Ecem û Kurmanc û Romî (11)
Ji paş hemd û selawatan (8)
Ev çend kelîme ne ji luxatan (10)
Vêk êxistin Ehmedê Xanî (9)
Navê “Nûbara Biçûkan” lê danî (11)5
Min ev jêgiran ji çapa Weşanên Lîsê girt û veguhast vir ku tê de dixuye kîteyên malikan jî hev nagirin. Li aliyê din, di navbera vê û xebata navborî ya birêz Kadrî Yildirim de jî, ji bilî nivîsîna navê berhemê, hem hejmara kîteyan hev nagirin hem jî hin ferq û cudahî jî hene. Ji bo nîşandan û amajepêkirina vê yekê (ya nîşandana hejmara kîteyan di nav kevanê de û cudahiya peyvan) ez heman beşê ji xebata birêz Yildirim jî bidim.
Bismillahirrehmanirrehîm (9)
Mebdeê her ‘îlmekî navê ‘Elîm (11)
Hemd û sena û şukran -i (8)
Ji bo wî Xaliqê Rehman-i (9)
Ku fesahet daye lîsan-i (9)
Lîsan daye însan-i (7)
Hindî selawatan hemî (8)
Li Resûlê me yê ummî (8)
Ku bûne peyrewê di wî (8)
Ereb û ecem û kurmanc û romî (11)
Ji paş hemd û selawatan (8)
Ev çend kelîme ne ji luxatan (10)
Vêk êxistin Ehmedê Xanî (9)
Navê Nûbara Biçûkan lê danî (11)6
Ji bo ku mijar hîn bêhtir ron û zelaltir bibe, ez ê pêşî nimûneyan ji ya birêz Zeynelabidîn Zinar (bi Z’yê) û paşê jî, ji nusxeya birêz Kadrî Yildirim (bi K’yê) bidim û wan cudahiyan bi nivîsa reş diyar bikim:
Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî (Z)
Ku fesahet daye lîsanî
Lîsan daye însanî (K)
Hindî selawat in hemî
Li Resûlê me yê ummî (Z)
Hindî selawatan hemî
Li Resûlê me yê ummî (K)
Di ya birêz Zinar de peyva “beyan” heye ku di ya birêz Yildirim de nîn e, her wiha di ya Zinar de rêzika “Hindî selawat in hemî” di ya Yildirim de wek “Hindî selawatan hemî” derbas dibe. Nexwe, li gorî kîte û pîvanê wisan xuya dibe ku em ê nikaribin gotineke misoger (qethî) bibêjin, çendî ji aliyê ilmê arûzê ve ez ne xwedî zanîneke tam bim jî, bi xwe ez gihîştim vê ramanê. Bi ya min dimîne ku tenê em ji aliyê wateya peyvê û devoka Xanî ve nêzikahî li mijarê bikin û xwe bigihînin encamekê..
Berî ku ez ramana xwe ya li ser navê berhemê diyar û aşkera bikim, pêwîstî pê dibînim ku ez careke din jî serî li berhema Xanî bidim, ya ku dabaşa me li serê ye. Ehmedê Xanî di heman berhema xwe de, peyva “nûbihar” jî bi kar aniye, lê ji ber ku beriya wê bêjeya “fesl” heye, ew tê wateya werz û beş jî. Malika mînak:
Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umir nabit, li min ew hal qewî xweş tê7
Di her du xebatên Zeynelebidîn Zinar de (çapa ji Weşanên Firatê û ya Weşanên Lîsê) ji bilî rastnivîsê ev malik eynî ne. Îcar di xebata hêja Kadrî Yildirim de, me tespît kir ku “nûbihar” a heman malikê di cihekî de wek “nûbihar” û di cihekî din de jî wekî “nûbehar” derbas dibe. Mînak:
Di fesla nûbeharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umur nabit, li min ew hal qewî xweş tê8
Mînaka din jî ev e ku îcar nav wek “nûbihar” tê de derbas dibe:
Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê
Ji ew xweştir ‘umur nabit, li min ew hal qewî xweş tê9
Çendî di navbera her du xebatan de şêweya peyvê (nûbihar, nûbehar) hev negirin jî, em bi hêsanî tê derdixin (ku beriya wê bêje fesl heye) ew di wateya bihara nû de hatiye bikaranîn. Li vir tu îtiraza me li wateya peyvê (nûbiharê) nîn e. Lê îtiraza me ji awayê nivîsîna “nûbihar” û “nûbehar”ê re heye.
