Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə128/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   124   125   126   127   128   129   130   131   ...   173

10) Ji bo: Ev daçek wateya armancê dide hevokê.

MÎnak:

Ez ji bo te hatim.



Jibo wan kar dike.

Em ji bo welêt tê dikoşin.

Ji bo ku têkeve zanîngehê dixebite. Min ji bo wê diyariyek kirrî.

Ji bo Xwedê tu dengê xwe nekî!

11) Ji ber: Ev daçek wateya sedemê dide hevokê. 112

Mînak:


Jiber te em dereng man. Jiber vê yekê em hatin.

Ji ber wan ev tişt pêk nehat.

Ji ber feqîriyê min nexwend. Tu ji ber çi çûyî'?

Ji ber wê bûyerê ev hat qedexekirin.

Nîş e: Ev herdu daçek dema ku bi "ku 'ya gihanek re bên bikaranin peywira hokerê digirin ser xwe.

Mînak:


Ji bo ku here Semsûrê, her tiştî dike. Ji bo ku bi ser bikeve, pirr dixebite. Ji ber ku nehat, bavê min qehirî.

Ji ber ku dengê xwe kir, hat qewirandin.

12) Ji ... de: Cî û aliyê ku tevger û bûyer jê dest pê dike û tê nişan dide. Çûn û hatin bi dawî bûye. Bêtir bi peyvên cî û aliyan re tê bikaranin.

Mînak:


Jijor de hat.

Ew ji wir de hat.

Wî ji vir de lêxist.

Min ji vir de dest pê kir.

13) Ji.. .... re: Wateya berpêbûn û armancê dide.

Mînak:


Ji min re kulîlkê bistîne.

Ji Mizgin'ê re bibêje.

Kêfa min pirr ji vî filmî re hat. Ji bavê xwe re kar dike.

Nîşe: Ev daçek bi cînavka "çi "yê re tê bikaranin û pirsê çêdike.

Mînak:

Ji çi re tu dengê xwe nakî? ~ Çire/çira tu dengê xwe nakî?



Herwiha ev daçek wek gihanekê jî bi awayekî din tê bikaranîn.

Mînak:


Min negot; ji lewre pirr hêrs bûbû.

14) Ji. .. ve: Cî û aliyê ku tevger û bûyer jê dest pê dike, didome û ber pê diçe nîşan dide. Bi peyvên cî û aliyan re jî tê bikaranîn û hin wateyên din jî dide hevokê.

Mînak:

Ji min ve xuya nake.



Ji wir ve tê. 113

Ji do ve dinya xweş e. Ji pêr ve nexweş e.

Ji berê ve wisa ye.

Ji sala 1920'î û vir ve rewş eve.

Wekîdin hinek wateyên din jî dide hevokê.

Mînak:


Ew ji ser min ve ye.

Ji te pê ve kes nabêje. Ji ber min ve jî bixwe.

Ji binî ve çû.

Ji ber min ve çû.

Nîş e: Di peyva "derve 'yê de "Ji" ketiye û hêmana daçekê wek qertafeke çêker bi peyvê ve maye.

B. Daçekên Peyvî

1) Heta: Ciyê ku bûyer û tevger lê bi dawî dibe, digihîje asta herî dawî diyar dike. Rewşa şertî jî çêdike.

Mînak:


Heta ber malê were.

Heta neyê serê wî, fam nake. Heta tu neçî ez jî naçim.

Heta ew neyê ez naçim.

Heta do tiştekî wisa tune bû. Heta ji te bê li ber xwe bide.

Heta serê sibê xew neket çavên min. Heta hetayê dê rewş wisa nebe.

2) Bi tenê: Ev daçek jî ji nava vebijêrkan tenê yekê diyar dike û wateya peyva "hew'îê dide.

Mînak:

Bi tenê ji te hez dikim. Ew bi tenê li xwe difikire.



Bila bi tenê ew were.

Bi tenê bila ew bê ber serê min.

3) Biqasî: Ev daçekji aliyê çendiniyê wateya şibandinê çêdike.

Mînak:


Min biqasî te xwar.

Ez jî biqasî te naxwînim. Ew biqasî vêya tune ye.

Mêrikê biqasî dêwekî ji çiyê daket. Biqasî min jê hez nake.

Biqasî çiyayekî mezin bû.

4) Wek: Ev daçek ji aliyê çawaniyê ve wateya şibandinê çêdike. Peyvên wek "mîna, fena, nola 'yê jî heman wateyê didin.

Mînak:


Wek bavê xwe egîd bû.

Wek te dixwar. 114

Wek te jî nabe birê min! Wek ku dêya te digot bike.

Tu jî wek şêran be.

Wek ku çav bi gurî ketibe direviya.

Hişyarî: Ev daçek dema ku peyva piştî wê bê diyarkirin, awayê kirina tiştekî dide. Dema ku peyva piştî wê neyê diyarkirin, wateya lêkera "bûn "ê dide.

Mînak:

Hevalê min wek mamoste çû gundê Amedê. (Bû mamoste û çû.)



Hevalê min wek mamosteyan çû gundê Amedê. (Wek awayê çûna mamosteyan çû.)

Ev hêman wek qertaf tê bikaranîn. (Dibe qertaf û tê bikaranîn.]

Ev hêman wek qertafan tê bikaranîn. (Ne qertaf e, lê bi awayê wan lê bik aranin.)

Niş e: Ev daçek dema ku bi "ku 'ya gihanek re tê bikaranîn dibe "wek kul weku ". "Heçko" jî vê wateyê dide.

Mînak:

Wek ku nan nexwaribe tev digere. Heçko baran dibare.



Ev daçek bi "her nê re jî tê bikaranîn.

Mînak:


Herwekî me got, qebûl bike.

5) Digel: Ev daçek jî wateya pêrebûnê, bihevrebûnê dide. Wateya dijberiyê jî çêdike.

Mînak:

Ez jî digel te têm.



Tu jî digel wî, nanî bixwe. Digel her tiştî em amade ne.

Digel dêya xwe çû bajêr. Em digel wan hatin.

Digel ku me jê re negot, dîsa hat.

Nîşe: Ev daçek bi awayê "ligel'tê jî tê bikaranîn.

6) Hew: Ev daçek jî ji nava vebijêrkan tenê yekê derdixe pêş û diyar dike.

Mînak:


Hew ji te hez dikim. Hew tu pirsa min bike.

Hew wî nan nexwar.

Hew ji me re dengê xwe dike.

115


Hew ez têm.

Hew tu bi ser ketî.

7) Qey: Ev daçek bêtir hevokên pirsiyarî çêdike û ji bo rewşên diyar tê bikaranin.

Mînak:


Qey tu nanî naxwî? Qey ji me hez nake?

Qey tu jî birîndar î? Qey bi me re nayê?

Nîşe: Ev peyv dema ku pirsê çêneke, wateya rewşa "berbiçav" nîşan bide peywira hokerê digire ser A ee.

Mînak:


Wisa ye qey. Qey nehatiye.

8) Ma: Ev daçek hevokên pirsiyarî çêdike.

Mînak:

Ma tu deng nakî? Ma em çi bikin?



Ma ew jî naxwin? Ma tu kîyî?

2. HIN TAYBETIYÊN DAÇEKAN

A. Daçek carinan dibin qertaf û ji wan peyvên nû tên çêkirin:

Mînak:


Bixwe, bêguman, bal, jixwe, kîjan ...

B. Di çêkirina lêkerên hevdudanî de jî cî digirin:

Mînak:

Bikaranin, jêbûn, jêkirin, lêkirin, lêxistin, lidarxistin, pêxistin, têkçûn ...



C. Bi lêkerên biwêjî re tên bikaranin.

Mînak:


Bidarvekirin, bigirîvekirin, biserîbûn, liberxwedan, libergerîn, liberxweketin, pêdeçûn ...

D. Daçekên "bi, di, ji, li" û "bi de, bi re, bi ve, di de,

di re, ji de, ji re, ji ve"yê dema ku bi cînavkan re tên bika-

ranîn dibe ku bên kurtkirin.

116

Mînak:


Bi wî bawer bibe. ~ Pê bawer bibe. Ji Nesrîn'ê bistîne. ~ Jê bistîne.

Li wî binêre. ~ Lê binêre.

Bi birê xwe re çel. ~ Pê re çû.

Ji wî ve xuya nake. ~ Jê ve xuya nake. Di qulikê de çû. ~ Tê de çû.

Wê derzî di wê re kir. ~ Wê derzî tê re kir. Ew bi hev çûn. ~ Ew pev çûn.

Mamoste di êk çû. ~ Mamoste lêk çû.

Ew tişt bi êk hat. ~ Ew tişt pêk hat.

NÎş e: Carinan di hinek hevokan de "li "ya daçek kurt dibe û peywira veqetandekê digire ser xwe û dibe "Î".

Mînak:

Telefon li min kir. ~ Telefonî min kir.



Ez rast li wî hatim. ~ Ez rastî wî hatim.

E. Daçek peyvên piştî xwe diyar dikin.

Mînak:

Li malê, ji sûkê, ji min, bi yekî, wek wan ...



117

GIHANEK


1. GIHANEK

Gihanek di navbera peyv û hevokan de tên bikaranîn û hêmanên wan bi hev ve girêdidin û di nava komepeyv û lêkemavan de cî digirin, Gihanek bi tena serê xwe nayên bikaranîn. Hinek ji wan qertaf in, hinek ji wan jî peyv in. Carinan hinek peyvên din jî dikevin peywira gihane kan. Gihanek dema ku ji hevokê bên derxistin hevok xera nabin. Gihanek, vegotinê hêsantir dikin.

Mînak:

Berfm û Gulê pirtûkê dixwînin.



Min nan xwar; lê ez têr nebûm. Yan were yanjî dengê xwe meke. Ez ha tim ku te bibînim.

Ku ez bêm ez ê sibê bêm.

Ha Şîlan ha Bêrîvan, ferqa wan tune ye. Ez jî dixwazim bixwînim.

Keçika ku tê qîza min e.

Dema ku ji dibistanê dihat ez li malê bûm.

2. GIHANEKÊN SEREKE:

A. Gihanekên Qertafi: Ev cure gihanek qertaf in, carinan bi dûbarekirinê peywira xwe bi cî tînin. Gihanekên qertafi û peywirên wan ev in:

1) Yan: Ev ginahek bêtir ji bo vebijêrkan tê bikaranîn, pirsê çêdike, bi gihane ka "jî'tyê re jî tê bikaranîn:

Mînak:

Tu diçî yan hevalê te diçe? Gulçîn hat an Erdal?



119

Tenê bixwîne, yanjî bi hev re bixwînin. Jêre bibêjin an qet dengê xwe mekin. Bila biçe yan bila neçe?

Bixwîne yan jî bikene.

2) Yan ... yan: Ev gihanek tê dûbarekirin, bêtir ji bo di nava du vebijêrkan de tercîh bê kirin tê bikaranîn. Dema ku tê dubarekirin pirsê çênake.

Mînak:

Yan here yan dengê xwe meke.



Mazlûm'î digot: "Yan mirin, yan azadî. " Yan ew yan ez.

Xezal yan erebeyê biajo yanjî here malê. Yan têkeve ezmûnê yan jî here.

Resûl yan vêya bikire yanjî dengê xwe meke êdî!

Nîşe: Di bikaranîna vê gihane kê de 'JI" tîpa alîkar e û dikeve nava du dengdêran. Di destpêka hevokê de jî ji ber ku vegotinê hêsantir dike tê

bikaranin. Lê ev gihanek bêtir wek "an an" an jî 'yan yan" tê

bikaranin. Di zimanê devkî de gellek caran un 'ya wê jê dikeve.

3) Yan na: Ev gihanek bêtir bûyer li tevgera neyinî bi encama şertek]' ve girêdide:

Mînak:


Wisa neke, yan na em ê li hevdu nekin.

Şertên me bipejrînin, an na dê şerr çêbibe. Gotina xwe bike, yan na tu êdî ne hevalê min î.

Li waneyên xwe bişixule, yan na tu bi ser nakevî.

Ji mala me derkevin, an na ez ê gazî nobedaran bikim. Pirr xwê mexwe, yan na ez ê bixeyîdim.

4) Bi ser de: Ev gihanek ji daçekan pêk hatiye, asta bilindbûn û zêdebûna kirin û tevgerê nişan dide û hevokan bi hev ve girêdide.

Mînak:


N an neda me bi ser de heqaret jî li me kir. Digirî; bi ser de li me jî guhdarî nake.

Mafê me nadin, bi ser de evên ku hene jî bin pê dikin. Naşixule bi ser de mirovên din jî aciz dike.

5) Çi.. .çi: Ev gihanek peyvan digire nava xwe, di hinek bikaranînan de ferqa navbera du tiştan radike. Pirsê jî çêdike.

120


Mînak:

Çi jin çi mêr, şêr şêr e.

Çi dixwin çi naxwin ew şerrvan. Tu çi dizanî çi nizanî bibêje.

Wê çi dît çi nedît?

Çi dibe çi nabe, em wê bibin.

Çi birçî çi têr, hemûyan bînin vir.

6) De : Ev gihanek jî bêtir li serê hevokan tê bikaranîn û wan bi hev re têkildar dike.

Mînak:


De bixwe em ZÎl herin.

De me jê re gotibû îşev dawet heye. Reviya de ka em ê çi bibêjin?

De were vî kerî di vê avê re derbas bike. Negot, de em çi bikin?

De tu jî dengê xwe meke jê re.

7) Ha: Ev gihanek di nava du lêkeran de tê bikaranîn II wateya neyînî dide hevokê.

Mînak:


Bibêje ha bibêje fam nake. Binivîse ha binivîse dê neqede.

Bipêje ha bipêje dawî lê nayê. Bixwe ha bixwe, tu têr nabî. Dagire ha dagire tijî nabe. Bikole ha bikole naqede.

8) Ha ... ha: Ev gihanek şibandina nava vebijêrkan dide diyarkirin lt hevokan bi hev ve girêdide.

Mînak:


Ha ew ba tu ferq nake.

Ha bibêje ha bibêje, fam nake. Ha çû ha neçû.

Ha Bedihe ha Bedran. Ha kurê min ha kurê te.

Ha mirin ha ev jiyana têkçûyî.

9) Jî: Ev gihanek bevokan ji aliyê tevger, bûyer û hebûnê ve dişibîne hev lt têkildar dike.

121


Mînak:

Ezjî têm.

Li dibistana me jî pirtûk hene. Elî jî karên baş dike.

Ew jî dengê xwe nake.

Tu jî dixwazî bibî mamoste.

10) Ku: Peywirên vê gihane kê ev in:

a) Hevokên alîkar bi yên bingehîn ve girêdide. Carinan wek "da ku 'yê jî tê bikaranîn û bêtir li dû lêkeran tê. Di vî awayî de bêtir wateya armancê dihewîne.

Mînak:


Ez hatim ku te bibînim.

Min nedizanî ku tu li vê derê yî.

Ez diza rum ku em ê bi hev re biçin.

Derdê xwe nabêjin ku em tiştekî bibêjin. Min ji wan nexwest da ku em şermî nebin. Ez hatim da ku te bibim.

Gel civiyabû da ku nûnerê xwe hilbijarta. Kursiyek danîbûn wê derê da ku rûne.

b) Berî axaftinan tê bikaranîn, axaftinên nerasterê bi hevoka bingehîn ve girêdide.

Mînak:

Dêya min digot ku: "Ji hevalên xwe hez bikin. " Dibêjin ku aştîji me pirr dûr e.



Herin jê re bibêjin ku emjê natirsin.

Cegerxwin'! digot ku: "Cegerxwîno de bes bigrî!" Perwîn dibêje ku "Ez nayêm. "

c) Li serê hevokê tê bikaranîn û rewşa şertî çêdike.

Mînak:


Ku ez bêm, ez ê çareser bikim.

Ku tu pirsa me bibersivinî, dê baştir bibe. Ku pirsa min kir, bibêjin ne li vir e.

Ku tu hatî, wê jî bi xwe re bîne.

Ku dengê xwe kir, tu eleqa wî nekî.

d) Di nava lêkernavan de tê bikaranîn û hêmanan bi hev ve girêdide. 122

Mînak:


Dema ku ji dêya xwe bû, negiriya. Nanê ku şewitiye, ne yê me ye. Bersiva ku te da, ne di cî de bû. Mêrikê ku rabû, nêçîrvan bû.

Sala ku mala me hilweşiyabû, ez hin tune bûm. Heta ku nenivîse ez naçim.

Ji bo ku tu bi ser bikevî divê tu bixebitî. Ji ber ku dereng hat, neket hundir.

11) Lê: Ev gihanek hevokan ji aliyê neyinî û erênî ve girêdide. Hevoka yekem erênî be, ya duyem neyînî ye; hevoka yekem neyînî be, ya duyem erênî ye. Ev gihanek rewşa şertî jî çêdike. Berî wê bi pirranî bêhnok anjî xalebêhnok tê bikaranin.

Mînak:

Ez neketim ezmûnê; lê ez jê derbas bûm.



Min li hundir nêrî; lê ne li wê derê bû.

Em dereng çûn, lê mamoste dest pê nekiribû. Behram'î xwend, lê ew bi ser neket.

Ez têm, lê bila ew jî were.

12) Ne ... ne: Ev gihanek jî vebijêrkan bi awayekî neyinî bi hev ve girêdide:

Mînak:

Ne ez diçim ne ew diçe.



Ne ji xwarinê hez dike ne jî ji vexwarinê. Ew ne dizane binivîse ne dizane bixwîne. Ne dike ne jî dixwe.

Kurê me ne bû bijîşk ne jî bû mamoste.

13) û: Ev gihanek peyvên hevpeywir û hevokan bi hev ve girêdide:

Mînak:


Sîpan, Fesîh û tu hûn herin.

Ez hatim û dîsa vegeriyam.

Ez pirtûk û kovarê dixwinirn. Kurikê hêja û delal nehatiye. Te ji min re negot û tu çûyî he?

123


B. Gihanekên Pe yvî: Ev gihanek ji peyvan pêk hatine. Hinek ji wan bi tena serê xwe nayên bikaranîn. Gihanckên peyvi yên sereke û peywirên wan ev 111:

1) Ango: Ev gihanek di gotin II vegotinê de hevoka bingehîn bi hevokeke din dide ravekirin li xurtkirin. Hevoka pirsiyarî jî çêdike.

Mînak:

Min got were rûne, ango meçe. Ango ez dibêjim ew tişt ne rast e.



Min pirs bersivandin, ango min peywira xwe bi cî anî. We nanê xwe xwar, ango êdî zikê we têr e.

Ango tu dixwazî bibêjî çi?

Nîşe: Li şûna vê gihanekê gellek caran "yanî" jî tê bikaranin.

2) Bila: Ev peyv dema ku di peywira girêdanê de be dibe gihanek. Di raweya xwestekê de jî tê bikaranîn.

Mînak:

Bila rê be, bila dûr be; bila bûr be, bila kûr be. Bila bê, bila nanê xwe bixwe.



Jê re bibêje bila nanê xwe bixwe, bila bêdeng be. Bila rastiyê bibêje, bila biqîrre.

Bila Sorgul bê bila em aciz bibin.

Bila dengê xwe nekin ji me re.

3) Bes: Ev gihanek jî bêtir rewşa şertî çêdike fl di li hinek ciyan wateya "bi tenê '~vê dide.

Mînak:

Em jê tiştekî naxwazin, bes bila dengê xwe neke. Ew ê bi ser bikeve bes bila bixwîne.



Tûrikê me dê tijî bibe bes ku em bixebitin.

Ew te ber didin bes tu dengê xwe meke.

Ev gihanek wateya gihaneka "lê 'yê jî dide.

Mînak:


Min gotibû, bes ez careke din jî dixwazim dubare bikim. We ya xwe got bes ev tişt ne wek we ye.

Dadgehê tu em kirî bes tu yê lêçûna dadgehê bidî.

124

4) Çimkî: Ev gihanek sedema hevoka pêşin diyar dike:



Mînak:

Em neketin dersê; çimlû em dereng mabûn.

Ez ê îcar bi gotina te nekim; çimkî tu li ser gotina xwe nasekinî. Ew hat; çimkî ew ji te hez dike.

Hêlin naçe; çimkî ew vê zewacê napejirîne. Nanê xwe xwar; çimkî pirr birçî bûbû.

5) Eger: Ev gihanek rewşa şertî çêdike û bêtir li serê hevokan tê bikaranîn.

Mînak:


Eger tu herî ez ê jî herim.

Eger ew bişixule, ez ê diyariyekê bidimê. Eger wisa be, dev jê berde.

Eger ezmûn çêbibe, em ê bi ser nekevin. Eger tu hez nekî, tu yê neyêyi hezkirin.

6) Hey: Ev gihanek bêtir li serê hevokê tê bikaranîn û encama bûyerê diyar dike. Beriya wê tiştek hatiye gotin tl bi awayekî hevokê bi wê ve girêdide.

Mînak:

Hey deng jê hat, şikiya neşikiya nizanim. Hey em ê li hev bên, lê dê çawa be? Hey ew ê here; vegera wê bi teşqcle ye. Hey em êdî pê re naçin dibistanê.



Ew çi jî bike, hey min ev qebûl nekir. Hey em diçin wê jî bi xwe re bibin.

Hey ew êdî neçû dibistanê, ez vêya dizanim.

7) Herçiqas/Herçend: Ev gihanek jî di hevokên neyînî de tê bikaranin bûyerên ku hatme kirin diyar dike.

Mînak:


Herçiqas me got jî guhdariya me nekir. Herçiqas em şiyar bûn jî me nedît. Herçiqas xebitî be jî ev ezmûn zor e. Herçend EIi xwar jî, têr nebû.

Herçend me got jî kesî guh neda me.

125

8) Herçî: Ev gihanek piştî bûyeran helwesta ku bê nişandan diyar dike. Berî vê gihanekê qala tiştekî hatiye kirin û wek encamekê hevoka duyem bi wê ve têkildar dike.



Mînak:

Herçî tu bî, tu yê dîsa nekî.

Herçî heta ez sax bim ez vêya ji bîr nakim. Herçî tu qet nabî.

Herçî ew bila qet bi aliyê me de neyên. Herçî ez êdî nayêm.

Herçî tu ji wî xurttir 1.

Herçî hûn dê xêra vê qenciyê bibînin.

9) He ke: Ev gihanek li serê hevokê cî digire û wek "ku 'ya gihanek rewşa şertî çêdike.

Mînak:


Heke ez bêm, tu yê aciz bibî. Heke te got, bike.

Heke tu bixwî, em ê jî bixwin. Heke zarok bên, em ê aciz bibin.

10) Heke na: Ev gihanekjî rewşa şertî bi awayekî neyînî çêdike.

Mînak:


Deynê me bide, heke na dê ceza ji me re bê. Bixwe, heke na tu baş nabî.

Karê xwe bikin, heke na em ê birçî hirnînin. Bim.ire nelîzin; heka na dê hûn poşman bibin. Destê xwe bişo, heke na tu yê nexweş bikevî.

11) Hem ... hem: Ev gihanek du rewşên têkildar ên ku bi hev re tên kirin girêdide.

Mînak:


Hem dixwin, hem dipeyivin.

Hem şen dikin, hem hunerê çêdikin. Hem dixwazim, hem naxwazim. Hem dibêje, hem dinivîse.

Hem dengê xwe dike, hemjî naşixule.

12) Geh ..... geh: Ev gihanek du kar û tevgerên ku bi hev re û li gorî dorê tên kirin nişan dide.

126

Mînak:


Geh nan dixwar, geh diaxivî.

Geh şerr dikir, geh bêhna xwe dida. Geh li pirtûkê dinêri, geh li mamosteyê. Geh dengê xwe dikir, geh bêdeng dima.

13) Ji lewre: Ev gihanek ji daçekan pêk hatiye û sedema bûyerê diyar dike.

Mînak:


Em nehatin; ji lewre berf dibarî.

Ji me re negotin; ji lewre sîxur hebûn.

Me ew nebirin; ji lewre erebe ne bi me re bû. Me derdê xwe got; ji lewre em pirr aciz bûbûn. Şoreş nehatibû; ji lewre karê wî hebû.

14) Lewma: Ev gil1anek jî sedema bûyerê diyar dike.

Mînak:

Ew neçû; lewma rnin ji te re got.



Ez şixulîm; lewma ez bi ser ketim. Cemal nehat, lewma ew dereng ketin. Deng pirr bû; lewma aşît ket.

Balafir nehat; lewma rêwî vegeriyan mala xwe.

15) Lê belê: Ev gihanek hevokan ji aliyê neyînî û erênî ve girêdide. Rewşa şertî jî çêdike.

Mînak:


Ez neçûm, lê belê min yek şand. Rê dirêj bû, lê belê em zû çûn.

Nanê xwe bixwe; lê belê ecele meke. Ez nayêm; lê belê dê kurê min bê. Here; lê belê zû were.

16) Madem/mafir: Ev gihanek bûyera diyarkirî destnişan dike û wê bi bûyereke din ve têkildar dike. Jibo hevokên pirsiyarî jî tê bikaranîn.

Mînak:


Madem te xwar, te paqij jî bikira.

Madem ji te hez nedikir, çima bi te re zewicî? Madem ew çû, bila wî ez jî bibirima.

Mafir dengê xwe nekir, tu çima qehiriyî?

127


Mafir mesele eve; te çima wê çaxê jê re negot?

17) Naxwe: Hinek peywirên vê gihanekê ev in:

a) Ev gihanek wateya şertî bi awayekî neyînî çêdike. Wateya gihaneka "heke na 'yê dide.

Mînak:


Here, naxwe dê te jî bibin.

Bixwe; naxwe tu yê mezin nebî. Xirrexirr meke; naxwe dê me bibînin.

Li dersa xwe bixebite; naxwe tu yê bi ser nekevî. Keçê! Jê hez bike; naxwe ew ê bimire.

b) Wateya tiştê hatiye qalkirin û bi encam bûye bi awayekî erênî û neyînî diyar dike li bi encameke din ve girêdide.

Mînak:

Ji me re got herin, naxwe ev kar çêdibe.



Min ezmûna xwe derbas kir, naxwe dikarim êdî bigerim. Wisa kiribe, naxwe ev kar çênabe.

Naxwe em jî wisa nekin.

c) Wateya ravekirina karekî û peywira gihane ka "ango '~vê dide. Bêtir bi rêya pirsê vê peywirê hildigire ser xwe.

Mînak:


Naxwe tu naxwî?

Naxwe agir bi malê ketiye?

Naxwe bavê te jî bi me re tê? Naxwe ev kar çênabe?

NÎş e: Hin hoker û daçek jî carinan bi peywira gihane kê radibin û hevokan digihînin hev.

Mînak:

Belkî here belkî neçe.



Belkî li me bê rehmê, belkî bibêje ez qebûl nakim. Em carinan diçin dibistanê, carinan diçin sûkê. Çima te wisa kir, çima ew xeyidî.

Çima ZÎl rabû, çima wiha kir?

Çawa li te bixe, çawa em jê re tiştekî nebêjin. o ige 1 ku me got, guhdariya me nekir.

Digel wê lêdanê, dîsa bi gotina wan kir.

128

BANEŞAN


1. BANEŞAN

Peyvên ku kelecan, tirs, kêfxweşî, qehr, heyirîn, bangkirin û ecibandinê diyar dikin baneşan in. Hinek peyv bi tena serê xwe baneşan in; hinek peyv jî bi alikariya qertafan û li gorî asta dengî dibin bane şan.

Hinek baneşanên sereke ev in:

Ax!, Ay!, Oy!, Ox!, Deh!, Eyl, Ha ho!, Hee!, Hey!, Hew!, Ha ho!, Ox!, Ox xweş!, Oy!, Tew!, Wa!, Wax!, Weh!, We hew!, Wey!, Wey wey!,

, Y' Y ,

IŞ., a., aw ....

Mînak:

Wî! Me çente ji bîr kir. Ha ho! Ev çi bû?



Ax! Ev çi derd in.

Tew! HÛl me naecibîne.

Ox xweş! Dilê min rehet bû. Wax! Agir bi mala wî ket. Ey gelê Amedê!

Wa! Diyarî jî bi we re bû? Wey! Ev ji kû derket?

De wê de here lê!

Çênabe hee!

Wey wey! Ev kî ye?

Nîş e: Piştî baneşanê peyv bi tîpa mezin dest pê dike. Di hinek baneşanan de dengdêr dirêj dibin.

129

W

2. LI GORÎ WATEYÊ BANEŞAN



Li gorî rewşê baneşanên cur bi cur hene, hinek bane şan kêfxweşiyê, hinek xemginiyê, hinek tirsê, hinek heyirin û ecibandinê hinek jî denglêkirinê diyar dikin.

A. Baneşanên Kêfxweşiyê

Ev baneşan di dema kamranî û kêfxweşiyê de tên bikaranîn, di zimanê me de ev baneşan li gorî yên din kêm in. Hinekji wan ev in:

Mînak:


C A l B "AI H l 0 l 0 l

rermi, JJI., eyt., X., x xweş ....

Heyt! Min çavê te xwaro. Aferîn! Tu wek şêran î. Ox! Dilê min rehet bû. Bijî! Tu pirr jîr î.

Ox xweş! Dilê min rehet bû.

B. Baneşanên Xemginiyê

Ev baneşan di rewşa xemginî û liberketinê de tên bikaranîn. Di zimanê me de ev baneşan li gorî yên din pirr in. Hinek ji wan ev in:

Mînak:

Ax!, Ay!, Gidî!, Hawar!, Hey lê!, Hey lol, Heyf!, Off!, Oy!, Ûy!, Wax!, Wax waxl, Wey lê!, Wey lo!, Wey!



Wax wax! Çi hatiye serê wan. Ax! Ev çi derd in?

Wey lo! Agir bi kezeba te bikeve. am Ez pirr aciz bûm.

Heyf! Çima ev karxezal tên kuştin? Oy! Mala min şewitî.

Gidî! Ev çi bû hat serê.

Wey agir bi mala min bikeve!

C. Baneşanên Heyirîn û Ecibandinê

Ev bane şan di rewşa heyirîn û ecibandinê de tên bikaranîn. Di zimanê me de ev baneşan ji yên din zêdetir in. Hinek ji wan ev in:

130


A

Mînak:


Aha!, Errik!, Eyy!, Ha hol, Ha!, Haa haal, He!, Hek!, Helaa!, Him!, Haa hool, Îsikl, Îw! Lê lê!, Na lê!, Na lo!, Na yawl, Peh!, Pehe!, Pek!, Tew!, Tew lo!, Teww teww!, Ûûû!, Waa!, Way!, We hew!, Weh!, Weh!, Wel wel well, Wey wey!, Wey!, Wey la!, Wey lo!, Wî wî!, wn, Wiş!, Yaw!, Ye heq!

Mînak:


Waa! Tu rast dibêjî?

Na lê! Ev ne wek te ye. Peh! Çi camêr e.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   124   125   126   127   128   129   130   131   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin