Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə136/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   132   133   134   135   136   137   138   139   ...   173

Mînak:

Cengiz, qet qala wî ji min re neke.



Te got erê, îcar dîsa guhdariya min bike. Eliyê mêrxas, ew bi rastî jî camêr bû. Eger hat, tu jî jê re rastiyê bibêje.

P irtûk, ez qet bê pirtûk nemame ma? Xwarin, tu kengî bibêjî amade ye.

7) Li pêş û paşiya hevok ('1 hêmanên navîn tê bikaranîn.

Mînak:


Berpirsiyarê qursê, Xalit Rêzdar, çend roj berê rehmet kir. Dêya min, kedkara malê, îro nexweş ketiye.

Gulçin, zaroka herî delal, di ezmûnê de bi ser neketiye.

Îro dema ku ji sûkê hatim, gulle bû çi bû nizanim, li serê lawikî ket. Êvarê bavê min hat malê, hêrs bûbû, ji nişkê ve kire barebar.

8) Di nava hejmarên dabeşkirî de tê bikaranîn.

Mînak:

14,5 5,4



25,3 1,1

9) Beriya gihanekên wek "ç imk Î, ji Lewre, lê belê, lê ... 'yê tê bikaranîn.

Mînak:

Tiştek negot, lê min fam kir. Zû çû, lê belê dê dîsa vegere.



Ez pirr diêşirn, çimkî ez jê hez dikim. Dest nedinê, ji lewre wa êdî baş e.

256


Ez naxwazim, çimkî ez têr im. Bila bibêjin, lê bila bêdeng bin.

10) Di nivîsaran de di navbera dirok û ciyan de tê bikaranîn.

Mînak:

Duhok, 2005



Rewandiz, 6'ê Hezîranê Wan, 06.11.2009

Efrîn, 15'ê Gulanê, 1998

11) Di navbera navê pirtûkê, nivîskar, weşanxane, bajar û diroka çapbûnê de tê bikaranîn.

Mînak:


Dîwan, Ehmed Huseynî, weşanxaneya Avestayê, Stenbol, 2001 Mem û Zîn, Ehmedê Xani, weşanxaneya Nûbiharê, Stenbol, 2002 Mexzena Xwînê, Rênas Jiyan, weşanxaneya Be1kiyê, Stenbol, 2003

C. Xalebêhnok (;)

1) Hêmanên cuda yên hevokên hevdudaniji hevdu vediqetîne.

Mînak:


Keçikê ji malê arvan, şekir û rûn; ji sûkê fêkî, nan û zebeş anîn.

Ji Zanîngeha Wanê Ristem, Elî û Siltan; ji Zanîngeha Amedê Gulşen, Evîn û Rûken hatin.

Ji min re pirtûk, pênûs û lênûsk; ji wê re çente, cil û sol pêwîst in.

2) Hevokên rêzîn ên ku hêmanên wan bi bêhnokan ji hev hatine veqetandin, bi xalbêhnokê bi hev tên girêdan.

Mînak:

Jê bixwaze; bila nebêje tune ye,ji kû tîne bila bîne. Ji min re bibêje; tuji kê hez dikî, ji kê bawer dikî? Xwe jê bêrî neke; kezeba te ye, tu yê biêşî,



3) Berî gihanekên wek "çimkî, ji lewre, lê belê, lê ... "yê tê bikaranîn.

Mînak:


Neket dîlanê; çimkî piyê wî dikulî.

Jê hez nedikir; ji lewre jê veqetiya. Ew jî bi me re hat; lê belê venegeriya.

257

Em ê bi hev re bişixulin; lê bila ew jî were.



D. Xalecot (:)

1) Dema ku mînak tên dayîn beriya wan tê bikaranîn.

Mînak:

Çend peyvên ',''''y[U ev in: sîr, mast, der.



Hinek hêmanên xalbendiyê ev in: xal, bêhnok, sêxal,

Alavên teknîkê yên ragihandinê zêde dibin: telefon, înternet, faks ...

2) Ji bo ravekirin û pênaseyan tê bikaranîn.

Mînak:


Kirde: Hêmana hevokê ya bingehin e û bersiv dide pirsên "ki-kê" û "çi 'yê.

Lebatên sehkirinê pênc heb in: guh, poz, ziman, çav, çerm.

Hêmanên hevokê dibin pênc beş: pêve ber, kirde, têrker, hoker, bireser.

3) Beriya axaftin û hevokên ve guha stî tê bikaranîn.

Mînak:

Mamosteyê me digot: "Dersa xwe dubare bikin. "



Ehmedê Xanî dibêje: "Ez mame di hikmeta Xwedê da / Kurmanc di dewletê dinê da / aya bi çi wechî bûne mehrûm / bilcumle ji bo çi bûne mehkûm? "

Xwedê di Quranê de dibêje: "Zilmê li hevdu nekin. "

4) Di matematîkê de wek nîşana dabeşkirinê tê bikaranîn.

Mînak: 8:2 =4 100:2 = 50

16:4 = 4 4:2 = 2

E. Sêxal ( ... )

1) Piştî hevokên ku ji ber sedemekê nehatine temamkirin tê bikaranîn.

Mînak:


Min ewqasî bêriya te kiriye ku ... Ka ez bibêjim çi jê re ...

Eger îcar jî bi gotina me neke ... Derdê min wisa giran e ku ...

258

2) Piştî mînakan dema ku bê bikaranîn wateya pirrbûna wan dide.



Mînak:

Ji bazarê qamyonek tişt stend: xox, tiri, zebeş ...

Alavên ku jê re pêwîst in ev in: qene pe, kursî, xalîçe, firaq ...

Lêkerên hevdudanî ji du an zêdetir hêmanan pêk tên: bawerkirin, dînbûn, jibîrkirin ...

3) Di hevokekê dema ku peyvek ji ber hinek sedeman neyê gotin, piştî tîpa ewil a peyvê tê nivîsîn.

Mînak:


Mêrik di bernameyê de jê re got q ... Ev r. .. dê jê re nemîne.

Ji bo wî peyva p ... bi kar arû. Polês ber bi bajarê K ... 'yê ve çûn.

4) Di nivîsên veguhastî de ciyên ku nehatine bikaranîn bi sêxalê tên diyarkirin û sêxal dikeve nava kevanekê.

Mînak:


(. . .) Eger mirov li zimên bi wateyeke kûr binêre, ziman rehên xwe davêje binê giyanê mirov û hişê wî LÎ dikare bibe stûna kesayetî LÎ taybetiya mirov (. . .)

Helîm Yûsiv

(. . .)

Çîçek çîçek bi destan Em li hember rawestan Derdê çîçek giran bû

Da ser derdê Kurdistan (. . .)

Cegerxwîn

F. Pirsnişan ( ? )

1) Piştî hevokên pirsiyarî tê bikaranîn.

Mînak:

Kî ji malê tê?



Bûyer çawa qewimî? Çima ji me re negot? Kê ji te re got?

259


Nîşe: Bi derblêdanê jî hevokên pirsiyarî tên çêkirin.

Mînak:


Te xwar?

Hinek hevokên pirsiyarî hene ku bersiva wan di nava wan de ye, di van hevokan de jî pirsnişan tê bikaranin.

Mînak:

Ma mirov wisa dike?



2) Agahiya ku tê dayîn bi guman be, pirsnişan dikeve nava kevanekê.

Mînak:


Ehmedê Xanî di sala 1651'ê (7) de ji dayik bûye.

Nîş e: Di hevokên rêzkirî de pirs pirr bin û hevok bi bêhnokan bi hev ve bên girêdan, pirsnişan tê piştî hevoka dawî.

Mînak:

Tu çûyî seyranê, kî bi te re bû û we çi kir?



G. Dunik (" ")

1) Gotinên ku tên veguhastin dikevin nava dunikê.

Mînak:

Feqiyê Teyran dibêje: "Fv avê av!" Dêya min got ku: "Li XWI;; miqate be. "



Rau bi ser wî de kir qîr: "Hey ker lawê kerê!"

Nîşe: Gotina veguhastî rasterast neyê girtin, hewce nake ku têkeve nava dunikê.

Mînak:

Melayî bixêrhatinek li me kir û rûnişt. Got neçin mala wê.



Dibêje ew kurik ne li wê derê bûye.

2) Ji bo balkişandinê peyv dikevin nava dunikê.

Mînak:

Ev pirtûk pirtûka wî ya "yekem" e.



260

Qertafa "-in nê pirrjimariyê diyar dike. Em li ser mijara "lêker "an rawestiyan.

Nîşe: Piştî dunikê qertaf bê bikaranin bi dabirrê nayê veqetandin, li derveyî dunikê û pê ve tê nivîsîn.

Mînak:


Tu yê qertafa cînavka kesîn "-(y)î"yê bi kar bînî.

3) Navên p.irtûk, rojana me , kovar û nivîskaran ji bo ba1kişandinê dibe ku di nava dunikê de bên dayîn.

Mînak:

Ji bo wêjeya Kurdî "Ronahî" pirr girîng e.



Min do beşek ji "Şerefname 'yê xwend.

Gellek çîrokên "Osman Sebrî" nehatine berhevkirin. "Hawar" ji bo wî girîng bû.

4) Axaftin jî di na va dunikê de tên da yîn.

Mînak:


"Tu çi dikî, çawa yî?" "Saxiya canê le, ez baş im. " "Mêvan îro tên?"

"Belê, tên. "

Nîşe: Ku di nava hevokê de xalbendî hebin, divê di nava dunikê de bên bikaranin.

Mînak:


"Ev çi bû law!" " Te jê re got? "

H. Baneşan (!)

1) Piştr hevok û peyvên ku kêfxweşî, xemgînî, êş, tirs, ecibandin, heyirin û fermanê dihewînin tê bikaranin.

Mînak:


Ev çi bû law!

Wîî! Ev ji kû derket?

Wax wax! Agir bi mala wî ket. Bixwe zû!

261


2) Piştî hevokên bangkirinê tê bikaranîn.

Mînak:


Ey gelê Wanê!

Hevalino! Guhdarî bikin. Xwişkino! Ev ne wisa ye. Ehrneqo! Ev ne wek te ye.

3) Baneşan dema ku di nava kevanekê de bê bikaranîn, wateya nebawerkirin û biçûkxistinê dide.

Mînak:


Her êvar li dersa xwe dişixule (l) Kuçeyên we pirr paqij in (I) heyran. Pirr zêde (!) li ber dikeve.

Lawikekî pirr jîi" e (!)

i. Kevanek" ( )"

1) Carinan hemwateyên hinek peyvan di nava kevanekê de tên dayîn.

Mînak:

Wê li ser bûnewarînasiyê (egzistansiyalizm) gotarek nivîsî. Şayesandina (teswîr) wî neket serê min.



Ev diyarde (fenomen) pirr belav bûye.

2) Bilêvkirina peyvên biyanî di nava kevanekê de tê dayin.

Mînak:

Wî pirtûka Voltaire (Volter) xwendibû.



Goethe (Gote) ew pirtûk di ciwantiya xwe de nivîsî. . Albert Einstein (Albirt Aynştayn) dehayek bû.

3) Peyv û hevokên navîn jî dikevin nava kevanekan.

Mînak:

Berpirsiyarê dibistanê (Dîlber Hoşeng) iro nehatiye. Hezkiriya min (mal û milkê min) dibêje ez bi te re nayêm. Derwêş (ew xortê jêhatî) di ezmûnê de bi ser ketiye.



4) Mêjûyên destpêkirin û bidawibûnê di nava kevanekê de tên dayîn.

262


Mînak:

Şerrê Yekem ê Cîhanê (1915-1918) pirr dijwar bû.

Ehmedê Xanî (1651-1707) Mem û ZÛl nivîsî.

Ronahî (1941-1946) ji aliyê wêneyan ve kovareke cuda bû.

5) Di deqên şanoyê de hevokên ku tevgerê nîşan didin dikevin nava kevanekan. Ew beş nayên xwendin.

Mînak:


Ristem (bi hêrs):

"Tu dawa çi dikî?" EVÛl (destê wê li hewa):

"Ez dawa qulla çavê te dikim. "

6) Di dabeşkirinê de tê ber hejmar û tîpên xalan.

Mînak:

a) Dengdêr



b) Dengdar

c) Tîpa alîkar

A) Şirnex

B) Êlih


C) Mêrdîn

J. Kevaneka çargoşe "[ I"

1) Dema ku di nava kevanekê de hewcedarî bi kevanekeke din hebe kevaneka çargoşe têbikaranin,

Mînak:


Helîm Yusiv (Sobarto [1999J Avesta)

2) Di lêkolinên xebatên kevnar de ku lêkolînerê/î tiştek li deqê zêde bike, ew di nava kevaneka çargoşe de tê nîşandan.

Mînak:

Her tişt li gorî dilê hewe bî



Destê Xwedê li ser paşta [hewe bî]

3) Ji bo hinek hûrgiliyên nasnavan tê bikaranin.

Mînak:

Cegerxwin [Şêxmûs], dîwan, 2003



4) Di wergirtinan de ji bo ravekirinê kevaneka çargoşe tê bikaranin.

263


Mînak:

"Ev pirtûk [Mem û Zin} ji bo me pirr girîng e. " "Pêvajo {pêvajoya şoreşê} dê bi dawi bibe. Il

K. Dabirr ( , )

1) Qertafên diyariyê, ji hejmar û navên kurtkirî û tîpan bi dabirrê tên veqetandin.

Mînak:

Di 6"ê Gulana 2011 'an de zewicî. Di sala 1978'an de hat avakirin.



D MME 'yê biryara dadgehê qebûl nekir. Ji A 'yê dest pê kir.

2) Navên kesên taybet dema ku qertafên diyariyê bigirin ew qertaf bi dabirrê tên veqetandin.

Mînak:

Bajen'î jê re gotibû. Leyla'yê şîva xwe xwar. Sîmone 'yê jê hez kiribû. Sartre 'î gellek gotar nivîsîn.



3) Bêtir di helbestan de li şûna tîpan û li şûna kîteya ku ketiye dabirr tê bikaranîn.

Mînak:


Xweş bû çûna newala'. Gula 'rn bê te nabe.

ç' bikim qewî kesad e bazar. Mala 'm bi qurbana te.

L. Xêzekin ( - )

1) Peyvên ku di rêzê de hilneyên bi xêzekinê tên veqetandin.

Minak:

Di vê mijarê de gotina xwe ya dawî got û pirsa te kir.



Zarok xwe bi me pirr didin hezkirin û paşê ra-dibin ser serê me.

264


2) Ji bo têkiliya di navbera du peyv û hejmaran de tê bikaranîn.

Mînak:


Şerrê Dinyayê yê Duyem di navbera salên 1941-1945'an de qewimî. 3-4 zarok çûn şanoyê.

Ferhenga "Kirmanckî-Kurmancî" divê bê amadekirin.

3) Ji bo hevok û gotinên navîn xêzekin tê bikaranîn.

Mînak:


Gerînendeyê dibistanê -Berfm Sorgul- pirsa te kir. Xaltiya wê -a ku hîn nezewiciye- îro nexweş ketiye. Jînda -zaroka herî jîr- di ezmûnê de bi ser ketiye.

4) Dema ku rayek û qertaf ji hev tên cudakirin û peyv tên kîtekirin, dema ku qertaf tên nîşandan xêzekin tê bikaranîn.

Mînak:

Hev-al Da-ris-tan -(i)m



Pîr-e-jin E-vîn-dar -and

M.Xêzedirêj (Xêza Axaftinê) (-)

1) Di deqan de ji bo axaftinê tê bikaranîn.

Mînak:


- Birayê tejî tê?

- Na, ew ê here malê.

- Baş e, em ê herin.

N. Xêzexwar (/)

1) Ji bo veqetandina rêzikên helbestan tê bikaranin.

Mînak:


Ez piştek î birîndar im / Li ber qamçiyê xwe rabûme ... 29

Keyfa dinê bê feyde ye / wek xewnekî beyhûde ye30

29 Birakujî, Evdila Pêşew, rp .44. Avesta, 1996

30 Dîwan, Seyîd Eliyê Findikî, rp.79. Nûbihar, 2011

265

2) Di nava hêmanên dîrokê de tê bikaranîn.



Mînak: 21/03/2010 01/0912005

3) Di warê rêzimanê de ji bo diyarkirina cureyên qertafan tê bikaranîn.

Mînak:

inIne, alê, un/me



4) Di navnîşanan de hejmarên bîna û malê, tax û bajarî ji hev vediqetîne.

Mînak:


Kuçeya Azadiyê, no:26/5 Peyasl Amed

5) Di matematîkê de wek nîşana dabeşkirinê tê bikaranîn.

Mînak: 50/2 = 25 85/5 = 17

o. Wekînek

1) Ji dêvla peyvên wekhev wekinek tê bikaranîn.

Mînak:


Dibistana Seretayî " Navîn

" Bilind

Cinavkên Kesîn

" Nîşanî

" Pirs iyarî

266


LI GORÎ RAW EYAN KIŞANDINA LÊKERÊN "PIRSÎN" Û "ÇÛN"Ê

Lêker/Gerguhêz/PirsÎn/Oemên Sereke/Erênî

Kes Dema Borî ya Têdeyî Dema Borî ya Dûdar

1. Ez/Min Min ew pirsî/pirsîn. Min ew pirsiye/pirsîne.

2. Tu/Te Te ew pirsî/pirsîn. Te ew pirsiye/pirsîne.

3. Ew/Wê-wî Wê/wî ew pirsî/pirsîn. Wê/wî ew pirsiye/pirsîne.

1. Em/Me Me ew pirsî/pirsîn. Me ew pirsiye/pirsîne.

2. Hûn/We We ew pirsî/pirsîn. We ew pirsiye/pirsîne.

3. Ew/Wan Wan ew pirsî/pirsîn. Wan ew pirsiye/pirsîne.

267


Dema Niha Dema Bê

Ez dipirsim. Ez ê bipirsim.

Tu dipirsî. Tu ê bi pi rsî.

Ew dipirse. Ew ê bipirse.

Em dipirsin. Em ê bipirsin.

Hûn dipirsin. Hûn ê bipirsin.

Ew dipirsin. Ew ê bipirsin.

Lêker/Gerguhêz/PirsÎn/Oemên BorÎ/ErênÎ

Kes Dema Borî~a Çîrokî Dema Borî~a Domdar

1. Ez/Min Min ew pirsîbû/pirsîbûn. Min ew dipirsî/dipirsîn.

2. Tu/Te Te ew pirsîbû/pirsîbûn. Te ew dipirsî/dipirsîn.

3. Ew/Wê-wî Wê/wî ew pirsîbû/pirsîbûn. Wê/wî ew dipirsî/dipirsîn.

1. Em/ Me Me ew pirsîbû/pirsîbûn. Me ew dipirsî/dipirsîn.

2. Hûn/We We ew pirsîbû/pirsîbûn. We ew dipirsî/dipirsîn.

3. Ew/Wan Wan ew pirsîbû/pirsîbûn. Wan ew dipirsî/dipirsîn.

Dema Boriva Dûr a Pêknehatî Min ê ew pirsîbûya/pirsîbûnaY Te yê ew pirsîbûya/pirsîbûna. Wê/wî yê ew pirsîbûya/pirsîbûna. Me yê ew pirsîbûya/pirsîbûna. We yê ew pirsîbûya/pirsîbûna. Wan ê ew pirsîbûya/pirsîbûna.

Dema Bori~a Dûr a Nedi~ar Min ê ew pirsîbe/pirsîbin.

Te yê ew pirsîbe/pirsîbin. Wê/wî yê ew pi rsîbe/pi rsîbi n Me yê ew pirsîbe/pirsîbin. We yê ew pirsîbe/pirsîbin. Wan ê ew pirsîbe/pirsîbin.

31 Di vê raweyê de bêtir hevok bi şertekî ve girêdayî ye. "Te bigota min ê b ipirs iya. " 32 Di vê rawey ê de jî hevok bi şertekî ve girêdayî ye. "Te gotibûya min ê pirsîbûya."

268


Dema Bori~a Nêz a Pêknehatî Min ê ew bipirsiva/bipirsina." Te yê ew bipirsiya/bipirsîna. Wê/wîyê ew bipirsiya/bipirsîna. Me yê ew bipirsiya/bipirsîna. We yê ew bipirsiya/bipirsîna. Wan ê ew bipirsiya/bipirsîna.

Lêker/Gerguhêz/PirsÎn/Oemên Sereke/NeYÎnÎ

Kes Dema Borî ya TêdeyÎ Dema Borî ya Dûdar Dema Niha Dema Bê

1. Ez/Min Min ew nepirsî/nepirsîn. Min ew nepirsiye/nepirsîne. Ez napirsim. Ez ê nepirsim.

2. Tu/Te Te ew nepirsî/nepirsîn. Te ew nepirsiye/nepirsîne. Tu napirsî. Tu yê nepirsî.

3. Ew/Wê-wî Wê/wî ew nepirsî/ne pirsîn. Wê/wîew nepirsiye/nepirsîne. Ew napirse. Ew ê nepirse.

1. Em/Me

2. Hûn/We

3. Ew/Wan

Me ew nepirsl/nepirsîn. We ew nepirsî/nepirsîn. Wan ew nepirsî/nepirsîn.

Me ew nepirsiye/nepirsîne. We ew nepirsiye/nepirsîne.

Em napirsin. Em ê nepirsin. Hûn napirsin. Hûn ê nepirsin.

Wan ew nepirsiye/nepirsîne. Ew napirsin. Ew ê nepirsin.

269


Lêker/Gerguhêz/PirsÎn/Oemên Borî/Neyînî

Kes Dema Borî ~a Çîrokî Dema Borî ~a Domdar Dema Bori~a Nêz a Pêknehatî

1. Ez/Min Min ew nepirsîbû/nepirsîbûn. Min ewnedipirsîjnedipirsîn. Min ê ew nepirsiya/nepirsîna.

2. Tu/Te Te ew nepirsîbû/nepirsîbûn. Te ew nedipirsîjnedipirsîn. Te yê ew nepirsiya/nepirsîna.

3. Ew/Wê-wî Wê/wî ew nepirsîbû/nepirsîbûn. Wê/wî ew nedipirsî/nedipirsîn. Wê/wî yê ew nepirsiya/nepirsÎna.

1. Em/Me Me ew nepirsîbû/nepirsîbûn. Me ew nedipirsî/nedipirsîn. Me yê ew nepirsiya/nepirsîna.

2. Hûn/We We ew nepirsîbû/nepirsîbûn. We ew nedipirsî/nedipirsîn. We yê ew nepirsiya/nepirsîna.

3. Ew/Wan Wan ew nepirsîbû/nepirsîbûn. Wan ew nedipirsî/nedipirsîn. Wan ê ew ne pi rsiya/nepirsîna.

Dema Bori~a Dûr a Pêknehatî

Min ê ew nepirsîbûya/nepirsîbûna.

Te yê ew nepirsîbûya/nepirsîbûna. Wê/wîyê ew nepirsîbûya!nepirsîbûna. Me yê ew nepirsîbûya/nepirsîbûna. We yê ew nepirsîbûya/nepirsîbûna. Wan ê ew nepirsîbûya/nepirsîbûna.

Dema Bori~a Dûr a Nedi~ar

Min ê ew nepirsîbe/nepirsîbin.

Te yê ew nepirsîbe/nepirsîbin. Wê/wîyê ew nepirsîbe/nepirsîbin. Me yê ew nepirsîbe/nepirsîbin. We yê ew nepirsîbe/nepirsîbin. Wan ê ew nepirsîbe/nepirsîbin.

270

Lêker/Negerguhêz/Çûn/Oemên sereke/Irênî



Kes Dema Borî ya TêdeyÎ Dema Borî ya Dûdar Dema Niha Dema Bê

1. Ez Ez çûm. Ez çûme. Ez diçim. Ez ê biçim.

2. Tu Tu çûyî Tu çûye. Tu diçî. Tu yê biçî.

3. Ew Ew çû. Ew çûye. Ew diçe. Ew ê biçe.

1. Em Em çûn. Em çûne. Em diçin. Em ê biçin.

2. Hûn Hûn çûn. Hûn çûne. Hûn diçin. Hûn ê biçin.

3. Ew Ew çûn. Ew çûne. Ew diçin. Ew ê biçin.

271


Lêker/Negerguhêz/Çûn/Oemên BorÎ/ErênÎ

/

Kes Dema Borî ya Çîrokî Dema Borî ya Domdar Dema Boriya Nêz a Pêknehatî



1. Ez Ez çûbûm. Ez diçûm. Ez ê biçûma.

2. Tu Tu çûbûyî. Tu diçûyî. Tu yê biçûya.

3. Ew Ew çûbû. Ew diçû. Ew ê biçûya.

1. Em Em çûbûn. Em ew diçû/diçûn. Em ê biçûna.

2. Hûn Hûn çûbûn. Hûn ew diçû/diçûn. Hûn ê biçûna.

3. Ew Ew çûbûn. Ewew diçû/diçûn. Ew ê biçûna.

Dema Boriya Dûr a Pêknehatî Ez ê çûbûma."

Tu yê çûbûvîva.

Ew ê çûbûya.

Em ê çûbûna.

Hûn ê çûbûna.

Ew ê çûbûna.

Dema Boriya Dûr a Nediyar Ez ê çûbim.

Tu yê çûbî.

Ew ê çûbe.

Em ê çûbin.

Hûn ê çûbin.

Ew ê çûbin.

33 Ev hevok bi şertekî ve girêdayî ye. "Te gotibûya ez ê çûbûma. "

272


Lêker/Negerguhêz/ Çûn/Demên Sereke/Neyînî

Kes Dema Borî ~a Têde~Î Dema Borî ~a Dûdar Dema Niha Dema Bê

1. Ez Ez neçûm. Ez neçûme. Ez naçim. Ez ê neçim.

2. Tu Tu neçûyî. Tu neçûye. Tu naçî. Tu yê neçî.

3. Ew Ew neçû. Ew neçûye. Ew naçe. Ew ê neçe.

1. Em Em neçûn. Em neçûne. Em naçin. Em ê neçin.

2. Hûn Hûn neçûn. Hûn neçûne. Hûn naçin. Hûn ê neçin.

3. Ew Ew neçûn. Ew neçûne. Ew naçin. Ew ê neçin.

273

Lêker/Gerguhêz/Çûn/Oemên BorÎ/NeyÎnÎ



Kes Dema Borî y:a Çîrokî

1. Ez Ez neçûbûm.

2. Tu Tu neçûbûyî.

3. Ew Ew neçûbû.

1. Em Em neçûbûn.

2. Hûn Hûn neçûbûn.

3. Ew Ew neçûbûn.

Dema Boriya Dûr a Pêknehatî Ez ê neçûbûma.

Tu yê neçûbûviva.

Ew ê neçûbûya.

Em ê neçûbûna.

Hûn ê neçûbûna.

Ew ê neçûbûna.

Dema Borî ya Domdar Dema Boriya Nêz a Pêknehatî

Ez nediçûm. Ez ê neçûma.

Tu ne diçûvi. Tu yê neçûya.

Ew nediçû.

Ew ê neçûya.

Em nediçûn. Hûn nediçûn. Ew nediçûn.

Em ê neçûna. Hûn ê neçûna. Ew ê neçûna.

Dema Boriya Dûr a Nediy:ar Ez ê neçûbim.

Tu yê neçûbe.

Ew ê neçûbe.

Em ê neçûbin.

Hûn ê neçûbi n.

Ew ê neçûbin.

274

ZAYENDA PEYVAN



Kurdî jî wek hin zimanên Ewropayî zimanekî zayendî ye. Di zaravayê Kurmancî de her peyv di nava hevokê de, di rewşa diyariyê de ku yekjimar be li gorî zayenda xwe qertafên zayendê digire. Di Kurmancî de peyvên xizmantiyê û navê hinek ajalan, xwedî zayenda xwezayî ne û zayenda wan hêsan û diyar e. Peyvên din jî li gorî feraseta ziman û gelî qertafên zayendê stendine û xwedî zayendeke rêzimanî ne.

Zayend bi rêya qertafên diyariyê û bi rêya veqetandekan derdikeve holê. Herçiqas hinek rê û rêzikên zayendê hebin jî ji bo hlnkirina zayendê rê û rêzikên pirr diyar tune ne. Mesela, hinek tiştên narîn û nazik li gorî mê tiyê , hinek tiştên tund û dijwar jî li gorî nêritiyê hatine destnîşankirin. Dema ku em bi giştî bala xwe didin vê mijarê, em dibînin ku peyvên "mê" ji yên "nêr" zêdetir in.

Kurd bi awayekî "veşartî" hînî zayendê dibin. Ji bo kesên biyanî ev yek ne hêsan e. Di vî beşî de min bêtir ji pirtûka Deham Ebdulfettah'î sûd wergirt. Ev mijar di pirtûka wî ya bi navê "Navdêr "ê de bi awayekî berfireh hatiye qalkirin. Min bi giştî sî xalên giring diyar kirin.

A. Zayenda Xwezayî

Peyvên Nêr

1. Peyvên Xizmantiyê

Ap, bira, bûra, hevling, kur, kurxal, law, mêr, pismam, xal, xezûr, zava, zirrbav ...

2. Navên Mirovan ên Taybet Azad, Bahoz, Egîd, Ehmed, Memo ...

3. Navên Ajalan

Beran, dîk, ga, hesp, hogêç, lok, nêrî ...

275

Peyvên Mê



1. Peyvên Xizrnantiyê

Bûk, dapîr, dapîr, diş, dot, dotmam, jin, jinbav, jinmam, jintî, jinxal, keç, keçxal, met, xaltî, xwes û ...

2. Navên Mirovan ên Taybet Bêrîvan, Cejna, Rûşen, Zîlan, Zînê ...

3. Navên Ajalan

Berindir, bizin, çêlek, mehîn, mî, mirîşk, tiştir ...

Peyvên Du zayend

1. Nasnavên Mirovan

Bijîşk, cîran, dijmin, dost, endezyar, heval, hevrê, mamoste, mîr, pale pirtûkfrroş ...

2. Navên Mirovan ên Taybet Tune ne.

3. Navên Ajalan

Ajalên ku ji aliyê zayendê ve nav li wan nehatine kirin, hem nêr hem mê tên diyarkirin.

Dûpişk, çivîk, gur, hirç, ker, kew, qertel, mar, masî, piling, şêr. ..

Gura reş, hirça bipirç, kera me, kewa gozel, mara gewr, masiya avî, şêra çiyê ...



Nêr

Gurê reş, hirçê bipirç, kerê me, kewê spî, marê reş, masiyê tî, şêrê me ...

Herçend ajal an nêr an mê bin, hêdi hêdî navên hin ajalan bi mêtiyê û yên hin ajalan jî bi nêrtiyê hatine bikaranîn.



Çûk, hirç, kevok, kew, kêzik, kîvroşk, mêş, moz, pisîk, qaz, werdek, xalxalok, zerzûl. ..

276


Nêr

Baz, beq, gur, kund, kurm, masî, meymûn, mişk, piling, rovî, şêr, wawîk,

xenzir, xilt, ziro, zirrtajî ...

B. Zayenda Rêzimanî

Peyvên Nêr

1. Parçeyên Laşê Mirovî

Bez, birû, can, çav, çerm, dêm, dest, dest, dev, dêm, dûn, dil, diran, goşt, guh, gulî, hestî, kîr, ling, mejî, mil, mû, pê, pî, poz, quz, rû, ser, stû, zend,

zik, ziman ...

2. Navên Kinc û Cilan

Atlêt, binkiras, derling, derpê.êleg, fanorî, fistan, kiras, koloz, kum, kurk,

lepik, pantor, qapût, qazax, şal, şerwal, tîşort, xef tan ...

3. Navên Alav û Nivînên Malê Text ( yê xewê), kulav

4. Navên Alavên Xwaringehê

Cewdik, çatal, çaydank, hîz, kevçî, kûp, kwîz, misîn, mitare, qe tremîs ,

şerbik ...

5. Cureyên Xwarin û Vexwarinê

Bez, çortan, dew, don, dûv, firo, goşt, hingiv, jajî, mast, nan, nîvişk, rûn,

şîr, to ...

6. Navên Berên Daran (mêweyan) Tirî (awarte Y

7. Navên Berên Çandiniyê

Ceh, ecûr, garis, genim ( ard, nan, hevîr, dan, danû), gûndor, kûndir,

pembo, şerengo, tirozî, xirtik, xiyar, zebeş, petêx ...

Nîşe: Ev ber bêtir bi awayê pirranî tên bikaranin.

Mînak:


Genimên me serridî ne. Tiroziyên we erzan in. Zebeşên te çêbûne?

277


8. Navên Pincar û Giyayan Giya, (awarte)

9. Navên Gul û Kulîlkan Tune ne.

10. Navên Lûs û Hêwirgehan Axûr, kon, mezel (qebr), xam ...


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   132   133   134   135   136   137   138   139   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin