Te ez kêfxweş kirim. Me dar birrîn.
Hişyarî: Di rewşa ergatîv de, dema ku lêker di nava hevokê de cî bigire peyva piştî wê dibe têrker, cînavk bên bikaranîn, herdu jî ji koma diyarkirî ne. Ji ber lêkera berpêbûnî peyva piştî lêkerê dibe têrker.
Mînak:
Min gote wî.
Wê rahişt pirtûkê.
Te gote wê.
We nan da Bermal'ê.
60
Daçek di rewşa ergatîv de jî peyva piştî xwe diyar dikin. Piştî daçekê cînavkên diyarkirî tên bika ra rûn.
Mînak:
Min ji pirtûkê hez kir.
Hevalan bi çetelî xwar.
Xidir'î ji wê pirsî. Me ji wan re got.
c. Di rewşa ergatîv de bireser dikare qertafên nenasiyê bigire. Dema ku bireser qerta fa nenasiyê ya pirrjimar bigire, pêveber jî qertafa pirrjimariyê digire.
Mînak:
Min pirtûkek xwend. Te hevalîn dîtin.
Wê gulek anî
Wî zebeşin xwarin.
D. Di rewşa ergatîv de kirde qertafên nenasiyê bigire jî dîsa qertafên diyariyê digire.
Mînak:
Şagirtinan ev xwaribû. Hevalekê ew ajot.
Hevalinan helbest xwendin. Zoreke kî kevir avêtin.
E. Di rewşa ergatîv de bireser ji ravekê pêk bê, bireser xwe diyar dike. Pêveber li gorî yekjimarî û pirrjimariya rave berê qertafan digire.
Mînak:
Min navê gulê nivîsî. Te hestên xwe vegotin.
Wan guliyê darê birrî.
Wê spartekên xwe çêkirin.
F. Di rewşa ergatîv de cînavk dikarin peyva nîşanî "-(h)a "2yê bigirin, an jî di nava ravekê de pê re dikarin bên bikaranîn.
Mînak:
Min vêya dît.
W an viya kuş t. Resûl'i evê han girt.
Te vana nebirin? Wê wana xwendin.
Te kesên han derbas kirin.
2 Ev bêje ji "han "ê tê, tîpa "n "yê carinan dikeve û dema ku bi peyvekê ve bê nivîsîn "a" tenê dimîne.
61
G. Di rewşa ergatîv de dema ku kirde ji du hêmanan pêk bê, bi tenê kirdeya li dawiyê tê diyarkirin. Eger ji wan kirdeyan yek pirrjimar yek jî yekjimar be herdu jî tên diyarkirin.
Mînak:
Hesp û mehinê bar bir. Miy.ş. û bizinan şîr da.
Bizin û beranî ka xwar. Bizinê û beranan ka xwar.
Mistefa û Songul'ê ev tişt qebûl kir. Keçikê û zarokan pirtûk xwendibû.
Hişyarî: Di ergativiyê de gellek caran kirdeya pirrjimar nayê gotin, ji bo pirrjimariya wê pêveber dibe pirrjimar. Herçiqas ev li ergatîviyê neke jî bi awayekî gelemper tê bikaranîn.
Mînak:
Pirsa min kirin. (Wan pirsa min k ir.)
Mala min şewitandin. (Wan mala min şewitand.) Xwestin biçin wir. (Wan xwest ew biçin wir.)
Çalakiya rûniştinê pêk anîn. (Wan çalakiya rûniştinê pêk anî.) Gotin qey em çûne. (Wan got qey em çûne.)
6. AQÛZA TÎVÎ
Kurmancî zimanekî diyarker e; di dema borî de lêker gerguhêz be kirde diyarkirî û bireser xwerû ye; berevajiya vê yekê di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de jî kirde xwerû ye bireser diyarkirî ye, ji vê rewşê re aqûzatîvî tê gotin. Li gorî vê yekê Kurmancî zimanekî nîvaqûzatîv e. Di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de pêveber li gorî kirdeyê qertafan distîne Û bireser ji qertafên diyariyê "<ê, - Î, -an nê yekê digire û tê diyarkirin. Di vê rewşê de di şûna bireseran de ku cînavk bên bikaranîn, divê ji koma diyarkirî bin. Rewşa ergatîv û aqûzatîv du rewşên dijber in.
Mînak:
Ew daran dibirre. Bila avê bine.
Ronî yekî dixwaze. Ez wî dibîrtirn.
RobÛ1 cilan dişo.
Dijle pirtûk.ş. bêhn dike. Divê pênûsê bistîne.
Gulan wê çêdike.
62
Taybetiyên Aqûzatîviyê
A. Di rewşa aqûzatîv de cinavkên xwerû, "ez, lu, ew, em, hûn, ew" dibin kirde.
Mînak:
Ez lênûskê distînim. Tu gulan bêhn dikî.
Ew ê min bibîne. Em ê malê bişon.
B. Di rewşa aqûzatîv de cinavkên diyarkirî, "min, le, wê/w~ me, we, wan" dibin bireser.
Mînak:
Xoşyar wê paqij dike. Berfîn dê min bibe.
Ez wan çi bikim? Ew me bi xwe re nabin.
C. Di rewşa aqûzatîv de bireser dikare qertafên nenasiyê bigire. Piştî van qertafan bireser qertafên diyariyê digire.
Mînak:
Ez hevalekê dibînim. Tu sêvinan dixwî.
Ew ê pênûsekê bikirre. Bila keçik nanekî bistîne.
D. Di rewşa aqûzatîv de kirde dikare qertafên nenas iyê bigire.
Mînak:
Hevalîn nan.î dixwin. Keçikek miyê didoşe.
Zarokin pirtûkan dixwinin. Hevalek dê bi me re bê.
E. Di rewşa aqûzativ de kirde an jî bireser dibe ku ji ravekê pêk bê.
Mînak:
Gerinendayê dibistanê, me dibîne. Newroz dê pirtûkên xwe bixwîne.
Ez sêvên daran dixwim. Dêya zarokan nên çêdike.
F. Di rewşa aqûzatîv de kirde an jî bireser dikare peyva nişanî "-(h)a 'yê wek qertaf bigire, yanjî di nava ravekê de pê re bê bikaranin.
Mînak:
Vêya me dikuje.
Vana çiji me dixwazin? Evê han çi dike?
Em vaya qebûl nakin. Ew ê vana bibin kû?
Em ê evê hanê qebûl nekin.
63
G. Di rewşa aqûzatîv de dema ku bireser ji du hêmanan pêk bê bi tenê hêmana dawî tê diyarkirin. Eger ji wan bireseran yek pirrjimar yek jî yekjimar be herdu jî tên diyarkirin.
Mînak:
Ez hesp û mehinê dibînim. Ew miy~ û bizinan tîne.
Zarok bizin û beranî tînin. Mêrik bizinê û beranan tîne.
7. QERTAFÊN DIYARIYÊ
Kurmancî zaravayekî diyarker û zayendî ye, di dema borî de lêker gerguhêz be kirde xwe diyar dikin, di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de jî bireser xwe diyar dikin. Wekîdin têrker di Kurmancî de gellek caran piştî daçekan tên û tên diyarkirin. Di vê diyarkirinê de mêjer û zayenda wan derdikevin holê.
Peyvek dema ku bi tena serê xwe be, di rewşa xwerû de ye û qertafên diyariyê nastîne; lê dema ku peywirekê bigire ser xwe û ji rewşa xwerû derkeve dibe têrker û bireser, di vê rewşê de peyv ji qertafên diyariyê "-~ -ê, -an "ê yekê digire; bi vî awayî zayend û mêjera peyvê jî tên diyarkirin. Qertafên diyariyê ev in:
-î -r (nêr)
-ê -r (mê)
-an -r (pirrjimar)
A. Peywirên Qertafê n Diyariyê
1) Di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de rewşa aqûzatîv derdikeve holê û bireser van qertafan digirin.
Mînak:
Tu pirtûkê dixwîni
Em ajalan kedî bikin. Ez yek] dibînim.
Tu yê pirtûkê bixwînî.
Divê ew hevalan aciz neke. Ez ê yek~ bixwazim.
2) Di demên borî de, di rewşa ergatîv de kirde qertafên diyariyê distîne. Kirde cînavk be cînavkên diyarkirî tên bikaranîn.
Mînak:
Hêlîn'ê ew got.
Ehmed'î ew xwaribû.
Wê ew got.
Wî ew xwendibû.
64
Hevalan ew dibir. Mêran dê cil bişûştina.
Wan ew dibir.
Me yê ew biavêtina.
3) Qertafên diyariyê dema ku tên ser cînavkên "ew" û "ev"ê cînavkên diyarkirî çêdikin.
Mînak:
Ew+î ---+ ewî / wî Ev+î ---+ evî / vî
Ew+ê ---+ ewê / wê Ev+ê ---+ evê / vê
Ew+an ---+ ewan/ wan Ev+an ---+ evan/ van
4) Di ravekê de ji qertafên diyariyê tên ser "ravek.erê ", raveker diyar dibe. Raveker cînavk be tim ji cînavkên diyarkirî ye.
Mînak:
Raveber Raveker Raveber Raveker
Nanê sêlê Nanê wan
Destê yek! Destê wî
Şibakeyên malan Şibakeyên me
5) Ravekên rengdêran ên nîşanî, di rewşa diyarkirî de van qertafan diginn.
Mînak:
Vî hevalî
- -
Wî hevalî
- -
Vê hevalê
- -
Wê hevalê
- -
Van hevalan
Wan hevalan
6) Peyvên ku piştî daçekan tên, bi van qertafan tên diyarkirin.
Mînak:
Ew li malê dimîne.
- -
Ew ji daran hez dike.
Xwendakaran ji mamosteyê re digot.
Wan ji yek! re got.
7) Peyvên ku piştî lêkerên berpêbûnî tên qertafên diyariyê distînin.
Mînak:
Min êrîş bir ser gurî,
Zarokan ew bir çol~. 65
Ew hat malê.
Em diçin gundan.
B. Hinek Taybetiyên Rewşa Diyariyê
1) Di lêkerên biwêjî de daçek hebin jî peyva piştî daçekê bi qertafên diyariyê nayê diyarkirin.
Mînak:
Bi ser ket.
Bi dest xist.
Ji hev ket.
Li ber ket.
2) Dema ku piştî daçekê peyv bi gihane kan û bi bêhnokê bi hev ve bên girêdan, peyva dawî tenê qertafa diyariyê distîne. Ev awa vegotinê hêsantir dike.
Mînak:
Ez li Çewlik, Êlih û Wan~ mam. Min ji Dîlan, Besra û Rêzan'] pirsî.
j) Di ravekên rêzin de tenê ravekera dawîn qertafa diyariyê distîne.
Mînak:
Qîza kurê xwişka Besrayê
Serokê Şaredariya Cizîrf
4) Di lêkerên hevdudanî de hêmanên navdêr qertafên diyariyê nastînin.
Mînak:
Cewt
Ez bersivê didim. Ew dê niqaşê bikin. Ew mîzê dike.
Tu meraqan dikî.
Rast
Ez bersiv didim. Ew dê nîqaş bikin. Ew mîz dike.
Tu meraq dikî.
5) Hinek peyvên gelemper ên wek "kes" û "mirov"î bêtir bi awayê nêr hatine diyarkirin, herwiha di navê hinek ajalan de jî nêrtî an jî mêtî ser-
dest e.
Mînak:
Kes! pirsa min neh'. Ez tu kesî nabînim. Marî av vexwar.
Tu mirov! ev qebûl nekir. Pisîkê li derve nehêlin. Çûçikê çi xweş dikir çîveçîv.
66
6) Hêmanên hoker dema ku tên diyarkirin, gellek caran daçekên wan nayên bikaranin.
Mînak:
Duşemê were mala me. (di roja duşemê de) Biharê em ê herin nêçîrê. (di biharê de) Havînê dinya germ e. (di havînê de)
7) Eger peyvek qertafên baneşanê bigire û wek nav bê bikaranin divê cara duyem bi qertafên diyariyê neyê diyarkirin.
Mînak:
Heco gotibû. Risto ax dixwar.
Zînê dengê xwe nekir. Gulê deng li min dikir.
8) Dema ku tîpa dawiya peyvê bi "-Î" û "-ê 'yê bi dawî bibe, dibe ku qertafên diyariyê neyên bikaranin.
Mînak:
Min xanî çêkir.
Gulê helbest xwend. Şukrî cil şûş tin.
Ez derî vedikim, Hecî nan xwar. Xecê pirsa min kir.
Nîşe: Lê di hinek peyvan de ev qertaf bivênevê tê bikaranîn.
Mînak:
Di her ciyî de ew heye.
9) Di peyvên wek "Xerzan, Soran, Botan ... " de, qertafa diyariyê "
Mînak:
Ez ji Botan têm. Li Xerzan dimîne.
Hogir ji Soran e. Ji eşîra Badikan e.
10) Dema ku peyva piştî daçekê hoker be peyv bi pirranî nayên diyarkirin. Bêtir hêmana hokerê xwedî qertaf be tê diyarkirin.
Mînak:
Li paş xwe binêre. Ji pêş ve hat.
Li paşiyê rûnişt. Ji pêşiyê ve hat.
67
8. TEWANG
Dema ku peyv tên diyarkirin an jî peyvên nû tên çêkirin, rayek û gewdeya hinek peyvan diguhere, ji vê yekê re tewang tê gotin. Tewang guherîna hundirîn a peyvê ye, di tewangê de dengdêrên nava peyvê diguherin. Di Kurmancî de bi rêya tewangê hinek peyvên nêr tên diyarkirin. Wekîdin hinek cinavkên diyarkirî bi rêya tewangê hatine çêkirin. Di Kurmancî de tewang bi du awayan derdikeve holê:
A. Tewanga Peyvên Nêr
Peyvên nêr ên ku tîpên "
Mînak:
Bi Qertafên Diyariyê Ez mastî dixwim.
Tu dîwarî lê dikî.
Ez ji ziman! hez dikim. Wî ji hevalî pirsî.
Bi Tewangê
Ez mêst dixwim. Tu dîwêr lê dikî.
Ez ji zimên hez dikim. Wî ji hev~l pirsî.
NÎş e: Peyva nêr ji du kîte yan pêk bê û di herdu kîte yan de jî dengdêrên tewandinê hebin, bi tenê dengdêra kîteya dawî tê tewandin.
Mînak:
Ba~r pirtûk xwend. Hevêl pirsa te kir.
B. Tewanga Cînavkan
Hinek cînavk bi rêya qertafên diyariyê hatine çêkirin, hinek jî bi rêya tewangê hatine çêkirin, cinavkên ku bi rêya qertafan û tewangê hatine çêkirin ev in.
Mînak:
Bi Qe rtafên Diyariyê Ew+ê --7 Wê
Ew+î --7 Wî
Ew+an --7 Wan
Ev+ê --7 Vê
Bi Tewangê Ez --7 Min
Tu -+ Te Em -+ Me Hûn -+ We
68
Ev+î --+ Vî Ev+an --+ Van
9. DIYARKIRINA HEJMARAN
Ji xeynî hejmara "yek" ê hemû hejmar li gorî zayendê di ra vekê de nêr in. Lê hejmar di rewşa diyarkirinê de, ji diduyan heta nozdehan qertafa diyariyê "-an "ê, hejmarên din ên ku bi sifirê bi dawî dibin jî qertafa diyariyê "-t'yê distînin.
1 --+ -ê
2-19 --+ -an
20, 30, 40 .... --+ -Î
Mînak:
Ji yek~ dest pê kir heta nozdehan çCL Di sala 1980'12 de ji dayik bû.
Ji çild dest pê kir.
Di sala 1994'an de hat mala me. Heta sedî bijmêre.
Di sala 1991'~ de çûbû Başûr.
Nîşe: "Nîv" dema ku bi tena serê xwe be bi "-î''yê tê diyarkirin, dema ku li dû hejmaran be li gorî wan qertafan distîne.
Mînak:
Tu vêya bi nîv] bike.
Di yek û nîv~ de dest pê kir. Di ~ û nîvan de dest pê kir.
Hejmar dema ku di nava ravekê de bin ji xeynî "yek Hê veqetandeka peyvên nêr "-ê ''yê digirin.
Mînak:
Yeka min Sisêyê wî
Diduyê te. Çarê me
Nîvê te nîvê min.
- -
Dehê te
Taybetiyên Diyarkirina Hejmaran
A. Hejmar dema ku di nava ravekên rengdêran de bin mêjer û zayenda xwe didin peyva piştî xwe.
69
Mînak:
Bist kes] ew tişt got.
Deh kesan av vexwar.
Sed kesî serî lê da.
- -
Bîst û du kesan helbest xwendin.
- -
Nîş e: Hejmara ''yek''ê dema ku cînavk be an jî dema ku berî peyvan bê bikaranîn, li gorî kes an jî tiştê mê û nêr qertafan digire.
Mînak:
Yeki got.
Yek da yikê ew got.
Yekê got.
Yek mêr! xwe şûşt.
B. Hejmar dema ku têkevin şûna cînavkan dîsa heman qertafên xwe digirm.
Mînak:
Dehan ew xwar.
çil! gotina xwe kir yek.
Sedî ew qebûl kir. Pêncan ew çêkiribû.
C. Eger berî hejmaran daçek bên bikaranîn û hejmar bibe hokera mêjerî hejmar qertafa diyariyê "-an"ê digirin.
Mînak:
Şerrvan bî hezaran hatin. Bi sedan ciwan meşiyan.
Xort bi sedan çûn.
Bi deh hezaran mirov meşiyan.
D. Berî raveka rengdêran a hejmarî daçek bê bikaranîn hejmar qertafa diyariyê "-an "ê distîne û peyva piştî hejmarê eger qertafên diyariyê bigire disa li gorî hejmarê digire.
Mînak:
Bi hezaran mirov hatin. Bi dehan kesan deng da.
Li sedan mirovî nihêrî.
- -
Bi deh hezaran kesî ew bi rê kir.
- -
E. Di ravekê de hejmar dikarin qertafa pirrjirnar a ve qe ta ndekê "-ên "ê bistînin. Ev qertaf dema ku bi salan re bê bikaranîn pirrjirnariyê dide.
Mînak:
Şeşên te şeşên min
Di salên 1920'î de qewimibû.
Dehên te
Di salên 1990'î de ew li ser kar bûn.
Hişyarî: Hejmar dema ku rave ka rengdêran be û pirrjimar be pêveber jî divê qerta fa pirrjimariyê bigire.
70
Mînak:
Sî sal in ku ez li vir im.
Ev heşt roj in ku birçî ye.
10. VEQETANDEK
Peyv dema ku bi rêya ravekê tên bal hevdu, raveber veqetandekan digire. Ev qertaf di ravekê de mêjer û zayenda raveberê diyar dikin. Veqetandek ev in:
-a (mê)
-ê (nêr)
-ên (p irrj imar)
Mînak:
Gula darê Destê keçikê Hêviyên te
Keçika kumsor Dîwarê malê Guliyên darê'
Jibo peyvên du zayend herdu awa jî tên bikaranin.
Mînak:
Hevala min Hevalê min
Şaredarê me Şaredara we
Nîş e: Li gorî binyadê, veqetandek ji cinavkan tên, lê bere bere ketine dirûvên qertafan û bi peyvê ve tên nivîsin.
Mînak: Ev kursî ya min e. -+ Ev kursiya min e.
Hişyarî: Piştî qertafên nenasiyê "-ek û -in "ê, veqetandek diguherin. Ravekên ku qertafên nenasiyê bigirin, nenas dibin.
Mînak:
-Q -+ -e
-ê -+ -Î
-ên -+ -e
Bi Veqetandekê Hevala min Hevalê min Hevalên min Dar~ tûyê
Dîwarê malê
Piş tî Qe rtafê n Nenas iyê Hevaleke min
Hevalekî min
Hevaline min
Dareke tûyê
Dîwarekî malê
J Di devoka Behdînan de li şûna "-ên"ê "<êd" têbikaranîn, "guliyêd darê". 71
Nîşe: Di nenasiya pirr jimar de bêtir peyva "hin/'ê tê bikaranîn.
Mînak:
Hin hevalên min, hin darên dirêj
Di hinek nivîsaran de jî qertafa nenasiyê berî veqetandekê tê û tu guherîn tê de çênabe.
Mînak:
Hevalinên min, darinên dirêj ...
Gellek kes piştî qertafa nenasiyê "-ek "ê, veqetandeka "-a 'yê naguherînin. Ev awa pirr tê bikaranîn. Ji bo peyva "yek"ê jî ev awa derbas dibe.
Mînak:
Hevaleka min
Dareka dirêj
Yeka baş
Eger ravek ji du hêmanan zêdetir be veqetandek peywira cinavkê digire ser xwe, têkiliya raveberê çêdike û cuda tê nivîsin.
Mînak:
Pirtûka min a sor
Hêviyên wî yên mezin Hevaleke min ~ baş
Destê te ~biçûk Hevalekî min ~ baş"
Nîşe: Hinek hoker û daçek, dema ku di nava ravekê de bin veqetandek dibe 'It'.
Mînak:
Pişti te, berî te, ji bilî te, biqasj te ...
Hinek hoker jî dema ku dikevin nava ravekê bi tu awayî veqetandekan nastînin.
Mînak:
Bal min, ber darê, cem min, rex wî ... Ew hat ser min. (hokera cî û aliyan) Ew hat serê min. (navdêr-têrker)
4 Di ravekê de qertafa nenasiyê "-ek "hebe veqetandeka nêr "ê" dibe "-Î". Lê dema ku piştî ravek erê peyveke din bê bikaranîn veqetandeka nêr "-ê" tê bikaranîn.
72
II.RA VEKÊN NAVDÊRAN
A. Ravek
Peyvek, dema ku ji aliyê peyvên din ên navdêr ve tê ravekirin, rave ka navdêran derdikeve holê. Peyvên ku ravekê çêdikin êdî dibin qalib û nayên parçekirin. Di ravekê de du hêman hene, yek raveber e (rave dibe), yek jî raveker e (rave dike). Raveker ji aliyê wesf, rewş û mêjerê ve raveberê temam dike. Raveber veqetandekan digire raveker jî qertafên diyariyê digire. Di ravekên navdêran de raveber li pêş, raveker li dawiyê ye.
Mînak:
Raveber Deriyê
Pirtûka Pelên Gula
B. Raveber
Raveker malê dibistanê pirtûkan yeki
Hêmana ku ji aliyê ravekerê ve tê ravekirin raveber e. Raveber ji bo ku bi ravekerê ve bê têk:ildarkirin ji veqetandekên "<ê, -a, -ên "ê yekê distîne. Ev qertaf zayend û mêje ra raveberê diyar dikin.
Mînak:
Raveber Bêhna Serê Darên
Raveker nanî keçikê çiyayan
Nîşe: Dema ku di raveberê de du dengdêr bên bal hev tîpa alîkar 'y" dikeve navbera wan.
Mînak:
Hêviya kurikî
3. Raveker
Hêmana ku rave be rê rave dike û ji aliyê wesfû rewşê ve temam dike raveker e. Raveker ji qertafên diyariyê "-f, -ê, -an "ê yekê distîne.
73
Mînak:
Raveber Destê Sêva Ezmûnên
Raveker yekj jinik~ dibistanan
Nîşe: Lêker jî tevî radera xwe dikarin di na va ravekê de cî bigirin, lêker dema bi vî awayî bên bikaranin dibin lêkemav.
Mînak:
Çûna te ji bo wa n ne baş bû. Isûla firrinê eve.
Hişyarî: Raveker ku qertafên diyariyê nestîne raveka rengdêran derdikeve holê, di raveka navdêran de raveker divê bê diyarkirin.
Mînak:
Keçikên jinê - Raveka navdêran
Keçikên jin - Ravek a rengdêran
12.LI GORÎ SAZKIRINÊ RA VEKÊN NAVDÊRAN
A. Rave kê n Xwerû: Ev ravek ji du hêmanan pêk tên, yek ji wan raveber û yek jî raveker e. Raveber veqetandekan digire; raveker jî qertafên diyariyê digire.
Mînak:
Dara tuy~ Darên gûzan
Serê yekî Mala zarokan
Eger raveker ji peyveke nêr pêk bê û tê de tîpên "a" û "e 'yê hebin, ew tîp tên tewandin LL dibin Hê ".
Mînak:
Kevirê dîwêr
Deriyê xênî
Wekîdin peyvên nêr eger li dawiya wan tîpa "î''yê hebe an jî peyvên mê eger li dawiya wan tîpa Hê 'yê hebe dibe ku neyên diyarkirin.
Mînak:
Destê Xecê Mala Hecî
Destê Xecê 'yê Mala Heci'yî
74
B. Rave kê n Hevalbend: Di van ravekan de raveber an jî raveker ji du hêmanan pêk tên û bi gihanekê bi hev ve tên girêdan. Di ravekên bi vî awayî de hewce nake ku qertaf du caran bên bikaranîn, peyva dawî bê diyarkirin bes e.
Mînak:
Derî û kevirê xênî Kevirê dîwar û çiyay]
Dest û piy~ me Bêhna kulîlk û darê
Hişyarî: Carinan peyvên nêr û mê bi hev re di nava ravekekê de cî digirin, di vê rewşê de peyva dawî tenê tê diyarkirin.
Mînak:
Çîmento û kevirê dîwarî
Destê Hesen û Zeynebê
C. Ravekên Têkel: Eger rengdêr bikevin nava ravekên navdêran û têkiliyê bi wesfekî din re çêbikin ravekên têkel derdikevin holê.
Mînak:
Şaredariya Amedê ya mezin
Pirtûka Leylayê ya reş Hêviyên wî yên şikestî pirr in.
Kurê Besra yê yê biçûk Teştek nanê tenûrê Sêvên min ên xweş hene.
D. Ravekên Rê zîn: Du an pirrtir ravekên navdêran bikevin nava hevdu rave ka rêzin çêdibe. Di van ravekan de raveber an jî raveker ji du an jî pirrtir hêmanan pêk tê.
Mînak:
Pelên dara gûzê diweşin. Milê deriyê baxçeyî, çêbikin. Mala bavê kurikî şewitî.
Destê kurê qîza Nêrgizê şikiyaye. Odeya xwarinê ya malê mezin e. Pêlên evîna Zînê, xurt bûn.
Nîş e: Carinan hinek hêmanên ku ciyan nîşan didin bi alîkariya daçekan tên bikaranîn û ravekên rêzin derdikevin holê.
Mînak:
Pirtûka wî ya li dibistanê
75
14.LI GORÎ SAZKIRINÊ NAVDÊR
A. Navdêrên Xweru: Navdêrên ku tu qertafên çêker negirtine xwerû ne. Rayekên wan nayên parçekirin. Ev navdêr dikarin qertafên peywirî bistînin.
Mînak:
Ez, ba, çav,dar, darek, dest, gulin, stêrk, keys ...
B. Navdêrên Pêkhatî: Navdêrên ku qertafên çêker girtine navdêrên pêkhatî ne. Ev navdêr bi alîkariya qertafan ji navdêr II lêkeran tên çêkirin.
Mînak:
Ajo-van, bajar-î, dar-ik, hil-bijart-in, hev-al, ket-î, kuşt-î, nivîs-ar, zana ...
C. Navdê rên He vdudanî: Ev navdêr ji du an pirrtir hêmanan pêk tên. Gellek caran gihanek û daçek jî dikevin navbera wan. Di navdêrên hevdudanî de hêman ji rengdêr, cînavk, hoker, navdêr û lêkeran pêk tên. Ji bo ku hêsan bên xwendin di hinekan de tîpên dengdêr ên alîkar "e, i, û, D " jî tên bikaranîn.
Mînak:
Dil-nizm, dîn-bûn, got-fl-bêj, jê-kirin, kor-e-mar, nexweş-ketin, pirtûkfiroş, poz-bilind, rast-e-rast, ser-e-der, şilf-î-tazî, sor-kirin, soro-moro, xwaro-maro, xwîn-mij ...
76
RENGDÊR
1. RENGDÊR
Peyvên ku çawanî û çendîniya navdêran diyar dikin rengdêr in. Rengdêr navdêran ji aliyê reng, rewş, teşe, nîşan û hejmarê ve diyar dikin. Rengdêr di ravekê de ne lt bi pirranî qertafên diyariyê nastînin.
Mînak:
Pirtûka ~ Pênûsa dirêj Şeş lênûsk
Kuçeya şltştî Mirovê xerab Qata çaran
Ev lawik Ew keçik Evê han
Nîşe: Rengdêr bêtir di nava ravekê de ne, lê peyva ku wesfê rengdêrê dihewîne bi tena serê xwe jî wek rengdêr tê hesibandin.
Mînak:
Ew keçik delal e.
A. Rengdêrên Çawaniyê: Ev rengdêr çawaniya navdêran di warê reng, rewş, teşe û jêçêbûnê de diyar dikin û li dawiya ravekê ne.
Mînak:
Rewş
Xortê ciwan, destê paqij, keçika rind ... Reng
Pisîka zer, gula sor, mala gewr ... Teşe
Maseya rast, qutiya çargoşe, deriyê xwar. .. Jêçêhûn
Dolaba texte, şûrê zêrr, pantorê qumaş ...
Nîşe: Di hinek peyvên hevdudanî de hêmana rengdêrê li pêş ci digire. Mînak:
Xweşmêr, pîrejin ...
77
Rengdêrên Namdariyê
Ev rengdêr paye, rade, peywir û asta civakî ya navên mirovan nîşan didin. Carinan tên beriya navdêran carinan jî tên piştî wan.
Mînak:
Xal Resûl, xaltî Besra, ap Salih, met Selma, Salimê necar, Şukriyê nêçîrvan, Dilber xanim, mamoste Mizgîn, heval ResûL ..
Dostları ilə paylaş: |