Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə77/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   73   74   75   76   77   78   79   80   ...   173

Di van çend salên dawî de der barê çêkirina hişmendiya zimanê kurdî de û xwedîderketina li zimên, xebat û lebat hene. Hindik be jî, tam ne bi dilê me be jî tevger û rêxistin di vî warî de çêbûne. Hewce ye em vê rastiyê jî bibînin û li ber çavan bigirin. Lê min navê ku ez li ser naverok û armanca van xebatan rawestim.

Her wiha, ne ji niha ve ye ku tê gotin du aliyê vê rewşa kanbax a zimanê me heye. Bi ya min tespît rast e û di cih de ye. Heta ku mirov bi awayekî rast teşxîsa rewşê neke, sedem û faktorên wê diyar neke, mirov nikare ji rewşa heyî re çare jî bibîne. Çimkî teşxîs nîvî çareseriyê ye.Belê, me got ku du aliyên vê rewşa heyî ya ku em jê ne xweş û razî ne, hene. Yek jê bişaftin (asîmilasyon) û ya din jî xwebişaftin (otoasîmilasyon) e. Bi zimanê xwe em dişên di şûna wan her du têgehan de ku min ew di nav kevanê de dan, kurdiya wan bi kar bînin. Îcar herçî bişaftin e, kî dike û ji ber çi dike, tê zanîn, ji lew re ez hewce pê nabînim ku bi kurtî be jî li ser wê rawestim, raman û nêrînên xwe aşkera bikim. Me got tê zanîn kî dike û ji ber çi dike.

Lê xwebişaftin! Bersiva vê pirsê pir girîng e, heta kilîta çareserkirina gelş û pirsgirêkê ye.Em kurt lê bixin û bibêjin, em nikarin bibêjin ku faktora sereke ya vê rewşa qewimî, tenê û bi tenê siyaseta bişaftinê ya dewletê ye. Gelo em jî, hema hinek be jî, bi hemdê xwe kêfa xwe ji vê rewşa heyî re naynin, serî li riya hêsan û rihet nadin; ne riya zor û dijwar lê belê ya "xweş" ji xwe re hilnabijêrinşKes, komik, sazî yan jî rêxistin û partî digel di daxuyanî û helwestên xwe de diyar dikin ku ziman pir girîng e jî, lê dîsan di kardariyê (pratîkê) de bi piranî ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê serdest kar û barên xwe, xebat û lebatên xwe, têkoşîn û micadeleya xwe dikin.

Giraniya weşanên me, çi dîtbarî çi jî nivîskî , ma ne bi zimanê serdest eş Ma bi qasî ku rewşenbîr, siyasetkar, hunermend, nivîskar û pêşengên vî gelî pûte û girîngiyê didin zimanê serdest, didin zimanê xwe yê birîndar, tendedîtî û derbexwarî.

Ma ji sedî çendî me yên ku bi zimanê serdest perwerde bûye, bûye xwendewar, di jiyana xwe di ya her warî de zimanê xwe bi kar tîneşLigel ku navên zarokên me li gorî berê, zêde bûbe bi kurdî jî, ma em di navbera wan û dapîr û bapîrên wan de, kal û pîrên wan de nebûne wergêr (tercûman)ş Xwendeyekî kurd, gelo dikare bibêje ku ew ji kesekî kurd ê nexwende bêhtir serdest û serwerê zimanê xwe ye. Çendî hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsin zêde bûbe jî, berevajiyê vê zarokên me ku ew dahatû ayendeya me ne, bêhtir hînî zimanê tirkî nabin, ma zêdetir zimanê wan ê "dayikê" nabe tirkîş!Gelo li bakur tevgera kurdî ne bi zimanê serdest lê bi zimanê xwe yê kurdî dest bi xebat û têkoşîna xwe bikira, ango zimanê tevger, rêxistin û partiyên di me bi kurdî bûya, dê ev rewş ev çend xerab û kanbax bûyaş Ma di vê rewşê de gunehê îdeolojiya çepîtiya seqet û kulek nîn eş Heqeten em çi qas neteweperwer inş Ma heta me ji devê kesên xwe yên herî karbidest û rayedar nebihîst ku ziman ne ew qas girîng e, ji ber ku ew navgîn û amûr eş Ku digotin ya herî girîng ked, maf û azadî û hwd. e, tiştên din piştî şoreşê ye…. Heta radeyekê em bipejirînin ku ev rast e, ma em dikarin kêşe û arîşeya xwe ya zimên biavêjin paş û çareseriya vê taloq bikinş Derengmayîn, ma nabe derbeyeke kujendeş A rast pirs pir in û mirov dikare dirêj jî bike. Lê heta mirov ji xwe baş nepirse, ne gengaz e mirov bigihîje bersivên rast û nikare rewşa heyî berevajî bike. Halê hazir, tiştê ku mirov dide fikirandin û dike ku mirov zêde aciz û zivêr bibe, bi ya min mijara xwebişaftinê ye.

Eger em dixwazin û eger em cidî ne, werin em pêşî tedbîran ji vê rewşê re bibînin. Heta em vê yekê ji riya wê averê nekin, em dê di vê rewşê de nikaribin bi bişaftinê (asîmilasyonê) re serî bikine der. Em ji xwe dest pê bikin, em nehêlin ku ev ziman bibe zimanê nexwende û kesên gundewar ên kurd, nebe zimanê kalik û pîrikê, em xwe nekin rewşeke wisan ku ev ziman bi me re biqede. Ev emanetekî dêrin e, em xiyanet bi emanet re nekin û nebin kujerê vî zimanî. Ziman ne tenê amûr û navgîna axaftinê ye. Ziman çand e, huner e, muzîk e, dîrok e, raborî ye, şêwegirtina derûnî ya cemawer e… Bi gorî gotina şairê me ye hêja û hêgin Rojen Barnas, pasaporta me ye ku di devê me de ye.

Pênas û zanava me ye ku me ji gel û neteweyên din cuda dike. Bi gotina nemir Celadet Bedirxan Zimanê me şertê heyînê yê pêşîn e ji bo me.Ji bo ku em mijarê dirêj nekin û ji riya xwe averê nebin, em gotinên encama vê nivîsarê bibêjin. Gerek ji du aliyan ve têkoşîna me tim li dar be: Divê yek li dijî polîtîkaya asîmilasyonê ya dewletê be û ji dewletê jî bê xwestin ku ew rîayetî qanûnên navnetewiyî bike, ku bi xwe îmzekiroxê wan peymanan e, pêwîstiya wan pêk bîne û rê li ber zimanê kurdî veke. Di çarçoveya peyman û qanûnên navneteweyî de ku Tirkiye bi xwe jî terefê wan e, tê bikoşe û jê bixwaze ku di zûtirîn demê de berpirsî û teahûdên xwe bîne cih. Li aliyê din divê xebat bê meşandin ku qadên jiyanê yên vî zimanî bên berfirehkirin. War û qad çi qas mezin be, berbelavbûna zimên jî pê re ew çend mezin dibe. Her wiha di vê ji bîra me neçe ku heta statuyeke îdarî yan jî siyasî çêne be, xetere ango metirsî ji holê ranabe.Xebata me ya din jî divê ku berê wê li me bi xwe be. Çawan tiştên ku em ji dewletê dixwazin hene, her wisan ji me bi xwe jî hene. Serê pêşîn divê ku em li xwe, li aîdiyeta xwe vegerin û lêborîna xwe ji zimanê xwe bixwazin.

Ji ber ku me ew bi mirinê re rû bi rû hiştiye, em lê nebûne xwedî. Em çi qas lê bibin xwedî, em çi qas pê bipeyîvin, binivîsin, pê bifikirin û biramin, em çi qas pê çalakiyan bikin û berheman hilberînin, em çi qas wê ji xwe re bikin xwemalî dê ew qas zû dawî li xwebişaftinê were. Serî em in. Em çi qas dixwazin ji vê rewşê bifilitin, rizagar û xelas bibin, em çi qas di mijara daxwaz û têkoşîna xwe de rast û jidil inş Biryardayîn têrnake, xwedîderketina li biryarê girîng e, ji ber a ku encamder e, ev e.

Gotinên stranan û bilêvkirina stranbêjan

Zana Farqînî

Gotinên stranên kurdî yên nû, dikin ku meriv xweziya xwe bi gotinên stran û kilamên gelêrî bîne. Mixabin, gotinên stranên nû û nûjen, mîna yên berê ne xurt û ciwan in, ne xweş û edebî ne. Mirov di wan de rastî şayesên (teswîrên) têr baş nayê. Piraniya gotinên stranan, dubarekirina qalibên berê ne.

