Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə67/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   63   64   65   66   67   68   69   70   ...   173

Samî Tan di mijara “Tewang”ê de hê jî agahiyên çewt dide raya giştî û dibêje pirsgirêka me di vê mijarê de tenê “navlêkirin” e. Pirsgirêk ne navlêkirin e, xuya ye birêz yan pirsgirêk fam nekiriye yan jî naxwaze pirsgirêkê fam bike. Ez dibêjim tewang guherîna hundirê peyvê ye, ew jî cureyeke diyarkirinê ye, peyvên nêr û hin cînavk ji bo ku diyar bibin ditewin. Qertafên diyariyê(-î, -ê,-an) jî vê diyarbûnê bi rêya qertafan pêk tînin. Di vê diyarbûnê de, zayend û mêjer derdikevin holê û peyv ji rewşa xwerû(kirdeyî) derdikevin û dibin bireser, têrker, raveker. Di rewşa ergatîviyê de jî kirde xwe diyar dike. Wekîdin jî hinek rayekên lêkeran li gorî deman diguherin ev jî di qada tewangê de ye. Samî Tan radibe gelek angaştên din jî bi “navlêkirinê” ve girê dide û dixwaze ji her kesî re bibêje pirsgirêka di navbera me de pirsgirêka “navlêkirinê” ye. Lê ez dibêjim her tişt li ber çavan e û her kes dibîne ku pirsgirêka me ne navlêkirin e.

Di mijara rengdêran de berê xwe dide ferhenga Kurdî û dibêje li wê derê li ber peyva “xweş”ê “rd” heye. Ew “rd” peywira wê ye, ango wê dike rengdêr; lê divê em zanibin, ew peyv li gorî binyada xwe navdêr e; peywirên wê, rewşên rengdêrî û hokerî ne. Celadet Elî Bedrixan jî di heman mijarê de hişyariyekê dike û dibêje, peywirên din ên hêmanan hene divê mirov ji wan haydar be û peyvê bi peywirekê ve bi sînor neke.

Di nivîsa xwe de, di heqê“ku”yê de Samî Tanî gotiye “Tirkî bi kêrî wî nayê”. Di mijara “ku” yê de kesê ku qala “ku”yê kiribû û ew bi “İlgi zamiri”ya Tirkan ve girê dabû ew bixwe bû, ne ez bûm. Gotibû Tirk ji “ku”ya me re dibêjin “İlgi zamiri”. Min jî gotibû tu eleqeya “İlgi zamiri”ya Tirkan bi “ku”ya me re tune ye. Agahiya ku wî dabû ji sedî sed şaş bû. Nizanim çima berê “İlgi zamiriya” Tirkan daye min, wî qala kiribû, ne min.

Di mijara lêkeran de, birêz divê heta niha bidîta ku “and” û “t” du formên ji hev in. Bi bersiva xwe dîsa ketiye nava nakokiyê, li gorî bersiva wî ez ê tiştekî destnîşan bikim û berê pirsa wî dîsa bidim wî. Di nivîsa xwe de dibêje ku li gorî Bahoz Baranî “t” qertafa lêkerçêker be “Guhar, qeşar, guhas” tên çi wateyê bila Bahoz bersivê bide vê pirsê. Ez jî dibêjim temam, ew “t”yê weke qertafê nabîne; lê “and”ê weke qertafê dibîne. Belê, madem ew “and” ê weke qertafê qebûl dike mafê min heye ku ez heman pirsê li wî vegerînim. Ka bila qertafa “and”ê ji lêkeran derxe çi dimîne li holê:

Guher-and → Guher

Qeşir-and → Qeşir

Guhas-and → Guhas

Me “and” ji wan derxist man “Guher, qeşir, guhas” ji kerema xwe re bila ew îcar bersiva pirsa xwe bide, ka ev kok tên çi wateyê? Nakokiyeke pir mezin di pirsa wî de heye. Fermo bila bersivê bide pirsa xwe.

Birêz di nivîsa xwe de dibêje ez li dû “Celadet Bedirxan, Kemal Badilli, Reşîdê Kurd, Osman Sebrî, Sadik Bahadîn Amêdî, Qanatê Kurdo û Feqî Huseyn Sagniç” diçim. Mirov di nivîsa xwe de navên mirovên giregir û zimanzan li pey hev rêz bike û bibêje ez li dû wan im ev tê çi wateyê? Di warê psîkolojiya mirov de ev navrêzkirin tê çi wateyê, ez bersiva wê jî ji xwendevanan re dihêlim.

Di mijara pirtûka Celadet Elî Bedirxanî de jî du pirsên min hebûn ji Samî Tanî, yek “Çima ew geh ji notên Celadet Elî Bedirxanî yên hawarê geh jî ji pirtûka wî û Roger Lescotî jêgiran dide?” Pirsa min ya duyemîn jî ev bû ”Kîjan xebata Celadet Elî Bedirxanî divê esas bê girtin, notên hawarê an pirtûka wî û Roger Lescotî?” Min di heman nivîsê de gotibû, li gorî krîterên zanistî kîjan pirtûk herî dawî hatibe nivîsîn ew esas tê girtin. Pirtûka Celadet Elî Bedirxanî ya bingehîn a wî û Roger Lescotî ye. Arif Zêrevan jî di pêşgotina wê pirtûkê de heman tiştî dibêje.

Em bên ser bersiva Samî Tanî, birêz bersiva pirsa yekemîn nade. Ango nabêje, çima geh ji notên hawarê geh jî ji pirtûka dawîn jêgiran dide. Em derbasî bersiva pirsa duyemîn bibin, di vê mijarê de birêz bersiveke weha dide:” Pirtûka ku li ser navê wî û Roger Lescotî hatiye weşandin, ji ramanên Celadetî zêdetir, ramanên Roger Lescotî ne. Lewre her çiqas her duyan bi hev re dest bi xebatê kiribe jî, piştî ku Celadet koça dawîn kiriye, Roger Lescot li ser wan xebitiye û wekî pirtûk daye ber çapê. Ji bilî wê jî pirtûk bi xwe bi frensî ye, kesên ku wergerandine jî li gorî xwe hinek tişt lê zêde kirine.”

Ango Samî Tan dixwaze bibêje ew pirtûk li ser ramanên Roger Lescotî hatiye amadekirin. Li gorî min ev bersiv bi tena serê xwe jî angaşteke pir çewt û bi talûke ye. Li gorî vê bersivê mirov dikare bibêje û bipirse:

1. Çima Samî Tan dixwaze bersiveke weha bide? Ji ber ku xebatên wî bi piranî li ser notên hawarê dimeşin, ji ber wê ye ev bersiv?

2. Di pêşgotina wê pirtûkê de tê gotin ku, pirtûk heta dawiya beşa duyemîn, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescotî ve hatiye amadekirin. Dawiya beşa duyemîn jî teqabulî 257 rûpelan dike ku beşên herî girîng jixwe ew in û beşa sêyem(jixwe ew jî li gorî beşên din hatiye amadekirin)piştî koçkirina Celadet Elî Bedirxanî hatiye amadekirin. Ev agahiyên pêşgotinê çewt in?

3. Ma Roger Lescot ne zimanzan e, ramanên wî ne girîng in ew û Celadet Elî Bedirxan bi hev re nexebitîne? Gelo bi vê bersivê Samî Tan dixwaze bibêje ku ramanên Roger Lescotî ewqas ne girîng in?

4. Madem girîngiyê nade wê pirtûkê çima gelek tiştan ji wê digire?

5. Ma mirov dikare Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescotî ji hev veqetîne?

6. Mirov her û her xwe berê xwe bide notên berê, tiştên nûjen nebîne dê pêşketin çawa çêbe, dê dogmatîzm çawa ji holê rabe.

7. Samî Tan dibêje kesên ku ew pirtûk amade kirine hinek tişt lê zêde kirine, gelo wî ev agahî ji ku bi dest xistiye? Divê kesên ku wergerê jî kirine di vê mijarê de gotina xwe bibêjin. Di vî warî de berpirsiyar Enstituya Kurdî Ya Parîsê û Weşanên Dozê ye. Ji ber ku pirtûk ji aliyê wan ve ji hatiye çapkirin.

8. Ku Celadet Elî Bedirxan îro sax bûya û bibihîsta ku bersiveke weha di heqê pirtûka wan de hatiye dayîn, gelo dê bersiveke çawa bidaya Samî Tan?

Di nivîsa xwe de birêz li ser şêwaza min jî disekine û dibêje, Bahoz Baranî devê xwe vekiriye û hema çi hatiye ber devê wî gotiye, divê ez bibêjim ku ez bi awayekî vekirî dinivîsim, sedemên hin tiştan bi awayekî eşkere vedibêjim. Dema ku hûn bala xwe didin şêwaza nivîsên wî jî, di zimanê wî yê “çêgîn”(li gorî wî) de bi têra xwe heqaret hene. Di warê nîqaşê de jî ez dikarim vêya bibêjim, ez li ser rêzimanê bi awayekî taybet dixebitim û dersên rêzimanê didim û rastî gelek tiştên çewt têm; mafê min heye ku ez wan tiştan binivîsim. Samî Tanî ji vê nîqaşê re gotiye “nîqaşa bê wate”. Li gorî min her tişt li holê ye û bila ew bihêle kesên zanyar û zimanzan biryarê bidin. Di ser de ez dikarim bibêjim ku Samî Tanî li gorî van nîqaşan hin çewtîyên pirtûkên xwe rast kirine. Madem wisa difikire bila wan guhertinên ku di pirtûkên xwe de kirine jî betal bike, bila dîsa weke berê binivîse wan tiştan. Ez naxwazim lîsteyeke din a guhertinên ku wî li gorî nivîsên min kirine bidim. Rêzimana Kurmancî ne malê tu kesî ye. Kes nikare li gorî kêfa xwe çewtiyan bike di rêzimana Kurmancî de. Ez bi hêvî me ku, dê akademiyên zimên vebin û dê gelek nîqaş çê bibin û dê zimanê me jî xwe bi awayekî xurt bide ser hev û têkûztir bibe. Di warê nîqaşan de jî bila ji kerema xwe re kesên zanyar û zimanzan biryarê bidin. Carinan “dewker” nizanin ku tehma dewê wan çawa ye; lê dodo1 pir baş dizanin ku tahma dewê wan çawa ye.

Di heqê hînkerên yekemîn, duyemîn û sêyemîn de jî gelek tiştên çewt ên ku min tespît kirine hene ez ê di demên pêş de li ser wan jî binivîsim û bila ji kerema xwe re Samî Tan jî li ser gotina xwe bisekine û bersivê nede nivîsên min.

1Dodo: Kesên ku ji dewî hez dikin, fêm dikin û pir vedixwin.

Bahoz BARAN

Bersivek ji Nivîsa Samî TAN re

Bahoz Baran

Dema ku bi giştî mirov bala xwe dide xebatên rêzimanê yên vê dawiyê, mirov dibîne ku zêde zêde bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Ji xeynî xebata Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, heta niha xebatên berfireh û xurt nehatine kirin. (Çima nehatine kirin divê mirov vêya ji xwe bipirse.) Xebatên ku hatine kirin, ne zêde dewlemend û berfireh in ji dûbarekerinê xelas nebûne. Herçend ziman guherbar û zindî bin jî xebatên ku hatine kirin, mixabin zêde zêde teng in û ne li gorî giyanê zimên û demê ne.

Niha li Kurdistana bakur, gelek xebatên rêzimanî yên rêxistinî li ser weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê û li ser pirtûka Samî Tan didomin. Bû heft-heşt nivîsên dirêj in ku ez di heqê pirtûka Samî Tan de dinivîsim û di nivîsa herî dawîn de min lîsteya çewtiyên pirtûka wî da. Di hejmara kovara Zendê ya dawîn de Samî Tan ji bo wan nivîsên min dîsa bersivek daye1. Dema ku min dest bi xwendina wê nivîsê kir, pêşî ez kêfxweş bûm û min got, dê tiştên cuda û nuh gotibin. Lê dema ku min nivîs bi temamî xwend ji xeynî dûbarekirinê û çewtiyên nuh, ez rastî tiştekî cuda nehatim. Di ser de ji fikrên min re jî gotiye ‘tez’. Tê zanîn dema ku mirov tiştekî nuh bibêje ew tişt dibe tez. Lê ez bi piranî qala çewtiyên wî yên berbiçav dikim û dixwazim hinek tiştên çewt bên rastkirin. Bersivên ku Samî Tan dide bi nakokî ne û xwedî lêkolîn û lêgerîneke qels in. Hinek çewtiyên wî wisa berbiçav in ku, ku mirov ji rêzimanê piçekî jî fam bike dikare tê derxe. Gelo Samî Tan çima wan çewtiyên berbiçav qebûl nake?(Wî hinek qebûl kirine û rast kirine, jixwe ez qala wan nakim.) Ez dibêjim, sedema herî girîng ev e: “Dema ku Samî Tan wan çewtiyên berbiçav qebûl bike, dê mecbûr bimîne ku di hemû pirtûkên xwe de wan serast bike, wê çaxê di serî de ‘hînker’ û alavên perwerdehiyê yên din divê bên guhertin. Ev jî karekî pir zor e.” Sedema din ya herî girîng jî ev e: “Deh panzdeh sal in ku ew mijarên bi nakokî û çewt weke ku tu pirsgirêk di wan de tune bin hatine qalkirin, loma jî zû bi zû nikare wan çewtiyan qebûl bike.” Lê çi dibe bila bibe, rastiya zimên çi be divê mirov li gorî wê tevbigere.

Mijareke din a girîng jî ew e ku Samî Tan bersivê nade vê pirsê: Pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn kîjan e û çima Samî Tan geh ji notên Hawarê jêgirtinan digire geh ji pirtûka dawîn? Min baş bala xwe da vê yekê û ez gihiştim vê encamê: Dema ku nikare fikrên xwe piştrast bike diçe ji pirtûka ku Arif Zêrevan ji notên Hawarê ên Celadet E. Bedirxan amade kiriye jêgirtinan dide,(Di wê pirtûkê de Arif Zêrevan dibêje, pirtûka Celadet E. Bedirxan ya kamil, ya dawîn e.) dema ku di wê de tiştekî nabîne îcar berê xwe dide pirtûka nuh. Lê dema ku ji pirtûka nuh jî jêgirtinan dide, qala hinek tiştan dike qala hinek tiştan jî nake. Di mijara ‘tewang’ê de nikare ji pirtûka Celadet E. Bedirxan ya dawîn jêgirtinan bide; tiştên ku ew digere di wê pirtûkê de tune ne. Di mijara gihaneka “ku”yê de berê xwe dide pirtûka nuh û ji wir qala beşa cînavka pêwendiyê “ku”yê dike; lê bala xwe nade qalkirina “ku”ya gihanek û ya rengdêr. Li gorî pîvanên zanistî, pirtûka mirov a dawîn kîjan be divê ew bibe krîter. Loma jî di warê rêzimanî de pirtûka Celadet E. Bedirxan û Roger Lescot, pirtûka dawîn e û krîter ew e.

Di nivîsa xwe de Samî Tan qala “dogmatîzmê” dike û dibêje divê mirov di warê rêzimanî de ne dogmatîk be. Belê, ev tiştekî pir rast e; lê divê mirov bi liv, tevger û fikrên xwe jî li dû vî tiştî be û wî biparêze. Rêzimana ku Celadet E. Bedirxan 70-80 sal berê amade kiriye qet naguhere? Du sed sal paşê em ê dîsa li gorî heman rêzimanê tevbigerin? Ku em ne dogmatîk bin divê em van pirsan jî ji xwe bikin.

Dema ku min bala xwe da hinek jêgirtinên din ên Samî Tan, min dît ku di wan mijaran de ne xwedî agahiyên xurt e û hema weke rasthatinekê cih daye wan jêgirtinan, weke mînak, dema ku qala “ku”yê kiriye gotiye, Tirk ji vêya re dibêjin “İlgi zamiri”. Ev agahî ji sedî sed şaş e. “İlgi zamiri”ya Tirkan, bi mijara “Cînavkên Pêwendiyê” re eleqedar e. Çawa eleqeya wan bi hev re çê kiriye min fam nekir.

Ez ê di vê nivîsê de hinek çewtiyên Samî Tan ên nivîsa wî dest nîşan bikim û behsa çewtiyên wî yên nuh bikim.

Hinek Hêman Peyv in ne Qertaf in

Divê mijarê de nîqaş ew bû ku min digot, peyvên mîna “man, zir..” bi wate ne û divê qertaf neyên hesibandin. Lê dema ku min bala xwe da nivîsa Samî Tan, min dît ku hin mînakên din jî dane û peyva “saz” û rayên lêkeran yên mîna “bêj, avêj, kuj…”ê weke qertaf nîşan dane. Ev hêman nabin qertaf, xwedî wateyekê ne, weke lêker tên bikaranîn û ji wan peyvên nuh tên bi dest xistin:

“Sazî, bêje, bêjer, ajovan, kujer”

Ku “saz” qertaf be “î” jixwe qertaf e, qertaf bi piranî bê wate ne, ev peyv çawa ji qertafan çê bû?

Ku “bêj” qertaf be “e” jixwe qertaf e, ev peyv çawa çê bû? Lêkerên me ji qertafan çê dibin?

“Min ew saz kir” baş xuya dibe ku “saz” bi lêkera alîkar re hatiye bikaranîn û peyv e, ne qertaf e.

“Tîravêj, mêrkuj,komkujî” li gorî zanîna Samî Tan dibin peyvên pêkhatî.

Lê divê mirov baş bala xwe bide vê mijarê, li holê du hêmanên bingehîn hene. Ji mînakan baş diyar dibe ku “tîr”ek heye “avêtin”ek heye. Du hêmanên serbixwe hatine ber hev û peyveke nuh çê bûye. Ji ber vê yekê ew peyv ne pêkhatî ye, hevedanî ye. Ji xwe rayên lêkeran ên dema niha û bê diguherin û ji wan gelek peyv çê dibin. Mirov nikare wan hêmanan weke qertafan nîşan bide. Ku wisa be ew ê çawa bibin lêker? Lêker qertaf in?

Di cihekî nivîsa xwe de Samî Tan piçekî li mijarê mikur tê û dibêje, ev qertaf carinan weke peyv jî tên bikaranîn û peyvên mîna “bêje, bêjer” ji wan çê dibin. Lê dîsa jî ji nakokiyê xelas nabe. Ew peyv in loma peyv ji wan tên çêkirin, ku qertaf bûna hem dê weke lêker nehatina bikaranîn û dê hem jî peyvên nuh jî ji wan çê nebûna.

Di Kurmancî de Navgir Tune ne Tîpên Alîkar Hene

Di Kumancî de navgir tune ne, tîpên alîkar hene. Ev di gelek zimanan de wisa ye. Lê Samî Tan bi israr ji dengên alîkar re dibêje navgir.(Taybetiyeke wisa bi me re çê bûye ku, em dibêjin qeyde tiştên me çiqas pir bin dê em ewqas dewlemend bin.)Di peyvên mîna ”Serobino, xwaromaro, rasterast” de tîpên ku binê wan hatine xêzkirin ne navgir in, ew tîp alîkariyê dikin ji bo peyv hêsantir bên xwendin û bigihin hev.

Çend mînakên din jî “Şewt-şewat, lebt-lebat, xebt-xebat” in ku Samî Tan her û her wan mînakan nîşan dide. Di wan hêmanan de tîp ketine.

Veqetandek Ne Peyv in û Ne Cureyên Bêjeyan in, Qertaf in

Di nivîsa xwe de Samî Tan dibêje ziman ne “dogtamtîk”e; lê dema ku mirov li şîroveyên wî dinihêre bêhna dogmatîzmê ji wan tê. Dema ku li raveyên îro dinihêre, dibîne ku tiştê ku ew di vê mijarê de dibêje li gorî rastiya îro nîn e; berê xwe dide notên Hawarê yên Celadet E. Bedirxan( Berê xwe nade pirtûka Celadet E. Bedirxan a dawîn, ji ber ku li wê derê, nikare tiştê ku dibêje piştrast bike.) Dibêje veqetandek cureyeke peyvan e, ka em baş bala xwe bidin qertafên xwe yên “-a, -ê, -ên”ê. Belê berê belkî peyv bûne lê îro qertaf in. Di mijara qertafan de wî ev tişt diparast û digot “Dema ku wateya xwe winda kiribin û êdî ne weke peyvê bin qertaf in” qey mijar bibin veqetandek raveya wî ne derbasdar e? Çima di vê mijarê de qala pirtûka Celadet E. B. û Roger L. nake, ji ber ku nikare li gorî wê pirtûkê fikrê xwe pişrast bike. Ji ber ku di wê pirtûkê de ew weke qertafan tên binavkirin. Tiştek gotiye û naxwaze ji ya xwe dakeve; lê ziman ne dogmatîk e! Veqetandek, ku ew qertafên raveberê ne û ji wan re “hevbendî” jî tê gotin, ne peyv in, qertaf in û zayend û mêjerê diyar dikin.

Cînavka Girêkî Tune ye Gihaneka “ku”yê Heye

Di vê mijarê de jî Samî Tan ketiye nava çewtiyeke berbiçav û naxwaze jê derkeve. Cînavk ciyê navan digirin, hêmanan nagihînin hev, gihandina hêmanan peywira gihanekê ye. Ji ber vê yekê “ku” gihanek e, ne cînavk e. Di mînaka wî ya Ansîklopediya Azad de jî ew bi xwe dibêje “digihîne” hev, ku gihand hev nabe cînavk gihanek e, nav li ser e û diyar e. Samî Tan çûye eleqedariya wê bi “İlgi zamiri” ya Tirkan re jî çê kiriye û çewtiyeke din jî kiriye. Tu eleqeya “ku” ya Kurmancî ya gihanek, bi “İlgi zamiriya” Tirkan re tune ye. “İlgi zamir”iya Tirkan, bi cînavkên me yên pêwendiyê re eleqedar e.

Em bibînin “ku” çawa hêmanan û hevokan digihîne hev û dibe gihanek.

Ez hatim ku te bibînim

Bavê min got ku:” Here çayê bistîne.”

Kesên ku bang dikin bila werin.

Celadet Elî Bedirxan tenê li gorî mînaka dawîn dibêje “ku” di rola cînavka pêwendiyê de ye. Lê dema ku mirov baş bala xwe bide hevokê dê bibîne ku, jixwe pêwendî di navbera wan peyvan de heye, ango mirov dikare bibêje-tê gotin jî- “Kesên bang dikin bila werin”. “Ku” li wê derê tenê hêmanan digihîne hev û dikeve rola gihanekê. Jixwe di vê mînakê de “Lêkernava rengdêrîn” heye. Kîjan kes? Yên ku bang dikin. Ku’ya me ya gihanek bi awayekî çalak di nava lêkernavan de cih digire.

Hevalê ku hat, nas e.(Lêkernava Rengdêrîn)

Pirtûka ku stûr e, ya min e.(Lêkernava Rengdêrîn)

Dema ku ez li ser xwe bûm, tu nehatî.(Lêkernava Hokerî)

Beriya ku ez werim, bila bînin.(Lêkernava Hokerî)

“Ku” Dibe Cînavka Pirsiyariyê

“Ku”ya ku dibe cînavka pirsiyariyê jî heye. Ew “ku” şûna “cîhekî” digire loma jî dibe cînavk. Celadet Elî Bedirxan jî di pirtûka xwe de qala vê cînavka pirsiyariyê dike.

Ew çû ku?

Ew li ku ye?

“Ku” Dibe Rengdêr

“Ku”ya ku dibe rengdêr jî heye. Ew jî beriya peyvê tê û wê dinimîne. Celadet E. Bedirxan qala wê jî dike; lê Samî Tan qet qala wê jî nake.

Ew çû ku derê?

Ew li ku derê ye?

Di van mînakan de baş diyar dibe ku “ku” peyvê(derê) dinimîne ji ber vê yekê dibe rengdêr.

“Cînavkên Xwedîtiyê” û “Cînavkên Pêwendiyê” Divê Neyin Tevlihevkirin

Cînavkên Xwedîtiyê

Di vê mijarê de jî çewtiyeke berbiçav tê kirin. Samî Tan cînavkên xwedîtiyê û cînavkên pêwendiyê têkilhev dike û wan dike “Cînavkên Xwedîtiyê”. Lê cînavkên xwedîtiyê cuda ne, cînavkên pêwendiyê cuda ne. Cînavkên xwedîtiyê di Kurmancî de de bi koma ‘Cînavkên Diyarkirî’ çê dibin.

Min → Dara min, birê min, pirtûkên min

Te → Dara te, birê te, pirtûkên te

Wî/wê → Dara wî/wê, birê wî/wê, pirtûkên wî/wê

Me → Dara me, birê me, pirtûkên me

We → Dara we, birê we, pirtûkên we

Wan → Dara wan, birê wan, pirtûkên wan

Cînavkên Pêwendiyê

Dema ku raveber dikeve, qertafên raveberê(hevbendiyê) dikevin rola cînavkê û şûna hêmana ku ketiye digirin, ji ber ku ciyê wê digirin û pêwendiyê çê dikin, dibin cînavkên pêwendiyê.

Mitbexa malê → a malê

Destê jinikê → ê jinikê

Pelên pirtûkê → ên pirtûkê

Qertafên raveberê dema ku di nava raveka rengdêrîn de bin, lêkernavan çê dikin.

Hevala baş → a baş (başbûn)

Deriyê xwar → ê xwar (xwarbûn)

Keçika jîr → a jîr (jîrbûn)

Cînavkên xwedîtî û yên pêwendiyê bi hev re jî dikarin bên bikaranîn. Çewtiya ku Samî Tan dike jî bi vê mijarê re eleqedar e. Ew, her du cînavkan bi hev re bi kar tîne û ji vêya re dibêje “cînavkên xwedîtiyê”.

Hevala min → a min

Destê te → ê te

Gulên me → ên me

Tewang


Di mijara tewangê de jî Samî Tan dixwaze hinek tiştan li pênaseyê zêde bike. Ji ber ku qertafên diyariyê(-î,-ê,-an) weke qertafên tewangê dihesibîne û ji ber ku di pênaseya tewangê de qala ‘qertafan’ nayê kirin ew dixwaze bibêje ku “qertafên tewangê” hene. Di warê rêzimanî de tiştekî wisa tune ye û dûrî mentiqa rêzimanî ye. Di nivîsa xwe de birêz dibêje ez ji xeynî Doğan AKSAN li tu cihekî rastî raveya ku Bahoz B. dike nehatime. Ravekirina ku em dikin li herî derî heye, ravekirina ku Samî Tan dike li tu cihî tune ye. Ravekirina ku heye û tê kirin di malpera Enstituya Kurdî ya Stenbolê de jî hebû. Zana Farqînî jî di gotara xwe ya bi navê “Tewang û Rayeka Lêkeran” de heman pênase bi kar aniye. Min di nivîsa xwe ya bi navê “Qertafên tewangê tune ne, tewang heye” de bi awayekî berfireh qala tewangê kiribû2. Weke ku min diyar kiribû, di vê mijarê de Samî Tan nikare berê xwe bide pirtûka Celadet Elî Bedirxan û Roger Lescot, ji ber ku li wê derê tewang li gorî ravekirina ku me kiribû tê qalkirin. Celadet Elî Bedirxan di heman mijarê de qala “eğik durum”ê jî dike qala “büküm”ê jî dike. Di pirtûka wî de “eğik durum” û “büküm” ji hev cuda ne. Di rewşa “eğik” de peyv qertafan distîne û tê kişandin, zayend û mêjer diyar dibin; di rewşa “büküm”ê de peyv ji hundirê xwe diguhere û xwe diyar dike. Ev jî bêtir ji bo peyvên nêr e. Jixwe Celadet E. Bedirxan ji rewşa “eğik” re dibêje “Tümleç olma durumu”. Di vê mijarê de divê mirov li gorî feraseta ferhengî li peyvê nenihêre, li gorî feraseta rêzimanî li peyvê binihêre.

Rengdêr


Di mijara rengdêran de jî Samî Tan hinek peyvan ji binyadê ve weke rengdêr nîşan dide. Belê, peyvên wesfîn jixwe çawaniyê di hundirê xwe de dihewînin; lê weke ku ji ravekirina rengdêrê jî diyar e, peyvek heta ku bi peyveke din re neyê bikaranîn, nekeve nava ravekê û wê diyar neke nabe rengdêr. Celadet Elî Bedirxan jî di vê mijarê de diyar dike ku di Kurmancî de peyv gelek peywiran digirin ser xwe. Weke mînak em li peyva “xweş”ê binihêrin.

Dema ku bi navdêrê re bê bikaranîn û qalibê çê bike dibe rengdêr

Jiyana xweş, baxçeyê xweş

Dema ku bi lêkerê re têkildar bê bikaranîn dibe hoker.

Ew xweş dixwe.

Tu xweş dipeyivî.

Dema ku bi tena serê xwe be jî, navdêr e.

Jiyana me xweş e.

Xweşî, bibe para te.

Qertafa Lêkerçêker “t”

Di vê mijarê de Samî Tan bala xwe baş nedaye mijarê û şîroveyeke çewt kiriye. Belê, “t” qertafa lêkerçêker e, rola wê û “and” ê yeke, mirov dikare bibêje ku “and” di hinek lêkeran de veguheriye “t” yê.

Guher+t+in= Guhertin Guher+and+in= Guherandin

Pelax+t+in=Pelaxtin Pelix+and+in=Pelixandin

Qeşar+t+in Qeşir+and+in=Qeşirandin

Axaf+t+in Axiv+and+in=Axivandin

Me di vê mijarê de nîşeyek jî dabû û gotibû di Kurmancî de “t”yeke din jî heye divê ew bi vê “t” yê re neyê tevlihevkirin. Ew “t” aîdê koka lêkerê ye.

Hat(in), ket(in), cût(in)…

Samî Tan gotiye qey me qala vê “t”yê kiriye. Lê ev “t” û “t”ya lêkerçêker ji hev cuda ne.

-Bedirxan, C.A û R. Lescot, 1991, Kürtçe Dilbilgisi Doz

-Ciwan, M. 1992, Türkçe Açıklamalı Kürtçe Dilbilgisi Jiyana Nû

-Ebdulfettah, D.2006, Nav Di Zimanê Kurdî De Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Bilbil M. û Baran B. 2008, Rêzimana Kurmancî Enstîtuya Kurdî ya Amedê

-Aksan D. 2007, Her yönüyle Dil Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu

1Zend-12 R.80, Zivistan 2010

2http://www.amidakurd.com/qunciknivis.php?id=3600

Bahoz BARAN

Qertafên Tewangê Tune Ne; Tewang Heye

Bahoz Baran

Heta niha û hê jî di gelek pirtûkên rêzimanî de ji qertafên me yên ‘î, ê, an’ê re “qertafên tewangê” dihat gotin û tê gotin. Lê dema ku em bi awayekî berfireh û zanistî li tewangê binihêrin; em ê bibînin ku, qertafên tewangê tune ne; lê tewang heye. Ji ber ku tewang guherîna kok û gewdeya peyvan e û bi guherîna dengan(bêtir dengdêr) çêdibe, em nikarin bibêjin qertafên wê hene, tewang navê guherîna dengan e, navê rewşa guherînê ye. Di hin zimanan de peyv dema ku tên çêkirin, diyarkirin û kişandin di kok û gewdeyên wan de guherîn çêdibin, navê wê ‘guherînê’ tewang e û tewang bêtir di zimanên malbata Hînd-Ewropî de heye. Jixwe raveya tewangê ya ku dihat dayîn û mînakên ku dihatin dayîn jî li hev nedikir; raveyê digot, divê di kok an jî gewdeyê de guherîn çêbe; lê dema ku me li mînakan dinihêrt ew guherîna dihat qalkirin çênedibû. Tewang, li gorî taybetiyên zimanan bi awayên cuda cuda derdikeve holê; weke mînak, di Erebî de ji bo bidestxistina peyvên nû û ji bo pirjimariyê divê peyv bitewe. Di Almanî û Fransizî de di diyarkirina hinek zayendan de peyv ditewe; ango ji kokê yan jî ji gewdeyê diguhere. Di Îngilizî de bi piranî di lêkerên bêrist de û di diyarkirina hin rewşên peyvan de tewang derdikeve holê. Di Kurdî de, peyvên nêr ên ku “a-e”yê dihundirînin dema ku xwe diyar dikin ditewin, hin cînavk jî dema ku xwe diyar dikin, dikevin rewşa oblîk ditewin. Ji ber ku di Kurdî de lêkerên bêrist hene, di kişandina wan ya li gorî deman de jî tewang çêdibe. Werin em bi hev re, bi awayekî berfireh û zanistî li wateya tewangê û fonksiyonên wê binihêrin.

Tewang çi ye?

Di çêkirin, kişandin û diyarkirina peyvan de, eger di kok an jî di gewdeyê de guherîn çêbe, ev dibe tewang. Li gorî tewangê carna peyv pir diguherin; carna jî hindik. Bi piranî dengdêr diguherin û ev taybetî, bêtir di zimanên malbata Hînd-Ewropî de heye. Dibe ku tewanga her zimanî cuda be; lê divê di peyvê de guherîn çêbe. Dema ku guherîna kok an jî gewdeyê tune be mirov nikare qala tewangê bike.


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   63   64   65   66   67   68   69   70   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin