Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə133/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   129   130   131   132   133   134   135   136   ...   173

Hevok, ji bo darazekê ji peyvan tên sazkirin, ev sazkirin li gorî rê û rêzikên zimên tên çêkirin. Ji bo ku hevok bi encam bibe pêwîstî bi lêkerê an jî bi lêkera alîkar heye. Lêker di hevokê de peywira pêve berê digirin ser xwe. Lêker rasterast dikarin bibin pêveber, lê navdêr bi alikariya lêkereke alîkar dikarin bibin pêve ber.

Hevok ji aliyê wateyê ve jî tên sinifandin. Di hevokan de darazên erêni, neyinî, beneşen; xwestek û daxwazê bene. Herwthe hevokên pirsiyarî jî hene û ew jî xwedî darazekê ne.

Hevok li gorî cî û teşeyê pêve berê jî tên sinifandin, li gon ciye pêve berê hevokên birist û bêrist derdikevin holê, li gorî teşeyê pêve berê jî hevok dibin, hevokên navdêrî û hevokên lê ke rî.

Di avaniya hevokê de jî hevokên xwerû, hevdudanî, têkel û rêzkirî derdikevin holê.

2. LI GORÎ WATEYÊ HEVOK

A. Hevokên Erênî

Wateyên van hevokan erênî ne, bûyer, kar û tevger pêk tên. Ev hevok li gorî teşeyî dibin du beş:

1) Hevokên ku li gorî teşe û wateyê erênî ne: Ev hevok li gorî teşe û wateyê erênî ne, hêmanên neyînî di van hevokan de tune ne.

Mînak:


Ez çûm malê.

Zarok pirtûkan dixwînin.

Ew nên dixwe. Mêrik do êvarê mir.

203


Destê xwe bide destê min.

Ez diçim nokan.

2) Hevokên ku li gorî teşeyi neyînî; lê ligorî wateyê erênî ne: Ev hevok li gorî teşeyî neyînî ne, lê ji ber ku du tiştên neyinî tên bal hev li gorî wateyê erênî ne.

Mînak:


Ez nabêjim naçim. Wê negot neşixule. Ne ku ez naçim.

Ne ku bi gotina wî nake. Neku nexwar.

Ew nabêje ev nabe.

Carinan ev awa bi pirsê jî çêdibe, pirsa neyînî wateya erênî dide. Ji bo van hevokan hewce nake ku mirov bersiv bide.

Mînak:

"Ma min ji te re negotibû?" "Lê çawa. " (Ango te gotibû.)



Ma mirov çawa vê pirtûkê naxwîne? Ma mirov vê xwarina xweş naxwe?

B. Hevokên Neyînî

Wateyên van hevokan neyînî ne. Bûyer, kar, tevger pêk nayên. Ev hevok jî li gorî teşeyî dibin du beş:

1) Hevokên ku li gorî teşe û wateyê neyînî ne: Ev cure hevok ji aliyê teşe û wateyê ve neyînî ne. Di van hevokan de hêmanên neyinî hene.

Mînak:

Ew îro naçe dibistanê. Ew ne mamoste ye. Zarok te naxwazin.



Sêv ji darê nakevin. Maleke me tune ye.

Meçe ji wan re koletiyê meke.

Nîşe: Ku hevok bi gihane ka "ne ne'iyê bê sazkirin, lêker bi awayê

erênî tên bikaranîn.

Mînak:

Ne ji min ne jî ji te hez dike.



Ne nan dixwe ne jî deng jê derdikeve.

204


2) Hevokên ku li gorî teşeyî erênî; lê li gorî wateyê neyînî ne: Di van hevokan de hêmanên neyînî nehatine bikaranîn; lê bi rêya pirsê wateya neyînî bi dest dikeve. Hewce nake ku mirov bersiv bide van pirsan.

Mînak:


Ma mirov bi ya wî dike? Kuro ma wisa dibe?

Ma wiha dibe?

C. Hevokên Pirsiyarî

Ma li vî ciyê xerab mirov dijî?

Ma mirov ji wê xwe re wisa dibêje? Di vê teşqeleyê de mirov diçe?

Ev hevok pirsê çêdikin. Bi rêya peyvên pirsiyarî yan jî bi tenê li gorî kirpandinê hevokên pirsiyarî tên çêkirin. Hinek peyvên pirsê ev in: Gelo, ma, aya, ka, kijan, kengî, çend, çi, çima, kî-kê, qey ...

Mînak:

Ka ew lawik?



Tu çima bi gotina wî nakit Kî nanê xwe dixwe?

Qey ew jî çû?

Xwarina xwe xwar?

D. Hevokên Baneşanî

Gelo em ê bi kû de biçin? Çima bi te re nayê? Kijan zarok mezintir e? Kengî bi rê dikevin?

Sibê diçe Qersê?

Ev hevok wateya denglêkirin, kêfxweşî, kelecan, heyirîn, xemgînî tl ecibandinê didin. Piştî van hevokan bane şan tê bikaranin.

Mînak:


Hey! Bi vir de werin. Wî! Ev ji kû derket? Çi zêviyeke xweş e!

Ox xweş! Dilê min rehet bû. Ax dayê ax! Ev çi derd e? Wey wey! Çawa wisa dibêje?

E. Hevokên Xwestek û Daxwazê

Ev hevok wateyên xwestek, daxwaz, şert, divêtî û fermanê didin. Ev hevok bi alîkariya peyvên raweya xwestek CI daxwazê tên çêkirin.

Mînak:

Em jî bi wan re bixwînin.



Divê tu lê miqate bî. Nanê xwe bixwe.

Bila li me nenêre.

Xwezî te jî gotina xwe bikira. Ku çêbibe em ê temaşe bikin.

205


3. LI GORÎ CUREYÊ PÊVEBERÊ HEVOK

Hevok li gorî cureyê pêveberê dibin du beş: Pêveber ji lêkerekê pêk bê, ew hevok li gorî pêve berê dibe hevoka lêken, dema ku navdêrek bi alikariya lêkera "bûn nê bibe pêveber, ew hevok jî li gorî pêveberê dibe hevoka na vdêrî,

A. Hevokên Lêken

Eger pêveber ji lêkerekê pêk bê hevok li gorî cureyê pêveberê dibe hevoka lêkerî.

Mînak:

Li zanîngehê dixwîne. Xwişka wê nexweş ketiye. Zerdeşt li çiyayan geriya. Ew jî bi me re tê malê.



Li me guhdarî dike.

B. Hevokên Navdê rî

Dêya min nanên sêlê çêkirin. Destê vala dengjê nayê. Xwendakar diçin seyranê. Çima tu wisa dikî?

Min pirsa wê kir.

Eger pêveber bi alîkariya lêkera "bûn "ê ji navdêrekê pêk bê, hevok li gorî cureyê pêveberê dibe hevoka navdêrî. Di dema niha de qertafên cînavkên kesin şûna lêkera "bûn "ê digirin.

Mînak:


Ew li Efrînê marnoste yç. Ew cîranê me bû.

Gulê berê gulfiroş bû. Ew tişt pirtûk e.

Ew pirr bêdeng e.

Navê wê Perwîn e.

Tu li dibistanê xwendekar l. Kamil jî mamoste bû.

Tu pirr jîr Î.

Ew keçik delal e.

4. LI GORÎ CIYÊ PÊVEBERÊ HEVOK

Di Kurmancî de li gorî ciyê pêveberê sê teşeyên hevokan hene. Di teşeyê yekem de pêve ber li dawiya hevokê cî digire. Di teşeyê duyem de lêkerên berpê bûnî tên bikaranîn û pêveber di nava hevokê de cî digire. Ev herdu awa jî hevokên birist çêdikin. Di hevokên bêrist de ev awa xera dibin û ciyê pêveberê diguhere.

206


A. Hevokên Birist

Di Kurmancî de sê teşeyên sereke yên hevokên birist hene. Di awayê yekem de pêve ber li dawiyê ye, di awayê duyem de pêve ber ji lêkereke berpêbûnî pêk tê û di nava hevokê de cî digire. Di awayê sêyem de lêkerên têraniyê di nava hevokê de cî digirin û lêkera bingehîn li nav anjî li dawiya hevokê ye.

1) Teşeyê Yekem

Kirde - hoker - têrker - bireser - pêveber

Mînak:

Min do li sûkê ew dît. Bavê min pêr çûbû.



Em ê rojekê wan bibinin.

Şîlan kulîlkan jê dike. Ew ji Delal'ê hez dike. Ez jî bi wan re diçim.

2) Teşeyê Duyem

Kirde - hoker - bireser - pêveber - têrker

Mînak:

Ew îro diçe sûkê. Gulan hat mala me. Ew do ketine erdê. Wê kevir avêt golê.



Şakir kurê xwe dibe dibistanê. Min rahişt pênûsan.

Ew tê mala me.

Wî ker ajot ber derî.

Nîş e: Lêkerên berpêbûnî, di nava hevokê de cî digirin û peyva piştî xwe dikin têrker. Dema ku têrkerek tune be ev lêker li dawiya hevokê jî cî digirin. Hinek lêkerên berpê bûnî ev in: Hatin, ketin, dan, çûn, rahiştin ...

Mînak:

Ez hatim malê.



Min av da ser baxçeyî,

Ez îro ha tim.

Min ew ji kîsê xwe da.

3) Teşeyê Sêyem

Kirde _ Hoker +-t Lêkerên Têraniyê - Têrker +-t Bireser -Pêveber

Kirde _ Hoker +-t Lêkerên Têraniyê - Pêveber - Têrker

Mînak:

Ez îro dikarim wê bibînim.



Camêr dê bizanin ji wan bistînin. 207

Em ê bikarin wan bixwînin. Zarok diwêrin bên dibistanê.

Xwendekar dizanin pirtûkê bixwînin. Ez îro dikarim biçim malê.

Nîş e: Dema ku hêmanên din neyên bikaranîn, lêkerên têraniyê û pêveber li dû hev tên.

Mînak:

Ez dikarim biç im. Ew dizane bixwîne.



B. Hevokên Bêrist

Dema ku ciyê pêveberê ne li gorî hersê awayên bingehîn be, hevok li gorî ciyê pêveberê dibe hevoka bêrist. Di Kurmancî de ciyê pêve berê pirr naguhere. Ev awa bêtir di helbestan de tê bikaranîn.

1) Li Gorî Teşeyê Yekem

Mînak:


Sêv kirrî Elî. Xwend pirtûka xwe.

Spas kir Nesrîn'ê di civînê de. Rakir ala welatê xwe li çiyê.

Dikuje hêviyên xwe ew. Dirêj kir destê xwe.

2) Li Gorî Teşeyê Duyem

Mînak:

Diçe sûkê ew îro. Hat mala me Gulan. Ketine erdê do ew.



Dibe dibistanê Elî kurê xwe. Rahişt pênûsan min.

Diçe malan ew.

3) Li Gorî Teşeyê Sêyem

Mînak:


Ez dikarim bibînim wî. Diwêrî biçî gorristanê tu? D ixwaze biavêje keviran.

Zarok dizanin bixwin nanên xwe. Ew îro dixwaze bibîne bavê xwe. Dikare bibe zarokan.

C. Hevokên Netemambûyî

Di van hevokan de pêveber nayên bikaranîn. Herçiqas pêveber neyên bikaranîn jî mirov tê derdixe ku pêveber çi ye. Di hinek hevokên netemambûyî de jî sêxal tê bikaranîn.

208

Mînak:


"Tu yê nên bidî me?" "Belê. " (Belê, ez ê bidim.] "Mala te ava. " (be)

Hesp bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar. ( Hesp bi gem û hefsar mêr bi soz û biryar divê.)

Derdê min wisa giran e ku ....

5. LI GORÎ A VA SAZI YÊ HEVOK

A. Hevokên Xwerû

Ev hevok ji darezekê pêk tên, hevokên alîkar nahewînin. Pêveber anji lê ker an jî ji na vdêrekê pêk tê.

Mînak:

Îşev li mala xwe bimîne. Kurê meta min mamoste ye. Newal li kû dimîne?



Rojgar ji te hez dike.

Ez jî diçim dibistanê. Em wan bi xwe re dibin.

NÎş e: Hevokên ku bi lêkerên têraniyê tên sazkirin jî di na va hevokên xweru de ne. Lêkera alîkar lêkera bingehin temam dike û darezek çêdibe.

Mînak:


Min zanî ez biçim.

Ez diwêrim rastiyê bibêjim.

B. Hevokên Hevdudanî

Ev hevok ji çend darazan pêk tên. Darazek a bingehîn e, darazên din hevokên alîkar in. Li gorî taybetiyên xwe ev hevok dibin sê beş:

1) Hevokên Lê ke mavî

Di van hevokan de hevoka alîkar ji lêkernavan çêdibe. Hêmana ku bi lêkernavê hatiye çêkirin bi hevoka bingehîn ve tê girêdan. Hersê cureyên lêkernavan jî di van hevokan de tên bikaranîn.

Mînak:

Keçika ku pirsa te kir, çû malê.



Dema ku tu ji zozanan dihatî, ew jî diçû. Hatina te, ji bo me pirr baş bû.

209


Kesê ku soza xwe bi cî neaniye, bila neaxive. Nivisîna helbestan pirr bi zehmet e.

Ji ber ku tu nehatî, ders betal bû.

Heta ku ew neyê, em ê qebûl nekin.

Digel ku navê me nexwend, me disa deng da wî.

2) Hevokên Têkel

Hevokên kesên din yekser an neyekser dema ku têkevin nava hevokê, hevokên têkel derdikevin holê. Hevokên veguhastî hevokên alîkar in.

Mînak:

Birayê min tim digot, hişê hinek mirovan ne li serê wan e. Dêya min bang dikir û digot meçe.



Em ji bo ku bibêjin, "derbasî be" çûn nexweşxaneyê.

Tacitus dibêje: "Dijminên herî mezin ew kes in ku tim pesnê mirovî didin ".

Got wisa nekin û çû.

3) Hevokên Gihanekî

Ev cure hevok bi gihane kan bi hev ve hatine girêdan. Bêtir gihaneka "ku "yê hevokan bi hev ve girêdide. Bêtir sedem, armanc û şert derdikevin holê.

Mînak:


Ez dibînim ku tu êdî pirsa me nakî.

Ez naçim mala wan ku ew jî were. Pirsa me dike ku em lê xwedîtiyê bikin? Ne dişixule ne jî diçe dibistanê.

Ha ji te bipirsim ha ji wi

Yan vegere, yanjî wisa meke. Ez hatim û min pirsa wê kir.

Tu nanê xwe dixwî û radibî diçî ji vê derê.

Se de m û Armanc

Ez hatim ku te bibînim.

Ji ber ku li dersa xwe neşixu1î, ji pola xwe derbas nebû. Zarok çûne da ku zû ve gerin.

Ji bo ku tu bi ser bikevî, bi aliyê te ve nayê. Pirr nan dixwe ku zû mezin bibe.

Li me venegeriya, lewma ew tişt hat serê me.

210

Hevokên Şertî



Hevoka alîkar bi rêya şertî bi hevoka bingehîn ve tê girêdan.

Pêkhatina hevoka bingehîn bi şertî ve girêdayî ye. Ji bo wateya şertî çêbibe li serê hevokê hêmanên "eger, ku û heke "yê divê bên bikaranîn.

Mînak:

Ku tu bibêjî, ez ê bike nim.



Ku hûn gotina xwe bikin yek, ew nikarin bi we. Ku bihata em ê neçûna.

Eger ez bi ser bikevim, dê diyariyekê bide min. Eger tu li dersa xwe bişixulî, tu yê bi ser bikevî. Eger bibêje em ê lê guhdarî bikin.

Heke baran bibare em ê biçin.

Heke dengê xwe neke em ê jê hez bikin.

C. Hevokên Rêzîn

Hevok dema ku bi alîkariya bêhnok û xalecotê bên girêdan, hevokên rêzîn çêdibin. Ev hevok bi tena serê xwe jî xwedî darazekê ne; lê êdî bi hev re hatine têkildarkirin. Di van hevokan de carinan tu hêmaneke hevpar nîn e, carinan jî hêmanek hevpar e. Li gorî vê yekê ev hevok dibin du beş:

1) Hevokên Rêzîn ên Serbixwe

Di hevokên rêzîn ên serbixwe de, du hevok bi hev re têkildar in; lê hêmaneke wan a hevpar tune ye.

Mînak:

Dêya min nehatiye, ez ê çi bikim?



Cemal'î mala xwe çêkir, wê jî nobedarî kir. Hewa pirr sar e, cilên xwe li xwe bikin. Çavên te mêrkuj in; birûyên te tîr in.

Bila rê be bila dûr be; bila bûr be bila kûr be. Baran pirr dibariya, me jî kêf dikir.

Ez ez im, tu tu yî.

Xanim' ê helbest dixwend, ew jî aciz dibû.

211

2) Hevokên Rêzîn ên Girêdayî



Di hevokên rêzîn ên girêdayî de, du an zêdetir hevok bi hev re têkildar in û hêrî kêm hêmaneke wan hevpar e.

Mînak:


Şêro destê xwe şûşt, derbasî hundir bû.

Çira ji koran re; tembûr ji keran re bêfêde ye. Çiqas li dinê bimînî, tu yê ewqasî ecêban bibînî. Xezal' ê tiştek negot, destê xwe hejand û çû.

Nesrîn'ê pirtûka xwe xwend, bi dûre bir danî pirtûkxaneyê. Bilind firrî, çû ser çiyayan.

212


ÇEWTIYÊN VEGOTINÊ

1. ÇEWTIYÊN VEGOTINÊ

Dema ku em raman û hestên xwe tînin zimên, divê hevokên me rast, zelal, vekirî û li gorî vaca (mantiqa) zimên bin. Dema ku çewtî hebin, dê wateya hevokê baş neyê famkirin, tevlihevî çêbibe. Ji ber ku bi Kurmancî perwerde nehatiye dayin û gellek Kurd di bin bandora serdestên xwe de mane, gellek çewtiyên zimên tên kirin.

A. Çewtiyên Vacê (Mantiqê)

Kurd di nava pergala serdestên xwe de perwerde dibin û gellek tiştan bi zîmanê wan dixwînin, ev jî piştî demekê rê li ber çewtiyên vacê vedike. Gellek kes bi zimanê serdestan difikirin û dixwazin bi zimanê xwe binivîsin. Bi vê yekê pergala zimên jî xera dibe. Ku em baş guh bidin zimanê xwe, em ê bibînin ku ji bo her rewşê gellek qalibên zimanê

me hene. Hinek çewtiyên vacê û awayên wan ên rast ev in:

çewt

Min berçavk xist çavên xwe. Ew min nagire ciddiyê.



Ji ber çavên min reviyaye. Min trên- revand.

Bi demê re wê biguhere. Ez we silav dikim

Ev film xweşa min çû.

Ez li Amedê jiyan dikim. Ez ê pirsekê bipirsim.

Keda me vala çû.

Jê re silavan bibêje. Çepikeke mezin ji bo wê. Delal çawa diçe?

Wî çav avêt pirtûkê.

Rast


Min berçavk da ber çavên xwe. Ew min bi tiştekî nahesibîne.

Ji ber çavên min filitiye.

Ez negihîştim ser trênê.

Hêdî hêdî wê biguhere.

Ez silavan li we dikim.

Ev film bi min xweş hat.

Ez li Amedê dijîm.

Ez ê pirsekê bikim.

Keda me di avê de çû.

Jê re silavan bike.

Çepikeke xurt ji bo wê.

Delal tu çi dikî, çawa yî?

Wî çav li pirtûkê gerand.

213


Ez fikra wî jî bigirim.

Em ê civînekê bistînin. Eyşeşan vê kilamê dixwîne. Min gotin ji devê xwe revand. Di ketina navçeyê de ...

Gelî zarokên xwe bi oxir kir. Dema me kêm maye.

Dema min kin maye.

Li Qamişloyê bûyer derketin. Taşteya xwe bike.

?irr xweş pirr xweş, bidomîne.

B. Çewtiyên Hevoksaziyê

Ez fikra wî jî bipirsim. Em ê civînekê çêbikin.

Eyşeşan vê kilamê distre/dibêje. Gotin bêhemdî ji devê min derket. Dema ku ketin navçeyê ...

Gelî zarokên xwe bi rê kir.

Dema me hindik maye.

Dema min hindik maye.

Li Qamişlo bûyer qewimîn. Taştêya xwe bixwe.

Pirr xweş e pirr xweş e, bidomîne.

Carinan ji ber bandora sentaksa zimanên din, hevok çewt tên sazkirin.

Dema ku di rêzkirina peyvan de çewtî hebin hevok tevlihev dibin û baş nayên famkirin.

çewt

Ez we silav dikim.



Pirr dibistanê hez bike. Wan em xwendekar kirin. Îro pirr hevalekî hêja hat.

Ez we vexwendiyê dawetê dikim. Ji nû ve binivîsim dixwazim.

Min ew mêvan kir ji xwe re.

C. Çewtiyên Bikaranîna Peyvan

Rast

Ez silavan li we dikim.



Ji dibistanê pirr hez bike. Wan em kirin xwendekar. Îro hevalekî pirr hêja hat. Ez we vedixwînim dawetê. Dixwazim ji nû ve binivîsim. Min ew kir mêvan ji xwe re.

Her peyv divê li gorî wateya xwe di hevokê de bê bikaranîn. Peyvek dema ku ne li gorî wateya xwe bê bikaranîn tevlihevî derdikeve.

çewt

Ez vê peyvê pirr dixebitînim. Em ê sibê civînekê bigirin. Konferans bi dawî hat.



Me çay xwar.

Porrê min mezin bûye. Ez ê wêneyekî bikşînim. Bi telefonê lê vegere.

Bi zanistî hat gullebarankirin.

Rast


Ez vê peyvê pirr bi kar tînim. Em ê sibê civînekê çêbikin. Qonferans bi dawî bû.

Me çay vexwar.

Porrê min dirêj bûye.

Ez ê fotografekî bikşînim. Bi rêya telefonê lê vegere.

Bi zanebûn hat gullebarankirin.

214


D. Çewtiyên Darazên Dijber

Di hevokê de, di warê darazê de divê du awayên dijber cî negirin, dema ku di warê darazê de du peyvên dijber cî bigirin, çewtiya darazê derdikeve holê. Yek ji wan peyvên ku dijberiyê çêdike divê neyê bikaranin.

çewt

. Teqez belkî ew jî bixwe.



Kêm zêde tam bîst dar hebûn. Baş dizanim divê ew hatibin. Ji sedî sed dibe ku bê.

Ez dibêjim qey teqez dê bê.

Rast

Belkî ew jî bixwe. Tam bîst dar hebûn. Divê ew hatibin.



Ji sedî sed dê bê. Teqez dê bê.

E. Çewtiyên Peyvên Zêde

Peyvên ku heman wateyê didin, divê di hevokekê de bi hev re neyên bikaranin, Ev dibe sedema dirêjkirina hevokê. Bi vî awayî jî çewtî derdikevin holê.

çewt


Gotin û peyva xwe bibêje hîn here. W~ pirsa ku hat kirin bersivand. Hindik mabû dikira biketa.

Rast


Gotina xwe bibêje hîn here. Wî pirs bersivand.

Hindik mabû biketa.

Nîşe: Carinan ji bo xurtkirinê du peyvên nêzwate wek cotepeyv tên bika-ranin. Ev ne çewtî ye.

Mînak:


Ji heval û hogiran pirsî.

Tirs û xofa wî ketibû zikê me.

F. Çewtiyên Ergatîvî, Aqûzatîvî û Qe rtafê n Diyariyê

1) Di demên borî de ku lêker gerguhêz be, divê kirde xwe diyar bike bireser xweru bimîne. Di demên borî de cinavkên xweru divê wek bireser bên bikaranin. Ji ber vê tevliheviyê gellek caran wate jî tevlihev dibe.

çewt

Wan min dît. Ez nan xwarim Wan we bir. Wî te bir.



Rast

Wan ez dîtim. Min nan xwar. Wan hûn birin. Wî tu birî.

215

Dijle helbest nivîsî. Yek ew xwar.



Şîlan pirtûk xwend. Ehmed gur kuşt.

Dijle 'yê helbest nivîsî. Yekî ew xwar.

Şîlan' ê pirtûk xwend. Ehrned'î gur kuşt.

2) Dema ku kirde ji ju hêmanan an ji ravekê pêk bê û pirr jimar be herçend bireser yekjimar be jî pêveber li gorî kirdeyê qertafa pirrjimariyê digire, ev jî li gorî rê û rêbazên ergatîviyê çewt e.

çewt

Şukrî û Şakir'î darek birrÎ!!. Kejê û Besra'yê cilek stendin. Zarokên baş kursiyek anin, Şêniyên me dibistanek çêkirin. Dê û bavê min ew qebûl kirin. Xortên gundan agir kirin. Wanjê hez dikirin.



Dayikên aştiyê daxuyanî dag.

Rast


Şukrî û Şakir'î darek birrî. Kejê û Besra 'yê cilek stend. Zarokên baş kursiyek am. Şêniyên me dibistanek çêkir. Dê û bavê min ew qebûl kir. Xortên gundan agir kir.

Wan jê hez dikir.

Dayikên aştiyê daxuyanî da.

Hiş yarî: Ku kirdeyên pirrjimar neyên bikaranîn û bireser yekjimar be pêveber ji bo ku tevlihevî çênebe qertafên pirrjimariyê distîne. Dema ku ji bo pêveberê qertafa pirrjimariyê neyê bikaranîn, kirde yekjimar xuya dike. Ev awa pirr belav bûye û rûniştiye, lê mirov dikare awayê din jî bi kar bîne.

Mînak:

Çalakiya xwe li dar xistin. Helwesta polêsan şermezar kirin. Telefonî min kirin.



Dewlet şermezar kirin.

Qala baran û lehiyê dikirin. Mudaxaleyî gel kirin.

Wî berdan.

Çalakiya rûniştinê pêk anîg. Î tiraz kirin.

Texmîn nekirin dê wisa bibe.

Êrîşî ciwanan kirin.

Me çalakiya xwe li dar xist.

Me helwesta polêsan şermezar kir. Malbatê telefonî min kir.

Saziyan dew let şermezar kir.

We qala baran û lehiyê dikir. Polêsan mudaxaleyî gel kir.

Wan ew berda.

Wan çalakiya rûniştinê pêk anî. Wan îtiraz kir.

Wan texmîn nekir dê wisa bibe. Peywirdaran êrîşî ciwanan kir.

3) Di dema borî rewşa ergatîv de bireser bi alîkariya ravekê bibe pirrjimar divê pêve ber qertafa pirrjimariyê bigire. Eger ew qertaf neyê bikaranîn dê rê li ber çewtiyan vebe.

216

çewt


Min pirtûkên xwe xwend. Wan karên xwe qedand. Beşîr'î pênûsên nû belav kir. Wan spartekên xwe qedand.

Rast


Min pirtûkên xwe xwendin.

Wan karên xwe qedandin. Beşîr'î pênûsên nû belav kirin. Wan spartekên xwe qedandin.

4) Di dema niha û bê de ku pêveber ji lêkereke gerguhêz pêk bê, kirde xweru, bireser divê diyarkirî be. Nediyarkirina bireserê rê li ber tevliheviyê vedike, zayend dernakeve holê.

çewt


Tu ew dibî kû?

Ez ê kuli1k bidimê. Ew heval dibînin.

Cemîl dê keçik bixwaze.

Rast


Tu wî dibî kû?

Ez ê kulîlkê bidimê. Ew hevalan dibînin.

Cemîl dê keçikê bixwaze.

Nîşe: Ev ji bo raweyên xwestek û daxwazê jî derbas dibe.

Mînak:

Bila Cemîl keçikê bixwaze. Xwezî ew hevalan bibînin.



5) Di dema niha de divê kirde hertim xwerû be û pêve ber li gorî wê qertafan bigire.

çewt


Wan êzingan diş ikînin. Wî avê vedixwe.

Te ji min re dibê jî. Min nan dixwim.

Rast

Ew êzingan dişikînin. Ew avê vedixwin. Tu ji min re dibêjî. Ez nên dixwim.



6) Hêmana ku piştî lêkerên berpêbûnî tê divê bê diyarkirin. Di vî warî de jî gellek çewtî tên kirin û ev jî rê li ber tevliheviyê vedike.

çewt


Ez do çûm mal.

Wan ew birin girtîgeh. Te rahişt pirtûk û xwend. Zarok çûn Mêrdîn.

Rast

Ez do çûm malê.



Wan ew birin girtîgehê.

Te rahişt pirtûkê û ew xwend. Zarok çûn Mêrdînê.

7) Eger li ciyên pêwîst daçek neyên bikaranîn ev dibe sedema tevliheviyê. Navdêr, dema ku piştî daçekan tên divê bên diyarkirin. Kêmasiya qertafên diyariyê gellek caran wateyê jî tevlihev dike.

217


çewt

Ew li derve topê dilize. Gulan sazê dide.

Ew ji mal tên.

Li Mêrdîn bûyer qewirrû. Hezaran mirov hatin. Sedan kesî nan xwar.

Ew guman in ku winda bûye. Ez hêvî me tu yê bikî. Asansor jor e.

Ser çavan.

Rast

Ew li derve bi topê dilize. Gulan li sazê dide.



Ew ji malê tên.

Li Mêrdînê bûyer qewimî. Bi hezaran mirov hatin. Bi sedan kesî nan xwar.

Ew bi guman in ku winda bûye. Ez bi hêvî me ku tu yê bikî. Asansor li jor e.

Li ser çavan.

8) Di ravekên navdêran de divê qertafên diyariyê bên bikaranîn. Dema ku ew qertaf neyên bikaranîn wate bi temamî diguhere. Ravekên navdêrî û rengdêrî tevlihev dibin.

çewt


Azadiya jin pêwîst e.

Tevgera azadî diguhere. Mafên mêr pirr zêde ne. Xwendina mewlûd qedexe M.

Rast

Azadiya jinan pêwîst e. Tevgera azadiyê diguhere. Mafên mêran pirr zêde ne. Xwendina mewlûdê qedexe bû.



G. Çewtiyên Biwêj û Gotinên Pêşiyan

Gotinên pêşiyan ci biwêj ji aliyê gelî ve hatine afirandin, xwedî teşeyekî ne û divê ew teşeyên wan bi tu awayî neyên guhertin, ew guhertin dibin sedema çewtiyên vegotinê.

Mînak:

Xelk bi min sond dixwe. (çewt) Xelk bi serê min sond dixwe. (rast) Tu şêr bî ker pirr in. (çewt)



Tu gur bî ker pirr in. (rast)

Mala feqîran bi tirraliyê xera bûye. (çewt) Mala feqîran bi seknê xera bûye. (rast) Derewîn carekê nên dixwe. (çewt) Derewîn carekê dixwe frravîn. (rast)


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   129   130   131   132   133   134   135   136   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin