ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə133/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   129   130   131   132   133   134   135   136   ...   206

Nêçîra Rovî


Nivîs Û wêne: Sven Nordqvist Navê orjînal: Ravjakten

Nêçîra Rovî

Wergera kurdî: Mustafa Cizîrî Redaksiyon:

Ahmet Cantekin, Amed Tîgrîs,

Ali Çiftçi, Mustafa Cizîrî

Çap: Aarhuus Stiftsbogtrykkerie, Danmark-1995

© Mafê weşandina kurdî: Weşanxaneya Apec

Utgivare :

Apec- Porlag

Box: 3318, S-163 03 Spangay'Sweden Telefon 08-761 81 18

Telefax 08-761 2490

ISBN: 91-87730-82-2

Nêçîra Rovî Sven Nordqvist

ISBN: 91-87730-82-2

APEC

Mam Mendo û pisîka wî Finda bi hev re di xaniyekî de diman. Xaniyê wan di nav daristanekê de bû. Di hundirê êzingxaneyê de bi têra wan êzing û di koxa mirîşkan de jî çend mirîşkên wan hebûn. Di xaniyê necartiyê de jî hemû alet hebûn. Mêvanên Mam Mendo pir nedihatin. Lê, ew ji rewşa xwe gelekî razî bû.



2.

Rojekê cîranê wan, Goşto çifteya wî li milê, benê kûçik di dest de, hat.

Pir bi hêrs xuya dikir.

- Rojbaş! Mam Mendo! Ma te tu pêjna rovî li van deran nekiriye?

- Na, min tu pêjin nekirine. Bi qasî ku ez dizanim tu rovî nehatine van deran.

Goşto di ber xwe de got: - Ez bawer dikim ku rovî hatiba van deran, dê te ew dîtiba. Xuya ye nehatiye. Ew dizê mirîşkan e. Şeva çûyî ji koxa min mirîşkek biriye. Lê ew dê nikaribe careke din were û bibe. Heger careke din ez wî bibînim, ez dê bera wî bidim. Mam Mendo tu jî îro çifteya xwe derxe û amade bike. Dema rovî bibîne ku min mirîşkên xwe kirine koxê û derî asê kiriye, dibe ku vê carê bi aliyê we de bê! Goşto got û ji wir çû,

3.

Mam Mendo di ber Awe de got: - Na lo .. .Tu bawer dikî ku îşev rovî were û bi dû Goşto de nihêrî. Wê demê baştir e ku em bi carekê re mirîşkên xwe têxin hundir 11 derî li ser wan bigirin. Ma ne weha ye Findo? Dema ku Goşto bi kûçikê xwe ve hatibû, pisîk hilkişiyabû ser fotêra Mam Mendo. Findo bi çavên beloqî bi dû wan de nihêrî II got: -Di şûna mirîşkan de Goşto bixe hundir û dêrî li ser bigire, baştir c. Ez bawerî bi mirovên bi tifing nakim. Mendo kenî û got: -Tu hez nakî ku ew bera rovî bide? An jî dê rovî bê II mirîşkan bixwe. Findo got: -Divê mirov bera roviyan nede. Mirov dikare wan bixapîne. Ez her dem wan dixapinim.



Mam Mendo kir kişe-kiş II got: - Belê, ez dikarim li ser bifikirim ... Erê, ez bi te re me. Guneh e ku mirov rovî bikuje. Em dê li ser bifikirin, riyekê peyda bikin û wî bitirsînin ku ew careke din nikaribe mirîşkekê jî bixwe.

Mam Mendo destpêkir, ponijî û ji bo ku bikaribe çareyekê bibîne. Dema ku fikreke baş an jî nebaş dihatin bîra wî, di ber xwe de dikir hime-him. Di dawiyê de berê xwe ber bi jor ve kir II destê xwe da ber devê xwe LI OHl pif kir. Paşê di ber xwe de kenî û got:

- Ma li mala me îsotên sor hene? Finda got:

- Her dem çend kîlo li malê peyda dibin. Mam Mendo got:

- Wê demê em dê herin II mirîşkekê çêbikin. Ji bo ku rovî te negire, baştir c, tu jî bi min re bêyî hundirê xaniyê necartiyê.

- Finda kir miyawww ... û got; ew nawêre. Lê, dîsa jî bi wî re çû.

Di xaniyê necartiyê de pir tiştên ku mirov bikaribe pê rovî bitirsîne, hebûn, Mam Mendo baloneke spî lî biçûk II têlek ji qutiya solan derxist. Bi dû re sindoqa kevin a ku li ser refê bû, ber bi xwe ve kişand II serûbin kir. Bi rûyekî tirş û tal:

- Kanê îsot Findo? Divê di vir de bûya lî ne li cîhekî din! Tu baş dizanî ku ez tiştên xwe têkuz datînim lî serûber dikim.

Findo bi nermî got:

- Tiştê ku ez dizanim li jê haydar im, me tu carî îsot nekiriye sindoqê. Em her tim dixin zembîla pisikletê . Divê te zanîbûya. - Erê lê, tu rast dibêjî, Mam Mendo got û kîsê îsotê ji zembîla pisîkletê derxist. Heta çûyê, bi kovikê îsot kirin hundirê balonê. Piştre pifê balonê kir, hindik mabû ku balon biteqe.

4.

Niha hewcedariya me bi hinek periyan heye. Ma çend perî li ba te tune ne Finda? Pisîkê got: -Na, li ba MIN perî tune ne. Ji Pcriberfê bipirse. Perî berf mirîşka herî girs û girover bû. Wê di kuleka di navbera odeya necartî II koxê de, bi dizî li wan guhdarî dikir.



-Peribcrf Ji bo em rovî bidin tirsandin, pêwîstiya me bi çend periyan heye. Ew ji bo parastina we yc. Divê her yek ji we çend periyan bidin. Pcriberfê nikilê xwe rakir û hejand û çû cem mirîşkên din. Dema wan dikir qid -qid û gilî û gazinên xwe dikirin, Mam Mendo têl li dora balonê dizivirand, qirik û lingên wê jî temam kiribû. Pcribcrf hêdî hêdî ber bi wan hat û kîsek tijî perî danî ber wan. Bi dengekî gur IÎ xurr Perî berfê got:

-Binihêrin, em periyên xwe bi paş ve dixwazin ha!

Mam Mendo got: - Erê, erê, em dê bi paş ve bidine wc.

Destpêkir û perik bi balonê ve zeliqandin. Wî nikil, kumê sor II boçika wê jî çêkir. Pisîkê jî alîkariya wi dikir. Dema karê xwe qedandin, balon hema hema wek mirîşkeke rasrîn bûbû.

Findo got:

- Bi rastî wek mirîşkeke xweşik bû! Em dê bi vê çi bikin lo? Mam Mendo bi şahî got: -Rovi dê wê bixwe!

Dema rovî êvarê bi dizika, "hêdî-hêdî" bê û çavên wî bi mirîşka bi tenê bikeve; av dê ji devê wî here ... Ew dê hema bazde û xwe bavêje ser mirîşkê û gez bike. Wê demê mirîşka balonî dê biteqe: "PANG! ... " Rovî dê bitirse û solix jê qut bibel... Îsot dê bikeve dev û bêvila wî, dê bipişke îl tire erdê bike. Ew careke din mirîşkekê naxwe! ... Hemû mirîşkan li çepikan xistin û Findo jî bi

xwe Mendo gelekî serbilind û şa bîl.

- Tu baş fikirî Mam Mendo!

5.


Ew bi hev re çûn hewşê û mirîşk bi cîh kirin. Bi hev re lê nihêrîn. Findo got:

- Gelekî xweş çêbûye, Mam Mendo got:

- Erê, erê pir xweş bûye. Demekê bêdeng

rawestiyan II ponijîn. Findo got:

- Ez nizanim ew tiştên ku me heta niha pêk anîye bes e, yan na? Ez dibêjim, va ye em hewqes pê da ketin, em hinek tiştên din jî bikin ji bo ku zêde tcqini II reqini bibe. Wê demê ew dê baştir fêm bike II tobe bike ku careke din bi aliyê mirîşkan ve neçe. Mam Mendo got:

- Kêfa te ji teq II reqinîyê tê ne weha?

- Na, ne hewqas! Lê, ez wan mirîşkên

belangaz difikirim.

Mam Mendo got: - Erê, erê, ez dizanim ku tu wan difikirÎ. Destê xwe da ber guhê xwe II ket nav gumanan.

- Ez bawer dikim, em wekî te bikin, dê baştir be. Em dikarin hineke teqemenî jî bixin nav ji bo ku ew fêm neke ku çi lê qewimî. De zû bike, bide dû min, ji bo ku mirîşka baloni bi te de ncteqc.

Findo kir rniyawww ... tî got:

-Ma ez rovî me ku bi min de biteqe. Lê, dîsa jî da dû Mam Mendo û çû .•

6.

Mam Mendo çû ket hundirê xaniyê necartiyê û yek bi yek li qutiyên boyaxê yên kevin ku li ser sobeyê bûn nihêrî.



- Kanê! Kanê teqemenî? Bi awirek} tûj li Findo nihêrî.

- Duh û pêr qutiyên me tijî teqemenî bîm? Ma çi bi wan hat Findo?.

Findo bi sebir got:

- Qasî ku ez pê dizanim, her tim li ser refê li kêleka dêrî ne.

- Mam Mendo di ber xwe de kir pite-pit û got:

- Erê lê, dikare wusa be! Rast e.

Mam Mendo berîkên xwe tijî teqemenî, firil û raket kirin. Heste jî k.ir berîka xwe.

7.


Paşê çûn derve tl derdora bi teqemeniyan rapêçan. Mam Mendo hemû teqemenî bi fitilekê, bi hevûdu ve girêdan. Di bin deriyê derve re, fitîl kişand hundirê malê. Paşê fitil di salonê re bir hundirê odeya razanê, heta ber texteyê ku li ser radizê, anî. Qutîkek derbik amade kir û da ber.

_ Ha weha ha.' Divêew têra ku rovî baş bitirslne bike. Dema rovî êvarê bê, dê xwe

bavêje ser mirîşka balonî. Dema ku dev lêbike, dê biteqe. Wê demê dê deng bê me. Dema deng hate me, ez dê rabim lî agir bi fitîlê bixim. Dûre gurminî dê bi teqemeniyan bikeve. Derûdorên hewşê wekî brûskan dê bike şeqinî û teqînÎ. Wê demê, ez dê bibînim ka rovî ditirse yan jî na. Belê, ez dê wê demê rewşa wî bibînim ... Findo bêdeng li fitîla teqemcniyan dinihêrî û paşê weha got:

_ Bi rastî rovî dîn in. Ez meraq dikim dê çend teqemenî têra wî bikin ku baş bitirse' Ku ew careke din neyê diziya mirîşkan. Lê, em hewqas pê da ketin, em şele-peleyekê jî pêve bikin, da riya ber lingê xwe jî careke din nebîne, dê hîn baştir be'

Mam Mendo kir him-him û got:

- Himmmm ... Tu 1'1 şele-peleya tel ... Na ... na! Bi baweriya min hewqas bes e. Lê, dîsa jî destpêkir 1'1 pêre li ser fikirî; ka çawa dê bikaribe riyeke tirsê peyda bike. Her ku ew difikiri, tiştên xweştir dihatin bîra wî. Ew çû nava hewşê sekinî û li çep û rastê xwe temaşe kir. Dûre berê xwe ber bi jor kir 1'1 got:

- Em dê niha, li wir hêlanekê jî çêbikin. Findo, baştir e ku tu jî bi dû şopa min de werî, ji bo ku tiştek bi te de neteqe. Findo kir miyawwww -rniyaww û got: - Ev çi gotinên vala nel. Lê, dîsa jî da dû wî û çû.

8.


Mam Mendo da ku tiştekî peyda bike, rabû ser xwe û çavên xwe li aletên neçartiyê, yên ku bi darvebûn, gerand.

- Werîsekî MIN î dirêjjjjj hebû, Min ew xweşik li hev kiribû gilok û danîbû quncikekî. MIN ew bi wî bizmarê han ve daliqandibû. Wa ye di şûna wê de kcmanek daliqandine! Findo, te dîsa canbaziyek nekiribe?

Findo bi awayekî acizbûyî xwe civand ser hev û got:

- Te tu caran werîs bi wî bizmarî ve daneleqandine, Mam Mendo. Te ew xistibû hundirê tekerê.

- Erê, erê, bila wekî te be ... Û di ber xwe de kire mirte-mirt (1 werîs ji hundirê tckcrê otomobîlê derxist. Paşê destpêkir, li çarşefê û çirika ku bi rnixeki ve daliqandibû, geriya.

9.


Paşê çû derve. Seriyekî wêrîs bi xaniyê mezin ve û seriyê din jî bi dara li aliyê din ve baş girêda. Paşê jî çirik pêve daliqand.

- Finda were vir û xwe li ser hêlanê bixwişîne.

Pisîk bi nêrdiwanê hilkişiya û çû jor. Mam Mendo çarşeflê pêça û jê re got; ku pisîk dê çawan xwe bigire û çi bike. Paşê ew berda. Xijînî bi pisîkê ket PÎÎÛÛVVV ... " û di çend saniyan de gehîşte wî aliyê hewşê. Dûre xwe avêt ser darê.

Mam Mendo got: -Gelekî xweş bû. Em dê weha bikin. Dema ku min êvarê agir bi teqemeniyan xist, tu jî baz de ser xênî û çarşefê li xwe bipêçe. Dema gurminî bi teqemeniyan ket û dengê teqinî û şcqiniyê hat, tu jî xwe bi çirikê ve bigire û bihejîne. Dema tu hatî ser serê rovî, heta ji te tê biqîre û bêje; "DIVÊ TU MIRÎŞKAN NEDIZÎ!" Wê demê divê ew baş fêm bike.

Findo got: -Erê, pêwîst e weha be.

Niha ew dê derban bibîne. Hîn ev nîna ye, tirnina maye! Bi ser de jî teqemenî û pîrewoki jî re dîyarî ne.

Mam Mendo got: -Ez bawer dikim niha hewqes bes c . Em niha êdî herin hundir û qehweyekê vexwin.

Kêrnaniyek mabe jî, cm dê dûre temam dikin.

10.

Îşev dê şeveke pir bi heyecan û xweş be. Ben ku tan be, Mam Mendo hemû mirîşk kom kirin (1 kirin mitfaxê. Wî ji wan re got; divê ti kes ji we dengê xwe neke. 'Bi dû re hûn divê, hemû şevê, bi dorê li paş gula li ber pencereyê nobedariyê bigirin. Kê ji we rovî dît, divê bi lez bê (1 Mam Mendo hişyar bike. Mam Mendo êvarê çend caran derkete derve (1 çavnêriya mirişka balonî kir. Ka ew li cîhê xwe ye, çirik bi hêlanê ve ye û teqemenî jî li cîhên xwe ne, yan na!



11.

ew di xewa şîrîn tl xweş de ne, dê rovî bê. Rovî dê êrîş bike û devê xwe bavêje mirîşka balonî. Gurmîn II xurmini dê bi mirîşka baloni bikeve II biteqe. Wê demê ew jî dê bi dengê wê hişyar bibin. Mam Mendo dê agir bi fitila raketê bixe. Findo jî, dê bazde ser xênî. Dema xurmÎn û gurmîn bi rakctan ket û qiyamet li hewşê rabû, Findo jî dê pê re xwe bavêje ser hêlanê û xwe bihejîne û bêje: - 11 DIVÊ TU MIRÎŞKAN NEDIZÎIII Wê demê rovî dê wenda

12.

Dê îşev weha bibe. Dibe ku di çend saetan de, dema ew razan,



piştî çend deqîqeyên din! piştî saniyekê!

13.


Findo êdî westiya bû. Bîhna.wî teng bîl Û kete xewê. Lê, Mam Mendo nikaribû razê. wî xwe dirêj kiribû û di tariyê de guhdarî dikir. Her der bêdeng bû. Weyyyyy gidî! Ji nişka ve dengek hat. Dibe ku ne tiştek bîl, yan jî di tariyê de tiştek hatiye ber çavên wî? Ew ji nav livînên Awe rabû û bi dizîka di odeya mezin re li derve nihêrî. Dît ku rovî li wir e. Ew li dora koxa mirîşkan bîhn dike, diçe û tê. Lê pir bi tirs xuya dikir. Ew jar bîl. Ji lingekî xwe yê dawî dikuliya. Mam Mendo fikirî:

- Dibe ku ji ber vê sedemê diziya mirîşkan dike. Ew nikare baş bazde û kerguhan bigire. Heger em agir bi raketan bixin, dê dilê wî bisekine. Dilê min naxwaze ku ez agir bi raketan bixim.

14.

rovî bi mirîşka balonî ketin û hêdî hêdî di nav hewşê de, ber. di mirîşkê ve diçe. Li hember mirîşkê, di cîh de sekinî. Hêdî hêdî bihn kir, bazda û çû pişta xênî . .Mam Mendo çû ber pencereya paş



û nihêrî, ka çi bi rovî hati Wî xwe di ser bendê hewşê re avêt wî aliyê hewşê li bi paş de vegerî û li xênî nihêrî. Dilê Mam .Mendo pê şewitî û'gunehê wi pê hat . .Mam .Mendo got:

- Gelekî heyf tl guneh e ku Goşto wî bikuje .

. Rovî di nav tariyê de sekinî bû û bi zorê dihate xuya kirin. Saeta dîwêr hêdî hêdî dikir tike-tik .. n Her der bêdeng bû ....

tû dikir. Pindo wekî

bû, bi hewa-ker û kire qîrîn! ..

BI FITÎLÊ VE DAYNE

15.

Êdî ti deng nedihatin bihîstinê. Raket xelas bûn û pisîka pîrewok jî hilkişiya ser darê û wenda bû. Kûçik bazda û çû. Goşto şaş LI matmayî li der û dora xwe dinihêrî. Bi tenê raketeke neteqiyayî mabû. Wê jî hêdî-hêdî pifffff.. piffffff: dikir. Goşto lerizî, veşelişî II bazda ....



16.

Piştî derdor ferikî II bêdeng bû, find 0 xwe ji ser darê avêt jêr II hate hundirê mitfaxê. Mam Mendo li wir rûniştibû û dikeniya. Mam Mendo got:

- Te qenc û xweş kir Findo. Ne wekî ku em fikirîn çêbû, lê dîsa jî ez bawer dikim, rovî jî têra xwe tirsiya û ew careke din nema bi vir de bê.

Findo got: -Çawan yanî! ... Ew ne rovî bû, Goşto bû! Em bi ser neketin.

- Erê erê ez dizanim. Dema tu razayî bû, rovî jî hat. Lê, wî nexwast mirîşka balonî bixwe. Ew li pişt bendê hewşê bû û li şeqîni II gurmîniya rakctan dinihêrî. Wî dît ku mirîşka balonî jî çawan teqiya. Ji ber wê jî wî xwe şaş kir! Piştî ku teqemenî xelas bûn, ew raste-rast hate hundirê mitfaxê, nav mirîşkên ku şaşmayî li wî dinihêrîn. Lê wî qet tiştek bi wan nekir. Ew hewqas tirsiya bû ku hema bi carekê ve paşve çû. Wî bawer dikir ku ew jî dê biteqin! Lê, wî dîsa jî, peloka çikolatayê ku me dê wek paşşîv bixwara, dizî.

Findo got:

- Ew çi roviyekî fênek û fêlbaz e. Lê ne xem e, bila bidize. Bila ew jî diyariya me be. Tu dikarî peloka çikolatayê ji nû ve, ji me re çêkî, ne weha ye Mam Mendo? - Erê, erê, ez bi dilşahî çêdikim!

Ferhengok

xanî

êzingxane kox



necar necartî alet rewş çifte

xuya dikir pêjn ponijî

asê kiriye fotêr bifikirin têkuz

zembîl kîs

pen

teqemem


rapêçan diaxif hêlan keman çirik

111lX


çewt lerizî ferikî qenc pîrewok

mal


cîhê êzingan pin, komas xerat

xeratî


alav, hac et

hal, weziyet tifinga bi du lûle dihat xwa bûnê

ku hinê tiştan hîs bike bi tirki; ugultu hizirî, ket gumanan( dalmak)

derî pêt girtiye

şewqeyê lengerî

bihizirin

bi rêk û pêk, rindik û xweş bi cîh kirin quf, sepet

tûrik


perên mirîşkan, penet fişeng, teqteqoq

tijî kirin, raxistin dipeyivî, qise dikir lînbana

aletekî mûzîkê lox, çerx, bizmar

şaş hezî

sakin, bêdeng baş

pîrik, cin

Mam Mendo, pisîka wî Findo û çend mirîşk di nav daristanê de, di xaniyekî de diman. Rojekê cîranê wan tê seredana wan. Ew dibêje ku ew dê here nêçîra rovî.

Ev pirtûka xweşik û tiji fantazî, li ser dîtina Mam Mendo û Findo ye. Hîm dê di vê pirtûkê de, pilan û ramanên wan ku ew dê çawan hem mirîşkan û hem jî rovî biparêzin, bi heyecan bixwînin.

APEC

ISBN: 91-87730822



**


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   129   130   131   132   133   134   135   136   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin