Wey wey! Ev ji kû derket? Haa haa! Me safi kir.
Tew! Ez mame li ser wî. Helaa! Ev çi bû?
! Ç. ~
yy. 1 p1S e.
Weh! Ew jî bi me re tê? Min çima gotiye ûûû!
Îww! Qasê kerê ye ev. Ûûû! Tu tiştekî wisa nekî. Na lo! Birra jî wisa bû. Ha ho! Ev çi bû law!
D. Baneşanên Denglêkirinê
Ev baneşan di rewşa denglêkirinê de tên bikaranîn, hinek ji wan ev in:
Mînak:
Ho! Hê! Ey! Hêy! Gelî! Lê! Lo! Waa! Ya! ...
Hêê! Deng nayê te? Ey gelê Amedê!
Haa kuro! Li çi digerî?
Lo Egîdo! Bi vir de were.
Gelî hevalan! Nanê xwe bixwin. Hêê keçê! Tu çi dikî?
Waa Ehmed! Cindî bi kû de çû? Lê Xezalê! Tu çima deng nab:
Baneşana "ho 'yê ji bo nêritiyê û ya "hê 'yê ji ji bo mêyitiyê tê bikaranîn.
Mînak:
Ho" Zerdeşt! Tu bi kû de diçî? Hê Zeynê! Bi vir de were.
12 Ev baneşan gellek caran dibe "0 H.
131
E
Nîşe: Ji bo bangkirina ajalan jî hinek awayên baneşanî derketine holê.
Mînak:
Hoşt!, Piş!, Kiş!, Deh!, Tû tû!, Pix!. ..
3. LI GoRÎ JÊDERKÊ BANEŞAN
Baneşan li gorî jêderkê dibin sê beş. Hinek ji wan baneşanên xwerû ne, hinek ji wan bi alîkariya qertafan dibin baneşan, hinek bane şan jî ji dengên xwezayê hatine çêkirin.
A. Baneşanên Xwerû
Hinek peyv hene ku ji aliyê binyadê ve bane şan in. Ev baneşan bêyî ku qertafan bigirin peywira baneşaniyê digirin ser xwe. Hinek peyvên ku ji binyadê ve baneşan in ev in:
Ax! Ay! Oy! Ox! Deh! Eyt Hey! Hew! Ha ho! Wax! Wiş!Wey! Wa!
Ya!. ..
Mînak:
Oy oy! Ev çi bela bû? Hey! Deng nayê te? Wa! Wisa got?
Ax ax! Ez çi gêj im. Wiş! Çi xweşik e.
Ox xweş! Dilê min rehet bû.
Nîş e: Hinek peyv hene ku ne bane şan in; lê li gorî as ta dengî dibin baneşan.
Mînak:
C' ~ , B' f B' kin' H yf! lerm., lXwe., !Se e., e .
B. Baneşanên Qertafi
Di Kurmancî de rewşa bane şanê bi qertafan jî çêdibe. Ev qertaf li gorî zayend û mêjerê ne û bêtir ji bo denglêkirinê tên bikaranîn. Qertafên ba-neşanê ev in:
-0 -4 (nêr)
-ê -4 (mê)
-(i)no -4 (pirrjimar)
132
A
Mînak:
Nêr
Ehmede! Bistrîne êdî. Kuro! Tu çi dixwazî ji me?
Hey bêaqilo! Ma mirov wiha dike?
Mê
Leylê! Te ez kuştim. Heyamê! Ma hI wî jî nabî? Hevalê! Ev ne wisa ye. Kewê! Vegere malê.
Pirrjirnar
Xe lkino! Guhdarî bikin. Birano! Em herin. Hevalino! Azadî nêzîk e. Ehmeqino! Ma wisa dibe?
Nîş e: Qertafên bane şanê carinan tên dawiya lêkeran jî.
Mînak:
Te sere min xwaro!
Malneketê! Tu çi dixwazî ji me. Xêr-jixwenediyê! Tu dibînî çi dike? Kul-lêketinol Hûn çi dikin li vî xakî?
Ev qertafên baneşanê bi navên xizrnantiyê re jî tên bikaranin.
Mînak:
Apo, xalo, metê, pîrê, kalo ...
Hinek peyvên bane şanê jî li gorî van qertafan teşe digirin.
Nêr Lo! Ho! Na lo!
Wey li mino!
Wey lo!
Mê Lê! Hê! Na lê!
Wey li minê! Wey lê!
Nîşe: Qertafên baneşanê yên mê û nêr carinan li şûna hev tên bikaranîn. Di rewşeke wiha de du awa derdikevin holê: Hezkirin û biçûkdîtin.
133
Mînak:
Eyşo bila bi me re neyê! (biçûk dîtin) Eyşo, ez bi qurban! (hezk irin}
Mehmê jî erebe stendiye! (biçûk ditin) Mehmê! Bi gotina min bike. (hezkirin)
C. Baneşanên Xwezayê
Hinek dengên ku ji derve tên, bi awayê baneşanî dibin peyv. Ev peyv ji ber ku "deng "î bêtir dihewînin baneşan in. Hinek peyvên xwezayê yên baneşanî ev in:
f F' f P' f Ş' f T f xiş f
om., !IT., !X., lŞŞ., eq., Ş ....
Mînak:
Ji nişkê ve got teq!
Kewê ji ber lingê me got f!IT! Dengek dihat guhê me: xişş! Got bom! Em hemû reviyan.
134
B
LÊKER
1. LÊKER
Lêker, kar, tevger, rewş û bûyînê diyar clikin. Hêmana bingehln a hevokê lêker e. Lêker bi pirranî, peywira pêveberê digirin ser xwe. Navdêr jî bi alikariya lêkeran dikarin bibin pêveber. Lêker, qertafên deman û kesan distînin û darazekê çêdikin.
Mînak:
Ez do çûm dibistanê. (tevger) Şîlan jî bi wan re dimeşe. (tevger) Ew pirtûkê dixwîne. (kar)
Evîn destê xwe paqij dike. (kar) Em her roj dibezin. (tevger)
Li ber min rûniştiye. (rewş)
Dar mezm bûye. (bûn)
Hinar pirr sor bûne. (bûn)
2. RADERA LÊKERAN
Rader, navê lêkeran çêdike, bi ra derê lêker wek navdêran tên bikaranîn. Radera lêkeran "-(i)n" e. Lêker dema ku li gorî raweyên demê tên kişandin, ji xeynî rewşa tebatî û dançêker, radera wan dikeve.
Mînak:
Anî-n, bû-n, çû-n got-in, hat-in, got-in, kola-n, kuşt-in, raket-in, sorbû-n, pijand-in, rijand-in, ve ke t-in, vexwar-in ...
Dema ku rader ji lêkerê bê avêtin, lêker li gorî "dema borî ya têdeyî" û "kesê sêyem" ê yekjimar teşe digire.
Mînak:
Hatffi ÇÛH
(Ew) hat. (Ew) çû.
135
Xwarin-Vexwarin
(Wê-wî) ew xwar. (Wê-wî) ew vexwar.
Hinek lêkerên kurt dema ku wek nav tên bikaranin "_î"ya paşgir digirin û bi vî awayî du cureyên wan derdikevin holê,
Mînak:
Bûn-Bûyîn Jîn-jiyîn- jiyan Man-mayîn
çûn-çûyîn Dan-dayîn Pan-Payîn
Qertafa neyînî "ne-" dema ku bê pêşiya lêkeran awayê wan ê neyînî derdikeve holê.
Mînak:
Neçûn, negotin, neketin, nemirin, nexwarin, ..
3. QERTAFÊN LÊKERÇÊKER
Di Kurmancî de lêkerên xwerû pirr hindik in, pirraniya lêkerên Kurmancî ji rayekên navdêran bi alîkariya qertafên "_î" û "-and"ê tên çêkirin. Ev qertaf, lêkerê li gorî dema borî ya têdeyî çêdikin û navê lêkerê jî bi vî awayî tê çêkirin. Hindik be jî di hinek lêker bi qertafên "-a" û
"t 'yê hatine çêkirin.
A. -Î: Ev qertaf tê dawiya rayekên navdêran û bi pirranî lêkerên negerguhêz çêdike.
Rayek Qrt. çêker Rader Lêker
Rev -Î -n Revîn
Meş -î -n Meşîn
Ger -Î -n Gerîn
Ken -Î -n Kenîn
Firr -î -n Firrîn
Mînak:
Zarok bi me re meşî. Ew do revî
Ew li gundî gerî.
Kevok ji ber me firrî. Ew li ber me kenî. Berf zû helî.
Hişyarî: Hinek lêkerên ku bi qertafa "î'tyê hatine çêkirin gerguhêz in.
136
Mînak:
Min jê pirsî. Baş li min nêrî.
Te do nivîsî.
Min bilêta wê birrî.
Li şûna qertafa "-t'yê, gellek caran qertafa "
Rayek Ort, çêker Rader
Fir -wa -n
Ger -wa -n
Kux -iya -n
Meş -wa -n
Rev -Iya -n
Mînak:
Çûk ji ser xênî frrriyan. Zarok pirr kuxiyan. Cemî1e ji me reviya.
Evîn li gundî geriya. Ew li sûkê meşiya. Berf pirr zû heliya.
B. -and: Ev qertaf tê dawiya rayekên navdêran û lêkerên gerguhêz çêdike.
Rayek Ort, çêker Rader Lêker
Ger -and -ID Gerandin
Guher -and -ffi Guherandin
Meş -and -ID Meşandin
Pelix -and -ffi Pelixandin
Rev -and -ffi Revandin
Mînak:
Şîlan'ê zarok gerand. Te ew meşand. Zavayî bûk revand.
Wê cilê xwe guherand. Sorgul'ê ew pelixand. Erebeya xwe şewitand.
Nîşe: Di dema niha û bê de "
Mînak:
Ez wî direvînim. Tu goştî dipijînî. Tu wî dipelixînî. Ew wê digerîne.
Ez ê wan bipelixînin1 Zarok dê bikelinin.
Ew ê bifirrîne.
Heval dê biterikînin.
137
Di hinek lêkeran de bi tenê "-a" maye.
Mînak:
Te çima hêla? (hê/and) Heyder'î genim hêra. (hêrand) Xeza\'ê dew kêlg, (kêland) Min erd kol~. (koland)
Te ew kuta. (kutand)
Di hinek lêkeran de "
Mînak:
Xwendin, stendin, man(d) ...
Di hinek lêkeran de "
Rayek Qt1. çêker Rader
Guher -tl-and -m
Pelax -tl-and -111
Rij -tl-and -111
Qelaş -tl-and -In
Qeşar -tl-and -In
Lêker Guhertin/Guherandin Pelaxtin/Pelixandin Rijtin/Rijandin Qelaştin/Qelişandin Qeşartin/Qeşirandin
Mînak:
Min qapûtê xwe guhert. Min qapûtê xwe guherand. Bavê wî quşxane pelaxt. Bavê wî quşxane pelixand. Robîn'î rûn rijt.
Robîn'î rûn rijand.
Wan ew qelaşt.
Wan ew qe lişand.
Te firingî qeşart.
Te firîngî qeşirand.
Nîşe: Wateya herdu teşeyan yek e; lê awayê hinek lêkeran ê bi "
Mînak:
A vêjtin, firoş tin, gntm, xwestin, hejmartin, parastin, spartin, veşartin, şûştin, koştin, kuştin, ajotin ...
138
Hiş yan: "t'iya hinek lêkerên negerguhêz û "t ''ya lêkerên gerguhêz ji hev cuda ne.
Mînak:
Ketin, hatin ...
4. TEŞEYÊN DEMÊ YÊN LÊKERAN
Lêkerên Kurmancî li gorî bikaranîna raw eyan xwedî du teşeyan in.
Teşeyê dema borî, di hemû demên borî de tê bikaranîn û navê lêkerê ji vî teşeyî tê çêkirin. Di teşeyê dema niha û bê de jî bêtir rayeka lêkerê tê bi-karanîn. Teşeyê dema niha û bê ji bo raweyên xwestek û daxwazê jî tê bikaranîn. Lêker dema ku ji dema borî derbasî dema niha û bê dibin qertafên dema borî ji wan dikevin.
A. Teşeyê Dema Borî
Navên lêkerên Kurmancî li gorî dema borî hatine çêkirin; ji ber wê dema ku radera lêkerê bê avêtin, teşeyê lêkerê yê dema borî ya têdeyî bi dest dikeve. Di dema borî de bêtir qertafên "-Ê, -iya, -a, -and, -t ''yê tên ser rayekên lêkeran. Ev qertaf ji bo dema borî ya têdeyî tên bikaranîn. Ev dem bûyer, kar, rewş, tevger û bÛYÛ1ên ku bi dawî bûne nîşan dide. Di dema borî de eger lêker gerguhêz be, rewşa ergativiyê derdikeve holê û kirde ji qertafên diyariyê (-ê, -î, -an) 'ê yekê digire û bireser xwerû ye, pêveber jî li gorî bire serê teşe digire.
Mînak:
Xwaria Revia ÇÛR Şûştffi Xwendin
Min ew xwar. Em revî-no
Tu ~-yî.
Fesîh'î firaq şûşt-in-e. Ronya 'yê pirtûk xwend-in.
B. Teşeyê Dema Niha û Bê
Di dema niha II bê de rayekên lêkeran tên bikaranîn. Ev awa ji bo raweyên xwestek û daxwazê jî derbas dibe. Di van raweyan de qertafên dema borî
139
Mînak:
Lê kerên B irist Dema Niha Dema Bê
Revîn -----» Ez di-rev-im. Ez ê bi-rev-im.
Pirsîn -----» Ez di-pirs-im. Ez ê bi-pirs-im.
Meşîn -----» Ez di-meş-im. Ez ê bi-meş-im.
Kenîn -----» Ez di-ken-im. Ez ê bi-ken-im.
Nivîsîn -----» Ez di-nivîs-im. Ez ê bi-nivîs-im.
Lê kerên Bêrist Dema Niha Dema Bê
Çûn -----» Ez di-ç-im. Ez ê bi-ç-im.
Şûştin -----» Ez di-şo-m. Ez ê bi-şû-mo
Xwendin -----» Ez di-xwîn-im. Ez ê bi-xwîn-im.
Rabûn -----» Ez ra-di-k-im Ez ê ra-k-im.
Çêkirin -----» Ez çê-di-k-im. Ez ê çê-bi-k-im.
5. RA WE YÊN LÊKERAN
Qertaf fl hêmanên ku wateya dem li xwestekê didin lêkerê qertafên raweyê ne. Du raweyên lêkeran hene: Raweyên demê û raweyên xwestek û daxwazê.
A. Raweyên Demê
1) Dema Borî ya Têdeyî
Bûyer, kar û tevgerên ku kirde bixwe tê de ye fl di demeke nêz de qewimîne nîşan dide. Dema ku rader ji lêkeran bên avêtin, teşeyê dema borî ya têdeyî ya li gorî kesê sêyem û yekjimar derdikeve holê. Ji bo kesên din divê qertafên cînavkên kesîn li lêkerê bên zêdekirin. Ev teşe ji bo hemû demên borî tê bikaranîn.
ILêkera bêr~der + Qrt. Cnv. KesÎn
Mînak:
Lêkerên Negerguhêz Ez ji xênî ketim.
Tu çûyî mala xwe.
Ew pirr zû rabû.
Em bi wan re hatin. Hûn xweş meşîn.
Lêkerên Gerguhêz Min zebeş xwar.
Te helbest xwend. Wê/wî ew avêtin.
Me deng da.
We pirsa wê kir.
140
Ew hêk germ bûn.
Wan mase boyax kir.
2) Dema Borî ya Dûdar
Bûyer, kar û tevgerên ku di demeke dûr de pêk hatine û bêtir kirdeyê ew bihîstine nişan dide. Di vê raweyê de wextek di ser pêkhatina bûyerê re derbas bûye. Ji bo vê demê qertafa "-(y)e 'yê li teşeyê dema borî ya têdeyi tê zêdekirin.
IDema Br. Têdeyi + Qrt. Cnv. Ksn. + -6J)e
Mînak:
Lêkerên Negerguhêz Ez ji xênî ketime.
Tu çûye mala xwe.
Em pirr zû rabûne.
Ew bi wan re hatine. Hûn xweş meşîne.
Ew hêk germ bûne.
Lêkerên Gerguhêz Min zebeş xwariye. Te helbest xwendiye. Wê/wî ew avêtine. Me deng daye.
We pirsa wê kiriye. Wan mase boyax kirine.
Nîşe: Lêker li gorî kesê sêyem ê yekjimar be û dawiya lêkerê bi tîpeke dengdar bi dawî bibe, "i 'ya alîkar tê ber qertafa dema borî ya dûdar û teşeyê wê dibe "
Mînak:
Ew hat~.
Min ew xwar~.
Ew ket~. Te ew bir~.
Hişyarî: Di vê raw eyê de kesê duyem bi du awayan teşe digire. Di awayê yekem de, qertafa cînavka kesê duyem ji bo sivikkirinê dikeve. Di awayê duyem de jî qertafa demê nayê bikaranîn, li şûna wê dîsa qertafa kesê duyem tê bikaranîn.
Mînak:
Awayê Yekem Tu çûyiye.
Tu bûyiye.
Awayê Duyem Tu çûyiyi.
Tu bûyiyî,
Di awayê duyem de, bi taybetî dema ku tîpa dawiya lêkerê "_i" be pirsgirêk derdikeve. Lêkerên wek "firrin "û "gindirîn "ê dema ku rader ji
141
wan bê avêtin, tîpa wan a dawî dibe "î", dema ku ji bo dema borî ya têdeyî qertafa cînavka kesîn bê bikaranin du heb "i" tên bal hev. Ku mirov rabe ji bo dema borî ya dûdar jî "i'tyê lê zêde bike, lêker pirr dirêj dibe û nayê xwendin.
Mînak:
Dema Borî ya Têdeyî Tu firiyi
Tu gindiriyî.
Neyîniya Demên Borî
Dema Borî ya Dûdar Tu frriyiyî.
Tu gindiriyiyî,"
Ji bo herdu raweyên dema borî, qerta fa neyînî "ne-" tê pêşiya lêkerê û wateya wê dike neyînî.
Mînak:
Dema Borî ya Têdeyî
Erênî
Ez ketim. -t
Tu mirî. -t
Ew çû. -t
Em hatin. -t
Min xwar. -t
Te şûşt. -t
Dema Borî ya Dûdar
Erênî
Ez ketime. -t
Tu miriye. -t
Ew çûye. -t
Em hatine. -t
Min xwariye. -t
Te şûştiye. -t
Neyînî
Ez neketim. Tu nemirî. Ew neçû. Em nehatin. Min nexwar. Te ne şûşt.
Neyînî
Ez neketime. Tu nemiriye Ew neçûye. Em nehatine. Min nexwariye. Te neşûştiye.
Dema ku lêker ji pêşgirên "b a-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa neyînî "ne-" dikeve navbera van pêşgiran û lêkerê.
JJ Ji bo agahiyên berfireh li mijara "rastnivîs nê binêre. 142
Mînak:
Erênî
Ez rabûm. ----+
Ew raket. ----+
Em daketin. ----+
Min vegot. ----+
Te vexwar. ----+
Ez rabûme. ----+
Ew raketiye. ----+
Em daketine. ----+
Min vegotiye. ----+
Te vexwariye. ----+
Di Rewşa Ergatîv de
Neyînî
Ez ranebûm. Ew raneket. Em daneketin. Min venegot. Te venexwar.
Ez ranebûme. Em raneketiye Em daneketine. Min venegotiye. Te venexwariye.
Di van demên borî de dema ku lêker gerguhêz be, pêveber li gorî bireserê qertafan digire. Bireser çi be qertafa pêveberê jî li gorî wê ye. Pirrjimariya bireserê ji qertafên pêve berê tê famkirin.
Mînak:
Biresera Yekjimar
Min ew xwend/xwendiye. Min pirtûk stend/stendiye. Te ew xwar/xwariye. Wan ew birlbiriye.
Bire sera Pirrjimar
Min ew xwendin/xwendine. Min pirtûk stendin/stendine. Te ew xwarin/xwarine. Wan ew birin/birine.
Biresera Cînavk
Wê ez vexwendim/vexwendime. Min tu dîtî/dîtiye.
Hevalan ew birlbiriye.
Min hûn birinlbirine.
NÎş e: Di demên borî de bi rêya hokeran dema qewimîna bûyerê diguhere.
Mînak:
Badin niha çû.
Çend sal berê xwendiye. Ji zû de ye miriye.
Qîza te hîn nû hat.
Pêr pirsa wan tiştan kir. A niha xwar.
143
3) Dema Niha
Di vê demê de bûyer, kar û tevger bi vegotinê re di heman demê de pêk tên. Rayeka lêkeran pişti qertafa dema niha "di- 'yê tê, bi dûre qertafên cinavkên kesin lê tên zêdekirin. Ji bo ku rayeka lêkerê bi dest bikeve, qertafên dema borî "sî, -iya, -1, -a, -and " ji lêkerê tên avêtin. Di lêkerên bêrist de, tîp û kite dikevin an jî dengdêr û dengdar diguherin. Teşeyê rayeka lêkerê yê dema niha, dema bê û raweyên xwestek û daxwazê yek e.
IDi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.
Mînak:
Ez ji te direvim.
Ew bi min re dibeze. Hûn gotara xwe dinivîsin.
Tu ji dîwêr dikevî. Em li wî dipirsin. Ew li xwe dinihêrin.
Nîşe: Di lêkerên "anin ", "danin" û "hatin "ê de tîpa qertafa dema niha "d"dibe "t ".
Mînak:
Ez diînim. ~ tînim. Tu dihêyî. ~ têyi
Em wê dadiînin. ~ datînin.
Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa dema niha "di-" dikeve navbera van pêşgiran û lêkerê. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alîkar pêk bê "di-" bi lêkerê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Ez vedixwim. Hûn hildibijêrin. Ew jê werdigirin. Tu mezin dibî.
Ew vedirşe. Tu radike vî.
Ez jê hez dikim. Ez bi kar tînim.
Nîşe: Bi alîkariya hokeran dema qewimînê diguhere.
Mînak:
Cano ji do ve nan dixwe. Van demên dawî dimeşe.
Hîn jî bi wî re digere. Rojekê diçe mala wan.
144
Neyîniya Dema Niha
Di neyîniya dema niha de qertafa neyînî "ne-" dibe "na- ". Ev qertaf di şûna qerta fa dema niha "di- 'yê de tê bikaranîn. Lêker pêşgiran bigire, hemana neyînî di şûna qertafa dema niha de dikeve navbera pêşgir û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alîkar pêk bê "na-" bi lêkerê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Erênî
Ez dikenim. Tu dixwî.
Ew diçe.
Hûn dimeşin. Ew dixwînin. Ez vedixwim. Tu mezin dibî.
Neyînî
Ez nakenim. Tu naxwî.
Ew naçe.
Hûn nameşin. EW!!ê:xwînin. Ez venaxwim. Tu mezin nabî.
Ji bo lêkerên "karîn" û "zanîn nê qertafa neyînî dibe "ni- ".
Mînak:
Erênî
Ez dikarim. Ew dizane.
Neyînî
Ez nikarim. Ew nizane.
Nîşe: Di awayê neyînî de, ji bo kesê duyem lêkera "hatin "ê bê bikaranîn, divê rayeka lêkerê xera nebe.
Mînak:
Tu têyî.
Tu nayê yî.
Destnîşan: Di dema niha de qerta fa neyînî dibe "na- ". Ev ji ber ku rê li ber tevliheviyekê bê girtin wiha bûye. Raweya xwestekê jî bi "ne- 'yê tê neyinîkirin, ku ev ji bo dema niha jî derbas bibûya, dê herdu rawe tevlihev bibûna.
Mînak:
Ez direvim. (Dema Niha) ~ Ez nerevim. ~ Ez narevim. Ez birevim, (Raweya Xwestekê) ---+ Ez nerevim.
145
Hişyarî: Di dema niha de ji bo lêkera "wêr în "ê, di awayê neyînî de bi pirranî "ne-" tê bikaranîn; lê divê ji bo vê lêkerê jî "na-" bê bikaranîn. Dema ku "ne-" bê bikaranîn ev dem, bi neyîniya raweya xwestekê re tevlihev dibe.
Mînak:
Ez diwêrim. (Dema Niha) ~ Ez newêrim. ~ Ez nawêrim. Ez biwêrim. (Raweya Xwestekê) ~ Ez newêrim.
Nîş e: Di Kurmancî de raweya dema fireh tune ye, hinek hokerên demê bi dema niha re tên bikaranîn û wateya dema fireh derdikeve holê. Di hinek hevokan de hoker nehatine bikaranîn lê wateya dema fireh heye. Di hinek gotinên pêşiyan de jî wateya dema fireh heye.
Mînak:
Şermîn hertim wisa dimeşe. Her roj di vir re derbas dibe. Carinan helbestan dinivîse. Cindî ji welatê xwe hez dike. Palê qels dasê diguherîne.
4) Dema Bê
Şevîn tim bi gotina min dike. Ew her a xwe dibêjê.
Camêr her car wisa dike. Şîrîn ji xwarina tirş aciz dibe. Kes nizane kî dike, kî dixwe.
Ev dem bûyer, kar û tevgerên paşerojê nîşan dide. Vegotin heye; lê bûyer hîn neqewimiye. Piştî kirde yê daçeka dema bê "dê" tê, qertafa dema bê "bi- J} berî rayeka lêkerê tê û bi piştre qertafên cînavkên kesîn tên bikaranîn.
I Dê / ê + Bi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.
Mînak:
Ez ê ji wan deran birevim. Ew ê pirr zêde bibeze.
Hûn ê pirtûka xwe binivîsin.
Tu yê ji dîwêr bikevî. Em ê li te jî bipirs in. Ew ê bikarin.
Dema ku kirde kurt be û cînavk be "dê" wek "ê" tê bikaranîn. Di kesê duyem ê yekjimar de ji ber ku du dengdêr tên bal hev tîpa alîkar 'y J} tê bikaranîn.
Mînak:
Ez ê bixwim.
Tu yê biçî.
Bêrîvan dê bixwîne. Şêrzan dê bixwîne.
146
Hişyarî: Carinan ji dêvla "dê 'yê "wê" jî tê bikaranîn; lê ji ber ku cînavka diyarkirî ya kesê sêyem a mê jî "wê" ye di hinek raweyan de tevlihevî derdikeve holê.
Mînak:
Wê wê bixwara.
Gelo wê çi bikira?
Dema ku lêker ji pêş girên "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa dema bê "bi-" dikeve. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alîkar pêk bê "b i- " bi lêkerê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Ezê vexwim. Hûn ê hilbijêrin. Ez ê wê rakim. Ez ê jê hez bikim.
Ew ê vegere. Tu yê rakevî,
Ew ê jê wergirin. Em ê mezin bibin.
Neyîniya Dema Bê
Neyîniya dema bê, bi qertafa neyînî "ne- 'yê tê çêkirin; ev qertaf di şûna qerta fa dema bê "bi- 'yê de tê bikaranîn. Lêker pêşgiran bigire, hemana neyînî dikeve navbera pêşgir û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alikar pêk bê "ne-" bi lêkerê ve tê nivisin.
Mînak:
Erênî
Ez ê bikenim. Tu yê bixwî. Ew ê biçe. Hûn ê bimeşin. Ew ê bixwînin.
Ez ê vexwim.
Ez ê jê hez bikim. Em ê mezin bibin.
Neyînî
Ez ê nekenim.
Tu yê nexwî.
Ew ê neçe.
Hûn ê nemeşin. Ew ê nexwînin. Ez ê venexwim. Ez ê jê hez nekim. Em ê mezin nebin.
Nîş e: Di "karin" û "zanin "ê de qertafa neyînî "ne-" ye.
Mînak:
Ew ê nekare. Ew ê nezane.
147
Pe vguhe rîna Rawe yan
Raweyên demê carinan li şûna hev jî tên bikaranîn. Carinan dema niha wateya dema borî dide, carinan raweyên din tên bikaranîn; lê wateya raweyeke din dihewînin.
Mînak:
Sibê ez diçim gundî. (Wateya dema bê)
Hemo diçe mala me, ez ne li malê me. (Wateya dema borî) Tu here ez têm. (Wateya dema bê)
Nîşe: Bi rêya pirsê jî wateya demê diguhere. Di mînaka li jêr de dema niha hatiye bikaranîn lê hîn bûyer neqewimiye. .
Mînak:
Em kengî diçin?
B. Raweyên Xwestek û Daxwazê
1) Raweya Xwestekê
Ev rawe wateya xwestina kirina karekî dide diyarkirin. Ew kar hîn pêk nehatiye. Rayeka lêkerê di teşeyê dema niha û bê de ye. Di awayê yekem de tenê qertafa "bi- 'yê tê bikaranîn. Taybetiyên dema bê hemû ji bo vê raweyê jî derbas dibin.
I Bi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.
Mînak:
Ez bi te re birevim. Ew jî bibeze.
Hûn ji xwe re binivisin.
Tu bi dilxwazî bimeşî. Em li wan kesan bipirsin. Ew azad bibin.
Ji xeynî awayê li jor, raweya xwestekê bêtir bi hêmana "bila 'yê tê çêkirin. Ev peyv li serê hevokê cî digire.
Mînak:
Bila ez birevim.
Bila em bipirsin.
Bila ew bibeze. Bila hûn binivîsin.
148
2) Raweya Daxwaziyê
Ev rawe wateya hêvî û daxwaziya karekî dide diyarkirin. Peyva "xwezÎ'yê tê serê hevokê, ev peyv ji lêkera "xwestin" bi dest dikeve. Rayekên lêkeran û qertafa raweyê dîsa bi heman awayî ne.
IXwezî + Bi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.
Mînak
Xwezî ez bijîm. Xwezî ew bibeze. Xwezî hûn binivîsin.
Xwezî tu bikevî. Xwezî em bipirsin. Xwezî ew bişixulin.
3) Raweya Şertî
Di vê raw eyê de karê ku dê bê kirin, bi şertî ve tê girêdan. Gihaneka "ku 'yê tê serê hevokê, qertafa raweyê "bi-" dîsa berî rayeka lêkerê tê, bi piştre qertafên cînavkên kesîn tên bikaranîn.
IKu + Bi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.
Dostları ilə paylaş: |