Hiş yarî: Rengdêr di ravekê de dema ku li serî bin veqetandekan nastînin. Dema ku veqetandek li wan bên zêdekirin raveka navdêran çêdibe û peywira rengdêrê ji holê radibe. Di vê mijarê de tevliheviyek heye.
Mînak:
"Apê Hesen hat." ~ "Ap "Î ji ber ku veqetandek stendiye êdî ew ne rengdêr e, ew "ap "ê ku qala wî tê kirin Hesen nîn e, "ap "ê wî ye.
"Ap Hesen hat. "~Ap li vê derê rengdêra wesfi ye, Hesen bixwe "ap "e. Ev rewş di Kirmanckî de jî wisa ye.
"Hevalê Memed Sorgul dê biaxive." Di vê mînakê de jî kesê ku dê biaxive, ne Memed Sorgul bixwe ye, hevalê wî ye. Dema ku em bibêjin,
"Heval Memed Sorgul dê biaxive. " tê famkirin ku kesê ku dê biaxive Memed Sorgul bixwe ye.
Nîşe: Di awayekî din de jî, qertafên baneşanê bi rengdêra wesfi re tên bikaranîn û bi dûre nav tê. Carinan jî peyvên xizmantiyê tên bikaranîn.
Mînak:
Xalo Resûl, xaltî Besra, metê Eyşe ...
Carinan, ji bo ku tevlihevî çênebe, cînavkên diyarkirî dikevin nava van ravekan.
Mînak:
Xalê min ê Baqî pirsa te kir.
Apê te yê Resûl hatiye.
B. Rengdêrên Nîşanî: Ev rengdêr navdêran bi rêya nîşanê diyar dikin. Li gorî bikaranînê dibin xwerû û diyarkirî.
XwerÎl Ev ~ nêz
Ew ~ dûr 78
Mînak:
Ev pênûs a min e.
Min ew pirtûk xwend.
Ew kurik pirr qeşeng e. Te ev mal eciband?
Diyarkirî
V~ vê, van -t nêz
W~ wê, wan -t dûr
Mînak:
Ez vê pênûsê dixwazim. Wan zarokan nan xwar.
Tu wî kurikî diec ibinî? Van daran av bide.
Herwiha peyvên "han, wiha, wisa ... 'yê jî di nava rengdêrên nîşanî de cî digirin.
Mînak:
Karê wiha nabe.
Ew mala han a me ye.
Ez tiştekî wisa qebûl nakim. Ew zarokên han çi dikin?
Nîş e: Hêmana nişanê "han" dibe "a" fl bi peyvê ve tê nivîsîn.
Mînak:
Ez wan çenda li wê derê bûm. (wan çendê han) Ev bizina sax maye. (ev bizina han)
Hişyarî: Dema ku ji bo rengdêrên nişanî du navdêr bên bikaranîn, diyarkirin li gorî zayenda navdêra dawiyê ye.
Mînak:
Tu vî tîr û kevanî bibe jê re.
Tu vê hesp û mehînê dibînî.
C. Rengdêrên Hejmarî: Ev rengdêr navdêran li gorî rnêjerê diyar dikin.
Di nava xwe de dibin çar beş:
1) Rengdêrên Hejmarî yên Xwerû: Ev rengdêr rnêjera navdêran bi rêya hejmarên xweru diyar dikin.
Mînak:
Du zarok dimeşin. Du şerrvan bûn.
Çar kes di rê de ne. Heft karik li malê man.
2) Rengdêrên Hejmarî yên Rêzin: Ev rengdêr rêza navdêran diyar dikin. Bi qertafên "
79
Mînak:
Ew derket qata çaran. Bajarê yekem eve. Kesê pêncem ki ye? Kesê 1. ewe.
Xala şeşan rast e.
Pola duyem kijan e? Ew yê çarem dixwaze. Mihrîcana 7.
3) Rengdêrên Hejmarî yên Pardariyê: Ev rengdêr mêje ra parvekirina hevbeş diyar dikin. Bêtir bi dubarekina hejmaran çêdibin; gellek caran "bi "ya daçek û "û 'ya gihanekjî di nava hejmaran de tên bikaranîn.
Mînak:
Rêzên çar çar Guliyên şeş bi şeş Darên heft û heft
Malên pênc pênc Sêvên heft bi heft Kovarên heşt û heşt
Nîşe: Carinan bi alîkariya peyva ''heb''ê jî dabeşî çêdibe.
Mînak:
Xoxên sê heb sê heb
Gûzên çar heb çar heb
4) Rengdêrên Hejmarî yên Dabeşkirinê: Ev rengdêr di warê hejmarî de beş û parçeyên navdêran nişan didin. Di vê dabeşkirinê de daçeka "j i "yê tê bikaranîn. Wekîdin peyvên wek "rib, nîv, çaryek "ê jî rengdêrên dabeşkirinê ne.
Mînak:
Ji sedî pênc erd ji me re ket. Ji sedî deh kar bi dest xist. Min ribek hîsse stend.
Ji çaran yek paste bes e. Wê nîv nan kirrî.
Ji sedî heşt kar jê re ma.
D. Rengdêrên Nediyar: Ev rengdêr wateyeke nediyar didin navdêran. Hin peyvên ku dibin rengdêrên nediyar ev in: hin, hinek, gellek, filan, her, hemû, çend, yek, din, çi, çu, tu, her. ..
Mînak:
Gellek kes hatin serdana me. Çend zarok hatine.
Hemû mirov bêdeng in.
Filan mirovî ew got.
Hinek ajal kovî ne.
Kesên din ev tişt pêk anîne. Her zarok jê bawer dike. Ew çi kes e, ez nizanim.
Nîşe: Hinek rengdêr bi rêya ravekê tên çêkirin, ev rengdêr yek parçe ne û peywira cînavkan digirin ser xwe.
80
Mînak:
Bila tu kes bi me re neyê.
Her kesî dengê xwe bilind kir.
E. Rengdêrên Pirsiyarî: Ev rengdêr bi rêya pirsê navdêran destnişan dikin. Bersiva ku bê dayîn dîsa rengdêr e. Hin rengdêrên pirsiyarî ev in: kû, kîjan, çend, çi, çawa, çiqas, çilo ...
Mînak:
Te çend pirtûk kirrîn?
Em maleke çawa çêbikin? Kijan hevalî got?
Ew çû kû derê?
Kijan bername baş e? Çiqas av lazim e?
Çend zarok bi me re tên? Zarok ji kû derê tên?
Hişyarî: Peyva "çend"ê ji bo tiştên ku yek yek tên hejmartin tê bikaranin; peyva "çiqas"ê jî ji bo tiştên ku nayên hejmartin lê xwedî mêjerêkê ne tê bikaranîn. Herwiha divê peyva "heb"ê jî ji bo alavan bê bikaranîn ne ji bo kesan.
Mînak:
Çiqas baran bariya? Çend heb pirtûk hene?
Ez çend nanan bînim? Çend mirov hatine?
2. RA VEKÊN RENGDÊRAN
Rengdêr berî û piştî navdêran tên û wan rave dikin, ji ber vê di nava ravekê de raveker in.
Mînak:
Raveber Pênûsa Xaniyê
Qata Maseya
Raveker kesk bilind çaran gilover
Dema ku rengdêrên hejmarî yên xweru û nîşanî derdikevin holê raveber û raveker cî diguherin.
Mînak:
Raveker Çar
Ji sedî çar
Raveber zarok
erd
81
Ev
Ew Tasek Kîloyek
kurik keçik av firingî
Di ravekên rengdêrên nişanî de ku diyarkirin hebe raveber û raveker bi hev re qertafên diyariyê digirin.
Mînak:
Raveker Vî
Wê
Wan
Raveber lawikî keçikê hevalan
Qertafa nenas iyê "-ek" bê bikaranîn û rengdêr mêjerê bide, veqetandek nayên bikaranîn.
Mînak:
Tasek av, şûşeyek şîr, hinek xwarin ...
3. LI GORÎ SAZKIRINÊ RAVEKÊN RENGDÊRAN
A. Ravekên Xwerû: Ji raveber û ravekerekê pêk tên. Raveker ji aliyê wesf û mêje rê ve raveberê diyar dike. Di rengdêrên nişanî û hejmarên xweru de rengdêr tê pêşiya navdêrê.
Mînak:
Raveber Raveker
Dara mezm
Gula zer
Deriyê şîn
Raveker Raveber
Ev lawik
Çar nan
Pênc pirtûk
Hiş yan: Rengdêr qertafên diyariyê nastînin û xwe diyar nakin. Dema ku qertafên diyariyê bên ser wan, raveka navdêran derdikeve holê.
82
Mînak:
Mala dinê ~ Raveka Navdêran
Mala din ~ Raveka Rengdêran Qirrkirina çandê ~ Raveka Navdêran Qirrkirina Çandî ~ Raveka Rengdêran
Nîşe: Carinan rengdêrên wesfi tên pêşiya peyvê. Daçekjî di nava ravekê de cî digirin û bi rengdêrê ve tên nivîsîn.
Mînak:
Ew xweş mirove.
Kesê bixwîn, nanê birûn ...
B. Rave kê n Hevalbend: Di vê ravekê de raveber an jî raveker ji du hêmanan pêk tê û bi alîkariya gihane kê ~i hev ve tên girêdan. Di van ravekan de ji bo girêdanê veqetandek, daçek û gihanekjî tên bikaranîn.
Mînak:
Raveber Sêva Deriyê Hevalê Ezmûna
Raveker bibêhn û xweş hesin ê mezin qenc ê dirêj dijwar û nexweş
Raveber Sêv û tivira Dar û berên Ker fl golikên Saet û teyba
Raveker sor
şîn
biçûk gilover
C. Rave kên Lê kernav: Di vê ravekê de raveber ji hêrnanekê, raveker ji gellek hêmanan pêk tê û bi lêkerekê bi dawî dibe. Di ravekerê de lêker di peywira rengdêre de tê bikaranîn û dibe lêkernava rengdêr. Gihanek û daçek jî di van ravekan de pirr tên bikaranîn. Ev qalIb nayên parçekirin, wek hêmanekê tên hesibandin.
Mînak:
P irÛlka ku te ji min stendibû, li kû ye?
Mala ku li ber çavên me şewitîbû, hat çêkirin. Xaniyê çêkirî, nabin ji me re.
Nanê ku ji destê lêwik kete erdê, êdî nayê xwarin.
83
Kesê ev tişt gott çû kû derê? Keçika ku dimeşe, dê here malê.
Nîşe: Rengdêra kunavdêrê destnîşan dike bikeve rengdêr di şûna navdêrê de tê bikaranîn.
Mînak:
Mirovên PIr bi rê de dimeşin. ----+ Pîr bi rê de dimeşin.
Kesên bêkes li derve man. ----+ Bêkes li derve man.
4, PA YE Û WEKHEVIYA RENGDÊRAN
A. Paye û We khe vî
Paye û wekheviya navdêran ji rengdêrên wan tên famkirin. Ev hem bi qertafan hem jî bi peyvan tên çêkirin.
1) Bi Qertafan
-tir: Ev qertaf dema ku bê dawiya rengdêran wateya "bêtir nê dide û rûberiyê çêdike.
Mînak:
Keçika xweşiktir Mêrikê pIrtir
Kuçeya paqijtir Kesê baqiltir
-tirÎn:Ev qertaf dema ku bê dawiya rengdêran wateya "herî bêtir'tê dide û rûberiyê digihlne asta herî bilind.
Mînak:
Zarokê xweşiktirin, Sêva mezintirîn
Kuçeya paqijtirîn Hêviya mezintirîn
NÎş e: Carinan peyva ku rengdêr e tê serî jî.
Mînak:
Mezintirîn rûpel eve. Xweşiktirîn zarok kijan e?
-ek: Rengdêrên wek "piç, hin, heb, çênî, parî"yê di nava ravekê de qertafa nenasiyê "-ek "ê digirin û wateya biçûkkirinê didin peyvan.
Mînak:
Piçek nan, hebek tirî, hinek av, çêniyek goşt, piçikek xwarin ...
84
-e/-ik: Ev qertaf dema ku bi rengan re tên bikaranin, di warê wekheviyê de wateya nêzîkbûnê didin rengan.
Mînak:
Çêleka zere Çê le ka zerik
Xwendevanê sore Xwendekarê sorik
Miya şîn~ Miya şînik
Mirovê reş~ Mirovê reşik
2) Bi Peyvan
Herî: Ev hoker jî dema ku tê beriya rengdêran asta rûberiyê herî bilind dike. Wateya qertafa "
Mînak:
Zarokê baş Gundê dûr Sêva sor
Zarokê herî baş Gundê herî dûr Sêva herî sor
Hîn: Ev hoker jî danberhevê çêdike û asta rûberiyê bilindtir dike. Wateya wê û qertafa "-tir"ê yek e.
Mînak:
Keçika hîn xweşik Mêrikê hîn pîr
Kuçeya ilm paqij Kesê hîn baqil
Wek: Ev daçek ji aliyê "çawani'lyê ve wateya wekhevî û şibandinê dide rengdêrê.
Mînak:
Marê wek şeritê ji ber me kişiya. Ew evîneke wek çîrokê dixwaze. Jiyana wek bihuştê, pirr dijwar e.
Biqasî: Ev daçek ji aliyê "çendinî'tyê ve wateya wekhevî û şibandinê dide rengdêrê.
Mînak:
Mêrikê biqasî çiyê mezin li vir bû.
Kundira biqasî firingiyê biçûk bîne ji me re. Min kesekî biqasî te girs neditiye.
Nîşe: Ev daçek dema ku bi hejmaran re tê bikaranîn wateya nêzîkbûnê jî dide.
85
Mînak:
Ew biqasî pêncî kesî bûn.
Ev daçek bi cinavkên nişanî re jî tê bikaranîn û hokerên "evqas u "ewqas "ê jê tên çêkirin. Ew jî di warê mêjerê de bi rengdêran re tên bikaranin û wateya şibandinê didin.
Mînak:
Min marekî evqasî mezin nedîtibû.
Min nedizanî ku kesekî ewqasî biteşqele ye.
Gellek, pirr, zehf, zor: Ev peyv jî dema ku tên beriya rengdêran payeya wan xurttir dikin.
Mînak:
Zarokên baş Jineke xweş Nûçeyên dirêj
Zarokên pirr baş Jineke zehf xweş Nûçeyên gellek dirêj
B. Pe rçînkirin
Qertafên "
Mînak:
~ar- s + -ipî + sar - sipîsar
Tarî- t + -ipî + tarî - tipîtarî
Rast- r + -ipî + rast - ripîrast
Germ-g + -lP + germ - gipgerm
Reş- z + -1p + reş - npreş
Kesk-ş + -Ip + kesk - kipkesk
~pî- s + -im + spî - simspî
Nîşe: Perçînkirin bi cotepeyvan jî çêdibe, Hinek peyv bi rêbaza li jor
nayên çêkirin.
Mînak:
Zarokê şilfûtazi, zilamê şilopilo, welatê tarûmar, deriyê xaromaro, mêrê
kilikor, kesê tikitenê, mala vikîvala ...
86
CÎNAVK
1. CÎNAVK
Cînavk di nava hevokê de ciyên navdêran digirin. Di Kurmancî de cînavk bi awayê xwerû û diyarkirî ne. Wekîdin ji aliyê teşeyî ve hinek ji wan peyv in û hinek ji wan jî qertaf in.
Mînak:
Oîlber'ê çîrok xwend. --+
Ehmed'î pirsek kir. --+
Zarok xweş dileyizin. --+
Gulan jê nekin. --+
Ew çû malê. --+
Evîn nanî dixwe. --+
Songul' ê got. --+
2. CÎNA VKÊN PEYVÎ:
A. Cînavkên Kesîn
Wê çîrok xwend. Wî pirsek kir.
Ew xweş dileyizin. Wan jê nekin.
Ew çû kû?
Kî nanî dixwe? Kê got?
Ev cînavk, ciyê navên kesan digirin. Awayên wan ên xwerû û diyarkirî hene.
Xwerû
l.Ez --+
2.Tu --+
3.Ew --+
1.Em }
2.Hûn
3.Ew
Mînak:
Ez hatim.
Di~arkirî
-(i)m, me Min
-(y)î Te
-(y)e Wê/wî
Me
-(i)n, ne We
Wan
Ez xwendekar im.
Ez mamoste me.
87
Min got. Min ê bixwara. Min xwaribû.
Tu çûyî. Tu bijîşk î. Tu rêwîyî.
Te pirsî, Te dixwar. Te xwaribû.
Ew reviya. Ew pispor e. Ew rêwî ye.
Wê nivîsî. Wî digot. Wê xwaribû.
Em ketin. Em karker in. Em birçî ne.
Me xwest. Me çêdikir. Wan xwaribû.
Nîşe: Qertafa kesê sêyem di dema borî de nayê bikaranîn. Ji ber ku qertafa dema borî ya dûdar jî "-(y)e" ye, ev qertaf ketiye. Di dema niha û bê de di lêkerên bêrist de jî ev qertaf nayê bikaranîn.
Mînak:
Ew hat.
Ew tê.
Ew ket.
Ew c1ic!îrii.
Ew çû.
Ewdigirf.
Ew meşiya.
Ew dişo.
Kesê sêyem û yekjimar û kesê sêyem ê pirr jimar wekhev in, ew cînavk bi alikariya qertafan ji hev tên veqetandin.
Mînak:
Ew hat. Ew hatin.
Ew dixwe. Ew dixwin.
Ew he~. Ew hene.
Hişyarî: Qertafên kesên pirr jimar ji ber ku wekhev in, divê ew cîna vk di hevokê de bên bikaranîn. Kuji cînavkên pirrjimar yek neyê bikaranîn kesên pirrjimar ji qertafan nayên veqetandin.
Mînak:
Zû hatin. (Eger cînavk neyê bikaranîn, nayê famkirin ku kirde kesê çendan e.)
1) Cînavkên Xwerû: Ev cînavk di rewşa xweru de ne, nehatine diyarkirin. Qertafên wan hene, kirde an bireser bin qertafên wan tên dawiya pêveberê.
Yekjimar:
Ez ---t-(i)m, me
Tu ---t-(y)î
Ew-s-ty)«
Pirrjimar:
Em---t-(i)n, ne
HÛTI---t-(i)n, ne 88
EW---t-(i)n, ne
Mînak:
Ez diçim. Ew çûn.
Tu yê jê hez bikî. Te ez kuştim.
Ku ew bibêje em ê jî bibêjin. Wî. em xwarin.
"Ew" wek cînavka nîşanî tê bikaranîn û şûna alavan jî digire. Ji bo hurmetê cînavka "hûn "ê di şûna cînavka "tu 'yê de tê bikaranîn.
Mînak:
Pirtûk pirr xweş e. ~ Ew pirr xweş e.
Hûn li ser vê pirsgirêkê çi dibêjin? (Kesê ku pirs jê tê kirin "tu" ye.)
Taybetiyên Cînavkên Xweru
a) Ev cînavk di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de tim kirde ne.
Mînak:
Ez dimeşim. Ew ê binivîse.
Eger ez biçim nabe.
Tu pirtûkê dixwînî.. Em ê biçin malê.
Divê em li ber xwe bidin.
b) Di hemû demên borî de lêker negerguhêz be, ev cînavk dibin kirde.
Mînak:
Tu çûyî Farqînê. Ew jî ket.
Ez diçûm.
Di vê em bihatina.
Ez hatim mala we. Hûn geriyan.
Tu yê biçûya.
Ew ketibû.
c) Di demên borî de ku lêker gerguhêz be, ev cînavk dibin bireser û pêveber li gorî wan qertafan digire.
Mînak:
Wî ez pelaxtim. Te em xwarin. Wan ez digirtim. Me ew biribûn.
Min ew xwendin. Min tu girtî.
Wî. yê em bidî.tina. Bila te ez ditibûma.
d) Qertafên van cînavkan di dema niha de, di şûna lêkera "bûn "ê de tên bikaranîn, bi alîkariya van qertafan navdêr dibin pêveber.
Mînak:
Ez xwendekar im.
Ez mamoste me.
89
Tu xwedekar î. Ew xwendekar e. Em xwendekar in.
Ew dar e. Ev pirtûk e.
Tu xwişka min 1. Ez baş im.
Tu mamoste yî. Ew mamoste ye. Em mamos te ne.
Ew mase ye. Ev pirtûk in.
Ew lêkerên xwerû ne. Ez zindî me.
Hişyarî: Dema ku ji yekê bêtir cinavkên xweru di hevokekê de bên bikaranîn, li gorî rêzê kijan cînavk li pêş be pêşî divê ew bê nivîsîn. Dema ku du cinavkên yekjimar bên bikaranîn, cînavka pirrjimar jî bi wan re tê bikaranîn.
Mînak:
Ez û tu em dengê xwe nakin. Tu û ew hûn çima naçin malê?
2.) Cînavkê n Diyarkirî: Ev cînavk di rewşa diyarkirî de ne. Zayenda kesên sêyem ên yekjimar diyar e. Qertafên van cînavkan tune ne.
Yekjimar:
Min, Te,
Wê/wî
Pirrjimar:
~e, We, Wan
Mînak:
Min ji wan re got. Cemşîd wî dibîne.
Me gotina xwe ku- yek. Em wan dibin Qoserê.
Te mala xwe bir. Bager ji wê hez dike. Wê dengê xwe nekir. Wî ji me re gotibû.
Nîşe: Ev cînavk dema ku tên diyarkirin, carinan tevî dengdêra xwe tên bikaranîn.
Mînak: (E)vî got.
(E)wê xwarin xwar. (E)wan deng li te kir.
90
Taybetiyên Cinavkên Diyarkirî
a) Di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de ev cînavk dibin bireser.
Mînak:
Ez wî dibînim. Ew wê dibe.
Divê ez wan bibînim.
Tu min bişo.
Em wan aş dikin.
Ku tu wê bibî, em ê biçin.
b) Di demên borî de ku lêker gerguhêz be dibin kirde.
Mînak:
Wî pirtûk xwendin. Wan ere be ajot. Wênan dixwar.
Te porteqal xwar. Min kovar xwend.
Divê wî ji wan re bigota.
c) Di hemû deman de piştî daçekan tên û dibin têrker û bireser.
Mînak:
Ew ji me baştir in. Tu ji wî dipirsî.
Xwezî ji wê re bibêje. Wê li min pirsî.
Ew bi te re tên. Em li te dipirsin. Bila li te vegere.
Ez ji wan netirsiyabûm,
d) Piştî lêkerên berpê bûnî tên û dibin têrker.
Mînak:
Ew hatin min. Ew kete wê.
Min rahişt wî. Ez hatim te!
e) Di ravekê de xweditiyê çêdikin.
Mînak:
Jiyana te çi xweş e. Navê min Şîrîn e.
Xwişka wî pirr delal bû. Bejna wan bilind bû.
Hiş yarî: Di hevokên hevdudanî de dema ku du lêker bên bikaranîn û yek negerguhêz û yek jî gerguhêz be dibe ku ji bo herdu hevokan jî cînavkên cuda bên bikaranîn. Dema ku herdu cînavk jî bên bikaranîn "û 'ya gi-
hanek alîkariyê dike.
91
Mînak:
Ez çûm û min nanek kirrî.
Tu çûyî û te ji xwe re pirtûkek anî.
Dibe ku cînavka tewandî bê serê hevokê jî. Celadet Alî Bedir-Xan diyar kiriye ku di vî awayî de bêtir lêkera dawî kirdeyê diyar dike û lêker dibin yek parçe.
Mînak:
Min çû nanek kirrî. (çûn-kirrîn)
Te çû ji xwe re pirtûkek anî. (çûn-anîn) Wan çû got, em nakin. (çûn-gotin)
Hat got ezmûn betal bûye. (hatin-gotin)
B. Cînavkê n Nîşanî
Cinavkên nîşanî bi rêya nîşanê ciyên navdêran digirin; "ev" ji bo tiştên nêz, "ew" ji bo tiştên dûr e. Dema ku qertafên diyariyê digirin, 1i gorî zayend II mêjerê, şeş hebên din jî derdikevin holê.
Xwerû Ev
Ew
Diyarkirî
V~ vê, van ~ nêz Wî, wê, wan ~ dûr
Mînak:
Ev kî ye?
Ev ji yên din baştir e. Tu wî bîne.
Tu wê diecibinî? Keçikê ev anîn.
Ew çi ye li wê derê? Ew ji me re nabin. Ez wan dixwazim. Zarok wan dixwin. Te ew şikandin.
Hişyarî: Divê cînavk 0 rengdêrên nişanî neyên tevlihevkirin.
Mînak:
Ev pirtûk a kê ye? ~ (rengdêr) Ev a kê ye? ~ (cînavk)
Dema ku hêmana nîşanî "han" bê bikaranîn nişaniya cînavkan xurttir dibe û awayên wan diguherin. Peyva "han "ê dema ku bi cînavkan ve bê nivisîn "h " dikeve "a" dimîne. Ev bi du awayan çêdibe.
92
Bi Rêya Vegetandekan
Evê + ha ~ Evêya/vêya/viya'
Evş. + ha ~ Evaya/vaya
Evên + ha ~ Evêna/vêna
Ew~ + ha ~ Ewêya/wêya/wiya Ewş. + ha ~ Ewaya/waya Ewên + ha ~ Ewêna/wêna
Nîşe: Ev awa pirr nayê bikaranîn. Awayê ku bi qertafên diyariyê çêdibe bêtir tê bikaranîn.
Bi Rêya Qertafê" Diyariyê
Vî + ha? ~ viya
V~ + ha ~ vêya Van + ha ~ vana
Wî+ ha ~ wIya
Wê +ha
-
Wan + ha ~ wana
~wêya
Minak:
Wana ji me re bîne. Vêya pirr baş e.
W êya li me dinêre.
Vana çine? Viya dişixule.
Wiya dengê xwe nekir.
Nîşe: Peyvên "wir, vir ... "7ê jî cinavkên nîşanî ne û bêtir ciyan nişan didin,
Mînak:
Bavê min çû wir.
Kurik êvarê hat vir.
C. Cînavkê n Nediyar
Ev cînavk şûna navdêrên nediyar digirin. Hin cinavkên nediyar ev in: kes, yek, her yek, filan kes, ewk, çîk, tev, tu kes, tu tişt, tişt, her tişt, her kes, hin, hinek, hemû, gellek, piç, tev, giş, çend, yek ...
5 "ê " berî '"y"yê hatiye (1 bûye "i".
6 Ev "ha" ji" ji "han "ê tê. Dema ku bi vî awayî tê bikaranîn "h" dikeve. 7 "vir't ii "wir"ji "ev-hir "û "ew-hir't ê kurt bûne.
93
Mînak:
Tu kes nikare bi me.
Giş xwarinê dixwin. Hemû bi hev re dinivîsin. Hinekan ew vexwar. Gellekan ev tişt gotibû. Ewkê gotibû.
Tev ji malê çûn. Çendan ew got?
Filan kesî nan xwaribû. Hin diçin hin tên. Gellek bi topê dilîzin. Ewko dengê xwe nekir.
Nîşe: Dema ku cînavkên kesîn ên pirr jimar û yên nediyar bi hev re bên bikaranîn wate û mêjer xurttir dibe.
Mînak:
Me hemûyan deng lê kir.
Hişyarî: Divê cînavk û rengdêrên nediyar neyên tevlihevkirin.
Mînak:
Hinek nizanin mafê xwe biparêzin. -+ (cînavk)
Hinek mirov nizanin mafê xwe biparêzin. -+ (rengdêr)
D. Cînavkên Pirsiyarî
Ev cînavk bi rêya pirsê ciyê navdêran digirin, bersiva ku bê dayîn jî dîsa cînavk e, hin cmavkên pirsiyarî ev in: kî, kê çi, kijan, kiiik, kû, çend ...
Mînak:
Kî hat mala we? -+
Kê digot? -+
Çi anî bi xwe re? -+
Kijan pirr baş bû? -+
Çendan ew vexwar? -+ Ew çû kû? -+
Xalê min hat.
Wî digot.
Wê ew anî.
Ew pirr baş bû. Dehan ew vexwar. Çû wir.
Hişyarî: Divê cînavk û rengdêrên pirsiyarî neyên tevlihevkirin.
Mînak:
Kijan tê? (cînavk)
Kijan heval tê? (rengdêr)
Cînavkên pirsiyarî "kî" û "kê" bi zayendê re ne têkildar in. "Kî" cînavka xwerû ye; "kê" jî cînavka diyarkirî ye.
94
Mînak:
Kî nên dixwe.
Kê nan xwar.
Cînavka pirsiyarî "kijan" li gorî mê, nêr û pirrjimariyê jî tê bikaranin.
Di pirrjimariyê de dibe "kîjanan ". Lê ev awa pirr zêde nayê bikaranin. Bêtir dema ku pirs yekjimar e, ku hewce bike bersiv dibe pirrjimar.
Mînak:
Kijanê pirs çêkirin? Tu kîjanan dixwazî?
Kîjanî xwe amade kir?
Kijanan ev gome ji ciyê wî livand?
"Tu kijanê dixwazî?"
"Ez areş, a sor û ya zer dixwazim."
Nîş e: "Kû" hêmana pirsê ye û bêtir bi peyva "der "ê re tê bikaranin, dema ku "der" bikeve, şûna wê digire û dibe cînavk. "Ku 'ya ku hevokan digihîne hev û şertî çêdike gihanek e. "Kû 'ya ku ciyan nîşan dide û cînavk e bi kumik e.
Mînak:
Ez hatim ku te bibinim=-s (gihonek) Ew li kû ma?-- (cînavk)
E. Cînavka Vegerok
Cînavka ku karê tê kirin vedigerîne ser kirdeyê cînavka ve gerok "xwe" ye. Ji xeynî peywira xwe ya bingehîn hinek peywirên wê yên din jî hene.
1) Karê ku tê kirin vedigerîne ser kirdeyê.
Mînak:
Em xwe rexne dikin. Ez xwe dibînim.
Wî xwe şûşt.
Jînda xwe paqij dike.
2) Di şûna cînavkên kesin de tê bikaranîn.
Mînak:
Te xwe nas nekir. Tuji xwe bipirse.
Te got xwe qurre neke. Ez dibêjim li xwe binêre.
Dostları ilə paylaş: |