95
3) Di ravekan de wateya xweditiyê çêdike.
Mînak:
Emji welatê xwe hez dikin. Tu ji yara xwe hez dikî.
Hûn bi zimanê xwe diaxivin. Welatê xwe rizgar bikin ..
4) Bi daçekan re tê bikaranîn û hokeran çêdike.
Mînak:
Xwe bi xwe diaxive.
Bêrîtanji xwe re dimeşe.
5) Di nava biwêjan de cî digire.
Mînak:
Dîsa xwe berdaye.
Ew dereng bi xwe hesiyan.
Ew ji xwe re li kûçan digere. Ez ji xwe re kovarê dixwînim.
Em li ber xwe didin. Xwe kerr kiriye dîsa.
6) Di çêkirina peyvên hevdudanî de cî digire.
Mînak:
Xweserî ji bo me pêwîst e. Ev lêkereke xwerû ye.
7) Jê peyvên nû tên çêkirin.
Mînak:
Xwedîtiyê li wê bikin. Ew jixwe ne ji me ye.
Ev xweza pirr xweş e. Xweda ji te razîbe.
Tu bibêje xweyiyê wê kî ye? Ez bixwe çûm.
8) Bi lêkerên alîkar re tê bikaranîn û lêkerên hevdudanî çêdike. Mînak:
Cilên xwe ji xwe kir. Wê cil li xwe kirin.
Wê çi kir bi xwe kir. Wî' dew bi ser xwe de kir.
Hişyarî: Cînavka vegerok yekjimar tê bikaranîn.
Mînak:
Wan xwe paqij kir.
96
F. Cînavka Be rbihe vîn
Ev cînavk, karê ku bi hev re û beramberî hevdu tê kirin nîşan dide û bêtir bi daçekan re tê bikaranîn. Awayên wê yên wek "hev, hevdu, hev û din, hevûdî'yê hene. Peywirên vê cinavkê ev in:
1) Karê ku beramberî hev tê kirin nişan dide.
Mînak:
Em hevdu nas dikin. Ew li hevdu hatin.
Ji hevdu hez nakin. Bi hevdu şêwirîn.
2) Bi alîkariya daçekan, karê ku bi hevdu re tê kirin nîşan dide.
Mînak:
Bi hevdu re nan dixwin. Zarok bi hevdu re digerin.
Ew bi hevdu re çûn.
Wan bi hevdu re hevaltî kir.
3) Gellek peyvên hevdudanî ji vê cinavkê hatine çêkirin.
Mînak:
Hevserê wê mamoste ye. Ev peyveke hevdeng e.
Em wekheviyê dixwazin. Hevdemê me nîn in ew.
4) Hinek peyv ji vê cinavkê hatine çêkirin.
Mînak:
Ev hevok ne çewt e. Te hevîr stra.
Ew hevalê min e.
Ew ji hevîna xwe bawer bûn.
5) Di çêkirina lêkerên biwêjî de cî digire.
Mînak:
Ew li hevdu hatin. Devê wî ji hevdu çû.
Em li hevdu nakin.
Ji hevdu re xweş dikin.
6) Bi lêkerên alîkar re tê bikaranîn û lêkerên hevdudanî çêdike.
Mînak:
Te ew ji hevdu derxistin. We kengî li hevdu kir?
Min li hevdu anî.
Ew bi hevdu nakevin.
Nîşe: Ev cînavk li hin herêman wek "êk û din Hê jî tê bikaranîn. 97
Mînak:
Ew êk û din hez dikin. Êk û din aciz nekin.
Ji êk û din re xweş dikin. Bi êk û din re dimeşin.
Cînavka berbihevin yekjimar tê bikaranîn.
Mînak:
Me hevdu paqij kir.
G. Cînavkên Lihevxistî: Di van cînavkan de daçek û cînavk digihîjin hevdu û kurt dibin. Ev cînavk bi du awayî tên çêkirin.
1) Dema ku daçekên "bi, di, ji, li" û "bi de, bi re, bi ve,
di de, di re, ji de, ji re, ji ve"yê bi cînavkên "wê/wî,
vê/vî'yê û peyva piştî xwe re tên bikaranîn. Peyv û cînavka li du van daçekan dibe "ê" û pê ve tê nivîsîn. Di vî awayî de zayend nediyar dibe.
Daçek û ciwwkên ku dikevin na va hevdu ev in.
bi+wê/wî, vê/vî ~ pê ji+wê/wî, vê/vî ~ jê
Mînak:
Bi wê tiştekî menivîse. Pirtûka xwe ji wî bistîne. Ez li malê dimam.
Min li bavê xwe pirsî. Ew di wê wer bû.
Goşt di teyfikê de ye. Salih'î ji wê re got.
Ji Zîlan' ê ve xuya nake.
di+wê/wi, vê/vî ~ dê/tê li+wê/wî, vê/vî ~ lê
~ Pê tiştekî menivîse.
~ Pirtûka xwe jê bistîne.
~ Ez lê dimam.
~ Min lê pirsî.
~ Ew tê wer bû.
~ Goşt tê de ye.
~ Salih'î jê re got.
~ Jê ve xuya nake.
Hişyarî: Di van awayan de wateya pirrjimariyê tune ye. Hêmanên ku kurt dibin wateya yekjimariyê dihewînin.
2) Di awayê duyem de ev daçek bi cînavka berbihevîn "hev" û "êk nê re dibin yek.
bi+êk ~ pêk di+êk ~ têk ji+êk ~ jêk li+êk ~ lêk
bi+hev ~ pev di+hev ~ tev ji+hev ~ jev li+hev ~ lev
98
Mînak:
Di hev bi min bawer in. ~ Tev bi min bawer in.
Min ew bi hev guhertin. ~ Min ew pev guhertin.
Ew bi nûçeyê de çû. ~ Ew pê de çû.
Ev makine ji hev ketiye. ~ Ev makine jev ketiye.
Mala wan ji hev de ket. ~ Mala wan jevde ket.
Hûn ji êk û din bipirsin. ~ Hûnjêk bipirsin.
Ew li êk û din hatin. ~ Ew lêk hatin.
Pergala wan di êk çû. ~ Pergala wan têk çû.
Hişyarî: Awayên "tev, jev, jevre, jevde, pevre, ... "yê bêtir di zimanê devkî de tên bikaranîn. Di nivîsê de awayên wan ên dirêj tên tercîhkirin.
4. CÎNAVKÊN QERTAFÎ
A. Qertafên Cînavkên Kesîn
Ev qertaf bi cînavkan kesîn re tên bikaranîn. Di dema niha de bi navdêran re dema ku tên bikaranîn şûna lêkera "bûn "ê digirin. Pêveber ji navdêrekê pêk bê jê cuda tên nivîsîn. Dema ku cînavk veşartî bin ji van qertafan tê famkirin ku kîjan cînavk hatiye bikaranîn.
Yekjimar1. Ez ~
2.Tu ~ 3.Ew ~
-(i)m, me
-(y)î
-(y)e
Pirt jimar I.Em }
2. Hûn
3. Ew
-(i)n, ne
Mînak:
N anî dixwim.
Tu çi dikî.
Ew çi dik~. Em lê dinêrin.
Ez parêzer im. Tu parêzer rEw parêzer ~. Em parêzer in.
Ez rewî me. Tu rewî 11. Ew rêwî~. Em rêwî ne.
B. Cînavkên Hevbendiyê
Di ravekê de dema ku raveber bikeve yan jî wesfekî din li ravekê bê zêdekirin, veqetandek peywira cînavkan digirin ser xwe û di şûna peyva ku nehatiye bikaranîn digirin û bi vî awayî hevbendiyê bi ravekerê re çêdikin.
-ê ~ (nêr) -a ~ (mê) -ên ~ (pirrjimar)
Mînak:
Destê kurikî ~ ê kurikî
99
Mala zarokan -+ a zarokan
Bajarên Kurdistanê -+ ên Kurdistanê Dîwarê dibistanê -+ ê dibistanê
Bi ~ min bike. Ên me qet nabin.
A dibistanê bînin.
Ez, ên ciwanan qebûl dikim.
Nîşe: Veqetandek berî lêker û peyvên wesfi bên bikaranîn, peywira cinavkê digirin ser xwe û lêkernava rengdêr derdikeve holê.
Mînak:
Ê dixwe, ewe. A xerab, tu yî.
Ên girtî, nehatine. A xweşik kîjan e?
Herwiha di nava ravekê de dema ku wesfekî din li peyvê bê barkirin, cara duyem peyv nayê bikaranîn, veqetandek di peywira cînavkê de şûna wê peyvê digirin.
Mînak:
Şaredariya Amedê ~ mezin Destê Selimî ~ şikandî
C. Cinavka Pêgir
Ev cînavk ciyê peyva piştî lêkerê digire û vegotinê kurttir dike.
Cînavka pêgir ji bo hemû peyvan Hê" ye û bi lêkerê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Te pirtûk dan wî.
Ez ketim şikeftê. Min avêt darê. Bêjin wî bila bê. Ez çûm Qersê.
Te pirtûk danê. Ez ketimê.
Min avêtê. Bêjinê bila bê. Ez çûmê."
Hişyarî: Ev cînavk ji bo pirrjimariyê nayê bikaranîn. Dema ku wateya pirrjimariyê hebe kurt nabe.
Mînak:
Ez ê biçimê. (yekjimar)
8 Ew tiştê ku cînavka pêgir şûna wê digire, divê di nivîsê de bê diyarkirin. Ku neyê diyarkirin, dê neyê famkirin ku qala çi tê kirin.
100
HOKER
1. HOKER
Hoker, ji aliyê rewş, dem, mêjer û ciyî ve bandorê li lêker, lêkernav, rengdêr û hokeran dikin. Herwiha ji aliyê pirsê ve jî van taybetiyan dinimînin. Bandora hokeran herî pirr li ser lêkeran e.
Mînak:
Ez bi trênê hatim. ----+ Rewş
Ew do li vir bû. ----+ Dem
Min pirr vexwar. ----+ Mêj er
Dêya te çîl.m. ----+ Cî û alî
Wî~xwar? ----+ Pirs
Bandora hokeran li ser lêker, lê kernav, rengdêr u li ser hokeran çêdibe.
Mînak:
Ew pirr dipeyive. ----+ Bandora hokerê li ser lêkerê ye.
Yê ku pirr dixwe nehatiye. ----+ Bandora hokerê li ser lêkernavê ye. Rojên pin xweş li pêş me ne. ----+ Bandora hokerê li ser rengdêrê ye. Pin xweş dipeyive. ----+ Bandora hokerê li ser hokerê ye.
Hoker dibin pênc beş:
A. Hokerên Çawaniyê:
Wateya lêker, lêkernav, rengdêr û hokerê ji aliyê çawanî û rewşê ve dinimîne. Ji bo dîtina vê hokerê divê pirsên "çawa, çima, 'yê ji pêveberê bên kirin.
Mînak:
Tu xweş diaxivî.
Ji bo ku kes nepeyive naçe.
Min nan bi destanjê kir.
Ji ber ku tu nehatî; em neçûn.
101
Kesê ku baş çêdike ewe.
Ew tas tas çaya firavînê didin.
Ez zû çûm Amedê.
Ew hêdîka hat malê. Hêdî hêdî dimeşiya. Ew bi destan ctixwe.
Peyvên "de, bê, dîsa, belkî, bere bere, bin-a, h albûk i, ji nişkê ve,
gerçî, hîç, hela, heta , hema, hew, çika, hîç, mîna ... , qet, qey, qet nebe,
qet û qet, qene, wek , nemaze, nexasim ... "ê jî hokerên çawaniyê ne.
Mînak:
Hela derdê xwe bibêje. Çika were vir.
Heta tu bibêjî dagirtî bû. Ew hîç nazxwaze.
Hew nan dixwe.
Wek te jî nabe.
Guhdarî bike bê çi dibêje. Ji nişkê ve derket.
Dîsa were vê derê.
Belkî ezjî bêm. Qet nebe tu jî here. Hela lê binêre.
Qene vî erdî jî bikole. Qey ew jî çûne.
N ema nanî dixwim. Hema bila neyê. Gelo birra jî çû? Bere bere baş dibe.
B. Hokerên Demê
Ev hoker wateya lêkerê ji hêla demê ve diyar dikin. Ji bo dîtina van hokeran. divê pirsên "kengî, heta kengî, ji kengî ve ye ... 'yê ji pêveberê bên kirin.
Hinek hokerên demê ev in: do, hingê, her car, hergav, hîn, êdi, niha, a niha, par, pêrar, îro, îşev, sibê, bi şev, bi roj, êvarkî, ber êvarkî, tucaran, tucarî, paşê, berê, hê nû, hê, carinan, car caran, roja berê, piştî nîvro, nema, ji niha û bi şûnde ...
Mînak:
Sibê were mala me. Hîn nehatiye?
Mirov carinan gêj dibin, Aliyê êvarê were.
Paşê were birê min! Par bi me re hatibû.
Êdî ez naçim.
Do ew ji vir çû.
Îsal nan tune ye.
Hingê? mesele fam kir.
Heta êvarê tu biqedînî. Carinan li me digere. Tucaran bi gotina min nekir. N ema jê hez dikim.
9 "Hingê" demê dide û hokera demê ye, "hingî" jî mêjerê dide û hokera mêjerî ye. "Hingê mesele.fam kir." (dem) "Hingî ku xwar, v erş iya. "(mejer)
102
Niş e: Hoker carinan tên diyarkirin carinan jî bi awayê xwerû tên bikaranin. Ev herdu awa jî hene.
Mînak:
Ew roj ez li wir bûm. Wê rojê ez li wê derê bûm. (di wê rojê de)
Hêmanên wek "dema ". "berî", "piştî" "her car "ê jî bi peyvên din û lêkeran re tên bikaranin û komepeyvan çêdikin, ew komepeyv bi giştî wek hoker tên bikaranin. Lêkerên ku bi van hokeran re tên bikaranin ji peywira raweya lêkerê bêtir wateya hokerê didin û bersiv didin pirsa "kengî "yê.
Mînak:
Dema ku ji mala bavê xwe dihat, ez li malê bûm. Piştî ku berf bariya, rê hatin girtin.
Berî ku bi min re biaxive, li bavê xwe geriyaye. Dema ku tu ji dibistanê têy~ ew jî ji malê derdikeve. Her cara ku dengê xwe dike, em şiyar dibin.
Hîn ku ez bi te re nexeyîclime, ji vir here.
Heta ku Elî ji malê bê, tu nan bixwî.
Nîşe: Dibe ku wateya demê, bi komepeyvên ku wateya demê dihewîninjî bê çêkirin.
Mînak:
Di xortaniya xwe de zewicî.
Hişyarî: Hokerên demê dema ku wateya demê nedin di peywira navdêrê de ne.
Mînak:
Nîvro danê rojê ye. (navdêr-kirde)
Ew şevê hembêz dike. (navdêr-bireser)
C. Hokerên Cî û Aliyan:
Ev hoker, lêkerê ji aliyê wateya cî û aliyan ve temam dikin. Hokerên cî û a liyan bêtir bi daçekên qertafi re tên bikaranin.
Hinek hokerên cî û aliyan ev in: Berjor, berjêr, derve, çep, rast, hundir, jêr, jor, pêş, paş, xwarê, başûr, bakur, rojhilat, rojava, bi wir de,
103
bi vir de, bi wir ve, bi vir ve, ji vir, ji wir, ji jor, ji jêr, ji paş, li jêr, li jor, li paş ...
Mînak:
Me got herin pêş. Em biçin jêr. Zarok hatin jor. Ew bi vir de hatin. Ji paş derketin.
Ez çûm başûr.
Bila derkevin ji derve. Niha neçî hundir. Mirov daketin xwarê. Bi wir ve hilkişî, Keçik bi wir de çû.
Bi aliyê çepê de çû.
Nîşe: Hokerên cî û aliyan dema ku dibin ravek hinek ji wan veqetandekan nagirin. Dema ku qertafa "î'tyê bigirin wateya demê didin.
Mînak:
Pişt malê, ber derî, ser xanî ...
Piştî te ez hatim. (dem) Berîte çûbû, (dem)
Ew li pişt te ye. (cî) Li ber te sekiniye. (ef)
D. Hokerên Mêje rî
Ev hoker; lêker, lêkernav rengdêr û hokeran ji hêla mêjer II radeyê ve diyar dikin û bersiv didin pirsa "çiqas "ê.
Hinek hokerên mêje rî ev in: Bêtir, pirr, zehf, gellek, hindik, hema, piçek, herî, hîn ...
Mînak:
Zînê ji Mem'î pirr hez dikir. Te zehf xwar.
Nesriri'ê hindik xwar. Hema rih tê de maye.
Tu piçekî bidî min.
] iyaneke pirr xweş dixwazin. Ew bêtir bawer dike.
Ev keçik hîn xweşik e.
Carinan hokerên mêjerî bi dubarekirinê tên xurtkirin.
Mînak:
Ez ji te pirr lt pirr hez dikim.
Nîşe: Hokerên "hinek, gellek, piçek ... "ê bi lêkerên gerguhêz re bên bika-ra11Û1 qertafa hokerî "-f''yê jî digirin.
104
Mînak:
Wan hinekî anî. Min piç ekî ajot.
Ew gellek! ji te hez dike.
E. Hokerên Pirsiyarî:
Peyvên ku dem, sedem, mêjer û çawaniya lêkerê bi rêya pirsê diyar dikin, hokerên pirsiyarî ne. Bersivên ku tên dayin jî hoker in.
Hokerên pirsiyarî ev in: Çima, çawa, ka, kengi, heta kengî; ji kengî ve wek kê/çi,ji kû, ji kû ve, li kû, di kû re ...
Mînak:
Ew kengî çû? Çawa li te xist? Çiqas xwar?
Wî wek kê xwar? Li kû dimîne?
Wî çima pirtûk nebirin? Ka dengê te yê xweş? Ji ber çi nehat?
Wek çi firriya?
Ji kû ve hat?
F. Hokerên Nîşanî:
Hokerên nişanî, nêzbûn an dûrbûna tiştê ku tê kirin an jî diqewime nişan didin. "Va "Jii ji bo kirin an qewimînên nêz, "wa" jî jo bo yên dûr tê bikaranîn. "(hia " jî wek hokera nişanî li serê hevokê cî digire.
Mînak:
Wa Jnin çêkir . Wa me kir.
A ez vêya qebûl nakim.
Va ez nanî dixwim. Va dixwe.
A ev yek ji me re dibe.
Carinan lêkera alîkar bi wan re tê bikaranin û ev hoker dibe pêveber.
Mînak:
Wa ye diçe.
Va ye ez dixwim.
10 Ji "ev"(1 "ha "yê "evha't û bi kurtbûnê bûy e "va",ji "ew" 0 "ha'iyê "ewha't i: bi kurtbûnê bûye "uzr ". Ev hêman gellek caran wek p êveber tê bikaranîn, mînak, "Ev ha ye min çêkir." dibe" Va ye min çêkir. "
105
Peyvên "wiha" fl "wisa 'yê jî hem nişanî ci hemjî çawaniya lêkerê diyar dikin. Lê ji ber ku ji peyvên nîşanî pêk hatine, di wan de wesfê nişanî li pêş e.
Mînak:
Min wiha kir.
Wan xwarin wiha xwar.
Ez dibêjim wisa nabe kuro! Tu erebeyê wisa biajo.
106
DAÇEK
1. DAÇEK
Daçek di nava hevokê de, bi peyvên din re tên bikaranîn û peywir û wateyên cur bi cur li peyvan bar dikin. Bêtir wateyên wek "mayîn ", "berpêbûn ", "derketin" û "pêrebûnl'ê li peyvan bar dikin. Daçek, bi pirranî qertaf in, hinek ji wan jî peyv in. Daçek ji peyvan cuda tên nivîsîn û bi tena serê xwe nayên bikaranîn. Daçekên sereke ev in:
A. Daçekên Qertatî
1) Bi: Peywirên vê daçekê ev in:
a) Wateya bikaranîna alavan dide:
Mînak:
Min penêr bi destan jê kir. Zarokan bi topê lîst.
Gulan bi pênûsê dinivîse.
Ew bi trênê çû.
Em malê bi melkisê paqij dikin. Ew çayê bi şekirî vedixwin.
b) Dema ku bi cînavkên diyarkirî re bê bikaranîn wateya "li gorî'tyê dide:
Mînak:
Bi min ev şaş e. Bi me wî baş kir. Bi we ev rast bû?
Bi te bersiva vêya çi ye?
Bi ya wan bibûya em ê neçûna. Bi ya xwe kir, şaş kir.
c) Di nava hejmarên pardariyê û di nava cotepeyvan de tê bikaranin:
Mînak:
Dudu bi dudu dimeşin. Rfl bi rû peyivîn.
Çûk ref bi ref difirrin.
Sê bi sê derbas bûn. Pênûsên cur bi cur anîn. Roj bi roj dihele.
107
d) Di sûndxawrinan de tê bikaranîn:
Mînak:
Bi Xwedê ez nayêm. Bi Quran min nekiriye. Bibêje bi Xwedê!
Bi serê te me ev tişt nekir. Bi telaq ev ne wisa bû.
Bi namûs ez ê herim.
e) Bi cinavkên diyarkirî re tê bikaranîn berpêbûnê nîşan dide, wan dike bireser û têrker.
Mînak:
Ew bi te dikenin. Min bi wî girtibû. Zarok bi me ketibûn.
Em bi wê dizanin. Lawik bi wê bawer bû. Ev bi te ne ketiye!
1) Bêtir bi peyva "ber':ê CJ bi hinek peyvên cî û aliyan re tê bikaranîn II wateya çûn II hatina ber bi ciyan ve nîşan dide.
Mînak:
Artêş ber bi rojhilatê çû. Ber bi êvarê ez ê bêm. Mal bi ser avê ket.
Xwedê her bi xêrê bibe. Ew ber bi malê hat. Berê \\fî bi vir bixin.
g) Di çêkirina lêkeran de cî digire.
Mînak:
Min ew bi kar anî. Zarokan ew bi bû- anîn.
Wan em bi rêxistin kirin. Wî ka rê me bi rê ve bir.
h) Wek qertaf bi awayê erênî Lt neyînî tê bikaranîn II jê peyvên nû tên çêkirin.
Mînak:
Ev bixwe şixulî.
Bêguman tu ji me hez dikî.
Bikir kî ye li vê xanê? Bêkes im ez li vê çolê.
i) Awayê "bi 'ye yê neyînî "bê" ye. Ev hêman jî ji peyvan cuda tê nivîsîn.
Mînak:
Bê te jiyan naçe seri Bê azadî jiyan erzan e.
Min zebeş bê kêr şil kir.
Bê Xwedê dibe bê xwedî nabe.
108
Carinan ev daçek di ravekê de qertafa "i'lyê digire û bi peyva piştî xwe ve tê girêdan.
Minak: Tu bêyî min neçî malê.
j) Bi peyvên cuda cuda re tê bikaranin û hin wateyên din jî dide hevokê.
Mînak:
Bi vî awayî bat çêkirin. Bi tenê ez ez dizanim. Dirav bi bêrîka xwe xist. Em bi Kurmancî diaxivin. Bi wext here malê.
Berî vê bi rojekê çû.
Tu jî bi şev were.
Nan bi çendan e? Mal bi xwe xera bû. Ez bi pez bûm.
Ez bi te serbilind im. Ev bi çiqasî ye? Xwezî bi wan rojan. Ew bi roj çû.
2) Bi. ..... de: Wateya çûn-hatina ber bi ciyekî û berê bûyerê diyar dike. çûn û hatina ku tê qalkirin bi dawî bûye. Ev daçek bi pirranî bi hêmanên aliyan ên n1111a "wir-vir, ber, ser, jor, jêr, paş, pêş ... nê re tê bikaranîn.
Mînak:
Axivî û pê de çû.
Bi rêya xwe de çû. Xemgîn bi jor de çû. Derî bi ser wan de girt. Bi şûnde I I vegeriya.
Bivir de hat. Av bi ser de çû.
Wî çay bi ser wî de wer kir. Biser me de diha tin.
Malê wî bi tevde eve.
Nîşe: Ev daçek bi awayeki din jî tê bikaranîn û peywira giha ne kê jî hildigire ser xwe.
Minak:
Nan nexwar, bi ser de rabû li me xist.
3) B i.. re: Ev daçek pêre bûnê nişan dide, wateya berbiheviyê jî
dide. Hêmana "re"yê, ji peyvên "dû" û "pişt'tê cuda nayê nivîsîn.
Mînak:
Ez bi wî re çûm.
Ew bi dêya xwe re çû. Bi darê re mezin dibe.
Tu here ez ê bi dûre bêm.
Zozan bi xwişka xwe re xeyîdiye. Ew bi birayê xwe re li hev hat.
II Ev daçek bi peyvên wek "paş ", "ŞIÎI1" IÎ "rev "ê re dema ku tê bikaranin, daçeka dawi "ve"bi wan ve tê nivîsîn. Di zimanê devkî de "bi" gellek caran dikeve.
109
Hişyarî: Wateya "bi'î yê ûji "bi .... re'tyê cuda ye.
Mînak:
Ez bi erebeyê çûm. (siwarbûn) Ez bi erebeyê re çûm. (pêreçûn)
4) Bi .... ve: Wateya çûn û hatina hêlekê û berê bûyerê diyar dike. çûn û hatina ku tê qalkirin hin jî didome. Herwiha ev daçek zeliqînê-pêvebûnê jî nîşan dide. Ev daçek bi pirranî bi hêmanên aliyan ên wek "wir-vir, ber, ser, bin,jor,jêr, pêş, paş ... Hê re tê bikaranîn.
Mînak:
Ew bi wir ve diçe.
Zînê wêne bi dîwêr ve kir. Benîşt bi wî ve zeliqiye. Bi çenteyê xwe ve hat.
Bi çar kuran ve çû.
Bi jor ve hildikişe. Ber bi min ve tê.
Licê bi ser Amedê ve ye. Ber bi min ve zivirrî.
Bi paşve çû.
5) Di: Ev daçek têketina nava tiştekî an ciyekî nîşan dide. Hinek wateyên din jî dihewîne.
Mînak:
Wî kevçiyî di şorbê meke. Wî di girtîgehê xin.
Di heqê xwe bibihurin. Bela xwe di min nede.
Beytar derman di çavê wî kir. Leke di pantorê wî geriyaye. Resmê xwe di pakêtê kir.
Wî kevir di avê kir.
Nîşe: Di çêran de ev daçek tê bikaranîn.
6) Di. ..... de: Ev daçek ciyê ku tişt tê de ye nîşan dide, bi taybetî "hundir "i nîşan dide. Bi peyvên ci û aliyan re jî tê bikaranîn.
Mînak:
Di satilê de dew heye. Di dolabê de çi heye? Derzî di destê min de çû. Di wir de çi heye?
Di bin de ma.
Ez di nexweşxaneyê de me. Newal di hundir de ye.
Ew di bin siya darê de ne. Strî di vir de çû.
Di hundir de dimîne.
Dema ku bi hin peyvên din re bê bikaranîn hin wateyên din dide.
Di ber welêt de hat kuştin. ~ Oi bo)
Di ber xwe de dipeyivî. ~ (xwe bi xwe)
110
Di ber min de da. - (di şûna min de) Di van rojan de ez pirr baş im. - (dem)
Min di ciwantiya xwe de pirr dixwend. - (dem)
Nîşe: Carinan du daçek dikevin nava hev.
Mînak:
Di meşa ~ Kerkûkê de ew jî hebû.
n aliyê bi hezaran kesî ve hat birêkirin.
7) Di.. re: Wateya "derbasbûna" ji ciyekî/tiştekî nîşan dide. Bi pey-
vên cî û aliyan re jî tê bikaranîn û hinek wateyên din jî dide.
Mînak:
Ez di wir re çûm.
Di nav xelkê re bihuri, Zarok di xew re çû. Di bin re meşiyan.
Wê top di ser dîwêr re avêt. Birayê min di ser wî re ye.
Ez di wir re hatim.
Ew di newalê re derbas bûn. Di ser re çû.
Di bin çavan re li min dinêre. Di ber re bihurî.
Di ser wî re şikeftek heye.
Hişyarî: "di ... de'tû "di .... re"divê neyêntevlihevkirin. Di ... de "lê de çûn "ê nîşan dide, ew tiştê ku di ciyekî de çûye "derbas" nebûye, tê de maye; di ... re "tê re çûn nê nîşan dide û ew tişt "derbas" bûye.
Mînak:
Kurik di wir re çû. (derbasbûn) Derzî di wir de çû. (têdemayîn)
8) Li: Ciyê lêbûnê û berpêbûnê nîşan dide. Peyva piştî xwe dike têrker û bireser.
Mînak:
Ciyê lêbûnê Ew li malê ye.
Rojhat li Bedlîsê dimine. Li dibistanê dixwîne.
Li wan deran çi digerî? Li sûkê çi digere?
Berpêbûn
Li pirtûkê binêre.
Li erebeyê bû. Min li te pirsî.
Tu li Elî bigere. Îşev firaq li te ne.
Bi peyvên mina "ser, cem, hal, dor, her, bin, rex, gor, paş, pêş "ê û bi baneşanan re jî tê bikaranîn û hin wateyên din dide hevokê.
111
MÎnak:
Ew li ber mirinê ye. Li ser xanî çi dikî? Li gorî te ev rast e? Li cem te rûdine. Wey li mino!
Li pêş wî sekiniye.
Li ber nanê xwe penêrî dixwe. Li bin darê rûniştiye.
Li bal wî hene.
Tu li rex wî rûne.
Li dora wê digere.
Li paş xwe binêre.
NÎş e: Li gorî rewşa lêkerê ev daçek peyva ku pê re tê bikaranin dike têrker û bireser. Berpêbûn û mayînê nîşan dide.
MÎnak:
Li malê binêre. (têrker-berpêbûn) Wî li çûçikê xist. (bireser)
Ew li malê dimîne. (têrker-cî)
9) Ji: Ev daçek jêderketin.jêçêbûn û berpê bûnê diyar dike.
MÎnak:
Jêderketin Ji malê têm.
Ji dibistanê derket. Ew ji kû tê?
Berpêbûn
Ji min hez bike. . Tu ji wî bipirse.
Bila ji wî bawer nekin.
Jêçêbûn
Mast ji şîrî çêdibe. Hevu' ji ardî çêbûye . Derî ji hesinî çêbûye.
Wekîdin bi hinek peyvên din û lêkeran re tê bikaranîn û hinek wateyên din jî dihewîne.
MÎnak:
Xwe ji ber darê bide all. Ji xeynî wî kes nizane.
Ji çaran yek ji te re dikeve. Camêr ji piyan sekinîbû. Ew ji hal de ket.
Ji bilî te kes nehat. Ezji Geverê me. Ji vir xuya nake.
Ji bilî te her kes hatibû.
Ji min nagere, ez aciz dibim.
Dostları ilə paylaş: |