Digel vî qasî Ehmedê Xanî di vê berhema xwe de navên werzên salê jî bi kar anîne. Di her du xebatên Zeynelabidin Zinar de ku me li jorê ji wan behs kir û di ya Mamoste Kadrî de jî navê vê werzê wiha dibihure:
Zivistan şîta ye û havîn e seyf
Behar e rebî’ û payîz e xureyf10
Lê di her du nusxeyên birêz Zinar de, li gorî ya birêz Yildirim de ferqeke biçûk di heman malikê de heye, ku divê em dêhnê bikişînin ser wê jî.
Zivistan şîta ye û havîn e sseyf
Behar e rebî’ û we payîz xureyf11
Her wiha mamoste Zeynelabidîn Zinar di her du xebatên xwe de jî bi nîşeyekê dide nîşandan ku di çapa Stenbolê de ev malika hanê bi awayê jêrê bûye:
Jivistan şîta û çi havîn eşseyf
Behar e rebî’ û peyîz e xerîf12
Di van malikan de ku me ew wek mînak derpêş kirin, çendî nakokî hebin jî, ji bo me ya girîng hevgirtina şeklê peyva “behar” e ku divê mirov dîsan hinek bi îhtiyat nêzikahî lê bike bê ka gelo dest li wê jî geriyaye yan naş
Me bi awayekî zanebûn ev mînak dan, da ku em bigihîjin rastiya navê berhemê. Ji van nusxeyan diyar bû ku navê werzê jî hev nagire ku bi awayê peyva hevdudanî wek “nûbihar” û “nûbehar” û wek bêjeya sade jî, mîna “behar” derbas dibe.
Li hêla din, me peyîtand ku Ehmedê Xanî di berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê de, di çend cihan de peyva “nûbar” jî bi kar aniye. Ji bo vê yekê em serî li du nusxeyên Mem û Zînê bidin û çend jêgiranan ji wan bikin. A pêşîn, a M. Emîn Bozarslan e, ku wî tîpguhêziya wê ya latînî kiriye û her wiha ji aliyê ziman ve jî ew sade kiriye. A din jî nusxeya M. Burhanê Şemrexî ye, ku wî ji tîpên erebî ji bo tîpên kurdî ya latînî tîpguhêziya wê kiriye û ew ji nav Weşanên Lîsê bi navê “Ehmedê Xanî Hemû Berhem” derketiye.
Nûbare ye, tifl e, nûresîd e
Her çend-i nehin qewî guzîde13
(…)
Nûbar e, eger şîrîn, eger tal
Metbû’e ji rengê new’ê etfal
…
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e, bi min qewî şîrîn e14
Niha jî em heman malikên nimûneyî ji pirtûka bi navê “Ehmedê Xanî Hemû Behrem” veguhêzin nivîsa xwe. Lê min divê ez bibêjim ku di navbera van her du xebatan de jî, hin peyv hev nagirin û cudahî hene. Ji ber ku mijara me ne ev e û ji bo ku em ji dabaşa xwe ya hîmî dûr nekevin û averê nebin, ez ê tenê bi reşkirina wan gotinên ku hev nagirin, qîma xwe bînim.
Nûbare ye, tifl e, nûresîd e
Her çend-i nehin qewî guzîde
(…)
Nûbar e, eger şîrîn, ger tal
Metbû’e ji rengê teb’ê etfal
(…)
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e, bi min qewî şîrîn e15
Di van malikên nimûneyî de xweş diyar û xuya dibe (eger em qebûl bikin ku dest li awayê bêjeyê negeriyaye) ku Xanî bêjeya “nûbar” bi kar aniye.
Piştî van daneyan, ez îcar dixwazim balê bikişînim ser devoka hêla Hekarî û Behdînan ku di wan de bêjeya “ber” wekî “bar” tê bilêvkirin. Ji ber ku bi fikra min peyva “Nûbar” ji “nûbihar” û “nûbeharê” cuda ye û me dît ku nemir Xanî bêjeya “nûbar” ne tenê di ferhenga xwe ya menzûm de her wiha di şahesera xwe “Mem û Zîn” de jî bi kar aniye, ji lew re meyla me bi ser awayê “nûbarê” de diçe.
Lê beriya ku ez gotinên xwe yên dawî bibêjin, ez hez dikim ku li ser wateyên wê û navên cuda yên berhemê rawestim û nirxandinên xwe bikim. Em bi dorê li ser gotinên “nûbar”, “nûbihar” û “nûbehar”ê bisekinin. Ev her sê peyv jî peyvên hevedudanî ne. Em pêşî wan ji hev bikin û piştre jî em yeko yeko li ser wan rawestin û rave bikin:
Nûbar: Ji nû+bar pêk hatiye: Peyva “nû” bi wateya berteng tê mehneya tiştê teze, tiştê ku ne kevn e, herçî “bar” e, di devoka hêla Hekarî û Behdînan de jî “ber” e ku berginda wê ya erebî “semere” û “mehsûl”e û her wiha di kurmancî de bi mehneya mecazî tê wateya cenîn, dol, têjik û her wekî din. Ji bo zelalbûna mijarê çend mînak:
Ji ber çûn: (ji bo jinên ducanî) zarok ji ber çûn, bi mirîtî zarok welidîn
Ji ber xwe kirin: (ji bo jinên ducanî) bi riyên cur bi cur zarok ji ber xwe kirin
Ber avêtin: (Ji bo heywanan) bi mirîtî zayîn, bi mirîtî têjik anîn
Bizin çend berî yeş Bizinê çend caran têjik anîne, çend caran zayeş
Nûbihar: Ev peyva hevedudanî ji nû + bihar çêbûye: Me behsa peyva nû kir, îcar “bihar” jî navekî ji çar werzên (mewsîmên) salê yek e ku li nîvgilora bakur mehên adar, avrêl (nîsan) û gulanê digire nav xwe. Herçî peyva bihar e, ji aliyê şêweyê ve di zimanê me yê devkî û heta di yê nivîskî de mîna bihar, behar û buhar jî heye ku di farisî de “behar”, di pehlewî de “vehar” û di kurmanckî (zazakî) de jî “wisar” e. Herçî wisar e, ji aliyê fonetîkê ve tê de guherîn pêk hatine: Dengên /v/ û /w/ bi hev û dengên /s/ û /h/ jî bi hev guherîne. Mînak di kurmancî de hejmara “deh” di kirmanckî de “des” e û “masî”ya me jî di farisî de “mahî” ye ku ji van mînakan dixuye ku dengên /h/ û /s/ bi hev diguherin.
Nûbehar: Ji nû + behar hatiye pê ku ev peyva hanê jî em dikarin wek peyva hevedudanî ya “nûbihar”ê hildin dest, ji lew re em hewce bi ravekirina wê nabînin.
Ehmedê Xanî bi nefsbiçûkî navê “nûbar”ê li berhema xwe (Mem û Zîn) kiriye ku ev yek ji wan malikên wî yên jorê, wekî ya “Ev tifl e eger ne nazenîn e/Nûbar e, bi min qewî şîrîn e”, xweş diyar e û wî ew nav ne bi wateya rast lê bi awayekî mecazî bi kar aniye. Her wiha ku em ji aliyê semantîk ve jî di terkîba “Nûbara Biçûkan” bifikirin em ê bigihîjin encamekê. Em dizanin ku berhem ji bo perwerdehiya zarokan hatiye amadekirin û berhem bi xwe jî tiştekî destpêkê ye (ku halê hazir em dizanin di kurdî de di warê xwe de ya pêşîn e), ji lew re, bi ya me bêjeyên “nûbihar” û “nûbehar” lê nayên, lê “nûbar” xweştir cihê xwe digire, ango di cih de ye.
Lê Mamoste Kadrî Yildirim di “Sempozyûma Ehmedê Xanî ya Navneteweyî” de ku roja 30/31’ê Pûşpera 2008’an li Amedê pêk hat, got ku ji ber navê paytexta Eyaleta Kurdistanê ya ku ji aliyê Sultan Sencar ve hatibû avakirin “Behar” bûye, wî tercîha xwe li ser peyva “Nûbehar” kiriye. Bi ya me ev tercîheke subjektîf e û ne helwesteke zanistî ye.
Wek encam ez dikarim hizir û ramana xwe bi kurtasî wiha diyar bikim. Yek; nusxe hev nagirin û wisan dixuye ku eslê wê jî (ya Xanî bi xwe) li ber dest nîn e. Kesên ku transkrîpsiyon û translîterasyona berhemê ji bo alfabeya kurdî ya latînî kirine, gelo çi qas sadiqê nusxeya li ber destê xwe mane û guhartinên ku tê de kirinê jî îcar li gorî kîjan rêbazê kirine, gelo hay û zanyariyeke wan a baş ji ilmê arûzê heyeş
Didu; Baba Xanî “nûbar” ne wek sînonîma “nûbihar” an jî “nûbehar”ê lê wî ew ji hev cuda bi kar anîne û ji aliyê wateyê ve jî ji hev gelek cihê ne. Jixwe ji malika “Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê /Ji ew xweştir ‘umir nabit, li min ew hal qewî xweş tê” û ji beytên wî yên Mem û Zînê xweş xuya û aşkera dibe ku “nûbar” û “nûbihar” ne peyvên hemwate ne. Îcar ji aliyê semantîk ango wateyî ve terkîba “Nûbara Biçûkan” xweştir li berhema ku dabaşa me li serê ye, tê. “Bar” jî, ku halê hazir bi piranî di kurmancî de wekî “ber” tê bilêvkirin û bikaranîn, bi awayê mecazî tê mehneya zarok ku jixwe fîlozof Xanî bi zanebûn gihandin û perwerdekirina zarokan ji bo xwe kiriye mebest û armanc. Xanî sêwirîner e û bi zanebûn dêhn û bala xwe berdaye ser gihandin û hêvotina zarokan ku ew dahatûya me ne. Qest ji “nûbar”ê ew e ku ew “berhemeke nû” ya ji bo zarokan e. Jixwe, li gorî dane û zanyariyên heyî, di kurdî de yê cara pêşîn ji bo zarokan kereseyên (meteryalên) ders û perwerdehiyê amade kirine (Nûbara Biçûkkan û Aqîdeya Îmanê) Ehmedê xanî ye.
Dîsan em bibêjin ku “Nûbara Biçûkan” tê wateya “berhema nû ya zarokan” lê îcar “Nûbihara Biçûkan” jî tê mehneya “bihara nû ya zarokan.” Îcar em jî bipirsin: Bi we, kîjan nav xweştir li armanc û mebesta Xanî digunceş
Zana FARQÎNÎ
2008-06-11
Perawêz:
1- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 5
2- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 7
3- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 313
4- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Külliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 13
5- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 313
6- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Kulliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 153-158
7- Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat Yayinlari, Stenbol 1992, r. 32
8- Kadri Yildirim; Nûbehara Biçûkan Ehmedê Xanî Külliyati, Weşanên Avesta, Stenbol 2008, r. 129
9- Kadri Yildirim; berhema navborî, r. 280
10- Kadri Yildirim; berhema navborî, r. 138
11- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 341 û Ehmedê Xanî; Nûbar, Firat yayinlari, Stenbol, r. 36
12- Bnr, her du berhemên jorê û heman rûpelên wan.
13- Ehmedê Xanî; Mem û Zîn (Wergêrê tîpên Latînî û kurdiya Xwerû: M. Emîn Bozarslan), Weşanên Deng, Stenbol 2005, r. 188
14- berhema navborî, r. 190
15- Ehmedê Xanî; Hemû Berhem, Weşanxaneya Lîs, Stenbol 2008, r. 50
http://www.amidakurd.net/qunciknivis/n-bar-n-bihar-n-behar-k-jan
Çend rexne li zimanê Roj TV'yê
Zana Farqînî
Min ji zû de dil kiribû ku ez careke din jî nivîseke nirxandin û rexneyî li ser zimanê Roj Tv’yê binivîsim. Lê bi rastî hingî şaşî û kêmasiyên spîkerên wê yên ji aliyê ziman ve hene ku ji dilê mirov nayê ku mirov li ser wan raweste.
Eynî rewşa kesê ku bikeve nav parêz (bostan) û nizanibe rahêje kîjan zebeşî li meriv diqewime. Tevî vê yekê min çend car jî li ser rewşa zimanê televizyonê nivîsîbû jî.Hevalekî min ê hêja lîsteyek ku bi şaşiyên zimanî yên spîkerên televizyonê tijî bû ji min re şand û ji min daxwaz kir ku ez li ser wan hevok û biwêjên di lîsteyê de fikir û ramanên xwe diyar bikim. Min jî qebûl kir ku ez ê li ser vê lîsteyê rawestim û nêrînên xwe aşkera bikim. Ji lew re min divê bê zanîn ku ev lîste ji aliyê wî hevalî ve hatiye amadekirin. Hevok û biwêjên di lîsteyê de, di demên cihê de hatine qeydkirin ku mêjûya wan jî di nav kevanekê de hatiye dayîn.
Ji ber ku hin hevok bi awayekî kêm hatibûn tomarkirin, min ew ji nav lîsteyê derxistin. Ji lew re dikaribû gelek mehne ji wan biçûna. Diviya ku ew wek hevokên temam bihatina qeydkirin. Di pey van daxuyaniyan re îcar ez hez dikim ku bi awayê rêza alfabetîk bi mijara xwe de biçim. Digel vê yekê, berî ku ez rexne û nirxandinên xwe yên bi giştî daxuyînim, min divê ku ez bi dorê di van hevok û biwêjan bifikirim û hîngê ramanên xwe aşkera bikim. bi qasî ... kes temaşeyî şanoyê kir (17. 11. 2007):
Di vê hevokê de şaşiya rêzimanî tenê di peyva "kes" de heye ku /-î/ lê zêde nebûye. Ji ber ku hevok li gorî dema borî ye û lêkera "kirin" jî gerguhêz e, diviyabû ku /-î/ya tewangê li peyva "kes" bihata zêdekirin.
Li aliyê din çendî awayê "temaşeyî ... kirin" hebe jî, lê forma "lê temaşe kirin", hîn xweştir û berbelav e. Niha jî em awayê rast ê hevokê bidin: Bi qasî ... kesî li şanoyê temaşe kir.bi qasî 60 hezar kesî beşdarê mitîngê bûn (21 Adar 2008): Di vê hevokê de ez ê li ser du şaşiyên gramer û rastnivîsê rawestim. Her çi qas dema kêşanê dema borî be jî, ji ber ku lêkera "bûn"ê negerguhêz e, diviya dengê /-î/yê li bêjeya "kes" nehata zêdekirin. Her wiha ji ber ku "beşdarî ... bûn" ji wan cureyên lêkeran e ku ji hev dibin, hewce bû ne /-ê/ lê belê /-î/ bi peyva "beşdar" ve bibûya. Wek tê zanîn di dema çêkirina terkîban de veqetandekên me yên /-a/, /-ê/ û /ên/ tên bikaranîn. Îcar li vir, ji ber ku terkîb nîn e, diviya ku li cihê /-ê/yê /-î/ bihata bikaranîn ku ew qertafa berpêbûnê ye. Her çi qas em dizanin ku di devokên me de, di vî warî de hevnegirtinek jî heye. Rewşa rastkirî ya hevokê: Bi qasî 60 hezar kes beşdarî mitîngê bûn. biborînin (22 Adar 2008): Ez bi xwe jî pir rast lê têm ku di şûna gotinên "li min bibore" an jî "li me biborin" wek "bibore", "biborin" tên bikaranîn.
Ev awa şaş e. Jixwe di zimanê me yê devkî de, gelek awayên gotinê ji bo vê yekê hene. Wekî "li me megire", "min bibexşîne", "me efû bike" û hwd. Lê eger em bixwazin lêkera "borîn"ê bi kar bînin, îcar divê ku em lêkera ku ji hev dibe "lê borîn"ê bi kar bînin. "Li me biborin", an jî "li min bibore", rast e.bihêlê, biçê, bikê..... : Ev awayê bikaranîna devoka herêmî ye, ku bi piranî di devoka toriyan de mirov rastî vê rewşê tê. Di zinanê me yê nivîskî de qertafên lêkera "bûn"ê yan li gorî hin kesan "qertafên kesane" yan jî "cînavkên pêvebestî" ev in. Di dema kêşana lêkeran û kêşana cureyên peyvan ên ku bi dengdaran (konsenantan) diqedin wekî hev in: im, î, e, in, in, in. Îcar di dema kêşana cureyên peyvan de, ku ew bi dengdêran (vokalan) diqedin, qertaf ev in: me, yî, ye, ne, ne, ne.Li aliyê din, ev lêkerên li jorê di forma raweya fermanî de ne û qertafa kesane ya raweya fermanî ne /-ê/ ye, lê belê /-e/ ye.
Awayê wan ê rast ev e: bihêle, biçe, bike. binçav kirin: Ev awa çendî nû be jî, êdî ketiye zimanê me yê devkî û nivîskî jî. Ji ber ku ev têgiheke hiqûqî ye û hîn di zimanê me de berginda wê û yên wekî din, tam çênebûne, lewma em dikevin tengasiyê. Tê zanîn ku em di kurmancî de ji bo tewqîfkirinê jî girtin û ji bo destgîrkirinê jî dîsan lêkera "girtin"ê bi kar tînin. Heta gava ku dadgeh ceza li bersûc dibire jî dîsan em heman peyvê bi kar tînin. Di zimanê erebî de nezaret (binçavkirin; gözaltı), tewqîf kirin (girtin; tutuklamak) û mehkûm kirin (ceza birîn, ceza lê birîn; mahkûm etmek, hüküm vermek) heye.
Di vî warî de tengasiya zimanê me heye. Di şûna peyvên tirkî de, yên wekî "yakalamak, tutmak, tutuklamak" de hema em lêkera "girtin"ê bi kar tînin, lê ev yek têr nake. Li cihê wan, em dikarin van lêkeran pêşniyaz bikin:ragirtin: tutuklamak, göz altına almakqefaltin: yakalamakdestgîr kirin: yakalamakceza birîn: hüküm vermek, mahkûm etmek, hüküm giydirmek ragirî: göz altı, gözetimbinçavî: göz altı, gözetimjêrçavî: göz altı, gözetimnezaret: göz altı, gözetimkirin bin çavan: göz altına almak, gözetime almakxistin bin çavan: göz altına almak, gözetime almakbinçav kirin: göz altına almak, gözetime almakjêrçav kirin: göz altına almak, gözetime almakkirin nezaretê: göz altına almak, gözetime almak eger dilê me li van rûnenê, mirov dikare îcar peyvên erebî di şûna wan de bi kar bîne heta ku em ji wan re peyv û terkîbên çêtir peyde bikin an jî çêkin. çapemeniya tirk şer sor dike (17. 11. 2007): Dabaşa me ya li ser vê hevokê, li ser tebîra "şer sor dike" ye. Di zimanê me de di şûna "kızıştırmaka"a tirkî "sor kirin" heye, ku ev bi awayê mecazî ye. Lê tiştê ku ez dizanim, ji bo gava kes an jî heywan li hev û din dixin, ev tê bikaranîn.
Ez bêhtir bi van tebîrên jêrê dizanim: şer germ kirin, şer xweş kirin, şer geş kirin û hwd.çav li rê ye (18. 11. 2007): Ev li cihê gotina tirkî ya "beklemek" tê bikaranîn ku di zimanê me de çend bergindên wê hene, wekî: pan, li hêviyê man, li hêviyê bûn, li hêviyê sekinîn, li panga (yekî) man, li bendê man, li bendê sekinîn, berbendî (...) bûn, rêpana (yekî) kirin, çav li rê bûn.Belkî wekî qalib ev lêkera biwêjî ne şaş e, lê belê cihê ku lê hatiye bikaranîn çiqas guncan e cihê şik û gumanê ye. Eger em bi hevokekan rewşê zelaltir bikin, dê çêtir be. Va ne çend hevokên me yên nimûneyî li jêr in: her kes li hêviya hatina heyetê ye.gel li bendê ye ku şer bisekine û aştî çêbe.rayedar berbendî aşkerakirina raporê ne.çerçove (17. 11. 2007): Di zimanê me yê devkî de em rastî çend awayên bilêvkirina vê peyvê tên ku berginda vê ev in: çarçove, çerçîfe, çarçîve, çarçêwê. Ev peyv peyveke hevedudanî ye û ji "çar+çove" hatiye pê ku dibêjin di farisî de jî, ji "çar+ çûbe" hatiye. Jixwe em dizanin ku di zimanê me de peyva "çov" heye, nexwe em dikarin bêyî ku bikevin kitekitan, bi dilekî rihet biryarê li ser awayê gotina wê ya "çarçove"yê bidin.devê çapemeniya tirk girt (18. 11. 2007): Bêhneke zêde ya wergerê ji vê hevokê tê.
Di şûna vê de eger mirov biwêjên wekî "dev lê ziwa kirin", "zimanê (...) kin kirin, "dev lê qelaştin", "ji devgerê xistin" û hwd. bi kar bîne dê çêtir be. Xwezî berdewamiya hevokê hebûya ku mirov karibûya bi awayekî baş ji mebestê tê bigihîşta û li gorî wê yekê alternatîfa xwe pêşkêş bikira.
Dîsan jî em ya xwe derpêş bikin: dev li çapemeniya tirk ziwa kir. di daxuyaniya bahskirî de: Ev wergera ku ji ber biwêja tirkî ya "söz konusu"yê diqewime, di gelek nivîsan de derdikeve pêşberî me. Berginda vê gotina tirkî ya kurmancî ev e: dabaş, dabaşa axaftinê (xeberdanê), mijara axaftinê. Lê di dema axaftinê de rewş diguhere, bi taybetî di zimanê devkî de, mirov rastî awayên wiha jî tê: "Tiştê ku em jê behs dikin", "tiştê ku dabaşa me li ser e." Piştî van gotinan, niha jî em hevokê li gorî nêrîna xwe rast bikin: di vê daxuyaniyê de ku dabaşa me li ser e, di vê daxuyaniyê de ku behs li ser e..... dînazorên bahskirî (16. 11. 2007): Heman mantiq di vê hevokê de jî heye.
Jixwe peyv ne dînazor, lê dînozor e. Îcar ev peyv bi mecazî hatiye bikaranîn an jî di wateya rast de hatiye bikaranîn, di hevoka netemam de ne kifş e.Eger tu bikaribe hinek bahsa Newroz îroj ji me re bike (21 Adar, 2008): Bêyî ku em dirêj bikin, hema em yekser hevokê rast bikin dê çêtir be: Eger tu bikaribî, hinekî behsa Newroza îroj ji me re bike.hate jiyandin (21 Adar): Ji ber bandora zimanê tirkî, dema ku hevok peyv bi peyv li kurdî tê wergerandin, mirov rastî ecêbên wiha giran û sosret tê. Bûyer, qewam nayên jiyandin, diqewimin, çêdibin, rû didin û hwd. Li gorî mantiqa zimanê kurdî mirov nikare bibêje "bûyerên ku di Newrozê de hatine jiyandin", lê mirov dişê bibêje ku "bûyerên ku di Newrozê de qewimîn" û hwd. Divê em ji bîr nekin ku zimanê me zimanekî rasterast e, ne wekî yê tirkî nerasterê ye. Di tirkî de forma pasîf bêhtir xurt e, lê kurdî aktîf e. hayjixwehebûna xwe (17. 11. 2007): Ev hevok jî ji ber ku ne temam e û berdewamiya wî nîn e, mirov nikare tam jê fehm bike ka mebest jê çi ye. Lewma şîrove kêm dimîne. Digel vê rewşê jî mirov dikare wê wiha rast bike: haydarbûna ji xwe.heta tu dest ji zalimkeriyê û mêtîngeriyê bernede, em qebûl nakin (21 Adar 2008): Di vê hevokê de min divê ez pêşî balê bikişînim ser peyva "zalimkerî"yê, ji ber ku bi awayekî şaş hatiye duristkirin.
Dostları ilə paylaş: |