nav hev û hevdu biêşandina. Baş bû ku Şêro biaqil derket û
ew zû ji hev kirin. Piştî ku wan lawikê poz û guhmezin û Gurî ji
hev kirin, zû grûb çêkirin û dest bi maça xwe kirin.Wextê wan tenê
panzdeh deqîqe mabû. Di sêzdeh deqîqên pêşî de her yekî deh
gol avêtin hev. Di herdu deqîqên dawî de, Gurî bi serê xwe goleke
din avêt. Bi wî awayî, maça wan bi yanzdeh û deh dawî hat.
Bi lêdana zengil re hemû zarok bdav bûn. Yên ku ber bi daşirê ve
bazdan û yên ku ber bi sinfên xwe ve. . . Hewşa dibistanê di wê deqîqê
de vala bû. Gurî dîsan berî hemû zarokan kete sinifa xwe. Vê
yeka han kêfa mamosta wî anî, wê destê xwe di serê wî da û pê şa
bû. Piştî ku hemû zarok ketin hundur û li cihê xwe rûniştin, mamoste
ji bo ku Gurî navê xwe li têxt binivîsîne, ew rakire text. Gurî
bi hêdîka û bi şermokî çû ber text, rahişt tebeşîrê û bi tîpine çdoxwarî
navê xwe yê rastî, "Çepo" nivîsand.
Mamosta îcar xwe bi ser wî de tewand û hêdîka tîp bi tîp jê re
got:
- Min ji te re got, navê xwe binivîsîne.
Gurî ew navê ku li texte nivîsandibû, bi tiliya xwe nîşanî mamostê
da û got:
142
- Navê min yê rastî ev e, Çepo ye.
Mamostê bi şaşmayî jê pirsî:
- Ger navê te Çepo be, ji bo çi bavê te Gurî nivîsand?
- No, niha navê min Gurî yê. Navê min berê Çepo bû. Biçûkî,
gava ez hîn sê salî bûm, hin pizik di serê min de hatibûn, pizikên
mezin. . .Wer ku ez ji ber êşa wan pizikan giriyabûm, bavê min rojekê
bi ser min de qîriyabû û gotibû: "Lo Gurî te em ji guhan kirin,
ma te xêr e tu evqasî digirî?" Ev gotinên bavê min ketin devê birayê
min yê mezin û ji bo ku ew min biqeherîne, her dem ji min re digot:
"Gurî". Bi vî awayî navê min Gurî ma. Li nifusê jî Gurî ye.
Mamostê destê xwe di serê wî da û bi devkenî got:
- Porê te ji yê min bêtir e, ka ku dera te gurî ye?
- Nîvê porê min yê pir weşiyabû. Bavê min çêleka me firot û ez
birime ser doktor. Piştî serîdana doktor bi çendakî, porê min şîn
hat û ji yê berê pirtir bû. Mamoste daqûl bû, herdu destên xwe bi
nermî li gepên wî xistin û got:
- Baş e, êdî ez dizanim bê ji bo çi navê te Gurî ye.
Piştî ku wê Gurî şande cihê wî, deftera navan derxist, li ser masê
rûnişt û dest bi xwendina navan kir. Ji Nûjîn pê ve hemû zarok li
wir bûn. Mamostê li zarokan mêze kir û pirsî:
- Kesî ji we Nûjîn dîtiye?
Beko destê xwe hilda jon
- Ew nexwes e, mamoste, got.
- Tu ji ku dizanî ku ew nexweş e? mamostê jê pirsî.
- Em cîranê hev in, diya wê do êvarî ji me re got. Mamoste serê
xwe kil kir û got:
- Baş e.
Mamostê deftera xwe ya navan danî qorziyeke masê, rabû ser xwe
û du sê cara di hundur de çû û hat. Dû re çû ber textê nivîsandinê,
rahişte tebesîrê û ji zarokan pirsî:
- Ma hûn dizanin îro çi roj e û mana wê çi ye?
Hin zarokan di mana nabûnê de milên xwe hejandin, hinan go-
143
tin na, hinan jî destên xwe hildan jor ku bipeyivin. Mamostê ji nav
yên ku destê xwe hildabûn jor, Gurî hilbijart û jê pirsî:
- Mana îro çi ye lawê min?
- îro roja zarokan e, mamoste.
Mamoste keniya û got:
- Aferîn. Ma we rojên wilo li gund pîroz dikirin?
Gurî kete heyecanê, rûyê wî sor bû û zimanê wî li hev aliqî. Pistî
ku çend caran xweziya xwe daqurtand, got:
- Na, min li gund rojên wilo nebihîstibûn. Lawê cîranê me yê
xwendevanê lîseyê do êvarî ji me re got.
Mamostê ji zarokan xwest ku ew defter û pênûsên xwe derxin û
resimekî ku maneya wê rojê bide çêbikin. Beko bêî ku destê xwe bilind
bike û destûra peyvê bixwaze, got:
- Min çentê xwe li malê ji bîr kiriye, pênûs û deftera min tune
ye.
Mamosta bi ser de qîriya:
- Ma çente tê jibîrkirin?
- Çima nayê jibîrkirin? Min çentê xwe ji bîr kiriye û pênûs û deftera
min jî tune ye.
Piştî ku mamostê axînek kişand, got:
- Ma tu îro bi bisiklêtê hatiyî?
- Erê, ez bi bisiklêtê hatime, Beko bersiv da.
- Baş e, wê çaxê tu zû li bisiklêta xwe siwar bibe, here çentê xwe
bîne û were.
- Ez ê çawa herim çentê xwe bînim mamosta? Mala min dûr e. . .
Mamostê bi sertî peyva wî birî:
- Ez ji te re dibêjim, here çentê xwe bîne, zû!. . .
Beko bêî dilê xwe rabû û çû. Ji nava hemû zarokan yê herî dewlemend
Beko bû. Deh dikanên bavê wî, hotêlek û belkî zêdeyî hezar
donim erdê wî yê avî hebû. Gava dinya nexweş bûya, baran bibariya,
an jî derve hebekî sar bûya, bavê Beko ew bi otomobîlê dibir û
dianî. Ger dinya xweş bûya jî, Beko bi bisiklêta xwe diçû û dihat.
144
Wî nedihişt tu zarok destên xwe bi bisiklêta wî bikin. Ger carina
hin zarokan destê xwe bi bisiklêta wî bikirana û bixwestana seriyekî
lê siwar bibin, Beko bi wan re dixeyidî, ger zora wî di wan de biçûya,
li wan dixist. Kincên Beko hertim nû û ûtîkirî bûn. Ku kincên
hin zaroka kevin û pînekirî bûya, wî henekê xwe bi wan dikir û ew
dibehecandin. Bi qasî ku ew dewlemend bû, ew ewqasî jî pozbilind
û bi xwe bawer bû. Wî li dibistanê bi ya tu mamostan nedikir û bi
tu zarokan re xweşikahî hevaltî danetanî.
Piştî ku Beko derket, mamosta ji zarokan daxwaza çêkirina resim
kirin. Zarokan defterên xwe yê resim derxistin û dest bi çêkirina resim
kir.
Berî ku li zengilê navbirê bikeve, mamostê hemû resimên ku zarokan
çêkiribûn dane hev. Dû re ew li ser kursiya xwe rûnişt û yek
bi yek bi li hemû resiman nihêrî. Ji nava hemû resiman, wê bêtir resimê
Gurî eciband. Gurî pênc-şeş zarokên ku bi destê hevdu girtibûn
çêkiribû û her zarokek bi rengekî cihê boyax kiribû.
Hîn wilo, mamostê li resiman dinihêrî, bêî ku li derî bikeve, derî
vebû û Beko kete hundur. Mamosta bi ser de qîriya:
- Ev saeteke te, ma tu li ku bû yî? Ma mala te ewqasî dûr bû?
Beko dîsan weke hercar tiştin li hev anîn. Lê mamostê serê xwe
hejand û hew tiştek got.
Piştî ku li zengil ket û hemû zarok derketin derve, mamostê ew
hemû resimên ku zarokan çêkiribûn bi hev ve zdiqandin û bi dîwêr
ve kirin. Wê rojê zarok tenê dahnekî çûne dibistanê. Çaxa Gurî wilo
zû çû malê, diya wî şaş ma û jê pirsî:
- Çima lawê min, ji bo çi tu evqasî zû hatiyî malê? Ma qey tu îro
neçûbû mekteba xwe?
Gurî çentê xwe danî ser kîsê genim û bi devkenî got:
- Belê yadê, ez çûbûm dibistanê, lê me îro zû xelas kir.
- Ez jî tirsiyam, min got qey tu neçûbû mektebê. Ma tu ne birçî
yî?
Ji kêfan qet birçîbûn nedihate bîra Gurî. Lê gava diya wî li ber
145
guhên wî xist, wî got:
- Bdê, ez birçî me, ma ka çi heye ez bixwim?
- Min vê sibehê satilek mast kirî bû. Wa ye mast di bin teştê de
ye. Tu ji xwe re çend kevçiyan têxe sênîkekê û bixwe. Lê tu hinek
qîmaxê ser mêst ji bavê xwe re jî bihde wê baş be.
Çavên Gurî di nîvê serê wî de bdoq bûn:
- Mast. . .
Hema wî zû ji xwe re tacikek ji nava firaxan derxist û çend kevçî
mast berda binê tacikê. Bi wî awayî çend dilop jî rijiyan erdê. Gava
wî dîsan teşt danî ser satilê, satil xwar bû û wextî hemû mast birijiya
erdê. Gurî nanê sêlê kire kovik û wek gurekî birçî xwar. Wî zû de
mast nexwaribû. Şîva wan her tim an savar, an jî şorbe bû. Şorbe û
savara ku ji êvarî de dima jî, wan adinî rojê germ dikirin û dixwarin.
Piştî ku diya wî hevîr kir û destên xwe şuştin, jê pirsî:
Dersa te îro çawa bû lawê min?
Gurî tiştên ku li dibistanê qewimî bûn, hezkirina mamostê ya li
hemberî wî û jêhatîbûna xwe ji diya xwe re got.
Diya wî destê xwe di serê wî da, ew maçî kir û got:
Eferim lawê min, divê tu me li hemberî gundiyên me rûreş dernexî.
Bila qet gundî nebêjin "Lawê Oso bû pêxwasê bajêr"
Gurî ew mastê ku ji xwe re kiribû tacikê hemû xwar. Lê wî têr
nexwar. Ji bo ku ew çend kevçiyên din jî bixwe, li ber diya xwe geriya:
Yadê ma ez ji xwe re çend kevçiyên din jî têximê?
Ji ber ku Gurî bi tenê bû û ddaliyê malê bû, pirê caran diya wî
ew nedişikand. Diya wî tacika wî ji destê wî girt û jê re çend kevçiyên
din jî xistinê.
Dû re ji aliyekî ji kêfan, ji aliyekî ve jî ji kerban hêsir ji çavên diya
wî hatin. Wê lawê xwe yê din, yê ku miribû, anî bîra xwe. Şevekê
wî jî wilo mîna Gurî hinek penîr zêde xwestibû, lê diya wî nedabûyê
û gotibû " Na, tiştê te xwar bes e, dawiya maye jî bila ji birayê te
re be". Roja piştî wê lawik dikeve ber traktorê û dimire. Ji wê rojê
146
de Gurî çi bigota diya wî bi ya wî dikir. Lê bavê wî ne wisa bû. Ger
Gurî bixwesta tiştekî ne li rê bike, bavê wî tu caran destûra wî nedida.
Rojekê bavê wî cigarek di destê wî de dîtibû, ku ne ji diya wî
bûya, wê bavê wî ew bi lêxistinê seqet bikira.
Piştî ku Gurî xwarina xwe xwar, çentê xwe ji ser kîsê genim daxist
û dersa xwe xwand. Dû re wî ew tiştê ku ji çentê mamosta
xwe derxistibû da ber pozê xwe, bêhn kir û di kefa destê xwe da.
Kefa destê wî ji boyaxê sor bû. Piştî ku wî hebekî di kaxezê da,
bang diya xwe kir û ew tiştê xwe nîşanî wê da. Diya wî li nik wî rûnişt,
ew tişt ji destê wî girt û lê nihêrî:
- Ev ne weke qeleman e lawê min, te ev ji ku aniye?
- Min li erdê dît, yadê.
Êvarî gava bavê wî hate malê, ruyê wî tirş bû. Wê êvarê ew ne
keniya û ne jî peyivî. Lê, Gurî li ba wî rûnişt, xwe bi wî şelafi kir û
dîsan weke berê dest bi tiştên ku li dibistanê bûbûn, kir. Peyvên
Gurî hebekî bêhna bavê wî fireh kir. Êdî hebekî rûyê wî vebû û peyivî.
Di ser şîvê de diya wî ji bavê wî pirsî:
- Xêr e Ûso, ma îro tiştin qewimî ne, kêfa te ne li te ye?
Ûso bersiv neda, tenê di mana "nabûnê" de serê xwe vir de û wir
de hejand.
Jinikê dîsan jê pirsî:
- Welleh helbet tiştin qewimî ne. De ka bêje, çi bû ye?
Mêrik qederekî fikirî, dû re bersiva jina xwe da:
- Xwediyê karê min dbcwaze min û çend kesên din ji kar derxîne.
- Ji bo çi Ûso, pepûko?
- Ma ez ji ku zanim ji bo çi ye? Camêran derxînin wê derxînin.
Karê wan e. . .
- Ey ma ew nabêjin ji bo çi ye?
- Qey karker hew ji wan re lazim in. Ew ne mecbûr in jî bibêjin
ji bo çi ye.
H7
Xwarin hew di ber jinikê de çû. Kevçiyê di destê xwe de danî û ji
sifrê vekişiya. Ji kerban dixwest bigirî, lê dikir û nedikir hêsir ji çavan
nedihat. Te digot qey hêsirên wê di hundurê wê de ziwa bûbûn.
Dîsan ji mêrê xwe pirsî:
- îcar ew nabêjin, wê we kengî ji kar derxin?
- Ez niha nizanim, lê li ser kar xelk wilo qal dikin.
Gava Ûso wilo got, hebekî bêhna jinikê hate ber wê. Bi qûnkişkê
ber bi wî çû û bi bergerîn jê re got:
- Ûso, ez bi qurban, hema ew çi bibêjin tu qebûl bike. Ji bo xatirê
vî lawikî her tiştî qebûl bike. Ma ku tu ji kar derkevî em ê çilo vî
lawikî bidine xwendin.
- Ger ez serkarker bertîl bikim, dibe ku ew min ji kar dernexînin,
Ûso bi hêvî got.
- Ûso, ez bi qurban, hema wî çi xwest bidiyê.
Hîn wilo çavên wî li wî tiştê ku Gurî ji çentê mamosta xwe derxistibû,
ketin:
- Ew çi ye li wê erdê? Gurî hela ka tu wê bide bavê xwe!
Gurî û diya xwe li çavên hevdu nihêrîn, diya wî got:
- Gurî ew li erdê dîtiye.
Gurî rahiştiyê û da bavê xwe. Piştî ku bavê wî bêhn kir, ji Gurî
re got:
- Kuro ev boyaxa lêvan e lawo, te ev ji ku aniye?
- Min li erdê dît, Gurî bi tirs got.
Bavê wî bi hêrs:
- Rast bibêje! got. Te ev ji ku aniye? Ev ne ya mamosta te be?
Gurî dizanîbû ku bavê wî ji derewan hez nake. Ya rast got:
- Min ji çentê mamosta xwe derxist.
Diya wî wa bi şaşmayî jê pirsî:
- Te ji çentê mamosta xwe derxist?
Ji bo ku Gurî rastî ji bavê xwe re gotibû, bavê wî xwest ku meselê
bi awayekî nerm çareser bike û Gurî wilo şîret bike, ku ew careke
din tiştekî wilo neke. Wî bi nermî ji Gurî re got:
148
- Ma te ev ji bo çi ji çentê mamosta xwe derxist, lawê min?Tu ê
çi bikî ji vê boyaxa lêvan?
Gurî lêva xwe daliqand û milên xwe hejandin:
- Nizanim, min got belkî qelemeke sor e.
Mêrik bêdeng ma û serê xwe ber bi jêr ve hejand. Dû re wî serê
xwe hilda jor, qederekî li Gurî nihêrî û got:
- Binihêre, sibehê zû divê tu awayekî ji vê boyaxa mamosta xwe
re çê bikî. Sibehê, hîn berî zarok têkevin dersê, tu wê li bin masa
mamosta xwe deyne. An na, ger mamosta te pê bihese ku tu ketiyî
çenteyê wê û boyaxa wê ji çenteyê wê derxistiyî, ew ê te ji mektebê
biavêje. Ew te neavêje jî, dê te li hemberî hemû mamostan û zarokan
rezîl bike. Li mektebê hew tu kes baweriya xwe bi te tînin. Erê?
Te fêhm kir? Dizî pîs e, lawê min!
Tiştên bavê wî gotin, ketin serê wî. Wî li ba diya xwe ji bavê xwe
re sond xwar, ku ew ê careke din tiştekî wilo neke.
Dê û bav û law wê êvarê li ser boyaxa mamostê peyivîn. Ew li ser
diziyê, li ser xerabî û nebaşiya diziyê peyivîn. Lê gava cîranê wan
Ehmed hate şevbuhêrkiya wan, wan peyva xwe dagerandin ser tiştekî
din. Gurî zêde li civatê nema, ew çû kete nava nivînê xwe û raza.
Dotira rojê, sibehê zû, gava Gurî çû dibistanê, wî pêşî çû ew boyaxa
mamosta xwe danî ber lingê kursiya wê.
Çaxa li zengil ket û hemû zarok ketin hundur, wextî mamostê ji
zarokan bipirsiya, bê kî ketiye çentê wê û boyaxa wê ya lêvan jê derxistiye,
lê gava li ber lingê kursiyê ew çav li boyaxa xwe ket, tiştek
negot, li cihê xwe rûnişt û navên zarokan xwend. Ji Nûjîn pê ve hemû
zarok hatibûn. Zarok bi resimên xwe yên li dîwêr pir kêfxweş
bûn. Ji nava hemû zarokan tenê Beko tu resim çênekiribû. Tenê
Beko rûtirş û bê kêf di cihê xwe de rûnişt. Gurî bi wê rewşa Beko
êşiya, lê zîvirî û got:
- Ger tu bbcwazî ez û tu dikarin ji te re jî resimekî çêbikin û bila
mamoste wî jî bi dîwêr ve ke? Beko li kêleka Gurî rûniştibû. Gava
Gurî wisan got, pir kêfa Beko hat. Wan kirî bi hev re dest bi çêki-
149
rina resim bikirana, lê mamoste dersek din da ber wan. Ji ber wê
yekê, wan çêkirina resim hiştin navbirê. Piştî ku wan ew dersa xwe
kirin û li zengilê navbirê ket, Gurî û Beko derneketin der û ji Beko
re resimekî xweşik çêkirin. Piştî navbirê Gurî ew resimê ku ji Beko
re çêkiribûn, ji bo ku mamosta wî jî li dîwêr bixe, dirêjî wê kir.
Mamostê bi devkenî ew resim ji destê Gurî girt û ew jî di rex resimên
zarokan de daliqand.
IV
Çend rojên destpêkê dibistan hebekî bi Gurî zehmet hat. Lê jê pê
ve ew lê vebû. Bi zanebûna xwe jî wî xwe zû xiste çavên mamosta
xwe. Hemû dersên malê, yên ku mamosta wî didayê, wî çêdikirin.
Ji xwe gava ew ji dibistanê diçû malê, tiştên ku wî pêşî dikirin çddrina
dersan bû. Ger wî dersa xwe çênekira, ew ne diçû nava zarokên
taxê dileyist, ne jî xwarin dbcwar. Carina, ku ew pir birçî bûya, wî
radihişte perçak nan û wilo tisî dixwar. Piştî xwarinê, tiştê ku wî dikir
her xwendin bû.
Serê dê û bavê wî ji kêfa digihîşte asmana. Êdî baş baweriya wan
hatibû ku dê Gurî xwendina xwe bidomîne û bibe tiştek. Bavê wî
bi meaşê xwe yê pêşî jê re pantorek û qutikekî nû jî kirî bû. Gava
bavê wî jê re ew kinc kirî bûn, pir kêfa Gurî hatibû. Ji roja ku Gurî
bîr biribû, wî tu caran kincên nû û xusûsî ji bo wî hatibûn çdcirin,
li xwe nekiribûn. Her tim diya wî, kincên bavê wî, yên ku kevin dibûn,
jê re biçûk dikirin û bi destan didirût. Carina kêlên diya wî
weke kdên koran xuya dikirin. Lê vî pantor û qutikê ku bavê wî jê
re xusûsî dabû dirûtin, bêtir kefa wî ji jînê û ji dibistanê re anîbû.
Gava wan herdu zarokên roja pêşî tilî avêtibûne Gurî û bi pînê
pantorê wî keniyabûn, çav li kincên wî yên nû ketin, çavnebarî û
dexesî kirin. Gurî jî rojekê pîneyek li milê çakêtê yekî ji wan dîtibû,
lê deng nekiribû. Wî jî mîna wan tiliya xwe ber bi wî venekiribû û
150
negotibû "ha, ha, li pînê çakêtê wî binêrin".
Gurî guh nedida kincên tu zarokan. Kîjan zarok çi kinc lê bûya,
ji wî re ne xem bû. Yên ku kincên wan pînekirî bûya wî bi çavekî
biçûk li wan nedinihêrî û yên ku kincên wan nû û xweşik bûya jî bi
çavekî mezin li wan nedinihêrî. Gurî weke mezinên biaqil difikirî.
Bavê wî jê re qala xizanî û dewlemendiyê kiribû û gotibû "gava ez
weke te zarok bûm, em pir xizan bûn". Hingî Gurî peyva wî birîbû
û gotibû: "Ma hûn ji niha jî xizantir bûn?"
Bavê wî destê xwe li ba kiribû û gotibû: "Lo lo, ji niha jî xizantir
bûn? Niha ne xizanî ye, lawê min. Ma di dema me de nan bi destên
kê diket? Pariyek nan li me hesret bû. Em giş belengaz, feqîr, tî, birçî
û tazî bûn. Hingî terextor merextor li gund tunebû. Hemû cot
bi destan bûn. Me bi qantir, ga û keran cot dikir. Me her kar dikir,
lê em dîsan jî xizan û bêmal bûn".
Rojekê apê wî ji gund hatibû mêvandariya wan. Ew çav li rewşa
wan a bajêr ketibû û gotibû: "Niha tu bi Xwedê kî ez li gund çi dikim?
Çima ez jî malê bar nakim bajêr, ba we?" Bavê Gurî alîkariya
wî kiribû û mala wan bar kiribû bajêr, lê piştî du-sê mehan ew dîsan
poşman bûbû û bi paş de vegeriyabû gund. Ji ber ku ne lawê wî
dikarîbû li dibistanên bajêr bixwenda, ne jî wî dikarîbû ji xwe re karek
peyda bikira. Hingî, gava dîsan mala apê wî vegeriyabû gund,
Gurî ji bo mêvandariyê çend rojan bi wan re çûbû gund. Hemû zarokên
gund lê civiyabûn û ji ser bajaran pirs jê kiribûn. Gurî tiştên
di derheqa bajêr de dizanîbû û tiştên ku dîtibûn, ji wan re gotibû. Ji
wan re qala malan, dikanan, dibistanan û sînemayan kiribû. Hingî
piraniya zarokan ji wî bawer nekiribûn. Dê çawa zêdeyî sed dikanan
di rêzekê de hebûya û xaniyên pênc-şeş qatî hebûya? Tew sînema?
Dê çilo însan li ser dîwarekî spî bisekinin, bipeyivin û bileyizin?
Pir tiştên ku Gurî ji zarokan re gotibûn, neketibû serê wan.
Hin zarokan di dilê xwe de gotibûn: " Na lo, Gurî jî çûye bajaran û
bûye derewîn. Yên ku diçin bajaran wilo xerab dibin û dibine derewîn".
Hinan jî di dilê xwe de gotibûn: " Xwezî me jî ji xwe re bajar
151
bidîta".
Gurî li zarokan şaş û ecêbmayî mabû. Yaho çima zarokan ji wî
bawer nedikirin? Gava wî ji zarokên bajêr re qala gund û jiyana
gund dikir, zarokên bajêr jê bawer nedikirin û gava ku wî ji zarokên
gund re qala bajêr û jiyana bajêr dikir, zarokên gund ji wî bawer
nedikirin.
Çaxa zarokan digotin:
- Em ji te bawer nakin.
Wî jî digot:
- Ger hûn ji min bawer nakin, herin ji xwe re bi çavên xwe bibînin.
Baş bû ku rojekê mamosta wan li ser gundan û li ser rewş û jiyana
gundiyan peyivî bû.
Hingî zarokan di dilê xwe de gotibûn. " Lawo Welleh xebera Gurî
ye, ew rast dibêje".
Gurî kêm caran derew dikir. Ji xwe dîn û îmana wî ji diziyê diçû.
Hinekan li ba wî qala diziyê bikira, ew hêdî radibû ser xwe û ji nik
wan dida rê û diçû. Lê wî bi xwe herdu jî kiribû, Hem dizî, hem jî
derew. . . Ew bi şîretên bavê xwe ji ser wê riya şaş vegeriyabû.
Bavê wî jê re gotibû:
- Lawê min, tu derew û diziyê neke, wekî din tu çi dikî bike. Ger
tiştek ji te re lazim bû, tu ji min bixwaze, ger qeweta min bigihîjê,
ez ê ji te re bikirim. Ne hewce ye ku tu herî derew û diziyê bikî.
Ew ji riya şîretên bavê xwe dernediket. Bi wî awayî ew hem li ber
dilê bavê xwe, hem jî li ber dilê diya xwe şêrîn dibû. Wî xwe bi wî
awayî baş xistibû çavên mamosta xwe jî. Ji xwe mamosta wî rojekê
ji bavê wî re gotibû:
- Ev heft salên min in ku ez mamostetiyê dikim, ez hîn li şagirtekî
weke Gurî zîrek û bi edeb rast nehatime.
Lê bavê Gurî ew gotinên mamostê ji Gurî re negotibûn.
Bi wî awayî pênc-şeş mehên Gurî li wê dibistanê qediyan. Wî hema
hema xwe bi hemû zarokan û bi hemû mamostan dabû hez ki-
152
rin. Ji xwe Beko rojekê Gurî nedîta sebra wî nedihat. Bi xêra Gurî
êdî Beko jî guh dida dersên xwe û bi hevalên xwe yên sinifê re xweş
dida û distand. Ger wî weke berê pêxwasî û quretî bikira, ew bi tenê
û bê heval dima. Pêşî di sinifa Gurî de zarok bûne du grûb.
Grûbek li aliyê Gurî bû, grûba din jî li aliyê Beko bû. Lê vê yeka
han pir dom nekir. Piştî wextekî kurt tu berberî di navbera herdu
grûban de nema û herdu grûb bûne destek. Wan bi her awayî zora
sinifên din dibirin. Li dibistanê çi qayişkişandin çêbibûya, sinifa
Gurî yekemîn derdiket. Ji xwe bi futbolê ew di hemû dibistanê de
hatibûn naskirin.
Rojekê, gava Gurî ji dibistanê derket ku here malê, sê zarokên sinifa
çaran riya wî birîn. Lê Gurî he kete heyecanê, ne jî tirsiya; bi
xweşikahî ji wan re got:
Lawo, dev ji min berdin û bi riya xwe de herin. Yê min ez şer
naxwazim.
Yekî ji wan zarokan xwe avête stûkura wî û got:
Tu ê careke din li dibistanê quretiya bikî an na? Gurî destê wî ji
stûkura xwe avêt û dîsan bi nermî got:
Binêrin lawo, ez tu quretî muretiya nakim. Ez ji we re dibêjim
bi riya xwe de herin, ez şer naxwazim.
îcar yekî din xwe da pêşiyê, destê xwe avêt çenga Gurî, bilind kir
ûgot:
Kuro li çavê min binêre, ma tu Xwedayê vê dibistanê yî ku tu
evqasî quretiyan dikî? Ha!... Ma tu bû çi ûlan!... Tu bûyî çi ku tu
hemû zarokan didî dû xwe?. . .
Gurî du-sê caran serê xwe vir de wir de hejand. Piştî ku bi hêrs
axînek kişand, got:
Kuro ez ji we re dibêjim, dev ji min berdin û bi riya xwe de herin
Hingî yekî ji wan zarokan pehînek li çoka Gurî xist. Gurî hêrs bû
û ji hêrsan laşê wî mîna hdkanê hejiya. Lê, ji wan zarokên din webû,
ku Gurî ji tirsan wilo dilerize. Gurî hema zû çentê xwe avête er-
153
dê û hutikek li zikê yekî ji wan xist. Herduyên din ji tirsan bêî ku li
paş xwe binihêrin, baz dan. Yê din jî destê xwe avêt zikê xwe, kuliya
û bi dû hevalên xwe baz da.
Gurî rahişt çentê xwe û ber bi malê ve lezand.
Gava dibistan xdas bû û Gurî ji sinifa sisiyan derbasî sinifa çaran
bû, mamosta wî ew hemêz kir û got:
- Gurî, heya ji te bê tu bbcwîne lawê min. Ez hêvîdar im tu ê bigihîjî
armanca xwe.
Evarî Gurî qerna xwe nîşanî diya xwe û bavê xwe da. Ji kêfan dê
û bavê wî kirî bifiriyana. Wê êvarê bavê wî çû sûkê pirtûqal, sêv, şekir
û biskiwît kirî û ji bo Gurî kêf kirin; xwarin, vexwarin. Adinî
rojê jî kîloyek goşt kirî û cîranê xwe ezimande xwarinê. Piştî şîvê
bavê wî pakêtek anî û ji Gurî re got:
- Ev pakêt ji te re ye, ka tê derxe bê çi tê de ye?
Gurî li pakêtê nihêrî, fikirî û got:
- Ez nizanim.
Bavê wî pakêt nedayê, dîsan jê pirsî:
- Sê caran bibêje.
Gurî dîsan li pakêtê nihêrî. Piştî ku biçûkbûn û mezinbûna pakêtê
di mêjiyê xwe de derbas kir, got: .
- Gomleg e.
Bavê wî serê xwe vir de û wê de hejand:
- Du carên te man.
- Ez nizanim, çi ye, ka bide min.
- Na, tu têdernexî ez nadime te, bavî wî bi dilşahî û bi henekî
got.
Gurî dîsan hebekî fikirî, paşê mîna ku hate bîrê:
- Ha, pantor e, bi kêfgot.
Bavê wî di mana "erê" de serê xwe kil kir û keniya:
154
Te têderxist. Ha ji te re, li wê bejna te pîroz be.
Hema Gurî zû bi zû pakêt vekir, pantor jê derxist û li xwe kir.
Dû re bazda ber neynikê û li xwe nihêrî. Pantor tam li gora wî bû.
Bejna wî kurt bû. Porê wî yê reş kurîşk û kurt bû. Ew ne qelew bû,
lê bi navmil xuya dikir. Wî piştî ku xwe li ber neynikê baş ediland,
çû civatê û xwe nîşanî wan da. Gava diya wî bi wî awayî çav li wî
ket, kêfekê ew girt û bi dilşahî got:
Wey ez bi qurbana zavakê xwe yê biçûk bim. Binêrin, bê pantorê
wî çiqasî li bejna wî tê. Li te pîroz be lawê min, tu bi xêr û selamet
biqetînî.
Gurî çend carên din jî baz da mezela din û di neynikê de li xwe
nihêrî. Piştî ku Gurî ji ber neynikê, ji mezda din vegeriya, bavê wî
jê pirsî:
Pantorê te çawa ye, lawê min, te jê hez kir?
Erê, min pir jê hez kir, Gurî got.
Çaxê xewê, Gurî pantorê xwe baş qat kirin, kursiyek kişande ber
serê xwe û ew li ser kursiyê bi cih kir. Heya dereng, di nava nivînan
de, dîsan ew li pantorê xwe difikirî.
VI
Wê salê hejmara bajêr ji sî hezarî bû çil hezar. Ji gundên dorhêlê û
ji bajêr dorhdê ên biçûk jî mirovan bar kirin bajêr. Her roj, ku mirov
biçûya ser riya bajêr, mirov dê kamyonên malan, ên ku ji gundan
bar dikirine bajêr bidîtana. Ew bajarê biçûk, yê xerabe û wêran,
di wê salê de bû bajarekî mezin, xweş û bajarê kar. Riyên nû yên qîr
û zift çêbûn, otobusên belediyê û texsiyên nû hatin bajêr. Yên ku ji
gund û bajarên dorhêlê dihatin, piraniya wan dest bi tevirdan û
hevdana pembo kirin. Hejmareke biçûk jî dest bi qaçaxkeriyê kirin.
Lê piranya wan dest bi tevirdanê, eşêfê û hevdana pembo kirin. Ji
bilî yên ku malên wan li bajêr bûn jî, gundî bi demsalî ji bo kar hatine
bajêr. Gava hejmara bajêr wilo bi carekê ve bilind bû, bajarî li
155
hemberî gundiyan derketin, li wan xistin, ew tehdît kirin û nehiştin
ew êdî werine bajêr. Bi wî awayî dîsan hin gundî ji tirsa bajariyan
vegeriyan gundên xwe. Lê tenê hejmareke biçûk vegeriyan gundan.
Hejmara mezin jî xwe kirin yek û li hemberî bajariyan serî hildan.
Heya ku berberiya di navbera gundî û bajariyan ji navê rabû, demeke
dirêj derbas bû. Gundî jêhatî û karkir bûn. Ji keda wan pê ve tiştekî
wan tune bû. Lê bajariyên bi cih xwedî mal û dikan bû. Jinên
gundiyan ên ku mast û hêk ji bo firotinê dianîne bajêr, kesên bajarî
çav davêtin namûsa wan, tiştên nemayî bi serê wan dikirin. Peyayên
kal, ên ku bi keran êzing dianîn bajêr, zarokên dewlemendan
henekên xwe bi wan dikirin, barên êzingên wan werdigerandin û bi
xeber û gotinên ne li rê ew diêşandin. Gundiyên ku li bajêr bi cih
bûn, êdî tu tirsa wan ji bajariyan nema. Yên ku ji wan ji xwe re çayxane,
xwarinxane û dikan vekirin, ên din jî xwe li wan digirtin. Lê
ji gundiyan ên ku ev îmkan kete dest wan tenê hejmareke biçûk bû.
Hejmara mezin jî bê kar man, an jî salê tenê du-sê mehan kar bi
dest wan ket.
Piştî demekê ew berberiya bajarîtî û gundîtiyê hêdî hêdî ji navê
rabû. Lê îcar berberiyek nû serî hilda. Berberiya di navbera karker û
maldaran de... Gelek caran maldaran perê karkeran bi sê-çar mehan
bi derengî dbdstin û carinan jî bi fen û filtan nîvê perên wan
dixwarin. Ji ber ku karker ne di tu sendîkayan de bûn, mafê wan û
pirsê jî tunebû. Maldaran ji ber vê yekê qet ji wan neditirsiyan û tu
hesab ji wan nedikirin. Ku carinan hin karker li hemberî maldaran
rabûna û li mafê xwe bipirsiyana, ew kes zû ji kar dihatin avêtin. Ji
ber ku karker pir bûn û kar hindik bû, tu hewcedariya maldaran zêde
ji karkeran tune bû. Gava maldarek sibehê zû biçûya çarşiyê, ji
karkeran mirov ax biavêta li erdê nediket. Wî maldarî karker li hev
dicivandin û bazara kar bi wan re dikir. Dawî dawî bi buhayekî
hindik komek karker didan ber xwe û dibir berdida nava erdê xwe.
Ji rohilat heya bi roava bi wan kar dikir û rojê perayekî pir hindik
dida wan. Karkerên Çukurovayê bi du qatî wan pere distandin û
156
karên ku dikirin jî ji yên wan hindiktir bûn. Hingî hin kes ji bo kar
çûne Çukurovayê, lê dîsan kara wan di zerara wan de derneket û
ew berepaş vegeriyan. Ji ber vê yekê mal ji wan re ji dûriyê çêtir bû.
Ger ew li malê nexweş biketana, dê nas, dost û mirovên wan guh
bidana wan. Lê li Çukurovayê? Ma dê kê li kê binihêriya û alîkariya
kê bikira? Kî li nava wan erdê Çukurovayê nexweş biketana, ew wilo
bi stûxwarî dimirin û tu kes li wan xwedî dernediketin. Ji xwe
nexweşî, ta û mirin ji bo karkerên Çukurovayê jiyana rojê bû. Li
bajêr jî, karker bêtir diketin ber makînan û dimirin. Carna jî kamyon
û traktorên karkeran li hev diqdibîn, karker birîndar dibûn û
dimirin. Ji xwe birîndarên ku bihatana nexweşxana bajêr jî xelasiya
wan tune bûn. Ji ber ku li wê nexweşxana bajêr ya mezin, carina
doktor tunebû.
Rojekê, danê nîvro sê-çar texsî di sûka bajêr re derbas bûn û ber
bi nexweşxanê ve çûn. Li nexweşxanê mirovên ku bi alîkariya doktoran
û xelkê ji tirimpdan hatin derxistin, nîvê wan serî pdbcî bûn,
yên hinekan jî dest û lingên wan jê bûbûn. Gava hinekan ji şofêran
pirsîbûn: " Gdo ma xêr e, ev çi kes in?" Şofêran gotibûn: "Ev karkerên
pembo ne, kamyona wan di pirê werbûye". Ji xwe gava mirov
li yên ku hatibûne nexweşxanê dinihêrî, mirov bawer nedikir dê
kes ji wan xelas bibin. Bi rastî jî wilo bû. Piştî hefteyekê, ji keçikeke
biçûk pê ve tu kes xweş neman, hemû mirin. Keçika ku nemir û xelas
bû jî, seqet û bi lingekî ma.
Dîsan rojeke din li bajêr xelkê ji hev pirsîn. Jinan li ser tenûran ji
hev pirsîn:
- Ma we bihîstiye xwehê, dibêjin dîsan nexweşxane ji karkerên
pembo yên birîndar tijî bûye.
Mêran li çayxanan ji hev pirsîn:
- Yaho dibêjin, dîsan hin karkerên birîndar anîne nexweşxanê,
ma kesî ji we bihîstiye?
Hingî yekî ji wan peyayên li çayxanê ji çayger pirsî:
- Lawo, ma haya te jê heye, bê ew nexweşên ku hatine nexweşxa-
157
nê kî ne?
- Dibêjin karkerên pembo ne dîsan. Dibêjin ku karkeran kuvarkên
bi jehr xwarine û hemû bi jehrî ketine. Heya niha du kes ji wan
mirine.
Yekî ji peyan:
- Hda, hela, got.
Lawikê çayger peyva xwe domand:
- Bi saloxan van karkeran li gundekî jor di emrê axayekî de pembû
didane hev. Lê piştî ku sermayê û baranê dest pê kiriye, karkeran
xwestine herin malên xwe. Lê axê nehiştiye, dest daniye ser perên
wan û gotiye:
"Heya tayek pembûyê min li erdê bimîne ez çerxiyekî nadime
we. Divê hûn pembûyê min gişî biçinin".
Karker jî mecbûrî li ser erd, di konên xwe de mane. Lê piştî ku
baran dibare, konên wan bi ser wan de dikevin û hemû dahn û
xwarina wan li ber avê diçin; ew mecbûr dimînin ku bi çolan bikevin
û ji xwe re pincêr û kuvarkan bidine hev, da ku ew xwe pê xwedî
bikin. Şansê wan yê xerab, kuvark hemû bi jehr derdikevin û hemû
karker dikevin haletê mirinê.
Xwediyê çayxanê bi hêrs bang çayger kir:
- Kuro, ma tu çi sohbetê dikî, ev çayê li vir bûne qeşa!
Çayger peyva xwe birî û ber bi ocaxê ve bazda. Piştî ku çayger çû,
yê herî ciwan kursiya xwe ber bi pêş ve kişand û bi dengekî nizim
got:
- Ma hûn nabêjin em çi bikin, lo? Ma em ji van maldaran re tiştekî
nebêjin?
Yê herî bi emir, ku porê wî spî bûbû û çend tayên spî ketibûn
simbdê wî, kursiya xwe ber bi masê ve kişand û got:
- De here lo! Ma em dikarin bi vî awayê xwe çi bikin û ji maldaran
re çi bibêjin? Ji we weye ev karê zarokan e? Ji xwe peyva li çayxanan
û li ser masan pir xweş e.
Ev peyvên peyayê hebekî bi emir, li telê yê ciwan ket. Yê ciwan
158
hebekî bi hêrs got:
- Ji xwe heya yên mîna we tirsonek hebin, wê halê me ev be. . .
- Kuro tirsonek yên mîna te ne! Tu li gorî emrê xwe bipeyive!. . .
- Çend tayên spî ketine porê te, ji te weye tu biaqil î niha?
Peyayê bi emir bi milê wî girt, ew hebekî dehfda û bi hêdîka got,
ji bo ku deng neçe mirovên din yên li çayxanê:
- De rabe ji vir lo, here ji xwe re li cihekî din rûnê.
Yê ciwan zû cigarek ji pakêta xwe derxsit û vêxist. Dû re wî serê
xwe bi hêrs hejand û got:
- Welleh ez ji xwe şerm dikim, an na. . .
Peyayê bi emir rabûyê ku lê bixe, lê yên din ew dane rawestandin
û ji herduyan re gotin:
- Kuro dev ji van awayên xwe û dev ji vê serhişkiyê berdin. Ne
em dibêjin em ê alîkariya karkeran bikin. Ger em her roj li hev bixin
û dilê hevdu bihêlin, em ê çawan alîkariya karkeran bikin? Dibe
ku we nebihîstibe, lê dibêjin, dê xwendevan karkeran têxin grevê.
Ne hewce ye ku hûn li vir rûnên û li ser problema karkeran dilê
hevdu bihêlin.
(Mêrik cigarek vêxist û peyva xwe domand)
Lê nîvê karkeran naxwazin dev ji karên xwe berdin. îcar xwendevanan
biryar dane, ku sibehan zû derkevin ser riyan û karkerên ku
bixwazin herin kar, wan bi paş de vegerînin. Ev yeka han ne tenê li
vir dibe, wê li gelek bajaran bibe, ji xwe tesîra xwendevanên wan
bajaran e, ku li xwendevanên me bûye. Lê ez ditirsim esker û polîs
li karkeran bireşînin.
Ew di wir de sekinî û li çavên yên din nihêrî. Gava tu deng ji kesî
derneket, mêrik peyva xwe dom kir:
- Hema çawa be wê karker bi tiştên wilo bihesin. Ew ê bizanibin
ku grev hene. Ger xwendevan bêne girtin jî xem nake. Ji xwe jiyana
van xwendevanên me her tim di talûkê de ye. Ger ew xwe bi xwe
pevneçûna û hevdu nekuştana wê çiqas baş ba.
Di wir de yekî peyva wî birî:
159
- Bi rastî jî wan xwe bi xwe hevdu nekuştina, dikarîbûn gdek
tişt bikirana.
Gava du polîs ketin hundurê çayxanê, wan peyva xwe dagerandin
ser tiştekî din. Lê ev munaqeşe di nava bajêr de bdav bûbû.
Her kesî, li her derê qala karkerên pembo dikirin. Xwendevanan
hefteyekê dev ji dibistanên xwe berdan û bi karkeran re çûne ser erdan.
Wan di hundurê wê heftê de karker hînî pir tiştan kirin. Mîna
şagirtan wan guh didane xwendevanan û li wan guhdarî dikirin.
Ew têgihîştibûn ku xwendevan ji bo wan têdikoşin. Ma ne ji bo
wan bûya, dê ji bo çi xwendevanan dev ji dibistanên xwe berdana û
biçûna nava erdan. Xwendevan sibeha zû bi wan re li traktor û
kamyonan siwar dibûn, diçûne nava erdan û êvaran jî bi wan re vedigeriyan.
Her ku kamyon û traktorên wan diçûne nava erd û vedigeriyan,
wan di nava sûkê de bang dikirin:
- Roja palan erzan e, heqê kîlok bacan e!
Karkeran li ser erdan bang dikirin:
- Roja palan erzan e, heqê kîlok bacan e!
Xwendevanan li ser dîwaran dinivîsandin: "Roja palan erzan e,
heqê kîlok bacan e!
Bi vî awayî, hemû bajar, bi van gotinên "Roja palan erzan e, heqê
kîlok bacan e" hesiyan.
Pir tê re neçû karker ketine grevê. Ev devjikarberdana karkeran
xwendevanan plan kiribûn. Armanca greva wan ew bû, ku roja karkeran
ji sih lîran bibe çil û rojê heyşt saet kar. Lê maldaran ev pêşniyara
karker û xwendevanan qebûl nekirin û xwestin bi darê zorê
karkeran bibine ser erdan. Xwendevan li hember vê zilma maldaran
derketin û nehiştin karker herin ser erdan. Dû re xwendevanan belavok
nivîsandin, armanca grevê tê de dane xuyakirin û ew bdavok
di nava bajêr de bdav kirin. Paşê xwendevanan li ser cawên spî û
mezin "Roja palan erzan e, heqê kîlok bacan e" nivîsandin û sibehekê
zû, di gd karkeran di sûkê de meşiyan. Li ba stasyona trênê polîs
û leşker derketin pêşiya wan. Ew polîs û leşker hema gihîştine kê
160
ew dane ber pehîn û qundaxên sîlahan. Xwendevanan ev yeka han
texmîn kiribûn, loma ji hemûyan re gotibû:
- Ger polîs û leşker bêne me û li me bixin jî, hûn li hemberî wan
ranebin. Em bê hêz in, ew ê me perîşan bikin.
Kesî li van gotinan guhdarî nekirin. Gava polîs û leşkeran li karkeran
xistin, yekî ji nava karkeran kevirek avêt cîpa eskeran. Bi avêtina
wî kevirî re, weke ku hêzek ji karkeran re çêbû, her yekî ji hda
xwe ve kevir avêtin esker û polîsan. Lê esker û polîsan jî bi sîlahan
bersiva wan dan.
vn
Diya Gurî zû de hişyar bûbû û li deng û qerebalixa sûkê guhdarî
dikir.
- Welleh hebe tune be dîsan hukûmet û telebe ketine ber hev, wê
bi tirs got.
Carekê ji nişkê ve û bi dengekî hebekî bilind got:
- Ma ne karkeran dev ji kar berdane îro? Gelo ne xwedîerd û telebe
bin?
Paşê wê ber bi nivînê Gurî ve bazda, bi herdu destan ew hejand û
got:
- Gurî, Gur! Hda tu rabe ser xwe lawê min! bajêr hevdu xwar!
Ma dengê teqe teqa sîlahan nayê te?
Ji ber ku Gurî şeva çû dereng raza bû, ew bi carekê ve hişyar nebû.
Tew gava diya wî bang wî kir, ji wî webû ku xewn e.
îcar diya wî lihêf ji ser wî avêt, bi herdu destan milên wî hejandin,
bi dengekî bilind û bi heyecan got:
- Gurîî!... Hda tu rabe ser xwe lawê min! Ma deng nayê te?
Dinya xerab bû! Bavê te jî ne teva wan be lawo?
Piştî ku Gurî xwe zîvirande vî alî û wî alî, rabû ser xwe û li ser nivînê
xwe rûnişt. Çer ku Gurî li ser xwe rûnişt, destek sîlah, li kuçê,
li ber deriyê wan hate berdan. Gurî pêşî tirsiya, paşê rabû ser xwe û
161
bi tena derpîkê kinik baz da ber deriyê hewşê.
Diya wî bang wî kir:
- Kuro were hundur lawo, wê gulle li te bikevin!
Hîn wilo birek leşker, polîs û karkeran bera ser pişta hev dan û
derbas bûn. Gurî ji ber teperep û bazdana wan tirsiya û berepaş vegeriya
hundur.
Diya wî du-sê caran di hundur de çû û hat, li resimê bavê wî yê
bi dîwêr ve bû, nihêrî, kelogirî bû û got:
- Gurî, lawê min, gdo tiştek bi bavê te jî neyê? Ne wî jî dev ji kar
berdaye, ew jî bi xwendevanan re ye. Tiştek pê neyê, bavê diya xwe?
Ku ew bê girtin an kuştin, em ê çi bikin, wê kî li me binêrin?
Gurî bi wan peyvên diya xwe hêrs bû, dîsan xwe negirt û ber bi
deriyê hewşê ve bazda. Lê diya wî bi dû wî de baz da, bi milê wî
girt, ew ber bi hundur ve kişand û got:
- Kuro were hundur, ma xwîna te ketiye çavên te? Ma dengê teqe
teqa sîlahan nayê te?
Dengê teqe teqa sîlahan, dengê hawar û gaziyê, dengên giriyê zaro
û pîrekan tevlîhev dibûn û li bajêr belav dibûn. Carina jê wan
dengan tirs dixistin dilê Gurî, carina jî ew hêrs dikir.
Adeteke Gurî hebû; ew ne zû ditirsiya, ne jî zû hêrs dibû. Gava
hêrs bibûya jî ew pir hêrs dibû. Çavên wî beloq dibûn, laşê wî dixuriya
û çongên wî weke hêlkanê dihejiyan.
Piştî ku hebekî dengê qerebalixa bajêr hate birîn, ew li ber diya
xwe geriya:
- Yadê, ma çi dibe lê, îzna min bide ez herime bajêr. Va ye dengê
teqîna sîlahan jî hate birîn.
Ji xwe qidûmê diya wî şikestibû. Her ku qala şer û kuştinê dibû li
wê wilo dihat. Rûyê wê zer dibû û xwîna wê ziwa dibû.
Bersiva ku wê da Gurî dîsan "na" bû.
Gurî îcar bi hêrs got:
- Welleh tu bihêlî nehêlî ez ê herim! Ma te xêr e tu evqas ditirsî?
Ji te weye tenê bavê min li bajêr e?
162
Diya Gurî li ber wî geriya:
- Baş e lawê min, tu diherî here, lê qet nebe çavê xwe li bavê xwe
bigerîne, bê tu wî nabînî.
Gurî derket û baz da. Gava ew li serê kuçê çav li eskeran ket, wî
gavên xwe sist kirin û hêdî meşiya. Ew li serê dikanan, li ber çayxana
Hemo li hevalekî xwe rast hat. Hevalê wî bi kêf hate ba wî, destê
xwe li milê wî xist û bi henek got:
- Tu heya niha di ku de bûyî, lo! Piştî ku şer betal bû tu derdikevî?
Eh, min jî digot tu mêrxas î. Ji sibehê ve em û esker û polîs bera
ser pişta hev didin.
Gurî bi peyvên hevalê xwe hebekî êşiya. Xwe di wê deqîqê de newêrek,
tirsonek û xerab dît.
Dû re wî ji lêwik pirsî:
- Ka çi bûye, ma kes hatine kuştin an girtin?
Lêwik bi destê wî girt, kişand û got:
- Ka tu were em herin ba polîsxanê.
Gurî dîsan jê pirsî:
- Erê, em ê herin, ma pir kes hatine girtin?
Piştî ku ew ber bi polîsxanê ve meşiyan, lêwik got:
- Pir kes hatin girtin, lê ew dîsan hatin berdan. Niha tenê
neh-deh kes girtî mane.
- Yên girtî kî ne?
- Tu çîko nas dikî? (Piştî ku hebekî fikirî, peyva xwe domand)
Tu Kerîz Humal nas dikî?
- Erê, ez wî nas dikim, ma ew jî hatiye girtin?
- Erê, Kerîz Humal jî hatiye girtin. Wekî din çend mamoste,
çend telebe û çend karker girtî mane. Dibêjin mamosta we jî tevlî
wan e.
Gurî li ber mamosta xwe ket, lê Kerîz Humal ji bîrê nediçû.
- Ji bo çi Kerîz Humal hatiye girtin? wî pirsî, ma wî çi kiriye, ku
ew hatiye girtin?
- Eh... Wdleh çi kir Kerîz Humal kir. Pêşî namûs ji wî çêbû û
163
wî kevir avête polîsan. Lê pir kes dibêjin " Kerîz Humal nebaş kiriye,
ku kevir avêtiye polîsan û hemû bajar bera ber hev daye".
Heya ew gihîştin ber deriyê polîsxanê, lêwik ji Gurî re qal kir.
Wilo bi heyecan digot, ku wî carina xwe diavête vî alî û wî aliyê
Gurî. Gurî zehfpoşman bûbû ku ew derneketibû û tevlîwan nebûbû.
Lê gava ew gihîştin ber polîsxanê, Gurî şaş ma. Li ber deriyê
polîsxanê û li dor polîsxanê mirov ax biavêta li erdê nediket. Wir tijî
mirov bûn. Gelek mirov jî derketibûn ser kursiyên çayxana hemberî
polîsxanê û li hêla polîsxanê dinihêrîn.
Hîn wilo dengek bi aparloyê hat:
- Milleeet!. . . Guhdarî bikin!. . . Ku hûn di hundurê panzdeh deqîqan
de belav nebin, em ê emrê lêdanê bidiiin!. . .
Wî dengî sê-çar caran li ser hev wilo got. Mirovên ku li wir hatibûn
ser hev bêçare man û hêdî hêdî belav bûn. Wan dizanîbûn ku
ew belav nebin, dê polîs û leşker li wan bireşînin.
Herçiqas Gurî di nava wê qerebalixê de çavên xwe li bavê xwe gerandin
jî, dîsan nedît. Wî ji çend kesên nas pirsî, lê wan jî bavê wî
nedîtibûn. Gava ew vegeriya mal û gihîşte ber deriyê hewşê, kirî
dîsan bi paş de vegeriya, lê venegeriya, deriyê hewşê vekir û kete
hundur.
Diya wî li hewşê qutikê wî radixist:
- Tu hatî lawê min? wê got.
- Lê min bavê xwe nedît, Gurî got. Ma ez dîsan vegerim û lê bigerim?
Bavê wî ji hundur bang kir:
- Gurî, were lawê min, va ez li mal im.
Gurî bi şaşmayî û bi kêfji diya xwe pirsî:
- Ma bavê min hatiye malê?
- Erê lawê min, ew berî niha bi nîvsaetekê hat.
Gurî reviya hundur û ji bavê xwe pirsî:
- Ma tu kengî hatî, bavo?
- Ez berî niha bi demekê hatim, lawê min.
164
- Ma te jî dev ji kar berdabû?
- Erê, lawê min, min jî dev ji kar berdabû.
Rûyê Gurî hebekî tirş bû. Bi hêrs got:
- Ger we ê dev ji kar berdaya çima te ji min re jî negot. Ma ji bo
çi te haya min jî negihandiyê? Ji te weye ez hîn zarok im? Bavê wî
hebekî fikirî û li bersivekê geriya:
- Na lawê min, bi serê te min jî nizanîbû ku em ê îro dev ji kar
berdin. Erê min bihîstibû, lê min nizanîbû ku îro ye.
Gurî dîsan bi hêrs got:
- Na Wdleh te zanî bû, lê te ji min re negot.
- Bi serê te min nizanîbû, bavê wî dîsan got.
Diya Gurî destên xwe bi dawa xwe paqij kirin û kete hundur. Li
mêrê xwe û li lawê xwe nihêrî û ji wan pirsî:
- Çi ye, hûn li ser çi dipeyivin?
Bavê Gurî destê xwe ber bi Gurî ve dirêj kir û got:
- Gurî dibêje ku "we ê îro dev ji kar berdaya çima te ji min re negot
.
Diya Gurî keniya û bi henek got:
- Eh, ma ji te re bigota te ê çi bikira? Ji te weye ev karê zarokan e?
Herdem wisa bû. Ger tiştek bibûya û Gurî lê bipirsiya, hem diya
wî û hem jî bavê wî digotin: " Ev ne karê zarokan e lawê min". Gava
wan wilo digotin, Gurî hêrs dibû. Ew wisan hêrs dibû, ku carinan
ji hêrsan digiriya. Gurî dîsan weke her car hêrs bû û bi wê hêrsbûnê
ji diya xwe re got:
- Çi ye, hema çi dibe tu dibêjî "ev ne karê zarokan e". Ma ji te
weye ez qet tiştekî fêhm nakim?
Bavê Gurî peyv guhert û ji diya wî pirsî:
- Ka tiştek tune ye ez bbcwim lê, ez ji birçîna mirim.
Diya Gurî rabû ser xwe, ew tirşika ji do êvar de mabû, li hewşê, li
ser kuçik germ kir û anî li ber Gurî û bavê wî danî. Bavê Gurî bêî
ku destên xwe bişo, ew kişiya ser xwarinê û xwar. Lê Gurî wilo hîn
bûbû, ku heya wî destên xwe neşuşta, wî tu caran xwarin nedixwar.
165
Piştî ku Gurî destên xwe şuştin, hat li ba bavê xwe rûnişt û bi wî re
xwar.
Diya wî di ser xwarinê de ji bavê wî pirsî:
- Erê we dev ji kar berda, ma ka we çi safî kir?
Mêrik pariyê di devê xwe de cût û got:
- Me her tişt safî kir. Em bi qeweta xwe hesiyan.
- Pepûko ma ew çi dengên sîlahan bûn? Ma kes hatine kuştin?
- Na, na! Tu kes nehatine kuştin, tenê yek birîndar bû ye. Şansê
wî hebû ku gulle ji navê û berjêr lêketibû, an na xelasiya wî tune
bû.
Gurî peyv ji diya xwe girt û ji bavê xwe pirsî:
- Dibêjin Kerîz Humal pir mêrxasî kiriye, ma rast e?
- Erê, rast e. Pêşî namûs ji wî çêbû û wî li ber esker û polîsan dest
hilanî. Lê hinek jî dibêjin wî ne baş kiriye.
Diya Gurî:
- Ev Kerîz Humal çi teba ye, çima navê wî wilo ecêb e?
Gurî keniya, bavê wî dom kin
- Kerîz Humal lê, yekî dînik e; li sûkê her kes qeşmeriyên xwe pê
dikin.
- Ger dînik e, çima ji we re serokatiyê dike?
Gurî keniya, wî dizanîbû ku diya wî çîrok fêhm nekiriye. Piştî ku
wî xwarina di devê xwe de daqurtand, got:
- Na yadê, ew ne serok e. Lê dibêjin, wî mêrxasî kiriye û li
hemberî esker û polîsan dest hilanî ye.
- Rast e, bavê Gurî got. Dînik dibe, çi dibe bila bibe, camêr
mêrxas derket.
Jinikê dev ji biaqilbûn û dînbûna Kerîz Humal berda û dest bi
karê malê kir. Gurî jî ji sifrê vekişiya, çû li ser mînderê rûnişt û ew
rojnameya ku lawê cîranê wan berî sê-çar rojan dabûyê, xwend.
Bavê wî jî piştî ku têr xwar, xwe li ser mînderê dirêj kir û pir tê re
neçû bi xew re çû.
\66
vin
Bihar çû, havîn çû, payiz çû, salek derbas bû, hîn jî dibistana Gurî
venebûbû. Gurî her sibeh radihişt çentê xwe û diçû dibistanê, lê her
carê midûr ew bi paş de vedigerand û digot:
- îro jî mamoste tune ye.
Rojekê Gurî digel Beko û Nûjîn ji midûr pirsîn:
- Ka çi bi mamosta me hatiye, ew ê kengî were?
Midûr pêşî nexwest bersiva wan bide, dû re hebekî bi hêrs got:
- Mamosta we û çend mamosteyên din hatine girtin.
Gurî ji midûr pirsî:
- Ew ji bo çi hatiye girtin? Ew ê kengî were berdan?
Midûr li dora xwe nihêrî û hêdî di ber xwe de bersiva Gurî da:
- Ew ji bo devjikarberdana karkerên pembo hatiye girtin.
- Ji bo devjikarberdana karkerên pembo?
- Erê, ji bo wê.
Midûr hew peyivî, cigara xwe vêxist û derkete derve.
Gurî, Beko û Nûjîn jî derketin û berên xwe dane malê.
Di rê de Beko di ber xwe de got:
- Bi rastî mamosta me zehf haş bû. Ma tu dibê wê çi bikine jê,
Gurî?
Gurî milên xwe hejandin:
- Ez nizanim.
- Ma ew jinan jî dbcin hepsê? Nûjîn pirsî.
Beko bersiva Nûjîn da:
- Erê, ew jinan jî dbcin hepsê. Ji bo pirtûkeke kurdî ev saleke cîrana
me ye ku di hepsê de ye. Carekê polîsan kirî lawikê cîranê me
jî bigirta lê bavê min nehişt.
Nûjîn:
- Ma ew jin û mêran dbdne ba hev?
- Ew wan carina dbcine ba hev, carina jî ji hev vediqetînin, Beko
got.
167
Beko baş bi vê yeka han nizanîbû, lê mîna ku ew bi her tiştî bizanibe
bersiv dida. Ev toreyek wî ya kevin bû. Berê hinekan tiştek jê
bipirsiya, wî zanîbûya nizanîbûya, rasterast bersiv dida. Wî pirê caran
bersivên şaş û ne rast didan. Ku hinek zarok li hember bersivên
wî derketina, zora wî di zarokan de biçûya, li wan dixsit, ger zora wî
di wan de neçûya, digiriya û digot:
- Ez ê ji bavê xwe re bibêjim.
Piştî hevnasîna wî û Gurî, Beko bû Bekoyekî din. Gdek guhertinên
baş tê de çêbûbûn. Berê hema hema peyva rast ji devê wî dernediket
û her derew dikir. Lê niha pir kêm derew dikir. Wî berê bi
tu zarokan re nikanîbû hevaltî bikira, niha ji bilî Gurî zêdeyî deh
hevalên wî hebûn. Di gel van guhertinan jî dîsan Gurî jê ne xweş
bû. Ji ber ku.hindik bûya jî dîsan wî derew dikir.
Di rê de Gurî ji Beko pirsî:
- Beko, ma tu tu caran hatiyî girtin lo?
- Ez?. . . Ee. . . No, ez nehatime girtin.
- Ma tu hatiyî girtin?
-No.
Nûjîn ji Gurî pirsî:
- Ma ne carekê bavê te hatibû girtin?
- No, ew cîranê me bû, Gurî got.
Piştî wê bi hefteyekê dîsan Gurî, Beko û Nûjîn ji dibistanê vegeriyan
û bi hev re çûne mala Gurî. Lê kes li mala Gurî tunebû, ne
diya wî li mal bû, ne jî bavê wî. . . Gurî û Beko pêlavên xwe ji pê kirin
û derbasî ser mînderan bûn. Lê, Nûjîn derbasî hundur nebû,
ew li ber derî, li ser lingan rawestiya:
Gurî jê pirsî:
- Çima tu derbas nabî, Nûjîn?
Nûjîn hebekî şermokî bû. Gava ew dipeyivî serê xwe dixist ber
xwe, wê qet li çavên mirov nedinihêrî.
- Na, ez ê herime malê, wê bi şermokî got.
- Çima? Tu ê li mal çi bikî?
168
Nûjîn milên xwe hejandin û tu bersiv neda.
Beko henek pê kin
- Qey ew naxwaze tevlî lawikan bileyize.
Nûjîn keniya, Gurî got:
- Bi rastî tu naxwazî tevlî lawikan bileyizî?
- Bdê, ma kê gotiye ez naxwazim?
Hîn wilo, diya Gurî kete hundur. Gava ew wilo çav li Nûjîn ket,
wê bi devkenî jê pirsî:
- Çima tu li wir rawestiyayî keça min? Derbas bibe, rûne.
- Na amojnê, ez ê herime malê.
- De de, tu jî rûnê û tevlî Gurî û Beko pariyek nan bixwe.
Bi qasî ku diya Gurî ji Gurî hez dikir, ji hevalên wî jî hez dikir.
Ew, zimanê ku bi Gurî re dipeyivî, bi hevalên wî re jî dipeyivî. Ji
ber vê yekê hevalên Gurî ji wê hez dikirin. Gava ew dihatin mala
Gurî wan xwe li malê didîtin. Nemaze Beko... Tew mirov digot
qey Beko bûye lawê malê. Roja ku ew neçûya mala Gurî tunebû.
Tew carina, gava şev dereng dibû, ew li mala Gurî radiza.
Diya Gurî ji wan re çend îsot û çend bacan di tawê de sor kirin û
anî danî ber wan.
Pêşî Nûjîn nexwest bbcwe, lê diya Gurî jê re got:
- Çima tu naxwî keça min? Were tu jî du pariyan bixwe.
Hingî ew jî bi wan re rûnişt û hêdî hêdî xwar.
Diya gurî ji wan pirsî:
- Ma wê heya kengî mekteba we girtî be? Ma qey ew hew vedibe?
Gurî:
- Mamosta me jî bi mamostên din re hatiye girtin. Heya ew neyê
berdan wê mekteba me girtî be, got.
Beko jî bi ser ve zêde kir û got:
- Ez bawer nakim saleke din jî mekteba me vebe.
Beko bi du-sê mehan ji Gurî biçûktir bû. Lê ew ji Gurî dirêjtir û
bi navmiltir bû. Porê wî zer, çavên wî mezin û şîn bûn. Carina rabûn
û rûniştina wî weke ya mezinan bû, carina jî dibû weke zaro-
169
kên çar pênc salî. Ew li gorî rewşê dihate guhertin.
Wan di ser xwarinê de qala hevalekî xwe dikirin. Hema ku ew ji
xwarinê vekşiyan, ew hevalê wan kete hundur. Gava lawik kete
hundur, Gurî got:
- Binêre, mêrên çê wilo bi ser navê xwe de tê.
Piştî ku lawik rûnişt, Gurî jê pirsî:
- Ma tu ne birçî yî?
- Na, spas.
- Kuro ger tu birçî bî, bbcwe.
Lêwik du-sê parî li wê xwarina li erdê xist û ji sifrê vekşiya. Piştî
ku ew ji sifrê vekşiya û destên xwe bi pêsgîra nîvşil pak kir, ji Gurî
pirsî:
- Min bihîst wê Walî were vir û we gotiye, hûn ê li hemberî wî
bimeşin, ma rast e?
Beko li çavên Gurî mêze kir.
Gurîjilêwikpirsî:
- Kê got?
- Ev du roj in li mektebê her kes li ser dipeyivin. Hema hema her
kes pê hesiyan e. Ji midûr bigire, heya bi sinifa yekê.
- Mamoste jî pê hesiyane?
- Erê, erê, ew jî pê hesiyane.
- Midûr jî?
- Erê, giş, giş. . . Lê midûr pir hêrs bûye. Ew dibêje zarokên ku vê
yeka han bikin, ez ê wan ji mektebê biavêjim.
Gurî serê xwe kil kir, Nûjîn hebekî tirsiya; lêwik domand:
- Midûr li hemû sinifan geriya û ji hemû zarokan re got, ku ew
tiştekî wilo bikin, ew ê ji mektebê bêne avêtin. Lê gava midûr pişta
xwe dida zarokan, zarokan gişan bi ya xwe dikirin û digotin ku ew
ê li hemberî Walî bimeşin.
Beko ji lêwik pirsî:
- Ê baş e, ma ew nabêjin, kî dê vê yekê bikin?
- Çawa nabêjin?
170
Li çavên Gurî nihêrî:
Dibêjin, bi alîkariya xwendevanên lîseyê, dê Gurî vê bike. Midûr
digot ku ew bi dest min bikeve, ez ê serê wî ji nava milên wî
hilqitînim, ez nahêlim êdî lingên wî bi hewşa vê mektebê bibin.
Ew çi dike bila bike, ji xwe ev nêzîkî salekê ye ku mekteba me
girtî ye û mamosta tunene. Ger ew wilo dibêje, çima ew ji me re
mamostan peyda nake.
Di wê navberê de diya Gurî di gel kincên şuştî kete hundur. Gava
wê bihîst ku ew behsa dibistan û mamostan dikin, ji lêwik pirsî:
Ma dersdarê we jî hatiye girtin, bavo?
Na, jinapê, ew nehatiye girtin, lê weke ku ew jî girtî be, rojekê
mekteb heye, deh rojan tuneye.
Nûjîn mamosta xwe bi bîr anîbû:
Jinapê, Welleh mamosta me pir baş bû. Wê pir ji me hez dikir.
Beko xwe avête navê:
Ji ber ku ew jin bû, wê ji te hez dikir. Çima wê ji min hez nedikir?
Ger tu baş bûya, ew ê ji te jî hez bikira. Piştî hatina Gurî wê ji
te jî hez kir. Tu berê qet nebas bûyî. Min jî ji te hez nedikir, ez ji te
diqeherîm.
Ew heya saet sisê piştî nîvro li mala Gurî man. Dû re ew rabûn
çûn mala hin hevalên xwe, yên din. Lê, Nûjîn bi wan re neçû, wê
xatir ji wan xwest û çû malê.
Gurî di gd neh-deh hevalên xwe yên sinifê û çend şagirtên lîseyê
heya bi derengê şevê li ser meşa li dijî Walî ya ji bo berdana mamostan
munaqeşe kirin. Wan bi boyaxa sor li ser cawên spî hin nivîs
nivîsandin: "Mamostê me berdin!", "Em mamostê xwe dbcwazin!"
û bi tîpên hûr jî di bin wan nivîsan de "Serîhildana Zarokan"
nivîsandin.
Ew sibehê zû, bi rohilat re, di gel wan cawên xwe çûne hewşa dibistanê.
Hîn tu kes nehatibûn; ne şagirt, ne jî mamoste. Lê bi tenê
paqijkerên dibistanê hatibûn. Yek ji paqijkerên dibistanê pîrejineke
171
qelew bû. Gava ew çav li zarokan ket, wê melkes û paçikê di destên
xwe de danîn, hate ba wan û ji wan pirsî:
- Ma haya we jê heye, ku wê îro Walî were û li mekteban bigere?
Gurî:
- Erê, em dizanin, got.
- Ger hûn dizanin çima we kincên xwe yên mektebê li xwe nekirine?
Ma Walî we di vê rewşê de bibîne ew ê nebêje çi?
Beko destên xwe xistin bêrîkên pantorê xwe û bi du gavan bi pêş
de hat:
- îro tu zarok nayên mektebê, em ê li hemberî Walî bimqin.
Jinika xizmetkar:
- Çii?. . . Hûn îro nayên mektebê?
- îro tu zarok nayên mektebê, Gurî jî bi dengekî hebekî nizim
got.
Jinikê wa bi ecêbmayî jê pirsî:
- Hûn çawa nayên mektebê kuro?
- Em nayên, Beko got. Heya ew ji me re mamostan peyda nekin
û mamostê me bernedin, tu zarok nayên mektebê.
Jinik hew bi wan re peyivî. Bi niyeta ku wê Walî were dibistanê,
ber bi satila xwe ya avê çû û dest bi paqijkirina xwe kirin.
Ew zarok heya bi vebûna dibistanê li hewşa dibistanê rawestiyan.
Hêdî hêdî kîjan zarokên ku hatin jî xwe li wan girtin. Hin zarokên
din jî li ser cawên spî nivîsandibûn. Wan hemû tiştên xwe yên ku
nivîsandibûn, spartin hewşa dibistanê û xwe jê re kirin talde da ku
midûr û hin mamoste nebînin.
Gava li zengil kêt û mamoste ketin hundurê sinifan, sinif hemû
vikîvala bûn. Hingî hin mamoste ecêbmayî man û di dilê xwe de
gotin: " îro ne şemî be?"Lê tu zarok neketin dersan. Hemû li dora
Gurî û hevalên wî kom bûbûn. Di wê navberê de xortekî bejinkurt,
ku ji simêlê wî devê wî xuya nedikir, li wir xuya bû. Ew xort ber bi
Gurî çû, hêdî destê xwe li milê wî xist, ew kişande qorzîkekê, bi dizî
tiştin jê re gotin, rojnameyeke du pelo dayê û bi riya xwe de çû.
172
Saet li dor yekê nîvro, tirimpda Walî di gel neh-deh tirimpdên
din bi tîtetît di sûkê re derbas bûn û ber bi sarayê ve çûn. Lê çer ku
ew derbas bûn, zarok weke kuliyan li sûkê peyda bûn. Hema hema
zarokên hemû sinifan li hev civiyabûn. Di wê deqîqê de te bi ku de
gava xwe biavêta zarok bûn. Zarokên dibistanên din jî ji bo meşê
derketibûn bajêr. Mirov tu caran bawer nedikir, ku wê ewqas zarok
li bajêr hebin. Li bajêr tu caran tiştên wilo nebûbûn. Mezinên ku
çav li wan diketin, şikin dikirin, tiştin ji hev dipirsîn û bi riya xwe
de diçûn. Sûk seranser tijî zarok bûbû. Carina gişan bi dengekî û bi
hev re bang dikirin " Mamostê berdin! Me mamostên xwe divên!"
Dengê wan bajar dixiste bin saw û tirsê, pirça xortan li wan gij dikirin,
leşker û polîsên bajêr ditirsandin û cih li Walî teng dikir. Zarok
bi xwe jî bi dengê xwe hêrs dibûn, bi xurtî û bi êrîşî ber bi sarayê
ve dimeşiyan. Lê berî ku ew bigihîjin ba sarayê bi panzdeh-bîst
gavan, leşker û polîs di pêşiya wan de rabûn, bi dar û qamçiyan pirên
wan ji hev belav kirin. Dû re wan bi hewa de sîlah berdan.
Hingî bajar li nav guhê hev ket. Her zarokekî bi cihekî de baz da.
Teqereq, qîj û wîj, hewar û gaziyê kelkela germê dida ji bîr kirin.
Mezinên ku ji sibehan heta bi êvaran li çayxanan rûdiniştin, rabûn
ser xwe, yên ku xwe bi dizî gihandin malên xwe û yên ku xwe di
quncikên dikanan de veşartin. Lê Gurî, Beko û hevalên xwe nereviyan.
Ew her ber bi sarayê ve dimeşiyan û bang dikirin: " Mamostên
me berdin! Me mamostên xwe divênf'Hîn wilo darek li paş stûyê
Gurî ket; yekî din û yekî din... Gurî şewişî û li erdê ket. Wilo,
çend dar li Beko û zarokên din jî ketin. Leşker û polîsan Gurî, Beko
û bîst-sî zarokên din jî girtin û ew avêtin tirimpêlên xwe.
Gurî digel wan zarokan du rojan di bin çav de man. Roja sisiyan
ku ew hatin berdan, wan dîsan bi alîkariya hin xwendevanên lîse,
wan meşeke din jî çêkirin. Piştî meşa duda, mamostên wan hatin
berdan û dibistanên wan vebûn.
Lê Gurî di gd dersên xwe yên dibistanê bi pir tiştên din ve jî mijûl
bû. Pirtûkên li ser stêrkan, yên dînî, yên li ser evînê, yên li ser
173
edebiyatê; hema çi têketa destên wî, wî dixwend. Wî di hundurê
demeke kurt de, ji bilî tirkî û kurdî xwe hînî erebî jî kir. Piştî ku wî
mewlûda kurdî ji ber kir, dest bi nivîsandina helbestan kir. Pêşî bi
tirkî, dû re jî bi kurdî nivîsand. Dawî dawî, wî bi hemû hêza xwe,
xwe da siyasetê. Ji ber vê yekê ew mecbûr ma ku wdatê xwe terk bike
û derkeve derveyî welêt. Ew pêşî li welatên ereban, dû re jî li
Ewrûpayê bi cih û war bû.
A va ye; niha jî ew bi bîst saliya xwe, li serbajarê Swêdê, li Stockholmê,
di xaniyê xwe yê xalî de rûniştiye û serpêhatiya xwe dinivîsîne.
174
WEŞANÊN NÛDEME
> BINGEHÊN GRAMERA KURDMANCÎ Celadet Bedir-Xan / Gramer
DÊ Û DÊMARÎ Egîdê Xudo / Roman
KESKESOR Nûredîn Zaza/Çîrok
Dl FOLKLORA KURDÎ DE SERDESTIYEKE JINAN Rohat / Lêkolîn
HÊZ Cl BEDEWIYA PÊNÛSÊ Mehmed Uzun / Essay (Ceribandin)
MÎRZA MEHEME Medenî Ferho / Roman
> MILKÊ EVÎNÊ Rojen Bamas / Şiîr
BIYANÎ Albert Camus Werger: Fawaz Hesên / Roman
SEVÊN SPÎ Dostoyevskî Werger: Firat Cewerî/Roman
MISK Û MIROV John Steinbeck Werger: Firat Cewerî/Roman
BEXÇEYÊ VÎSNE Çexov Werger: Rrat Cewerî / Piyes
Ll BENDA GODOT Samuel Beckett Werger: F'rat Cewerî/Piyes
GOTINÊN NAVDARAN Amadekar: Firat Cewerî / Aforisma
GIRTÎ Firat Cewerî/ Çîrok
KEVOKA SPÎ Firat Cewerî/ Çîrok
Çîrokên dı vê plrtClkê de dı des(pêkı salên 80'ê de
haane nıvîsandın cl pıranıya wan dı kovarên wan salan
de hatJne weşandın. Mîna pIrtûk Jî dı sala 1986'an de
derket. Demeke dırêJ dı ser nıvîsandın û çapkırına van
çîrokan re derbas bClye; Lêbelê bClyerên çîrokan, rewşa
zarokên kurdan, rewşa welêt, ars cl zılma leşkeran hê Jî
berdewam e.
Gava ez berî nıha bı çend salan serıyekî çClbClm welêt
û mın rewşa welêt bı çavên y;we dîn bû, mın JI nû ve
çapkırına van çîrokan p y;we re mîna berpırsıyarıyekê
dît. Dıgel ku nêrîna mın ya dı derheqa forma çîrokê de
hanye guherun Jî, dîsan ez bawer nakım ku ez ê îro bıkanıbım
bıgıhîpm zımanê van çîrokan, germahıya wan,
pdılıya wan. Firat Cewerî
**
Dostları ilə paylaş: |