Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə66/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   62   63   64   65   66   67   68   69   ...   173

Wî ew guhdarî kir. Wî ew guhdarî kire.

Wê nan xwar. Wê nan xware.

Dema ku pêveka kesê sêyemîn “–(y)e” neyê bikaranîn mijara lêkeran jî hêsantir dibe. Ji ber ku em dema qala raderê dikin û wê ji lêkerê davêjin rasterast lêker li gorî kesê sêyemîn û li gorî dema boriya têdeyî di destê me de dimîne, ev jî ji bo qalkirina mijarê rehetiyek e. Ango dema ku rader ji lêkerê tê avêtin, lêker li gorî kesê sêyemîn û li gorî dema boriya têdeyî teşe digire. Ku pêvek bê bikaranîn, em ê ji vê rehetiyê bêpar bimînin.

Dema ku ev pêvek ji bo dema boriya têdeyî bê bikaranîn û em heman lêkerê li gorî dema boriya dûdar bikşînin, ji ber ku pêvek dişibin hev, pêveka kesê sêyemîn dîsa mecbûr dimîne û dikeve, ji ber vê ne hewce ye ku em barê xwe giran bikin.

Mînak:


Dema Boriya Têdeyî Pêveka Dema Boriya Dûdar Dema Boriya Dûdar

Ew kete . +iye Ew ketiye.

Wî ew guhdarî kire. +iye Wî ew guhdarî kiriye.

Wê nan xware. +iye Wê nan xwariye.

Weke ku tê dîtin jî, piştî ku pêveka dema boriya dûdar tê bikaranîn, pêveka kesê sêyemîn mecbûr dimîne û dikeve.

Di Dema Boriya Têdeyî De Ciyê Ku Tê Bikaranîn

Pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar di dema boriya têdeyî de li ciyekî tenê tê bikaranîn. Dema ku tîpa dawiya lêkerê dengdar be û lêker jî lêkereke berbiçûnê(datîf) be, pêvek ji bo ku vegotin hêsan be tê bikaranîn. Ango piştî pêveka kurt “e”yê peyvek tê û vegotin hev temam dike.

Mînak:


Pirtûk kete erdê.

Dizan girte ser wan.

Lawik hate gund.

Xwe avête avê.

Di Dema Niha û Bê De

Di dema niha û bê de ev pêvek bi awayekî çalak tê bikaranîn û tu pirsgirêk dernakeve. Rêpîvanên dema niha û bê ji bo raweyên daxwaz û xwestekê jî derbasdar in; di bikaranîna wan raweyan de ev pêvek dîsa tê bikaranîn.

Mînak:

Ew diçe. Ew ê bixwe.



Ew dixwîne. Ew ê bibêje.

Divê ew bîne. Xwezî ew biçêre.

Nîşe: Di hinek lêkeran de ev rêpîvan ne derbasdar e û ev pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn. Ev lêkerên ku behsa wan tê kirin bêtir weke rayeka dema niha bi dengdêreke dirêj bi dawî dibin, ji ber vê yekê dengdara kurt piştî wan nayê.

Mînak:


Ew didrû. Ew ê bigirî.

Ew dişo. Ew ê bê.

Divê bijî. Xwezî ew bidrû.

Di Raweyên Çîrokiyê De

Raweyên çîrokiyê jî ji ber ku li gorî dema borî tên çêkirin di wan de jî ev pêvek nayê bikaranîn. Di çîrokiya dema niha û bê û çîrokiyên raweyên xwestek û daxwazê de teşeyê lêkerê yê “dema boriya têdeyî” derbasdar e, di wê demê de jî ji ber ku bi piranî pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn, pêvek derbasî wan demên çîrokî nabe.

Mînak:


Ew ê biçûya. Ew direviya.

Ew ê biketa. Ew diket.

Ew ê bimiriya. Ew dibû.

Divê ew biçûya. Xwezî ew bibûya.

Di çîrokiya dema borî de jî pêveka kesê sêyemîn nayê bikaranîn.Ev jî ji ber tîpa dawî ya lêkera “Bûn”ê ye. Ji ber ku ev tîp dirêj e, tîpa kurt li dû wê nayê.

Mînak:


Ew hatibû.

Ew çûbû.


Ew ketibû.

Di Rewşa Tebatiyê De

Di zimanê me de lêker ji bo ku têkeve teşeyê tebatiyê, lêkera “hatin”ê tê bikaranîn û lêkera bingehîn bi tevî raderê tê nivîsîn. Li gorî “hatin”ê hevok teşe digire. Pêveka kesê seyemîn ya ku di dema boriya têdeyî de nedihat bikaranîn, li vê derê bi awayekî çalak tê bikaranîn û vegotinê hêsantir dike. Sedema vêya ew e ku, piştî vê dengdêra kurt lêkera bingehîn tê û weke kîte pêveka kesê sêyemîn “–(y)e” îcar xwe diparêze û vegotinê hêsantir dike, ji ber ku lêkera rewşa tebatiyê û ya bingehîn di derbekê de tên bilêvkirin tu pirsgirêk dernakeve.

Mînak:


Ew hate kuştin.

Ew hate revandin.

Ew hate nivîsîn.

Civîn hate lidarxistin.

Di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de ji ber ku rayeka lêkera “hatin”ê dibe “ê” pêveka kesê sêyemîn jixweber dikeve û nayê bikaranîn.

Mînak:


Ew tê kuştin.

Ew ê bê revandin.

Ew tê nivîsîn.

Divê ew bê lidarxistin.

Nîşe: Di rewşa tebatiyê de divê lêkera bingehîn gerguhêz be û divê tim bi hev ve bê nivîsîn.

Di Rewşa Dançêkeriyê De

Di zimanê me de lêker ji bo ku têkeve teşeyê dançêkeriyê lêkera “dan”ê tê bikaranîn û lêkera bingehîn bi tevî raderê tê nivîsîn. Hevok li gorî lêkera “dan”ê teşe digire. (Kesê sêyemîn ê xwerû ji ber ku lêker gerguhêz e dibe bireser.) Ji ber ku li gorî dema boriya têdeyî tîpa dawiya lêkerê dibe dengdêr, pêveka kesê sêyemîn dîsa nayê bikaranîn, ku bê bikaranîn dem dibe dema boriya dûdar.

Mînak:


Dema Boriya Têdeyî Dema Boriya Dûdar

Min ew da nivîsîn. Min ew daye nivîsîn.

Te ew da xwarin. Te ew daye xwarin.

Wan ew da xwendin. Wan ew daye xwendin.

Di dema niha û bê û raweyên xwestek û daxwazê de jî rayeka lêkera “dan”ê dibe “d” û pêveka kesê sêyemîn jixwe tê bikaranîn.

Mînak:


Ew dide xwarin.

Ew dide şûştin.

Ew ê bide nivîsîn.

Divê ew bide avêtin.

Nîşe: Ji ber ku peyva “kes” û “her kes”î bêtir li gorî zayenda nêr hatine kişandin, lewma min jî qaliba peyvê ya “pêveka kesê sêyemîn ê yekjimar” li gorî zayenda nêr bi kar anî.

Bahoz Baran

Pêveka Kesê Duyemîn ê Yekjimar

Bahoz Baran

Pêveka kesê duyemîn ê yekjimar -(y)î, pêveka herî bi arîşe ye. Ji ber ku dengdêreke dirêj e, li hinek ciyan vegotina wê ne hêsan e û pêvek nayê bikaranîn. Li hinek ciyan ev pêvek, guhertinên din jî çê dike. Di vê nivîsê de ez dixwazim li ser pêveka kesê duyem ê yekjimar rawestim û hinek arîşeyên wê û riyên çareseriyê destnîşan bikim.

Tu→ -(y)î

Di Dema Boriya Dûdar De

Di dema boriya dûdar de em pêveka –(y)e’yê li dema boriya têdeyî zêde dikin. Lêker bi dengdêreke dirêj bi dawî bûbe, pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Dema Boriya Têdeyî Dema Boriya Dûdar

Tu çûyî . Tu çû(yî)ye.→ Tu çûye.

Tu bûyî . Tu bû(yî)ye.→Tu bûye.

Tu axiviyî. Tu axivî(yî)ye.→Tu avixiye.

Nîşe: Hinek kes pêveka dema boriya dûdar bi kar naynin û her du deman jî weke “Tu çûyî” nîşan didin. Ev çewtiyeke berbiçav e; ji lewre bi vî awayî her du dem ji hev nayên derxistin.

Ji Bo Lêkerên Cêwî

Hinek lêkerên me dema ku di dema borî de tên kişandin, ji bo ku weke lêker bên bikaranîn pêveka “î” yê digirin, heman lêker pêveka “iya”yê jî digirin. Ev guherîn li gorî herêman e. Her du bikaranîn jî hene û ji van lêkeran re lêkerên cêwî tê gotin. Di van lêkeran de jî ji ber dengdêrên dirêj û dirêjbûna peyvê pêveka kesê duyemîn dikeve. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Dema Boriya TêdeyîDema Boriya Dûdar

Tu beziyî/Tu beziyayî Tu bezi(yî)ye/ Tu beziya(yî)ye→ Tu beziye/Tu beziyaye

Tu reviyî/Tu reviyayî Tu revi(yî)ye/ Tu reviya(yî)ye→Tu reviye/Tu reviyaye

Tu giriyî/Tu giriyayî Tu giri(yî)ye/ Tu giriya(yî)ye→Tu giriye/Tu giriyaye

Di Raweyên Çîrokiyê De

Çîrokiya dema bê bi pêvekên dema bê, bi teşeyê lêkerê yê dema boriya têdeyî, bi pêvekên kesane û bi pêveka çîrokiyê bi “a” yê çê dibe. Di çîrokiya dema bê û di raweyên xwestek û daxwazê de jî pêveka kesê duyemîn ji ber tîpa dengêr a lêkerê û ji ber dirêjbûnê nayê bikaranîn. Pêvekên ku di nava kevanê de ne dikevin.

Çîrokiya Dema Bê

Tu yê biçû(yî)ya→ Tu yê biçûya

Tu yê bibû(yî)ya→Tu yê bibûya

Tu yê biaxivi(yî)ya→ Tu yê biaxiviya

Ji bo raweya xwestek û daxwaziyê em peyvên weke “Eger, bila, xwezî, divê”yê tînin serê hevokê.

Çîrokiya Raweyên Xwestek û Daxwazê

Tu biçû(yî)ya. → Tu biçûya.

Bila tu biçû(yî)ya. → Bila tu biçûya.

Divê tu bibû(yî)ya. → Divê tu bibûya.

Eger tu biaxivi(yî)ya.→ Eger tu biaxiviya.

Ji Bo Lêkerên Cêwî

Çîrokiya Dema Bê

Tu yê bibezî(yî)ya→ Tu yê bibeziya Tu yê bibeziya(yî)ya→Tu yê bibeziyaya

Tu yê birevi(yî)ya→ Tu yê bireviya Tu yê bireviya(yî)ya→Tu yê bireviyaya

Tu yê bigirî(yî)ya→ Tu yê bigiriya Tu yê bigiriya(yî)ya→Tê yê bigiriyaya

Çîrokiya Raweyên Xwestek û Daxwazê

Tu bibezi(yî)ya→ Tu bibeziya Tu bibeziya(yî)ya→ Tu bibeziyaya

Bila tu birevi(yî)ya→ Bila tu bireviya Bila tu bireviya(yî)ya→ Bila tu bireviyaya

Divê tu bigiri(yî)ya→ Divê tu bigiriya Divê tu bigiriya(yî)ya→Divê tu bigiriyaya

Di Raweya Fermanî De

Raweya fermanî ji bo kesên duyemîn in, di vê raweyê de pêveka “bi”yê û li gorî mêjerê “-e” û “-(i)n” tên bikarînîn. Di raweya fermanî de pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn, eger bê bikaranîn rawe dê bibe raweya xwestek û daxwazê.

Raweya Fermanî

Tu bixwe.

Hûn bixwin.

Tu bixwîne.

Hûn bixwînin.

Nîşe: Hinek lêkerên bêrist li derveyî vê rêpîvanê ne.

Tu bigirî.

Tu bidrû.

Raweya Xwestek û Daxwazê

Eger pêveka kesê duyemîn bê bikaranîn, rawe êdî nabe raweya fermanî, dibe raweya xwestek û daxwazê.

Tu bixwî

Tu bixwînî.

Piştî Dengdêrên Dirêj

Pêveka kesê duyemîn ji ber ku dengdêreke dirêj e dema ku rastî dengdêreke dirêj tê, dikeve û nayê bikaranîn. Carinan jî ev pêvek xwe ferz dike û rayeka lêkerê xerab dike. Zimanê devkî ji ber pratîzebûnê gelek caran dengdêr û dengdar xistine. Di vî warî de rêpîvaneke xurt tune ye. Ez tenê dixwazim ji çend lêkeran mînak bidim:

Hatin

Ev lêker dema ku di dema niha û bê de tê bikaranîn weke rayek “ê” li holê dimîne. Weke ku xuya dike dengdêreke dirêj li holê dimîne; lê ev dengdêr pêveka kesê duyemîn naxe. Hinek kes di vê bikaranînê de pêveka kesê duyemîn bi kar naynin. Lê ew pêvek bê bikaranîn çêtir e; ji ber ku di vegotinê de jî ev heye û zehmetiyê dernaxe.



Tu têyî. Tu yê bêyî.

Lê dema ku dibe awayê neyînî îcar rayeka lêker “ê” dikeve û nayê bikaranîn. Ev jî rewşeke awarte ye ji bo vê lêkerê.

Tu nayî . Tu yê neyî.

Jiyan/Jiyîn

Ev lêkereke cêwî ye. Yekê “î” girtiye û yekê jî “iya”. Di dema niha û bê de rayeka vê lêkerê “jî”ye, ji ber ku tîpa dawî dengdêreke dirêj e, pêveka kesê duyemîn û ew li hev nayên û pêveka kesê duyemîn dikeve.

Tu dijî(yî). Tu yê bijî(yî).

Di awayê neyînî de jî dîsa yek ji wan dengdêran nayê bikaranîn.

Tu najî(yî). Tu yê nejî(yî).

Zan/Zayîn

Lêker weke “zan”ê tê bikaranîn lê weke navê lêkerê “zayîn” tê gotin. Ev cure lêker ji bo mirovan nayê bikaranîn bêtir ji bo heywanan tê bikarnîn. Di dema niha de rayeka lêkerê dibe “zê” bi vî awayî tîpa dawiya lêkerê dibe dengdêreke dirêj, lê weke ku me di lêkera “hatinê” de dît, ev dengdêr û pêveka kesê duyemîn dikarin bi hev re bên bikaranîn. Her çiqas ji bo kesê duyemîn(mirovan) ev lêker neyê bikaranîn jî em ê di nava formên wêjeyî de bifikirin û bi kar bînin.

Tu dizêyî Tu yê bizêyî

Di awayê neyînî de jî dîsa her du pêvek tên bikaranîn.

Tu nazêyî Tu yê nezêyî

Weke encam em dikarin bibêjin di dema boriya dûdar de tîpa dawiya lêkerê dengdêreke dirêj be pêveka kesê duyemîn nayê bikaranîn. Dîsa di çîrokiyên dema bê û raweyên xwestek û daxwazê de, tîpa dawiya lêkerê dengdêreke dirêj be ev pêvek dîsa dikeve û nayê bikaranîn.

Di raweya fermanî de jî ev pêvek ji holê radibe. Di demên din de dema ku rayeka lêkerê bi dengdêra dirêj “î”yê bi dawî bûbe, pêveka kesê duyemîn dikeve. Dema ku dengdêra dirêj “ê” li dawî be pêvek nakeve. Di hinek awayan de jî rayeka lêkerê diguhere. Li ser lêkerên kurdî xebateke berfireh nehatiye kirin ji ber vî awayî dibe ku hinek rêz û rêçikên din jî hebin û hinek lêker li gorî rêpîvanên din bên senifandin.

Bahoz Baran

"Ku"

Bahoz Baran



Di pirtûkên rêzimanê de li ser “ku”yê pir nayê sekinandin. Di hinek pirtûkan de tê gotin ku “ku” gihanek e, çend mînak tên dayîn û hew. Vê dawiyê hinek pirtûk jî “ku”yê bêtir weke cînavkê nîşan didin û çewtiyekê dikin. Dema ku em bala xwe baş bidinê, em ê bibînin ku “ku” di zimanê me de cihekî berfireh û girîng digire û hinek peywirên cuda digire ser xwe. “Ku” li gorî peywira xwe ya bingehîn gihanek e, herî pir weke gihanekê derdikeve holê; dema ku beriya navdêrekê tê û pirsiyariyê çê dike dibe rengdêr. Weke din, dema ku navdêra “der”ê dikeve “ku” ji ber ku ciyê wê jî digire, tenê li wê derê peywira cînavkê digire ser xwe.

A. Ku’ya Gihanek

“Ku” bi piranî weke gihanekê tê bikaranîn. Dema ku du hevok bi hev ve tên girêdan, beriya gotinê, dema ku em hevoka yekê/a din vediguhezînin, di lêkernavên hokerî û rengdêrî de, di raweya divêtiyê de, di qalibên gihanekan de, di qalibên daçekan de derdikeve holê.

1. Di hevokên hevedanî de: Di hevokên hevedanî de, hevoka alîkar bi hevoka bingehîn ve girê dide, ev cure hevok wateyên weke armanc û sedemê didin.

Mînak:

Ez nehatibûm ku ez te bibînim.



Ew reviya ku wî negirin.

Min jê stend ku ji me re nebe pirsgirêk.

2. Di axaftinan û hevokên veguhestî de: Di hevokên hevedanî de beriya gotinê û dema ku em hevokekê ji yekê/a din vediguhêzînin “ku” derdikeve holê û di peywira gihanekê de wan bi hev ve girê dide.

Mînak:


Diya min dibê je ku: “Ji wan bawer nekin.”

Ez dibêjim ku hûn wisa bikin nabe.

Berfînê got ku, mamoste ji me xeyîdiye.

3. Ji bo raweya şertê: Di hevokên hevedanî de di raweya şertê de “ku” tê serê hevokê û wateya şertê dide hevokê. Wateya wê û peyva “eger”ê yek e.

Mînak:

Ku hûn bixwin ez ê ji we re bistînim.



Ku ew bê, em nikarin biaxivin.

Ku tu herî, dê pir baş be.

4. Ji bo lêkernavên hokerî: Di hevokên hevedanî de lêkernav jî tên bikaranîn. Di nava qalibên lêkernavên hokerî de, peywira gihanekê hildigire ser xwe. Lêkernavên hokerî wateya demê didin û di nava mijara raweyan de divê neyên dayîn. Di dabeşkirina hêmanan de ev qalib nayên parçekirin.

Mînak:


Dema ku em ji gund dihatin, ew li ser rê bû.

Piştî ku em çûn, baran bariya.

Berî ku ez bêm, min çar pirtûk xwendin.

5. Ji bo lêkernavên rengdêrî: Di nav qalibên lêkernavên rengdêrî de, peywira gihanekê hildigire ser xwe. Lêkernavên rengdêrî wesfê navdêrê diyar dikin û ew di nava mijara raweyan de nayên dayîn. Di dabeşkirina hêmanan de ev qalib nayên parçekirin.

Mînak:

Hevalê ku nan dixwe, ne ji me ye.



Pirtûka ku çap bû, ya min bû.

Nanê ku şewitiye tu bixwe.

6. Bi raweya divêtiyê re: Di raweya divêtiyê de jî “ku” di peywira gihanekê de ye. Hinek wê bi kar naynin; lê dema ku bê bikaranîn hevok têkûztir dibe.

Mînak:


Divê ku ew jî bên mala me.

Lazim e ku em xwe bigihînin wan.

Divê ku tu wisa nekî.

7. Bi lêkerên alîkar re: Bi hinek lêkerên alîkar re jî tê bikaranîn û di peywira gihanekê de ye. Ew cure lêker wateyên weke daxwaziyê, xwestekê, îhtîmalê didin hevokê.

Mînak:

Dibe ku em jî bên dibistanê.



Dixwest ku bi me re were malê.

Dikir ku bihata.

8. Bi qalibên gihanekan re: “Ku” bi tena serê xwe jî gihanek e; lê bi gihanekên din re jî tê bikaranîn û qalibên nû çê dike.

Mînak:


Ji bo ku em nan bixwin em çûn.

Ji ber ku tu nehatî, bername betal bû.

Em hatin da ku te bibînin.

9. Bi qalibên daçekan re: Ku bi daçekan re jî tê bikaranîn. Di van qaliban de “ku” komepeyvê têkûztir dike. Ev qalibên daçekî di nav hêmanên hevokê de weke hoker tên hesibandin.

Mînak:

Heta ku ji te tê baş be.



Weke ku min got, dengê xwe neke.

Qasî ku ez dizanim, ew ne yekî baş e.

B. Ku’ya Rengdêr

Weke gelek peyvên din “ku” hinek peywirên din jî digire ser xwe, yek ji wan peywiran peywira wê ya rengdêrê ye. “Ku” beriya navdêran tê û dibe rengdêriya pirsiyariyê ya ciyan.

Mînak:

Ev, ku der e?



Ew çû ku derê?

Ku der warê me ye?

C. Ku’ya Cînavk

Bi rastî ev “ku” jî rengdêr e; lê ji ber ku navdêra wê “der” ketiye ew êdî şûna wê digire. Weke tê zanîn peyv dema ku ciyê navdêrê bigire dibe cînavk, ji ber ketina peyva “der”ê “ku” dibe cînavk. Ji ber ku pirsê dike jî dibe cînavka pirsiyariyê ya ciyan.

Mînak:

Ew çû ku?



Tu ji ku têyî?

Ew bi ku ve çû?

Rastnivîsa Ku’yê

Di warê rastnivîsê de car heye ku em dibînin ku “ku” weke “kû, kî, ke, ko, kur”ê tê nivîsîn. Hinek ji van awayan berê dihatin bikaranîn û hinek jî herêmî ne. Lê em dikarin bibêjin ku îro êdî di gelek weşanan de awayê “ku”yê tê bikaranîn. Ev gihanek tu carî bi peyvan ve nayê nivîsîn, tim ji wan cuda tê nivîsîn. Hinek awayên cuda yên ku pir nayên tercîhkirin ev in:

Mînak:

Kû ez bêm, tu yê aciz bibî.



Min nizanibû kî tu hatiyî.

Ke ew bên ez ê herim.

Ew çû ko?

Ew ji kur tê.

Weke ku em dibînin, “ku” pişt û stûna kurdî ye, divê em li “ku” yê xwedî derkevin, kurdî û “ku” pir li hev dikin; ku “ku” tune be kurdî nikare li ser piyan bisekine.

Bahoz Baran

bahoz_baran@hotmail.com

Nîşe: Li ser malpera Nefelê nivîseke Arif Zêrevan a bi navê “Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de” heye. Di wê nivîsê de li ser bingeh û sedemên guherîna dengan tê sekinandin. Arif Zêrevan ji Mem û Zînê jî mînakan dide, qala Hawarê dike û “ko”, “ku” û “kû”yê di wateyên cuda de rave dike. Lê li gorî min ziman li gorî demê xwe organîze dikin û hinek awa xwe didin qebûlkirin. Min di vê nivîsa xwe de pirtûkên rêzimanî, wêje û çapemeniya kurdî ya îro bingeh girtine.

Çavkanî:

-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz

Çewtiyeke Çîrokiya Dema Bê: `a` ya zêde

Bahoz Baran

Dema ku mirov bala xwe dide hinek weşan û malperan, di raweya çîrokiya dema bê û çirokiya raweyên xwestekî de çewtiyekê dibîne. Hinek weşan û malper tim ‘a’yeke zimanê devkî li lêkerê bar dikin û weha dinivîsin :” Bihatama, biketama, biçama/ bihatana, biketana, biçana” Li gorî rê û rêzikên rêzimanî divê ew ‘a’yên ku binê wan hatine xêzkirin li wan lêkeran neyên zêdekirin. Di dema bê ya çîrokî de ‘a’yek heye, ew ‘a’ tê dawiya lêkerê û çîrokiyê temam dike. Çend sedemên vê tevliheviyê hene; yek jê, ew tîpa zêde(‘a’ya zêde) bi tîpa çîrokiyê re(bi ‘a’yê re) dema ku tê bikaranîn di warê hevdengiyê(kafiyeyê) de li hev tê û di helbest û stranan de, ahenga dengan çê dike, ji ber vî hawî tê bikaranîn. Sedemeke din jî ew e ku, dema ku rader ji hinek lêkeran dikeve tîpa wan ya dawî dibe ‘a’. Ew lêker dema ku tên kişandin dibin “Bireviyama, bifiriyama, bigiriyama/ bireviyana, bifiriyana, bigiriyana” di van lêkeran de ‘a’yek jixwe ya lêkerê ye, pirsgirêk tune ye, ji ber ku ‘a’yek li dawiya wan heye, hinek kes dema ku lêkerên din dikşînin(ên ku li dawiya wan ‘a’yek tune ), ew wan lêkeran bi van lêkeran re tevlihev dikin. Dema ku li dawiya lêkerê ‘a’ yek tune be, divê lê neyê zêdekirin.

Çîrokiya Raweya Dema Bê(Ji bo lêkerên ku li dawiya wan tîpa ‘a’yê tune ye)

Dema ku çîrokiya raweya dema bê tê çêkirin, lêker ji dema borî tê stendin û ji bo çîrokiyê “ a ” yek tê dawiya lêkerê. Ji bo raweya çîrokiya dema bê, awayê lêkerê yê dema borî tê bikaranîn. Li gorî kesê yekemîn ê yekjimar û kesên pirjimar çîrokiya dema bê bi vî awayî çê dibe:

Qertf. dema bê Rayeka dema borî Qertf. kesane Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi hat- -im -a Ez ê bihatima

Dê/ê + bi ket- -im -a Ez ê biketima

Dê/ + bi mir -im -a Ez ê bimirima

Ji bo kesên pirjimar

Qertf. dema bê Rayeka dema borî Qertf. kesane Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi hat- -in -a Em ê bihatina

Dê/ê + bi ket- -in -a Em ê biketina

Dê/ + bi mir -in -a Em ê bimirina

Hinek weşan û malper weke ku me diyar kir, van lêkeran bi awayên devkî, bi “a”yeke zêde weke “bihatama, biketama, bimirama/bihatana, biketana, bimirana” bi kar tînin, li gorî pîvanên rêzimanî ev ne di cî ye. Raweya çîrokiya dema bê di çîrokiyên raweyên xwestekî de jî naguhere. Ji ber vê yekê çewtî bêtir belav dibe. Raweyên xwestekî bi heman teşeyî dibin çîrokî. Tenê peyvên weke “Divê, heke, xwezî, bila…” tên serê hevokê.

Çîrokiya Raweya Dema Bê(Ji bo lêkerên ku li dawiya wan tîpa ‘a’yê heye)

Di van kişandinan de tu pirsgirêk tune ye; ji ber ku ‘a’yek bi lêkerê ve ye. Hinek kes van her du awayan tevlihev dikin. Tevliheviya ‘a’ ya zêde ji ber vê ye. Li gorî kesê yekemîn ê yekjimar û kesên pirjimar bi vî awayî çêdibin:

Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi beziya -m -a Ez ê bibeziyama

Dê/ê + bi reviya -m -a Ez ê bireviyama

Dê/ê + bi firiya -m -a Ez ê bifiriyama

Dê/ê + bi meşiya -m -a Ez ê bimeşiyama

Dê/ê + bi keliya -m -a Ez ê bikeliyama

Dê/ê + bi ma -m -a Ez ê bimama

Ji bo kesên pirjimar

Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi beziya -n -a Em ê bibeziyana

Dê/ê + bi reviya -n -a Em ê bireviyana

Dê/ê + bi firiya -n -a Em ê bifiriyana

Dê/ê + bi meşiya -n -a Em ê bimeşiyana

Dê/ê + bi keliya -n -a Em ê bikeliyana

Dê/ê + bi ma -n -a Em ê bimana

Eger tercîh awayên kurt yên van lêkeran be “a” ji holê radibe: Bezîn, Revîn, firîn, meşîn, kelîn…

Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi bezî -m -a Ez ê bibezîma

Dê/ê + bi revî -m -a Ez ê birevîma

Dê/ê + bi firî -m -a Ez ê bifirîma

Dê/ê + bi meşî -m -a Ez ê bimeşîma

Dê/ê + bi kelî -m -a Ez ê bikelîma

Ji bo kesên pirjimar

Qertf. dema bê Koka dema borî Qertf. kesan Qertf. çîrokiyê Encam

Dê/ê + bi bezî -m -a Em ê bibezîna

Dê/ê + bi revî -m -a Em ê birevîna

Dê/ê + bi firî -m -a Em ê bifirîna

Dê/ê + bi meşî -m -a Em ê bimeşîna

Ev awa zêde nayê bikaranîn.

HINEK AWAYÊN ÇEWT Û RASTIYÊN WAN

Awayê çewt-Negerguhêz Awayê rast-Negerguhêz

(Çûn) Biçama/biçana Biçûma/biçûna

(Bûn) Bibama/bibana Bibûma/bibûna

(Mirin) Bimirama/bimrana Bimirima/bimirina

Awayê çewt-Gerguhêz Awayê rast Gerguhêz

Min ê ew biceribandana Min ê ew biceribandina

Te dê ew bidîtana Te dê ew bidîtina

Wî dê ew bikuştana Wê dê ew bikuştina

Awayê çewt li gorî yekjimariyê Awayê rast li gorî yekjimariyê

Wan dê ez bixwarama Wan dê ez bixwarima

Me dê tu biqewirandana Me dê tu biqewirand(i)ya/biqewiranda

Wan dê ew têr bikirana Wan dê ew têr bikira

Wan dê ez bibirama Wan dê ez bibirima

Bahoz BARAN

bahoz_baran@hotmail.com

Hêmana Rêzimana Kurmancî, F. H. Sagniç, Melsa(1991)

Rêzimana Kurmancî, M. Bilbil, B. Baran, Enst. Kurdî Ya Amedê(2008)

Ev nivîs di kovara Çirûskê de hate weşandin.

Dewê Tirş û Rêzimana Kurmancî

Bahoz Baran

Heta ku ziman li ser rûyê dinyayê hebin dê nîqaşên rêzimanê jî hebin, ji ber ku ziman jî weke mirovan zindî ne, guherbar in û xwedî giyanekî ne. Bi pêşketina mirovahiyê re ziman jî diguherin û organîze dibin. Hinek ji wan nikarin vê guherînê pêk bînin û ji ber gelek sedemên din jî ji holê radibin. Îro dema ku em li rêzimana zimanên din jî dinihêrin, em dibînin ku nîqaş û guherîn bênavber didomin û ziman xwe têkûztir dikin. Deh roj berê min bersivek dabû nivîsa Samî Tanî ya ku di Zendê de hatibû weşandin. Di ‘heman’ rojê de bersiv hat dayîn. Samî Tanî digot ku “Bahoz Baran nabêje dewê min tirş e!” Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ew dewê ku ez qala wî dikim “Dewê” wî ye, ji ber ku ez qala çewtiyên wî dikim. Ji kerema xwe re bila dewê xwe û dewê min tevlihev neke. Dema ku min ew bersiv xwend min gelek nakokî, çewtî û bi têra xwe bêhntengî tê de dîtin û min xwest ez di heqê nakokî û çewtiyên wê nivîsê de bersivekê bidim.

Li gorî min kesên ku bi zimên eleqedar dibin nikarin bibêjin “Dema min tune ye, ez vê nîqaşê bidomînim” Eger rêziman karê mirov be divê mirov bi wê re eleqedar be û dema xwe jê re veqetîne. Sê sal berê jî wî digot, dema min tune ye, hê jî dibêje dema min tune ye. Ez dibêjim eleqeya vêya bi taybetiyekê re heye ku ew jî ev e: Hinek kes her tim gelek karan bi hev re dikin, têkilhev dikin ji ber wî hemû kar jî nivco dimînin û dem jî ji mirov re namîne. Ku dema mirov ji karekî re tune be dê mirov çawa wî karî bike? A rast kes ji kesî re nabêje nîqaşê bidomîne, ez li ser hinek çewtî û aloziyên rêzimanê dinivîsim. Samî Tan dikare bersivê bide jî dikare nede jî; lê ew nikare rê li ber nîqaşê bigire. Çend sal berê jî di Azadiya Welatî de çend nîqaşên me hebûn; lê bi piştre Samî Tanî aciziya xwe ji rojnameyê re anî zimên û wan nivîsên min ên din neweşandin.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   62   63   64   65   66   67   68   69   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin