11.Navên Ciyan
Bajar, bajarok, cî, gund, şar, war, welat. ..
12. Navên Cure, Cî û Jêderkên Avê çem, delav, rûbar, şet...
13. Navên Nexweşî û Cureyên Wan Derd (awarte, razber)
14. Navên Birr û Beşên Avahiyan
Ban, beşt, dep, dergeh, derî, dîwar, kevir, mirdiyaq, text, xanî, xilik, XllTI ...
15. Navên Amûrên Şerrî
Gurz, kevan, mertal, şûr, tîrkevan, xûze, zirx ...
16. Navên Rengan
Binevşî, gewr, qehweyî, reş, sor, spî, şîn, zer. ..
17. Navên Dem, Meh û Demsalan Dan (awarte)
18. Navên Amûrên Xwendegeh û NivÎsgehê Dep, çente, pel. ..
19. Navên Amûrên Ragihandin, Veguhastin û Teknîkê Film
20. Navên Amûrên Muzîkê Tune ne
21. Navên Lêkeran Tune ne
278
22. Navên Cî û Aliyan
Alî, bakur, banî, başûr, berwar, bin, çamikar, kenar, rex, rojava, rojhilat,
ser, serdor ...
23. Navên Razber
Aqil, bext, cirr, cisn, derd, derman, dilq, dirûv, gilî, girr, guneh, hiş,
xatir ...
24. Navên Dengên Xwezayê Tune ne.
25. Navên Hejmaran
Didu, sisê, çar, bîst, sed, hezar. ..
26. Navên Termên Erdnîgariyê
Çiya, gelî, gir, kendal, lat, rnitik., tilm, zimag, zinar, zozan, zixur ...
27. Navên Tîpan Tune ne.
28. Navên Ziman, Zarava, Devok, Ol û Mezheban Tune ne.
29. Navên Lîstikan Tune ne.
30. Navên Metal û Madenan Mermer, sifir ( paxir), pola, zêrr, zîv ...
Peyvên Mê
1. Parçeyên Laşê Mirovî
Bêvil, bisk, cenik, çeq, çong, deq, devdeling, gerden, gewrî, ginnik, gurçik, lêv, masûlk, memik, rnijang, movik, neynûk, panî, pêsir, pirç, pişt.. qirrik, qûn, sîng, tilî, tuncik, xirpik, zaferan, zengilok ...
Nîşe: Endamên laşî yên ku ji du hêmanan pêk tên bêtir pirrjimar tên bika-ranîn.
Mînak:
Çavên min, guhên te, destên wî ...
279
2. Navên Kinc û Cilan
Berdilk, çît, daw, dêre, destmal, gore, kefi, kember, kitan, kofi, pêjgîr, pêlav, pêşmal, piş tok, simik, şûtik, xavik ...
3. Navên Alav û Nivînên Malê
Balgeh, berr, betanî, cacim, cil, çarşev, doşek, hesîr, kursî, lihêf, mase, merş, mexfûr, mînder, nivin, perde, qenepe, sicade, tej, xalîçe ...
4. Navên Alavên Xwaringehê
Bergeş, beroş, çernçik, çoçik, dîzik, den, destar, fmcan, hesk, kefgir, kasik, kêr, kêrik, kodik, kodin, le gan, mastêrk, mesef, miqilk, niqr, piyal, qûşxane, satil, sehan, sênî, sitil, şekirdank, şûşe, tas, teşt, teyfik, xilik, xwêdank, zapik, zembîl, zerik ...
5. Cureyên Xwarin û Vexwarinê
Avdonk, bastêq, birinc, danhêr, dims, dimserûn, gemû, gezo, girar, hêk, hêkerûn, hêrayî, hevrêjk, keçelok, kutilk, lorik, mehir, pelûl, qelî, savar, sifre, şamborek, şorbe, şorbenîsk, şorbeşîr, tirşik ...
6. Navên Berên Daran (rnêweyan)
Alîsor, alûc, behîv, berrû, bih, enenas, findiq, gilyaz, guhîj, gûz, hêjîr, hinar, hirmî, incas, leymûn, mazî, mişmiş, mûz, narinc, porteqal, sêv, tawî, tû, xox, zeytûn ...
Nîşe: Ji xeynî tirî hemû berên daran mê ne.
7. Navên Berên Çandiniyê
Bacan, ba mî, birinc, dendik, fasûlî, firingî, gêzer, îsot, kartol, kizin, kûnci, nîsk, nok, perrîşok, pîvaz, qawin, silkesor, sîr, şelim, şemamok, şolik, şoqil, tivir, xes ...
Nîşe: Ev ber bêtir bi awayê pirraniyê tên bikaranin.
Mînak:
Kizinên me çêbûne. Nîskên xwe biçinin. Nokên îsal pirr baş in.
8. Navên Pincar û Giyayan
Baqil, bilbizêq, çêre, çexçûr, dîw, gezgezok, gunz, kereng, kûvark, lêxindûr, nançûçik, pelhewêz, pûng, reşad (dêjnik) rihan, sîrim, tirşok, tolik, tûzik, xazring, xerdel, xişxişok, zîwan ...
280
9. Navên Gul û Kulîlkan
Adarok, beybûn, binefş, gul, he1ale, lale, nefel, nêrgiz, nesrîn, qawan, xecxecok. ..
10. Navên Lûs û Hêwirgehan
Baregeh, bênder, çeper, dadgeh, dêr, derdoş, dibistan, dikan, gom, gorr, gorristan, gov, guher, hêlîn, hêwan, hewş, hol, holik, hotêl, kargeh, kelmoz, koz, lan, lod, mal, mezel(jûr), metbex, mizgeft, pol, pûn, qesr, serşok, şikeft, tewl, zindan ...
11.Navên Ciyan
Aso, bazar, der, dever, gastîn, guher, herêm, nav, navçe, rast, zom ...
Hemû navên taybet ên bajar, welat, parzemînan mê ne. Mînak:
Amed, Duhok, Kurdistan, Swêd, Afrîqa ...
12. Navên Cure, Cî û Jêderkên Avê
A v, avi avzêm, baran, berf, bîr, co, cobar, çavi, çavkanî, çi1k, çirrav, derya, deryaçe, dilop, gol, kanî, kendav, lehî, qeşa, sûlav, teyrok, xûloring, xunav, xûzik, zîpik, zemze1îq ...
13. Navên Nexweşî û Cureyên Wan
Bêhntengî, birin, bîrov, çavku1î, çopilme, çor, diJrawestan, diniti.êş, gêjî, gurriti, harî, jan, kunêr, kuxik, penceşêr, satilcan, sorik, ta, tîfo, xurî, xwinmiz, zekem ...
14.Navên Birr û Beşên Avahiyan
Argûn, çîmento, derîzan, gec, herî, hewş, kils, kuçik, mal, mezrîb, perekêt, pêpelk, pixêrî, sifrrnek, şibake, şirşirk, xerpeng ...
15. Navên Amûrên Şerri
Balefrrr, firrok, kêr, narîncok, noqav, qame, rim, şeşkirpandin, tanq, tiving, tîr, top, xencer. ..
16, Navên Rengan Tune ne.
17. Navên Dem, Meh û Demsalan
beyanî, çirke, demjimêr, hefte, meh, roj, sa~ sedsal, serdem, şev, werz, wext, xulek ...
Nîşe: Navên roj, meh, demsalan jî mê ne. 281
18. Navên Amûrên Xwendegeh û Nivîsgehê
Belavok, çap, çîrok, cerribîn, gotar, helbest, hibr, jêbirk, kovar, lênûsk,
name, nexşe, pênûs, reşbelek, rojname, roman, wêje, ximav ...
19. Navên Amûrên Ragihandin, Veguhastin û Teknikê
Balefirr, biskilêt, erebe, kelek, keştî, kompîtur, mekîne, motor, noqav, otobus, poste, qemyon, qeyik, radar, radyo, şano, telefon, televîzyon, traktor, trêmbêl, trên ...
20. Navên Amûrên Muzîkê
Bilûr, biziq, çeng, dahol, def, dûzele, erbane, keman, kemançe, muzîk, ney, ribab, tembûr, zirrne ...
21. Navên Lêkeran
Anîn, avêtin, birin, cûtin, çûn, gotin, hatin, ketin, xwarin ...
22. Navên Cî û Aliyan
Çep, dawî, derdor, dermal, dor, hêl, jêr, jor, kevî, nav, paşî, pêşî, rast, rêz,
texm, xwar ...
23. Navên Razber
Bawerî, bedewî, berger, bîr, biratî, cirm, coş, dad, derew, dilsozî, dilvîn, êş, evîn, fedî, gazin, guman, gundîtî, helwest, hevaltî, kîn, ku1, mizgîn, pêjn, şiyan, tirs, welatparêzî, xem, xeyd ...
24. Navên Dengên Xwezayê
Axeax, barebar, çeqeçeq, pitûpit, qirçeqirç, şîreşîr, teqûreq, tîqetîq, v:irrev:irr, warewar, zûrezûr ...
25. Navên Hejmaran Yek (awarte)
26. Navên Termên Erdnîgariyê
Berrî, bihur, çolter, daristan, dehl, deşt, dol, girav, kevî, naverast, newa1,
pa1, panav, parzemîn, rast, zang ...
27. Navên Tîpan
a, b, c, ç, d, e,ê, f. .. w, x, y, Z ...
28. Navên Ziman, Zarava, Devok, Ol û Mezheban
Erebî, Îngilîzî, Kurdî, Kirmanckî, Soranî, Behdînî, Botanî Misilmanî, Zerdeştî, Henîfî, Şafiî ...
282
29. Navên Lîstikan
Bablekan, bûka baranê, bûka berfê, cirr, çaçanê, çagêrre, çavgirtinok, dama, darqitik, kişik, sêgavik, xalkuşte, zîzok ...
30. Navên Metal û Madenan
Elmas, antînom, bafûn, ciwa, komir, krom, petrol, xelûz, xwê, yaqût. ..
Hinek Taybetiyên Rewşa Zayendê
1. Di Kurmancî de zayend bi du awayan derdikeve holê. Bi qertafên diyariyê û bi veqetandekan. Peyvên nêr ên ku tîpên "a-e 'yê dihewînin zayenda xwe bi rêya tewangê jî çêdikin û ew tîp dibin "ê ".
Mînak:
Bi Vegetandekan Mala me xweş e. Kevirê te nabe.
Bi Qe rtafê n Diyariyê Ez mal~ çêdikim.
Ez kevirî ra dikim. ! Ez kêvir radikim.
- -
2. Di zayenda xwezayî de navên hinek ajalan herçiqas dualî bin ji, bêtir "mê" an jî "nêr" tên bikaranîn.
Mînak:
Pisîka Wanê Marê reş
Şêrê çiyê
Çûçika li ser darê
3. Di hin peyvên hevdeng de zayend ji hev cuda ne.
Mînak:
Mezela te fireh e. (ode) Mezelê wî kola. (gorr)
Tayê wî pirr zirav e. (benn) Taya wî pirr giran e. (nexweşî) Mala me jî dûr e. (xanî)
Malê me jî eve. (alav)
Dara me gulên xwe diweşîne. (dara teze)
Darê xwe li nava serê wî xistibû. (darê hişk, çov)
4. Hinek peyv li hin herêman mê, li hin hereman nêr tên bikaranîn. Ev peyv pirr zêde nin in.
Mînak:
Porra min ! porrê min, wexta te ! wextê te, linga min ! lingê min, çileya paşîn! çileyê paşîn, dana êvarê! danê êvarê, beşa duyem! beşê duyem,
283
kursiya wan / kursiyê wan, balgîfa te / balgîfê te, sînga min / sîngê min, wêneya xweş / wêneyê xweş / dîmena sor / dîmenê sor. ..
5. Navdêrên ku qertafên "_î", "-tî" û "-ahî" û "-ayî'yê bigirin hemû mê tên bikaranîn.
Mînak:
Mêrxasiya te, camêriya wî, bilindahiya malê, hevaltiya wan
6. Zayenda hinek peyvan, bi peyvên mîna "pis, dot, ma, man, mê, nêr, dêl. .. nê jî derdikeve holê.
Mînak:
Pismam, pisxaltî, dotmam, maker, mange, mêkew, nêrekew, dêlegur ...
7. Di Kurmancî de bêtir peyvên mê hene û amûrên ku nû derdikevin bêtir zayenda mêtiyê digirin.
Mînak:
Firûna me, ûtiya rind, kompîtura sivik, ampûla şikandî. ..
8. Peyvên "kes, her kes, tu kes, mirov'iê di bikaranînên gişti de bêtir bi awayê nêr tên diyarkirin.
Mînak:
Her kesî berê xwe da wê. Emji kesekî bipirsin.
Tu kesî pirsa wê nekir. Tu mirovî ew nepejirand.
9. Peyvên razber bi pirranî bi awayê "mê" tên diyarkirin.
Mînak:
Xeyala min Biryara wan
Raza vê dinya yê Hesta kêfxweşiyê
Fikra te Xema wê
Iû.Hinek lebatên cot bêtir bi pirrjimariyê tên diyarkirin. Dema ku qesta yekê ji wan bê kirin zayend derdikeve holê.
Mînak:
Nexweşiya çavan Rakirina diranan
Çavê çepê diêşe. Diranê kurmî ket.
284
PAŞGIRÊN KURMANCî
Di Kurmancî de gellek qertaf hene. Pirraniya qertafan paşgir in. Di mijara peyvsaziyê de me qala pêşgiran kiribû. Li vê derê em ê bi awayekî berfireh qala paşgir û peywirên wan bikin.
Dema ku qertaf ji hinek peyvan tên avêtin, em nikarin bigihijin wateya rayeka peyvê, ev rê li ber hinek kêmasiyan vedike. Min bi awayekî berfireh li ser qertafên Kurmancî lêkolînek kir û lîsteya wan derxist. Heta ji min hat min peywirên qertafan jî diyar kirin. Lê hinek ji wan pirralî bûn û zehmet bû ku ez wan bi hinek wateyan bi sînor bikim. Zanîna peywirên qertafan dê rê li ber çêkirina peyvên nû veke û hinek tevliheviyan ji hole rake. Qertafên Kurmancî yên ku min berhev kirine ev in.
1. -a:
a) Ev qertaf tê ser rayekên lêkeran ên dema niha, teşeyê lêkerê yê dema borî ya têdeyî û wesfê ku tê qalkirin li kesan bar dike.
Mînak:
bez-a, bîn-a, dan-a, fam-a, xwend-a ...
b) Tê ser navdêran ûji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
ax-a, beq-a, buh-a, can-a, ged-a.jan-a ...
c) Ji rengdêran rengdêrên nû çêdike.
Mînak:
saw-a xam-a ...
d) Tê dawiya hinek rengdêran û wan dike navdêr.
285
Mînak:
nih-a, serm-a ...
2. -ahî/ayi": Ev qertaf bi pirranî ji rengdêran navdêrên razber çêdike.
Mînak:
ava-hî, ber-ahî, 'biçûk-ahî, bilind-ahî, bin-ahî, dirêj-ahî, dûr-ahî, dûr-ayî,
germ-ahî, hêşîn-ahî, kesk-ahî, kesk-ayî, kor-ahi, kûr-ahî, kûr-ayî, mezinahî, mirov-ahî, reş-ahî, reş-ayî, ron-ahî, sor-ahî, şên-ahî, şil-ahî, şin-ahi, terr-ahî, vala-hi, zer-am ...
3. -ak: Ev qertaf tê dawiya rengdêr li rayekên lêkeran û ji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
bad-ak, çal-ak, civ-ak, gir-ak, mîn-ak, qij-ak, qirr-ak, ron-ak, şil-ak xurak. ..
4. -al: Ev qertaftê ser navdêran û ji wan navdêrên nû çêdike. Bêtir navên cî, kes û alavan çêdike.
Mînak:
çeng-al, çoq-al, del-al, gem-al, gop-al, hev-al, kend-al, kom-al, kone-al, kort-al, pert-al, pêt-al, pi-(y)a~ qerp-al, riş-al, rût-al, şeng-al, sîp-al, tengal, tirr-al, zîv-al. ..
5. -an:
a) Ev qertaf bi peywira nîşana pirraniyê navê êl û eşîran çêdike.
Mînak:
Celali-y-an, Demen-an, Gawesti-y-an, Goyi-y-an, Heyder-an, Kîk-an, Mil-an, Reşkot-an ...
b) Navê herêma ku ê-l. û eşîr lê dijîn çêdike.
Mînak:
Behdîn-an, Bot-an, Mukri-y-an, Sor-an ...
c) Bi wateya pirraniyê navdêrên nû çêdike.
34 Li vir qertafa esil "-r' ye, bi alîkariya dengdar û dengdaran dirûvê qertafê guheriye. "Bilind-î, biçûk-Î, mezin-Î ... "
286
Mînak:
bar-an, dir-an, gul-an, weş-an ...
d) Navê cî û waran çêdike.
Mînak:
kot-an, lîl-an, lor-an, seyr-an, zoz-an ...
e) Tê ser navên xizmantiyê ûji wan navên nû çêdike. Mînak:
ap-an, xal-an, xwezûr-an ...
f) Hinek navdêrên wateyên wanji hev cuda jî çêdike.
Mînak:
bor-an, çort-an, hem-an, hoz-an, kurt-an, lek-an, şîl-an, zîl-an ...
6. -ane:
a) Wateya "bi awayê, bi rengê, bi teşeyê ... " li peyvê bar dike û li gorî peywirê dibe hoker.
Mînak:
camêr-ane, dost-ane, hov-ane, jin-ane, kor-ane, mêr-ane, merd-ane, şêrane, tek-ane yek-ane ...
b) Wateya dema bi tiştekî sînorkirî dide hokeran.
Mînak:
heft-ane, heyv-ane, meh-ane, roj-ane, sal-ane ...
7. -anê/anî:
a) Navê lîstikan çêdike.
Mînak:
ber-anê, bersing-anê, gog-anê/gog-ani, çog-anê/çog-anî, hêl-anê, kê 1- anê/kêl-ani, şêx-ani, top-anê ...
b) Ji rengdêr û navdêran navdêrên razber çêdike.
287
Mînak:
bav-anî, dost-anî, jin-anî, keç-anî, kêm-anî, kur-anî, mêr-anî, pirr-anî, qîz-
anî, xort-am ...
c) Navê hin xwarinan û hwd. çêdike.
Mînak:
bor-anî, çort-anî, şîr-anî ...
8. -anok: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran û ji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
çiv-anok, çîv-anok, kevk-anok, mişt-anok, tişt-anok, xişt-anok ...
9. -ar:
a) Ev qertaf navê alavan çêdike.
Mînak:
ceh-ar, dest-ar, guh-ar, mik-ar, xiz-ar. ..
b) Tê dawiya rayek û teşeyê lêkerê yê dema borî ya têdeyi û navdêran çêdike.
Mînak:
dîd-ar, got-ar, kir-ar, kird-ar, kuşt-ar, mir-ar, nivîs-ar. ..
e) Tê ser navdêran ûji wan rengdêrên nû çêdike.
Mînak:
bij-ar, cot-ar, gem-ar, jeng-ar, kevn-ar, kêm-ar, xew-ar, zeng-ar ...
d) Hinek navên cur bi cur jî çêdike.
Mînak:
buh-ar, kom-ar, kov-ar, pêr-ar, piş-ar, qeş-ar, reft-ar. ..
10. -as: Ev qertaf navê hinek alav û kincan çêdike.
Mînak:
kir -as, mis -as ...
288
11. -asa: Ev qertaf di wateya "wek û mîna 'yê dide peyvan.
Mînak:
dew-asa, hût-asa, qer-asa ...
12. -asî: Ji nav û rengdêran navdêrên razber çêdike.
Mînak:
kêm-asî; kurt-asî, teng-asî ...
13. -at: Ji navdêran navên nû çêdike.
Mînak:
civ-at, gul-at, kel-at, qul-at, xel-at, xêr-at. ..
14. -atî: Ev qertaf ji navdêran navdêrên razber çêdike.
Mînak:
êzdî-y-ati, kirîv-atî, mirov-atî, serok-atî, xizm-atî ...
15. -awe: Bi vê qertafê bêtir peyvên têkildarî hewayê tên çêkirin. Hinek wateyên din jî dide peyvan.
Mînak:
genn-awe, senn-awe, şerr-awe ...
16. -awer: Ev qertaf wateya "xwedîbûn, hewandina wesfi" dide.
Mînak:
cem-awer, ceng-awer, dil-awer, pêl-awer
17. -aye tî: Ev qertaf ji Soranî ketiye zaravayê jor, ji navdêran navdêrên razber çêdike.
Mînak:
bira-yetî, dijmin-ayeti, dost-ayetî, Kurd-ayetî ...
18.-az: Ev qertaf tê ser rayekên navdêr û rengdêran û wesfê ku tê qalkirin li mirovan bar dike.
Mînak:
şan-az, tel-az, tol-az ...
289
19. -bar:
a) Ev qertaf wateya "erênî" lê peyvê bar dike.
Mînak:
aloz-bar, dît-bar, fam-bar, guher-bar, guhêz-bar, herik-bar, şikên-bar, vexwar-bar. ..
b) Wateya "perav, qirax, kenar, rêya avê" dide peyvan.
Mînak:
co-bar, rû-bar, zê-bar. ..
20. -bare : Ev bi eslê xwe peyv e lê wek qertaf tê bikaranin û di wateya "car'lê dide peyvan.
Mînak:
du-bare, sê-bare ...
21. -ç: Ev qertaf wateya biçûkkirinê dide peyvan.
Mînak:
rê-ç, pir-ç zîr-ç ...
22. -çe: Ev qertaf wateya biçûkkirinê dide peyvan.
Mînak:
bax-çe, derya-çe, keman-çe, kulî-çe, nav-çe, nîv-çe, par-çe, xalî-çe, xwen-çe ...
23. -çik: Ev qertaf jî ji bo wateya biçûkkirinê tê bikaranin.
MÎnak:
çar-çik, çem-çik, qern-çik, rê-çik, rû-çik ...
24. -çî: Ev qertaf wesfê navdêrê li kesan bar dike.
Mînak:
boyax-çî, dawe-çî, def-çî, dikan-çi, kef-çî, qalib-çî, qawe-çî, sewax-çî ...
25. -dîn: Ev qertaf wateya "cî û star'iê dide peyvan.
290
Mînak:
giya-dîn, gul-dîn, ka-dîn, Mêr-dîn, Şem-dîn ...
26. -e:
a) Ev qertaf bêtir tê ser rayekên lêkeran, raweyên borî ûji wan navên nû çêdike.
Mînak:
awart-e, bêj-e, bend-e, best-e, bijar-e, bijart-e, bon-e, hinar-e, kêş-e, kirde, şikest-e, xwend-e, zan-e ...
b) Tê dawiya rengan û wateya "nêzîk atî'tya rengî dide wan.
Mînak:
gewr-e, kesk-e, qer-e, sor-e, zer-e ...
c) Tê ser peyvên bi demê re têkildar û wateya "bi wê demê ve girêdayî" dide peyvan.
Mînak:
bihar-e, çil-e, heft-e, navser-e, payîz-e ...
d) Ji navdêr û rengdêran navdêrên nû çêdike.
Mînak:
çilmêr-e, dermal-e, dest-e, firrok-e, kevnar-e, komel-e, nerm-e, ser-e,
r
şewat-e ...
27. -ek:
a) Ev qertaf tê ser navdêran ûji wan navên alav û hacetan çêdike.
Mînak:
bad-ek, bend-ek, birr-ek, TIŞ-ek, kost-ek, kot-ek, pêç-ek, pişt-ek, rast-ek, xiz-ek. ..
b) Wesfê ku tê qalkirin li mirovan bar dike û navê wan çêdike.
Mînak:
çill-ek, fenn-ek, fiss-ek, kul-ek, mîr-ek, nefs-ek, newêr-ek, pars-ek, pîrek, qûn-ek, ser-ek, sill-ek, tirr-ek, tirs-ek, virr-ek, wêr-ek. ..
291
c) Tê ser rawe Û rayekên lêkeran ûji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
fitl-ek, gihan-ek, girt-ek, xwir-ek, xwest-ek ...
d) Bi hejmaran re tê bikaranîn û navên rojên taybet çêdike û wan bi sînor dike.
Mînak:
heft-ek, heşt-ek, şeş-ek ...
28. -el: Ev qertaf wesfê ku tê qalkirin li peyvan bar dike, ji navdêran navdêrên nû çêdike.
Mînak:
çep-el, gend-el, kom-el, têv-el, ..
29. -em: Ev qertaf wateya rêzê dide hejmaran.
Mînak:
deh-em, sê-y-em, yek-em ...
30. -eme nî: Ji navdêran navdêrên nû çêdike. Bêtir wateya tiştên komkirî dide.
Mînak:
çap-emenî, raz-emenî, sot-emenî, teq-emerû ...
31. -e min: Ev qertaf wateya rêzê dide hejmaran.
Mînak:
çar-emîn, du-ye mîn, sê-yemîn ...
32. -en: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran ûji wan navdêrên nû çêdike. Taybetiya ku di rayeka navdêrê de ye li peyvê bar dike.
Mînak
çîm-en, pûş-en, rewş-en, roj-en ...
33. -end: Ev qertaf tê ser raye kên lêker û navdêran ûji wan navdêrên nû çêdike.
292
Mînak:
gov-end, nav-end, rev-end, za-y-end ...
34. -ende: Ev qertaf tê ser rengdêr, navdêr û rayekên lêkeran ûji wan navdêrên nû çêdike. Wesfên rengdêran li kesan û tiştan bar dike.
Mînak:
berf-ende, gerîn-ende, gew-ende, go-y-ende, ma-yende, perg-ende, şerm-ende ...
35. -eng: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran ûji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
çel-eng,erj-eng, leh-eng, peles-eng, pêş-eng, qeş-eng, xel-eng ...
36. -er: Ev qertaf tê ser navdêr û rayekên lêkeran ûji wan navdêrên nû çêdike. Dema ku tê ser rayekên lêkeran, navên "kesên ku bi wî karî dadikevin" çêdike.
Mînak:
bêj-er, bîn-er, çap-er, dan-er, firoş-er, koç-er, nivîs-er, parêz-er, pêj-er, rax-er, têkoş-er. ..
37. -eti: Ev qertaf tê ser n;Ivdêran û ji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
insan-etî, xinam-etî ...
38. -ev: Ev qertaf tê ser navdêran û ji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak: rOJ-ev ...
39. -ewa: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran û navdêrên nû çêdike.
Mînak:
pêş-ewa, mast-ewa ...
40.-ê: Ev qertaftê ser hinek hejmaran û ji wan hejmarên nû çê dike. Ji bo navê hinek lîstikan jî tê bikaranîn.
Mînak:
heft-ê, heşt-ê, gog-ê, helalûg-ê ...
293
41. -êl: Ev qertaf ji navdêran navdêrên nû çêdike.
Mînak:
kem-êl, kurt-êl, xur-êl. ..
42. -êj: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran ûji wan peyvên nû çêdike.
Mînak:
dir-êj, qir-êj, tîr-êj ...
43. -ê r: Ev qertaf tê ser navdêr û rayekên lêkeran ûji wan navdêrên nû çêdike.
Mînak:
dil-êr, gel-êr, hilbij-êr, pan-êr, qil-êr, qul-êr, şil-êr, werz-êr. ..
44. -êz: Ev qertaf tê ser rayekên navdêran ûji wan peyvên nû çêdike.
Mînak:
gir-êz, par-êz, şîr-êz ...
45. -gan: Ev qertaf tê ser navdêran ûji wan navdêrên nû çêdike. Bêtir wesfê ku tê qalkirin li kesan û tiştan bar dike.
Mînak:
bazir-gan, rûn-gan (tucarê rûn), xaçir-gan ...
46.-gar: Ji navdêran navdêrên nû çêdike. Bêtir wateya "kesê ku bi karekî rabûye" dide peyvê.
Mînak:
amoj-gar, pê-gar, pî-gar, riz-gar, roj-gar, yadî-gar. ..
47. -ge h: Ev qertaf wateya "ef, dever, war û şûn "ê dide.
Mînak:
bare-geh, ber-geh, bin-geh, dad-geh, dez-geh, havîn-geh, rawest-geh, şargeh, war-geh, zanîn-geh ...
48.-gelan: Ev qertaf wateya "kom, pirranî, pirrjimarît'yê dide peyvê. Bêtir bi peyvên xizmantiyê re tê bikaranîn.
294
Mînak:
xezûr-gelan, xinamî-gelan ...
49. -gele: Ev qertaf wateya tiştên bi "kom" dide peyvan.
Mînak:
moz-gele, şêr-gele ...
50. -gîn: Ev qertaf ji navdêran rengdêr û navdêrên nû çêdike.
Mînak:
lez-gin, miz-gîn, nav-gîn, ser-gin, xem-gîn, xwaz-gîn ...
51.-gonJgûnJgwîn: Ev qertaf bi peyvên rengdar re tê bikaranîn û wî rengî li peyvan bar dike.
Mînak:
av-gon, ar-gûn, genim-gûn, gul-gon
52. -heng: Ev qertaf ji navdêran navê kesan û tiştan çêdike.
Mînak:
fer-heng, ser-heng ...
53. -ij: Ev qertaf tê ser navdêran û rayekên lêkeran çêdike, bi vî awayî ev rayek lêker û qertafên lêkerçêker digirin û dibin lêker. Hinek navên din jî çêdike.
Mînak:
bêhn-ij, germ-ij, kel-ij, lav-ij, mêw-ij, ne rm-ij , paq-ij ...
54. -ik:
a) Ev qertaf ji bo biçûkkirinê tê bikaranîn, di vê biçûkkirinê de carinan "hezkirin" ji heye.
Mînak:
bav-ik, berx-ik, dost-ik, Eyş-ik, gewr-ik, gul-ik, jin-ik, kal-ik, kar-ik, keçik, law-ik, pîr-ik, pit-ik, piz-ik, qird-ik, qîz-ile, rêç-ik, reş-ik, sor-ik, xweş-
ik ...
b) Ev qertaf navê alav, hacet û ciyan jî çêdike.
295
Mînak:
berçav-ik, ber-ik, bêr-ik, boç-ik, boxç-ik, dar-ik, dest-ik, dev-ik, hest-ik, hol-ik, kuç-ik, lep-ik, lûf-ik, pal-ik, pif-ik, qaf-ik, qirş-ik, ref-ik, saf-ik, sîr-ik, şim-ik, zend-ik ...
c) Ev qertaf navê hinek nexweşiyan çêdike.
Mînak:
bûk-ik, efn-ik, kuf-ik, kux-ik, sor-ik, xur-ik, zer-ik ...
d) Navê hin xwarinan jî çêdike.
Mînak:
çel-ik, dolm-ik, kilor-ik, lor-ik, nan-ik, pel-ik, tirş-ik, xilor-ik ...
e) Dema ku tê ser rengan nêzikatiya rengî dide wan.
Mînak:
sor-ik, reş-ik, zer-iko ..
55. -il: Ev qertaf bêtir navên beşên ciyan çêdike.
Mînak:
Dostları ilə paylaş: |