rûniştin xwann xistin
rûnişt
xwar xist
ru-di-n-e di-xw-e di-x-e
Nîşe: Di lêkerên "çandin, man, standin, şandin, xwandin "ê de qerta fa gerguhêziyê "and" hatiye bikaranîn. Dema ku ev qertaf ji wan tê avêtin, rayeka lêkerê bê wate dibe. Di lêkera "man "ê de "d " ketiye. Dema ku ev lêker tên dema niha, "-and"a wan dibe ""-în " Di rayeka wan de jî tîpek tenê dimîne. Ev lêker jî bêrist in.
Lêker çandin mandin istandin şandin xwandin
Ryk. Dm. BolÎ ç-and
m-a
st-and
ş-and
xw-and
Ryk. Dm. Niha û Bê di-ç-ûn )-e
di-m-Iin)-e
di-st-(în)-e
di-ş-ûn)-e di-xw-ûn)-e
Nîşe: Lêkera "şandin'îê bi awayê "şiyandin "êjî tê bikaranin li rayeka wê dibe "şî".
5) Lêkerên Guherbar:
Hinek lêker li gorî deman bi awayên cuda derdikevin holê û diguherin.
Ev lêker ne pirr zêde ne.
Lêker anîn/inandin
dirin/bin gotinlbêj berîn hiştinlhêlan werin/hatin
Ryk. Dm. BolÎ anî/îna
dît
got
ç('m
hişt/hêla hat/weriya
Ryk. Dm. Niha û Bê di- în-e/tîne
di-bîn-e
di-bêj-e
di- her -el diç e di-hêl-e
di-hê/were (fermanî)
Nîşe: Du lêker hene ku ciyê dengdêrên wan guherîne û du lêker derketine holê: anîn, înan. "Înan" di herdu deman de rayeka xwe diparêze, lê "anîn" di dema niha de bi awayê "înan "ê tê bikaranîn. Di "înan "ê de "d " ketiye, ev lêker "inandin " e.
Têkiliya rayeka "bîn nê bi "vînayiş "ê re û têkiliya rayeka "bêj "ê jî bi "vajiş "a Kirmanckî re heye. Di van rayekan de "v " bûye "b ". Ev lêker li hinek herêman bi awayê "bîna 'yê jî tê bikaranîn.
183
Mînak:
Min nebînaye.
Bêristiya li Gorî Gerguhêziyê
Hinek lêker jî li gorî awayê gerguhêzkirinê bê rist in. Di Kurmancî de pirraniya lêkeran negerguhêz in, lêker bi qertafên "and" û "t "yê dibin gerguhêz. Hinek lêker hene ku di vî warî de bê rist in û gerguhêziya wan bi lêkerine din bi dest dikevin.
Lêker Ketin Mirin Bûn çûn Bûn Hatin Daketin Rabûn Vebûn Man
Awayê Gerguhêz Xistin
Kuştin
Kirin
Şandin/B irin
Kirin
Anîn/Înandin Daxistin
Rakirin
Vekirin
Hiştin
184
AVANIYA LÊKERAN
1. AVANIYA LÊKERAN
Avaniya lêkeran li gorî kirde û bire serê tê diyarkirin. Di lêkerên lebatî de kirde diyar e, di lêkerên tebatî de kirde nediyar e. Li gorî bireserê jî lêkerên gerguhêz, negerguhêz û dançêker derdikevin holê. Lêker li gorî avaniya xwe dibin du beş:
2. LI GORÎ KIRDEYÊ LÊKER
A. Lêkerên Lebatî
Di van lêkeran de kar ji aliyê kê ve tê kirin diyar e. Pirsên "kî/kê" û "çi 'yê ji pêveberê tên kirin, bersiv hebe lêker lebatî ye.
Mînak:
Berfîn ji malê tê.
Şûşe ket erdê.
Xwendekar nanî dixwin. Xanî do hilweşiya.
Nîşe: Di hevokekê de dibe ku kirde veşartî be, lê dema ku bersiv hebe ew lêker lebatî ye.
Mînak:
Pirtûkê dixwîne. (Kî pirtûkê dixwîne, "ew".)
B. Lêkerên Tebatî
Di van lêkeran de kar ji aliyê kê ve tê kirin ne diyar e. Ev rewş bi alîkariya lêkera "hatin "ê çêdibe. Lêkera bingehîn tevî- raderê tê bikaranîn, qertafên demê û cînavkên kesîn tên ser "hatin "ê.
Mînak:
Ew hat kuştin. Keçik tê revandin.
Ew dihat çêkirin.
Ew ê bihatina çêkirin.
185
Pirtûk dê bê xwendin. Pol hatiye paqijkirin.
Ew hatibû revandin. Sol tên paqijkirin.
Ji bo rewşa tebatî kirde ji hevokê tê avêtin, bireser dikeve şûna wê li lêkera bingehîn tevî radera xwe tê nivîsîn. "Hatin" li gorî kesan û deman wiha teşe digire:
Mînak:
Le batî
Dijle 'yê nan xwar.
Dijle nanî dixwe.
Dijle dê nanî bixwe. Dijle 'yê nan xwaribû. Dijle 'yê nan dixwar. Dijle 'yê dê nan bixwara.
Tebatî
Nan hat xwarin.
Nan tê xwarin.
Nan dê bê xwarin. Nan hatibû xwarin. Nan dihat xwarin. Nan dê bihata xwarin.
Lêkera "halin "ê di dema niha fl bê de diguhere û dibe "tê" û "bê".
Neyîniya wê jî li gorî rê û rêzikên wan deman tê çêkirin.
Mînak:
Dema Niha Ew tê şûştin. Ew nayê şûştin.
Dema Bê
Ew ê bê şûştin. Ew ê neyê şûştin.
Hişyarî: Lêkera tebatî "hatin" bi lêkerên negerguhêz re nayê bikaranin.
Mînak:
Hat meşîn. Hat mirin.
3. LI GORÎ BIRESERÊ LÊKER
A. Lêkerê n Gerguhêz
Lêkerên ku bireserên wan hene gerguhêz in. Di van lêkeran de kirde bandora xwe li ser kes an tiştekî din çêdike. Ev lêker di Kurmancî de pirr hindik in. Ev lêker bersiv didin pirsên "kî/kê " li "çi ''yê. "Ki-kê" ji bo mirovan "çi" jî ji bo giyanewerên din û bireseran tê bikaranîn.
Lîstin, pirsîn, nivîsîn, xwarin, avêtin, şûştin, dîtin, hezkirin ...
186
Mînak:
Min pirsek jê kir. Ez wî dibînim.
Te nan xwar.
Min bi topê lîst. Wan gotar nivîsî. Zarokan ew bir.
Hinek lêker li gorî binyada xwe negerguhêz in; ji bo ku ew lêker bibin gerguhêz qertafên gerguhêzkirinê "
Nergerguhêz
Revîn --;.
Kenîn --;.
Firrîn --;.
ROniştin --;.
Qelibîn --;.
Guherîn --;.
Mînak:
Min ew revand. Me ew guherand.
Gerguhêzkirî Revandin
Kenandin
Firrandin Rûniştandin Qelibandin/Qelabtin Guherandin/Guhertin
Te ez kenandirn. Ezîz'î çûk frrrandin.
Niş e: Qertafên gerguhêziyê di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de dibin "-in".
Mînak:
Ez wî direvînim. Gulê wê difirrine.
Tu min dike nînî.
Ez ê wî biguherînim.
Hinek lêker jî bê rist in û bi rêya lêkereke din dibin gerguhêz.
Mînak:
Ketin --;. Xistin
Mirin --;. Kuştin
çûn --;. Şandinlbirin
B. Lêkerên Negerguhêz:
Lêkerên ku bireserên wan tune ne, negerguhêz in. Bandora kirde yê li ser kes an tiştekî çênabe.
Kenîn, revîn, hatin, çûn, ketin, mirin, germbûn ...
187
Mînak:
Ez pirr keniyam.
Em tên mala we. N an pirr germ bû.
Ew reviyan. Ew çû bêriyê.
Hûn mirin ji derdê wî.
C. Lêkerên Dançêker
Lêkera alîkar "dan" dema ku tê beriya lêkerên gerguhêz wan dike dançêker û kar bi kesekî din tê kirin. Lêkera bingehîn tevî ra dera xwe tê nivîsîn.
Mînak:
Te çakêt da şûştin. Ez didim nivîsîn. Min xanî da çêkirin.
Wî kurê xwe da xwendin. Girtiyan dide berdan.
Em ê wan bidin axaftin.
Nîşe: Bi qertafa "-and"ê jî dançêkerî tê çêkirin. Dema ku "
Mînak:
Min pirsî. (gerguhêz) Min pirs and. (dançêker)
Ku lêkera gerguhêz hem qertafa "
Mînak:
Min da pirsandin.
Nîşe: Li hinek herêman "dan" piştî lêkerê tê, ev awa pirr nayê tercîhkirin.
Mînak:
Min ew kuştin da.
188
LÊKERNAV
1. LÊKERNAV
Navdêr, rengdêr û hokerên ku ji lêkeran hatine çêkirin lêkemav in.
Lêkemav di nava hevokê de êdî ne di peywira lêkerê de ne. Lêkernavên navdêr bêtir peyv in, lêkemavên rengdêr û hoker di teşeyê ravekan de ne. Lêkemav di nava xwe de dibin sê beş.
Lêker
Ji Qersê hatin. Mal do şewitî Ew ê sibê bê.
Lêkernav
Hatina te pirr baş bû. (lêkernava navdêr)
Mala ku şewitiye, ya me bû. (fêkernava rengdêr) Beriya ku ji malê bê; tê vê derê. (lêkernava hoker)
A. Lê ke rnava Navdêr
Lêker dema ku bi ra derê re bê bikaranîn navê lêkerê çêdibe. Lêker bi vî awayî wek navdêr tên bikaranîn û lêkernava navdêr derdikeve holê.
Mînak:
Mirin li ber derî ye.
Ew ji xwendinê hez dikin.
Ji gotina te tiştek fam nekir. Axaftina wî neket serê min.
Nîşe: Hinek lêkemavên navdêr bi temamî dibin navê tiştekî Hinek rayekên navdêran jî wesfên lêkeran di xwe de dihewînin.
Mînak:
Min xwarin xwar.
Kena wî çi nexweş e. Beza wî neket serê min.
Gotin nakeve serê wî.
Reva mirîşkê heta kadînê ye. Meşa wê nakeve serê min.
189
B. Lêkemava Rengdêr
Lêker dema ku wek rengdêr bên bikaranîn lêkemava rengdêr derclikeve holê. Dema ku hêmanên hevokê tên diyarkirin ev hêman nayên parçekirin. Ev lêkernav bi du awayan çêdibe.
1) Lêker wek rengdêr II li gorî deman tên bikaranîn. Gihaneka "ku 'yê jî alikariyê dike.
Mînak:
Goştê ku xera bûye biavêjin. Kesê ku çûye, ne ji me ye. Pisîka ku birçî bîl, çû kû derê?
Gelo hevala ku pirsa min kiribû, hat? N anê ku dihat xwarin, rijî bû.
Pirtûka ku me yê bistenda, hatiye firotin,
2) Lêker wek rengdêr tên bikaranîn, radera wan tê avêtin û qertafa "-î"yê distînin. Ev rengdêr li gorî dema borî teşe digirin.
Mînak:
Cilên şûştî li xwe bike. Halê kesê ketî ne baş e. Jê re goştê biraştî bînin.
Kesên kuştî hene li wir.
Ew ji hêkên kelandî hez dike.
Kesê jiyana xwe ji dest dayî, Elî bû.
Nîşe: Carinan raveber dikeve û peyva lêkerî ya rengdêr bi tena serê xwe jî tê bikaranîn. Carinan jî veqetandek dikeve peywira cinavkê û şûna raveberê digire.
Mînak:
Kuştî li kû derê ye. (kesê kuştî) A kelandî kijan e? (hêka kelandî)
Hinek rayekên lêkeran jî dema ku wek rengdêr tên bikaranîn wateya lêkerê didin rengdêrê. Ev rayekên navdêran in; lê taybetiyên lêkerbûnê dihewînin. Navdêr bikeve peyv şûna wê digire.
Mînak:
Kesê revok ew bû. Bila revok neyên.
Hevalê min yekî nanxwir e. Nanxwir ewe, ne ez im.
190
c. Lêkernava Hoker
Lêker di peywira hokerê de bê bikaranin dibe lêkernava hoker.
Lêkerên ku wek hoker tên bikaranîn li gorî deman teşe digirin. Ev cure hoker dibin qalib û gihanek û peyvên hokerî jî di na va bi wî qalibî re tên bikaranin. Lêkernava hoker bersiv dide pirsên "kengî" lt "çawa 'yê. Ev hoker bêtir bi qalibên wek "berf k u.]] ber ku.]! bo ku, piştî ku, hela ku, dema ku, wexta ku "yê tên çêkirin.
Mînak:
Dema ku ji malê dihat, ez li dibistanê bûm.
Wexta wan dengê xwe ji me re bilind kir, ez aciz bûm. Her ku tu bikenî, tu yê baş bibî.
Di bihara derbasbûyî de, em çûbûn Cizîrê. Piştî ku ez jê vegetiyam, winda bû.
Her ku ez te dibûum, dilê min diêşe.
Ji ber ku nehat, me para wî hilanî.
Camêr ji bo ku me bi rê bike, hatiye.
Nîşe: Di lêkernavên hoker de carinan lêker bi teşeyê xwe yê neyînî re tê dubarekirin.
Mînak:
Xwar nexwar, pê nexweş ket. ÇCl neçO Li me geriya. Kir nekir, nebir serî. Hat nehat pirsa te kir.
Carinan "û 'ya gihanek jî dikeve na vbera wan.
Mînak:
Kir û nekir qebûl nekir.
191
HÊMANÊN HEVOKÊ
1. HEVOK
Hevok, ji bo ku ramanek an jî hestek bê derbirîn ji peyvan tê sazkirin û darazê di xwe de dihewîne. Di hevokê de pêveber yan ji lêkerekê pêk tê yan jî bi alîkariya lêkerekê ji navdêrekê pêk tê. Lêker bi tena serê xwe dikarin darazekê vebêjin û bibin pêveber, navdêr bi alikariya lêkerên alîkar vê peywira xwe bi cî tînin. Di hevokê de hêmanên bingelûn pêveber û kirde ne.
Mînak:
Diçim.
Dêya wê nexweş ket. Ew jî bi me re tên.
Em ê îro pirtûkan bixwînin. Ez mamoste me.
Zarok ji derdê te perîşan bûn.
Hevok bê hêmanên bingehin çênabe. Hêmanên bingehîn ên hevokê "pêveber" û "kirde" ne. Hêmanên alîkar "bireser ", "têrker" û "hoker" ill.
2. SAZKIRINA HEVOKAN
Di hevokê de hêman li gorî hinek rêzikan tên bicîkirin. Di gellek he-vokan de kirde bêtir li serê hevokê ye û pêveber jî bi pirranî li dawiyê ye. Hêmanên din bêtir di nava hevokê de cî digirin. Sê awayên sereke yên sazkirina hevokan hene:
A. Di awayê yekem de kirde li serî ye, piştî kirdeyê bêtir hoker, bi dûre têrker û bireser tên. Pêveber li dawî ye. Ciyê hêmanan li gorî kirpandinê dibe ku biguhere. Kijan hêman li nêzî pêveberê be kirpandin li ser wê ye.
Kirde ~ Hoker ~ Têrker ~ Bireser ~ Pêveber
Mînak:
Tu îro li sûkê wê dibînî.
Tu îro wê li sûkê dibînî, 193
Tu li sûkê îro wê dibînî. Tu wê îro li sûkê dibînî.
Tu li sûkê wê îro dibînî. Tu wê li sûkê îro dibînî.
B. Di lêkerên berpêbûnî de, awayê hevoksaziyê diguhere. Pêveber di nava hevokê de cî digire, piştî pêveberê têrker tê, hoker berî pêveberê ye, kirde dîsa li serê hevokê ye.
Kirde - Hoker - Pêveber - Têrker
Mînak:
Ew îro diçe gundî. Xezal zû rahije alavan!
Gel çima hilkişiya çiyê? Ew bi destên me tên kuştin.
C. Awayê sêyem jî dema ku lêkerên têraniyê bên bikaranîn derdikeve holê. Lêkerên alîkar di nava hevokê de cî digirin û wateya xwe didin lêkera bingehîn. Li gorî rêzkirinê du awa derdikevin holê
Kirde- Hoker - Lêkerên Têraniyê - Têrker ~ Bireser - Pêveber
Kirde - Hoker - Lêkerên Têraniyê - Pêveber -Têrker ~ Bireser
Mînak:
Ez îro dikarim wê bibînim. Ez sibê dikarim biçim malê.
Zarok dizanin ji wan bistînin. Xwendekar dizanin bên dibistanê.
Nîşe: Carinan hêmanên alîkar nayên bikaranîn lêkera têraniyê û ya bingehîn tên bal hev.
Mînak:
Ez dikarim biç im.
3. HÊMANÊN HEVOKÊ
A. Pêveber
Hêmana bingehîn a hevokê pêveber e. Ji bo ku hevok bê sazkirin pêwîstî bi pêveberê heye. Pêveber ji lêkerê an jî bi alîkariya lêkerekê ji navdêran pêk tê. Pirsên hêmanên din ji pêveberê tên kirin. Taybetiyên pêveberê ev in:
1) Pêveber bêtir li dawiya hevokê cî digire. Lê dibe ku ciyê wê biguhere. Di lêkerên berpêbûnî de pêve ber di nava hevokê de cî digire.
194
Mînak:
Ew jî bi me re hat.
Dîlber'ê rahişt pirtûkê.
Ez jî bi wan re dixwim, Ew çû dibistanê.
2) Pêveber an ji lêkerekê yan jî bi alikariya lêkera "bûn "ê ji navdêrekê pêk tê. Navdêr ji bo ku bibin pêve ber alikariyê ji lêkera "bûn "ê distinin. Di dema niha de qertafên cînavkên kesîn ciyê lêkera "bûn "ê digirin.
Mînak:
Pêve bera LêkerÎ Wan pirtûk xwend. Ez îro diçim.
Rojîn dê erebeyê biajo.
Pêve bera NavdêrÎ Em mamoste ne. Bêhna kulîlkan xweş e. Ew şeveke reş bû.
3) Pêveber dibe ku ji peyvekê pêk bê, dibe ku komepeyv be, pêveber dema ku qalib be nayê parçekirin. Ravek, lêkernav, lêkerên hevdudani, lêkerên biwêjî qalib in û divê neyên parçekirin.
Mînak:
Gulan helbestê dinivîse. Dêya min xwe dirêj kir. Ew yekî pirr jêhatî ye.
Kemal yekî pirr baş e. Cemşîd'î dîsa xwe berdaye.
A ku me aciz dike kuştina wî ye.
4) Di hevokên hevdudanî de carinan pêveber hevpar in. Di van hevokan de pêveber bêtir li dawiyê tê bikaranîn.
Mînak:
Wî jî min jî me li zanîngehê xwend. Ne ji te û ne jî ji wî distînim.
Wan jî me jî derb xwar.
Gotina xwe, artêşa xwe û doza xwe kirin yek.
B. Kirde
Kes an jî tiştê ku kar, tevger û kirinê pêk tîne kirde ye. Dema ku ji pêve berê pirsên "kî-kê" û "çi "yê bên kirin kirde bi dest dikeve, "kî-kê" ji bo mirovan "çi" jî ji bo heyberên din e.
Mînak:
Gulîstan kompiturê bi kar tîne. ~ (Ki kompîturê xwe bi kar tîne?) Sîlan'ê, destê xwe şûşt. ~ (Kê destê xwe şûşt?)
Sev dîsa stêrkên xwe bi rê dike. ~ (Çi stêrkên xwe bi rê dike?)
195
Bavê min îro baştir e. ---.. (KÎ Îro baştir e?) Cûka ku li ser darê bû frrriya. ---.. (Çi firriyat )
1) Kirdeya Veşartî
Carinan kirde di hevokê de cî nagirin, lê bersiv didin pirsê, ev kirde veşartî ne. Ev kirde ji qertafên cinavkên kesin tên famkirin.
Mînak:
Diçim mala hevalan. (ez) Pirtûka baş dixwînî. (tu)
Nîş e: Carinan pirsên kirde yê bi qalibên daçekê re jî tên bikaranîn.
Mînak:
Xanîji aliyê wî ve hat avakirin. (Xanî ji aliyê kê ve hat avakirin?)
2) Kirdeya Bireserî
Pêveber ji lêkereke tebatî pêk bê, kirde ne diyar e. Bireser di vê rewşê de bersiv dide pirsên kirdeyê û ew dikeve şûna wê. Ji ber vê yekê "kirdeya bireserî" derdikeve holê.
Mînak:
Mal hat paqijkirin. Biryar dê bê pejirandin.
Mêrik tê kuştin.
Pirs hat bersivandin.
Wekîdin, carinan di lêkerên lebatî de bireser bersiv dide pirsa kirdeyê û şûna wê digire.
Mînak:
Şûşe şikiya.
Guldank kete xwarê.
Taybetiyên Kirdeyê
a) Ji ber ku qertafên kesên pirrjimar yek in, di hevokê de divê ji cinavkên kesîn yek bê bikaranîn, ku yek ji wan neyê bikaranîn "em-hûn-ew" tevlihev dibin.
196
Mînak:
Nediyarkirî Do hatin. Nên dixwin. Dê bixwin.
Diyarkirî
Em do hatin. Ew nên dixwin. Hûn ê bixwin.
b) Di hinek hevokên hevdudanî de car.inan kirde hevpar e.
Mînak:
Xwişka min dibistan qedand, ezmûn xelas kir û bû mamoste. Tacdîn'î nanê xwe xwar û qet deng nekir.
Dibistan di pêncê mehê de tên vekirin û di dehê mehê de tên girtin.
c) Di hevokên hevdudarû de rewşa ergatîv û aqûzatîv derdikeve holê û di vî awayî de dibe ku ji bo hevoka duyem jî kirde bê bikaranin. Di van hevokan de bêtir gîhaneka "û 'yê tê bikaranin. Kirdeya yekem nav be bêtir di hevoka duyem de cînavkên kesîn tên bikaranîn.
Mînak:
Roja ji polê derket û wê berê xwe da malê. Piling hat dibistanê û wî qeyda xwe çêkir. Ez çûm û min nan stend.
Em hatin û me jê re got.
Nîş e: Di hevokên hevdudanî de dema ku lêkerên gerguhêz û nergerguhêz bên bikaranin, bêtir cînavkên diyarkirî ji bo herdu hevokan tên bikaranin. Di van hevokan de lêker digihîjin hev û wek hêrnanekê teşe digirin.
Mînak:
Min çû nan stend. (çûn-stendin)
Wê hat ji xwe re xanî çêkir. (hat-çêkirin)
d) Dema ku lêker tebatî be û pirsên "ji aliyê kê ve ", "ji hêla kê ve "yê ji pêveberê bên kirin û bersiv hebe digel tebatibûna lêkerê jî kirde dîsa der-dikeve holê.
Mînak:
Wane ji aliyê Egîd'î ve hat dayîn. Keçik ji aliyê kurikî ve hat hezkirin. Kuçe ji hêla wan ve hat dagirkirin. Zarok ji aliyê wî ve tên revandin.
197
Têkiliya Kirde û Pêve berê
Kirde û pêveber li gorî mêje rê bi hev re têkildar in. Kirde dema ku cînavk be pêveber qertafên cinavkên kesin digirin. Ji bo hinek komenavan, pêve ber carinan yekjimar û carinan jî pirr jimar e.
1) Kirdeya Cînavkî
Dema ku kirde cinavkên xweru bin pêveber jî li gorî wan qertafên cinavkên kesin digirin.
Mînak:
Ez ji welatê xwe hez dikim. Tu bi kû ve diç f?
Ew şîva xwe dixwe. Em ji zarokan bipirsin.
2) Kirdeya Komenav
Dema ku kirde komenav be, pêveber yekjimar tê bikaranîn.
Mînak:
Artêş ket nava bajêr. Kerî çû ser avê.
Gel li ser piyan e. Daristan şewitî.
C. Bireser
Kes an jî tiştê ku bandora karê ku tê kirin li ser çêdibe bireser e.
Lêkerên gerguhêz xwedî bireseran in. Bireser di demên borî de nayên diyarkirin, di dema niha û bê de divê bên diyarkirin. Ji bo ditina bireserê pirsên "kî/kê" û "çi ''yê ji pêveberê tên kirin. Ji ber ku pirsên kirdeyê jî heman pirs in pêşî divê kirde bê dîtin bi dûre bireser.
Mînak:
Ez pirtûkê dixwînim. Şêro golikan dibe çiyê. Te ew li kû dît?
Min pirtûk xwend. Tu wê dibînî.
Dêya min zarokan têr dike.
Taybetiyên Bireserê
1) Di hevokên hevdudanî de carinan bireser hevpar in.
198
Mînak:
Şêxmûs'], erebeya min bir, şûşt û dîsa anî.
Zarokan destên xwe qirêj kirin û bi dûre şûştin. Ez wê qebûl dikim û bi xwe re dibim.
2) Di hevokên hevdudanî yên têkel de hêmana hundirîn a axaftinê bireser e. Bi pirsa "çi ''yê tê dîtin.
Mînak:
Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de gotiye: "Ey dil, meçe bê çiraxê canî,
zulmat e tu kor î, rê nizanî. " (Gotiye çi?)
Ehmed Huseynî dibêje: "Hezar deng bûn, lê min destnimêja xwe bi kurtepista te şikand. " (Dibêje çi?)
Dêya min digot, "Wisa neke. s s (Digot çi?)
3) Di têkiliya bireser û pêveberê de, di rewşa ergatîv de pêveber li gorî bireserê qertafan digire.
Mînak:
Wî ez dîtim.
- -
Te em şerpeze kirin.
Min sêv xwarin. Min tu birî.
Hişyarî: Di hevokên navdêrî de bireser tune ne.
Mînak:
Pirtûk li ser maseyê ye. Bêhna te pirr xweş e.
D. Têrker
Di hêmanên hevokê de ciyê ku bûyer lê diqewime, ber pê diçe, jê der-dikeve destnîşan dike têrker e. Gellek peyv dikarin vê peywirê bigirin ser xwe. Têrker bêtir bi alîkariya daçekan tên çêkirin. Ji bo ku têrker bi dest bikevin pirsên "li kû, li çi, li kê,ji kû, ji çi,j i kê, di kû de, di çi de ... "yê jê pêveberê tên kirin.
Mînak:
Elî li malê dimîne.
Memo ji erebeyê derket. Pirsa xwe ji Bedran'î bike. Ew ji malê tê.
Berçem li pirtûkê dinêre. Ez ji nêçîrê aciz im.
Di quşxaneyê de çi heye? Stêrk li asîmanî diç iris in.
199
Nîşe: Dema ku lêkerên berpêbûnî hebin, bêyî ku daçek bên bikaranîn jî têrker çêdibin. Peyvên piştî van lêkeran dtbin têrker.
Mînak:
Zîlan çû malê. Min rahişt pênûsê.
Di hinek lêkerên hevdudanî de, bireser û têrker carinan wek hêmana ravekê di nava hevokê de cî digirin. Di van hevokan de lêker tevî hêmana xwe tê destnîşankirin û têrker anjî biresera nava wê tê destnîşankirin.
Mînak:
Min prrsa te kir.
Me qala rojên berê kir.
Te hêviya xwe jê birrî. Ez li bavê xwe geriyam.
E. Hoker
Hoker, rewş, sedem, dem, ci, alî, mêjer û çawaniyê diyar dike. Pirsên hokerê ev in: Kengî, çawa, çima, bi kê re, ji bo çi, ji ber çi, çiqas, kû, ber bi kû ve, bi kû ve, li kû, ji kû, ji kû ve, ji kû de, di kû de ...
Mînak:
Ew sibê diçe. / Kengî diçe?
Ji te pirr hez dike. / Çiqas hez dike? Bi dêya xwe re çû bajêr. / Çawa çû? Zarok çûne jQr. / Çûne kû?
Ez berjêr çûm. I Ez bi kû ve çûm? Ew ji hundrr tê. I Ji kû tê?
Li jêr dimîne. I Li kû dimîne?
Ji ber ku em dereng hatin ew çûn. I Çima çûn? Ew bi meşê hat.I Çawa hat?
Carinan ez aciz dibim. / Kengî aciz dibim?
Hişyarî: Divê hokera cî û aliyan û têrker neyên tevlihevkirin. Hokerên cî û aliyan di binya da xwe cie navên cî aliyan in: jor, jêr, derve, hundir, xwarê, paş, pêş, berjêr, berjor... Lê têrker "mayîn" "berpêbûn " û "jêderketin Hê bi rêya daçekan li xwe bar dikin.
Mînak:
Ez çûm P.ê:.ş.. I Hokera Cî û Aliyan Lorîn ji jor tê. I Hokera Cî û Aliyan Evîn ji malê tê. I Têrker
Ez çûm malê. / Têrker
200
F. Hêmanên Navîn
Di nava hevokê de hevok an jî gotineke din bê bicîkirin ew dibe hêmana navîn. Hêmanên navîn an hevok in an jî peyv in ku hêmaneke hevokê rave dikin. Dema ku hêmanên hevokê tên dîtin, ev hêman serbixwe tên qebûlkirin. Ev hêman an di navbera du bêhnok an jî di navbera du xêzekinan de ne.
1) Hêmana Navîn a Hevokî
Ev hêmanên navîn hevokên serbixwe ne ku di nava hevoka bingehîn de cî digirin.
Mînak:
Dema ku axivî, nizanim ji ber çi bû, kir barebar.
Pêr dereng hat, ez nizanim ji ber çi bû, bê navber qala te dikir. Hz. Muhammed, silava Xwedê li ser be, pêxemberê herî dawî bû.
2) Hêmana Navîn a Peyvî
Ev hêman bêtir peyv anjî komepeyv in û peyveke hevokê rave dikin.
Mînak:
Gerînendeyê dibistanê, Selîm beg, nexweş ketiye. Paytexta Kurdistanê, Amed, bi berfê hatiye xemiladin. Kurê min, ew lawikê ku çûbû Hecê, çû ber rehma Xwedê.
201
HEVOK Û HEVOKSAZÎ
1. HEVOK Û HEVOKSAZÎ
Dostları ilə paylaş: |