Hîn di destpêka hevokê de, meriv tê derdixe ku dê hevok çawan bi dawî bibe. Ev yek jarî û lewaziya gotinên stranên nû ne.Di nav gel de, ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedema vê yekê heye. Ji ber ku ligel dengxweşî û hostatiya wan a bikaranîna deng, şairiya wan jî hebû loma. Ji lew re hinek kilam hene ku bi rastî, ew berhemên edebî ne. Afirînerên wan, gotinên sivik wisan xweş li hev anîne ku mirov bera hejmetkar dimîne. Dîsan, di stranên gelêrî de jî mirov leqayî şayesên gelek baş tê.

Erê, gotin sivik in, lê lihevhatî ne, watedar û kurdî ne. Çîrokeke wan kilaman, wan stranan heye ku biserûber in. Serî û dawî jı wan re heye, Belê, ji ber ku her stranek xwedî çîrokekê ye.Îcar em dêhna xwe, bala xwe bidin ser gotinên stranbêjên hemdem. Çi heyf ku em nikarin bibêjin gotinên van stranan baş in, xweş in, lihevhatî ne, biserûber in, ciwan û edebî ne û xwedî şayesên xweser in. Tew, ser û binê gotinên stranan qet li hev nayên, tu nizanî bê çîroka stranê li ser çi ye, stran ji çi behs dike. Ji aliyê watenasî û rêziman ve jî karesat in. Devê min nagere ku ez bibêjim, lê cihê daxê ye ku rewşa gotinên stranan bi piranî wiha ye. Sedemên vê yekê hene. Em çend stranbêj û hunermendan jê derxin, bi awayekî giştî stranbêj ji beste û newaya xwe re gotinan dinivîsin. Ango ew hem bestekar hem jî gotinnivîs in. Lê xwezî bi kurdî baş bizanibûna bila ev kar jî bikirina. Lê çi heyf ku hîn başebaş bi zimanê xwe nizanin, radibin ji besteyên xwe re gotinan dinivîsin, loma jî dikevin nav rewşeke wiha kambax.

Gava ku tu bala xwe didî bilêvkirina van stranbêjan, tu bi hêsanî tê derdixî ku ew xwedî kurdiyeke şikestî ne. Xwedî kurdiyeke kêm in. Di jiyana xwe de, ne zimanê kurdî lê belê zimanê serdestê xwe bi kar tînin. Gava ku tu li nivîsarên (tekstên) wan dinêrî, tu dibînî ku hîn nizanin baş bi kurdî binivîsin û bi ser de alfabeya xwe jî nas nakin.Canê xwe yê şîrîn tehl nakin, xwe naêşînin ku çend berheman bi zimanê xwe bixwînin. Xwezî di nav wan de lêpirsînek bihata kirin û ji wan bihata pirsîn bê ka zimanê wan ê rojane kîjan e, gelo berhemên bi kurdî dixwînin, gava xebatên xwe, rahênan û meşqên xwe dikin bi kîjan zimanî dikin, gelo dikarin bi kurdî 2/2 (du li ser du) çi ye bibêjin, ma bi zimanê xwe termînolojiya muzîkê dizanin, em perwerdehiya muzîk û notayê deynin wî alî û hwd.Ez li hêviya encamê nesekinim û bibêjim, ji ber ku ez gelek ji wan ji nêz ve dinasim, haya min ji wan heye û ji ber ku ez hinek jî di nav wan de me.

Ew bi kurdî naxwînin, zimanê wan ê dan û stendinan ne bi kurdî ye. Bi zimanê xwe jî bi termînolojiya muzîkê nizanin.Hemin gotin heta vir hatiye ez bibêjim ku fîrmayên muzîkê jî şirîkên vê rewşa wan a xerab e. Hûn li nivîsên li ser kartonetan mêze bikin, hûn dê rewşê bibînin. Berhemhêner (produktor) û şirketên berhemhênanê jî li hember zimanê kurdî bêpaxav tev digerin. Gava ku berhem bi tirkî be, pûte û bayexeke zêde didin nivîsarên berheman da ku şaşî û çewtiyek çênebe. Lê gava bi kurdî be, şaş çêbûye, kêmasî tê de heye, qet ne xema wan e. Xwezila bi qasî zimanê tirkî, xemxurên zimanê kurdî bûna jî.Stranbêjên me ji aliyê bilêvkirinê (telafuzê) ve jî ne serketî ne. Yên ku kurdiya wan baş e, îcar zêde herêmî ne. Berî ku bikevin studyoyê stranên xwe qeyd bikin, hewce ye ku li ser bilêvkirina xwe rawestin.

Alîkarî ji derdora xwe bixwazin. Kesên ku kurdiya wan ne baş e, îcar mirov ji gotinên wan seh nake. Guhê xwe didiyê nadiyê, tu tê dernaxî ka çi dibêje. Zimanê wan ne fehmbar û fesîh e. Têgihîştina ji wan zor û dijwar e. An jî hin gotinan şaş telafuz dikin. Tu dibînî kesên ku ji wan ev stran guhdarî kirine, ew jî eynî wisan dibêjin. Haya wan ji wan nîn e ku bêhemdî be jî, ew dibin sedema belavbûna şaşiyê.Em kin lê bixin, em kurtasiya gotinê bibêjin û ya nav dilê xwe derbibin. Kesên baş bi zimanê xwe dizanin, xweş diaxivin û rast bi lêv dikin kesên hunermend in jî, stranbêj in jî. Ji lew re divê ku stranbêjên me jî, hunermendên me jî bi vê erk û peywira xwe rabin. Ma em tev nabêjin ku di zindîhiştina zimanê kurdî de para dengbêjan jî heye. Nexwe stranbêj jî xwedî vê rolê ne. Loma dibêjim stranbêjino bi rola xwe rabin. Divê ku ji nav muzîkkaran (mûzîsyenan) gotinnivîs jî rabin, her stranbêj ne mecbûr e ji besteya xwe re gotinan binivîsîne. Yan hewce ye ji helbestan sûd wergirin an jî divê ku bi helbestkaran, bi gotinnivîsan ji besteyên xwe re gotinên nû bidin nivîsandin.Ji bo berhemhêneran jî bangeke min heye, qedirê zimanê xwe yê tehdedîtî, derbexwarî bigirin, jê re xizmetê bikin û xemxurên wî bin. Li aliyekî jî, hûn nanê xwe ji vî zimanî derdixin, loma şêkirdarê vî zimanî bin. Ev jî mafê me ye ku em ji we bixwazin.

Ew dengbêjê min ê nûjen e

Zana Farqînî

Şivan Perwer, îro di nav kurdan de, di warê muzîkê de bûye perestoyek. Asta ku ew gihîştiyê xeyala gelek kesan e. Nav û dengê wî, ji nav sînor û tixûbên kurdan derketiye û ew hunermendekî cîhanî ye.

A rast, meriv dikare li ser gelek aliyên Şivan Perwer raweste û vekolînên zanistî bike. Kalîteya dengê wî, firehiya navberê ya dengê wî, rengedengê wî, helwesta wî ya siyasî, naveroka stranên wî, bandor û hîkariya stranên wî yên li ser gel, merc û şertên civaka ku ew ji nav rabûye, armanc û erkên ku daye pêşiya xwe, di bereya çandî ya şoreşa kurdan de rola wî û hwd. gişt hêjayî vekolînan in. Bi ya min tiştê girîng ev e:

Bêmeyl û heml aşkerabûna diyardeya Şivan. Ev rastiyek e ku Şivan Perwer diyardeyeke sosyolojîk û siyasî ya civaka me ye.Şivan Perwer ne tenê stranbêjek an jî hunermendek e. Ew kesatiyeke siyasî ye jî. Bihemd bêhemd, bizanebûn ne bizanebûn, ji ber çi dibe bila bibe di civat û caxiyan de, ji aliyên pir kesan ve wek rêberekî siyasî yê kurd jî tê zanîn. Belim ev yek ji ber navê wî qewimîbe. Ji ber ku navê wî Şivan e. Ji lew re Şivanekî me yê din jî hebû. Erê, Dr. Şivan (navê wî yê rast Saît Kirmizitoprak). Çimkî ez bi xwe hê jî rast lê têm ku çi kurd û çi jî ne kurd, payeya pêşengiya tevgereke kurdî daye wî.Ez piçekê li ser vê meseleyê bisekinim. Dê bê bîra me gelek kesan, li bakurê welêt beriya derbeya leşkerî ya sala 1980’yî, tevgerên kurd bi navên wekî ‘Apocî’, ‘Şivancî’, ‘Kawacî’, ‘Kukçî’ û hwd. dihatin naskirin. Kesên ku pêgirên Dr. Şivan bûn, bi navê ‘Şivancî’yan xwedî nav û deng bûn. A ji ber vê yekê Dr. Şivan û Şivan Perwer mîna kesekî hatin zanîn û nasîn. Dr. Şivan beriya derbeya leşkerî li başûrê welêt hate kuştin. Îcar kesên ku dizanibûn jixwe dizanibûn, ên ku haya wan ji vê bûyerê tune bûn, ji wan kirê ku Şivan Perwer, Dr. Şivan bi xwe bû. Bi baweriya min bandora vê rewşê jî kiriye ku Şivan Perwer hîn bêhtir bê naskirin û hezkirin.

Her wiha, ev yek bûye sedem ku Şivan Perwer di warê siyasî de jî popîlertir bibe. Ez nabêjim ku bi tenê ev popîlerîtî ji ber şibîna navê wan tê. Lê ez xwedî wê ramanê me ku tesîra vê yekê bi awayekî erênî li ser gel çêbûye.Piştî ku ez li ser vî aliyê ku bi ya min balkêş e rawestiyam, îcar ez dixwazim bêm ser aliyê wî yê hunerî. Îro ne tenê di nav kurdan de, di nav wan kesan de, yên ku ji netewe û gelên cihê ne jî hezker û girseyeke wî heye.

Ez bi xwe şahid im ku hin kes hingî jê hez dikin hema maye pê biperisin. Ez ne bawer im ku hunermendekî kurd bi qandî wî di warê xwe de ev çend navdar bûbe. Ev çend xwedî guhdar û cemawereke mezin be. Ez wisan hezir dikim ku ev rewşa hanê hê nebûye nisîbê yekî dîtir!.Ez nikarim li ser muzîka wî rexne û nirxandinên zanistî bikim. Bila muzîsyen, bila kesên ku bi awayekî profesyonel li ser muzîka kurdî xebatê dikin, lêkolîna vê yekê bikin. Ev hem mafê wan e û hem jî bar e li ser milê wan. Ê me para me ev e, bandora wî ya li ser me. Bandora wî ya li ser kesan. Em ancax dikarin çavdêrî û ramanên xwe derpêş û aşkera bikin.Hin kes hene li xwe mukir tên û dibêjin ku wan bi Şivan Perwer ji muzîka kurdî hez kir. Ê me rewşeke me ya welê nîn e. Jixwe em bi her awayî xwedî jiyaneke kurdewarî bûn. Ne wekî "welatê Serhedê" be jî, em jî bi dengbêj û stranbêjan re mezin bûn.Di jiyana min de zêde dengbêj hebûn. Kesê ku bajarê Farqînê nas dikin û haya wan jê heye dizanin bê Farqîn hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê çandî ve çendî pêşketî bû. Ez dikarim bi sanahî bibêjim ku beriya salên heştêyî çi qas rêxistin û partiyên siyasî yên kurdan hebûna, miheqeq komeke wan a muzîkê jî hebû. Di nav endamên wan koman de jî, hema bi giştî Farqînî bûn. Ji ber ku Farqîn, ji aliyê stranbêj û hunermendan ve zengîn bû. Kesên mîna rehmetî şiyar, Azad (Salo), Cotyar û hwd. di dîlan û dawetan de karê wan ew bû stranên şoreşgerî digotin.

Kasetên wan li nav gel berbelav bûn. Keda wan jî li ser me pir û pir e.Ji bîra min naçe, wekî do be, gava ku min cara pêşîn li Şivan Perwer guhdarî kir û hisand. Ev jî bextê min ê xweş e, stran jî strana ‘Kî ne Em’ bû. Dengê wî yê qube kiribû ku pirçûk canê min hilîne. Ew çend tesîr li min kiribû. Bere bere me li stranên wî yên din jî guhdarî kir, hem jî ligel Gulistanê. Ew her du êdî bêyî hev nedibûn. Ew strana bi navê ‘Kurdistanê Kurdistan’, gelo kes maye ku ji dengê wan guhdarî nekiribe.Ez dixwazim balê bikişînin ser tiştekî gelekî seyr û ew çend jî girîng û balkêş. Di nav gel de bi pêşketina stranên şoreşgerî û yên sivik (ên ku di dîlanan de tên gotin) re, hema bibêje kesên şoreşger, rewşenbîr, welatperwer, pêşverû, çepgir û yên mîna wan nema li stranên dengbêjkî guhdarî dikir. Bi vê jî bimana baş bû, şerekî veşarî li hemberî wan stranên ku navê ‘heyfo heyfo’ jî li wan hatibû kirin, li daran ketibû. Ew stranên klasîk li cem kesê ‘nezan’, kesê ku ‘haya wan ji bayê felekê nîn bû’ biqedr û qîmet bûn. Wan bayex bi wan didan. A Şivan Perwer, bi strandina kilamên wekî ‘Xezal’, ‘Bavê Fexriya’, ‘şêxa Delal’, ‘Kirîvê’ û hwd. re ev tabû şikand. Wî bi vê helwestê careke din van kilaman bi me tevan da hezkirin. Dîsan ew stran bi me şîrîn bûn.

Her wiha em li xwe vegeriyan. Êdî ne sûc û guneh bû ku kes li wan kilamên dîwankî, kilamên dengbêjkî guhdarî bike.Li aliyekî pêşengên gel li dijî qedexe û stema mêtingehkaran derdiketin, li hêla din jî wan bi xwe dikir ku gel ji hin nirx û hêjahiyên xwe re bibe neyar. Şivan di vî warî de jî bû pêşengê stranbêjan. Bala her kesî careke din kişande ser vê çavkaniya dewlemend, wê kaniya boş û gumreh.Min di destpêka nivîsa xwe de gotibû ku ‘ew dengbêjê min ê nûjen e’. Çimaş Ez hinekî vê rave bikim. Ê min, du dengan li min bandoreke xurt kiriye. Yek jê dengbêjê min rehmetî Salihê Beynatî yê Farqînî ye. Kes zêde wî nas nake. Lê ji bo min hebe tune be ew e. Ez di ser wî re ji aliyê deng ve dengbêj nas nakim. Şivan Perwer jî dengbêjê min ê dema nûjen e. Çimkî Şivan ne tenê ew kilam xweş gotine, her wiha wî şêwazeke nû jî daye wan stranan. Ligel ku ew serîkêşekî muzîka me ya protest û şoreşgerî ye, her wiha ew di vî warî de jî, ango di warê nûjenkirina kilamên dengbêjkî de ew serîkêşê rêbaza nûjeniyê ye. Zana Farqînîzana.farqini@amidakurd.comEv nivîs 906 car hat xwendin. 1175 bêje di nivîsê de hene.

Dengbêjî: Xweseriyeke muzîka kurdî

Zana Farqînî

Gava ji muzîka kurdî ya gelêrî tê behskirin, serê pêşîn dengbêj tên bîra mirov. Ev jî ne bêsedem e, ji ber ku dengbêj û dengbêjî di dîroka muzîka kurdî de xwedî cihekî taybet û resen in. 

Dengbêj ne tenê kesên stranbêj in, her wiha ew hilgirên çand û zargotina me ne ku ew xwedî reh û rîşalên dirêj in ku xwe berdane kûrahiya raboriya gelê kurd. Ji lew re em dikarin bibêjin ku ew rêwiyên dîrokê ne ku xwedî dengekî xurt, bîreke mezin in û loma jî ew hişên civakî ne. Ew hozanên gel in û em dikarin bibêjin ku ew Homerosên me ne.Me got ku ew ne tenê stranbêj in, her wiha ew destanbêj, çîrokbêj, waqenivîs, helbestkar, bestekar û hilberînerên berhemên muzîkê ne jî. Her tiştên ku bi mirov re eleqedar in, her tiştên ku di jiyanê de diqewimin, mijara berhemên wan in ku bi awayekî xweserî xwe wan bûyeran dihonin û pêşkêşî girseya gel dikin.

Ji bûyernameyan heta bi helbestên lîrîk, ji destanan heta bi berhemên edebî, bi kurtasî wan her tişt wek stran gotiye û hewce ye em bidin xuyakirin ku, bi piranî dengbêj ne kesên xwendewar in û bi awayekî giştî jî mêr in.Taybetiyeke wan a din jî heye ku, ew kesên geştyar in û her li şar û şaristanan digerin, berhevkariyê dikin, tûrikên xwe tije dikin û paşê jî tînin li warên xwe, li deverên din distrên. Bi vê kira xwe, dikin ku berhem li her derê welêt belav bibin. Ji lew re, ji ber vî aliyê wan, em dikarin bi hêsanî û sanahî raboriya xwe di berhemên wan de bibînin û bibêjin ku dîroka me ya devkî hinek jî deyndarê vê damezraka dengbêjiyê ye.Çendî der barê dameziraka dengbêjiyê de em îro ne xwedî lêkolînên berfireh ên zanistî yên kûr û dûr bin jî, ji ber ku dengbêjiyê heta roja îro berdewam kiriye hatiye, em der heqê wan de ew qas jî ne xwedî agahî û zanyariyên kêm in. Em dizanin ku ciwanên dengxweş wek şagirt li ber destê dengbêjên hosta hînî vê hunerê bûne û perwerdehiya van namzetên dengbêjiyê jî bi salan dom kiriye. şagirt li ba hostayên xwe mane, xizmeta wan a navmalê kirine, li ser dest û piyên wan çûne û hatine. Heta ku repertuara xwe zengîn nekiribin, stran û kilaman, destan û çîrokan ji ber nekiribin, hînî stîla hostayê xwe yan jî hînî stîleke cuda nebûbin, îcazet ji hostayên xwe nestendine. Van şagirtan çendî îcazet wergirtibin jî, di dîwanan de, di civat û caxiyan de, di şevbihêrkan de, wan tu carî bêyî destûra hostayên xwe qîr nekirine, stran û kilam negotine. Ev dîwan û civat jî bi piranî yên mîr, beg, axa û giregiran bûne û her wiha em dizanin ku gelek mîr û begên kurdan xwedî dengbêjên navdar bûne û di rojên bi nav û nîşan de dengbêj bi bendan avêtine ber hev, heta ku yekî ji yekî re mil daniye, vê yekê berdewam kiriye.

Çendî bi piranî dengbêj mêr bin jî, dengbêjên jin ên jêhatî jî rabûne û heta zora dengbêjên mêr birine. Ji bo vê yekê nimûneya herî berbiçav ku em pê dizanin, leca di navbera şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê û Gulê de ye. Evdal, ji Gulê re gava bi bendan çûne hev, mil daniye.Dengbêj hostayê deng in. Ji ber ku ew bêamûr û enstrûman hunera xwe îcra dikin xwedî deng û nefesên xurt in. Haya me giştan jê heye ku gotinên kilamên dîwankî, wekî lawikan, ne xwedî hejmarên kîteyên wekhev û rîtmeke tekûz in. Ji bo ku karibin misrayên dirêj zûzûka û li bêhnekê bibêjin, divê ku xwedî teknîkeke bikaranîna deng bin. Ji bo ku di dema kilamgotinê de bêhna wan neçike û karibin bêhna xwe têr baş bi kar bînin, wan diyaframa xwe xebitandiye. Wan ji bo vê yekê jî, bi zilikan pif kiriye ava di derdanekê de, heta ku pelqik bi ser avê ketiye. A sedemeke xurtbûna bêhna wan, ji vê yekê ye jî. Em tev pê dizanin, gava dengbêj dest pê dikin distrên an destên xwe didin ber guhê xwe yan jî tiliya xwe ya nîşanê dikine kerika guhê xwe.

Ew vê yekê ne ku bêhemdî dikin, bi vê kira xwe, dengên xwe dibihîzin û dikarin dengê xwe kontrol bikin. Bi gotineke din em bibêjin, çawan îro hunermend li sehneyê bi monîtoran dixwazin dengê xwe bibihîzin da ku detone nebin, a dengbêj jî, ji bo vê rewşa hanê serî li vê azîn û rêbazê didin.Ji ber ku dengbêj ji dengê serî distrên, bêyî ku dengê wan bikeve, dikarin bi rojan hunerên xwe pêşkêş bikin. Gava destanên kurdî dibêjin, ku ew hem bi gotinkî tên gotin hem jî bi newa (melodî) tên strandin, pir bi hostayî û bi zanebûn dengên xwe bi kar tînin. Loma ew şareza û hunermendên deng in û dengekî wan ê zîz, qube û zengilî heye. Qirika wan xurt e, paqij distrên û dengê wan jî rewan e. Bi gotina kin î kurt ku em ji vê rewşa wan behs bikin û bibêjin; ji ber ku giraniya karê wan li ser deng e, ew pispor û hostayê bikaranîna deng in, bi deng dileyîzin, dengên xwe bilind dikin, dadixin, belav dikin, kêm û zêde dikin.

Li gorî naveroka berhema xwe reng didin dengê xwe. Wekî pêlên avê dengê xwe dimilmilînin û û d qirika xwe de dixulxulînin. Di heman kilamê de, bi dengê pes û tîz jî distrin.Wekî me li jorê jî diyar kir, dengbêjan bêyî enstrûman hunera xwe îcra dikir, lê di destpêka sedsala bîstan de, nemaze bi weşana beşên kurdî yên radyoyên Erîwan, Bexda û Tehranê re rêbazeke nû dest pê kir û dengbêjan ligel amûrên muzîkê berhemên xwe gotin. Lê di nav dengbêjan de kevneşopiya bikarneanîna amûrên muzîkê bi temamî ji rastê ranebûye û yên ku hişkehişk pêgirê vê kevneşopiyê ne, hîn jî ne kêm in. Li dawiyê ez hez dikim bibêjim ku, piştî salên 70’yî di warê muzîka kurdî de pêşveçûnek çêbû û em dikarin bibêjin ku tevgera azadiyê stranbêjên xwe afirandin, lê belê her çi qas hin nimûne hebin jî, em nikarin bibêjin ku bi qasî stranbêjan, dengbêjên xwe jî afirandine.

Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo

Zana Farqînî

Der barê angaşta birêz Selîm Temo de, ku wî di konferansa li ser Mehmed Uzun de ya li Zanîngeha Bilgiyê kiribû, di malpera Diyarnameyê de gengeşiyek dest pê kir ku hîn jî berdewam e. Wî gotibû ku ji berhemên Mehmed Uzun hezar peyv berhev kirine ku di tu ferhengan de nîn in.

Li ser gotina wî, birêz Dawid Rebiwar serî li fikir û nêrîna min jî xist. Min jî daxwaz kir ku birêz Selîm Temo wan hezar peyvan ji me re diyar bike ku em jî ji wan agahdar bibin, heta em karibin ji wan sûd wergirin û di çapa nû ya ferhengê de bi cih bikin. Li hêla din çend nivîskarên ku tevî vê nîqaşê bûn navê min û xebata min a ferhengê jî bi nav kirin û bi ser de ji min jî hat xwestin ku ez jî raman û hizirên xwe der barê vê angaştê de aşkera bikim. Piştî ku Selîm Temo di nivîsa xwe ya Diyarnameyê de "100" peyv weşandin, min jî rahişt ferhenga Kurdî-Tirkî ya ku min amade kiriye û ez li wan peyv û biwêjan geriyam. Min divê ez bibêjim ku hejmar ji bo min girîng e û dema ez rastî peyveke nû ya ku min hay jê nîn e têm, ji kêfan ez nizanim çi bikim.

Te dît dibêjin, eger baskê min hebûna ez ê bifiriyama. Eynî wisan. Carek ew lîste ne sed peyv e. Di lîsteyê de 99 made hene ku sê jê jî dubare ne û li rastê dimîne 96 made. Yeka din jî bi awayê "dipandin" heye ku bi ya me ew jî awê kişandî ya lêkera "pandin, pan an jî payîn" e. Bi vî awayî li rastê dimîne 95 made.Niha jî ez dê li gorî rêza alfabetîk li ser van "bêje"yan rawestim û yên ku min ew di ferhenga xwe de dîtine aşkera bikim. Paşê jî ew awayên destnîşankirî ku di ferhengê de nîn in diyar bikim. Lê ji ber ku peyv tenê li ber destê me ne û bi awayê bikarhatî yê di nav hevokê de ne tune ne, heye ku em şaşiyan jî bikin. Ligel vê rewşê jî dîsan ez dixwazim wan bêjeyan diyar bikim. Lê ez dê di çar beşan de li ser vê lîsteyê rawestim û pêşî ji peyvên ku bi şêwe û teşeyên hatine pêşkêşkirin dest pê bikim.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   73   74   75   76   77   78   79   80   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin