Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə130/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   126   127   128   129   130   131   132   133   ...   173

Mînak


Ku ez birevim ew ê biçe.

Ku ew bibeze dê pêk bîne. Ku hûn binivîsin dê bibe.

Ku tu bikevî dê ew jî bikeve. Ku em bipirsin dê bibêjin.

Ku ew bixwînin dê bi ser bikevin.

Ji bo raweya şertî hêmanên "eger" û "heke 'yê jî tên bikaranîn.

Mînak:


Eger ez birevim dê biçe. Heke ew bê, em ê biçin.

4) Raweya Divêtiyê

Wateya pêwîstiya kirina karekî diyar dike. Lêkera alîkar "viyan" di teşeyê dema niha de dibe "divê" û tê serê hevokê, dîsa qertafa raweyê "bi-" tê ser rayeka lêkerê, bi piştre qertafên cinavkên kesîn tên bikaranîn.

Divê + Bi + Rayeka lêkerê + Qrt. Cnv. Ksn.

149

Mînak:


Divê ez birevim.

Divê ew bibeze. Divê hûn binivîsin.

Divê tu bikevî. Divê em bipirsin. Divê ew bişixulin.

Di vê raweyê de li şûna "divê 'yê, "gerek" jî tê bikaranin.

Mînak:

Gerek ez biçim.



Nîşe: "Divê" awayê lêkera "viyan "ê, yê dema niha ye. Lêkera "viyan "ê li gorî hemû raweyên demê tê bikaranin.

Mînak:


Min ew viya. Min ew divê.

Min ew viyaye. Min ew diviya.

Min ew viyabû. Min ê ew biviya.

5) Raweya Fermanê

Ji bo kesên duyem fermana kirina karekî dide. Qertafa raweyê "bi-" tê ser rayeka lêkerê, ji bo yekjimariyê "-e ", ji bo pirrjimariyê "-in" tê dawiyê. Di vê raw eyê de bi pirranî kirde nayê bikaranîn.

IBi + Rayeka lêkerê + -e /-in

Mînak:

(Tu) bireve. (Tu) bibeze. (Tu) binivîse.



(Hûn) bimeşin. (Hûn) bipirsin. (Hûn) bixwin.

Nîşe: Hinek lêker di raweya fermanî de bêpîvan û rist in, qertafa kesê duyem ê yekjimar di van lêkeran de nayê bikaranîn.

Mînak:

B ia jo, bigirî, bidirû, bişo ...



6) Raweya Xwesteka Nêzîk

Ev rawe bûyer, kar û tevgera bi xwestekê re têkildar e û li ber kirinê ye nîşan dide. Lêkera "k irin "ê di teşeyê dema niha de, lêkera bingehîn jî di raweya xwestekê de tê bikaranîn. Herdu lêker jî qertafên cînavkên kesîn digirin. Di vê raweyê de daxwazeke diyar heye û kar li ber kirinê ye; lê nehatiye kirin.

150

Mînak


Ez dikim biçim malê.

Ew dike bikeve ezmûnê. Hûn dikin çi bikin?

Tu dikî jê hez bikî. Em dikin nên bixwin. Ew dikin birevin.

Neyîniya Raweyên Xwestek û Daxwazê

Neyiniya raweyên xwestek û daxwazê, bi qertafa "ne- ''yê çêdibe, ev qertaf di şûna qertafa raweyê, "bi- ''yê de tê bikaranîn.

Mînak:


Bila ez nekenim.

Divê ew neçe.

Xwezî tu nexwî.

Ku hûn nemeşin, ew ê bireve.

Di raweya xwesteka nêzîk de, lêkera alikar "kirin" nabe neyînî, lêkera bingehin dibe neyînî.

Mînak:


Ez dikim neçim malê. Ew dike nekeve ezmûnê.

Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa neyîniyê "ne-" dikeve navbera van pêşgiran û lêkerê. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alikar pêk bê "ne-" bi lêkerê ve tê nivîsîn.

Mînak:

Erênî


Bila ez vexwim. Xwezî ew verşe. Divê ez jê hez bikim.

Eger em wî amade bikin dê biçe.

Neyînî

Bila ez venexwim. Xwezî ew venerşe. Divê ez jê hez nekim.



Eger em wî amade nekin dê neçe.

Di xwesteka nêzik de jî heman tişt heye.

Mînak:

Ez dikim venexwim. Ew dike ranebe.



Nîşe: Jibo raweya fermanê qertafa neyînî gellek caran dibe "me- ",

151


Mînak:

Meçe/meçin Vexwe/vexwin.

Meke/mekin Vemexwe/vemexwin.

6. LI GORÎ DEMÊN HEVDUDANÎ LÊKER

Raweyên Hevdudanî

Di kişandina lêkeran a li gorî raw eyan de dema ku du an zêdetir rawe hebin, lêker ji aliyê raweyê ve dibin hevdudanî, bi vî awayî gellek raweyên din tên çêkirin. Ev raweyên ku tên çêkirin raweyên dema borî ne. Raweyên dema borî yên hevdudanî ev in:

A. Raweyên Deman ên Hevdudanî

1) Dema Borî ya Çîrokî

Di vê raweyê de bûyer, kar, tevger di demeke dûr de diqewimin.

Lêkera "bûn "ê tê ber teşeyê dema borî ya têdeyi, bi piştre jî qertafên cînavkên kesin tên bikaranin. Ji ber ku ev rawe bi alîkariya lêkera "bûn "ê tê çêkirin dibe çîrokî.

IDema Br. Têdeyî + Bû + Qrt. Cnv. Ksn.

Mînak:


Lêkerên Negerguhêz Ez hatibûm.

Tu ketibûyî.

Ew çûbû.

Em meşîbûn.

Ew bûbûn.

Lêkerên Gerguhêz Min xwaribû.

Te xwendibû.

Wê gotibû.

Me pirs mû -.

We nivîs mû.

Neyînî û Ergatîvî

Neyîniya vê demê jî wek demên borî tê çêkirin, rewşa ergatîv ji bo lêkerên gerguhêz derbas dibe, pêveber li gorî bireserê qertafan digire. Lêker ji pêşgiran pêk bê qertafa neyînî dikeve navbera wan pêşgiran û rayekê.

152

Mînak:


Ez neçûbûm. Wan ew biribûn.

Min venexwaribû. Zarokan tu dîtibûyî.

2) Dema Borî ya Domdar

Di dema borî de wateya domandina karî dide. Bi qertafa dema niha "di- 'yê û bi teşeyê dema borî ya têdeyî çêdibe. Bi dûre qertafên cînavkên kesîn tên bikaranîn.

IDi + Dema Br. Têdeyî + Qrt. Cnv. Ksn.

Mînak:


Lêkerên Negerguhêz Ez jê dire viyam.

Tu ji hal diketî,

Ew bilind difirî,

Em zû dihatin.

Ew gêj dibûn.

Lêkerên Gerguhêz Min jê re digot.

Te ji min dixwest. Wê/wî ew digirtin. Me xwe paqij dikir. Wan firaq dişûştin.

Hiş yarî: Dema ku "Î 'ya qertafa dema niha neyê bikaranîn, li gorî wateyê tevlihevî jî çêdibe.

Mînak:

Min dam (danin / dema boriya têdeyf) Min dianî. (anin / dema boriya domdar)



Nîşe: Di dema borî ya domdar de rayekên lêkerên "mirin û jin-jiyan "ê diguherin. "Mirin" bi awayê "mirî" teşe digire, "jin" jî bi rayeka 'jiya 'yê di vê demê de tê bikaranîn.

Mînak:


Ez dimirîm. Ez dijiyam.

Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa dema niha "di-" dikeve navbera van pêşgiran û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr ûji lêkereke alîkar pêk bê "di-" bi lêkerê ve tê nivîsîn.

Mînak:

Min vedixwar.



Ew vedirşiya.

153


We hildibijart. Em mezin dibûn.

Tu radiketî.

Te jê hez dikir.

Neyîniya Raweyê

Neyîniya dema borî ya domdar, ji ber ku dem dema borî ye bi qertafa neyinî "ne- 'yê tê çêkirin, ev hêman beriya qertafa dema niha "di- "yê tê. Lêker ji pêşgiran pêk bê, qertafa neyînî dikeve navbera van pêşgiran û qertafa dema niha.

Mînak:


Erênî

Ez dikeniyam. Te dixwar. Ew diçû.

Min vedixwar. Ew radiket.

Ew mezin dibû.

Neyînî

Ez nedikeniyam. Te nedixwar. Ew nediçû



Min venedixwar. Ew ranediket,

Ew mezin nedibû.

3) Dema Boriya Nêz a Pêkne hatî

Wateya bûyer, kar fl tevgera ku di dema borî ya nêz de pêk nehatiye nîşan dide. Di hevoka bingehîn de hêmanên dema bê "dê" û "bi-" hene. Herwiha lêker jî li gorî dema borî ya têdeyî tê bikaranin ci qertafa raweyê "-a" li dawiyê tê zêdekirin. Hevoka duyem dema ku berî hevoka bingehîn be dibe şert û li gorî dema bingehîn teşe cligire. Hevoka duyem, dema ku piştî hevoka bingehîn be, dibe sedem û li gorî dema borî ya têdeyî teşe digire.

Dê / ê bi + Lêkera bêrader + Qrt. Cnv. Ksn. + a

Mînak:


Şert/Lêkerên Gerguhêz Ku te bigota, min ê bixwara.

Ku we wisa nekira, wî yê bigota. Ku wê bixwesta, dê wî jî dil bikira. Ku te bistenda, wî yê bixwesta.

Şert/Lêkerên Negerguhêz Ku biketa, em ê biçûna.

154


Ku bimeşiya, dê bihata vir. Ku biçûya, dê bi ser biketa.

Ku baskên wê hebûna, dê bifrrriya.

Sedem/Lêkerên Gerguhêz Min ê bixwesta, lê wê dil nekir. Te yê bixwara, lê zikê te têr bû.

We yê bistenda, lê pereyê we tune bû. Wî yê bişûşta, lê destê wî xwinî bû.

Sedem/Lêkerên Nerguhêz

Ez ê bireviyama, lê lingê min êşiya.

Tu yê bihata, lê karê te li hev nehat. Ew ê bimeşiya, lê te nehişt.

Em ê biçûna; lê balafir xera bû.

Nîşe: Di hevokên sedemê de, hevoka duyem li gorî dema borî ya têdeyî û li gorî dema borî ya domdar teşe digire.

Mînak:


We yê bistenda, lê perê we têrê nedikir. Min ê bigota, lê zû derket.

Ez ê bireviyama, lê lingê min diêşiya. Te yê bistenda, lê pereyê te têrê nekir.

Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, qertafa hevoka bingehin ya dema bê "b Î- JJ dikeve. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alîkar pêk bê "bi- JJ bi lêkerê ve tê nivisîn.

Mînak:


Şert Ku te vexwara, min ê jî vexwara. Ku we deng nekira, we yê hilbijarta.

Ku te destûr bidaya, em ê bilind bibûna.

Sedem Ew ê verşiyaya, lê te kîsik nedayê. Tu yê rake ta, lê dengê teybê zêde bû. Min ê jê hez bikira, lê ji vir çû.

155


Ergatîviya Raweyê

Ji ber ku dem dema borî ye, ji bo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derdikeve holê. Jj bo pirrjimariya bireserê divê qertafa pirrjimariyê "-in" li pêveberê bê zêdekirin. Bireser cînavk be pêveber li gorî wê qertafên cînavkên kesîn digire.

Mînak:

Şert


Ku te bigota, min ê ew bixwarina. Ku ew biçûya, wan ê ez bibirima.

Sedem


Wî yê ew bixwesta, lê te mehdê xwe kir. Min ê tu bidita, lê birayê min nehişt.

Neyîniya Raweyê

Neyiniya vê raweyê bi qertafa neyînî "ne- 'yê tê çêkirin, ev qertaf di hevoka bingehin de, di şûna qerta fa raweyê "bi- 'yê de tê bikaranin. Di awayê neyinî de wateya "pêkhatin nê heye. Di vî awayî de hevoka şertî dibe ku erêni, dibe ku neyînî be.

Mînak:


Şert

Ku te bigota/negota, min ê nexwara. Ku we wisa bikira/nekira, wî yê negota.

Sedem

Min ê nexwesta, lê wê pirr dil kir.



Ez ê nereviyama, lê ez mecbûr mam.

Di rewşa neyînî de dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... nê pêk bê, hêmana neyînî "ne-" dikeve navbera van pêşgiran û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr û ji lêkereke alîkar pêk bê "ne-" beriya rayeka lêkerê tê nivîsîn û şûna "bi- 'yê digire.

Mînak:

Şert


Ku te nexwestalbixwesta, min ê venexwara.

156


Ku tu neaniya/bianiya, min ê veneçirranda. Ku te nexwesta/bixwesta wî yê jê hez nekira.

Sedem


Min ê ranekira, lê te pirr xwestibû.

Te yê venekira, lê destûr dan te.

Me yê bilind nekira, lê wan kursî da me.

4) Dema Boriya Dûr a Pêknehatî

Wateya bûyer, kar û tevgera ku di dema borî ya dûr de pêk nehatiye nîşan dide. Di hevoka bingehin de daçeka dema bê "dê" heye lê qertafa raweyê "bi-" nayê bikaranîn. Lêker di teşeyê dema borî ya çîrokî de ye, hêmana vê raweyê "-a" jî lê zêde dibe. Hevoka duyem dema ku berî hevoka bingehîn be, dibe şert û li gorî dema hevoka bingehîn teşe digire. Hevoka duyem, dema ku piştî hevoka bingehîn be, dibe sedem û li gorî dema borî ya çîrokî teşe digire.

Dê / ê + Dm. Br. Çrk. + Qrt. Cnv. Ksn. + a

Mînak:

Şert/Lêkerên Gerguhêz



Ku te gotibûya, min ê xwaribûya.

Ku te stendibûya, wî yê xwestibûya.

Ku wê xwestibûya, dê wî jî dil kiribûya. Ku we wisa kiribûya, wî yê gotibûya.

Şert/Lêkerên Negerguhêz Ku ke tib Ciya , em ê hatibûna.

Ku meşiyabûya, dê hatibûya vir. Ku çûbûya, dê bi ser ketibûya. Ku tu rniribûya, dê êşiyabûya,

Se de miLê ke rê n Ge rguhê z

Min ê xwestibûya, lê wê dil nekiribû. Te yê xwaribûya, lê zikê te têr bûbû.

Wî yê şûştibûya, lê destê wî xwînî bûbû, We yê stendibûya, lê perê we tune bCI.

157

Sedem/Lêkerên Negerguhêz



Ez ê reviyabûma, lê lingê min êşiyabû.

Tu yê hatibûya, lê karê te li hev nehatibû. Em ê çûbûna; lê balafir xera bûbû.

Ew ê meşiyabûna, lê te nehiştibû.

Ergatîviya Raweyê

Ji ber ku dem dema borî ye, ji bo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derdikeve holê. Ji bo pirrjimariya bireserê divê qerta fa pirrjimariyê "

Mînak:


Şert

Ku te gotibûya, min ê ew xwaribûya. Ku ew çûbûya, wan ê ez biribûma.

Sedem

Wî yê ew xwestibûya, lê te qebûl nekiribû. Min ê tu dîtibûya, lê bira yê min nehiştibû.



Neyîniya Raweyê

Neyîniya vê raweyê bi qertafa neyînî "ne- 'yê çêdibe, ev qertaf di hevoka bingehîn de, tê pêşiya lêkerê. Di awayê neyînî de wateya "pêkhatin "ê heye. Di vî awayî de hevoka şertî dibe ku erênî, dibe ku neyînî be.

Mînak:

Şert


Ku te gotibûya/negotibûya, min ê nexwaribûya. Ku we wisa kiribûya/nekiribûya, wî yê negotibûya.

Sedem


Min ê nexwestibûya, lê wê pirr dil kiribû. Ez ê nereviyabûma lê ez mecbûr mabûm.

Di rewşa neyînî de dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, hêmana neyînî "ne-" dikeve navbera van pêşgiran

158

Û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr U JI lêkereke alîkar pêk bê "ne-" tê pêşiya lêkerê.



Mînak:

Şert


Ku te xwestibûya/nexwestibûya, min ê venexwaribûya. Ku te anibûya/neanibûya, min ê veneçirrandibC!ya.

Ku te dil kiribûya/nekiribûya wî yê jê hez ne kiribûya.

Sedem

Min ê ranekiribûya, lê te pirr xwestibû.



Te yê venekiribûya, lê destûr dabûn te. Me yê bilind ne kiribûya, lê kursî şikestibû.

5) Dema Boriya Dûr a Nediyar

Di vê raweyê de bûyer, kar û tevger pêk tê; lê ev pêkhatin ji aliyê kirdeyê ve baş nayê zanin. Divê ra weyê de, dema borî ya têdeyî II rayeka lêkera "bûn "ê "b" tên bikaranîn. Bi dûre qertafên cinavkên kesin lê tên zêdekirin.

Dê / ê + Lêkera bêrader +(i) b + Qrt. Cnv. Ks/1..

Mînak:

Lêkerên Negerguhêz Ez ê ha tibirn.



Tu yê çûbî.

Ew ê ketibe.

Em ê meşiyabi.n. Hûn ê êşiyabin. Ew ê rniribin.

Lêkerên Gerguhêz Min ê gotibe.

Te stendibe.

Wî yê xwendibe. Me yê xwaribe. We yê avêtibe. Wan ê xwestibe.

Nîşe: Dema ku tîpa lêkerê ya dawî dengdar be dengdêra alîkar "_i" dikeve navberê.

Mînak:


Ez ê hatibirn.

Tu yê ketjbi

159

Ergatîviya Raweyê



Ji ber ku dem dema borî ye, ji bo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derdikeve holê. Ji bo pirrjimariya bireserê divê qertafa pirrjimariyê "-in" li pêveberê bê zêdekirin. Bireser cînavk be pêveber li gorî wê qertafên cînavkên kesîn digire.

Mînak:


Min ê ew xwaribe. Me yê ew avêtibin,

Teyê ez dîtibim. Wî yê tu xwestibî,

Ne yîniya Rawe yê

Neyîniya vê raw eyê bi qertafa neyînî "ne- 'yê çêdibe, ev qertaf tê pêşiya lêkerê.

Mînak:

Erênî


Ez ê keniyabim. Te yê xwaribe. Ew ê çûbe.

Neyînî


Ez ê nekeniyabim.

Te yê nexwaribe. Ew ê neçûbe.

Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... "ê pêk bê, hêmana neyînî "ne-" dikeve navbera van pêşgiran û rayeka lêkerê. Lêker ji navdêr ûji lêkereke alîkar pêk bê "ne-" dikeve şûna "bi- 'yê.

Mînak:


Erenî

Min ê vexwaribe. Ew ê raketibe. Wê yê hilbijartibe. Min ê hez kiribe.

Neyînî

Min ê venexwaribe. Ew ê raneketibe. We yê hilnebijartibe. Min ê hez nekiribe.



Wate ya Dibe tî û Şibandinê

Ev rawe dema ku bi hêmanên "dibe, belkî ... 'yê re bê bikaranîn wateya dibetiyê; dema ku bi daçeka "wek "ê re bê bikaranîn wateya şibandinê dide.

Mînak:

Belkî hatibe.



Belkî jê re gotibe. 160

Dibe ku çûbe. Wek ku ketibe.

Dibe ku lawikî mar kuştibe. Wek ku nan xwanbe.

B. Raweyên Xwestek û Daxwazê yên Hevdudanî

1) Dema Boriya Nêz a Pêknehatî

Raweyên xwestek û daxwazê hemû bi heman awayî çêdibin. Tenê peyva serê hevokê diguhere. Di vê raweyê de, teşeyê dema borî ya têdeyî, piştî qerta fa "bi- 'yê tê. Bi dûre qertafên cinavkên kesîn û qertafa vê raw eyê "-a" lê tên zêdekirin. Ev rawe di dema borî ya nêz de wateya "pêknehatin "ê dide xwestek û daxwaziyan. Di vê raweyê de hêmanên "bila ", "xwezî", "ku" û "divê 'yê tên serê hevokê. Ji demê bêtir xwestek û daxwazî li pêş in. Jibo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derbas dibe û pêveber li gorî bireserê teşe digire.

Xwestek

Ez bireviyama. Em bihatina. Bila ew biçûya.



Min (ew) bixwara. Te (ew) biavêtina. Bila te (ew) bixwara.

Daxwazî


Xwezî ez bireviyama. Xwezî em bihatina.

Xwezî min (ew) bixwara. Xwezî te (ew) biavêtina.

Şert

Ku ez bireviyama, dê bigota.



Ku min (ew) bixwara, ew ê birçî bimaya. Ku em bihatina, dê jê bistenda.

Ku te (ew) biavêtina, wan ê ji wî bixwesta.

Divêtî

Divê ez bireviyama. Divê em bihatina.



Divê min (ew) bixwara. Divê te (ew) biavêtina.

Xwesteka Nêzîk

Min dikir ez bireviyama. Me dikir em bihatina.

Min dikir ew bixwara. Te dikir ew biavêtina.

Di raweya xwesteka nêzîk de, lêkera bingehîn carinan bi awayekî din jî teşe digire. Di vî awayî de lêker li gorî raweya xwestekê teşe digire. Di hevoka yekem de ergatîvî, di ya duyem de aqûzatîvî heye. Li gorî vê yekê kirdeyên xwerû jî tên bikaranîn.

161


Mînak:

Min dikir (ez) biçim. Te dikir (tu) biavêji

Nîş e: Xwesteka nêzîk, di dema borî de pirr kêm be jî wek awayê li jêr jî tê bikaranîn. Lêkera alîkar "kirin" dikeve dirûvê dema borî ya têdeyî.

Mînak:


Min kir ku ez jî biçim.

Wî kir ku ji min re bigota.

Hişyarî: Di van raweyan de hewce nake ku qertafa raweya borî "-a" li lêkera alîkar bê zêdekirin.

Mînak:


M in dikira- bigota. Xweziya- min bixwara. Divêya min bixwara.

2) Dema Boriya Dûr a Pêknehatî

Di vê raw eyê de qertafa raweyê "a-" li dema borî ya çîrokî tê zêdekirin. Ev rawe di dema borî ya dûr de wateya "pêk nehatin "ê dide raweya xwestek ('1 daxwaziyê. Di vê raw eyê de jî hêmanên "bila ", "xwezî", "ku" û "divê "yê tên serê hevokê. Ji bo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derbas dibe II pêveber li gorî bireserê teşe digire.

Xwestek


Ez reviyabûma. 14 Em hatibûna.

Bila te (ew) xwaribûya.

Min (ew) xwaribûya. Te (ew) avêtibûna. Bila ew çûbûya.

Daxwazî


Xwezî ez reviyabûma. Xwezî em hatibûna.

Xwezî min (ew) xwaribûya. Xwezî te (ew) avêtibûna.

Şert

Ku ez reviyabûma, dê gotibûya.



Ku min (ew) xwaribûya, ew ê birçî mabûya. Ku em hatibûna, dê jê stendibûya.

Ku te (ew) avêtibûna, wan ê ji wî xwestibûya.

14 Ji bo sivikkirinê dibe ku "bi- "ya raweyê ketibe. 162

Divêtî


Divê ez reviyabûma. Divê em hatibûna.

Divê min (ew) xwaribûya. Divê te (ew) avêtibûna.

Hişyarî: Di vê raweyê de jî hewce nake ku qertafa raweyê "-a" li hêmana lêkera alîkar bê zêdekirin.

Mînak:


Xweziya min xwaribûya. Divêya min xwaribûya.

3) Dema Boriya Dûr a Nediyar

Divê raweyê de, dema borî ya têdeyî û rayeka lêkera "bûn "ê "b " tên bikaranîn. Bi dûre qertafên cînavkên kesin lê tên zêdekirin. Ev rawe di dema borî de wateyeke "nediyar" dide raweya xwestek û daxwaziyê. Di vê raweyê de jî hêmanên "bila ", "xwezî", "ku" û "divê 'yê tên serê hevokê. Ji bo lêkerên gerguhêz rewşa ergatîv derbas dibe û pêveber li gorî bire serê teşe digire.

Xwestek


Ez reviya bim. Em hatibin.

Bila te (ew) xwaribe.

Min (ew) xwaribe. Te (ew) avêtibe. Bila ew çûbe.

Daxwazî


Xwezî ew reviyabe. Xwezî hûn hatibin.

Xwezî min (ew) xwaribe. Xwezî te (ew) avêtibin.

Şert

Ku ez reviyabim, dê gotibe.



Ku min (ew) xwaribe, ew ê birçî mabe. Ku em hatibin, dê jê stendibin.

Ku te (ew) avêtibin, wan ê ji wê xwestibe.

Divêtî

Divê ez reviya bim. Divê em hatibin.



Divê min (ew) xwaribe. Divê te (ew) avêtibin.

163


7. "BÛN"

Yek ji lêkera ku herî zêde tê bikaranîn û kartêker e lêkera "bûn nê ye.

Ev lêker, xwedî gellek peywiran e, wek lêkera bingehîn û alîkar tê bikaranîn, dema borî ya çîrokî çêdike, jê lêker tên çêkirin û li gorî wateyê, xwedî du peywiran e. Qertafên cinavkên kesîn jî di dema niha de li şûna wê tên bikaranîn.

Li Gorî Wateyê

Ev lêker xwedî du wateyên cuda ye. Di awayê yekem de, wateya "heyîn Hê dide, wek lêkera alîkar tê bikaranîn û navdêran dike pêve ber. Di awayê yekem de ev lêker nayê kirpandin. Di awayê duyem de, wateya "bûn na tişt an kesekî dihewîne û lêkera alîkar e. Di awayê duyem de ev lêker tê kirpandin.

Wek Lêkera Alîkar

Ev herdu wate, dema ku "bûn" lêkera alîkar be derdikevin holê. Di awayê yekem de wateya "heyîn "ê dihewîne, di awayê duyem de jî wateya "bûn "ê dihewîne. Di herdu awayan de jî "bûn" ji hêmana navdêr cuda tê nivîsin.

Mînak:


Dema Borî ya Têdeyî-l Navê min Rizgar bû.

P orrê min dirêj bû. Dengê te bilind bû.

Av germ bû.

Xwarin sar bû.

Dema Borî ya Têdeyî-2 Bavê min rizgar bû.

Porrê min dirêj bû. Dengê te bilind bû.

Av germ bû.

Xwarin sar bû.

Dema Niha-l

Na vê min Rizgar e. Porrê min dirêj e. Dengê min bilind e. Av germe.

Xwarin sar e.

Dema Niha-2

Bavê min rizgar dibe. P orrê min dirêj dibe. Dengê te bilind dibe. Av germ dibe. Xwarin sar dibe.

164


Dema Bê-1

Navê min dê Rizgar ffibe. 15

Porrê min dê dirêj ffibe. Dengê min dê bilind Bibe. Av dê germ bibe.

Xwarin dê sar bibe.

Dema Bê-2

Bavê min dê rizgar bibe. Porrê min dê dirêj bibe. Dengê te dê bilind bibe. Av dê germ bibe. Xwarin dê sar bibe.

Dema ku em herdu awayan didin ber hev, eşkera ye ku di awayê yekem de wateya "heyîn "ê heye û qertafên cînavkên kesîn, di dema niha de li şûna "bûn "ê hatine bikaranin.

Nîş e: Di awayên li jor de lêkerên "rizgarbûn, dirêj bûn, bilindbûn, germbûn û sarbûn "ê derdikevin holê. "Bûn JJ dema ku bi navdêran re bê bikaranin û di nava hevokê de be, dibe lêkera bingehîn, dema ku li dû navdêran bê dibe lêkera alîkar.

Mînak:

Ez mamoste bûm.16(Heyîn) Em heval bûn. (Heyîn)



Ez bûm mamoste." (Bûn) Em bûn heval. (Bûn)

Hişyarî: Dema ku "bûn JJ wek lêkera bingehîn bê bikaranîn, bêtir di nava hevokê de cî digire. Dema ku ciyê wê bê guhertin, ji aliyê wateyê ve dibe ku tevlihevî derkevin holê.

Mînak:

Hinekan dixwest Misilman bibin.



Eger qest ew be ku hinek kes ne "Misilman "in û dixwazin bibin Misilman, divê hevok bi awayê "Hinekan xwest bibin Misilman. " bê nivîsîn. Di awayê li jor de wateya "hinek kesên ku dixwazin wek Misilman bên dinyayê" heye.

Awayê Neyînî

Di awayê neyînî de, ji bo awayê yekem qertafa neyînî "ne-" cuda tê nivîsîn; di awayê duyem de ev qertaf bi lêkerê ve tê nivîsîn.

15 Di vî awayî de gellek caran "bi-" ji lêkerê dikeve. Dema ku jê nekeve, herdu awa tevlihev dibin.

16 Niha ne mamoste yeû di ser bûyerê re wext derbas bûye. 17 Ev bûyer di wextekî nêzîk de pêk hatiye.

165


Mînak:

Navê min ne Rizgar bû. Navê min ne Rizgar e.

Bavê min rizgar nebû. Bavê min rizgar nabe.

Hişyarî: Hêmana qertafa kesê sêyem "-(y)e ". di dema niha de ji bo kes an ji tiştê sêyem, ciyê lêkera "bûn "ê digire. Ew hêman divê ji pêveberê cuda bê nivisîn an na dibe ku bi qertafa dema borî ya dûdar "-(y)e 'yê re tevlihev bibe.

Mînak:

Bedirxan raketî ~. (bûn-dema niha) Bedirxan raketiye. (dema br. dûdar)



Wek Lêkera Bingehîn

Ev lêker, di raweyên deman de wek lêkera bingehîn ji tê bikaranîn, Di vî awayî de lêker bêtir di nava hevokê de cî digire.

Mînak:

Dema Borî ya Têdeyî Xwişka min bû mamoste. Elî bû nêçîrvan.



Dema Borî ya Dûdar Ew nebû tiştek.

Ez bûme şivan.

Dema Niha

Xwişka min dibe mamoste. Elî dibe nêçîrvan.

Ew nabe tiştek.

Ez dibim şivan.

Dema Bê

Xwişka min dê bibe mamoste. Elî dê bibe nêçirvan.

Ew ê nebe tiştek.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   126   127   128   129   130   131   132   133   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin