Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə131/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   127   128   129   130   131   132   133   134   ...   173

Ez ê bibim şivan.

166

Peywirên Din



A. Ev lêker dema borî ya çîrokî û dema boriya dûr a pêknehatî de tê bikaranin.

Mînak:


Ew do hatibû. Perîxan çûbû malê.

Min stendibûya, wan ê xwaribûya. Te gotibûya, Ezîz dê hatibûya.

B. Dema ku hêman û qertafên "çê-, hil-, ra-, ve-, wer- ... "ê bigire lêkerên nû jê tên çêkirin. Lêkera "hebûn Hê jî bi alîkariya lêkera "bûn Hê çêdibe.

Mînak:


Ere beya me çêbû.

Gul li baxçeyî vebûne. Di kendalê jor de werbû,

Dû ji kulekê hilbû.

Ez êdî ji xewê rabûm. Ez hebûm.

C. Di raweya dema niha de bi lêkerên din re tê bikaranîn û wateya ihtimalê dide.

Mînak:


Dibe ku ez biçim. Îro dibe ku dêya min bibêje.

Dibe ku mirov li xwe vegerin. Berdan dibe ku bi ser nekeve.

D. Dema ku bi navdêrekê re tê bikaranîn lêkerên hevdu danî çêdike.

Mînak:


Xweşikbûna te li ber çavan e. Ev rezîlbûna me besî me ye. Em ne li benda dînbûna wê bûn. Delalbûna te dibe bela ji te re.

167


Hebûn

"He" navdêrek e û wateya "erê-erêkirin "ê dide. IS Ji vê peyvê, "heyîn" bi dest dikeve. Ji vê navdêrê bi alikariya lêkera "bûn "ê "hebûn" hatiye çêkirin. "Hebûn" ji xeynî wateya xwe ya "heyîn "ê, bi mirovî û hebûna wî re jî têkildar eû bûneweriyê dihewîne. Herdu wateyên "bûn "ê li wê jî tên barkirin. Di awayê yekem de "heyîn "ê destnişan dike di awayê duyem de "bûn "ê destnîşan dike. Hêmana "he "yê divê cuda bihata nivîsîn lê ji ber ku kurt e ji berê de bi lêkerê ve hatiye nivîsîn.

Mînak:

Dema Borî ya Têdeyî-1 Ew hebû.



Ew hebûn.

Di çenteyî de sêv hebûn.

Dema Borî ya Têdeyî-2 Ew hebû.

Ew hebûn.

Mirov hebûn.

Dema Niha-1 Ew heye.

Ew hene.

Di çenteyî de sêv hene.

Dema Niha-2 Ew hedibe. Ew hedibin, Mirov hedibin.

Di dema bê de herdu rawe dişibin hev; lê bêtir di awayê yekem de, qertafa dema bê "bi-" dikeve.

Dema Bê-1 Ew ê hebibe. Ew ê hebibin.

Di çenteyî de dê sêv hebibin.

Dema Bê-2

Ew ê hebibe.

Ew ê he bibin. Mirov dê hebibin.

Awayê Neyînî

Di awayê neyînî de qertafa neyînî "ne-" ji awayê yekem cuda tê nivîsîn. Di awayê duyem de, ev qertaf bi lêkerê ve tê nivîsîn.

Mînak:


Ew ne hebû. Ew ne heye.

Ew hene bû. Ew henabe.

18 Li hinek deveran ji bo peyva "erê "yê, "e" tê bikaranîn. Tîpa "h"yêji serê gellek peyvên Kurdî ketiye. Di Kirmanckî de jî "est" wateya peyva "he "yê dide. Dema ku mirov tiştekî "erê" dike pê re jî "heyîn" derdikeve hole. Dema ku mirov "na" dike "neyîn " derdikeve holê.

168


Tunebûn

Dijbera peyva "he"yê ya ku wateya wê "erê" ye, "ne ,,19 ye. "ne" wateya "neyînî" dide ku lêkera "neyîniê ji wê bi dest dikeve. Bi alikariya lêkera "bûn/'ê "nebûn" hatiye çêkirin ku ew jî dij bera "hebûntê ye. "Nebûn ,,20 ji ber ku neyîniya lêkera "bûn/'ê ye jî hêmana neyînî "tu" hatiye pêşiya wê û ji "nebûn/'ê ji bo dij bera "hebûn "ê, "tunebûn" hatiye çêkirin. Ji bo vê lêkerê jî du wateyên "bûn "ê derbas dibin. Ev hêman ji ber ku ne kurt e bi pirranî ji "bûnîê cuda tê nivîsîn.

Dema Borî ya Têdeyî-l Ew tune bû.

Ew tune bûn.

Di çenteyî de sêv tune bûn.

Dema Borî ya Têdeyî-2 Ew tune bû.

Ew tune bûn.

Mirov tune bûn.

Dema Niha-l Ew tune ye. Ew tune ne.

Di çenteyî de sêv tune ne.

Dema Niha-2 Ew tune dibe." Ew tune dibin. Mirov tune dibin.

Di dema bê de herdu awa dişibin hev; lê bêtir di awayê yekem de, qertafa dema bê "bi-" dikeve.

Dema Bê-1 Ew ê tune bibe.

Ew ê tune bibin.

Di çenteyî de dê sêv tune ffibin.

DemaBê-2


Ew ê tune bibe.

Ew ê tune bibin. Mirov dê tune bibin.

Nîşe: Ji bo dijbera "h ebûn/'ê "nînbûn " jî tê bikaranîn. Di awayê duyem de ciyê "tune 'yê digire; lê awayê duyem pirr nayê bikaranin.

Dema Borî ya Têdeyî-l Ew nîn bû.

Ew nîn bûn.

Di çenteyî de sêv nîn bûn.

Dema Bori ya Têdeyî-2 Ew nîn bû.

Ew nîn bûn.

Mirov nîn bûn.

19 "ne" du wateyan dihewîne, 1. Dijbera "he "yê ye, 2. Qertafa "neyînî" ye.

20 "nebûn" û "hebûn" dijberî hev in, lê di heman demê de "nebûn" neyîniya "bûn Hê ye. Herwiha wek dijbera "hebûn Hê "nîn bûn " jî heye û ew jî tê bikaranîn.

21 Bûyera "tunebûn Hê didome.

169

Dema Niha-l Ew nîn e.



Ew nîn in

Di çenteyî de sêv nin in.

8. "KIRIN"

Dema Niha-2 Ew nîn dibe. Ew nîn dibin. Mirov nîn dibin.

Ev lêker jî pirr zêde tê bikaranin fl xwedî gellek peywiran e. Hem wek lêkera bingehîn û hem jî wek lêkera alîkar tê bikaranîn. Pêywirên vê lêkerê ev in:

A. Wek lêkera bingehîn bi tena serê xwe tê bikaranîn.

Mînak:

Te got, min ji wisa kir. Wan ev kir.



Çi kir, te kir.

Karê xwe kiriye, lewma serbilind e.

B. Wek lêkera alîkar bi navdêran re tê bikaranîn û lêkerên hevdudanî çêdike.

Mînak:


Te derd li min peyda kirin. Lezgîn ji me pirs dike.

Se br dike dilê rrun. Bernameya me dewam dike.

Nîşe: Hinek lêkerên ku bi alîkariya lêkera "kirin "ê hatine çêkirin, bi tena serê xwe jî tên bikaranîn.

Mînak:


Disebire dilê min. Bernameya me didome.

Lezgîn ji me dipirse. Min jê pirSÎ.

C. Bi lêkerên bingehin re di teşeyê dema niha de tê bikaranin û wateya xwestin, nêt fl nêzîkbûna kirin an bûyîna karekî dide.

Mînak:


Ez dikim herim Mêrdînê. Bavê min dike binivîse. Tu dikî neçî malê.

Ez dikim nên bixwim. Zana dike ji dibistanê bê. Hûn dikin çi bikin?

D. Dema ku qertafên "da-, çê-, hil-, ra-, ve- '~vê bigire lêkerên nû jê tên çêkirin.

170


Mînak:

Wî cemedank çêkir.

Min kevirî dakir avê.

Xwe dîsa hi1kir. Deriyê malê vekir.

9. LI GORÎ SAZKIRINÊ LÊKER

Lêkerên Kurmancî li gorî dema borî ya têdeyî hatine çêkirin. Dema ku em bala xwe didin awayên wan ên dema borî, hinek qertafên dernçêker II lêkerçêker derdikevin holê. Dema ku ew qertaf ji lêkeran tên avêtin rayekên lêkeran li holê diminin, Lêkerên pêkhatî pêşgir û paşgiran digirin. Lêkerên xwerû jî pirr hindik in. Di Kurmancî de ji bo lêkerên pêkhatî pêş girên "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê tên bikaranîn. Lêkerên "kirin, xwestin, bûn ... "ê gellek caran alikariya navdêran dikin û lêkerên hevdudanî çêdikin. Wekidin lêkerên têraniyê "karîn, zanîn, wêrîn û xwestin" jî lêkerên hevdudanî çêdikin. Daçek û cînavk jî di çêkirina lêkerên hevdudanî de ciyekî girîng digirin. Herwiha ji bo rewşa tebatî û dançêker lêkerên "hat û dan "ê tên bikaranîn û lêkerên hevdudanî derdikevin holê. Lêker li gorî sazkirinê dibin sê beş:

A. Lêkerên Xwerû: Ev lêker ji hêmanekê pêk tên û qertafan nastînin. Ango xwerû ne, bêqertaf hatine pê û hindik in.

Mînak:


Xwar (in), bû(n), bir (in), mir (in), hat (in), ket (in), çû (n) kir (in) ...

Nîş e: Hinek lêker dema ku di dema niha de tên bikaranîn di rayeka wan de tîpek an jî du tîp dimînin.

Mînak:

Min xwar.



Ez çûm.

Ez di-xw-im. Ez di-ç-im,

B. Lêkerên Pêkhatî: Ev lêker paşgir û pêşgiran digirin. Bêtir ji rayekên navdêran tên bidestxistin.

1) Bi Paşgiran: Dema ku qertafên "<î. -and, -L''yê bên ser rayekên navdêran lêkerên pêkhatî çêdibin. Ev qertaf di heman demê de qertafên dema borî ya têdeyî ne jî. Ji ber ku navên lêkeran jî çêdikin, peywira wan ya çêkeriyê jî heye.

Mînak:

-Î: Ke n-î-(n) , rev-î-(n), pirs-î-(n), firr-î-In), kirr-î-(n), kux-î-(n), meş-î-



(n) ...

171


-and: Rev-and-(in), ken-and-(in), firr-and-Iin), bir-and-(in), hel-and(in) ...

-t: Pelax-t-(in), kesax-t-(in), bihar-t-(in), qeşar-t-(in), guher-t-(in), qelaş-t

-(in) ...

2) Bi Pêşgiran: Dema ku qertafên "b a-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê tên pêşiya lêkerên xwerû û pêkhatî, lêkerên nû çêdikin.

Ba-: Ev qertaf wateya fitilinê dide lêkeran.

Mînak:


Ba-ketin, ba-xistin, ba-dan ...

Da-: Ev qertaf wateya bizaveke ber bi jêr ve dide lêkeran.

Mînak:

Da-ketin, da-kirin, da-dan, da-bestin, da-girtin, da-xistin, da-weşandin, da-qurtandin, da-hatin, da-gerandin ...



Hil-: Ev qertaf wateya bizaveke jijêr ber bi jor ve dide lêkeran.

Mînak:


Hil-dan, hil-kirin, hil-bûn, hil-girtin, hil-anîn, hil-bijartin, hil-çinîn, hilpekin, hil-kişîn ...

Ra-: Ev qertaf wateya bizaveke bêhêl dide lêkeran.

Mînak:

Ra-ketin, ra-kirin, ra-zan, ra-bûn, ra-xistm, ra-girtin, ra-gihandin, rahiştin, ra-dan, ra-çandin, ra-guhastin ...



Rû-: Ev qertaf di du lêkeran de tê bikaranîn. Di yekê de wateya "pêkhatin "ê dide, di yekê de jî wateya "nişt "ê ango peyva ku wateya "cî û war JJf dideû wê dixe dirûvê tevgerekê.

Mînak:


Rû-dan, rû-niştin

Ve-: Ev qertaf wateya rûdaneke berfireh dide lêkeran.

172

Mînak:


Ve-ketin, ve-xwarin, ve-gotin, ve-bûn, ve-girtm, ve-rrunn, ve-kirin, ve-

dan, ve-reşîn, ve-guherîn, ve-çirrandin, ve-jîn, ve-qetandin ...

Wer-: Ev qertaf wateya bizaveke ber bi hêlekê ve CI lezgîntir dide lêkeran.

Mînak:


Wer-girtin wer-bûn, wer-dan, wer-kirin, wer-gerandin ...

Nîşe: Lêkerên pêkhatî yên bi paşgir, hinek jê pêşgiran jî distînin.

Mînak:

Veçirrandin, racivandin, hilkişîn, ragihandin ...



Nîş e: Peyvên wek "baz" "ber ", "çê ", "der ". "girê" û "he "yê jî tên pêşiya lêkeran CI hinek lêkerên nû çêdikin, lê ev hêman ji qertafan bêtir wek peyv tên bikaranîn. Lê dema ku bi lêkeran re tên bikaranîn wek qertaf bi wan ve tên nivîsîn.

Mînak:


Baz-dan, ber-dan, der-xistin, der-anîn, çê-kirin, çê-bûn, girê-dan, he-

bûn ...


C. Lêkerên Hevdudanî: Ev cure lêker ji du an jî zêdetêr hêmanan pêk tên. Hêmana yekem ji navdêrekê pêk tê, hêmana duyem jî ji lêkerekê pêk tê. Lêkerên alîkar ên ku bi hêmanên navdêr re tên bikaranîn jî ev in: bûn, kirin, ketin, xistin, dan, hatin, anîn.

Peyvên ku bi lêkerên alîkar re tên bikaranîn ji navdêr, rengdêr, cînavk, daçek û hokeran pêk tên.

Mînak:

Avdan, bikaranîn, hezkirin, rûdan, dînbûn, sorkirin, acizbûn, lêkirin,



jêkirin, pêketin, pevçûn, paşketin ...

Gellek lêker bi alîkariya daçek û cînavkan pêk hatine. Di gellek lêkeran de cinavkên lihevxistî hatine bikaranîn. Ev lêker gellek caran peyvê digirin nava xwe jî.

Mînak:

Te cil lê kir.



Wan li Ehmed'î xist.

We guliyên darê jê kirin. Min deng li wî kir.

173

Wê cilên xwe li xwe kirin.



1) Lêkerên Alîkar

Min li televîzyonê temaşe dikir.

Navdêr bi tena serê xwe nikarin bibin lêker, ji bo vê yekê ji wan re lêkerên alîkar divên. Hinek lêkerên ku dibin lêkerên alîkar ev in: anîn, kirin, ketin, bûn, dan, hatin.

Mînak:


Sorkirin, reşkirin, xw a rkirin , nermbûn, xweşbûn, dînbûn, xeberdan, hêvîdan, dengdan, nexweşketin, dirêjkirin ...

Lêkerên alîkar ên bingehîn û peywirên wan ev in:

a) Kirin: Ev lêker bi navdêran re tê bikaranîn û lêkerên hevdudanî yên gerguhêz çêdike.

Mînak:


Dîsa xwe dîn kir.

Dêya min bacan sor kirin. Xezal' ê jê pirs kir.

Wê ji me re xweş dikir. Wê ez gêj kirim.

Te jî wê rojê xwe kerr kiribû.

Carinan hêmanên din jî dikevin nava lêker û hêmana navdêr.

Mînak:


Te qala erdhêja bîst sal berê kir.

Dêya min pirsa pîra te ya ku çûye Hecê kir.

Di dirûvê dema niha de, wateya nêzikbûn û xwesteka kirina karekî dide lêkera bingehîn.

Mînak:


Şerrvan dike nên bixwe. Ew dike çi bike?

Te dikir bigota.

Ez dikim pirtûkê bixwînim. Min kir ku ez bibêjim.

Min dikir ez biçûma.

b) Dan: Ev lêker, bi lêkerên din re tê bikaranin II dançêkeriyê çêdike. Lêkerên gerguhêz radeya gerguhêziya xwe bi vê lêkerê zêde dikin.

Mînak:


Min xwarin da çêkirin. Rojgar xwe dide hezkirin. Min ew dabû xwendin.

Wî zarok dane xwendin. Em ê wan bidin şûştin. Zarokan em dan westandin.

174

Bi navdêran re tê bikaranîn û lêkerên hevdudanî jî çêdike.



Mînak:

Min dar avdan.

Te bê navber bazda.

Wê destê xwe girêda. Navê wî li cîhanê deng da.

c) Hatin: Ev lêker dema ku bi lêkera bingehin re tê bikaranin lêkerên tebatî çêdike. Dema ku bi navdêran re tê bikaranîn lêkerên hevdudanî çêdike.

Mînak:


Zarok tê şûştin. Mal hat avakirin. Ew dihat gotin.

Ew ê bê revandin. Lawik hatiye revandin. Firaq tên şûştin.

Bi navdêran re tê bikaranin û lêkerên hevdudanî çêdike.

Mînak:


Ew bi kêr hat.

Li hespê xwe siwar hat.

Karê wî li hev hat. Ez rastî wî hatim.

d) Ketin: Ev lêker bi navdêran re tê bikaranîn il lêkerên hevdudanî yên negerguhêz çêdike.

Mînak:

Ew jî nexweş ket. Xaniyê me ji hev ketiye.



2) Lêkerên Têraniyê

Dijmin bi hev ketiye. Ez ji ha 1 ketim.

Ev lêker bi lêkerên bingehîn re tên bikaranîn li wateya têrîkirina teorîk (zanin), psikolojik (wêrin), pratîk (karîn) û dilî (xwestin) didin lêkera bingehîn.

a) Zanîn: Ev lêker wateya têrîkirina hêza zanînê dide lêkera bingehîn. Herdu lêker jî qertafên kesin digirin.

Mînak:

Ez dizanim bixwim. Te yê bizaniya bigota. Wan zanî bigota.



Divê ez bizanim bixwim.

Zarok dizan.in biçin.

Min dizanî bixwim/bixwara. Em ê bizanin biçin.

Xwezî bizaniya bigota.

175

Awayê Neyînî



Lêkera têraniyê "zanîn" ji bo rewşên neyînî ji xeynî dema niha, qertafa neyînî "ne- 'yê distîne. Di dema niha de ev qertaf dibe "ni- H.

Mînak:


Min nezanî bixwara. Ew ê nezanin çi bikin. Ez nizanim biçim.

Wî nedizanî çi bikira. Ez nezanim biçinirn. Zarok nizanin bixwin.

Ev lêker bi tena serê xwe wek lêkera bingehîn jî tê bikaranîn. Mînak:

Min zani Ez dizanim. Min dizanî.

Min zaniye. Ez ê bizanim. Min bizaniya.

b) Karin: Ev lêker, wateya têrikirina hêza kirinê dide lêkera bingehîn. Herdu lêker jî qertafên kesin digirin.

Mînak:

Ez dikarim bixwim.



Min dikarî bigota/bibêjim. Min dikarî bixwara/bixwim, Divê min bikariya bigota.

Ez ê bikarim bibêjim. Min ê bikariya bigota. Wan dikarî çêbikira. Te dikarî bixwenda.

Nîşe: Di şûna vê lêkerê de lêkera "şiyan "ê jî tê bikaranîn.

Mînak:


Ez dişêm bixwim. Min şiya ez biçim.

Awayê Neyînî

Lêkera têraniyê "karîn" ji bo rewşên neyînî ji xeynî dema niha, qertafa neyînî "ne- 'yê distîne. Di dema niha de ev qertaf dibe "ni- ".

Mînak:


Min nekarî bixwara. Ew ê nekarin şerr bikin. Ez nikarim biçim.

Wî nedikarî ew biavêta. Ez nikarim biç inirn.

Zarok nikarin bixwin.

176


Ev lêker bi tena serê xwe jî wek lêkera bingehîn tê bikaranin.

Mînak:


Min karî.

Ez dikarim. Min ê bikariya.

Min kariye. Ez ê bikarim. Min dikarî.

e) Wêrin: Ev lêker wateya têrikirina hêza wêrekiyê dide lêkera bingehîn. Herdu lêker jî li gorî cinavkên kesîn qertafan digirin.

Mînak:

Ez diwêrim bixwim.



Min diwêrî bixwara/bixwim. Em ê biwêrin biçin.

Xwezî biwêrim bibêjim.

Awayê Neyînî

Ew diwêre biçe.

Te yê biwêriya bigota.

Ku min biwêriya bigota dê neçûya. Divê biwêriya biçûya.

Ji bo rewşa neyinî qertafa neyînî "ne-" tê bikaranin. Di dema niha de ev qertaf divê bibe "na- If.

Mînak:


Min nediwêrî bixwara. Ew ê newêrin şerr bikin. Ez nawêrim biçim.

Wî nediwêrî ew biavêta. Ez nawêrim biçinim, Zarok nawêrin bixwin.

Ev lêker bi tena serê xwe jî wek lêkera bingehîn tê bikaranin.

Mînak:


Min wêrî.

Ez diwêrim, Min ê biwêriya.

Min wêriye. Ez ê biwêrim, Min diwêrî.

d) Xwestin: Ev lêker wateya têrîkirina xwestina dilî dide lêkera bingehîn. Herdu lêker jî li gorî cînavkên kesîn qertafan digirin.

Mînak:

Ez dixwazim bixwim.



Min dixwest bixwara/bixwim, Em ê bixwazin biçin.

Bila bixwazin bibêjin.

Ew dixwaze biçe.

Te yê bixwesta bigota.

Ku min bixwesta bigota dê neçûya. Divê bixwesta biçûya.

177


Awayê Ne yinî

Ji bo rewşa neyînî qertafa neyînî "ne-" tê bikaranîn. Di dema niha de ev qertaf dibe "na- H.

Mînak:

Min nedixwest bixwara. Ew ê nexwazin şerr b:ikin. Ez naxwazim biçim.



Wî nedixwest biavêta. Ez naxwazim biçinim. Zarok naxwazin bixwin.

Ev lêker bi tena serê xwe jî wek lêkera bingehîn tê bikaranîn.

Mînak:

Min xwest.



Ez dixwazim. Min ê bixwesta.

Min xwestiye. Ez ê bixwazim. Min dixwest.

3) Lêkerên Biwêjî

Ev lêker jî ji hêmanên navdêr û ji lêkereke a1îkar pêk tên. Ji hêla wateyê ve ji lêkerên din ên hevdudanî ve diqetin. Ev lêker biwêjî ne û wateyên mecazî dihewînin. Hêmanên van lêkeran ji du an zêdetir peyvan pêk tên. Gellek caran hêmanên din ên hevokê jî dikevin nava van lêkeran.

Mînak:

S erîra kirin, devjêberdan, serîtewandin, guhdan, bêhtengbûn ...



Me jî serî rakir.

Me serî netewand. Wan xwe lê sor kiriye.

Te dev jê berda? Guh bide min!

Bêhna xwe fireh bike.

IO.LÊKERÊN BIRIST Û BÊRIST

Lêkerên Kurmancî, li gorî dema borî ya têdeyî hatine çêkirin û pirraniya raye kên lêkeran navdêr in. Di Kurmancî de du rayekên lêkeran hene: Rayeka dema borî û rayeka dema niha û bê. Hinek lêker dema ku di dema niha û bê de tên bikaranîn rayekên wan naguherin û wek xwe dimînin, ev cure lêker bi rist in, hinek lêker jî dema ku di dema niha û bê de tên bikaranîn, rayekên wan diguherin, ev lêker bê rist in.

178

A. Lêkerên Birist



Lêker dema ku ji dema borî derbasî dema niha û bê bibe, ku rayeka lêkerê li gorî deman neguhere, lêker birist e.

Lêker Rl::k. Dm. Borî

firrin firr-î

kenîn ken-î

meşîn meş-î

Lêker Rl::k. Dm. Borî

hêran bêr-a

hêlan hêl-a

çêran çêr-a

Lêker Rl::k. Dm. Borî

revandin rev-and

pijandin pij-and

gerandin ger-and

Lêker Rl:k. Dm. Borî

girtin gir-t

nêrtin nêr-t

B. Lêkerên Bêrist

Ryk. Dm. Niha û Bê di-firr-e

di-ken-e

di-meş-e

Ryk. Dm. Niha û Bê di-hêr-e

di-hêl-e

di-Qfu:-e

Ryk. Dm. Niha û Bê di-rev-in-e"

di-pjj-în-e

di-ger-în-e

Ryk. Dm. Niha û Bê di-gjj-e

di-nêr-e

Rayeka lêkerê ya dema borî, dema ku li gorî dema niha û bê biguhere, lêker bê rist e. Di dengêdêran de bêtir tîpa "a 'yê dibe "ê-i "; di dengdaran de jî bêtir pevguherinên tîpên "s-z " û "ş-j " û "f-v'yê çêdibin. Li gorî vê yekê lêkerên bêrist dibin çar beş. Mînakên li jêr li gorî kesê sêyem ê yekjimar in,

1) Guherîna Dengdêran (alê):

Lêker alastin

angaştin axaftin"

Rl:k. Dm. borî alas-t

angaş-t


axaf-t

Rl::k. Dm. Niha û Bê di-alês-e

di-angêj-e

di-axêv-e

22 Qertafa gerguhêz iyê "

23 "Axavftin" gerguhêz, "Avixîn" negerguhêz e. Di "axaftin "ê de divê bireser û pirsa wê hebe. "Min axafi. ", Te çi axaft? Herwiha wek navê lêkerê ji "axaftin" tê bikaranin. "Mêrik di axafiina xive de qala erdhêjê kir." "Min axaftinek kir." Lê awayê negerguhêz

179

bijartin bijar-t di-bijêr-e



biraştin biraş-t di-birêj-e

bişaftin bişav-t di-bişêv-e

gihaştin gihaş-t di-gihêj-e

guhartin guhar-t di-guhêr-e

guhastin guhas-t di-guhêz-e

guvaştin guvaş-t di-guvêş-e

hatin ha-t di-hê

hejmartin hejmar-t di-hejmêr-e/jimêr

hinartin hinar-t di-hinêr-e

hingaftin hingaf-t di-hingêv-e

kerafin keraf-î di-kerêf-e

kesaxtin kesax-t di-kesêx-e

maTaştin malaş-t dî-mafêş-e

mezaxtin mezaxt di-mezêx-e

nixaftin nixaf-t di-nixêv-e

pehtin peh-t di-pêj-e

panlpayîn pa di-pê

parastin paras-t di-parêz-e

pe laş tin pelaş-t di-pelêş-e

pelaxtin pelax-t di-pelêx-e

peraştin paraş-t di-perêş-e

pesartin pesar-t di-perês-e

qefaltin qefal-t di-qefêl-e

qelaptin qelap-t diqelêb-e

qelaştin qelaş-t di-qelêş-e

qeşartin qeşar-t di-qeşêr-e

qevastin qevas-t di-qevêz-e

qewartin qewar-t di-qewêr-e

quraftin quraf-t di-qurêf-e

qulaptin qulap-t di-qulêb-e"

rahiştin rahiş-t ra-di-hêj-e"

razan raz-a ra-di-zê

"axivîn" bêtir tê bikaranîn. "Ez axivim" negerguhêz e û kirde rasterast diaxive, bireser tune ye. Rayeka "axivin':ê di dema niha de naguhere. Ev têkilî dişibe têkiliya "peyivîn" û

~I ti J'"

2l,DO 'in ,el"k ê d " "., b' "b"

1 ve e ere e p JI uye .

25 Di vê lêker de "i" bûye "ê ".

180


rijandin rij-and di-rêj-în-im

spartin spar-t di-spêr-e

terrişandin terriş-and di-terrêş-e

xunaftin xunaf-t di-xunêv-e

veşartin veşar-t ve-di-şêr-e

viyan viy-a di-vê

zivarrtin zivarr-t di-zivêrr/zivirr-e

Nîşe: Lêkerên "guhanin/guharandin ". "rij tin/rijandin "û "ristin/rêstin nê dema ku di dema niha de tên bikaranîn, du awayên wan derdikevin holê.

Mînak:

Ez diguherînim." Ez dirijînim.



Ez dirisinim.

Ez diguhêrinim, Ez dirêjînim. Ez dirêsînim.

Lê dema ku em bala xwe didin peyvç êkirinê , em dibînin ku awayên wan ên bê rist hatine bikaranîn.

Mînak:


Xwîn-rêj, hewa-guhêr, teşî-rês ...

Di lêkera "şûştin "ê de "û" dibe "0 ",

Mînak:

Min şûşt.



Ez di-şo-m.

2) Guherîna Dengdaran (s/z, ş/j):

Lêker angaştin bihîstin gestin gihîştin kuştin koştin leyîstin mîs tin

Ryk. Dm. Borî angaş-t

bihîs-t

ges-t


gihîş-t

kuş-t


koş-t

leyis-t


mîs-t

Ryk. Dm. Niha û Bê di-angêj-e

di-bihîze

di-gez-e

di-gihîj-e

di-kuj-e

di-koj-e

di-leyiz-e

di-mîz-e

26 Dengdêra "a" di hinek lêkeran de dibe .. e ". standin/stendin, xwandin/xwendin, guhartin/guhertin. Piştî vê guherînê dengê "e"yê di dema niha de nebûye "ê".

181

nehiftin nehif-t di-nihêv-e



parastin paras-t di-parêz-e

perestin peres-t di-periz-e

rahiştin rahiş-t ra-di-hêj-e

rihoştin rihoş-t di-rihoj-e

Nîş e: Di hinek lêkeran de dengdêr û dengdar bi hev re diguherin.

Mînak:


Gihaştin ~ di-gihêj-e,

Parastin ~ di-parêz-e

3) Pêkhatina Dengdaran

Ji ber herikbariyê hinek tîpên lêkeran ên dengdar ketine. Ew dengdar di raweya dema niha û bê de derdikevin holê. Ev dengdar "i ", "ş" û "v "

ne.

Lêker Ryk. Dm. Borî Ryk. Dm. Niha û Bê



avêtin avê-t di-avêj-e

dotin do-t di-doş-e

firotin firo-t di-firoş-e

hêvotin hêvo-t di-hêvoj-e

ketin ket di-kev-e

mêtin mê-t di-mêj-e

rêtin rê-t di-rêj-e

rihotin riho-t di-rihoj-e

sotin so-t di-soj-im

verotin vero-t di-veroj-e

4) Ketina Dengdêr û Kîte yan:

Hinek lêker dema ku di dema niha û bê de tên bikaranin, dengdêr û dengdarên wan dikevin, hinek ji wan kîteyên wan dikevin.

Lêker birin bûn çûn dan kirin

Ryk. Dm. Bon bir

çû


da

kir


Ryk. Dm. Niha û Bê di-b-e

di-b-e


di-ç-e

di-d-e


di-k-e

182


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   127   128   129   130   131   132   133   134   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin