Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə122/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   118   119   120   121   122   123   124   125   ...   173

Rêzimana Bahoz Baran


Bi navê xwe yê din Bahattin T AMAN di sala 1982 'yan de li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bû. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Licê xwend. Li Zanîngeha Dîjleyê beşê mamostetiya Tirkî xelas kir. Di salên xwe yên zanîngehê de berpirsiyariya kovara bi navê "Tîgrîs "ê kir û di sala 2003 'an de li "Tîgrîs "ê dest bi xebatên zimên kir. Ji sala 2006'an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî digire. Bahoz Baran niha li Amedê dijî û mamostetiyê dike.

Pirtûkên wî:

- Rêzimana Kurmancî (M. Bilbil & B. Baran, Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008.)

- A baş (B. Baran, weşanên Belkiyê, Çîrok. 2010.)

Belkî: 46

Rêza Lêkolîn û Lêgerînê: 3 Bahoz Baran-Rêzimana Kmmancî

Edîtor: Rênas Jiyan Redaksiyon: Belkî Şêwirmendê Hunerî: Serkeft Botan Berg-Grafîk: Asya Genim Çapa Yekem: Kanûn 2012

Çapxane: Kayhan Matbaaclhk Davutpaşa Cad.

GUven San. Sit. C Blok No: 224 TopkapI-istanbul tel: (0212) 612 31 85

BELKÎ BASIN YAYIN DAGITIM Kooperatifler Mah. Tren Yolu Sk.

Baglran Apt. No: 1 Ofis / DiyarbakIr Tel&Fax: (0412) 224 4772 Sertifika No: 16623

e-mail: cirusko@hotmai1.com \AIWW.faceoook.com/Cirusk.Belki

ISBN: 978-605-621 14-7-8

Rêzimana Kurmancî

Bahoz Baran

NAVEROK


PÊŞGOTIN 17

KURDÎ-KURMANO 19

ALFABE-DENGZANÎ

1. ALFABE 21

B. Dengdêr 21

C. Dengdar 23

2. DENGZANÎ 24

A. Taybetiyên Dengdêran .24

1) Dengdêrên Alîkar 25

2) Kurtbûna Dengdêran 25

B. Taybetiyên Dengdaran 27

1) Rengedeng 27

2) Dubarekirina Dengdaran 28

3) Dengdarên Alîkar 29

3. RACIVÎN 30

4. VEGUHASTINA DENGDARAN 30

5. KiRP ANDiN 31

A. Kirpandina Kîteyê 31

B. Kirpandina Peyvê 0 31

6. KÎTEKIRIN 32

WATEYÊN PEYVAN

1. WATEYÊN PEYV AN 33

2. LI GORÎ WATEYÊ PEYV 33

A. Wateya Bingehîn 33

B. Wateya Lêkirî 33

C. Wateya Mecazî 33

D. Wateya Tennî 34

3. TÊKILIYÊN WATEYÎ YÊN DI NAVBERA PEYVAN DE 34

A. PeyvênHevwate 34

B. Peyvên Hevdeng 34

C. Peyvên Nêzwate 35

D. Peyvên Dijber 35

4. LI GORÎ MÊJER Û ÇAWANIYÊ PEYV 36

A. Peyvên Giştî û Serenav 36

B. Peyvên çawanî û Çendîrllyê 36

5. LI GORÎ HEBÛNÊ VE PEYV 3(;

A. Peyvên Şênber .)6

B. Peyvên Razber 36

6. VEGUHASTINA DI NAVBERA PEYVAN DE 37

7. CUDANAVÎ 38

8. XWEŞNAVÎ 38

9. PEYVÊN XWEZAYÊ 39

10.KOMEPEYV 39

A. Cotepeyv 39

B. Gotinên Qahbî 41

C. Ravek 41

11.BIWÊJ 41

12.GOTINÊN PÊŞIYAN .42

13.GOTINÊN NAVDARAN 43

PEYVSAZÎ Û QERTAF

1. RAYEK 45

A. Rayekên Navdêran .45

B. Rayekên Lêkeran " .45

2. QERTAF 46

A. Qertafên Peywrrî 46

1) Qertafên Raweyê .46

2) Qertafên Cînavkên Kesîn 46

3) Qertafên Diyariyê .47

4) Q ertafên N enasiyê 47

5) Veqetandek .48

6) Qertafên Baneşanê .48

7) Qertafa Daçekî .49

8) Qertafa Hokerî " .49

9) Cînavka Pêgjr (Cînavka Qertafi) 49

10) Qertafa Raderî 49

B. Qertafên Çêker 50

1) Pêşgrrên Peyvçêker 50

.2) Paşgrrên Peyvçêker 51

3. PEYVÊN HEVDUDANÎ 51

NAVDÊR


1. NAV-NAVDÊR 55

2. LI GORÎ TAYBETIYÊN HEYBERAN NAVDÊR 55

A. Serenav , ',' 55

B. Hevenav 55

3. LI GORÎ HEBÛNÊ NAVDÊR 55

A. Navdêrên Şênber 55

B. Navdêrên Razber 56

4. LI GORÎ MÊJERÊ NAVDÊR 56

A. Yekjimariya Navdêran 56

B. Pirrjimariya Navdêran 57

C. Komenav 59

5. ERGATÎVÎ 60

6. AQÛZATÎVÎ 62

7. QERTAFÊN DIYARIYÊ 64

8. TEWANG 68

9. DIYARKIRINA HEJMARAN 69

lO.VEQETANDEK 71

l1.RA VEKÊN NAVDÊRAN 73

A. Ravek 73

B. Raveber 73

C. Raveker , 73

12.LI GORÎ SAZKIRINÊ RA VEKÊN NAVDÊRAN 74

A. Ravekên Xwerû 74

B. Ravekên Hevalbend 75

C. Ravekên Têkel 75

D. Ravekên Rêzîn 75

13.LI GORÎ SAZKIRINÊ NAVDÊR 76

A. Navdêrên Xwerû 76

B. Navdêrên Pêkhatî 76

C. Navdêrên Hevdudanî 76

RENGDÊR

1. RÊNGDÊR 77

A. Rengdêrên Çawaniyê 77

B. Rengdêrên Nîşanî 78

C. Rengdêrên Hejmarî 79

1) Rengdêrên Hejmarî yên Xwerû 79

2) Rengdêrên Hejmarî yên Rêzîn 79

3) Rengdêrên Hejmarî yên Pardariyê 80

4) Rengdêrên Hejmarî yên Dabeşkirinê 80

D. Rengdêrên Nediyar 80

E. Rengdêrên Pirsiyarî 81

2. RA VEKÊN RENGDÊRAN 81

3. LI GORÎ SAZKIRINÊ RAVEKÊN RENGDÊRAN 82

A. Ravekên Xwerû 82

B. Ravekên Hevalbend 83

C. RavekênLêkemav 83

4. PAYE Û WEKHEVIYA RENGDÊRAN 84

A. Paye û Wekhevî 84

B. Perçînkirin 86

CÎNAVK


1. CÎNAVK 87

2. CÎNA VKÊN PEYVÎ 87

A. Cînavkên Kesîn 87

1) Cînavkên Xwerû 88

2) Cînavkên Diyarkirî 90

B. Cînavkên Nîşanî 92

C. Cînavkên Nediyar 93

D. Cînavkên Pirsiyarî '" 94

E. Cînavka Vegerok 95

F. Cînavka BerbihevÛl 97

G. Cînavkên Lihevxistî 98

3. CÎNAVKÊN QERTAFÎ 99

A. Qertafên Cînavkên Kesîn 99

B. Cînavkên Hevbendiyê 99

C. Cînavka Pêgir 100

HOKER


1. HOKER 101

A. Hokerên Çawaniyê 101

B. Hokerên Demê 102

C. Hokerên Cî û Aliyan 103

D. Hokerên Mêjerî 104

E. Hokerên Pirsiyarî 105

F. Hokerên Nîşanî ~ " 105

DAÇEK


1. DAÇEK 107

A. Daçekên Qertafi 107

1) Bi 107

2) Bi de 1 09

3) Bi re 109

4) Bi ve 110

5) Di 110

6) Di de 110

7) Di re 111

8) Li 111

9) Ji 112

10) Jibo 112

11) Ji ber 112

12 ) Ji de 113

13) Ji re 113

14) Ji ve 113

B. Daçekên Peyvî 114

1) Heta 114

2) Bi tenê 114

3) Biqasî 114

4) Wek 114

5) Digel 115

6) Hew 115

7) Qey 116

8) Ma 116

2. HIN TAYBETIYÊN DAÇEKAN 116

GIHANEK

1. GIHAN EK 119

2. GIHANEKÊN SEREKE 119

A. Gihanekên Qertafi 119

1) Yan 119

2) Yan yan 120

3) Yan na 120

4) Bi ser de 120

5) Çi çi 120

6) De 121

7) Ha 121

8) Ha ha 121

9) Jî 121

10) Ku 122

11) Lê 123

12) Ne ne 123

13) Û 123

B. Gihanekên Peyvî 124

1) Ango 124

2) Bila 124

3) Bes 124

4) Çimkî 125

5) Eger 125

6) Hey 125

7) Herçiqas/Herçend 125

8) Herçî 126

9) Heke 126

10) Heke na 126

11) Hem hem 126

12) Geh geh 126

13) Ji lewre 127

14) Lewma 127

15) Lê belê 127

16) Madernlmafir 127

17) Naxwe 128

BANEŞAN


1. BANEŞAN 129

2. LI GORÎ WATEYÊ BANEŞAN 130

A. Baneşanên Kê+xweşiyê 130

B. Baneşanên Xemgîniyê 130

C. Baneşanên Heyirîn û Ecibandinê 130

D. Baneşanên Denglêkirinê 131

3. LI GORÎ JÊDERKÊ BANEŞAN 132

A. BaneşimênXwerll 132

B. Baneşanên Qertaf! 132

C. Baneşanên Xwezayê 134

LÊKER

1. LÊKER 135



2. RADERA LÊKERAN 135

3. QERTAFÊN LÊKERÇÊKER l36

4. TEŞEYÊN DEMÊ YÊN LÊKERAN 139

A. Teşeyê Dema Borî 139

B. Teşeyê Dema Niha û Bê 139

5. RAWEYÊN LÊKERAN 140

A. Raweyên Demê 140

1) Dema Borî ya Têdeyî 140

2) Dema Borî ya Dûdar 141

3) Dema Niha 144

4) Dema Bê 146

B. Raweyên Xwestek û Daxwazê 148

1) Raweya Xwestekê 148

2) Raweya Daxwaziyê 149

3) Raweya Şertî 149

4) Raweya Divêtiyê 149

5) Raweya Fermanê 150

6) Raweya Xwesteka Nêzîk 150

6. LI GORÎ DEMÊN HEVDU DANÎ LÊKER 152

A. Raweyên Deman ên Hevdudaru 152

1) Dema Borî ya Çîrokî 152

2) Dema Borî ya Domdar 153

3) Dema Boriya Nêz a Pêknehatî 154

4) Dema Boriya Dûr a Pêknehatî 157

5) Dema Boriya Dûr a Nediyar 159

B. Raweyên Xwestek û Daxwazê yên Hevdudanî 161

1) Dema Boriya Nêz a Pêknehatî 161

2) Dema Boriya Dûr a Pêknehatî 162

3) Dema Boriya Dûr a Nediyar 163

7. BÛN 164

8. KIRIN 170

9. LI GORÎ SAZKIRIN Ê LÊKER 171

A. Lêkerên Xweru 171

B. Lêkerên Pêkhatî 171

C. Lêkerên Hevdudaru 173

1) Lêkerên Alîkar 174

2) Lêkerên Têraniyê 175

3) Lêkerên Biwêjî 178

10.LÊKERÊN BIRI ST Û BÊRIST 178

A. Lêkerên Birist 179

B. Lêkerên Bêrist 179

1) Guherma Dengdêran 179

2) Guherîna Dengdaran 181

3) Pêkhatina Dengdaran 182

4) Ketina Dengdêr û Kîteyan 182

5) Lêkerên Guherbar 183

AVANIYA LÊKERAN

1. AVANIYA LÊKERAN 185

2. LI GORÎ KiRARÊ LÊKER 185

A. Lêkerên Lebatî 185

B. Lêkerên Tebatî 185

3. LI GORÎ BIRESERÊ LÊKER 186

A. Lêkerên Gerguhêz 186

B. Lêkerên Negerguhêz 187

C. Lêkerên Dançêker 188

LÊKERNAV

1. LÊKERNAV 189

A. Lêkernava Navdêr 189

B. Lêkemava Rengdêr .190

C. Lêkernava Hoker 191

HÊMANÊN HEVOKÊ

1. HEVOK 193

2. SAZKIRINA HEVOKAN 193

3. HÊMANÊN HEVOKÊ 194

A. Pêveber 194

B. Kirde 195

C. Bireser 198

D. Têrker 199

E. Hoker : 200

F. Hêmanên Navîn 201

HEVOK Û HEVOKSAZî

1. HEVOK Û HEVOKSAZÎ 203

2. LI GORÎ WATEYÊ HEVOK 203

A. Hevokên Erênî .203

B. Hevokên Neyînî 204

C. Hevokên Pirsiyarî 205

D. Hevokên Baneşanî , 205

E. Hevokên Xwestek û Daxwazê 205

3. LI GORÎ CUREYÊ PÊVEBERÊ HEVOK 206

A. Hevokên Lêkerî 206

B. Hevokên Navdêrî .206

4. LI GORÎ CIYÊ PÊVEBERÊ HEVOK 206

A. Hevokên Birist .207

B. Hevokên Bêrist 208

C. Hevokên Netemambûyî 208

5. LI GORÎ AVASAZIYÊ HEVOK 209

A. Hevokên Xwerû 209

B. Hevokên Hevdudanî 209

1) Hevokên Lêkemavî .209

2) Hevokên Têkel 210

3) Hevokên Gihanek1 .210

C. Hevokên Rêzîn .211

1) Hevokên Rêzîn ên Serbixwe 211

2) Hevokên Rêzîn ên Girêdayî 212

ÇEWfIYÊN VEGOTINÊ

1. ÇEWTIYÊN VEGOTlNÊ 213

A. Çewtiyên Vacê (Mantiqê) 213

B. Çewtiyên Hevoksaziyê , 214

C. Çewtiyên BikaraJÛna Peyvan 214

D. Çewtiyên Darazên Dijber 215

E. Çewtiyên Peyvên Zêde 215

F. Çewtiyên Ergatîvî, Aqûzatîvî û Qertafên Diyariyê 215

G. Çewtiyên Biwêj û Gotinên Pêşiyan 218

H. Çewtiyên Hêmanên Hevokê 219

i. Çewtiyên Neliheviya Kirde û Pêveberê 221

J. Çewtiyên Avaniya Lêkeran 222

RASTNIVîS

1. RASTNIVÎS 225

A. Nivîsîna Tîpên Mezin û Biçûk .225

B. Nivîsîna Peyvên Dîrokê .229

C. Nivîsîna "î"ya Berî 'y'yê .229

D. Nivîsîna "û" û "u" ya Berî "w'yê 230

E. Nivîsîna Peyvên Biyanî yên Taybet 230

F. Nivîsîna Cotepeyvan 231

G. Nivîsîna Daçekan 232

H. Nivîsîna Qertafên Diyariyê û Veqetandekan 234

i. Nivîsîna Lêkeran ,' .. 236

J. Nivîsîna Lêkera "Bûn "ê 240

K. Nivîsîna Qertafa NeyûlÎ 244

L. Nivîsîna Qertafên Cînavkên Kesîn .245

M.Nivîsîna Peyvên li Dawiya Rêzê 249

N. Nivîsîna Hejmaran 250

XALBENDÎ

1. XALBENDÎ 253

A. Xal ( . ) 253

B. Bêhnok ( , ) 255

C. Xalebêhnok ( ; ) 257

D. Xalecot ( : ) 258

E. Sêxal ( ) " 258

F. Pirsnîşan ( ?) 259

G. Dunik ( ") 260

H. Baneşan ( ! ) 261

i. Kevanek ((» 262

J. Kev. çargoş ( [ ] ) 263

K. Dabirr ( , ) " 264

L. Xêzekin ( - ) 264

M.Xêzedirêj ( - ) 265

N. Xêzexwar ( / ) 265

O. Wekînek ( ") 266

LI GORÎ RA WE YAN KIŞANDINA DU LÊKERAN 267

ZAYENDAPEWAN 275

PAŞGIRÊN KURMANCÎ 285

RA YEKÊN LÊKERAN 309

RASTNIVîSA HINEK PEYVAN 323

FERHENGA TERMÊN RÊZIMANÊ 341

"

ÇA \'KANI 345



Mîrê me yê nemir Celadet AlÎ Bedir-Xan, em peyrewên te ne ,.,

PÊŞGOTIN

Di navbera salên 2007 û 2008'an de Kurdî-Dera Amedê, bi saziya Katalanî Agencia Catalana de Cooperacio al Desenvolupamentê re xebata gihandina mamosteyan pêk anî. Di wê çarçoveyê de min û Mikaîl Bilbil'~ me pirtûkeke rêzimanê amade kir. Ew pirtûk di demeke kurt de hat amadekirin û di berfanbara 2008'an de hat çapkirin. Piştî wê xebatê di derbarê mijarên rêzimanî de gellek rexne û nirxandin hatin kirin. Dema ku min bi giştî bala xwe da wan rexne û nirxandinan, tiştê sereke ew bû ku divê xebateke berfireh û bipergal bihata amadekirin. Ji ber wê yekê min di sala 201O'an de dest bi xebata pirtûkeke berfireh a rêzimanê kir. Di dema amadekirinê de, di polên mamostetiyê yên Kurdî-Der'ê de gellek nîqaşên bikêrhatî çêbûn, min gellek sûd ji wan nîqaşan wergirtin.

Di vê pirtûkê de, hemû mijarên rêzimanê bi awayekî berfireh û bipergal hatine vegotin. Ji ber dubarekirina dengdaran ji berê ve pirsgirêk heye û nayê çareserkirin. Lê dema ku em bala xwe bidin fonetîka zimanê xwe, em ê bibînin ku dengdar dubare dibin. Dema ku neyên dubarekirin rê li ber gellek tevliheviyan vedibe. Ji ber vê yekê min li ciyên pêwîst ew tîp dubare kirin. Herwiha qertafa diyariyê ya peyvên nêr "î" gellek caran kêm tê bikaranîn, lê ji bo zimanekî bipergal û têkûz divê ew jî bi temamî bê bikaranîn. Li ser paşgirên Kurmancî jî min lêkolînek çêkir û rlSteyeke paşgiran amade kir. Min gellek qertaf yek bi yek şîrove kirin û bi mînakan ew zelal kirin. Ji bo mijara rayekên lêkeran jî min lîsteya rayekên lêkeran tevî peywir û mfuakên wan amade kir. Ji bo peyvçêkirinê ev herdu mijar girîng in û divê xebatine berfirehtir li ser wan bên çêkirin. Di mijara zayendê de min ji xebatên heyî sûd wergirt û bêtir ji bo kesên biyanî min lîsteyeke peyvan amade kir.

Di Kunnancî de mijareke din a dijwar j~ mijara lêkerên bêrist e. Ji bo vê mijarê jî li gorî guherîn, pêkhatin û ketina dengan min lîsteya lêkerên bêrist amade kir. Dîsa di raweyên deman ên borî de ji ber tennên rêzimanê, tevliheviyeke wateyî derdiket, ez li ser wan raweyan jî xebitîm û min li gorî feraseta zimên na vine din li wan kirin. Di warê hinek tennên rêzimanê de jî pirsgirêk hebûn, di wî warî de jî min hinek awayên din ên wan terman bi kar anîn.

Di warê rastnivîsê de, di zimanê me de gellek tevlihevî hene, li ser vê mijarê jî di vê pirtûkê de rastnivîsa nêzî 1150 peyvî cî digire.

17

Helbet dê kêmasiyên vê xebatê hebin, rexne û nirxandin dê ji bo min pirr sûdewar bin. Ez bawer dikim ku ev xebat dê hinek mijarên bialozî çareser bike, dê rê li ber hinek xebatên din veke û dê kevirekî deyîne ser qûça zimên.



Ji bo rexne, nirxandin û alîkariya wan, ez ji Diyarî Asûr, Eşref Keydani, Rênas Jiyan, Şevger Jakaw û Zilkîf Xweşhêvî re dibêjim, mala we ava.

Bahoz Baran 25.07.2012/ Licê

18

KURDÎ-KURMANCÎ



Jêderka Kurdî

Li dinyayê li gorî erdnîgariyê û nêzlkatiyê, pênc malbatên zimanan hene. Bi pêşketina şaristaniyê re ev malbat jî li seranserê dinyayê belav bûne. Malbatên zimanan ev in:

A. Malbata Zimanên Hind-Ewropayî

B. Malbata Zimanên Ûral-Altayî

C. Malbata Zimanên Bantûyî

D. Malbata Zimanên Çîn-Tîbetî

E. Malbata Zimanên Hamî-Samiyî

Kurdî di nava malbata zimanên Hind-Ewropayî de cî digire û li gorî dabeşkirina navxweyî di nava vê malbatê de dikeve na va beşê Zimanên Aryanî (ÎralÛ). Herwiha Kurd ji aliyê erdnîgariyê ve jî li bakurê rojavayê Îranê ne. Li ser zaravayên Kurdî lihevkirinek tune be jî bi awayê geerr~r tê destnîşan kirin ku}ên; zaravayên sereke yên Kurdi hene.

Li gaî nê:&a~ê evzarava dbi1 du beş:

A. Kurmancî, Soranî

B. Kirmanckî, Goranî, Lori

Taybetiyên Zimanan

Ziman ji aliyê sazkirinê ve dibin sê beş; li gorî vê sinifandinê di hinek zimanan de peyv tenê ji ldteyan pêk tên, di hinekan de bi qertafan tên çêkirin, hinek ziman jî tewangbar in, bi rêya guherîna hundirîn peyv tên çêkirin. Jivan zimanan hinek jê hem tewangbar in û hem qertafan digirin.

19


A. Zimanên Yekkîteyî

Di van zimanan de qertaf nayên bikaranîn û peyv ji kîteyan pêk tên. Ji bo her peyvê kîteyek heye. Çîrû cli nava vê komê de cî digire.

B. Zimanên Qertafgir

Di van zirmnan re qertaf tên pêş û paşiya rayekên peyvan. Ev qertaf peywirên nû li peyvan bar dikin û ji wan peyvên nû çêdikin, lê rayekên peyvan naguherin. Di Kurdî de qertaf hem tên pêşiya rayeka peyvê hem fl tên Jl1Şiya wê. Ji ter vê, di Kurdî de "pêşgir" û "paşgir" hene.

C. Zimanên Tewangbar

Di van zimanan de dema ku peyv tên çêkirin û cliyarkirin, rayek an jî gewdeya peyvan de bêtir dengdêr cliguherin. Radeya tewangê li gorî zimanan cliguhere. Di malbata zimanên Hind-Ewropayî jî tewang heye. Tewanga herî zêde di Erebî de heye, gellek peyvên Erebî bi rêya tewangê hatine çêkirin.

Kurmancî jî zaravayeke tewangbar e; lê tewang tenê di diyarkirina hinek peyvan û cînavkan de heye. Di Kurmancî de dema ku peyvên nû tên çêkirin, an jî dema ku peyv bi rêya hinek qertafan tên cliyarkirin, rayek û gewdeyên peyvan naguherin.

Taybetiyên Din

Di Kurmancî de zayenda peyvan heye. Peyv dema ku tên diyarkirin,

. zayenda wan derdikeve holê. Di demên borî de lêker gerguhêz be Kurmancî dikeve rewşa ergatîv, bireser xwerû dimîne û kirde tê diyarkirin, pêveber li gorî bire serê qertafan distîne. Di dema niha û bê de Kurmancî aqûzatîv e, kirde xwerû ye û bireser tê cliyarkirin û pêveber li gorî kirde yê qertafan distîne. Taybetiyên Kurmancî ev in:

A. Tewangbar e.

B. Qertafgir e. (pêşgir-paşgir)

C. Nîv-ergatîv e.

D. Nîv-aqûzatîv e.

E. Zaye ndî ye.

20


ALFABE-DENGZANÎ

1. ALFABE

Alfabeya Kurmancî ya Latînî, ji aliyê Celadet Alî Bedir-Xan ve di kovara "Hawar "ê de hatiye bikaranîn û belavkirin. Di alfabeya Kurmancî

de si û yek tîp hene.

Tîpên Mezin:

A, B, C, ç, D, E, Ê, F, G, H, 1, î, J, K, L, M, N, 0, P, Q, R, S, Ş, T, U, Û,

Y, W,X, Y,Z

Tîpên Biçûk:

a, b, e, ç, d, e, ê, f, g, h, i, ~ j, k, 1, m, n, 0, p, q, r, s, ş, t, u, Û, v, w, x, y, z

Pevdeng


"x "û "w" bi hev re tên bikaranîn û pevdengê çêdikin. Ev tîp dema ku li ber hev bin di derbekê de û bi hev re tên xwendin. Ev deng digihîjin hevdu û dibin yek. Di pevdengê de dengê serdest "x" ye.

Mînak:


Xwar, xwarzê, xwe, xwelî, xwendin, xwest, xweş, xwê, xwişk, xwîn. ,.

A. Dengdêr

Tîpên ku di gotinê de rastî tu astengiyê nayên tîpên dengdêr in. Bi tena serê xwe dikarin bên bilêvkirin. TIpên dengdêr heşt heb in, sê ji wan kurt,

pêncên din jî dirêj in. TIpên dengdêr ev in:

a, e, ê, i, ~ 0, U, Û

21


Nîş e: "i" dema ku mezin bê nivîsîn, xala serê wê na yê bikaranîn.

Mînak:


BILIND, MIRIN, MIROV ...

Dengdêrên Kurt: Ev dengdêr ne domdar in û di gotinê de zû bi dawî dibin. Dengdêrên kurt ev in: e, ~ u.

e : er.i, :::v, ez, ber, dev, ser. ..

i : int, ix, iyan, bir, kir, mir .

u: gu~ ku~ kur, sur, tu, xurt .

Nîşe: Dengdêra kurt "u" bi pirranî li dû tîpên "g, h, k, q, x"yê tê bikaranîn.

Pirsgirêka Dengê "e"yê

Di alfabeya Kurmancî de ev deng ji bo du dengên cuda tê bikaranîn. Ji xeynî dengê xwe yê bingehin di hinek peyvan de dengê "eyn "a Erebî dide, qalind e û ji qirrikê derdikeve. Bêtir di bilêvkirina peyvên Erebî de ev deng derdikeve. Hinek peyvên ku bi "h 'yê dest pê dikin jî vî dengî dihewînin. Ji bo vî dengî tîpeke nû nehatiye diyarkirin. Lê ji ber ku gellek peyvên bi vî awayî hene divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em dikarin xêzekinekê an jî du xalan li ser vê tîpê zêde bikin; dtbe ku mirov vê tîpa nû nexe nava alfabeyê, lê di mijara alfabeyê de wek xalekê qala wê bike.

Mînak:

Ehmed-Ehmed, E1î- Elî, Emer-Emer, Egît-Egît ...



Nîş e: Hinek weşanxane û kes ji bo vî dengî şeddeyê bi kar tînin, lê ji ber ku peyvên bi vî awayî gellek in û di Kurmancî de tîpên bikumik hene, dê nivîs tevlihev û nexweşik bibe.

Dengdêrên Dirêj: Ev dengdêr domdar in, di gotinê de zû bi dawî nabin, dengdêrên dirêj ev in:

a: agir, a~ ax, hal, kal, maL ..

ê: êm, êvar, êzing, bêr, kêr, mêr ... î: îcar, îlon, îsa~ bir, mir, şir ...

0: ode, ol, oxir, kol, mor, pol...

û: û, ûd, ûr, hûr, kûr, şûr ...

22

B. Dengdar



Tîpên dengdar di gotinê de rastî astengiyê tên û bêyî tîpên dengdêr dernakevin. Dengdar jî li gorî domdariyê dibin ên domdar û ne domdar. Li gorî ciyê derketinê jî tên dabeşkirin: ên lêvkî, diraIÛ, qirrikî û arikî. Tîpên dengdar ev in:

b, c, ç, d, f, g, h, j, k, 1, m, n, p, q, r, s, Ş, t, v, w, x, y, z

Pirs girê ka De ngê "h "yê

Di alfabeya Kurmancî de ev deng ji bo du dengên cuda tê bikaranîn. Ji xeynî dengê xwe yê bingelîm, di hinek peyvan de dengê "h 'ya Erebî dide, qalind e û ji qirrikê derdikeve. Ji bo çareseriyê em dikarin duxalê an jî kumikê li ser tîpa ((h 'yê zêde bikin. Mirov dikare di mijara alfabeyê de qala vê yekê bike û di alfabeyê de cî nede vê tîpê. Celadet Alî Bedir-Xan di "Hawar "ê de, ev deng nexistiye nava alfabeyê; lê duxal daniye ser wê. Em dikarin bi vî awayî pirsgirêka vî dengî çareser bikin.

Mînak:

Hebûb-hebûb, hecam-hecam, hecî-hecî, henek-henek, hemû-hemû, Helîm-Helîm, Hemze- Hemze, Hesen-Hesen, heta-heta, hetav-hetav, hewş- hewş, heyf- heyf, Miheme-Miheme ...



Ji ber ku ev dengê "h 'yê qalind e û bêtir li ber "e 'ya stûr derdikeve holê, mirov dikare bi rêya "fl 'yê, "h 'yê jî stûr bixwîne.

Mînak:


Hebûb-hebûb, hecam- hecam, hecî-hec~ henek-henek

Ev pêşniyaz pirsgirêkê bi temamî çareser nake. Di hinek peyvan de ev pirsgirêk dê bidome.

Mînak:

Hine, hor~ hût. ..



Ev pirsgirêka dudengiyê di tîpên "k" û "x 'yê de jî derdikeve holê, Celadet Alî Bedir-Xan di "Hawar"ê de ji bo tîpa "x 'yê jî duxal bi kar aniye; lê di alfabeyê de cî nedaye wê. Ji bo tîpên rengdengê "p, ç, t, k 'yê jî ev rewş derbas dibe, lê di "e" û "h 'yê de ev bêtir berbiçav e û divê ev pirsgirêk bê çareserkirin.

23


Mînak:

Pêşdevkî: Kawik, kerr, kur ... Pêş devkî: Xem, xezal, xêv ... Navdevkî: Kaş, kanûn, Kor. .. Paşdevkî: Xanî, xas, xort. ..

2. DENGZANÎ

Zanista ku li ser dengan dixebite, çêbûn û guherînên wan dikole û dişopme dengzanî ye. Guherîn, pevguherîn, pêkhatin, ketin, racivîn, veguhastina dengan di nava mijarên vê zanistê de ne.

Di zimên de parçeyê herî b iç ûk "tîp" e; di alfabeyê de ji nişana dengî re "tîp" tê gotin û alfabe ji tîpan pêk tê. Ji tîpan kîte pêk tên, ji kîteyan peyv û ji peyvan jî hevok tên sazkirin.

A. Taybetiyên Dengdêran

Li gorî ciyê derketinê û asta dengan tabloya dengdêran bi vî awayî ye:

Dîrêj-kurt: Li gorî domdariya tîpê ye. Pêşdevkî-paşdevkî: Li gorî ciyê derketinê ye. Bilind-navîn-nizm: Li gorî asta derketinê ye.

Li gorî teşeyê tîpan tabloya dengdêran bi vî awayî ye:

Dûz-Gilover: Li gorî teşeyê lêvan e. Fireh-Teng: Li gorî teşeyê çeneyê ye. Stûr-Zirav: Li gorî têkiliya zimên tl diranan e.

24

1) Dengdêrên Alîkar



a) Di peyvên hevdudani de dengdêrên alîkar "e, 0, û" dikevin nava herdu peyvan û vegotinê hêsantir dikin.

Mînak:


Ber+vajî ~ Ber~vajî Got+bêj ~ Got!1bêj Kel+girî ~ KelQgirî

Hêk+rûn ~ Hêkerûn Ka l+mêr ~ Kalemêr Rast+rast~ Rasterast

b) Tîpa dawî ya rayeka lêkerê dengdar be û piştî wê dengdarek bê, dengdêra alîkar "i" dikeve navbera wan. Ev rewş bêtir di raweyên demên borî de derdikeve holê.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   118   119   120   121   122   123   124   125   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin