Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə124/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   120   121   122   123   124   125   126   127   ...   173

Mînak:

Ev tu çima wisa zeîf î; qey tu li ser tehtan diçêrî. (biwêj-rewş) Heta dilê te diêşe, bila rûyê te biêşe. (gotina pêşiyan-daraz)



2) Hinek biwêj ji peyvekê pêk tên; hinek jî ji gellek peyvan pêk tên.

Mînak:


Çi ye, te dîsa lêva xwe dirêj kiriye. Çima wisa serhişk î?

Dîsa ji hev re xweş dikin.

Kuro devbelaşiyan meke.

3) Li gorî herêman awayên hinek biwêjan diguherin, lê wateyên wan wekhev in.

Mînak:

Te çima wisa lêva xwe dirêj kiriye. Te çima wisa mimîzê xwe tirş kiriye. Ez hinekî ça vên xwe germ bikim.



Ez hinekî çavên xwe nerm bihn.

12.GOTINÊN PÊŞIYAN

Gotinên pêşiyan ji bîr û boçfmên hevpar, bawerî, helwest, tevger û ji ce1Tibînên gelî hatine çêkirin. Di gotinên pêşiyan de taybetiyên gelî veşartî ne. Ji ber ku xwediyên van gotinan ne diyar in ew bûne malê gelî. Gotinên pêşiyan qalib in û mirov wan tucaran njkare biguherîne.

Hinek Taybetiyên Gotinên Pêşiyan

1) Bi pirranî di wateya mecazî de ne; lê yên ku wateya bingehîn dihewînin jî hene.

42


Mînak:

Gurî qulla xwe di sergoyê we de çêkiribe ev ji bênamûsiya kûçikê we ye.

(wateya mecazî)

Nanê xwe bide nanpêjan bila nanekî te tune be. (wateya mecazî) Sebebê qedera mirovî mirove. (wateya bingehîn)

Xwedê du tiştan bi hev re nade mirovî. (wateya bingehîn)

2) Hinek ji wan ji aliyê wateyê ve nêzî hev in.

Mînak:

Her teyrek bi refê xwe re.



Qaz bi qazan re; baz bi bazan re.

Feqîr çûn ku xwe daleqîilln, dîtin ku dewlemend li ba dibin. Dema ku xêr dibare gûyê sêwiyan tê.

Ji xwe re kC1SîgirO, ji xelkê re masîgiro. Ji xwe re kor e, ji xelkê re dixtor e.

3) Hinek gotinên pêşiyan hene ku ji aliyê wateyê ve li d~berî hev in.

Mînak:

Bav çi seg be, dê law jî ew seg be.



Ji weliyan der tê xwelî, ji xweliyan der tê welî.

Mêrê çê bi ser xebara xwe de tê.

Qala kûçikî bike û çovê xwe bide ber xwe.

4) Gellek ji wan bi qafiye ne û xwedî aheng in.

Mînak:

Çû seferê, hat dîsa kerê berê Newalên esîl nabin mesîl. Taştê, li canê her kesî xweş tê.



Gotina xweş, ji qulikê derdixe marê reş.

13.GOTINÊN NAVDARAN

Ev cure gotin jî wek gotinên pêşiyan darazan di xwe de dihewîilln; lê xwediyên van gotinan diyar in.

43


Mînak:

"Heta tu dewr û dersan neki tekrar LÎ mesrûf Di dunyayê tu nabi ne meşhûr LÎ ne me 'rûf"

(Ehmedê Xani)

"Feyza me wek Nil e, em Dijle û Ferad in."

(Melayê Cizîri)

"Ziman mala hebûnê ye. "

(Martin Heideggel)

"Ji bo gelan LÎ kesan şertê bidestxistina azadiyê, axaftin LÎ fikirina bi zimanê xwe ye. 1/

(Georg W F. Hegel)

44


PEYVSAZÎ Û QERTAF

1. RAYEK

Parçeya herî biçûk a biwate rayeka peyvê ye. Piştî ku hemû qertaf ji peyvê tên avêtin, rayeka peyvê li holê dirrllne. Rayekên peyvan, watedar in û divê neyên parçekirin.

A. Rayekên Navdêran: Di rayekên navdêran de, liv, tevger û kar tune ne. Hemû navdêrên xwerû dikevin nava vî cureyî.

Mînak:

Av, baz, cot, dar, ez, jor, ker ...



B. Rayekên Lêkeran: Di rayekên lêkeran de, liv, tevger û kar hene. Hemû rayekên lêkerên xwerû dikevin nava vî cureyî.

Mînak:


Bir, çû, da, hat, ket, mir ...

Rayekên ku ji wan lêker tên çêkirin di dema niha û bê de derdikevin holê, ev rayek wek rayekên navdêran tên qebûlkirin. Gellek caran ji van raye kan peyvên nû tên çêkirin.

Mînak: ajo, bêj, firoş, kuj, şa ...

Hinek ji wan herçiqas rayekên navdêr bin jî wateya liv û tevgerê di wan de heye û li gorî wateyê nêzî lêkeran in.

Mînak:

Bez, ken, meş, rev ...



45

2. QERTAF

Qertaf hêmanên biçûk û bêwate ne ku ji wan peyv tên çêkirin û di-yarkirin. Qertaf peywirên nû li peyvan bar dikin. Di Kurmancî de pêşgir û paşgir hene, qertaf tên pêşî û paşiya peyvan. Li gorî taybetiyên xwe qertaf dibin du beş:

A. Qertaîen Peywirî: Ev qertaf wateya peyvan naguherînin, hinek peywiran dihewînin û li peyvan bar dikin. Ji aliyê dem, zayend, mêjer, pirr jimarî, kesan û hwd. ve peyvan diyar dikin. Qertafên peywirî ev in:

1) Qertaîen Raweyê: Qertafên raweyê wateya peyvê naguherînin, ji aliyê dem, xwestek û daxwazê ve peywirê li lêkeran bar dikin. Ev qertafên raweyê, ji bo lêkeran tên bikaranin.

Mînak:


Ew ji min hez dike. Em ê biçûn.ş:.

Ezjî biçim.

Tu yê pirtûkê bixwînî. Arm çûy~.

Nan bixwe.

Nîş e: Qertafên "-i, -iya "yê di demên borî de tên bikaranin. Ev qertaf ji xeynî çêkirina navên lêkeran, wateya dema borî jî di xwe de dihewînin. "and û "t" jî di demên borî de rayekên navdêran dikin lêkerên gerguhêz û li gorî demên borî tên bikaranin.

Mînak:


Ew meşî. Ew reviya. Min guhert.

Ew fIrrm. Mirov meşiyan. Te revand.

2) Qertaîen Cînavkên Kesîn: Ev qertaf, parçeyên cmavkên kesm ên xweru ne, wateya peyvê naguherînin, bi pêveberan re tên bikaranin.

Ez ~ -(i)m/me, Tu ~ -(y)f, Ew ~ -(y)e Em, hûn, ew ~ -(i)n/ne

Mînak:

Ez li te dinêrim. Tu wê cbbînî. Ew nanî dixwe. Em îro diçin.



Ez çûm. Tu çûyî. Ew bûye. Em çûne.

46


Qertafên cînavkên kesîn dema ku bi navdêran re tên bikaranîn, di dema niha de dikevin şlma lêkera "bûn "ê û ji pêveberê cuda tên nivîsîn.

Mînak:


Ez xwendekar im. Tu karker î.

Ew pirtûkfIroş e. Em mirov in.

Ez mamoste me. Tu rêwî yî.

Ew sêwî ye.

Em hêvî ne.

3) Qertafên Diyariyê: Ev qertaf zayend û mêjera peyvan diyar dikin, wateya peyvê naguherînin.

-î ~ (nêr-yekjimar) -ê ~ (mê-yekjimor)

-an ~ (p irrj imar)

Mînak:

Helûue yek! dibîne. Destê yek!



Esma'~ helbest xwend. Hevalan cil şûştin.

Min ji Kînem'~ pirsî. Keda jin~

Ez ji dibistan~ têm. Gulên zozanan

NÎş e: Qertafa "-an "ê carinan wek qertafeke çêker jî tê bikaranîn.

Mînak.

Ez ji Xerzan im. Xalanên me, xweZÛfanên wî ...



4) Qertatên Nenasiyê: Ev qertaf wateya kes û tiştan nediyar dikin, "-ek" ji bo yekjimariyê "-in" jî ji bo pirrjimariyê ye.

-ek -~ (nenas-yekjimar)

-in ~ (nenas-pirrjimar)

Mînak:


Hevalek hat. Hevalin hatin Ew, xwestekek bû. Dareke dirêj pêwîst e. Pirtûkeke xweş stend. Ew, darine dirêj in.

Nîşe: Tîpa dawiya peyvê dengdêr be tîpa alîkar 'y" dikeve navberê.

Mînak:

Rêwiyek hat. Rêwiyine baş



Gundiyek dihat. Gund iyine jîr

Nîşe: Kirde ji du hêmanan pêk bê, li gorî mêjerê herdu hêman jî wekhev bin, qertafa nenansiyê tê ser a dawî. Ku li gorî mêjerê cudatî hebe herdu qertaf jî tên bikaranîn.

47

Mînak:


Hesp Û mehînek hat. (herdu jf yekjimar) Hesp û mehînin hatin. (herdujfpirrjimar)

Hespek û mehînin hatin. (yek yekjimar, yek pirrjimar)

5) Veqetandek: Ev qertaf di rave kan de tên dawiya raveberê û zayend li mêje ra wê diyar dikin.

-ê - (nêr-yekjimar) -a - (mê-yekjimar) -ên - (pirrjimar)

Mînak:

Dar~ hewşê hişk bûye. Heva@ te hatiye.



Poz~ te qet naşewite. Nanên sêlê bîne.

Gu@ bihuştê para te ye. Şerr~ qirêj dê biqede. Heval~ te hatiye. Destên te bişikên!

Nîşe: Piştî qertafên ne nas iyê veqetandek diguherin.

Mînak:


Hevalelq min gotibû. Hevalin~ jîr bila werin. Ew darek~ dirêj e.

Hevaleke min hatibû. Ew destelq mezin e. Darin~ dirêj in ew.

Dema ku bi tena serê xwe bên bikaranîn, peywira cînavkan digirin ser xwe.

Mînak:


A dibistanê, ên xweşik, ê bilind ...

6) Qertafên Baneşanê: Ev qertaf tên dawiya navdêr û lêkeran û wan dixin rewşa baneşanê. Di heman demê de zayend û mêje ra peyvê jî diyar dikin.

-0 - (nêr-yekjimar) -ê - (mê-yekjimar)

-(i)no - (pirrjimar)

a) Piştî Navdêrê

Mînak:


Kuro! Zû were vir.

Keçê! tu çima naçî? Hevalino! Gotina min bikin.

48

b) Piştî Lêkerê



Mînak:

Hey mala te ava bûyo! Te serê min xwarê! Xwedê li wan xistino!

7) Qertafa Daçekî: Daçekên "ji" û "li "yê di hinek rewşên têrkeriyê de dibin "-î". Ev hêman êdî dibin qertaf û hevbendiyê bi peyva berî xwe re çêdikin.

Mînak:


Bêtir ji wî xebitî Dûr ji min be. Têr li min kir. Rast li wî hatim.

Bêtirî wî xebitî Dûrî min be. Têrî min kir. Rastî wî hatim.

8) Qertafa Hokeri: Ev qertaf bêtir bi hokerên mêje rî û bi lêkerên gerguhêz re tê bikaranîn.

Mînak:


Min gellekî xwar. Wî piçek! vexwar

Tu hinekî bîne.

Te bi çiqasl stend?

9) Cînavka Pêgir (Cînavka Qertafi): Ev qertaf tê dawiya lêkeran, şûna peyva piştî wan digire. Jibo vî awayî lêkerên berpêbûnî tên bikaranîn, peyva piştî lêkerê dibe têrker.

Mînak:

Te pênûs da Gulê. -+ Te pênûs dayê. Min rahişt pirtûkê. -+ Rahiştê.



Ez ketim şikeftê. -+ Ez ketimê. Cindî çû Mêrdînê. -+ Cindî çûyê.

10) Qertafa Raderi: Radera lêkeran "-(i)n" e. Ev qertaf tê ser lêkeran û navê wan çêdike. Dema ku lêker li gorî raweyan tên bikaranîn ev qertaf ji wan tên avêtin.

Mînak:

Hatin -+ Sarbûn -+ Gotin -+ ÇÛ!! -+



Hatina te em kêfxweş kirin. Sarbûn lêkereke hevdudanî ye. Ji gotinê fam nake.

Çûna wî neket serê min.

49

B. Qe rtafê n Çêker: Ev qertaf tên ser rayekû ge\vdeyên peyvan, wateyên wan diguherînin û ji wan peyvên nû çêdikin. Ev qertaf ji pêşgir û paşgiran pêk tên.



1) Pêşgirên Peyvçêker: Pêşgir tên pêşiya peyvan û ji wan peyvên nfl çêdikin. Hirlek ji wan daçek irl; lê wek qertaf tên bikaranîn, hinek ji wan jî peyv in; lê êdî ew jî wek qertaf tên bikaranîn. Pêşgir bi vî awayî tên dabeşkirin:

a) Daçekên "bi-, bê-, li- ''yê wek qertaf tên pêşiya hirlek navdêr û lêkeran. Ev o~rtaf wateya peyvê diguherînirl.

Mînak:

bê-dil, bê-kes, bê-wijdan, bi-kêr, bi-kirr, bi-xêr bi-xwîn, li-dar, li-kar, lirê ...



b) Qertafa neymî "ne-)) tê pêşiya navdêr û rayekên lêkeran û wateya neyînî dide wan.

Mînak:


ne-çar, na-giha, ne-heqî, ne-ban, ne-çê, ne-mir, ne-mêr, ne-sax, ne-tê, ne-wêrek, ne-zan, ne-xweş ...

c) Qertafên wek "da- hil-, ra-, ve-, wer- ... "ê tên pêşiya navdêr û rayekên lêkeran û ji wan gellek peyvên nû tên çêkirirl.

Mînak:

da-bîn, da-birr, da-çek, da-gir, da-hên, hil-ber, hil-birr, hil-boq, hil-ço, hil-kêş, ra-çav, ra-deng, ra-dest, ra-jêr, ra-kir, ra-ser, ve-bêj, ve-bîr, vedor, ve-jen, ve-pÛll, ve-şar, wer-bêj, wer-gêr. ..



Qertafên wek "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê dibirl pêşgir û gellek lêkerên nû ji wan tên çêkirirl.

Mînak:


ba-xistirl, ba-dan, da-kirin, da-ketin, da-çikandin, hil-bijartirl, hil-kirin, ra-xistirl, ra-kirin, ru-niştin, ru-kirin, ve-gotin, ve-xwarin, ve-rnif'm, werkirin, wer-gerandin ...

d) Hirlek peyv hene ku êdî nayên bikaranîn û bûne qertaf. Ev qertaf wek pêşgir tên bikaranîn û ji wan peyvên nû tên çêkirirl. Çend ji wan ev irl: bele, hel, kele, man, mak, man, tele, zirr ...

50

Mînak:


bele-der, bele-tewş, bele-zîz, hel-west, hel-best, kele-best, kele-reş, keleşêr, make-şar, man-ga, man-ker, tele-bext, tele-reş, zirr-bav, zirr-brra, zirr-hewr, zirr-till ...

Hişyarî: Divê peyvên "ber, bin, der, mê, nav, ser ... "ê wek qertaf neyên hesibandin. Ji ber ku ev peyv hîn jî tên bikaranîn û ji wan peyvên nll tên çêkirin.

2) Paşgirên Peyvçêker: Di Kunnancî de bi pirranî peyv ji paşgrran tên çêkirin. Paşgrr tên ser navdêr, lêker û rayekên lêkeran, ji wan peyvên nû tên çêkirin.

Mînak:


berçav-k, ber-geh, bijart-e, bilind-ahî, bilind-ek, brr-yar, civ-ak, civ-at, co-bar, çav-î çûy-î, dirêj-ahî, dît-bar, guh-ar, gul-an, hat-î, hilat-î, hev-a~ }Jor-im, keland-î, ket-l, kir-yar, mêr-ane, mûr-istan, nîv-çe, pal-ik, qeşartî, rast-ek, rewş-en, roj-gar, sar-inc, şand-e, teng-asî, tişt-anok, welat-î, xam-a, xwend-e, xwrr-e ...

Hişyarî: Divê rayekên lêkeran wek qertaf neyên qebûlkirin. Gellek peyv ji rayekên lêkeran ên navdêr bi dest dikevin. Ew rayek dema ku qertafan digirin ji wan peyvên nû tên çêkirin.

Mînak:

çav-dêr, deng-bêj, derew-çîn, dû-ajo, mazî-çin, pirtûk-fIroş, şev-ger, tîravêj ...



bêj-e, bîn-er, kuj-er, xwaz-gîn ...

Nîş e: Hinek peyv, hem pêşgir hem jî paşgiran digirin.

Mînak:

bê-zar-î, bê-cllT-î, ne-dît-î, ne-zan-l. ..



2. PEYVÊN HEVDU DANÎ

Ev peyv ji du an jî zêdetir hêmanan pêk tên. Hinek ji wan dikelijin û bi hev ve tên nivîsîn, hinek ji wan jî hevdudanî ne lê ji hev cuda tên nivîsîn. Di Kurmancî de peyvên hevdudanî û rêbazên çêkirina wan gellek m:

51

A. Gellek caran du navdêr tên bal hev û peyvên nû ji wan tên çêkirin. Peyvên ku ji cînavkan çêbûne jî ji ber ku bi eslê xwe navdêr in di nava vê komê de cî digirin.



Navdêr + Navdêr

Mînak:


av-bend, baz-bend, der-bend, alî-kar, du-sibê, sê-sibê, mêr-xas, giranbuha, gor-bihuşt, hesin-caw, hev-sal, hev-dem, xwe-ser, her-kes, pirtûkxane, pişt-mêr, ser-evraz, mam-hoste, pis-mam, dot-mam, kur-mam, pisxaltî ...

B. Navdêr û hêmana ku wesfê rengdêriyê dihewîne tên bal hev û peyvên nû ji wan tên çêkirin. Carinan rengdêr tê pêş.

Navdêr + Rengdêr

Mînak:


Bejin-zirav, guh-bel, poz-bilind, rû-reş, ru-geş, ciwan-ga ...

Nîşe: Carinan hêmana rengdêrîn a wesfê beriya lêkera raweyî an jî bi rayeka lêkerê re jî tê bikaranîn.

Mînak: bilind-bêj, xweş-go, xweş-bîn ...

C. Carinan navdêrek û lêkerek di teşeyê raweyê an jî ra derê de tên bal hev û ji wan peyvên nû tên çêkirin.

Navdêr + Lêker

Mînak:


Rast-go, ked-xwar, deng-dan, Xwe-da, xwe-za ...

Nîş e: Carinan daçek û baneşan jî dikevin navberê û qahbên dirêjtir jî der-dikevin holê.

Mînak:

Kul-Iê-ketê, Xwe-dê-lê-xist-o ...



D. Navdêr û raye kên lêkeran tên bal hev û ji wan peyvên nû tên çêkirin.

Navdêr + Rayekên lêkeran

52

Mînak:


Deng-bêj, dûr-bîn, dû-ajo, dar-best. ..

E. Carinan du navdêr bi alîkariya daçekekê tên bal hev û ji wan peyvên nû tên çêkirin:

Navdêr + Daçek + Navdêr

Mînak:


Ras-bi-rast, dev-bi-xwîn, dil-bi-kul, çav-ti-rê ...

F. Carinan du navdêr bi alîkariya dengdêreke alîkar tên bal hev.

Navdêr + Dengdêreke alîkar+ Navdêr

Mînak:


Hêk-e-rûn, gerrn-a-gerrn, kal-e-rnêr, kar-û-bar, kel-e-best, rast-e-rast,

reng-a-reng ...

G. Carinan du lêker bi alîkariya dengdêreke alîkar an gihane kê tên bal hev û peyvên nû û ji wan tên çêkirin.

Lêker + Dengdêreke alîkar + Lêker

Mînak:

Got-e-got, dan-û-stendin, hat-û-ço, çûn-û-hatin ...



Nîş e: Carinan lêker û rayekên wan jî tên bal hev. Got-û-bêj ...

H. Lêkerên hevdudanî jî di nava vê cureyê de ne, lêker dema ku tevî radera xwe tên bikaranîn, navê wan derdikeve holê. Di van lêkeran de gellek caran cînavk û daçek tên bikaranîn.

Navdêr + Lêker

Mînak:


Germ-kirin, pirs-kirin, sor-bûn, geş-bûn, jê-kirin, ti-hev-hatin, lê-çûn, lêdan, bi-kar-anîn, sûd-wergirtin ...

1. Bi rêya çêkirina cotepeyvan jî navdêrên hevdudanî tên çêkirin. Peyva yekem tê dubarekirin û tîpa serê wê dibe "m" an jî "p JI. Di vî awayî de dengdêrên alîkar jî tên bikaranîn.

53

Navdêr + Dengdêrên alîkar + m/p + Navdêr + Dengdêra alîkar



Mînak:

Sil-o-pil-o, xwar-o-mar-o, sist-o-pist-o ...

Wekîdin hinek cotepeyv jî bi rêbazên cuda tên çêkirin û hinek ji wan ji hev cuda tên nivîsin.

Mînak:


Bivênevê, dar û ber, gurme gurm, helkehelk, hema hema, kêm zêde, pirr pirr, tirs û xof, kurtepist, hûrmûr, ...

54


NAVDÊR

1. NAV-NAVDÊR

Peyvên ku heyber û têgehan diniminin û didin nasîn nav in. "Nav" xwedî wateyeke berfireh e; lewma jî di warê rêzimanê de "navdêr" tê bikaranîn. Rengdêr, cînavk, hoker, daçek, gihanek û baneşan jî bi eslê xwe navdêr in. Navdêr di xwe de liv û tevgerê nahewînin, bi vî awayî ji lêkeran tên veqetandin.

2. LI GORÎ TAYBETIYÊN HEYBERAN NAVDÊR

A. Sere nav: Tiştên ku li dinyayê tekane ne serenav in, hevşibên serenavan tune ne. Navên kesan, navên welat, nijad û dewletan, navên ol, ziman, mezheb, eşîret û terîqetan, navên cî û waran, navên sazî, komele, dibistan, rojname, kovar û navên ajalan ên taybet serenav in.

Mînak:


Dîlan, Êzd iya tî, Misilmantî, Hawar, Kurdistan, Musa Anter ...

B. Hevenav: Tiştên ku li dinyayê ji wan gellekî hene hevenav ID. Hevşibên van navdêran pirr in.

Mînak:

Ajal, bajar, dar, mêr, pisîk, zarok. ..



3. LI GORÎ HEBÛNA XWE NAVDÊR

A. Navdêrên Şênber: Navdêrên ku bi awayê bûjenî ciyekî dadigirin û bi lebatên sehekiyê tên ferqkirin navdêrên şênber in.

Mînak:

Bêhn, ceryan, çiya, deng, mase, nan, şekir, pirtûk ...



55

B. Navdêrên Razber: Navdêrên ku bi awayê bûjenî ciyekî dana girin û bi fikirîn û ramanê di hişê me de cî digirin navdêrên razber in.

Mînak:

Aramî, acizî, bîranîn, hezkirin, kêfxweşî, maf, xemgînî, xeyal. ..



4. LI GORÎ MÊJERÊ NAVDÊR

A. Yekjimariya Navdêran: Navdêrek dema ku bi tena serê xwe be yekjimar e. Yekjmariya navdêrê di nava hevokê de jî bi van awayan derdikeve holê:

1) Bi Qe rtafê n Diyariyê: Qertafên diyariyê zayend û mêjera peyvê diyar dikin. Qertafên diyariyê "_î" û "-ê" hem zayendê û hem jî yekjimariya navdêran diyar dikin.

Mînak:


Hevalî ez dîtim. Hevalê tu dîtî. Guliyên dar~ şikiyane.

Yekî kevir avêt.

Y e~ pirsa te kir. Karên Hesen'] pirr in.

2) Bi Veqetandekan: Veqetandek jî zayend û mêjera rave berê diyar dikin. Veqetandekên "-a" û "-ê 'yê hem zayendê û hem jî yekjimariya ra ve berê diyar dikin.

Mînak:

Hevalê te hîn jî nehatiye. Hevala te hatiye.



Destê wî hişk bû. Pirtûka xwe bixwîne.

Nîş e: Veqetandekên "a" û "ê 'yê dema ku bi tena serê xwe tên bikaranîn peywira cînavkan digirin ser xwe û ji aliyê rnêjerê ve yekjimar in.

Mînak:

a mirî, ê zindî, a dibistanê, ê malê ...



3) Bi Qertafa Ne nas iyê : Ji qertafên nenasiyê "-ek" wateya yekjimariyê dide.

Mînak:


Keçikek hat malê. Dareke mezin hat birrîn.

Min pênûsek stend. Ez sêvekê dixwim.

56

Nîş e: Ev qertaf ji peyva "yek 11 ê tê û wek peyv jî tê bikaranin. Lê bêtir bi awayê qertaf tê bikaranin.



4) Bi Qe rtafa Cînavka Kesîn: Qertafa kesê sêyem ê yekjimar "-e 11 ye, ev qertaf wateya yekjimariyê dide. Bi vî awayî pirrjimarî û yekjimariya cînavka "ew"ê diyar dibe.

Mînak:


Yekjimar Pirtûk xweş ~. Ew difirre.

Mal dê bişewite.

Pirrjimar Pirtûk xweş in. Ew difirrin,

Mal dê bişewitin.

5) Bi Cînavkan: Cinavkên diyarkirî "wê, wi" bi alîkariya qertafên diyariyê hatine çêkirin û wateya yekjimariyê didin. Cinavkên xwerû "ez, tu, min, te" jî yekjimar in.

Mînak:


Tu darê av bide. Wî ew bir.

Ez wî dibînim. Wê şîr dot.

6) BiRe ngdê rê n NÎş anî: Cînavkên diyarkirî yên yekjimar dema ku wek raveber peywira rengdêrê bigirin ser xwe,ji aliyê mêjerê ve yekjimar in.

Mînak:


Vê darê me birrin. Wê kulîlkê av bidin.

Tu wî kevirî biavêje. Vî kûçikî mekujin.

7) Bi Qe rtafê n Baneşanê: Qertafên baneşanê yên denglêkirinê "-0" û "-ê" zayend û yekjimariyê diyar dikin.

Mînak: --'

Keçê! Guh bide min. Kuro! Tu çima wisa dikî?

Hevalê! Li min binêre. Dosto! Min got meçe.

B. Pirrjimariya Navdêran: Navdêrek dema ku bi tena serê xwe be, bi pirranî yekjimar xuya dike. Navdêrek bi van awayan dikare bibe PIITJllTIar:

1) Bi Qertafa Diyariyê: Ji qertafên diyariyê "

57

Mînak:


Ez hevalan dibînim.

Tu pirsa pirtûkan dikî?

Zarokan helbest xwendin. Goştê masiyan xweş e.

2) Bi Veqetadenkê: Veqetandeka "<ên Hê, raveberê dike pirrjimar.

Mînak:

Dersên min pirr baş in. Guliyên darê şikestin.



Hêviyên min sipîsax in. Bêhna kulîlkên çiyê xweş e.

Nîşe: Veqetandeka "-ên Hê dema ku bi tena serê xwe tê bikaranîn peywira cîna vkê digire ser xwe û pirrjirnariyê çêdike.

Mînak:

Ên mirî, ên te, ên xweşik, ên malê ...



3) Bi Qertafa Nenasiyê: Ji qertafên nenasiyê "-in" wateya pirrjimariyê dide peyvê. Di nava ravekê de be veqetandeka "-e 'yê jî pê re tê bikaranîn.

Mînak:


Min sêvin xwarin. Hevalin bi me re tên.

Pirtûkine baş hatine. Zarokine delal in ew.

4) Bi Cînavkan: Cînavkên diyarkirî yên ku bi alîkariya qertafa diyariyê "-an)lê hatine çêkirin. "wan, van" jî wateya pirrjimariyê didin peyvê. Cînavkên xwerû, "em, hûn, me, we " jî pinjimar in.

Mînak:


Tu vana av bide. Wan ew bir.

Ez wan dibînim.

Em jî li hevdu dipirsin.

5) Bi Rengdêrên Nîşanî: Cinavkên diyarkirî yên pirrjimar dema ku wek raveber peywira rengdêrê bigirin ser xwe pirrjimariyê didin.

Mînak:

Van daran mebirrin, Wan kulîlkan av bidin.



Tu wan pirtûkan bistîne. Van kûçikan mekujin.

6) Bi Qertafa Cinavkê n Ke s in: Qertafa kesên pmjimar "-in" jî pirrjimariyê çêdike.

58

Mînak:


Porteqal pirr xweş in.

Ew difrrrin.

Min pirtûk xwendin. Hûn bi kû ve diçin?

7) Bi Qertafa Baneşanê: Qertafa baneşanê ya denglêkirinê "-(i)no" wateya pirrjimariyê dide peyvan.

Mînak:

Gundino! Guh bidin min. Hevalino! Em herin!



Çûçikinol Hûn çi xweş in. Birano! Hawar e.

8) Bi Hejmaran: Bi rêya hejmaran ji pirr jimarî çêdibe.

Mînak:

Pênc heval, çar kursî, heft karik ...



Nîşe: Bi peyvên mina "gellek, pirr, zehf, hemû, giş ... "ê, bi cotepeyvan û bi dubarekirina peyvan jî pirrjimariya navdêran çêdibe.

Mînak:


Gellek zarok, dar mar, kevir mevir ...

c. Kome nav: Ev cure navdêr bêyî ku qertafên pirrjimariyê bigirin, wateya pirrjimariyê dihewînin.

Mînak:

Artêş xwe amade dike. Gel li ser piyan e.



Kerî li ser avê ye. Daristan şewitiye.

NÎş e: Di Kurmancî de tiştên ku ji aliyê mêjerê ve nayên pîvandin bêtir bi

/'

awayê yekjimar tên diyarkirin.



Mînak:

Min porrê xwe kurr kir.

Baran dibare.

Berf pirr bariya ye.

Endamên laşê mirovî yên wek "çav" û "guh "î ji ber ku du parçe ne, bêtir bi awayê pirrjimar tên bikaranin; lê dema ku ji wan qesta yekê bê kirin yekjimar tên bikaranin.

Mînak:


Nexweşiya çavan belav dibe.

Deng nayê guhên min.

59

Tu li ser çavên min hatî. Ev guhê min diêşê.



Destên te bişikên!

Çavê min ê rastê baş nabîne.

5. ERGATÎVÎ

Ergatîvî, di demên borî de lêker gerguhêz be derdikeve holê. Pêveber li gorî bireserê teşe digire. Bireser qertafan diyariyê nastîne û yekjimarî û pirrjimariya wê ji qertafên pêve berê tê famkirin. Kurmancî ji ber ku bi tenê di demên borî de dikeve vê rewşê zimanekî nîv-ergatîv e.

Mînak:

Wê kovar xwend. Wê kovar xwendin.



Te ew bir. Te ew birin.

Te ez pelaxtirn. Wî em dîtin. Min tu dîtî.

Min ê ew bixwara. Min ew bixwarina. Te ez didîtim.

Taybetiyên Ergatîviyê

A. Di ergatîviyê de cînavkên xwerû "ez, tu, ew, em, hûn, ew" dibin bireser û pêveber li gorî wan qerta fan distîne.

Mînak:


Wê ez gêj kirim.

Wî yê ew vexwara.

Min tu dîtî. Min hûn dîtin.

B. Di ergativiyê de cînavkên diyarkirî "111111, le ,wê/wÎ, me, we, wan" dibin kirde.

Mînak:

Min ew difirrand. Şevîn' ê tu birî ma lê.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   120   121   122   123   124   125   126   127   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin