serfiraziya dema wan dike?
SEROK: Kurd di nav demê de bêdemiyê dijîn, çawa di jiyanê de miribin wisa jî jiyanê di
xwe de dikujin. Xebata me di hêviya serfiraziya xweişikiya tê de ye, têk neçe. Em berê
jiyanê ji mirinê vegerînin ser jiyanê, di jiyanê de mirin dimire.
SOKRATES: Mirin ne cêwiyê jiyanê ye, hun çima rê didin ew bimire?
SEROK: Mirin bi hebûna xwe jiyanê dixe xeterê lê tunebûna wê jiyanê bê mane dike. Qiweta
tu kesî nagîje ku mirinê tune bike lê mirin di xwe de bimire nikare hukum li ser jiyana jiyanê
bike. Jiyana jiyanê ji bo mirina wê ye. Bê jiyan jiyan nikare bimire û bê mirin hukmê jiyanê
dimire.
SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê mirin mirin, bê jiyan mirin û bê jiyan jiyan nabe?
SEROK: Em dixwazin jiyanê bi mirinê bijînin. Bi mirina jiyanê mirinê bimirînin û mirinê li
ber jiyanê ji astengiyê derxînin. Jiyan xwe li mirinê bike xwedî, mirin nikare xwe li ber jiyanê
hilgire. Jiyan çiqas ji mirinê bireve, mirin ewqas dikeve pey jiyanê.
SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê jiyan mirin nabe. Mirin hem mirin e hem jiyan e. Jiyan
çiqas dijî ewqas najî. Mirin çiqas dimire ewqas namire. Jiyan bê mirin e lê mirin bi jiyan e.
Mirin kûr e yan jiyan? Jiyan dirêj e yan mirin? Jiyan berê ye yan mirin?
SEROK: Dibix rabe, zû biçe, fîlosof kete nav efkareke kûr. Ew êdî me ferq nake! Tu ji wî ji
xwe tutişt fam nakî.
SOKRATES: Jiyan bi çi tê pîvan? Mirin bi mêtre, bi elbik yan bi barê kerê tê pîvan? Baş
ker zêde dijî yan mirov? Eger mirov ji kerê zêde dijî, wê demê ker zêde dimire yan mirov?
Eger mirov ji kerê zêde dijî, ker bi aqil e yan mirov?...
Diyalog -VI -
Gelkujiya Almanya
SOKRATES
MacKANTHER û
SEROK
SOKRATES: Li gor min, mafê tukesî tune ku ji gelekî re, ji tevgereke azadî re bêje ew
terorîst in. Bêje jî, bê mane ye.
SEROK: Dev ji gotina terorîst berde, jiyana gelekî, tevgerekê qedexe dikin...
SOKRATES: Çawa? Kî dikare jiyana gelek qedexe bike.
SEROK: Birêz Sokrates, ger hun bala xwe hinek bidin ser buyerên dawî, gelek tişt dibin ku
tukes nikare ne tenê li ser xwe, li ser kesên din jî, bipejirîne. Birêz MacKanther berpirsiyarê
dewleteke bi hêz e. Hêza dewleta xwe li dijî gelên bêhêz pêk tîne; alîkariya kesên bihêz dike.
SOKRATES: Ez MacKanther nas nakim, ew Kurd e yan çi mirov e?
SEROK: Alman e. Lê ji netewî be ne muhîm e, muhîm ew e ku kesên wiha ji mirovahiyê fam
nakin. Têgihiştina wan ji mirovahî darê zorê ye, qiweta wan e.
SOKRATES: Çi karê vî camêrî bi Kurdan ketiye, camêr be tiştên wiha nake.
SEROK: Hun dikarin bi wî re baxivin û ji nêzîk ve binasin. Ew dijminiyeke tund li hember
gelê me dajo.
SOKRATES: Birêz MacKanther tu ji Kurdan çi dixwazî?
MacKANTHER: Ez ne li dijî wan im lê ew ji hedên xwe derbas dibin, mêvaniya xwe nizanin.
SOKRATES: Bawer nakim. Ger tu Xenophon yan jî, Minorosky ûyd. bixwînî, Kurd pir bi
edeb, mêvanperwer û camêr tînin ziman.
MacKANTHER: Ew Kurdên berê bûn lê yên niha terorîst in, zerar didin mafê me.
SOKRATES: Çawa yên berê, niha jî, dostên minên Kurd yên zor baş hene.
MacKANTHER: Hin Kurd hene em ji wan gelek razî ne; bêdeng in, em çi bibêjin rast
dibînin, dixwazin mîna me bikin. Tu zerar nadin mafê me.
SOKRATES: Ew çawa Kurd in ku giş gotinên we rast dibînin! Nebe têkiliya wan bi
Kurdan re tunebe? Ew kurdayetiya xwe bi çi diyar dikin? Her gel bi rengê xwe diyar be
dikare dostanî bi gelên din re ava bike.
SEROK: Kurdên me nikarin rengên gelê xwe diyar bikin.
MacKANTHER: Li welatê me rengê netewa Alman derbas dibe. Herkes rengê netewa xwe
diyar bike anarşî çêdibe, mafê me zerar dibîne.
SOKRATES: Bi diyarkirina rengên netewek, çawa netewên din zerar dibînin? Ew welat hîn
rengîn û xweşiktir nabe.
MacKANTHER: Lê di diyarkirina rengê Kurdan de zerarên me gelek in. Kurd têkiliyên me bi
dewletên dost re xirab dikin.
SOKRATES: Çawa?
MacKANTHER: Mînak, Kurd şerê xwe li Tirkiyê dikin em tişt nabêjin lê dixwazin li
Almanya jî şer bikin, têkiliyên me bi dewleta Tirk re kêm bikin.
SOKRATES: Em yek bi yek zelal bikin çêtir e. Berê mesela Kurdan. We got Kurd hene ku
mîna we dikin, ji gotina we dernayên.
MacKANTHER: Belê, ew Kurdên baş in.
SOKRATES: Hun çima alîkariya wan nakin daku ew bi ser bikevin û Kurdistanek mîna hun
dixwazin ava bikin?
MacKANTHER: Em naxwazin Kurdistanek ava bibe. Kurdistan ji bo me zerar e.
SOKRATES: We got Kurd gotina we dikin. Ji bo wan Kurdan ava bikin ku hun berjewendî jê
bibînin.
MacKANTHER: Hêzên wan nîne. Em pir dixwazin ew xurt bibin ku Kurdên terorîst kêm
bibin. Lê bê feyde ye, terorîst xurt dibin, ew nabin.
SOKRATES: Hun tu maf ji bo Kurdan layiq nabînin...
MacKANTHER: Çawa, em dixwazin lê têkiliyên me yên dewletî, navnetewî hene.
SOKRATES: We got Kurdên terorîst zêde dibin, yên baş nabin. Gelo ewên hun terorîst bi
nav dikin welatek, zimanek, alek, netewek naxwazin?
MacKANTHER: Dixwazin. Ala wan zerar dida me, me qedexe kir, daxwaza wana danîna
welatek em nikarin bipejirînin. Ji bo ziman û çand jî, em hin gavna dixwazin bavêjin lê tirsa
me ew e ku ji vê yekê terorîst feyde bigirin.
SOKRATES: Hun ji aliyekî naxwazin şer bînîn welatê xwe, ji aliyê din jî, li ser Kurdan zilm
dikin. Ev ne mixrik e? Ger hun bixwazin Kurd şerê xwe neynin Almanya, çima hun mafê
nefesgirtinê nadin wan? Hun timî peyva terorîst tînin ziman, ji min re wer dixuyê ku hun giş
Kurdan wiha bi nav dikin. Ev xetere û şaşiyek nîne?
MacKANTHER: Hun Ewropî ne, hun ji çanda me ne birêz Sokrates, ji we re çi hun Kurdan
diparêzin?
SOKRATES: Ez ne ji çanda we me. Çanda ez li ser pêl didim nivî ji Mezopotamya nivî ji
Misirê ye, ez bingeha xwe ji çandên giş gelan digirim. Hun me jî, dixwazin bikin şirîkê
karê xwe lê pêwendiya me mîna hun difikirin ne xurt e. Di dîrokzanî û nirxandina kevnedem
de gelek kêmasî û nerastî hatine holê. Nerastiyeke herî ber bi çav jî, ew e ku têkiliya me û
Ewropa mîna têkiliya rojhilat ne xurt e. Hun hertim tiştên baş û xweş ji xwe re yên xirab ji
kesên din re dineqînin. Ez ji dîrokê gelek polîtîkvanên mîna we dinasim. Bawer im hun bi
hişkayî û polîtîka xwe ya rojane nikarin dema hun tê de dijîn jî, bi serkeftinî derbas bikin.
Heyf! Piştî bi hezaran sal li ser demokrasiya Athen derbas bûye jî, tu pêşketin nebûye. Hun
hîn wê gotinê di devê xwe de dicûn û her diçe dirizînin û mirovahî jî, pê ve dirizê...
MacKANTHER: Min nexwast em bikevin nav gengêşiyeke kûr.
SOKRATES: Rast e, hun nikarin bikevin jî. Ez birêz Serok û gelê wî hin ji nêzîk ve dinasim,
daxwaza wan ji bo azadiyê dinasim û fam dikim. Hun bi hin termên qirêj dixwazin têkoşîna
vî gelî hêja û dîrokî winda bikin. Lê bizanin ku pir kes û dewletên xwedîtewan, ji we pir bi
hêztir vê daxwaziyê bi hezaran sal ne anîn cî; gelo wê temenê we, temenê dewleta we têr bike
ku hun vî gelî têk bibin, wiha kole zevt bikin?
MacKANTHER: Hun ajîtasyona terorîstan tekrar dikin birêz Sokrates, ne hedê min e we îkaz
bikim lê hun dikevin ser riya wan.
SOKRATES: Tabî ne hedê we û bavê we ye. Bavên we sêwiyên ber destê me bûn. Çi hedê
we ye hun me îkaz û îhtar bikin!
MacKANTHER: Birêz Sokrates hay ji gotina xwe hebin!
SOKRATES: Hun hay ji gotin û kirinên xwe hebin! Ez tucar wiha hêrs nebûbûm, niha we
emanetê birêz Serok dikim. Ez dixwazim berê hun pirsgirêkê hinek binirxînin, paşê ezê dîsa
vegerim ser axaftina xwe.
SEROK: Birêz Sokrates, tu dilê xwe hênik bigire, ev MacKanther û hukumeta wî ji bo gelê
me ji dîroka nûjen biçûkdem in. Rûreşiyên zû derçû ne. Wê mîna bayê derbas bin biçin.
Gelê me qedîm e.
SOKRATES: Rast e. Min ji mêj ve bi polîtîkvanên dewletfermî qise nekiribû, ez dibînim ku
rewş gelek xirab bûye. Dema me gelek pêşvetir bû.
SEROK: Pêşveçûna nûjendem ne raman û Mirovahî ye, piranî teknîkî ye. Hun dizanin
teknîk jî, kî bixwaze baş yan xirab dikare pêk bîne. Teknîk di destê dewletên dewlemend de
ye, li gor mafê xwe bi kar tînin. Em li dijî bikaranîna teknîkê nînîn lê li dijî bikaranîna wê ya
li dijî mirovahiyê ne.
SOKRATES: Baş e ku em di antîkdem de jiyane. Ez pir caran difikirîm ku nûjendem bi
teknîk û ronîleza xwe bigîje dema me baş e. Baş e ku mirovahî hîn negihîştiye konaxa
ronîlez. Wê bihatana bi teknîka xwe huzura me jî, birevandana...
MacKANTHER: Niha jî, nizanim hun qala çi dikin!
SEROK: Hunê hîç demek fam nekin, em qala çi dikin.
MacKANTHER: Rast e, zimanê me û terorîstan cuda ye.
SEROK: Tiştên em dikin terorîstî bin nebin, em ji we fêr bûne. Hun gelek tişt fêrî me dikin,
dixwazin bikin lê em naxwazin.
MacKANTHER: Niha ev ji kuderê derket, em terorîstî fêrî we dikin!
SEROK: Karxanên we hene?
MacKANTHER: Em di îndustrî de pir pêş ketine. Made in Germany li dinyê bi nav û deng
e, hun pê nehesiyane?
SEROK: Çawa! Em pê hesiyane. Piranî çekên dijminên me ji karxanên we derketine.
Teknîka mirin û kuştina gelê Kurd bi navê Made in Germany e. Em bi pêşketina teknîka we
bawer in. Ne ji teknîka çekên we bûya dewletên dostên we zû ve ji hev ketibûn, mafê gelê
me hatibû cî.
MacKANTHER: Em ji çekan bêtir makînên mezin çêdikin. Em tucar çekan nadin kesî ku
Kurdan yan jî, kesên din pê bikujin. Em hertim garantiya wê digrin ku li dijî sivîlan pêk neyê.
Ev îftîrayek e, ne rast e ku Kurd bi çekên me tên kuştinê.
SEROK: Hun ne tenê çekên biçûk didin Tirkiyê, rast e. Hun tank, top, helîkopter, firoke
ûwd. makînên gelek mezin jî, didin. Ji xwe ew makînên we zora gelê me dibin, gelê me bi
wan makînên we tên kuştin.
MacKANTHER: Di dinyayê de herkes tîcaretê dike, hun çima tenê me dibînin; em çek
nedin dewleta Tirk wê welatên din bidin. Bazar azad e, em mecbûr in malên xwe bifroşin.
Em nefroşin divê em karxanên xwe bigrin.
SEROK: Bazara azad heye, herkes dikare çekan bikire lê em bi çekên we dimirin. Hun
nefroşin, em dikarin zor bidin yên dinan jî. Hun ne tenê çek difroşin, hun alîkariya
dewleta Tirk jî, dikin.
MacKANTHER: Çawa? Em hîç alîkariya wan nakin.
SEROK: Hun polîs û tîmên taybetî perwerde dikin, hem li Almanya hem li Tirkiyê. Hun
pisporên xwe dişînin wê derê, qefle qefle tîmên taybetî perwerde dikin. Hun qefle qefle
tîmên taybetî tînin li Almanya perwerde dikin. Çima hun çavên xwe li van rastiyan
venakin? Ji ber ku mafê we di kuştina Kurdan de heye. Hun tîcareta xwe li ser kuştina
Kurdan ava dikin û gava Kurd li Almanya xwepêşandanek çêdikin hun hema polîsên xwe
dişînin ser wan. Hem li wan dixin, dixwazin meşa wan belav bikin hem jî, hema qala mafê
mêvanî û qanûnên sert dikin.
MacKANTHER: Kurd otobanên me dixetimînin, terorîstî dikin, pir fanatîk in.
SEROK: Mesela terorîstiya çi dikin, bi çavên we terorîstî çi ye?
MacKANTHER: Kurd fanatîk in, xwe dişewitînin...
SEROK: Edeba xwe bizanin, zimanê xwe dirêjî lehengî û cangoriya Kurdan nekin! Hun qala
otobanên xwe dikin, Kurd otobanên we dixetimînin... Hun nahêlin Kurd ji bo miriyên xwe
xwepêşandanek çêbikin. Malên Kurdan, gundên Kurdan, navçe û bajarên Kurdan, xweza
û heywanên Kurdan, daristanên wan, bi çekên we, bi alîkariya we dişewitin. Dê, bav,
zarûzêç tên kuştin, keç û xortên çeleng tên kuştin; di van kuştinan de şopa Made in
Germany eşkere dixuyê, gava Kurd li dijî van protesto dikin, xwepêşandanek li dar dixin,
hun hîn bi ser de polîs û tîmên xwe yên herî tûj dişînin ser wan, nahêlin ew qêrîna xwe jî,
bînin ziman. Bi ser de jî, hîn hun dibêjin Kurd terorîst in, fanatîk in.
MacKANTHER: Mafên me yên dewletî girîng in, em rê nadin ku kes zerarê bigîjînê.
Têkiliyên me yên navdewletî jî, ji bo me şert in, em naxwazin zerar bibînin. Kurd li
Almanya mêvan in. Mafê mêvanan nîne ku rabin xwe li ser otobanan bişewitînin.
SEROK: Hun pirsê hertim pir teng û biçûk digirin. Min qala şewitandin û xirabkirina
Kurdistan, kuştina Kurdan kir. Çima hun li ser vê yekê tişt nabêjin. Divê em li ser van
tiştan baxivin. Mirovek xwe bişewitîne, ev ne terorîstî ye, ew xwe feda dike. Lê çekdayîna
dewleta Tirk, alîkariya perwerdeya leşkerî û encama van xirakirina Kurdistan, kuştina
Kurdan; ev e terorîstî. Hun welatê Kurdan dişewitînin, Kurd dixwazin meşek li welatê we
bikin vê yekê protesto bikin, hun qala terorîstî û mafê mêvanî dikin. Hun Kurdan dikujin,
Kurd naxwazin bimrin, derdikevin ser cadeyan diqêrin, hun dibêjin ew fanatîk in, rêyên me
dixetimînin. Hun pirsê hertim biçûk û basît dikin. Pirs ne ewqas sivik e. Hun çiqas zêde
biqêrin, dengê we, dengê medya û çapemeniya we çiqas bilind be jî, nikarin ji neheqiyê
bifilitin. Tecrubeyên we yên sedsalan jî, we ji rewşa rûreşiyê xilas nake. Ji bîr nekin, Kurd
bi sebir in û dijminiya tu gelan nakin. Hun çiqas bên ser me, rewşa rastî ji gelê Alman
veşêrin jî, nikarin heta hetayî wiha bidomînin. Dengê gelê me nizm be jî, kêm be jî, hêdî
hêdî digîje gelê Alman û gelên din.
MacKANTHER: Kurd hemû ne mîna we ne. Em bi we re têkilî çênakin. Kurdên baş hene.
Emê bi wan re têkiliya xwe deynin. Hun zerar didin mafên me yên aborî û siyasî, em
naxwazin ji rûyê we zerarê bibînin.
SEROK: Baş e, ev rewşeke polîtîk e, hun çima di bin navê qanûnan de dajon û dibêjin ku
Kurd bêqanûnî dikin? Kurd bêqanûnî nakin. Hun zor didin huquqên xwe, bingeha qanûnên
xwe qels dikin. Pirs polîtîk e, ne huquqî ye, hun çima qedexe di bin navê qanûnê de datînin.
Em ji dîroka we zanin, tecrûbeyên we hene, hun bixwazin dikarin di nav demeke kin de giş
huquq û qanûnên xwe, demokrasiya xwe bigrin bin lingan û mêvanên xwe yên Kurd bavêjin
derve yan ji holê rakin. Hun bi hêz in. Hêza we li ser teknîk, derew û demagojî ye. Hun qala
Kurdên baş dikin; mîna birêz Sokrates anî ziman, hun çima alîkariya wan nakin, dibistan û
derfet ji wan re venakin? Ji ber ku hun jî, baş dizanin, Kurdên we yên baş ji Kurdan gelek
dûr in û tu têkilî û tesîra wan li ser Kurdan nîne. Hun ketine rewşeke wiha ku nikarin jê
derkevin. Hêdî hêdî rewşa we xwe digîjîne rewşa dewleta Tirkiyê.
MacKANTHER: Hun nikarin şerê xwe li ser xaka me bikin. Mesele li Tirkiyê ye, biçin li
wê derê çareser bikin. Em rê nadin ku Almanya bibe ciyê şer. Emê di nav çarçova
qanûnên xwe de rê nedin hun şerê xwe bînin welatê me.
SEROK: Tu niyeta me tune ku em şer bînin Almanya nîne. Hun berî hertiştî alîkariya xwe
ya Tirkiyê di bin çav re derbas bikin. Derd û kulên we em baş fam dikin. Bi gotina Kurdên
baş hun dixwazin mesajan bidin me ku em xwe biguhirin, ramana xwe biguhirin, armanca
xwe, şexsiyeta xwe biguhirin, lê ev xewn û xeyalek e ku hunê tucar nebînin. Em çawa bin
wisa ne, mîna xwe ne, ger hun bixwazin pirsa Kurd çareser bibe dev ji Kurdan berdin, wan
rehet bihêlin, alîkariya dijminên wan nekin.
MacKANTHER: Kurd hertim sembolên qedexe şanî didin. Sembolên qedexe şanî nedin
polîs hêrîş nabe ser wan. Divê hun hurmet ji qanûnên me re nîşan bidin.
SEROK: Ne hedê kesî ye ku sembolên Kurdan qedexe bike. Kurd bi salan e di bin sembolên
xwe de şer dikin, ji bo sembolên xwe xwîna xwe dirjînin. Qanûnên sembolên gelan qedexe
bikin ne hêjayê hurmetê ne. Ew ne qanûn in, biryarên polîtîk in. Bêguman hurmeta me,
hurmeta gelê me ji gelên din re, ji qanûnên gelan re heye, lê ew qanûn jî, divê qanûn bin, ne
mîna polîs û leşkeran bin. Huquq, polîs û leşker naşîne ser gelekî û paşê nabêje hurmeta
me bigre. Gelê me hurmeta zordarî bigirta niha bûbû dîrok, li rûçkê dinyê nemabû. Dewleta
Tirk, Ereb û Ecem jî, hertim gelê me bi bêqanûnî îtham kirine. Dewletek dest bavêje
bêqanûniyê, pir zêde behsa qanûnan dike; hêviya min hun ji xeletiya xwe zû paş ve vegerin.
MacKANTHER: Ger hun bixwazin di nav aşîtiyê de bijîn, pêwîst e mîna me bikin, li dijî
gotina me dernekevin. Helbet emê rojek fikra we bikin...
SOKRATES: Birêz MacKanther, bi rastî ez nizanibûm ku qanûnên we evqas bê adalet in.
Hun bi vî awayî ne mafên xwe, hunê nikaribin qanûnên xwe jî, biparêzin. Ez vêga baş
têdigîjim ku qanûnên we zordarî, mafên we gelkujî pêwîst dibînin.
SEROK: Birêz Sokrates ne hêja ye tu serê xwe bi van tiştan biwestînî; ez bawer im,
MacKanther baş dizane ku ew neheq e, sîstema wan neheq e, lê parêzkerê wê sîstemê ye. Ew
dizane ku jiyana wî û ya pir kesên din rehet e, ji ber ku gelek kesên din dimirin. Ew jiyana
xwe û dewleta xwe li ser kuştina gelan ava kirine. Do Cihû bûn, îro Kurd in, kî dizane sibê
kîjan gel e!
MacKANTHER: Huquqa me li dijî mafê we be jî, hun divê hurmet nîşan bidin...
SEROK: Yanî em hurmet nîşan bidin ku di kuştina me de mafê we heye!
MacKANTHER: Em we nakujin, pirsgirêka we ne bi me re ye, bi Tirkan re ye.
SOKRATES: Hun dostên dewleta Tirk in. Em ji dostaniya we re tişt nabêjin, li hev mibarek
bin, lê hun çima çek, tank, top didin wan, pere didin wan, tîmên taybetî perwerde dikin?
MacKANTHER: Na, em dewleteke huquq in; mafên me yên siyasî, navnetewî hene. Em mafê
xwe diparêzin. Heqê her dewletek heye ku parastina hebûna xwe, parastinê mafên xwe bixe
pêşiya hertiştî. Bila Kurd jî, mafê xwe biparêzin, me negotiye bila neparêzin; ger parastina
mafê wan zerar bide me, heqê me heye ku em qebûl nekin, li dijî rawestin.
SEROK: Pir baş, bi kêmayî hun hêdî hêdî hînê rastiyê dibin birêz MacKanther. Em jî, ji we
daxwaz dikin ku hun hertim wisa vekirî bipeyivin, xwe nespêrin paş huquq û qanûnan.
Mafên we yên aborî, siyasî, dewletî li pêş huquq û edaleta we ne; em dixwazin hun hertiştî
wisa vekirî deynin holê, berovajî nekin.
SOKRATES: Ez ecêbmayî me. Zimanê min nagere êdî tiştekî din bibêjim. Baş e ku ez û
MacKanther ne hemdemê hev in. Bawer im wê di kuştina min de jî, tiliya vî camêrî hebûya.
Ji bo jiyana xwe yâ qirêj bidomîne, ev camêr dikare hertiştî bike. Tu gotineke min ji wî re
nemaye birêz Serok; ez naxwazim di sohbeta namerdên gelkujan de zêde beşdar bimînim.
SEROK: Bîna xwe teng neke birêz Sokrates; tu bînfireh û zanayekî berz î. Ez jî, heyf dibînim
ku tu gotinên xwe yên xweşik, demên xwe yên biha bi vî camêrî re derbas bikî. Min dixwast
tu carek binasî, ka kî dixwaze xwedî mîrasa we derkeve û bi wê mîrasê barbariya xwe
veşêre.
SOKRATES: Ez êşa Kurdan hîn bêtir fêr dibim. Heta Kurd bigîjin azadiyê, ezê xwe Kurd
bihesibînim. Ji îro pê ve ez jî, Kurd im û ezê li dijî barbariya ku maskeya demokrasiyê ji xwe
re dike perde tê bikoşim.
MacKANTHER: Ez bi guhên xwe bawer nabim.Birêz Sokrates dixwaze bibe terorîst...
SEROK: Hun nizanin ka wê hîn kî bibin terorîst; J.W. Geothe, K. Marx, F. Sçiller, F.
Engels, H. Heine, R. Luxemburg, F. Nitsçe, K. Liebkneçt, A. Bebel, W.A. Mozart û bi
hezaran nivîskar û hunermendên Alman yên kevn û nû.
MacKANTHER: Ev tiştên hun dikin bê qanûnî ne. Hun nikarin van kesan hemû bixapînin,
bigrin aliyê xwe!
SEROK: Qanûn ji bo we çi ye? Hun qanûn û rêkûpêk nafikirin. Mesele ew e ku mirov çi
dike bike, di bin navê qanûnê de bike, neyê girtin; tiştên dike dizî bike. Emê qanûna xwe bi
xwe çêbikin lê ne mîna we. Emê vekirî bikin: Maf, ne tenê li gor hêz û meziniyê ye. Emê
nehêlin ku masiyên mezin masiyên biçûk daqurtînin. Di qanûnên we de gelkujî, bi zorê
xwedîmafbûn heye, emê hewil bidin ku nekevin xeletiya we.
MacKANTHER: Min dixwast bêjim...
SEROK: Ji bo we kesên bêqanûniyên mezin dikin gerek neyên girtin. Ger bên girtin jî, roja
din serbest in, lê kesên biçûk û jar tiştek bikin, mîna kêçek tên perçiqandin. Huquqa we
ne ji bo qelsan e, ji bo xwedîhêzan e. Alîkariya we hertim ji bo dewletên metîngeh e. Mirina
mirovan astengî li ber firotina çekên we nake. Hun her diçe zêde çekên modern çêdikin û
didin dewletên serdest. Ji bo we tenê tiştek girîng e: Hauptsaçe die Kasse stimmt (Mesele
kasa tijî be).
Diyalog -VII -
Etîka Moral û Raman
SOKRATES
ISVANES, YASKO û
SEROK
SEROK: Birêz Sokrates, îro du mêvanên me yên hêja û zana li vê derê ne. Hêviya min ew e
ku em bi hev re sohbeteke xweş bikin.
SOKRATES: Ez pir bextiyar dibim, gava hin mêvanên birêz, zanayên Kurd dibînim. Dilê min
xweş e ku ez carcaran bi Kurdên jîr re jî, sohbet dikim; ez bi xwe ji xwînmijên pozbilind
mîna MacKanther pir aciz im û eger mafê Kurdan tê de nebînim bi kesên wisa re hîç sohbet
nakim.
SEROK: Xwînmij û gemar ciyê xwe di sergoya dîrokê de dibînin; dîrok kesên wisa ef nake.
Kesên mîna Meletos, Anîtos û Lîkon ku biryara kuştina te dan, îro di sergoya dîrokê de ne;
tu hîn bêtir bi heybet dijî. Dîrok ronahiya rastiyê ye, tariyê mahkum dike.
SOKRATES: Birêz Serok tu peyvên gelek xweş dikî. Peyvên te çiqas rast in! Rastî carna di
jiyana mirov tê de ye zor e, nayê kişandin lê paşê ku mirov difikire, poşman nabe ku
tiştên rast kirine. Baweriya min ew e ku hin kes wê ciyê xwe di sergoyan de jî, nikaribin
bibînin.
SEROK: Rast e. Mirov vê yekê jî, ez bawer im pêwîst e bîne ziman ku hertişt bi du aliyan e;
welew ku mirov carna aliyek bibîne aliyê din nebîne jî. Baş û xirabî jî wisa...
SOKRATES: Mirov baş li xirabî bikole, ji ber pêşderxistina başî eynik e. Tûj û kûr, tûj û
kor, tûj û şirîn çiqas dijbertî bikin jî, yek tişt in. Newal berovajî bikî ji çiya dûr nakeve.
Mirov xwe ji ciyê xwe hîç tev nede jî, di saniyê de 30 kîlometir hereket dike, ji ber ku cîhan
li dora xwe û rojê dizîvire...
YASKO: Birêz Sokrates, birêz Serok hun pir kûr biçin, ez bi we re nikarim bigîjînim, ji
kerema xwe me jî, di nav sohbeta xwe de bi cî bikin!
SEROK: Bibuhrin, bi rastî em dixwazin bi hev re sohbet bikin, me ji nişka ve dest pê kir...
SOKRATES: Li me bibuhrin birêz Yasko û birêz Isvanes.
ISVANES: Na, hun tiştên girîng dibêjin. Hun bipeyvin, emê paşê ramana xwe bibêjin. Ne
wisa ye birêz Yasko?
YASKO: Belê. Lê em pêbigîjin çêtir e.
SEROK: Belê. Birêz Sokrates rast e: Mirov li ciyê xwe bisekine jî, di saniyê de 30 kilometir
hereket dike, lê ev hereket pasîv e. Mirov bi xwe nake, bi hereketeke mezin re kaş dibe, yanî
bê daxwaza xwe pê re ye...
SOKRATES: Bi daxwaza xwe mirov nikare ewqas zû bilive. Mînak mejiyê mirov bixwaze
dikare ji hereketa cîhan û rojê zûtir be. Lê her mejî vê zûbûnê ranake. Zû û hêdî jî, du aliyên ji
hev dûr û gelek nêzîk in, mirov dikare bibêje di nav hev de ne.
SEROK: Ferqa wan ne di hereket, di rawestana wan de ye. Em mînaka mejî bigrin; mejiyê bê
hereket mejiyê mirî ye. Hin mejî bê hereket dixuyên lê di nav wan de bahoz û bager dilivin.
Gava mirov li ronahiyê binêre tu hereket nabîne, lê leza ronahî di saniyê de 300 hezar
kîlometir zû ye. Ronîlez lezek e ku heta vêga jî, tu lez ji wê zûtir nîne. Li gor baweriya min
leza mejiyê ji ronîlez jî, hîn bi leztir e.
SOKRATES: Ger mirov rê li ber leza mejiyê negire, rast e. Mejî di lez de bê pîvan e. Kesên
leza mejiyê xwe hêdî dikin, ber lê digrin, xwe ji rizînê nikarin bifilîtînin.
SEROK: Belê, mînak hun ji ber ku di mejiyê xwe de zû ne û hertim di hereketa mejî de ne,
em dikarin di saniyê de 2400 sal bigîjin hev.
SOKRATES: Tenê hereketa mejiyê min têr nake. Pêwîst e du mejî di hereketê de bin daku
bigîjin hev. Di pêvejoka we de bi mîlyaran mirov dijîn lê ez bixwazim jî, bi wan re nikarim
Dostları ilə paylaş: |