keça wî ne. Hinbihin dilê wî yê neseq1rî kete
kûrayiya cihê xwe û ji wan ramanên têkel bi
şûnde vekişiya. xwe yeklemkir. Bêguman kêfa
wî pir ji wê nameyê û ji hatina hewqas
xwezgýnîre hat: Jixwe ez jî li yekî mîna Kurzad
Paşayê ROjhilatê digeriyam. ku Şîlana xwe
bidim kurê wi... Xwebi xwe got û di dilê xwe de
dubare kir.
Berî ku Garis Paşa tiştekî bibêje. bi wê daxwaza
bo mirovatiya ku ji Kurzad Paşayê Rojhilatê
hatibû di dilê xwe de sêwr û arezûne xweş
ên bêsînor damezirandin; di dilê xwe de gelek
rê û dirb bo tîcareteke nûjen avakirin û haziriya
vegirtina hin welatên nû kir. per û baskên
xwe bi ser welat û şaristanan ve weşandin.
Hemjî nexşineya Rojhilatê anî ber çavên xwe.
riyên leşkerî ku pê ve here rapêşî hişê xwe
23
kirin. Lê hin caran jî ew îş ka wê jê re xiş
bikin yan nekin dud1l1yekê ew bi qîmê hingavt.
De çi dibe bila bibe. mirovatiya bi
Paşayekî wisan bi navûdeng re bo xwe şan û
şerefeke mezin hesiband. Û nameya mirovatiyê
çend caran hilanî danî ser serê xwe û li lêvên
xwe hesikanûin. Pîştre destûr ji herdu bira
xwest û rabû çû bi jina xwe şêwirî. Lê jina wî ya
Îngilîzî Marîa Xatûn hîn jê bêtir kêfa xwe anî û
razîbûna xwe bo mirovatiya bi Kurzad Paşa re
nikaribû binixumîne. Piştî ku Paşê raya jina
xwe bi erênî jî stend. gotê:
- Nexwe rabe Şîlanê spehî biedilîne û wê
bişîne eywana pîrekan. Bila lawik jî bête wir.
Eger dilê wan hevûdu girt û êkdu ecibandin. ji
xwe ez ê bersîfa erêbûnê bidin Berhîm Paşa.
Marîa xatûn. ji ber ku xortekî Kurd dê
bibûna zavê wê. di derengiya wê şevê de pir kêf
û sefa kir û rabû xatir ji xewa şêrîn xwest. Tu
nabêjî wê hêj ji dema ku li mala bavê xwe qîz
bû. camêrî û dilovaniya Kurdan blhîzt1bû û
rind ew dinasîn ku zilamên Kurd pir girêdayê
bi jin û zarûkên xwe ve ne û sazûmana malbatî
li cem wan pir girîng e hem jî zahf pîroz e. Ji
ber wê kêfa xatûnê ya zêde êdî lotik ji hevûdu
24
sist nekirin, nýgên wê erd ranegirt1n û bi helebezeke
sivik rabû çû mizgînî da Şîlana xwe. Lê
pa jixwe îcar gava ku Şîlanê jî ew mizgîna
xweş seh kir, deriyekî nû di bihişta dilan de jê
re vebû; ew xewn û xiyalên digel salên hewqasî
dirêj tev lê rasterê geriyan, kam û mirazên wê
gihane bêtixûbiyê û rabû bi lez û bez çû oda
xwe; dolaba ferfûrî ya toqalmast vekir, kincine
spehî derxistin û li bejn û bala xwe lefandin,
dû re çû li ber neynikê rawestiya têl û têrtîmar
dane xwe; lêv û hinarokên şimamokî bi
dermanê ji boyaxa qalikê gûzan xweştît k1rtn.
Piştre da kêleka Xatîka Medê û bi meşwerdekî
çû li eywana pîrekan rûniştin, çavrêniya
hatina dildarê dilê xam ê şeqvîn kir. Lê gelekî
bê sebr û semax Şîlanê her li derî dinerî, ka di
hatinê de dildar xortekî hêjayê kêlsima wê ya
narîn e yan na, qenlm rind lê binere.
Herdu bira bi tena serê xwe li Dîwanê
ketibûn nava xewn û ramanên bo bersîveke
erênabûnê û di şûna xwe de her dih1nzirîn. Her
yekê wan bi çar çavên fireh li vegera Paşê
dinerî û Paşe jî ne hindik dereng mabû. Ha
wisan ew hêj di nava kûrayiya erênayan de
loqgurî dikirin, carekê bala xwe danê ku
25
jineke navsere gavên xwe bêpêjn avêtin hindur
û şevxweşiyê da li wan. Herdu bira hindik
silikîn, ji xwe re şaş man û hîn bêtir heyirîn.
Lê ew heyr û matmayîna wan pêre pêre xwe guharte
ser xweşî û şaneşîntîyeke bi dilviyan. Bi
gotina Fermo, Rêzan de rabe were, xortê
evîndar ji cîhê AWe tîşî jorê bû û rabû da pey
Xatîka Medê çû eywana pîrekan, li qarişî
zeriya kezîzer a noqzirav rûnişt û berê xwe da
ser bejn û bala zirav a bi kêlsima lewendî.
Belam toreya nijadî hin caran û li hin deveran
mirov fedîkar jî derdixîne. Ji hinekan
weye ku mirov paşverû ye û ne sosyal e, yan jî
axaftina wisan li xweşê hin kesan rewa tê dîtin
û timî tê dubarekirin. Ji ber ku Rêzan hey fedî
dikir ku wisan ziloq li nava çavên Şîlanê
binere û hin caran serê xwe li pêşberî wê
şimamoka dilaweran beýjêrî erdê dikir.
Tu nabêjî ew livak û tewra Rêzanî, hîç li
xweşê Xatîka Medê û ya Şîlanê nediçû. Lê
Xatîka Medê hêdî hêdî Rêzanê çavreş da xeberdanê
û hin gotin ji hin deverên cihê cihê anîne
ba êkdû, bi xweşbêjan ve ristegovendiyeke payedar
afirand. da qenim zû meşka fihêUya xortê
dildar ê li pêşberî zeriya kezîzera a çavhzelal
26
bide dirrandin.
Piştî rakirina wê firtona Medê ya di mabeyna
çiyayekî qeşemê û yekî êtûnî de, herdu
dildar hûrik hûrik bi hevûdu re ketin nava
peyv û bêjeyan, 11hev geş û xweş bûn û sikra
xerîbiyê hilweşandin.
Demeke ne dirêj bihurî, Ji nedî ve derî vebû û
xatûnek hate cem Rêzan û Şîlanê. Lê pa çi
xatûnl Xatûn hêj Ji zeriyê delalUr û naziktir
bû: ruyekî geş Lêbû, qey yekî digot ava Kaniya
Laleş e. Porekî kej î gûnesmer li serê wê bû ku
her têlek mtnabû şivtên Alaya Rengîn. Jixwe
lêvên wê yên tenik ên şanikî mînabûn
qeysiyên Meletê. Ji delaliya wê re hema yek ne
dikaribû bixwe ne Jî vexwe û timî rûne li bejn û
bala narîn binere. Bi hatina xatûnê re. Şîlanê
û Medê herdu rabûne ser ntgah û cihên xweJê
re vala hiştin. Lê Marîayê ew bergeşa li ser
destên xwe ya tije şiranî bir 11ber Rêzanê
çavbelek danî ser maseyeke piçûk û
xêrhatineke xweş lê da. Hingê Rêzan dirûfê wê
Ji yê Şîlanê derxist, ku ya dê bibe xesuya wî ev
bi xweye. Îcar ewJî Ji şûna xwe rabû û çû destê
wê maçî kir. Piştre Maria Jî tevî civata zerî û
bengiyê zeriya xwe bû û tevan bi hev re xwe li
27
xeberdana şevê şidandin.
Ew şewbêrika xweş. li eywana pîrekan
domand. Lehiya pêlên evînê xwe bera ser deryaya
dilan da. keç û xort hay ji rêveçûna şeva
şênîk neman ka çiqas şev bihuriye yan hêj zû
ye. Di wê navê re Medê hema carekê ji nedî ve
wenda bû. Tu nabêiî ew cûve ku mizaînî bide -J " ~ _
Paşê. bêje: Erê, hewar rast e, xêr bi xweşî ye û
tu gelş û asteng demeketin holê. Bi tewrekî
wisan badayî bi Paşê da zanîn ku Berhîm tu
tişt jê nefamî û dîsanê şûnde vegeriyaçû.
Ji wê mizgîna pîroz re, herdu lêvên Garis
Paşa gazek ji êkdu vekişiyan, bi dilekî xweş û
şadan destên xwe avêtin qurmê simbêla û
herdu alî badan. Dû re jî berê xweda Berhîm:
- Mirovatiya bi bavê te re, bo min şerefeke
mezin e. Daxwazawî li ser ser û çavên min.
Piştî herêkirina Şilanê ji kurê Paşayê Welatê
Rojhilatê re, şadîmaniyeke şên kete Serbajarê
Tengavstanê. Sibe zû leşkerên bando bi saz û
awazên qaydexweşrêzbeste bûn û awane curbicur
lê xistin. Dengbêjêntaybetî yên leşkeriyê bi
nikline awecihê stiran û helbest gotin. Zerî û
cariyeyên Serayê tev xwe kirin mîna
şimamokan û derketin pêşanekê reqs û sema
28
kirin Û govend girtin. Ew şênî û şahîbe bi
tîrêjên roja geş re silava xwe gihandin Tengava
Tengavstanê. Dû re Paşê haziriya merasimeke
taybetî bo nîşankirina keça xwe kir: giregirên
serbaz û polîsan digel malxwe û berma11yên
xwe hemû besterêz bûn, vebuhtî û berpirsyarên
dewletê jî xwe 11hawîdorê wan çardor kirin.
Rêzan û Şîlanê bi êkdu ve milbestekirî hatin
meydana DUxweşiyêû bi pêplûkan ve havrazî
ser kursiyên axaftinê bûn. Ha wisan ew şahî û
şîranî heft roj digel şevên xwe domandin.
Piştre jî Berhîm û Garis Paşa di navbera xwe
de çaxê veguhaztina bûkê kifş kirin. Îcar
Berhîm û siwarên xwe yên cengê rabûn xweji
rêwîtiya Serbajarê Rojhilatê re hazir kirin.
Berhîm û Rêzan xatir ji Paşê xwestin û di
banga beyana wê roja xweş de ji Tengavstanê
derketin rê û ajotin çûn Welatê Serbajarê Rojhilatê.
Garis Paşa bi wê mirovatiya bi Paşayê
Welatê Rojhilatê re, gihabû baweriyeke wisan
têr ku nema êdî ji Rojhilatê ve çu talûke bi ser
welatê wî ve tên. Û çi dema ku lê biqewimeyan
serê wî bikeve teşqelene giran, dê zavê wî
Rêzan bi hewara wî ve bê û Kurdzad Paşa jî di
29
raya giştî ya dinyayê de bo wî bibe alîkar.
Piştî çûna xwezgîniyan ji Tengavs1tanê çend
roj şûnde Garis Paşa hemû serok û berpirsyarên
xwe yên leşkerî civandin û 11 ser
nexşîneya Rojhilatê paln û qolanine nû xazerêz
kirin. Lê belê Gêris hey çavên xwe 11 darên
xurma mûç dik1rtn û hin awir jî ta bi gurc1yên
Gurcistanê digihandin.
Jixwe daxwazeke sazûmana Tengavstanê li
ser axa Anatoliyayê hebû. Tixûbê ku demekê
gihabû Qeyseriya Romanî. beýjêr şimitîbû û
çûbû ta bi nêzî Tengavê rawestiyabû. Di salên
kevnare de gelek şerên dijwan di navbera Serbajarê
Rojavayê û Serbajarê Rojhilatê de
çêbûbûn. Di wan şer û qaleyên giran de geh Rojavayiyan
tixûbê xwe hevraz dehf dabûn û ber
bi Navruwa Rojhilatê ve çûbûn. gahî Rojhilatiyan
tixûbê xwe beýjêr dehf dabûn û ber bi
nêzîkayiya Tengavê ve şem1tandibûn. Lê ew bi
qederê sedsalekê dem bihurîbû ku di navbera
herdu aliyan de çu şer demeket1bûn holê û
siqûmat1ne kirêt nec1r1yabûn. tixûbê di navbera
wan de ji cihê xwe neleqiyabû. Îcar bi dana
wê keçê. herdu alî jî umîdeke pir mezin dikirin
ku êdî ji wê gavê û şûnde wê li şûna şer û
30
şematê germiya mirovatiyê giraniya xwe
derxîne holê û destûra bûyerine mîna yên
kevin nede.
Piştî rêwîtiya bi du heftiyan, Serbajarê Rashilatê
mizgîna vegera xwezgîniyan a ji Bajarê
Tengavstanê hilda û defa şahiyê xwe 11ber
Seraya Dewletêgurgurand. Berhîn gava ji hespê
xwe peya bû, bi pêplûkan ve hilkişiya çû derkete
banî û destê bavê xwe maçî kir:
- Bavo. Mebûka xwe nîşan kir. Min û Garis
Paşa di navbera xwe de biryar da, ku em ê di
bîst û yekê adarê de bûka xweveguhêzin.
- Lawêmin, de bila bi xêr û xêrdîn be.
31
- n-
Serbajarê RojhUatê xwe ji daweteke bêhempa
re hazir dikir. Kêf û şahîne wisan zêde ketibûn
nava xelkê, ku li tu deveran nedihatin dîtin û
heta wê gavê jî ne hatibû ne bihîztin, ne jî kes
dikaribû salixê wê bide. Xelkê mizgýnî gihande
êkdu, pêrozî li hev dan û mîna col û bi colan
ber bi Seraya Dewletê ve çûn. Kurzad Paşa jî
xwençe li xelkê belav kir û daxwaz kir ku her
kes bi hûr û giran ve bê daweta kurê wî. Du
meh berî bîst û yekê adarê li her kuçe û kolaneke
Bajêr deng bi def û zirnê ket, govendê gerr
vedan, bû şahî û şehwar. Di her maleke bajarvaniyan
de kêf û geşta wê roja bi nav û nîşan
xwe bi cih kir. Alaya rengîn li ser banê hemû
xaniyan hate çikandin. Bûk û qîzên Bajêr xwe
bi kincên keskesor ve xemUandin. Ger li mey-
32
dana liber Serayê be, hem li nava sûkê jî keç û
xortên bajêr milbestekirî û qor bi qor digel
şagirdên xwendegeh û dibistanan ve geredor
bûn. Ji hawîdorê welêt, bi dehhezaran siwarên
çê hatin Serbajarê şên û li meydana colanê
hespên xweji bo riya Tengavstanê ceribandin.
Ji nava wan hespan bîst û pên hezar hebên
bijare hatin niqandin. Hewqas jî siwarên
cengê ji bo anîna bûkê amade bûn. Piştre
Kurzad Paşa deh hezar hêstir ji xwarin û vexwarinê
bar kirin. Dozdeh hezar jî axte ji
cihêzên Bûkê... Berî roja Newrozêbi bîst rojan
wek cara berê, dîsa Berhîm kete pêşiya siwaran
û berê xwedan rê, çûn bajarê Tengavstanê.
Bajarê Tengavstanê jî ji bo roja bîst û yekê
adarê ku Şllana xwe virêdikir, dest bi haziriya
şahiyeke bi şaneşîn kiribû. Her roj keç û cariyeyên
Seraya Garis Paşa li keviya Tengavê bi
xortan re cergebazî dikirin û Şllana Paşê li
kuçe û kolanan gerandin, mîna ku xatirê wê ji
hemwelatiyan didane xwestin, mal bi mal
rojbaşî da xelkê heta roja ku dawetvanî gihane
wir.
Pêncî hezar siwarên Serbajarê Rojhilatê
gava xwe bera nav Serbajarê Rojavayê dan,
33
rast çûn li ber Seraya Garis Paşa sekinîn û ji
hespên xwe peya bûn. dest bi reqs û dilanê
kirin: govenda sêpê leyiztin. stiran û dîlokên bi
zimanê xwe gotin. Ew roj wan li wir Newroza
xwe jî pîroz kir û bûyera Newrozêji xelkê bajêr
re gotin. ku: Dehakê Ereb timî xwîna xortên
c1ndî yên Kurd vediX'wvarû mL"Cê \Va..T1 jî bi herdu
marên xwe didane xwarin. Lê rojekê Kawayê
Hesinker daqmoqê xwe hilanî û çû li nîvê
şUika serê wî xist. mejî lê kir mîna dew û xelkê
xweji binê sazûmana wî rizgar kirI Ha ew roj û
ev roj. bîst û yekê meha adarê bûye cejneke
pêraz a neteweyî. Îcar bi wê sêwr û ramanê ye
ku roja gihandina azadiyê her sal bi şax û
şoxeke bêhempa ji aliyê Kurdanve tê
pîrozkirin ...
Garis Paşa nehişt ku dawetvaniyên wî ew
xwarinên bi xwe re anîbûn. çêbikin. Wî ew roj
ji kîsî xwe du hezar conega. sê hezar beran. çar
hezar berx. pênc hezar kavir dane seýjêkirin û
digel birinca Çînê ji wan re kirin şîv. Piştî
xwarina şîvê, îcar fêkiyên curbicur danîne ber
dawetvaniyan û bû noşenoşa bi peyale û
îskanên bade û meya hingûr... Bi wê tewr
tevgerê şemla şevê giha seretaya evîneke
34
bihiştî. Li aliyê din jî keç û zeriyan dest bi hinekirina
dest û zendên Şîlana kezîzer kirin û
reqsebaziyan xwe li êkdu rapêş hingavtin.
Di wê şahî û şevxweşiyê de, bala hinek
serdarên leşkerî yên Kuý'Zad Paşa kete ser wê
ava Tengava Tengavstanê û li Deýyaya Mimýiýyê
çavan zUoq kirin. Dilê wan pir bijiya wê
ax, Deýya û Tengavê. Ji ber hindê êşeke giran
dUê hemuyan hingavt û avşûtik ji devê serdaran
daweribî, cerg ariyan û di dUêxwe de berfirehkirina
tixûbê xwe ta bi wê deverê gihandin
serbiserê. Berhîm jî ew şev ne hindik tengijîbû
û hema serî Lêdox dibû. Hin caran bi henek û
qtrf, yekcaran jî ji dilê safî: Gereke em timî li
vir goştê masiyan bixwin, di hinavê xwe de
disêwirand. Lewra di demekê de tixûbê qedîm li
vir bûye, xwe bi xwe digot û dibUand...
Sibehê zû dawetvanî rabûn bûka xwe li
hespekî nêr siwar kirin, da ku berê bûkê yê
pêşî nêr çêbibe û bi rê ketin. Lê pa hespê di binê
bûkê de! mala xwediyê wî ava be, hema nebêje
hesp bêje filek bû û di şûfê şêran de afirîbû.
Çaxê bûk lê siwar bû, pîrozê delal hema dêla
xwe hUda jorê û serê xwe tîk bilind kir. Li pêş
û paşê bûkê heýwekî du çeper çêbûbin ew xist
35
mabeyna du tabiyan, zînê di binê wê de jî
hindik dakete jêrê û bi firefir ber bi aliyê derketina
rojê ve beziya. Deh hezar siwarên Garis
Paşa bi zeyiya xwe re hevrêber bûn. Paşe jî bi
peyatî li pêşiya wan qederek meşiya ta ku ew ji
deriyê Bedenê bihurînadin. Li wir gava Berhîm
xatir ji Paşê x-west, Paşê got:
- Birazî. Hûnê sê roj herin bigîjin baxçakî
mezin. Ew baxçe yê seyrangeha min e, li wir
hîç nesekinin û neçin navê. Hûn ê sê rojên din
jî herin, bigîjin baxçakî din. Li wir hûn dikarin
bisekinin û herin li navê bihna xwe berdin.
De îcar herin, ji hewe re oxir be.
Siwarên Welatê Rojhilatê dest bi cirîd û
colanê kirin û li hawîdorê bûka xwe tûr avêtin:
geh kumên êkdu hingavtin û cama jî wek şerê
bi rim û mertalan bi hevûdu re leyiztin. Ji her
tiştî zêdetir wan dixwest ku hunerê xwe nîşanî
siwarên Garis Paşa bidin. Lê siwarên Gêris hîç
têkilî leyztika wan nebûn û bi rengê parastina
dawetvaniyan hespên xwe bi rêzbeste ajotin ta
ku ji Bajêr dûr bûn. Ha wisan ew hêdî hêdî bi
dawetvaniyan re meşiyan heta ku gihane
Çiyarêzên Belik û li wir xatir xwestin, tev bi
şûnde vegeriyan çûn Bajarê xwe. Dawetvanî jî
36
li riya xwe sê roj domandin, gihane baxçê seyrangeha
Paşê.
Berhîm li pêşiya siwaran bû, bala xwe dayê
ku baxçe hema baxçe ye. Xwedê mala xwediyê
baxçe ava bike: hawîdor bi dîwarekî qalind î
bilind mîna yê sûran dorg1rtî ye. Dîwar weke
dirêjiya sê bejnan bilind û bejnek jî fireh bû:
bi kevirên berezî hatibû lêkirin. Deriyekî
derge yê ji pola li ber bû, her aliyekî wî heft gaz
û nîv fireh û sêzde gaz û çarîkek jî bilind bû.
Serê b1zmarên di herdu aliyên derî de, mîna
yên şêr û maran tev bi nexş û n1mûşan ve xemilandî
bûn. Firehiya baxçe bi qonaxa du
rojan û danekî bû, dirêjayî jî bi qonaxa rojekê
û sê danan... Piraniya erdê wî deş, aliyek jî
çiya bû. Ji wan çiyayên bilind ava kanîsarkan
timî bi co û colan beIjêr dibû. Ew av li deştê digihane
ser hevûdu û xwe kiribûn çemekî mezin,
mîna xaçerêzê li hemû qozî û qewêran dormedar
dibû. Bend û benda çêm darên selwa
hllk1şabûne ber perên ewran û timî bayê hênik
xwe di mabeynê re dihejan. Nava baxçe heçîka
deverên rast. tev bi darên fêkî hatibû xemilandin.
Li binê wan, giyayên rengareng serî
hildabûn û ji nava xwe çîçekên keskesor der-
37
xistibûn jorê. Peyariyên li navê gazek fireh
bûn û bi kevirên mermer dikişiyane ser
hevûdu. Li kêlekên wan bi her du-sê sedan li
deverekê kursîne bo rûniştinê xwe ji mirov re
nîşan didan. Û guliyên daran çîçek û tahlikên
xwe li raserê wa.'l vegLrt!bûn_ Li deverên heçîka
gir û çiya qefle bi qefle pezkûvî. xezal û gakûvî
digeriyan. Jixwe qebeqeba kewên ribat xasma
di kazima sibehan zû de gava dev pê dikirin û
dixwendin, qey yekî digot hema qîr û qiyameta
Newrozê ye û ez ketime navê. Ferxikên
kîvroşkan timî bi hevûdu re li ser wan peyariyan
dileyiztin û niçeniç dikirin. Cama jî ew dihatin
nêz û nigên mirov dadilastin. Were ji vê
ket û nefela tê de ku diavêtin hetanî digu11yê.
Were hafa çîweçîwû qideqida hewqas zerzerok.
şalûl û kotirên li serê dar û zinaran û 11nava
giyayê ku bi zimanine pirtexlît. bi deng û
awazên qaydexweşdeng ku bang dikirin...
Baxçe ji kêf û geştan re devereke pir xweş û
şên, gelekî rind û delal bû. bihna mirov lê derdiket.
Gava yek dikete navê. nedixwest ku jê
derkeve. diviya saldozde mehan li wir bimîne.
11navê bigere û kêfa xwe dubare bike. Reng û
ruyê baxçe bi şênî û şadan bû. timî ji mirov re
38
dikeniya. herwekî dixwest ku ew bi tenê
nemîne û bi mirovan re mirovatî û dostî bike.
Êvar derreg bû. rojê dikir êdî xatirê xwe yê
rojane ji ax û ava bej û zeryayê bixwaze û riya
xwe bi ser welatine din ve bixîne. Tenê hin
tîrêjên xwe 11ser çiyayên bilind hiştibû û kumbeta
serê wan kiribû mîna taceke zêrîn.
Tarîtiya şevê jî xwe gihandibû seranserê deştan
û di newal û geliyan de hîn bêtir dihate xuyakirin.
Bayê hênik dest pê kiribû û xwe dileqand.
ber bi firehiya welatan ve tûj diçû.
Berhîm gava çav bi wî baxçeyê hewqasî xweş
û şên ket. gema hespê xwe şidand û berê wî
şûnde vegerande ser siwaran:
- Zarûno! Berê xwe bidin nava vî baxçeyî. Em
ê îşev bihna xwe 11vir berdin û têr rakevin.
sibehê em radibin 11riya xwe didomînin.
Berhîm rast ajote nava baxçe û 11dû wî ew
pêncî hezar siwar kişiyan. çûn 11navê peya
bûn. Li wir çadireke taybetî ji bûkê re vegirtin.
çadira Berhîm 11kêleka ya wê. Siwarên cengê
jî bi rêzê çadirên xwe 11mêrgan vegirtin. Û di
nava wî baxçê xweş de ketin zewqû sefayê; kew
kuştin. xezal gurandin û 11kêleka çadiran agir
dadan. goştê nêçîrê dan bistê û ji xwe re nanê
39
sêlê çêkirin.
Li nava baxçe zinarekî bilind hebû. di nîvê
wî de lemelema kaniyekê bû û aveke gurr ji xwe
diavêt deýve. Ew kanî timî ava xwe li qeysekê
diavêt. Ava wê gelekî zelal mîna çira şîr bû. pir
şêrîn weke çirava hingiv bû. Hin caran rengê
xwe li ber tarîtiya şevê diguhart û leylan dida
raserî dar û zinarên li dora xwe.
Berhîm bala xwe dayê ku ava wê kaniyê ji ya
hemû kaniyên din zelaltir xuyan dike. çû tasek
av jê vexwar. Pêre pêre dilê wî xweş bû. rengê
wî geş bû û hênikayiya dil û hinavên wî pêl bi
pêl b1l1ndtirbû. Piştre wî ferman da ku her kes
ji wê kaniyê av vexweû ji yên din kes venexwe.
Ew şev di derengiyê de Terxanê Serdar digel
pêncî û pênc serbazên bijare şûrên xwe girtin û
çûn 11ber deriyê delVa nobet girtin. Her ku şev
çû. sir û sermayê rûçikên xwe derxistin holê û
bayekî gurr li wan rabû. Lê hema ba. çi ba bûl
Fîrefir û wirewireke wisan bi tirs jê dihilat.
hema digotin qey ga û masî xwe dileqînin û
hahaye ku dinyayê serobin bik1n1Bi horîn û
borîna bayê re. îcar ewrên li asîman jî dest bi
gef û gurrên xwe kirin. qîr û qiyametê lidar
xistin. şîrqeşîrq û gurmînî daxistin behr û
40
bejê. Ji ber wê tirs û zelzelêhindik mabû ku ev
dinyaya girover ji tirsan vezele û mîna Deşta
Mûşê xwe pahn bike. Piştre îcar baranê tolaziya
xwe nîşanda. Aveke gurr ji ezmên daweribî
û pê re jî mij û moraneke kor qadê vegirt.
Piştî rawestina baranê. digel colana mijê îcar
teyrokê şevbaşiya xwe gihande ser baxçeyê şên.
Hinek şûnde jî berf barî. Ha wisan bi qederê
saetekê dinya bû şibtê Tofana Nûh Pêxemberê
Cûdî: lehî rabû û dar û ber bi xwe re kaşerêz
kirin. newal û mesîl tev mişt bûn û eynî weke
deryaya Wanê av li dora hevdûdu geremolbû.
Piştî wê tofildûmana bi sosret. hinbihin
bergê asîman vebû: ewrên bi xezeb firrikîn û
dinya bû çîk sayî. Îcar Terxan û peyayên xweçi
bibînin baş el Dîna xwe danê ku ziyayekî
maran xwe li ser sûra baxçe hawîdor kiriye.
dûvê xwe daniye ser sivdera derî. xwe li dorê fitilandiye
û serê xwe aniye daniye ser dûvê xwe.
hema ziloq li wan dinere. Ew hinekî ber pê ve
çûn û lê nerîn. Ziya. mîna evîndarê ku çav bi
evîna xwe bikeve hema ziloq bû û tûj li nava
çavên Terxanê Serdar nerî. Terxanê Serdar û
hevalên xwe ji tirsa wî Ziyayê kesnedîtî
behitîn û ji devgerê ketin. Lê wek mesela ku
41
dibêjin. xêra tirsê ji mirinê re çênabe. şûrê xwe
kişand û êrîşê wî kirin. Ziya hema devê xwe
vekir û pifê wan kir. Çewa ku newaleke fireh li
ber wan vebe. bayekî gurr ji devê wî derket û ew
tev li berê çûn. her yekê wan bîst teqle li ser
hevûdu avêtin û bi erdê ve xwtş1kîn. Bîstikekê
şûnde Ziyan devê xwe girt. ba jî sekinî û ew li
cihê xwe aman. Terxan rabûn ser nýgan. şûnde
f1ti1în hate nêz û li Ziya nerîn. Ziya jî hema
devê xwe jê re vekir û girt. mîna ku gef lê bixwe
ew tirsand. Îcar Terxanî çi bibîne baş e. Dît ku
di her aliyekî devê wî de sêsed û şêst û pênc
diran hene; her diranek jî sih û pênc gaz dirêj e
û di şkefta devê wî de mîna pozê çiyayên tûj
wisan bi rêzê hin newal û gir hene ku nayêtin
jimarê. Lê jixwe derziya ku di serê zimanê wî
de ye. mîna şîşa brûskê tûj û dirêj e û lemelema
guriya êgir ji devê wî dibare. Terxan ji hêbeta
wî tebayê mexof tirsiya û di şûna xwe de
şemlrîn. Di wê navê re bîstikek bihurî. dîsa
Terxanê Serdar nav li xwe da û şûrê xwe hejand
Dostları ilə paylaş: |