Rêzimana kurdî kurmancî



Yüklə 19,17 Mb.
səhifə63/173
tarix12.08.2018
ölçüsü19,17 Mb.
#70125
1   ...   59   60   61   62   63   64   65   66   ...   173

Nivîsarên Bahoz Baran


Li malpera Amîda kurd

Ziman û Perwerde

Li gorî raw eyan bikaranîna "zanînt'ê û pirsgirêkên heyî

Di kişandin û awayê bikaranîna vê lêkerê de hinek pirsgirêk derdikevin pêşberî me.

Pirsgirêkên kişandina vê lêkerê ji bo lêkerên "karîn" û "wêrîn'tê ji derbasdar in, lê ez ê di vê nivîsê de tenê li ser "zanîn"ê bisekinim. Jixwe dema ku rayeka lêkerê "zan" ji mînakan bê derxistin û di şûna wê de rayekên lêkerên din'tkar" an jî "wêr" bên bikaranîn awayên van lêkeran jî bi dest dikevin.

Ev her sê lêker weke lêkerên alîkar jî tên bikaranîn. Ji ber vê jî qada bikaranîna wan berfireh e divê em baş bala xwe bidin bikaranîna van lêkeran. Dema ku mirov li berhema Ehmedî Xanî Mem û Zînê, Dîwana Melayê Cizîrî dinihêre rastî van pirsgirêkan nayê. Dema ku mirov bala xwe dide Hawar û Ronahiyê, dibîne ku ev lêker bi awayên curbicur hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de min dil heye ez li gorî rê û rêzikên rêzimanê bala xwe bidim vê mijarê û ji wan berheman mînakan bidim.

1. Pirsgirêka Gerguhêziyê

Ev her sê lêker gerguhêz in, biresereke wan heye ku dikeve bin bandora kirdeyê. Di "zanîn'tê de kirde heye û tiştê ku ew pê dizane û bandora xwe li ser wê çêdike heye. Herweha di "karîn'tê de jî kirde û karê ku li ser tiştekî-kesekî tê kirin heye, dîsa di lêkera "wêrîn'tê de jî kirde û ew tişt an kesê ku wêrekî li hemberi wê/wî pêk tê heye. Dema ku em bala xwe didin hin nivîsaran, em dibînin ku ev lêker bi awayê negerguhêz hatine kişandin.

Di lêkera "zanîn"ê de kirde û ew tiştê ku ew pê dizane û bandora wê li ser wê çêdibe heye ji ber vê yekê ev lêker gerguhêz e.

Mînak: çewt

N egergu hêz- Dema Niha ya Çîro kî Ez dizanibûm.

Tu dizanibûyî.

Ew dizanibû.

Ew dizanibûn.**

Rast

Gerguhêz-Dema. iha ya Çîrokî Min ew dizanî/dizanîn. *



Te ew dizanî/dizanîn.

Wê/wî ew dizanî/dizanîn.

Wan ew dizanî/dizanîn.

'" Di rewşa ergatîviyê de pirjimariya bireserê bi vî awayî çêdibe.

**Ji ber ku qertafên kesên pirjimar weke hev in, ez ê wan tenê li gorî "ew"ê bikşînim.

Negerguhêz-Dema Bê ya Çîrokî Ez ê bizani bûma.

Tu yê bizanibûya.

Ew ê bizanibûya.

Ew ê bizanibûna.

Gerguhêz-Dema Bê ya Çîrokî Min ê ew bizaniya/bizanîna.

Te yê ew bizaniya/bizanîna. Wê/wî yê ew bizaniya!bizanîna. Wan ê ew bizaniya/bizanîna.

Kesên ku van lêkeran negerguhêz dikşînin di dema niha de ji qertafa demê"di-"yê bi kar nayênin û li gorî wê bikaranînê, dema niha ya çîrok:i û dema borî ya çîrok:i jî tevlihev dibin.

Mînak:

Negerguhêz-Dema Niha ya Çîrokî Ez f6ijzanibûm.



Tu ~zallibûyî.

Negerguhêz-Dema Borî va Çîrokî Ez zanibûm,

Tu zanibûyî.

Herweha di awayê negerguhêz de qertafa "-î"yê, ya ku lêkerê li gori dema borî ya têdeyî

çêdike jî bûye "_i". Mînak: Ez dizanibûrn,

Tu dizanibûyî.

2. Pirsgirêkên Raweyên Demê

Di kişandina vê lêkerê de gelek pirsgirêk derdikevin pêşberî me, ya herî girîng ewe ku ev lêker di gelek deman de bi awayên "zanioûn/zanibûn'tê tê kişandin. Em bi hev re li awayên kişandina vê lêkerê, li arîşe û mînakên berheman binihêrin:

A. Dema Borî ya Têdeyi

Di dema bori ya têdeyî de qertafa lêkerçêker "-î" tê ser rayeka lêkerê, bi vî awayî ev dem bi dest dikeve, rayeka lêkera zanînê "zan-" e. Ji ber ku rewşa ergatîviyê heye ji bo pirjimariya bireserê divê "-in" 11 pêveberê bê zêdekirin. Di vê demê de pirsgirêk dernakeve; lê dema ku em bala xwe didin nivîsarên Îro, em dibînin ku dema borî ya têde yî ya vê lêkerê pir kêm tê bikaranîn.

Mînak:

Yekjimar


Min ew zanî. Te ew zanî. Wê/wî ew zanî. Wan ew zam.

Pirjimar


Min ew zanîn. Te ew zanîn. Wê/wî ew zanîn. Wan ew zanîn.

Ji bo awayê neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" tê pêşiya lêkerê. Mînak:

Yekjimar

Min ew nezanî. Te ew nezanî,

Pidimar

Min ew nezanîn Te ew nezanîn.



W,ê/wî ew zanin. Wan ew nezanî.

W,ê/\vî ew nezanîn. Wan ew nezanîn.

B. Dema Borî ya Dûdar

2

Dema ku "-(y)e" li dema borî ya têdeyî bê zêdekirin, dema borî ya dûdar bi dest dikeve. Rayeka lêkerê naguhere, tenê "-î" ji ber ku beriya "y"ê tê kurt dibe û dibe "-i". Dema ku mirov bala xwe dide nivîsarên îro dibine ku dema borî ya dûdar a vê lêkerê jî pir kêm tê bikaranîn.



Mînak:

Yekjimar


Min ew zaniye. Te ew zaniye. Wê/wî ew zaniye. Wan ew zan-iye,

Pirjimar


Min ew zanîne. Te ew zanîne, Wê/wî. ew zanîne, Wan ew zanîne,

Ji bo awayê neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" tê pêşiya lêkerê. Mînak:

Yekjimar

Min ew nezaniye. Te ew nezaniye. Wê/wî ew nezaniye. Wan ew nezaniye,

Pi jimar

Min ew nezanîne. Te ew nezanîne. Wê/wî ew nezanîne. W an ew nezanîne.

Mînakên Berheman

Dema ku em bala xwe didin berhemên berê, em dibînin ku ev awa hatiye bikaranîn. Em bala xwe bidin hinek mînakên Mem û Zînê:

Mînak:

(. .. )Tacdîn ji tekelluma wî zanî Zîn hatiye ba Memê nihanî'(. ... )



(. .. )Wan her du biran bi'qel û texmîn Bê şa'ibe qatilê xwe zanin\. .. )

( ... )Min zaniye Mem ziyade jar e Perwane ye meqşeda wî nar e3( ... )

( ... )Ew şîr Li bin serê xwe danî Ewreng-i veşar kes-i nezanî\ .. )

( ... )Zanî ku perî di bê lîbasm Meclûbê mehebbetê unasnr'( ... )

( ... )Emmajl tebîbê işqê sadiq Min zanîye bo tera nu wafiq't ... )

( ... )Zanî ku zemane bê emane Go: «Ra ba dilo! Eceb zemane'(. .. )

( ... )Hazu kete qelbê wî xiyalek Zanî ku ne xalîye jI halek'(. , . )

1 Ehmedê Xanî, Memozîn, Nûdem, rp.196 2 Ehmedê Xanî, Memozîn, Nûdem, rp.90 3Ehmedê Xanî, Memozîn, INûdem, rp.235 4 Ehmedê Xanî,. Memozîn, NOdem, rp.232 5 Ehmedê Xanî,. Mem û En, Gun rp.134

6 Ehmedê Xanî,. Mem û Ziîn, Gun rp.266

7 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Gun rp.283

Il Ehmedê Xanî, Mem û En, Gun, rp.304

3

Di kovara Ronahîyê de jî ev awa hatiye bikaranîn:



( ... )Piştre wan zilaman zanî ko miriyê tirbê di! saxiya xwe de li ber gremefonê peyîviye( .. l

( ... )Li goreyi ko min zani ye( ... ) 1 0

( ... )Herçî yên hatin cihê wezîrê zîrek û eqilmend bihayê van tevdîran nezanîn( ... ) 11

C. Dema Borî ya Çîrokî

Dema borî ya çîrokî bi alîkariya lêkera "bûn"ê tê çêkirin. Lêkera "bûn"ê bê rader tê piştî dema borî ya têdeyi û ev dem bi dest dikeve. Di rewşa ergatîviyê de ji bo pirjimariya bireserê divê qertafa pirjimariyê "-(i)o" li pêveberê bê zêdekirin.

Mînak:


Yekj,imar

Min ew zanîbû,

Te ew zanîbû. Wê/wj ew zanîbû. Wan ew zanîbû.

Pirjimar


Min ew zanîbûn.

Te ew zanîbûn. Wê/wî ew zanîbûn. Wan ew zanîbûn.

Ji bo rewşa neyîniyê jî qertafa neyîniyê "ne-" tê pêşiya lêkerê. Mînak:

Yekjimar


Min ew nezanîbû. Te ew nezanjbû. Wê/wj ew nezanîbû. Wan ew nezanîbû.

Pi ..


Irumar

Min ew nezanîbûn. Te ew nezanîbûn. Wê/wî ew nezanîbûn. Wan ew nezanibûn.

Pirsgirêkên vê raw eyê

Di hinek nivîsaran de em dibînin ku ev lêker di raweya dema borî ya çîrokî de bi awayê "zanibûn"ê tê bikarînin. "î" ya ku tê ser rayeka lêker di vê bikaranin de bûye "i". Awayên ku ne li gorî pîvanên rêzimanê ne ev in:

Mînak: Min zanibû, Te zanibû.

9 Kovara Ronahiyê, Hna Nû, rp.86 10 Kovara Ronahiyê, Jîna Nû, rp.374 11 Kovara Ronahiyê, Jîna Nû, rp.569

4

Di hinek nivîsaran de jî em dibînin ku di dema niha ya çîrokî de, qerta.fa dema niha "di-" nayê bikaranîn, ji ber vê dema borî ya çîrokî û dema niha ya çîrokî tevlihev dibin. Divê di dema niha ya çîrokî de qertafa dema niha "di-" bê bikaranin.



Minak: Min (ElBzanîbû. Te (et)zanîbû.

D. Dema Niha

Ji bo raweya dema niha bi dest bikeve qertafa dema niha "di-" û rayeka lêkerê "zan" tên bikaranîn, bi piştre jî qertafên ke ane li lêkerê tên zêdekirin. Ji bo rewşa neyîniyê "ne-" di dema niha de ji bo vê lêkerê dibe "ni- ' û şûna "di-"yê digire.

Mînak:


Erêni

Ez dizanim. Tu dizanî. Ew dizane. Ew dizanin.

Neyîni

Ez nizanim. Tu nizanî,



Ew nizane. Ew nizanin.

Pirsgirêkên Heyî

Di hinek nivîsaran de em dibînin ku qertafa dema niha "di- ' ketiye. Li gorî rê û rêzikên rêzimanê divê qertafa demê bê bikaranîn. Bi piranî di helbestan de ev pêk tê.

Mînak: Ez fdijzanim. Tu ft:l-B-zani. Ew ft:l-B-zane. Ew fdijzal1in.

Tespît: Çima di dema niha de qertafa neyîniyê "ne-" ji bo lêkerên din dibe "na-" ji bo "zanîn" û "karîn"ê dibe "ni-"? Dema ku qertafa neyîniyê neguhere "neyîniya dema niha" û "neyiniya raweya xwestekê" tevlihev dibin.

Mînak:


Ji bo "ni"yê

"Ez dizanim." di dema niha de hatiye kişandin û "Ez bizanim." jî di raweya xwestekê de ye. Ku em qertafa neyîniyê "ne-t'yê bi kar bînin û van herdu awayan bikin neyînî ev awa derdikevin holê.

"Ez nezanim." II "Ez nezanim." Herdu rawe tevlihev dibin, ji ber vê yekê qertafa neyîniyê "ne-" di dema niha de ji bo "zanîn" û "karîn" dibe "ni-" ango "Ez nizanim."

Ji bo "na-"yê

"Ez direvim." di dema niha de hatiye kişandin û "Ez birevim. ' jî di raweya xwestekê de ye. Ku em van herdu raweyan bikin neyînî û "ne-"yê bi kar bînin ev awa derdikevin holê:

"Ez nerevim." û "Ez nerevim." Herdu rawe tevlihev dibin, ji ber vê yekê qertafa neyîniyê "ne-" di dema niha de dibe "na-" ango "Ez narevim."

Pirsgîrêka Neyîuîklrina "Wêrîn"ê

5

Dema ku em di dema niha de bala xwe didin awayê neyîniyê yê lêkera "wêrîn'lê, em dibînin ku pirsgirêkeke din derdikeve holê. Qertafa neyîniyê "ne-" ji bo vê lêkerê weka "zanîn" û "karîn'tê nabe "ni-" dibe "ne-"; Lê ev jî rê Li ber tevliheviyê vedike û em baş dizanin ku qertafa neyîniyê di dema niha de tucarî nabe "ne-" Û divê ji bo vê lêkerê jî "na-" bê bikaranîn.



"Ez diwêrirn." di dema niha de hatiye kişandin û "Ez biwêrim." jî di raweya xwestekê de ye. Ku em qertafa neyîniyê "ne-"yê bi kar bînin ev awa derdikevin holê: "Ez newêrim." fl "Ez newêrim." Her du rawe tevlihev dibin. Di vê rewşê de neyîniya dema niha ji bo "zanin' û "karîn 'ê dibû "ni-". Lê dema em bibêjin "Ez niwêrim.' em dibînin ku di warê fonetîkê de pirsgirêk heye; lewma jî divê em "na-t'yê bi kar bînin Û bibêjin, "Ez nawêrim."

E. Dema - iha ya Çîrokî

Di dema niha ya çîrokî de teşeyê lêkerê yê dema borî ya têdeyi "zanî" tê ber qertafa dema niha û qertafên kesane lê tên zêdekirin. Ji ber ku dem dibe çîrokî dîsa ergatîvî derdikeve holê.

MÎnak:


Yekiimar

Piriimar

Min ew dizanî. Te ew dizanî. Wê/wi ew dizanî. Wan ew dizanî.

Min ew dizanîn. Te ew dizanîn. Wê/wî ew dizanîn. Wan ew dizanîn.

Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" berî qertafa dema niha tê. MÎnak:

Yekjimar


Min ew nedizanî. Te ew nedizanî. Wê/wl ew nedizanî. 'Wan ew nedizanî.

Pirjimar


Min ew nedizanin Te ew nedizanîn. Wê/wî ew nedizanin. Wan ew nedizanîn.

Pirsgirêkên Heyî

Di dema niha ya çîrokî de gelek caran "zanîbûn/zanibûn" tên bikaranîn. Li gon re u rêzikên rêzimanî ev ne pêkan e. "Bûn" bi lêkerên din re nikare derbasî dema niha ya çîrokî bibe. Bi vî awayî gelek tevlihevî ji derdikevin holê. Awayên ku gelek kes bi kar tînin Û di berhemên berê de em li wan rast nayên ev in:

Mînak:


Min dizanibû. Te dizanibû. Min nedizanîbû.

Min nizanîbû. Te nizanîbû ..

Te nedizanîbû,

6

Weke ku me li jorê jî diyar kir hinek vê lêkerê weke "zanibûn'tê bi kar tînin, li gorî wan jî ev awa derdikeve holê.



Mînak:

Min dizanibû. Te dizanibû. Min nizanibû.

Te nizanibû.

Herweha carinan di dema niha ya çîrokî de qertafa dema niha "di-" nayê bikaranîn. Ji ber wê jî ev dem bi dema borî ya çîrokî re tevlihev dibe.

Mînak:

Min tEli:)zanibû. Min (dijzanîbû.



Te fêt)zanibû. Te f4ijzanîbû.

Mînakên Berheman

Di Mem û Zîn û Dîwana Melayê Cizîrî de "bûn" di dema niha ya çîrokî re nehatiye bikaranîn. Di Hawarê de bêtir awayê ku lêkera "bûn'tê tê de ye hatiye bikaranîn. Lê dema ku em bala xwe didin kovara Ronahiyê em dibînin ku herdu awa jî hatine bikaranin. Ji wan berheman çend mînak ev in:

( ... )Mîr'im te dizanî ez nexweş bûm

Hetta ve duhî qewî nehiş bûmI2( .. )

( ... )Me dizanî ku tu dê "aqîbet-ul emr"! çi kî! Lebê le'lê şekerin ahî ku mexrûrî kirin D( ... )

C ... ) Wî qenc dizanî ko heke serxwerabû serdest bibin( ... )L4

C ... )Lê ne dizalÛn ko genêrale kiçik Bonapart dirêjiya şevê kara xwe kiriye û li benda

~ ( )15 wan mme ...

C ... )Şêr dizan1 ko werşeq

A ki d A ( )16

we şere axme ...

( ... )Lê Cemşid melevanî ne dizanî( ... )17

F. Dema Bê

Di dema bê de piştî hêmana alîkar "dê'tyê qertafa dema bê "bi -" beriya rayeka lêkerê "zan"ê tê bi dûre qertafên kesane li lêkerê tên zêdekirin. Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna qertafa dema bê "bi"yê.

Mînak:


Erênî

Ez ê bizanim. Tu yê bizani, Ew ê bizane. Ew ê bizanin.

Neyînî'

Ez ê nezanim. Tu yê nezanî. Ew ê nezane. Ew ê nezanin.



Pirsgirêkên Heyî

Dema ku em bala xwe didin awayên heyî, em dibînin ku lêker bi awayên "zanibûnzanîbûn'tê ji dema borî derbasî dema bê bûne û rayek ji bûne "zanib-zanîb", Di vî awayî de qertafa neyîniyê jî bûye "ni-",

Mînak:

Erênî


Ez ê bizanibim. Ez ê bizanibim.

Tu yê bizanibî.

Tu yê bizanîbî,

Neyînî


Ez ê nizanibim. Ez ê nizanibim.

Tu yê nizanibî. Tu yê nizanibî.

d

i

Carinan jî "bi-" ji dema bê tê avêtin û raweya dema borî ya nediyar derdikeve holê. Lêbelê ev awayê ku derdikeve holê ne dema bê ye. Ev awa li gorî dema bê tê çêkirîn lê çîrokî ye û wateya nediyariyê dide. Ji ber ku dem dibe dema borî, rewşa ergatîviyê derdikeve holê, ji ber wê ev rawe divê bi cînavkên xwerû re neyê bikaranîn.



Mînak:

Erênî


Ez ê fhltzanibim. Ez ê -fl*tzan1bim.

Tu yê Ebijzanibî. Tu yê Mzanîbî.

Neyînî

Ezê nizanibim. Ezê nizanibim.



Tu yê nizanibî. Tu yê nizanîbi,

Mînakên Berheman

Dema ku em bala xwe didin wan berheman em dibînin ku ev awayê ku rayek dibe "zanib-zanîb" nehatiye bikaranîn. Awayê ku me lî jorê qal kiribû hatiye bikaranîn.

( ... ) Y an şûşe (1 mendala xwe danim

hî ~ h l~ d ~ b' . 18( )

a îyyetê nan e Izamm ....

( .... )Her qîsse ji hîsse behremendm Her emsîle, ger bt zanî pendmI9( ... )

( ... )Miletê îrlandî dê te û. hikûmela te ji mirina wî berpirsiyar bizanin( ... )20

18 Ehmedê XaIIlIÎ, Memozîn, Nûdem, rp.94 19 Ehmedê Xanî, Mem û ZÎIl, Gun, rp.460 20 Kovara Ronahiyê, Jîna Nû, rp.223

8

M



( ... )Ewê bizane ko cihê Iibatan ne maye( .... il

( ... )Divêt tu jî, ji zmanê min bizanî( .. ,i2

( ... )Dev ji hevalên ne çak berde, an ne xelk wê bizanin tu ki yi.( ... )23

G. Dema Bê ya Çîrokî

Di rewşa çîrokiyê de teşeyê lêkerê yê dema bad "zanî" tê ber qertafa dema bê "bi-i'yê û qertafa çîrokiyê "

Minak:


Yekjimar

Min ê ew bizaniya.

Te yê ew bizaniya. Wê/wî yê ew bizaniya. Wan ê ew bizaniya.

Pirjimar


Min ê ew bizanîna.

Te yê ew bizanîna. Wê/wî yê ew bizanina. Wan ê ew bizanina.

Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna qertafa dema bê "bi-t'yê. Mînak:

Yekjimar


Min ê ew nezaniya.

Te yê ew nezaniya. Wê/wî yê ew nezaniya. Wan ê ew nezaniya.

Pirjimar

Min ê ew nezanîna. Te yê ew nezanîna.

W ê/wî yê ew nezanîna. Wan ê ew nezanîna.

Pirsgirêkên Heyî

Di dema bê ya çîrokî de gelek caran awayên "zanîbûn/zanibûn'tê tên bikaranin û rayeka lêkerê bi awayê "zanib/zanib'tê tê nivîsin. Ji bo rewşa neyîniyê jî qertaf dibe "ni-", Li gorî rê Û rêzikên rêzimanî divê awayê ku me li jorê qal kiribû bê bikaranîn.

MÛlak:


MIn ê bizanibûya. Min ê nizanibûya.

Te yê bizanibûya. Te yê nizanibûya,

Min ê bizanibûya. MIn ê nizanîbûya.

Te yê bizanibûya. Te yê nizanibûya,

Herweha jj bo dema bê ya çîrokî gelek caran qertafa demê "bj-" tê xistin Û dîsa tevliheviya deman derdikeve holê. Dema ku derdikeve holê, dema borî ya dûr e ku ji bo şertî tê çêkirin.

Mînak:


Min dê B*)zanîbûya. Min ê fbijzanibûya.

Te yê B*}.zanîbûya. Te yê fhljzanibûya.

Mînakên Berheman

Dema ku em bala xwe didin wan berheman em pir rastî vî awayî nayên, di kovarên Hawar û Ronahiyê de her du awa jî hatine bikaranîn, ji awayê ku me qal kiribû çend minak ev in:

( ... )Sjr Mark dê bizaniya ko, ev erdê han ê gele kurd e û bê wan kes tê da lÛnane( ... )24

( ... )Heke we bizaniya ( .. i5

C )An ne meê, bi sal û roj û meh, bizaniya ev serê xedar wê kengê bigehe dawiyê( ... )26

( )Xwezî wê bizaniya axiret çiqas xweş e,( )27

( )Heke yekî ji talyanan bi elemanî bizaniya( )28

H.Raweyên Xwestek û Daxwazê

Di vê raweyê de xwestek, daxwaz, divêtî, şert û ferman bi heman awayî çêdibin tenê bêjeyên serê hevokan tên guhertin. Em dê tenê ji bo rewşa xwestekê mînakan bidin.

A. Raweya Xwestekê

Bi qertafa raweyê "bi-f'yê û bi rayeka lêkerê bi "za:n"ê ev rawe tê bidestxistin. Ji bo raweyên din bêjeyên weke "bila", "xwezî", "eger" û "divê'tyê tên serê bevokê. Ji bo rewşa neyîniyê qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna "bi-"yê

Mînak:


Erênî

Ez bizanim. Tu bizanî. Ew bizane. Ew bizanin.

Neyînî

Ez nezanim. Tu nezanî. Ew nezane. Ew nezanin.



B. Raweya Xwestekê ya Çîrokî

Ji bo çîrokiya vê raweyê jî awayê lêkerê yê dema borî ya têdeyî "zanî" tê ber qertafa xwestekê "bi-t'yê û qertafa çîrokiyê "_a" Lê tê zêdekirin. Rewşa ergativiyê dîsa derdikeve holê fl pirjimarî ji qertafa "- in"ê tê famkirin.

Minak:

Yekjimar


Min ew bizaniya. Te ew bizaniya. Wê/wî ew bizaniya. Wan ew bizaniya.

Pirjimar


Min ew bizamna. Te ew bizanina. Wê/wî ew bizanîna. Wan ew bjzanîna.

Di awayê neyîniyê de qertafa neyîniyê "ne-" dikeve şûna qertafa "bi-"ye. Minak:

Yekjimar Pirjimar

Min ew nezanî ya. Te ew nezaniya. Wê/wî ew nezaniya.

Wan ew nezaniya.

Min ew nezanîna. Te ew nezanîna. Wê/wî ew nezanîna.

Wan ew nezanîna.

Pirsgirêkên Heyî

Pirsgirêkên ku di dema bê de derdikevin holê ji bo vê raweyê ji derbasdar in; ji ber ku ev rawe û raweya dema bê di warê kişandina 1êkeran de weke hev in.

Mînak:


Ez bizanibim. Tu bizanibî.

Ez zanibim. Tu zanibî.

Ez nizanibim. Tu nezanibî.

Min ew bizanibûya. Te ew bizanibûya,

Min ew nizanibûya. Te ew nizanibûya,

Tu bizanibe.

Tu zanibe.

Tu nizanibe.

3. Peywira Alîkariyê

Ev lêker bi lêkerên din re tê bikaranîn û dibe lêkera alîkar. Ji ber vî awayî bikaranîna wê pir girîng e. Eger di bikaranîna vê lêkerê de çewtî hebin ew çewtî dê derbasî peywira wan ya alikar jî bibin. Ez ê di vê mijarê de qala awayên çewt nekim, tenê peywira alîkariya lêkera zanînê li gorî rê û rêzikên rêzimanê rave bikim.

A. Dema Niha

11


Di dema niha de lêkera "zanîn'tê bi lêkera bingehîn re tê bikaranin û di warê "zanîn'tê de lêkerê temam dike. Rayeka lêkerê "zan" e. Lêkera alîkar û ya bingehîn, herdu jî qertafên kesane digirin. Jj bo rewşa neyîniyê "ni" dikeve şûna "di-t'yê.

Mînak:


Erênî

Ez dizanim bixwim. Tu dizanî bixwî. Ew dizane bixwe. Ew dizanin bixwin.

Neyînî

Ez nizanim bixwim. Tu nizanî bixwî. Ew nizane bixwe. Ew nizanin bixwin.



B. Dema Niha ya Çîrokî

Di vê raweyê de teşeyê dema borî ya yekjimar "zanî" tê ber qertafa dema niha. Lêkera bingehîn jî bi du awayan tê kişandin. Yek, li gorî raweya xwestekê, ya din li gorî qalibê çîrokiya wê.

Mînak:

Erênî


Gerguhêz-1

Gerguhêz-2

Min dizanî bixwara. Te dizanî bixwara.

Min dizanî (ez)* bixwim. Te dizanî (tu) bixwî.

Wê/wî dizanî bixwara. Wan dizanî bixwara.

Wê/wi dizanî (ew) bixwe. Wan dizanî (ew) bixwin.

"Ji ber ku lêkera yekem di dema borî de ye ergatîvi heye û cînavk diyarkirî ye, lêkera din di rewşa ergativiyê de nîn e û ji bo wê li gorî cînavka xwerû hatiye kişandin. Cînavka xweru bêtir nayê bikaranîn ji ber wê min ew di nava kevanê de nîşan da; Iê kesên ku wê bi kar tînin jî hene.

Di gerguhêziya yekemin de ji ber ku herdu lêker ji gerguhêz in rewşa ergatîviyê derdikeve holê II ku mirov bixwaze bireserê bike pirjimar lêkera bingehîn qertafa pirjimariyê "-in"ê digire. Neyiniya wê ji bi heman awayî çêdibe.

Mînak:

Min dizanî (ew) bixwarina. Min nedizanî (ew) bixwarina.



Te dizanî (ew) bixwarina. Te nedizanî (ew) bixwarina,

Ji bo neyîniyê "ne-" tê pêşiya qertafa dema niha "di-"yê. eyînî

Gerguhêz-l Gerguhêz-2

Min nedizanî bixwara.

Min nedizanî (ez) bixwim.

Min nedizanî bixwara. Te nedizanî bixwara. Vvê/wî nedizanî bixwara. Wan nedizanî bixwara.

Min nedizanî (ez) bixwim. Te nedizanî (tu) bixwî. Wê/wî nedizanî (ew) bixwe .. Wan nedizanî (ew) bixwin.

Lêkera bingehîn dibe ku lêkereke negerguhêz be. 12

Erênî

egerguhêz



Min dizanî (ez) biçûma/biçim. Te dizanî (tu) biçûya/biçî,

Wê dizanî (ew) biçûya!biçe. Wan dizanî (ew) biçûna /biçin.

Neyînî Negerguhêz

Min nedizanî (ez) biçûma/biçim. Te nedizanî (tu) biçûya/biçî.

Wê nedizanî (ew) biçûya/biçe. W an nedizanî (ew) biçûna/biçin.

C. Dema Bê

Di dema bê de rayeka lêkerê "zan" tê ber qertafa dema bê. Lêkera bingehîn û ya alîkar her du jî qertafên kesane digirin.

Mînak:


Erênî

Ez ê bizanim bixwim. Tu yê bizanî bixwî. Ew ê bizane bixwe. Ew ê bizanin bixwin.

Neyînî

Ez ê nezanim bixwim. Tu yê nezanî bixwî. Ew ê nezane bixwe. Ew ê nezanin bixwin.



D. Dema Bê ya Çîrokî

Di dema bê ya çîrokî de, teşeyê lêkerê yê dema borî ya têdeyî "zani", tê ber qertafa dema bê û qertafa çîrokiyê "-a" li lêkerê tê zêdekirin. Lêkera bingehîn li gorî raweya xwestekê û çîrokiya wê tê kişandin.

Mînak:

Erênî


Gerguhêz-1

Min ê bizaniya bixwara.

Te yê bizaniya bixwara. Wê/wî yê bizaniya bixwara. Wan ê bizaniya bixwara.

Gergubêz-2

Min ê bizaniya (ez) bixwim. Te yê bizaniya (tu) bixwî. Wê/wî yê bizaniya (ew) bixwe. Wan ê bizaniya (ew) bixwin.

Ji bo rewşa neyîniyê "ne-" dikeve şûna "bi-t'ya lêkera alîkar. eyÎnÎ

Gerguhêz-1

Min ê nezaniya bixwara. Te yê nezaniya bixwara. Wê/wi ê nezaniya bixwara. Wan ê nezaniya bixwara.

Gergubêz-2

Min ê nezaniya (ez) bixwim. Te ê nezaniya (tu) bixwî. Wê/wî yê nezaniya (ew) bixwe. Wan ê nezaniya (ew) bixwin.

Bireser dîsa bi heman awayî dibe pirjimar. Mînak:

Min ê bizaniya (ew) bixwarina. Min ê nezaniya (ew) bixwarina,

Lêkera bingehîn bi awayê negerguhêz:

Erênî Neeerguhêz

Min ê bizaniya (ez) biçûma/biçim,

Te yê bizaniya (tu) biçûyalbiçî. Wê/wi yê bizaniya (ew) biçûya/biçe. Wanê bizaniya (ew) biçûna/biçin.

Te yê bizaniya (ew) hixwarina. Te yê nezaniya (ew) bixwarina.

13


Neyînî Negerguhêz

Min ê nezaniya (ez) biçûma/biçim. Te yê nezaniya (tu) biçûyalbiçî. Wê/wî yê nezaniya (ew) biçûya/biçe. Wan ê nezaniya (ew) biçûna/biçin.

E. Dema Borî ya Têdeyî

Di vê deme de jî du awa derdikevin pêşberî me. Lêkera alikar di raweya dema borî ya têdeyî de ye, lêkera bingehîn jî li gorî raweya xwestekê û çîrokiya wê tê kişandin.

Mînak:

Erênî


Gerguhêz-1


Yüklə 19,17 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   59   60   61   62   63   64   65   66   ...   173




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin