Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə64/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   60   61   62   63   64   65   66   67   ...   173

Min zanî (ew) bixwara. Te zanî (ew) bixwara. Wê/wî zanî (ew) bixwara. Wall zanî (ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min zanî (ez) bixwim. Te zanî (tu) biXWÎ Wê/wî zanî (ew) bixwe. Wan zanî (ew) bixwin.

Ji bo neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" tê sere lêkerê.

eyînî Gerguhêz-1

Min nezanî ( ew) bixwara Te nezanî (ew) bixwara. Wê/wî nezanî (ew) bixwara. Wan nezanî (ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min nezanî (ez) bixwim. Te nezani (tu) bixwî Wê/wî nezanî (ew) bixwe. Wan nezanî (ew) bixwin.

Pirjimariya bireserê disa bi heman awayi tê çêkirin. Mînak:

Min zanî (ew) bixwarina Min nezanî (ew) bixwarina.

Ku lêkera bingehîn negerguhêz be:

Erêni

egerguhêz



Min zanî (ez) biçûma/biçim. Te zanî (tu) biçûya/biçî. Wê/w'i zanî (ew) biçûya/biçe,

'Wan zanî (ew) biçûna/biçin,

F. Dema Borî ya Dûdar

Te zanî (ew) bixwarina. Te nezanî (ew) bixwarina,

Nevîni

Negerguhêz



Min nezanî (ez) biçûma/biçim. Te nezanî (tu) biçûya/biçî. Wê/wi nezanî (ew) biçûya/biçe,

Wan nezani (ew) biçûna/biçin,

14

Di vê deme de jî du awa derdikevin pêşberî me. Lêkera alîkar di raweya dema bori ya dûdar de ye, lêkera bingehîn jî li gorî raweya xwestekê û çîrokiya wê tê kişandin; lê ev awa pir kêm tên bikaranîn.



Mînak:

Erênî


Gerguhêz-l

Min zaniye (ew) bixwara. Te zaniye (ew) bixwara. Wê/wÎ zaniye (ew) bixwara. Wan zaniye (ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min zaniye (ez) bixwim. Te zaniye (tu) bixwî. Wê/wî zaniye (ew) bixwe. Wan zaniye (ew) bixwin.

Ji bo neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" tê pêşiya lêkerê.

eyini Gerguhêz-l

Min nezaniye (ew) bixwara. Te nezaniye (ew) bixwara. Wê/wÎ nezaniye (ew) bixwara. Wan nezaniye (ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min nezaniye (ez) bixwim. Te nezaniye (tu) bixwî. Wê/wî nezaniye (ew) bixwe. Wan nezaniye (ew) bixwin.

Pirjimariya bireserê ji bo rewşa ergatîviyê dîsa bi heman awayi ye. Minak:

Min zaniye (ew) bixwarina. Min nezaniye (ew) bixwarina.

Ku lêkera bingehîn nergerguhêz be:

Erênî Negerguhêz

Min zaniye (ez) biçûma/biçim. Te zaniye (tu) biçûyalbiçî. Wê/wî zaniye (ew) biçûyalbiçe. Wan zaniye (ew) b içûnalbi çin.

G. Dema Borî ya Çîrokî

Te zaniye (ew) bixwarina. Te nezaniye (ew) bixwarina.

Neyînî Negerguhêz

Min nezaniye (ez) biçûma/biçim. Te nezaniye (tu) biçûya/biçî. Wê/wi nezaniye (ew) biçûyalbiçe. Wan nezaniye (ew) biçûna/biçin.

Di vê deme de jî du awa derdikevin pêşber] me. Lêkera alîkar di raweya dema bori ya çîrokî de ye, lêkera bingehîn jî li gorî raweya xwestekê tl çîrokiya wê tê kişandin.

Minak:


Erênî

Gerguhêz-l

Min zanîbû (ew) bixwara. Te zanîbû (ew) bixwara. Wê/wî zanîbû (ew) bixwara. Wan zanîbû (ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min zanibû (ez) bixwim. Te zanîbû (tu) bixwî, Wê/wî zanîbû (ew) bixwe. Wan zanîbû (ew) bixwin.

15


Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" tê sere 1êkerê. eyînî

Gerguhêz-l

Min nezanîbû (ew) bixwara. Te nezanîbû (ew) bixwara. \!Vê/wî nezanîbû (ew) bixwara. Wan nezanibû ( ew) bixwara.

Gerguhêz-2

Min nezanîbû (ez) bixwim, Te nezanibû (tu) bixwî. Wê/wî nezanîbû (ew) bixwe. Wan nezanîbû (ew ) bixwin.

Pirjimariya bireserê dîsa bi heman awayî çê dibe. Mînak:

Min zanibû (ew) bixwarina. Min nezanîbû (ew) bixwarina.

Te zanîbû (ew) bixwa.rina. Te nezanibû (ew) bixwarina.

Ku lêkera bingehîn negerguhêz be:

Erêni


Neyînî Negerguhêz

Min nezanîbû (ez) biçûma/biçim. Te nezanibû (tu) biçûya/biçî. Wê/wî nezanibû (ew) biçûya/biçe.

egergubêz

Min zanîbû (ez) biçûma/biçim. Te zanîbû (tu) biçûya/biçî. Wê/wî zanîbû (ew) biçûya/biçe.

Wan zanibû (ew) biçûna/biçin.

Wan nezanîbû (ew) biçûna/biçin,

H. Raweyên Xwestek û Daxwazê

Di raweyên xwestek û daxwazê de jî ev lêker weke dema bê tê kişandin. Raweyên xwestek û daxwazê ji weke hev tên çêkirin. Tenê bêjeyên weke "Bila, xwezî, eger û divê'lyê tên serê hevokê û wan ji hev vediqetînin. Ez ê tene li gorî raweya xwestekê vê lêkera alîkar bikşînim.

Raweya Xwestekê

Di vê raweyê de rayeka lêkerê "zan" tê ber qertafa xwestekê "bi-t'yê û qertafên kesane li lêkerê tên zêdekirin. Lêkera alîkar jî qertaf ên kesane digire. Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna "bi-t'yê.

Mînak:

Erênî


Ez bizanim bixwim. Tu bizani bixwî. Ew bizane bixwe. Ew bizanin bixwin.

Neyînî


Ez nezanim bixwim. Tu nezanî bixwî. Ew nezane bixwe. Ew nezanin bixwin

Tu bizani bixwî. Ew bizane bixwe. Ew bizanin bixwin.

Tu nezanî bixwî. Ew nezane bix we. Ew nezanin bixwin

Raweya Xwestekê ya Çirokî

Dî çirokiyê de du awa derdikevin pêşberî me, lêkera alîkar li gorî çîrokiyê tê kişandin. lêkera bingehîn jî li gorî raweya xwestekê û çîrokiya wê tê kişandin.

Minak:


16

Erênî Gerguhêz-!

Min bizaniya bixwara. Te bizaniya bixwara. Wê-wî bizaniya bixwara. Wan bizaniya bixwara.

Gerguhêz-2

Min bizaniya (ez) bixwim. Te bizaniya (tu) bixwî. Wê/wî bizaniya (ew) bixwe. Wan bizaniya (ew) bixwin.

Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna qertafa raweyê "bi-t'yê, eyînî

Gerguhêz-1

Min nezaniya bixwara. Te nezaniya bixwara. Wê-wi nezaniya bixwara. Wan nezaniya bixwara.

Ger2uhêz-2

Min nezaniya (ez) bixwim. Te nezaniya (tu) bixwî. Wê/wi nezaniya (ew) bixwe. Wan nezaniya (ew) bixwin.

Di rewşa ergatîviyê de pirjimariya bireserê ji lêkerê tê famkirin. Mînak:

Min bizaniya (ew) bixwarina.

Te bizaniya (ew) bixwarina.

Min nezaniya (ew) bixwarina.

Ku lêkera bingehîn negerguhêz be:

Erênî


- egerguhêz

Min bizaniya (ez) biçûma/biçim. Te bizaniya (tu) biçûya/biçî. Wê/wî bizaniya (ew) biçûya/biçe. Wan bizaniya (ew) biçûna/biçin.

Te nezaniya (ew) bixwarina.

Neyînî Negerguhêz

Min nezaniya (ez) biçûma/biçim.

Te nezaniya (ru) biçûya/biçî. Wê/wî nezaniya (ew) biçûya/biçe. Wan nezaniya (ew) biçûna/biçin.

ÇavkaRî:

Bedirxan, Celadet Elî& Lescot, Roger, Kurtçe Grameri, Institut Kurde De Paris,1990 Bozarslan, M. Emîn, Baxçê Zimên, Deng, 2008

Ehmedê Xanî. Memozîn, Nûdem, 2004

Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Gun, 1968 M. Emîn Bozarslan Kovara Hawarê, Nûdem, 1998

Kovara Ronahiyê, Jîna Nû, ] 985

Melayê Cizîrî, Dîwan, Weşanên Roja Nû, 1987

Nîşe: Ev gotar ru kovara Zendê ya 2012 'an de hate weşandin.

Bahoz Baran bahoz_baran@hotmailcom

17

Jêbir ne sîlgî ye



Li Bakurê Kurdistanê mirov wextê ku li ser rewşa hînbûn û hînkirina peyvên Kurdî dirame, rastî şaşîyeke pirr mezin tê. Gellek Kurd wextê ku dixwazin wateya peyveke Kurdî hîn bibin an jî hîn bikin, berê xwe didin Tirkîya wê peyvê. Yanê xwe û ya/ê li hemberî xwe dixin şûna Tirkekê/î.

Ev rêbaza ku Kurdên me bi kar tînin, bêtir ji bo hînbûn û hînkirina zimanên bîyanî tê bikaranîn. Tirkek wextê ku li ser Kurdî bixebite û bixwaze hînî peyvekê bibe, dikare li Tirkîya wê binêre û fam bike. Li ser meselê, ew kesa/ê Tirk, rastî peyva “beq”ê tê, ji bo ku wateya peyva “beq”ê hîn bibe dikare li ferhengê(Kurdî-Tirkî) binêre û bibêje “Beq kurbağadır.”[1] Herweha Kurdek jî wextê bixwaze hînî zimanê Tirkî bibe, dikare heman rêbazê bi kar bîne. Kurdek rastî peyva “kurbağa”yê tê û nizane wateya wê çi ye? Radibe li ferhengê(Tirkî-Kurdî) dinêre fam dike ku ew jê re dibêjin “beq”. Ew kes dikare bibêje, “Kurbağa beq e.” Yanê ji bo hînbûna zimanekî bîyanî ev awa rêbazek e, herweha mirov dikare danberhevîya zimanan jî bike ev tiştekî cuda ye, lê mirov ranebe zimanê xwe yê dayikê di ser zimanekî din re hîn nabe û nade hînkirin.

Wextekî, min di polê de “jêbir” nîşanî xwendekaran da û got, “Jêbir çi ye?” Xwendekarekî bersiv da û got, “Jêbir sîlgî ye.”[2] Min jî lê vegerand û got, “Jêbir ne sîlgî ye.” Ew bersiva wî xwendekarî, ji bo Tirkekê/î bû yan jî ji bo Kurdeke/î tambişaftî bû, lê ne ji bo Kurdekê/î bû. Lazim e, em peyvên xwe dîsa bi peyv û hevokên zimanê xwe hîn bibin. Wextê ku em bi zimanê xwe hîn bibin dê ew peyv pênaseya xwe radestî peyveke bîyanî neke, dê xwe di nava axa hişê me de baş bi cî bike. Wextê ku mirov peyva xwe bi zimanê xwe hîn dibe, ramana mirov a bi zimanê mirov xurt dibe û hiş çalaktir dibe. Dema ku pênase bi Kurdî tê kirin, asta têgihîştinê bilind dibe û têkilîya wê peyvê, bi peyvên din re çêdibe û paşxane û pêşeroja peyvê jî derdikeve holê û bi vî awayî ew peyv zû bi zû nayê jibîrkirin.

Eger em vê rêbaza şaş berevajî bikin dê meseleya me piçekî din jî zelal bibe. Em bibêjin ku em Kurd serdest in û Tirk bindest in. Xezeba ku îro ew bi ser me de dibarînin, em jî bi ser wan de dibarînin û ew tên bişaftin û dixwazin hînî zimanê xwe bibin. Yek ji wan wextê ku hînî zimanê xwe dibe dipirse û dibêje, “Silgi nedir?” Eger ew, wê rêbaza şaş bi kar bînin û li ferhenga Kurdî binêrin, dê bibêjin “Silgi jêbırdır.” Ev awa, dê wan hînî Tirkî neke, mirov peyvan li gorî kîjan zimanî pênase bike ew ziman dibe bingeh. Lê wextê ku ew bixwazin rêbaza rast bi kar bînin, ew ê wê peyvê bi Tirkî şirove bikin. Ev şaşîya ku gellek Kurd dikin û hay jê nîn in şaşîyeke weha ye.

Di her zimanî de peyv xwedî dîrok in û paşxaneyeke wan he ye. Çawa ku di navbera însanan de têkilî he ne wisa jî di navbera peyvan de têkilî he ne. Di hişê her milletî de peyv xwedî wate û serborîyên cuda ne, nabe ku mirov peyvên du zimanan rasterast bide ber hev û bike yek. Peyva “dayik”ê li gorî feraset û paşxaneya zimanê Kurdî xwedî wate û têgihîştinên cuda ye, “anne”ya ku Tirk vê gavê bi kar tînin ji bo Kurdan heman tiştî dernabirîne, ji alîyê hişê milletî û ji hêla tecrûbeyên wî û di warê etîmolojîk ve “anne” şûna “dayik”ê nagire. Herweha gotinên pêşîyan, biwêj, çîrok, mamik, zûgotinok kilam, nifir, dijûn û hwd. nikarin kirasekî zimanê din li xwe bikin. Ji hêla fonetîkê ve jî xusûsîyetên cuda cuda he ne, kesek nikare bergîdana gellek baneşanên Kurdî di zimanekî din de peyda bike. Dîsa hin peyv he ne ku li gorî jîyana wî milletî hatine afirandin û di zimanekî din de pênaseyeke wan tune ye.

Ev rêbaza şaş, Kurdan ji Kurdî bêtir hînî Tirkî dike. Mirov radibin pênaseyên peyvên xwe di ser zimanekî xerîb re hîn dibin. Hişê xwe li gorî zimanê serdestan eyar dikin. Piştî demekê heta Tirkîya wê peyva ku hîn bûne neyê bîra wan, Kurdîya wê jî nayê bîra wan. Ev yek rê li ber ramîna bi Kurdî digire, xizmetê ji bişaftinê re dike. Belkî gellek kes wextê ku vê rêbazê bi kar tînin hay ji girîngîya meseleyê nîn in. Ew kesên ku peyvên xwe yên Kurdî di ser Tirkî re hîn dibin, zimanê bîyanî ji xwe re dikin bingeh û xwe bi Tirkî ve dizeliqînin, Tirkîya wan, ji wan bê stendin, Kurdîya wan jî li meydanê namîne. Ji ber ku gellek kesan di hînbûn û hînkirina Kurdî de Tirkî ji xwe re kirîye bingeh, mantiqa hevoksazîya Tirkî jî pê re derbasî hevoksazîya Kurdî bûye û gellek hevokên sosret derketine holê, lê li dinyayê mînaka vê yekê nîn e, tu millet ranebe di ser zimanekî din re hînî zimanê xwe yê dayikê nabe.

Carinan di vî warî de tiştên ecêbtir jî diqewimin, hinek kes wextê ku dixwazin wateya peyveke Kurdî hîn bibin radibin li Tirkîya wê peyvê dinêrin, lê ji Tirkîya wê jî tiştekî fam nakin. Li ser meselê, Kurdek nizane “hewdel” çi ye, radibe li Tirkî dinêre peyva “bulamaç”ê[3] dibîne, lê ji peyvê jî tiştekî fam nake. Eger li Kurdîya wê binêrîya ev pirsgirêk dernediket.

Ji ber çi ev rêbaza şaş belav bûye û dê çawa ji holê rabe? Yek jê, ji ber ku me Kurdan bi zimanê xwe nexwendîye em gellek peyv û qalibên zimanê xwe hîn nebûne û di gellek waran de ji kelepora xwe bêpar mane, ev yek tê serê me. A din, xwendina li dibistanê bi Tirkî bûye û di warê zanîn, xwendin û nivîsê de Tirkî derketîye pêş. Wextê ku mirov bi zimanê xwe dadikeve ew zimanê serdest xwe derdixe pêş û ji gellek kesan re dibe bingeh. Di warê hînbûn û hînkirina Kurdî û peyvên Kurdî de jî mamoste û dersdaran mirov gellek caran hişyar nekirine û rê nîşanî wan nedaye, ev jî sedemek e bingehîn e. A rast gellek kesan bîra vê pirsgirêka han nebirîye û biqasî ku xuya dike em li ser vê meseleyê baş neramîne û em bi girîngîya wê nizanin.

Wextê ku mirov bala xwe dide materyalên heyî, baş tê dîtin ku ew rêbaza şaş di wan de bi çi awayî bi cî bûye. Hinek materyal he ne ku hema hema, di her rûpelê xwe de xwe dispêrin Tirkî û nahêlin rê li ber ramîna Kurdî vebe. Ji van materyalan ên bingehîn ferheng û pirtûkên hînkirina zimên in. Heta niha ferhengeke Kurdî-Kurdî ya berfireh nehatîye amadekirin. Ev yek di vî warî de kêmasîya herî mezin e. Gellek caran mirov dixwazin li ferhenga Kurdî-Kurdî ya berfireh binêrin lê ferhengeke bi wî awayî peyda nabe. Herweha di materyalên dersan de jî pênase li gorî Tirkî hatine kirin. Eger wek feraset hem di dayîna dersan de hem jî di amadekirina materyalan de em feraseta Kurdî-Kurdî bi cî bikin dê rê li ber vê şaşîyê bê girtin. Xebatên ku di ser Tirkî re tên kirin xizmetê zêde ji Kurdî re nakin. Li ser meselê, niha em nikarin ferhegên “Tirkî-Kurdî” û” Kurdî-Tirkî” bişînin Rovajayê Kurdistanê. Pêwîstîya wan bi ferhegên Kurdî-Kurdî he ye û jixwe a rast jî ew e.

Ku me Kurdan li welatê xwe bi zimanê xwe bixwenda helbet dê ewqas zêde pêwîstîya me bi ferhengan nemaya. Wek kal û pîrên me, dê ferhenga me ya herî mezin jîyana me bûya. Lê îro roj gellek Kurdan berê xwe daye bajaran û qada zanînê berfireh bûye û êdî dem ne dema berê ye. Ji ber wê boneyê her mamosteya/ê ku dersa xwe dide, her kesê ku li ser Kurdî xebatê dike, materyalan amade dike gerek xwedî vê hişmendîyê be û vê hişmendîyê belav bike ku peyv û hevokên Kurdî bi Kurdî bên şirovekirin û zimanê serdestan ji bo hînkirina zimên nebe bingeh.

Bahoz Baran

Serêşîya “î”ya Berî “y”yê

Mamoste û zimannasên ku bi ayetî dersên xwe yên rêzimanê didin dema ku mijar tê ser “î”ya berî “y”yê hevoka xwe ya navdar û jiberkirî saz dikin, “Ji ber ku “y” tîpeke nîvdengdêr e, “î” berî wê kurt dibe.” Ev hevoka ayetî û jiberkirî rê nade ku xwendekar li ser vê pirsgirêkê biramin, nîqaşan bikin û ramanên xwe bibêjin. Eger dersdar hevoka xwe bi vî awayî saz nekin helbet dê xwendekar hinek pirsên bi vî awayî bikin:

“Mamoste, em “î”yê kurt nekin dê çi bibe?”

“Gelo Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran jî ev “î” kurt kiribûn an na? Di alfabeya Erebî de pirsgirêkeke weha he ye?”

“Gelo vê kurtkirina hanê bi Celedat Alî Bedir-Xan’î dest pê kir?”

“Îro roj hinek kesên ku vê “î”yê kurt nakin he ne û berhemên wan tên xwendin, ev çawa çêdibe?”

Belê, eger rê li pêşîya ramanê neyê girtin helbet dê pirs he bin û bi xwe re jî çareserîyê bînin.

Kesên ku nû hînê rêzimanê dibin gellek caran li ser vê mijarê nîqaşan dikin, ev yek nakeve serê wan û ji ber vê jî enerjîya xwe gellek caran belaheq xerc dikin. Carinan hinek radibin ji bo vê meseleyê telefonê hevdu dikin, carinan xwendekar li ser vê mijarê bi saetan diaxivin. Dema Kurd dest bi nivîsê dikin bi salan di nivîsa vê de ditengijin û serê xwe pê diêşînin. Ma ne heyf e? Û tiştê dîyar ew e ku nîqaşa vê mijarê, ku “î” wek xwe neyê nivîsîn hîn dê gellekî jî bidome û serê me pirr biêşîne.

Di Perwerdehîyê de Pratîka “î”yê

Ev du sal in di dibistanên dewletê de Kurdî wek dersa hilbijartî di nava dersên din de cî digire. Min îsal ji çend mamosteyan pirsî, min got hûn vê mijara “î”yê çawa dikin, zarok napirsin, bersiva we çi ye? Hinek bersiv bi vî awayî bûn:

“Ez dema ku dinivîsim, “î”yê kurt nakim, a rast min serê ewil kurt kir; lê zarokan şaş xwend, min mêze kir ku ez nikarim di wî temenî de ji wan re qala kurtkirina dengdêran bikim û hişê wan tevlihev bikim. Min got di pirtûkê de şaş hatîye bikaranîn. Min “î” kurt nekir û dersa xwe bi wî awayî da, tu pirsgirêk derneket.”

“Piştî ku min alfabe hînê wan kir, bê ku pirtûka dersê bidim wan, min xwest di mijara “î”yê de ez wan biceribînim, min ew rakirin ber depê, wan got û wan nivîsî, min mêze kir ku jixweber “î”ya berî “y”ê kurt nakin, dinivîsin, dixwînin û tu pirsgirêk jî dernakeve. Min jî bi ya wan kir û “î”ya xwe kurt nekir. Rewşa Celadet Alî Bedir-Xan’î hat bîra min. Wî jî dema ku dixwest kêşeyeke zimên çareser bike berê xwe dida gundan û bê ku agahîyekê bide wan kesan, rasterast guhdarîya wan dikir û li gorî fikra wan tev digerîya.”

“Dema ku em derbasê nivîsê bûn, xwendekarek di “i”yê de aliqî, ji min pirsî got, “Mamoste vêya çima weha bû, ez vêya çawa bixwînim?” Min hema di cî de fam kir ku dê zarok bitengijin û serê wan tevlihev bibe lewma jî min “î” kurt nekir û dersa xwe bi vî awayî da.”

Dîsa hevalekî me xwestibû dîya xwe hînê xwendin û nivîsa Kurdî bike, wî jî qal dikir digot, “Min alfabe hînê dîya xwe kir, her dema ku ji pirtûkê dixwend dihat ber wê “i”ya berî “y”yê disekinî digot vêya çawa tê xwendin kurê min? Min jî mêze kir ku nabe, min bixwe nivîs lê kir û bi dîya xwe da xwendin.”

Sê sal berê havînê min jî li Licê dersa pola zarokan da. Min mêze kir ku zarok “î”ya berî “y”yê qet kurt nakin û dixwînin û tu pirsgirêk jî dernakeve.

Di perwerdehîyê de pirsgirêkeke din jî he ye, dema ku peyv tên kîtekirin îcar “î” divê vegere halê xwe yê berê ku peyv bê xwendin. Mesela hûn bixwazin raveka, “Hêvîyên Agirîyê” kîte bikin hûn nikarin vê ravekê wek “Hê-vi-yên A-gi-ri-yê” kîte bikin. Ji ber ku dema peyv tê kîtekirin, êdî navber dikeve navbera tîpan û li gorî wê rêbazê “y” nikare bandorê li “î”yê bike û divê wek “Hê-vî-yên A-gi-rî-yê” bê kîtekirin. Ev jî dibe serêşîyeke din.

Hişyarîya Celadet Alî Bedir-Xan’î û Tevlihevî

Celadet Alî Bedir-Xan jî dema ku di pirtûka xwe ya rêzimanê de qala vê mijarê dike, hişyarîyekê dike û dibêje, “Dema ku em berî “y”yê “î”yê kurt dikin ev tîp dibe “i”. Dema ku em radibin berî “y”yê “ê”yê kurt dikin ew tîp jî dibe “i” û ji bo hinek peyvan pirsgirêk derdikeve. Di mînakên xwe de jî qala peyvên “rî-rê, sî-sê û pî-pê”yê dike.

Ji xeynî vê tevlihevîyê, tevlihevîyên din jî derdikevin. Dema ku “î” berî “y”yê tê û bi tîpên mezin tê nivîsîn gellek kes nikarin wê wek “I”yê bixwînin. Mînakeke vêya çend hefte berê wek foto di çapemenîyê de bû. Şaredarîya “Kop”ê xwestibû bi tîpên mezin navê xwe li tabelayê bike û ev awa derketibû holê “ŞAREDARÎYA KOPÊ”[1] Ew kes mecbûr mabûn ku “Δya berî “Y”ê bi kumik binivîsin. Herwekî din şaredarîyên ku tabela guhertine û ev “î” parastine he ne.

Hinek peyv he ne ji du kîteyan pêk tên û di herdu kîteyên wan de jî “î” he ne. Mînak: Şîlî, vîskî… Dema ku ev peyv mezin bên nivîsîn li gorî rêbaza kurtkirinê dê awayê wan weha be “ROJHILATÊ ŞÎLIYÊ”, “VÎSKIYA ERZAN”, ev awa jî hem ji alîyê bilêvkirin û hem jî alîyê resenîya peyvê de dibe pirsgirêk.

Di navên taybet de jî ev pirsgirêk derdikeve, mesela navê “HÎLMΔ dema ku bibe sernavê nivîsekê û bi tîpên mezin bê nivîsîn dê av awa derkeve holê, “HÎLMIYÊ NÊÇÎRVAN” ev jî pirsgirêkeke din e ji bo navên taybet. Werhasil bi dehan teşqeleyên vê meseleyê he ne û ez dibêjim em belaheq serê xwe diêşînin.

Hin Çavdêrî

Du sal berê kongreya Kurdî-Derê he bû, li ser dikê du afîşên me li ber hev bûn, yek jê Kirmanckî bû, yek jê jî Kurmancî bû. Di afîşa Kurmancî de “î” kurt bûbû, di ya Kirmanckî de “î” kurt nebûbû. Bala min çû ser wan afîşan, min ji hevalekê pirsî û got, “Ka sedema vêya çi ye, eynî sazî, du zarava û çima di yekê de “i” û di yekê de “î” he ye?” Heval şaş ma û wê ji min pirsî got, “Çima weha ye mamoste?” Min got, “Celadetê wan nîn e lewma. Wa ye tu dibînî di Kirmanckî de “î” nayê kurtkirin û tu pirsgirêk dernakeve.” Dema ku em bala xwe didin zaravayên din hinekî din jî zelal dibe ev mesele. Ew herdu dirûşm bi vî awayî bûn:

“ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BI PERWERDEHIYA KURDÎ PÊKAN E.”

“ÇARESERÎYA DEMOKRATÎK PERWERDEHÎYA KURDKÎ REY DA GENGAZ A.”

Dîsa çend sal berê li Kurdî-Derê xwendekarekê hat got, “Mamoste serê min tevlihev bû.” Min pirsî got, “Çima?” got, “Ji ber vê “î”ya ku kurt dibe, ev kurt nebe nabe? Ez nikarim weha bixwînim” Min jê re qala çîrokekê kir û got “Tu çawa dizanî weha bixwîne.” Ew çîroka hanê tam ji bo vê meseleya me bû. Dibêjin rojekê yek ji kalekî birî dipirse dibeje, kalo min meraq kir dema ku tu bi şev radikevî, vî rîyê xwe yê dirêj dixî binê lihêfê yan li ser lihêfê dihêlî. Kaloyê reben bersiv nade mêrikî, lê jê re dibe meraq, bi şev dema ku radikeve pêşî rîyê xwe li ser lihêfê dihêle, qasekê disekine û paşê rîyê xwe dixe bin lihêfê. Qasekê weha disekine û serê wî tevlihev dibe û ji xwe re dibêje, law vîyê hanê li ser lihêfê bû yan li bin lihêfê? Bi vî awayî heta sibê xew nakeve çavên xalo. Bi gotina gotîyan serê ku neêşe em ê çima bi paçikan girê bidin?

“Mamoste, em “î”yê kurt nekin dê çi bibe?”

“Dê serê me rehettir bibe û tu pirsgirêk jî dernakeve. Hinek kes û weşanxaneyên ku kurt nakin he ne. Di Kirmanckî de “î” kurt nabe û tu pirsgirêk dernakeve û serê wê zaravayê naêşe.”

Çend sal berê dema ku min pirtûka rêzimanê amade kir ez û Rênas Jîyan jî me li ser vê yekê nîqaş kir. Wî jî berê “î” kurt nedikir, lê bi dû re, dema ku wî dît gellek kes kurt dikin û xwe nerazî dikin wî jî rabû “î” kurt kir. Lê wek fikir wî jî digot, a rast ew e ku em kurt nekin; lê em çi bikin pirranîyê fikra me betal kir. Di redaksîyona pirtûka min a rêzimanê de jî pîvana weşanxaneyê derbas bû. Lê ev ne weha ye, tiştek dema ku ji mirovî re rast hat divê mirov wî tiştî pêk bîne.

Ez dizanim niha kesên ku heta niha weha nivîsîne dê pirsekê bikin û bibêjin, “Pirtûkên ku heta niha bi wê qeydê hatine nivîsîn dê çi bibin?” Tiştek bi wan nayê, yên ku çapên wan nû dibin em dikarin wan biguherînîn û li gorî teknîka îro guhertina wan pirr hêsan e. Yan em ê bi “î” ya kurtkirî serê xwe heta demeke pirr pirr dirêj biêşînin û enerjîya xwe belaheq xerc bikin, yan jî em ê bi ayetî nefikirin, rêya ramanê vekin û pirsgirêka xwe çareser bikin.

Bahoz Baran

Ergatîvî, Taybetî û Pirsgirêkên Wê

Yek ji taybetiyên Kurmanciyê jî ergatîvî ye û ev taybetî di nava mijarên rêzimanê de xwediyê ciyekî girîng e. Dema ku em bala xwe baş bidin vê mijarê em ê bibînin ku gellek taybetiyên ergatîviyê hene. Herweha di warê ergatîviyê de hin pirsgirêk jî hene. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser rewşa ergatîviyê, taybetiyên wê û pirsgirêkên wê bisekinim.

Ergatîvî çi ye?

Ergatîvî ew rewş e ku di lêkerên gerguhêz de pêveber li gorî bireserê tê kişandin. Di rewşa ergatîviyê de bireser ji qertafan diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nagire û xwerû ye; lê kirde di rewşa ergatîviyê de ji qertafên diyariyê yekê digire û xwe diyar dike. Di rewşa ergatîviyê de tu bandora kirdeyê li ser pêveberê tune ye. Pirjimariya bireserê ji qertafên pêveberê tê famkirin. Herweha bireser ji cînavkên xwerû pêk hatibe, qertafên kesane yên cînavkan jî diçin ser pêveberê.

Rewşa ergatîviyê di Kurmanciyê de tenê di demên borî de derdikeve holê ji ber vê yekê jî Kurmancî zimanekî nîv-ergatîv e.

Mînak:


Wê kovar xwend. Te ew bir.

Wê kovar xwendin. Te ew birin.

Di mînakan de jî dixuye ku di rewşa ergatîviyê de “kovar” bê qertaf e. Pirjimariya “kovar”ê ji qertafa li ser pêveberê ji “-in”ê tê famkirin.

Te ez pelaxtim. Min dê ew bibira.

Wî em dîtin. Min ew bixwesta.*

Min tu dîtî. Te ez didîtim.

Di van mînakan de demên curbicur yên borî dixuyin, dema ku bireser ji cînavkeke koma xwerû pêk hatibe qertafên cînavkên kesane tên ser pêveberê.

*Qertafa kesê sêyemîn di demên borî de nayê bikaranîn.

Taybetiyên Ergatîviyê

1) Di rewşa ergatîviyê de bireser ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê nastîne û xwerû ye.

Mînak:

Min helbest xwendin. Te ew kuştin. Baran cil şûştin.



Te ew dît. Wê pirtûk xwend. Evînê nan xwar.

2) Di rewşa ergatîviyê de kirde ji qertafên diyariyê “-î, -ê, -an”ê yekê distîne.

Mînak:

Berfînê ev anî. Ristemî gur kuştin. Hevalan nan xwar.



Dîlberê ew birin. Ehmedî kevir avêt. Zarokan deng nekir.

3) Bêjeyên nêr ên ku “a” û “e” yê dihewînin di rewşa ergatîviyê de dema ku bibin kirde dikarin ji nava xwe bitewin û ew tîpa wan bibe “ê” û bi vî awayî xwe diyar bikin.

Mînak:

Hesên ew xwar. Ristêm deng nekir. Osmên nan bir.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   60   61   62   63   64   65   66   67   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin