Wekî din we pir baş anî ziman, bi gotina ku derfet tu rêyên mezin ji afirandinan re venake.
Divê di mirov de, di mejiyê mirov de teqandin çêbin. Yek nikaribe mejiyê xwe mîna volkan
pêk bîne, bi agirên mejiyê xwe ronahiyên mîna rojê biberiqîne, di destê wî de ji gilî û gazin
bêtir tutişt namînin.
SOKRATES: Te pir xweş anî ziman, tam ji dil û hişê min...
SEROK: Rewşa nivîskar û rewşenbîrên me ya vê demê gilî û gazin e.
EHMEDÊ XANÎ: Heyhat ev derfet îro bo Kurdan / Dîrokê binêr talan û tofan / Ev rabûn û
serhildan / Ev zanistî û Berxwedan / Yekemîncar e ji bo Kurdistan / Ji bo Kurdistan wek
baxça gulan
REWŞENBÎR: Nizanim hun hemû qala çi dikin? Tu dibêjî qey Kurdistan serfiraz bûye ,
tenê ez pê nizanim...
SOKRATES: Rast e, te baş got. Kurd tirsê tirsandine, giyana xwe ji qirêjiyê paqij dikin.
Kesek îro bixwaze Kurdan fam bike, pêwîst e bi metodên berê xwe nelivîne.
SEROK: Hun çi diponijin, birêz Nalsrazob?
NALSRAZOB: Ez çi bêjim. Tu dibêjî qey hin tişt ji min re jî, ronî dibin, lê bi rastî ez pê re
nagîjim ku rewşa xwe li vê anegorê zelal bikim...
SOKRATES: Eger we dest bi şikê kiribe baş e mîrze Nalsrazob.
REWŞENBÎR: Ez nizanim ev Nalsrazob çima dest bi şikê kiriye, ji bo çi? Ez tênagîjim
Ehmedê Xanî çi dibêje, Sokrates dibêje tu berhemên wî tunene, ew çawa ewqas bi nav û
deng bûye, ezê ji kî bipirsim, wê kî bikaribe bersivên min bide...
SOKRATES: Hun dest bi pirsan bikin, wê rojek bê hunê bikarin bersivan jî, doz bikin? Tiştê
baş ew e ku mirov hertim pirs bipirse. Bi pirsan mirov dikare ronî û zelalî bibîne. Divê
mirov hîç nebêje “ez zanim”, mirov çiqas zanibe, ewqas nezan e. Mirovê herî bi aqil ew e;
ew zane ku tiştek nizane.
REWŞENBÎR: Ez we hîç fam nakim birêz Sokrates. Ez ne we, ne birêz Serok, ne jî, birêz
Ehmedê Xanî hîç yekî ji we fam nakim. Ez êdî birêz Nalsrazob jî, fam nakim. Ez hîç
tiştek nizanim...
SEROK: Belkî cara ewil e ku we gotineke rast got. Baş e, emê hev hêdî hêdî fam bikin.
Zanistiya herî mezin ew e ku mirov xwe mezin nebîne, xwe zana nebîne. Eger mirov zana be,
bi zanistiya xwe li pêş çav e, ne bi pesna zanistiya xwe. Birêz Sokrates, emê karibin bi
rewşenbîrên nûjen serkeftineke çandî, hunerî pêk bînin yan na?
SOKRATES: Ez bawer im.
SEROK: Tu bi çi bawer î?
SOKRATES: Ez bi hêza te bawer im, ez bi rewşenbîrên Kurd bawer im. Ev çekê tu didî
destê wan ne biçûk e; wê rojekê bikarin pêk bînin.
SEROK: Birêz Ehmedê Xanî, tacê helbestvanan, fîlozofê nemir û gelperwer hun çi difikirin?
EHMEDÊ XANÎ: Herwiha berdewam be serkeftin / Salên pêş me êdî Kurd ne bindest in /
Afirandina ziman, wêje û dewlet / Girêdaye bi serxwebûna siyaset
SOKRATES: Ehmedê Xanî fîlozofekî, zanayekî, wêjevanî berz e...
SEROK: Belê. Em dixwazin di dema me de jî, Ehmedê Xanî derkevin.
SOKRATES: Ji ber vê yekê hun pir zor didin rewşenbîran, nivîskaran...
SEROK: Belê. Eger me zor nedaba gerîla, tirsa Kurdan ne dişkiya. Ma Kurdên feqîr û
belengaz karibûn rabin ser xwe û bala dinyê bikşînin ser pirsgirêka xwe? Ma wekî din Kurd
karibûn xwe bikin bombe biteqînin. Ev rewş ji bo her beşî civakê derbas dibe. Mirov zor
nede, zayîn çênabe, zor pîrika zayînê ye pir caran...
SOKRATES: Tu jî, mîna min pîrikî dikî, ji kesên ducan re, ne? Diya min bi xwe pîrik bû û
jinên ducan dida zayînê. Ez jî, ji wê pîşeyê fêrbûm ku mirov çawa dide zayînê. Eger ez bi
mirovek re dest bi axiftinê bikim, metodên pîrikî pêk tînim, bi vî awayî kesên herî nezan jî,
gelek tiştên zana dizên...
SEROK: Mirov dikare piçek bide ber hev, lê karê min hîn jî, dijwartir e. Pircaran dergûş
hîn di rihma diya xwe de, ne tendurust in, divê ez dergûşa berî zayînê jî, derman bikim ku
tendurust bizên.
SOKRATES: Belê, ez baş têdigîjim. Lê diya min nikaribû di zikê dayê de zarokan derman
bike...
SEROK: Lê tu dikarî Sokrates, ez zanim tu baş dikarî. Tê bîra min te çawa ramanên hin
şagirtên xwe hîn ku nehatibûn ziman, bi pirsên xwe rast dikir.
SOKRATES: Lê ez dibînim riya we gelek serkeftî ye. Ya me tenê raman û axaftin bû, ya te
zor e ji ber ku tu jiyanê jî, diguhirînî...
Diyalog -IVTevgeriya
Xopan
SOKRATES
MAXO, REWŞENBÎR û
SEROK
SOKRATES: Ya rastî ez Maxo nas nakim, cara yekemîn e ku ez wî dibînim.
SEROK: Min digot qey hun hev dinasin, ji ber ku ew xwe zû nêzîkê mirovê mîna te dike û
heya jê bê dixwaze dûrî me bixîne.
SOKRATES: Çawa?
SEROK: Herî baş ew e ku tu bi xwe pê re sohbet bikî.
SOKRATES: Ezê gelek dilxweş bim, ger bikarim ji wî hin tiştna fêr bibim.
SEROK: Em hêvî bikin, belê ka were Maxo, tu Sokrates dinasî?
MAXO: Fermo Serokê min, ser seran; eger hun bixwazin emê wî binasin.
SEROK: Bawer nakim tu wî binasî. Lê hêviya min, tu dostaniya me pê re daniye, xira nekî!
MAXO: Na, Serokê min, ezê wî tevger bikim.
SEROK: Sokrates rewşenbîrekî Yonanî ye...
MAXO: Serokê min ev rewşenbîr tucar nabin mirov...
SEROK: Çima, qiloçên wan hene? Berî mirov gotina xwe li ser tiştan dawî lê bîne, tu
hema biryara xwe li ser wan didî. Daxwaza min tu hinek bi Sokrates re sohbet bikî, paşê emê
dîsa bên ser mijara xwe.
SOKRATES: Birêz Maxo, we got, rewşenbîr tucar nabin mirov. Ez dixwazim bizanim, gelo
ka rewşenbîr çi ne, çi karî dikin?
MAXO: Binêrin hevalê delal, wisa dixuyê ku haya we ji rewşenbîran hîç tune. Divê mirov
berî hertiştî welatparêz be. Bi ehlaqê hurdeburjuva kesek nikare bibe welatparêz, ji bo welatê
xwe xebat bike. Rewşenbîr ew e ku bersiva pirsgirêkên gelê xwe bide. Ma rewşenbîrên me
wisa ne? Na, ew mîna axa ne, dixwazin reheta wan li cî be û navê wan mezin be.
SOKRATES: Hun qala tiştên gelek girîng dikin birêz mamoste Maxo. We got bersiva
pirsgirêkên gel; hun dikarî çend mînakan bidin daku ez baştir têbigîjim, mebesta we çi ye?
MAXO: Li welat gelek nirxên gel hene, gelê me zehmetkêş û perîşan e; gerek mirov vî gelî
nas bike, fam bike, ji derdên wî re bibe melhem...
SOKRATES: Baş e. Mîna têdigîjim gelê Kurd di bin zordariyeke mezin, di nav
zorkêşiyeke tewanbar de ye. Pirsa min ev e: li anegora ramana we çare çi ye? Bersiva
pirsgirêkan bi çi awayî divê bê dayîn?
MAXO: Binêre hun naxwazin fam bikin. Ji bo kesên bixwazin fam bikin, mesele gelek vekirî
ye, hun çima pirs di devê xwe de dibin tînin?
SOKRATES: Mebesta min têgîştina meselê ye. Lê hun bersiv nadin min, tenê qala zor û
zehmetî dikin. Ez dixwazim çareserî çi ye, bizanim.
MAXO: Tênegîştina vê meselê çi ye? Ji xwe hun hemû rewşenbîr wisa ne. Gava hun devê
xwe vedikin pir mezin dipeyivin, lê gava mesele çareseriya pirsê, bersiva demê be, hun ji kar
direvin. Kî zane gelê we ji destê we çi dikşîne!
SOKRATES: Daxwaza min jî, ferbûna riyên çareseriyê ne.
MAXO: Ma pirs evqas zelal e û ku hun dîsa jî, tênagîjin, ez çi bikim? Heval, birêz mamoste,
navê we çi bû?
SOKRATES: Sokrates, Sokrates mêrê Xanthippe.
MAXO: Ha hevalê birêz Sokrates divê hun ji bo gelê xwe bixebitin. Pirsa Kurdan giran e, dev
jê berdin, serê xwe pê neyêşînin, têgîştina pirsa Kurd zor e.
REWŞENBÎR: Mamoste Maxo, dîsa jî, mirov hinek zelal bike, ji bo dostên me baş dibe.
Sokrates fîlozofek Yunanî bi navûdeng e...
MAXO: (Bi dengekî nizm ku Sokrates nebihîse) Çi karê vî bi me heye. Fîlozof e, yan serê
xwe xwariye yan jî, li ser hesabê biyaniyan dixebite. Ne wisa ye heval?
REWŞENBÎR: Bawer nakim, rewşenbîrekî gelek giranbiha ye...
MAXO: Ji xwe ev hewesa we rewşenbîran li ser biyaniyan mal li me Kurdan şewitandiye,
ji bo hun ji bersiva wezîfeyên xwe birevin, hun xwe dispêrin felsefe, xwe li serê me zana
dihesibînin, nivîskar...
SOKRATES: Dengê we baş nayê min, ger hun dengê xwe hinek bilind bikin wê baş bibe.
REWŞENBÎR: Belê, heval Maxo, hun dikarin sohbeta xwe bidomînin.
SOKRATES: Em hîn li ser bersiva pirsgirêkan mabûn. Gelo mirov nikare bêje divê herkes li
ser beşa xwe bi awayekî xwe kûr bike, bibe pisporê karê xwe ku berjewendiya wî zêdetir
bibe?
MAXO: Rast e, divê wisa be, lê ka?
SOKRATES: Eger herkes di karê xwe de şareza be, ber bi pisporî biçe hin bersiv dernayên
holê? Çareseriya pirsgirêkan hin asantir nabe?
MAXO: Tu çi dibêjî, ma kî naxwaze wisa be. Lê bawer bike rewşenbîrên me ne di karê
xwe de ne jî, di karên din de tutişt nizanin, tiştên zanin jî, nakin.
SOKRATES: Çima nakin, yan jî, çi zanin û nakin?
MAXO: Ma mirov bixwaze çi nizane!
SOKRATES: Baş e. Em li ciyekî nêzîkê hev dibin: mirov bixwaze dikare fêr bibe, tiştên fêr
dibe jî, dikare bixe jiyanê...
MAXO: Rewşenbîrên me ne fêr dibin, ne dikevin jiyanê.
SOKRATES: Jiyana çawa?
MAXO: Jiyana xizmeta gel.
SOKRATES: Maxo, hun timî li der û dorê tiştan digerin, naxwazin pirsê binasin, nahêlin
mirov bersiv jî, bide.
MAXO: Ma bersivên we ji yên din ne pir pêştir in, hun jî, mîna rewşenbîran çareserî di
gotinan de digerin..
SOKRATES: Gotin nebe çareserî nabe! Divê mirov berê plansaziya çareseriya pirsgirêkan
derxe û paşê jî, li ser bifikire, ka wan çawa bixe jiyanê. Hun ne bersiv didin, ne jî, dihêlin
em bersiv bidin.
MAXO: Ma bersivên hunê bidin çi ne? Ew jî ne gotin in, hun çi bibêjin ji bo min kêrî pênc
quruş nake, mesele pratîk e. Mesele jiyan e. Hun di jiyanê de hebin baş e, wekî din heta
sibê hun bipeyivin jî, tu mane nade.
SEROK: Maxo!
MAXO: Belê, Serokê min.
SEROK: Tu nahêlî kes ramana xwe jî, bibêje.
MAXO: Em gelek demokrat in Serokê min, herkes dikare gotina xwe bibêje.
SEROK: Lê tu mîna şûrê Demokles li ser serê wan bî, kes nikare rehet ramana xwe bîne
ziman, ne wisa ye?
MAXO: Belê, wisa ye Serokê min, lê mirov rû dide wan, derdikevin ser serê mirov.
SEROK: Sebra te tune, tu guh bidî Sokrates, bawer nakim ku bi vî awayî demokrasiya te têr û
kêrî rewşenbîrên Kurdan bê. Divê em xwedî li hemû beşên gelê xwe derkevin. Rewşenbîr
jî, beşek ji gelê Kurd in.
MAXO: Lê em rexne nekin, ew tu karî nakin...
SEROK: Rexne divê li ser bingeheke pêşvexistinî be, ne paş ve bikşîne.
REWŞENBÎR: Serokê min, heval birêz Maxo, gava rexne dike, xwe dixe ciyê we, şûrê we
digre destê xwe û li serê me dixe.
SEROK: Çawa? Kes nikare bi şûrê min li kesî bixe!
REWŞENBÎR: Pir caran kesên din, gava rexne dikin, xwe dispêrin bin perdeya rexnesîwanê
we. Gava kesek bi şûrê we şer dike, heqê şûrê we nikare bide. Ew şûr tenê di destê we de
xûrt e, bi tesîr e. Di destê kesên din de tesîreke ters şanî dide.
SOKRATES: Rast e. Herkes dikare bi şûrê xwe şer bike. Mînak, dema Iskenderê Zulqerne
şûrê xwe bigirta pir xurt bû. Tukes nikaribû bi şûrê wî şer bike. Rojek yek ji generalan wî
xwast bi şûrê wî şer bike, Iskender bi şûrê xwe serê generalê xwe jêkir
REWŞENBÎR: Bawer im Sokrates şaş fam kir, mebesta min bi şûr...
SEROK: Sokrates şaş fam nekir, hun jî, mîna Maxo nekin; wer dipeyive ku dibêje qey
Sokrates tênagîje. Hun hîn Sokrates nas nakin, ew hertim meydana şer gelek fireh digre, heta
dijminê xwe tê de biwestîne û paşê wî serpiştkî li erdê dixe. Hun û Maxo serpiştkî li erdê
ne, lê haya we jê tune.
SOKRATES: Spas, ya rastî tu min ji min jî, çêtir zelal vedikî, tu min didî şermê; ez ji te pir
tişt hîn dibim.
SEROK: Qusura Maxo û Rewşenbîr mêze neke, dilê wan paqij e, lê serê wan tiştan dereng
digre. Ewê rojek peyva te ya îro fam bikin.
SOKRATES: Ez ji axaftina wan aciz nînim, lê dema me gelek teng bû, me gelek tişt bê
bersiv hîştin...
SEROK: Carekî din emê karibin hîn zelaltir bikin. Peyvên me, diyalogên me giş kin in, emê
rojek karibin dûr û dirêj baxivin.
SOKRATES: Hêvî dikim!
SEROK: Maxo, bi rexneyên xwe li ser rewşenbîran heqê wî hebe jî, riya rexneyên wî ne rast
e; mirovan direvîne, nêzîk nake. Rewşenbîr jî, pir mizmizok in, mezin nalîzin; em dixwazin
ew pir mezin bin.
SOKRATES: Gava rexne ji hêla te tên, bawer nakim ku kes jê aciz be. Mesele, divê herkes
hêz û sînorên xwe zanibe. Wer dibînim ku di vî warî de kêmasî hene.
SEROK: Derdê me jî, em dixwazin ev kêmasî ji holê rabin. Ev kêmasî nebin, rê ji mirovên
mîna Maxo re jî, tê girtin.
REWŞENBÎR: Hun peyvên gelek rast dikin!
SEROK: Ya şukur ku hun jî, hêdî hêdî têdigîjin û muhrê xwe lê dixin.
MAXO: Serokê min, ji xwe karê Rewşenbîrên me muhur li dest belê-na kirin e
SEROK: Karê te jî, xirabkirina navbera me û rewşenbîran e!
MAXO: Em dixwazin wan tevger bikin...
SEROK: Nekeve navbera me û xirab neke, bes e.
SOKRATES: Têkoşîna raman û mejî ji têkoşîna çekan dijwartir e.
SEROK: Ger mirov baş pêk bîne.
SOKRATES: Belê, ger mirov baş pêk bîne!
Diyalog -VKarakterê
Kole û Têkçûyî
SOKRATES
DIBIX û
SEROK
SOKRATES: Roj bi roj kêfxweşiya min bilind dibe. Hertim hin Kurdên din dinasim û bi vî
awayî dikarim li ser Kurdan di serê xwe de hêdî hêdî wêneyek çêkim.
SEROK: Min digot qey hun Dibix dinasin!
SOKRATES: Na, yekemîncar e ku birêz Dibix dibînim. Min birêz Nalsrazob û birêz Maxo
nas kiribû.
SEROK: Nalsrazob xwe pir mezin dibîne, li ser gelê Kurd mamoste dihesibîne lê haya gelê
Kurd ji wî tune. Maxo mirovekî nekêr bû lê me ji wî re gelek îmkanan vekir ku pêş ve biçe,
feyda wî bigîje gel. Rabû îmkanên me li dijî me xebitand, giş karên me yên girtibû ser xwe
têk bir û dawiyê çû li mala xwe rûnişt. Dibix saf e, niyetqenc e lê mînakek balkêş e ji bo
têkbirin û têkçûna rewşenbîriyê. Ew giş karê me tevlihev dike, nikare zebeş û xiyaran ji
hev cuda bike.
DIBIX: Serokê min..!
SEROK: Dengê xwe biçek kêm derxî û hînî guhdariyê bibî ji bo te xirab nabe. Çi zanim tu
jî, sibê mîna Maxo nekî! Ma tu ji wî ne çêtir î.
SOKRATES: Birêz Dibix çi karî dike?
SEROK: Dest davêje her karî, lê tu karî jî, nabe serî. Xwe nivîskarek mezin dibîne lê heta
vêga tu berhemeke wî ya cidî tune. Xwe partîzan û polîtîkzan dihesibîne lê heta vêga çi karî
girtibe ser xwe nebiriye serî. Xwe pir xwedîqudret dibîne lê heta vêga me tu qudretên wî
nedîtine.
SOKRATES: Min xwast bizanim çi pîşe?
SEROK: Birêz Sokrates dixwazî bi Dibix re bipeyive, paşê ezê fikrê xwe bêjim.
SOKRATES: Birêz Dibix we xwe li ser çi kûr kiriye?
DIBIX: Mebesta we çi ye, hun dixwazin ez li ser çi agahdarî bidim we?
SOKRATES: Ez mirovek nezan im, hema hun li ser çi min ronî bikin, ezê ji we re spasdar
bim.
DIBIX: Hun bi çi serê xwe dêşînin, pîşeyê we çi ye?
SOKRATES: Ez bi xwe şagirtê herkesî me ku min li ser hin tiştan ronî bike.
DIBIX: Bêjin, hun çi bipirsin ezê bersiva we bidim. Ez bi xwe nivîskar im. Helbestan jî,
dinivîsînim, dixwînim, serê xwe bi fîlsofiyê dêşînim, ma hun zanin fîlosofî çi ye? Karên
siyasî, dîplomasî, zanistî dikim; carcaran jî, dem hebe şervanî dikim.
SOKRATES: Hun ji Xenophon zêdetir xwedî qudret in?
DIBIX: Dibêjin Xenophon jî, şervan bûye, nivîskar bûye, lê nizanim çawa bûye! Ma di
dema wî de mirovahî pir pêş nebû, bawer nakim ew pir tişt kiribe. Agahdariyên we li ser
Xenophon hene?
SOKRATES: Hinek, xortekî jîr bû. Kesê yekemîncar li ser Kardoxan yanî Kurdan tişt
nivîsiye Xenophon e. Xenophon şervan û nivîskarek baş bû, hozanê gelê xwe bû.
DIBIX: Hozaniya min jî, ji ya pir hozanan ne kêmtir e. Ez bixwazim ji pir dengbêjan xweştir
distrêm, lê tembûr û keman nikarim lêxim, dixwazim fêr bim.
SOKRATES: Hozaniya ez qal dikim ne stranbêjî ye, lê hozanên stranbêjî jî, gelek hebûn. Ger
hozaniya we hebe, wê demê hun Rhapsodên Helenî baş dinasin. Min ji Sappho gelek hez
dikir. Gava qala wê dibe, dilê mirov bi êvînê tê dagirtin.
DIBIX: Rhapsode çi ye? Sappho kê ye?
SOKRATES: Rhapsode yanî hozan, dengbêj. Sappho hozaneke êvîniyê bû, gelek bi nav û
deng bû lê Pindar hîn bêtir dihat parastinê; ji ber ku Pindar pesna şervanî û lehengiyê dida.
DIBIX: Baş e, em dev ji kevnedem berdin, daxwaza we fêrbûna çi ye?
SOKRATES: Hun pir zû dikin. We qala dema Xenophon kir, em li ser demê bipeyivîn. Paşê
ez nikarim dev ji kevnedem berdim, ez hîn jî, di wê demê de dijîm. Baş e em li ser demê
bipeyivin.
DIBIX: Çawa?
SOKRATES: Dem çi ye?
DIBIX: Dem dem e, yanî wext e, xeyo.
SOKRATES: Dem dem e, rast e lê eger dem dem be, tê wê maneyê ku dem ne dem e jî. Hun
dikarin li ser wesfên demê rawestin?
DIBIX: Yanî çawa?
SOKRATES: Dem bi tam e, bi reng e, bi tevger e, bê tevger e, biçûk e, mezin e, kin e, dirêj
e, şil e, ziwa ye, hişk e, nerm e, dûr e, nêzîk e, nizm e, bilind e ûwd.? Hun li ser demê çi
difikirin
DIBIX: Yanî çi, hun dixwazin çi fêr bibin?
SOKRATES: Hun çi fêr bikin ji bo min baş e.
DIBIX: Binêre kalo, ez nizanim hun kî ne, lê wer dixuyê ku hîn haya we ji tevgera Kurd û
welatparêziyê tune. Belkî hun nizanin gel kî ye, çi dike. Wisa dixuyê ku hun ji gel gelek dûr
in û ji êşên wî bê xeber in...
SOKRATES: Em bêjin giş gotinên we rast in, lê çi têkiliya vê bi pirsa min heye?
DIBIX: Divê hun beriya her tiştî gel binasin, jiyana gel binasin, paşê dest bavêjin
fantaziyan, ka dem çi ye, nizanim çi...
SOKRATES: Rast e, lê we bersiva min neda.
DIBIX: Bersiva we, divê hun serê xwe bi pirsên gel bêşînin, ji ciyê xwe rabin xwe berdin
nav gel û serê xwe bi êşên wî bêşînin. Paşê pirsa demê bikin, bikevin xeyal û xewnên
rewşenbîriya tiraliyê.
SOKRATES: Spas. Lê ez dixwazim hun ji min re bêjin ka dem çi ye?
DIBIX: Ez ji we re çi bêjim bê feyde ye. Hun ji gel gelek dûr in. Ma min got: Dem dem e,
wext e. Hun saetê jî, nanasin. Li saetê binêrin hunê bizanin dem çi ye.
SOKRATES: Ez saetê dinasim lê dem û saet ji hev dûr in. Dem dem e lê ne dem e jî. Dem
saet e lê ne tenê saet e. Hun li ser pirsa welatparêzî, nêzîkbûna êşên gel radiwestin. Ev
tiştên hun dibêjin bi hezaran sal pêş bûn. Pir gel xwe berî bi sedan sal ji vê pirsgirêkê rizgar
kirine lê hun çima hîn li ser van tiştan radiwestin? Sedema ferbûna mina demê ji devê we
Kurdan ji bo min gelek girîng e. Gelo hun çima bi sedan sal paş xelkê li ser hin tiştan
radiwestin? Tê bîra min dema ez hîn dijiyam polîtîka we ya dewletî ji vêga pêş ve tir bû.
Gelek kesên sefera rojhilat dikirin ji hemû gelan bêtir qala we dikirin. Lê vêga di hebûna hêza
demê de navê we tune. Ev çend salên dawî dîsa qala we tê kirin, çima? Çima dem bi dem
bêdengiyek kûr li ser we heye? Çima vêga pirsa we dîsa xwe derxist pêş? Hun dikarin bêjin
pêwendiya van tiştan bi demê re nîne? Hun vêga du hezar û çar sed sal ji min dûr dijîn lê
em dîsa jî, dikarin bi hev re baxivin, çima?
DIBIX: Çawa?
SOKRATES: Ez beriya zayînê 399 sal hatim kuştin, hun 2395 sal şûn ve dijîn. Destpêka
demê heye?
DIBIX: Belê, çawa tune? Ez ji axaftina we tişt fam nakim.
SOKRATES: Dem ji kuderê, kengê çawa dest pê dike? Eger dest pê dike berê wê ber bi
kuderê ye? Berê demê ber bi aliyekî be, ev çi alî ye? Aliyên demê hene? Wesf û şeklên
demê hene?
DIBIX: Ma hun vê yekê jî nizanibin, ezê ji we re çi bêjim!
SOKRATES: Dawiya demê heye?
DIBIX: Divê hebe, li gor diyalektîkê destpêk û dawiya her tiştî heye.
SOKRATES: Dawiya demê li kuderê ye, kengê ye, çawa diqede? Dawiya demê dirêj e yan
kurt e? Li gor çi, çawa? Dûr û kûr ber bi kîjan aliyê ve dûr û kûr in? Dûriya demê, kûriya
demê bi çi tê pîvandin? Pîvan û dem di nav çi têkiliyê de ne? Dem zû ye yan hêdî ye? Li
gor çi mirov dikare kûr, dûr, zû û hêdibûna demê bipîve? Hebûn û tunebûna demê xwe bi çi
ispat dike? Dem hebûna çi ye? Hebûn xwe di demê de çawa diyar dike? Rengê demê çi
ye? Hun dikarin demê bibînin yan bi dest, dev û hîsên xwe bigirin? Bingeh û navenda demê
hene, hebin li kuderê ne? Maneya jiyanê di demê de çi ye? Di demê de jiyan heye yan jiyan
di demê de heye? Dema jiyanê dirêj e yan jiyana demê dirêj e? Em dikarin bi hezaran pirsên
din bikin, divê mirov li ser gotinan sivik raneweste, li ser bingeha wan raweste. Mirov nikare
bersivên sivik bide. Pirs û bersivên sivik hene? Ji bo bersiva pirsên ku li me sivik dixuyên
mirovahî çend sal bihurandine heta ku bersiv dane? Mirovahî çend sal bihurandiye heta
pirsek bike ku li me giran neyê?
DIBIX: Bi rastî tiştên hun qal dikin ji min re vala tên, nebe têkiliya we bi gel re gelek zeyif
mabe, yan jî, hun gel hîç nas nakin?
SOKRATES: Ez pir kêm tişt dizanim, gel jî, kêm dinasim...
DIBIX: Wê demê têkiliya we bi welatparêzî jî, ne xurt e, dibe ku hun rewşenbîrekî gel jî,
nebin?
SOKRATES: Ez rewşenbîr nîn im. Têkiliya min bi gelê Polis re xurt e, ji bo Polisê xwe şer
dikim, diparêzim jî.
DIBIX: Min dizanî, di we de nerastiyek heye. Hun tenê polîs gel dibînin û polîs diparêzin û
hatine bi min re li ser tiştên vala mîna “dem çi ye” qise dikin!
SEROK: Birêz Sokrates, ji kerema xwe bihêlin ez pê re piçek bipeyivim. Hun dikarin paşê
bidomînin. Hun çi bibêjin bêjin, ew guh nade we, tiştên hun dibêjin fam nake. Di serê wî de
hin şekil hene, xwe li gor wan şeklan dilivîne.
SOKRATES: Spas. Bawer im, ez û birêz Dibix ji zimanên hev fam nakin. Lê ger axaftina me
bidome emê hêdî hêdî hev nas bikin, zimanê hev fam bikin.
SEROK: Min ji te re gotibû: Kevir ji serê pir Kurdan nermtir e.
DIBIX: Rast e, li gundê me mirovek hebû...
SEROK: Serê wî mîna yê te hişk bû, ne?
DIBIX: Min dixwast bêjim...
SEROK: Bê deng be, guh bide min vêga. Tu çawa birêz Sokrates nas nakî, te me jî, nas
nedikir. Tu bi niyetekî baş nêzîkê tiştan bibî jî, nezaniya te li pêş te astengeke mezin e. Ne
wisa ye?
DIBIX: Belê Serokê min. Ez demeke ne zêde ye ku we dinasim.
SEROK: Belê, tê vêga bêyî ser demê. Birêz Sokrates jî, qala demê kiribû, lê te ji wî tiştek
fam nekiribû. Polis ne polîsê tu dinasî, maneya wê bajar e. Polîs ji bo dema birêz Sokrates
dihat mana welat jî, kî bajarê xwe neparasta, ne welatparêz bû. Sokrates hem welatparêz hem
jî, mirovparêzekî mezin e. Piştî mirina wî bi 2395 sal jî, kes negihîştiya edeb û ehlaqê wî.
Ew mînakek balkêş e ji bo parastina prensîbên ehlaq û wîjdana mirovahiyê. Gelek dînên
samî di bin tesîra ehlaq û felsefeya birêz Sokrates û dema wî de mane. Piştî mirina wî pir
komeşop (girûbên li ser rêya wî) ji bîr û baweriya wî derçûne. Ji van komeşopan yên herî
girîng Akademiya Platon, Stoa, Kynes, ûwd. bûne. Tesîra wan digîjin heta dema me.
DIBIX: Ez nizanibûm ew kî ye, bila li min bibuhre!
SEROK: Berî ku mirov yekî nas bike, divê li ser wî tiştek nebêje, rast e?
DIBIX: Rast e, min dixwast...
SEROK: Em vegerin ser me. We em nû nas kirine, çend sal in: Hun bawer dikin ku we em
nas kirine?
DIBIX: Wê demê, têgîştina me li ser we kêm bû. Min digot qey hema çend tişt bizanim
bes e; vêga têdigîjim ku ne bes e. Ez di xwe de valahiyeke mezin dibînim.
SEROK: Bawer nakim te nas kiribim. Baş e, ji vê demê pê ve tê çi bikî? Tu di xwe de
qiwet dibînî ku tiştên baş bikî. Mîna tu dibînî dem pir girîng e, em diçin dizîvirin dîsa tên
ser demê lê em tucar nikarin demê zelal bikin, baş binasin. Paşê ezê te cardin bidim destên
Dostları ilə paylaş: |