Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə135/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   131   132   133   134   135   136   137   138   ...   173

Ew kuştî ye. Ajal mirî bû. Ew daketî ye.

6) Dema ku lêker ji pêşgirên "ba-, da-, hil-, ra-, rû-, ve-, wer- ... nê pêk bê, qertafa dema niha û ya neyînî dikevin navbera pêşgiran û rayeka lêkerê.

Mînak:

Wê çaya xwe vedixwar. Karkeran barên xwe hilnedigirtin. Min ew ranegirta.



Em wan hildibijêrin.

Ew ji baniyê danediket.

Wan ev dane girt.

237


Qertafa dema bê "bi-" di van lêkerên pêkhatî de nayê bikaranin:

Mînak:


Ez ê vexwim.

Tu yê d.akevî.

Nîşe: Peyvên "he", "der ", "baz ". "girê" Û "ber "ê divê ji lêkeran cuda bihatina nivîsîn, lê wek îstîsna ev hêman ji berê ve bi lêkeran ve tên nivîsîn.

Mînak:


Ez derdikevim.

Dîsa birîn li mID derbûn. Min ew girêda.

Ezê bi wan re bazbidim. Ew me berdide.

Mirov li wê derê hebûn.

7) Qertafa "î"yê ya ku hevbendiya lêkerê çêdike divê bê bikaranin û pê ve bê nivîsîn.

Mînak:


Maçîkirin ~ Min tu maçî kirî. Guhdarîkirin ~ Wan li mID guhdarî kir.

8) Di rewşa tebatî û dançêker de divê lêker neyên diyarkirin Û qertafa diyariyê "ê ". li wan neyê zêdekirin.

Mînak:

çewt


Cil hatin firotinê. Ji min hat dizînê. Kevir a vêtinê.

Min ew da avêtm~. Wan nan da firotinê,

Rast

Cil hatin firotin.



Ji min hat dizîn. Kevir hat avêtin, Min ew da avêtin. Wan nan da firotin.

9) Di rewşa aqûzatîv de hêmana lêkerê ya navdêr divê neyê diyarkirin

Mînak:

çewt


Ez pirs~ dikim.

E w guhdariyê dikm.

Rast

Ez pirs dikim. Ew guhdarî dikm.



238

Xalê min bazarê dike. Ez sûd~ werdigirim.

Xalê min bazar dike. Ez sûd werdigirim.

10) Dema ku li dawiya lêkeran tîpa "a 'yê tune be di demên borî ên pêknehatî de divê "a 'yek li lêkeran neyê zêdekirin, ji dêvla wê divê qertafên cinavkên kesîn bên bikaranîn. Ev qertaf carinan rayeka lêkerê jî xera dike.

Mînak:

çewt


Ez ê biketarna. Ez ê biç~ma. Ew ê bihatana. Hûn ê biketana.

Rast.


Ez ê biketima,

Ez ê biçf!ma. Ew ê bihatina. Hûnê biket ina.

11) Hinek lêker hene ku bi lêkerên alîkar re tên bikaranîn, lê hinek ji wan bê lêkera alîkar tên bikaranin. Di wan lêkeran de hewce nake ku lêkera alîkar bê bikaranîn.

Mînak:


çewt Rast

Wî li hemberî me tevger dikir. Ew li hemberî me tev digeriya.

Ez li Zaxoyê jiyan dikim. Ez li Zaxoyê dijîm.

12) Hinek lêker bi daçekan re tên bikaranîn, divê di bikaranîna wan de daçek kêm neyên nivîsîn.

Mînak:

çewt


Min televîzyon temaşe kir. Wî fîl nêrî.

Xwe baş binêre. Ez ders şixulîm. Min wî pirsî.

Ew min hez dike.

Rast


Min li televîzyonê temaşe kir. Wî li fîlê nêrî.

Li xwe baş binêre. Ez li dersê şixulim. Mil1 li wî pirsî.

Ew ji min hez dike.

13) "d'iya qerta fa dema niha "di- ''yê, divê di lêkerên "anin, ajottn, avêun'tê de nebe "t". Rayeka lêkera "halin "ê jî di awayê neyînî de divê bê parastin.

239

Mînak:


Ez wî davêjim.

Ew erebeyê dajo. Min ew dianî.

Ez nayêm.

Ez wî tavêjim. Ew erebeyê tajo. Min ew tanî.

Tu nayêyi

J. Nivîsîna Lêkera "Bûn"ê

1) Di Kurmancî de dema ku navdêr bi alikariya lêkera "bûn Hê dibe pêve ber di dema niha de "qertafên cînavkên kesin" ciyê "bûn Hê digirin û ji peyvê cuda tên nivîsîn. Di dema borî de jî dema ku navdêran dike pêveber "bûn" cuda tê nivîsîn.

Mînak:


Ew mamoste ye. Navê min Rêzan e.

Tu li Ûrmiyeyê xwendekar i Emji halê xwe razîne.

Ew kesekî bêhêvî ye.

Zarok pirr baldar in.

Ew mamoste bû.

Dijmin pirr zalim bû.

Nîşe: Carinan qertafa cînavkên kesîn a pirrjimariyê jî çewt tê nîvîsîn. Dema ku tîpa dawî ya peyvê dengdêr be "ne ", tê bikaranîn.

Mînak:


Hûn çawa nin. (çewt) Ew rêwî nin. (çewt)

Hûn çawa ne. (rast) Ew rêwî ne. (rast)

2) Lêkera "bûn Hê dema ku wek lêkera alîkar bê bikaranîn cuda tê nivîsîn.

Mînak:


Ew jî perîşan bû.

Ez bi te re mezin dibim. Sêv sor bûn

Zarok zû dirêj bûn.

3) Qertafên cinavkên kesîn dema ku peywira "bûn "ê digirin ser xwe ji "tune 'yê cuda tên nivîsîn; lê ji "he 'yê cuda nayên nivîsîn.

240

Mînak:


Ew tune ye.

Ew heye.

Ez tune me. Ez heme.

4) Dema borî ya çîrokî bi alîkariya lêkera "bûn Hê çêdibe, di vê rewşê de "bûn" bi lêkerê ve tê nivîsîn.

Mînak:

Ew jî bi we re hatibû. Şûşe ji ser maseyê ketibû. Çûbû mala bavê xwe. Hatibû ber deriyê me.



Hişyarî: Lêker tevî radera xwe wek navdêr bên bikaranîn qertafên cînavkên kesîn divê ji wan cuda bên nivîsîn.

Mînak:


Lêkernav Ev şûştin e. Ew girî ye.

Lêker


Ev şûştine. Ew giriye.

Çewtiyên Raweyan ên Lêkera "Bûn'iê

DemaBê

Di hinek nivîsaran de em dibînin ku rayeka "bûn "ê "b " di dema bê de bi lêkerên "zanîn, karîn û wêrîn "ê re tê bikaranîn. Ev tişt, li awayê bikaranîna vê raweyê nake û li gorî rêzimanê çewt e.



Mînak:

çewt


Ez ê bizanibim. Ew ê bikaribe. Em ê biwêribin. Tu yê bizanibî.

Rast


Ez ê bizanim.

Ew ê bikare. Em ê biwêrin. Tu yê bizanî.

Dema Borî ya Çîrokî

Gellek caran di vê raweyê de çewtî tên kirin, li şûna ku "bû" bê bikaranîn, "bi" tê bikaranîn.

241

Mînak:


çewt

Ez bibûm mamoste. Ew tişt bibû.

Zarok bibûn rêwî. Camêr bibû nêçîrvan.

Rast


Ez bûbûm mamoste. Ew tişt bûbû.

Zarok bûbûn rêwî. Camêr bûbû nêçîrvan.

Dema Borî ya Domdar

Lêkera "bûn "ê bi awayê "bû" derbasî vê raweyê nabe, di hinek nivîsaran de em dibînin ku "bûn" bi lêkerên "zanin, karin û wêrin "ê re derbasî vê raweyê dibe, lê ev ne li gorî rê û rêzikên vê raweyê ye.

Mînak:

çewt


Min dikarîbû. Min dizanîbû. Min diwêribû,

Rast


Min dikarî.

Min dizanî. Min diwêrî

Dema Boriya Nêz a Pêknehatî

Di vê raweyê de jî gellek caran em dibînin ku ji dêvla ku "bû" bê nivisîn, "ba JJ tê nivîsin. Ev awa li rê û rêzikên vê raweyê nake û lêker xera dibe.

Mînak:

çewt


Ez ê bibama mamoste.

Ew tişt dê bibaya.

Zarok dê bibana rêwî. Camêr dê bibaya nêçîrvan.

Rast


Ez ê bibûma mamoste.

Ew tişt dê bibûya.

Zarok dê bibûna rêwî Camêr dê bibûya nêçîrvan.

Dema Boriya Dûr a Pêknehatî

Di vê raweyê de jî gellek caran, "bû" wek "ba 'yê tê bikaranîn. Lê divê "bûn" bi awayê xwe yê bêrader bê bikaranîn, Ji ber ku ew bixwe "dema bori ya çirokî" çêdike, dema ku ji bo xwe bê bikaranîn dubare dibe û dibe "bûbû ".

242


Mînak:

Ew pêk hatiba, ez ê bûbama mamoste. (çewt) Ew pêk hatibûya, ez bûbûma mamoste. (rast) Te gotiba, ew tişt dê bûbaya. (çewt)

Te gotibûya, ew tişt dê bûbûya. (rast)

Te erê kiriba, camêr dê bûba nêçîrvan. (çewt)

Te erê kiribûya, camêr dê bûbûya nêçîrvan. (rast) Wî xwariba, te yê biryara xwe daba? (çewt)

Wî xwaribûya, te yê biryara xwe dabûya. (rast)

Raweyên Xwestek û Daxwazê yên Pêknehatî

Di van raweyan de jî çewtî tên kirin, li şûna "bû 'yê gellek caran "ba" tê nivîsîn. Ev awa, li rê û rêzikên van raweyan nake.

Mînak:

çewt


Ez bama min wisa nedikir. Tu bayî, te çi dikir?

Em bana, me tiştek nedikir. Xwezî te ew dîtiba.

Rast

Ez bûma, min wisa nedikir. Tu bûya, te çi dikir?



Em bûna, me tiştek nedikir. Xwezî te ew dîtibûya.

Hişyarî: Carinan ji ber ku dengdara alîkar "w " tê bikaranîn, u ya "bûn "ê tê kurtkirin û dibe "i ". Bi vî awayî rayeka lêkerê xera dibe. Divê li şûna tîpa alîkar "w 'yê, tîpa alîkar 'y" bê bikaranîn.

Mînak:

Ew biwa, wê nedikir. Ew bûya, wê nedikir.



Pirsgirêka Rayeka "Bûn" û "Birin'tê

Rayeka van herdu lêkeran, di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de dibe "b " û ji hev dernakeve.

Mînak:

Ew dibe. (birin)" Ez ê bibim. (birin) Ez bibim. (birin)



Ew dibe. (bûn) Ez ê bibim. (bûn) Ez bibim. (bûn)

27 Ji bo ku ev tevlihevî dernekeve divê di "birin "ê de bireser bê bikaranîn: "Ew zarokan dibe. "

243

Di raweya fermanê de "bûn" di naya hevokê de cî digire. Dema ku li dawiyê be wateya lêkera "birin "ê heye.



Mînak:

Bibe şiyan. (bûn-ferman) Şiyam bibe. (birin-xwestek)

Bibe şerrvanê azadiyê. (bûn-ferman) Şerrvanê azadiyê bibe. (birin-xwestek)

Di raweyên xwestek û daxwazê de ji bo ku tevlihevî dernekeve qertafa raweyê "bi" dikeve. Ku ev qertaf neyê xistin, wateya lêkera "birin "ê derdikeve holê.

Mînak:

Bûn


Bila hindik be.

Ez bim, ez wisa nakim. Kesê ku hat dê ew be. Bila ez bim.

Birin

Bila hindik bibe.



Ez bibim ez wisa nakim. Kesê ku hat dê ew bibe. Bila ez bibim.

Nîşe: Di hinek awayên din de jî "bi" dikeve.

Mînak:

Sehet be ji te re.



Ev tişt li me pîroz be. Noşîcan be ji we re. Qewet be xwarzê!

K. Nivîsîna Qertafa Neyînî

1) "Ne" hêmaneke serbixwe ye wek qertafa neyinî tê bikaranîn û wateya neyinî dide peyvan. Dema ku bi lêkeran re bê bikaranîn bi wan ve tê nivîsîn, lê ji navdêran cuda tê nivîsîn.

Mînak:


Em ji vê derê neçin. Ew ne heval e.

Ne rast e ku tu wisa bikî.

Destê xwe dirêj nekir. Ew xort ne xwendekar in. Ew ne hêja ne.

2) Di dema niha de "ne-" dibe "na-" û bi lêkerên "karin" û "zanin "ê re dema ku bê bikaranîn "ne" dibe "n i "

244

Mînak


Ez naçim malê. Ez nikarim.

Zîlan li pirtûkê nanêre. Ew bi meseleyê nizane.

3) Eger lêker ji pêşgirên "ba-, da- hil-, ra-, rû-, ve-, wer- .. "ê pêk bên qertafa neyînî "ne" dikeve navbera van pêşgiran û rayeka lêkerê.

Mînak:


Ez venaxwim. Evin'ê venegot.

Ew ê zû ranebe. Zarokan derî venekir.

4) Dema ku wek qertafa çêker bê bikaranin û peyvên nû çêbike, dema ku di nava ravekê de be ev hêman bi peyvê ve tê nivîsin,

Mînak:


Neçê, nezan, nexêr, nelirê, nexweş ... Kesê nekes ez im.

Pirtûka nebaş da min.

5) Di dema bê û raweya fermanê de divê dengdara vê qertafê "e" neyê xistin. Ku ev tîp bê xistin ev dem bi dema niha re tevlihev dibe. Di raweya xwestekê de jî tevlihevî derdikeve.

Mînak:


=Ht-n~ajo. ---4 Ferman

Ew najo. ---4 Dema niha

Tu n~ajoyî. -t Xwestek

Tu najoyî. ---4 Dema niha

L. Nivîsîna Qertafên Cinavkê n Kesîn

1) Qertafa Kesê Yekem: Qertafa kesê yekem "-(i)m" e. Tîpa alîkar "-i" dema ku tîpa dawî ya lêkerê dengdar be derdikeve holê. Piştî pêveberên navdêr, ev qertaf cuda tê nivîsîn û şûna lêkera "bûn'tê ya alîkar digire. Tîpa dawî ya navdêrê dengdêr be, ev qertaf dibe "me ",

Mînak:

Ez hatim.



Ez xwendekar im.

Ez çûm.


Ez mamoste me.

2) Qertafa Kesê Duyem: Qertafa kesê duyem "-(y)î" ye. Tîpa alîkar 'y" dema ku tîpa dawî ya lêkerê dengdêr be derdikeve holê. Piştî pêveberên navdêr ev qertaf cuda tê nivîsin û şûna lêkera "bûn"ê ya alîkar digire. Tîpa dawî ya navdêrê dengdêr be ev qertaf dibe "uy):",

245

Mînak:


Tu hatî.

Tu xwendekar î.

Tu çûyî,

Tu mamoste yî.

Pirsgirêka Qertafa Kesê Duyem

Qertafa kesê duyem di dema borî ya dûdar û di demên borî ên pêknehatî de dibe sedema tevliheviyê. Du awayên bikaranîna vê qertafê hene.

Teşeyê Yekem

Di teşeyê yekem de ji bo dema borî ya dûdar qertafa raweyê "-(y Je" tê bikaranîn, lê ji ber ku vegotin dirêjtir dibe, dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdêr be qertafa kesê duyem "_îJJ nayê bikaranîn. Bi vî awayî, teşeyê lêkerê yê li gorî kesê sêyem û duyem dişibe hev. Mirov bi tenê dikare wan ji kirde yan ji hevdu veqetîne.

Mînak:

Dema Borî ya Têdeyî Tu hatî. Tu ketî.



Tu çûyî.

Tu bûyî.

Dema Borî ya Dûdar

Tu hatiye." Tu ketiye.

Tu çûyiye,

Tu bûyiye.

Lê dema ku tîpa dawiya lêkerê jî bi tîpa "-f''yê biqede û lêker dirêj be, di dema borî ya dûdar de pirsgirêk derdikeve û mirov bivênevê qertafa kesê duyem "-f''yê dixe.

Mînak:


Dema Borî ya Têdeyî

Tu gindiriyi Tu frrriyî.

Tu meşiyî.

Dema Borî ya Dûdar

Tu gindiriyiye Tu firriyiye.

Tu meşiyiye.

Ji bo vî awayî, di demên borî ên pêknehatî de jî qertafa kesê duyem ji ber vegotinê nayê bikaranîn.

28 "-i"ya" "

246

Mînak:


Tu yê biçûyiya.

Ew hatibûya tu yê çûbûyiya.

Tu yê bigindiriyiya.

Ew nehatibûya tu yê meşiyabûyiya.

Teşeyê Duyem

Di vî awayî de ji bo kesê duyem, di dema borî ya dûdar de qertafa demê "-(y)e" nayê bikaranîn, li şûna wê qertafa kesê duyem dîsa tê bikaranîn.

Mînak:

Dema Borî ya Têdeyî Tu hatî. Tu ketî.



Tu çûyî,

Tu bûyî,

Dema Borî ya Dûdar

Tu hatiyî. Tu ketiyî.

Tu çûyiyî,

Tu bûyiyî.

Lê dema ku tîpa dawiya lêkerê jî bi "î'tyê biqede, di dema borî ya dûdar de pirsgirêk derdikeve. Ku "î" neyê bikaranîn herdu rawe dişibin hev û ji hev dernakevin.

Mînak:


Dema Bori ya Têdeyî

Tu gindiriyî. Tu firriyi

Tu meşiyi

Dema Borî ya Dûdar

Tu gindiriyiyî, Tu firriyiyî.

Tu meşiyiyî.

De s tniş an: Di vî awayî de mirov dikare piştî lêkerên ku bi "î'tyê bi dawî dibin, ji bo dema borî ya têdeyî, qertafa dema borî ya têdeyî "-f''yê bi kar neyîne. Ji xeynî din ev pirsgirêk çareser nabe.

Mînak:


Dema Borî ya Têdeyî Tu gindirî, Tu firrî,

Tu meşî.

Dema BolÎ ya Dûdar

Tu gindiriyî. Tu firriyi,

Tu meşiyî.

247


Ji bo demên borî ên pêknehatî, di vî awayî de ciyê qertafa raweya pêknehatî "-a" û qertafa kesê duyem "-î" cî diguherin. Ev awa carinan vegotinê asteng dike.

Mînak:


Tu yê biçûyID'!.

Ew hatibûya, tu yê çûbûyID'!.

Tu yê bigindiriygyî.

Ew nehatibûya tu yê meşiyabûygyî,

Rawe ya Fe rmanê

Di raweya fermanê de qertafa kesê duyem nayê bikaranîn, ji dêvla wê qertafa raweyê "-e" tê bikaranîn. Dema ku qertafa cînavkê bê bikaranîn rawe dibe raweya xwestekê.

Mînak:

(Tu) bixwe. (ferman) (Tu) biçe. (ferman)



Tu bixwî. (xwestek) Tu biçî. (xwestek)

3) Qertafa Kesê Sêyem: Qertafa kesê sêyem "-(y)e" ye. Tîpa alîkar 'y" dema ku tîpa dawî ya lêkerê dengdêr be derdikeve holê. Di demên borî de ev qertaf dikeve. Piştî pêveberên navdêr ev qertaf cuda tê nivîsîn û şûna "bûn "ê digire. Pêvebera navdêrî bi tîpeke dengdêr bi dawî bibe "-(y)e" tê bikaranîn.

Mînak:

Ew diçe çolê.



Ew xwendekar e.

Ew ê bixwîne. Ew mamoste ye.

Ew hat. Ew çû.

Ew ê bihata. Ew diçû.

Di dema borî ya dûdar de tîpa dawiya lêkerê dengdar be ev qertaf dibe "

Mînak:


Ew hat~. Ew ketjyç.

Di dema niha, bê û raweyên xwestek û daxwazê de di lêkerên wek "girîn, şûştin, dirûtin ... "ê de ji ber dengdêrên dirêj qertafa kesîn a vê

cînavkê dîsa nayê bikaranîn. .

248


Mînak:

Ew digirî.

Ew didirû.

Ew dişo. Ew diajo.

4) Qertafa Kesên Pirrjimar: Qertafa kesên pirrjimar "-(i)n" e. Tîpa alîkar "-i" dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdar be derdikeve holê. Piştî pêveberên navdêr, ev qertaf cuda tê nivîsîn û tîpa dawiya navdêrê dengdêr be ev qertaf dibe "ne".

Mînak:


Ew hatin.

Ew xwendekar in.

Ew çûn.

Ew mamoste ne.

Di raweya fermanê de ji bo kesê duyem ê pirrjimar qertafa "-(i)n "ê tê bikaranîn. Raweya fermanê jî bi heman awayî çêdibe, lê di raweya fermanê de bêtir kirde nayê bikaranîn.

Mînak:


Hîm bixwin. (xwestek) Hûn bişon. (xwestek)

(Hûn) bixwin. (ferman) (Hûn) bişon. (ferman)

M.NivÎsÎna Peyvên li Dawiya Rêzê

Peyvên ku di dawiya rêzê de hilnayên û pêwîst e ku bên kîtekirin, divê li gorî rê û rêzikên kîtekirinê bên nivîsîn. Dema ku peyv bê veqetandin, divê tîpek bi tena serê xwe li aliyekî nemîne.

Ku peyva "di-bis-tan "ê di dawiya rûpelê de hilneyê, divê bi vî awayî bê veqetandin:

................................................ dibistan

................................................ dibistan

Divê tîpek bi tena serê xwe li aliyekî nemîne:

.................................................... a- (çewt)

lozî


.................................................... aloz- (çel,rt)

î

249



N. Nivîsîna Hejmaran

1) Ji yanzdehan heta nozdehan hejmar kelijîne û bi hev tên nivîsîn, wekîdin hejmar ji hev cuda tên nivîsîn.

Mînak:

Panzdeh zarok hatibûn. Heta bîst û yekê hejmart. Nozdeh hejmareke fer e.



Çardeh kesî pirsa te kir.

Çar sed li çil û çar kes li wê derê bûn. Sêzdeh caran hatibû vir.

Nîşe: Di hejmarên "hef sed" û "heş sed'tê de tîpa "t'tyê ketiye û ev bi hev ve tên nivîsîn.

2) Di nivîsên wêjeyî de hejmarên biçûk bêtir bi tîpan tên nivîsîn.

Mînak:

Wê li çar filman nêrî.



Bavê min şêst karik stendin.

Du xort pirsa te dikin.

Çar pirtûk li ser maseyê ne.

3) Di vegotinên zanistî de hejmar bi reqeman tên nivîsîn.

Mînak:

Erdhêja ku do pêk hat 6.9 pîle bû.



Dinya di 24 saetan de li dora xwe dizivirre.

4) Di dîrok û saetan de hejmar bi reqeman tên nivîsîn.

Mînak:

Di 15'ê Gulana sala 201O'an de çalakî hene. Bûyer serê sibehê di saet 8'an de pêk hat.



5) Di hejmarên mezin de ciyê sifiran bi peyvên hejmarî tê dagirtin.

Mînak:


Me 11 mîlyar û 450 milyon kir hesabê xwe. Wê ji banqeyê 2 trîlyon kredî kişand.

6) Hejmar ji hev cuda tên nivîsîn û "û "ya gihanek dikeve nava hêmanên wan. Hejmarên ku li dû wan du an zêdetir "sifir" hene, dema ku ji diduyan heta nehan hejmarekê bigirin pêşiya xwe, "û" nayê bikaranîn.

Mînak:

Bîst û çar zarok hatin.



Hezar û heftê û çar pirtûk xwedine. 250

Du sed heb çûn.

Bîst hezar kes hatibûn.

7) Hejmarên "didu" û "sisê 'yê li gorî ciyê bikaraninê bi awayên xwe yên "du JJ û "sê JJ tên bikaranin. Rêzikên nivîsîna wan bi van awayan e:

a) Dema ku bi tena serê xwe di rewşa xwerû de bin, bi awayê "didu JJ û "sisê 'yê tên bikaranin.

Mînak:


Ew didu bûn.

Sisê, hejmareke fer e.

Yek, didu, sisê ... Dildar yek e nabe didu.

b) Dema ku rengdêrên rêzîn bin bi awayê "didu JJ û "sisê 'yê tên bikaranîn.

Mînak:

Em derketin qata diduyan.



Mala sisêyan a me ye.

c) Dema ku wek rengdêrên hejmarî yên xwerû bên bikaranin bi awayê "du JJ û "sê 'yê tên bikaranin.

Mînak:

Em du kes bûn.



Sê keçik dimeşin.

d) Dema ku bi peyva "her JJê re bên bikaranin bi awayê "du JJ û sê 'yê tên bikaranin.

Mînak:

Hersê kurik çûn malê.



Herdu jî ne ji me ne.

e) Dema ku ji hejmaran peyv bên çêkirin, awayên wan ên "du JJ û "sê 'yê tên bikaranîn.

Mînak:

Roja duşemê em tên.



Sêşern rojeka xweş c.

251


Rastnivîsa Hejmaran

0, SifIr

1, Yek

2, Du, didu



3, Sê, sisê

4, Çar


5, Pênc

6, Şeş


7, Heft

8, Heşt


9, Neh

10, Deh


11, Yanzdeh

12, Duwanzdeh 13, Sêzdeh

14, Çardeh

15, Panzdeh

16, Şanzdeh

17, Hevdeh

18, Hejdeh

19, Nozdeh

20, Bîst

21, Bîst û yek 30, Svsih

31, Çil

50, Pêncî

60, Şêst

70, Heftê

80, Heştê

90, Nod


100, Sed

101, Sed û yek

500, Pênc sed

1000, Hezar 1000,000, Milyon ...

252

XALBENDÎ



1. XALBENDÎ

Xalbendî xwendinê hêsantir dikin û rê li ber tevliheviyan digirin. Bi alîkariya xalbendiyan hest û ramanên me bi awayekî zelal xwe didin der, xwendin û famkirin hêsantir dibin. Di nivîsarên Kurmancî de gellek caran em dibînin ku ji ber nebikaranîna xalbendiyan, pirsgirêk derdikevin oc. wate tehlihev dibe. Xalbendî û peywirên wan ev in:

A. Xal (.)

1) Li piştî hevokên ku daraza wan temam bûye tê bikaranîn.

Mînak:

Berê, me deriyê xwe nedigirt. Tu îro pirr birçî xuya dikî. Ew pirtûk, amin e.



Destê xwe dirêjî min kir.

Li ber dilê min, tu delal î, Sparteka xwe bi da wî kir.

2) Li piştî peyvên ku hatine kurtkirin tê bikaranîn.

Mînak:


Dr. Qasim Rojen ne li ciyê xwe ye. Prz. Rûşen îro diçe dadgehê.

Prof. Ehmed Casim diaxive.

poç. Alk. Belkis Ciwan diaxive. lng.

Hwd.


Nîşe: Piştî navên kurtkirî yên ku bi tîpên mezin hatine nivîsîn xal nayê bikaranîn.

253


Mînak:

HSKji bo kesên belengaz dixebite. Di hilbijartinê de PDK bi ser ket. Li YE'yê konferansa Kurdan heye. Doza li DMME 'yê bi dawî bû.

3) Ji dêvla qertafên "

Mînak:


Pirsa 5. rast e.

Xala 4. nayê qebûlkirin.

4) Di navbera roj, meh û salan de û di navbera hêmanên saetê de tê bikaranîn.

Mînak: 15.05.2011 21.02.1999

Nîvro di saet 12.45'an de civîna me heye.

5) Di rêzkirina xalan de piştî hejmar anjî tîpan tê bikaranîn.

Mînak:

Mijarên me ev in:



I.Rengdêr 2.Cînavk 3.Navdêr

Rêgezên me ev in:

A. Bila her kes karê xwe di wexta xwe de bike.

B. Bi gellek karan danekevin.

C. Li demê miqate bin.

6) Ji bo hejmarên parçekirî û pêlikên hejmaran tê bikaranîn.

Mînak: 5.1 pîle bû.

5.2 bû pûanê wî. 3.500.456 21.456.421

254

7) Di matematîkê de wek nîşaneya carkirinê tê bikaranîn.



Mînak: 2.2 =4 3.3 = 9

B. Bêhnok (,)

1) Peyv û komepeyvên ku xwedî heman peywirê ne bi bêhnokê tên veqetandin.

Mînak:


Ji sûkê pirtûk, pênûs û sêvan bistîne.

Evîn, Bêrî, Hesret û Guldar bi hev re çûn, Ji dar, kulîlk II pirtûkan hez dike.

Maleke şewitî, pertalên perritî û gustîlek jê re man. Hinek nan, hinek xwê û şîrî bîne.

Dema ku dihat, dema ku digot, me baş guhdarî dikir.

2) Di nava hevokên rêzin de tê bikaranin.

Mînak:


Çû ber derî sekin], pirsa bavê xwe kir. Dilê min jê ma, ez ê êdî tenê bijîm.

Ez ez im, tu tu yî.

Şîrê xwe anî, nanê xwe Mr kir û gazî me kir.

3) Dema ku peyvên "erê, belê, temam, na, nabe ... 'yê li serê hevokê bin piştî wan tê bikaranîn.

Mînak:

Erê, eyn] wek te ye.



Belê, emjî bi we re tên. Temam, bi gotina wî bikin. Na, ez vêya qebûl nakim.

4) Di nameyan de piştî gotina denglêkirinê tê bikaranin.

Mînak:

Hevalê min ê Hêja,



Xwişka min a Delal, Birayê min ê Egîd, Xwişk û birayên Ezîz,

255


5) Di hevokên dirêj de, ji bo ku kirdeyê ji hêmanên din veqetîne bêhnok tê bikaranîn.

Mînak:


Xezal, do dema ku bi dêya xwe re ji malê derdiket nexweş bû. Ristem, di çîrokan de wek şêrê serê çiyayên Kurdistanê dihat nasîn. Zarok, ji bo ku di ezmûna dîrokê de bi ser bikevin dixebitin.

Asmîn, ji evîna wî ya ku mirovî perîşan dike bawer nake.

Ez û tu, emji dîlana dilên dildaran baş bawer dikin.

6) Di hinek hevokan de ji bo ku peyv bê kirpandin piştî wê bêhnok tê bikaranîn.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   131   132   133   134   135   136   137   138   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin