ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə162/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   158   159   160   161   162   163   164   165   ...   206

Serok Û Sokrates


D i y a l o g

Hüseyin Kartal

1998

PROLOG


SEROK: Ma emê çima bikevin nav diyalogan? Eger em bi xwe bixwazin baş e lê çi karê

nivîskar bi me heye ku gotinan bi me bide gotin?

SOKRATES: Bi rastî mafê tu kesî tune ku bi me gotinan bide gotin. Mesela Platon bê haya

min bi cîldan pirtûk ji devê min nivîsandine, ez nizanim çi bikim?

SEROK: Divê em pirsa mafê nivîskar zelal bikin. Gelo nivîskarek dikare bê haya mirov li ser

mirov tiştna binivîsîne?

SOKRATES: Baş e, ev nivîskarê ku dixwaze li ser me tiştna binivîsîne çi nivîskar e?

Xwediyê çi cesaretî ye yan xwe çi dihesibîne ku quretî dike, dibêje ew nebe, em nikarin

bikevin pêwendiyê?

SEROK: Wî bi xwe divê em nas kiribin, beriya nivîsa wî bi salan ez û tu em di pêwendiyê de

bûn û metodên me eynî bûn. Vêga rabe quretî bike eyb e ji wî re.

SOKRATES: Pirsgirêk ev e ku emê bi wî re çawa bikevin têkiliyê, divê em pirsên xwe ji wî

bikin ka ew çi, çima, çawa difikire?

SEROK: Em bi wî re hertim di têkiliyê de ne lê têkiliya me bi xwe, rê nade ku em bi wî re

bipeyivin.

SOKRATES: Çawa yanî?

SEROK: Cesaret nake derkeve pêş me. Dixwaze dûrî me bi me re be û xwe di nav çar

dîwarên mala xwe de hepis kiriye, van tiştna dinivîsîne.

SOKRATES: Derkeve pêş me, bi me re bipeyive nikare hîn bêtir û xurtir binivîsîne?

SEROK: Ew dixwaze ji tesîra me dûr bimîne. Li gor fikrên wî divê nivîskar azad be.

SOKRATES: Bila dîsa azad be, ma em jê re nabêjin wiha û wisa binivîsîne. Ma mafê me nîne

ku em li ser tiştên derheqê me de tên nivîsandin agahdar bin?

SEROK: Ew dibêje kengê nivîs tewa bû mafê Serok û Sokrates heye ku li ser wê ramana xwe

diyar bikin, rexne bikin. Ya rastî ez naxwazim xebera min ji karê nivîskaran hebe ka ew çi

dinivîsînin ji ber ku gava mirov ramana xwe bibêje, dibe ku di tesîra wê de bimînin.

SOKRATES: Tu dibêjî, em dev jê berdin, ew çi dinivîsîne bila binivîsîne?

SEROK: Tu çi difikirî?

SOKRATES: Ez çi bifikirim, nivîskar wê gotinên li gor dilê xwe bixe devê min. Ez

bixwazim nexwazim ewê gotina xwe bike, ne çêtir e ku em dev jê berdin?

SEROK: Belê, çi dinivîsîne ew û wîjdana xwe.

SOKRATES: Ya bê wîjdan be, li me îftira bike?

SEROK: Dîsa ew û wîjdana xwe. Em ji xwe bawer in; kî çi dibêje, dinivîsîne ew zane!

SOKRATES: Ez jî, mîna te difikirim.

SEROK: Wê demê em dest bi diyalogên xwe bikin.

Diyalog - I -

Kevir û Serê Kurdan

SOKRATES û SEROK

SOKRATES: Te got kevir li serê Kurdan bikeve, serê wan naşkê kevir dişkê?

SEROK: Belê, lê ne her car.

SOKRATES: Ev tiştekî gelek ecêb e, ez dixwazim zanibim, mebesta te çi ye?

SEROK: Ez dizanim tu fîlozofekî pir mezin î, te mebesta min fam kir.

SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir

dişkîne yan na û eger dişkîne, çawa? Ma kevir ji serê mirov ne hişktir e?

SEROK: Kevir ji serê mirov hişktir e. Tu van tiştan baş dizanî, lê ez metodên te dinasim;

tu dixwazî cewhera her gotinê bi pirsên hêsan zelal bikî.

SOKRATES: Tewecuha te ye.

SEROK: Ez pircaran ramankevirên gir davêjim serê Kurdan, lê kevirên min parçe parçe

dibin û plansaziya min mîna dilê min dixwaze pêk nayê.

SOKRATES: Ecêb e, ev Kurd çi mirov in?

SEROK: Di dema we de ji Kurdan re digotin Mad, Kardox ûwd. Rola Kurdan di dîrokê de ji

rola gelên din ne kêmtir e. Lê rewşa strateciya welatê wan hîştiye ku ew bi hezar salan di

bin destê dagîrkeran de bimînin...

SOKRATES: Pirsa kevirê...

SEROK: Belê, ezê bêjim.

SOKRATES: Gelo kevir hişk e yan serê Kurdan?

SEROK: Ma tu dizanî ku kevir ji serê mirovan hişktir e.

SOKRATES: Lê ez nizanim ka kevir ji serê Kurdan jî, hişktir e yan na. Ji ber ku min tucar

serê Kurdekî bi kevir re nedaye ber hev.

SEROK: Mebest ne hişkbûna hestî û goşt e.

SOKRATES: Mebest mejî ye?

SEROK: Belê, Kurd jî, ji gelên din ne cuda ne. Bi aqil in, lê her tim ji bo mafê xwe nafikirin.

Ji bo xwe ne ewqas berepêş difikirin. Kes tên welatê wan digirin, li wan dixin, zar û zêçên

wan dikujin, ew ji vê yekê re tu çare nabînin. Yek çare bide pêş wan jî, bi cî naynin.

SOKRATES: Hîç şer nakin?

SEROK: Dikin. Pir caran şer dikin lê dost û dijmin ji hev cuda nakin. Başî û xirabî ji hev

cuda nakin...

SOKRATES: û diçin serê xwe li keviran dixin, dişkînin?

SEROK: Mirov dikare wisa bêje. Lê di cewherê karê de mejiyê xwe bê ku bigîje kevir parçe

dikin. Kevir li ba mejiyên wan nerm dimîne.

SOKRATES: Ez hîç tişt tênagîjim.

SEROK: Dema hun di ´demokrasiya Athen´de dijiyan, demokrasî hîç tunebû. Ji wê rojê heta

roja me 2394 sal derbas bûn, demokrasî hîç çênebû, lê dîsa navê wê di devê herkesî de ye.

Te digot ku herkes mîna hev bi aqil e. Tu li ser kolanan digeriyayî û bi herkesî re dipeyivî We

digot kole jî, bi kêmayî mîna yên ne kole bi aqil in, lê we tenê bi peyv digot, we tu rêxistin

ava nekir. Dîsa jî, ew demokrasiya bi navûdeng te kişand sêpê, bi dar ve kir. Rast e te

lehengî kir, dev ji gotina xwe berneda, xwe fîda kir, lê ji vê yekê çend kes ders girtin?

SOKRATES: Nizanim.

SEROK: Tenê Platon piçek jê ders girt û têgihişt ku tu demokrasî tune.

SOKRATES: Platon xortekî baş bû.

SEROK: Ji ber ku kevir ji serê wî hişktir bû.

SOKRATES: Nizanim, min hîç kevir li serê wî nexist.

SEROK: Min jî, hîç kevirê kevir li serê Kurdan nexist.

SOKRATES: Tu çawa dizanî ku serê wan ji kevir hişktir e?

SEROK: Dema wan tu bi dar ve kirî şûn ve di mejiyê mirovahiyê de guhertin çêbûn. Platon

ûwd. xwe li ser jiyana civakê bi fîlosofî kûr kirin. Mirovahî gelek nirxên hêja ava kirin.

SOKRATES: Ji wê demê re dibêjin antîkdem (kevnedem).

SEROK: Antîkdem dema destpêka rûmetên raman û avahiyê ye. Lê hîn çar sed sal derbas

nebûn ku dema herî xirab di dîroka mirovatiyê de dest pê kir.

SOKRATES: Bawer im yekî bi çarmixê kirin, ne?

SEROK: Jê re digotin Isa. Piştî wî bi çarmixê kirin çend sedsal şûn ve demeke dest pê

kir ku ji aliyê pêşveçûnên raman û avahî zor xirabî berepêş xist.

SOKRATES: Ji wê demê re nabêjin Navîndem, yan jî, tarîdem?

SEROK: Belê.

SOKRATES: Di Navîndemê de serê desthilatdaran ji kevirê ne hişktir bû?

SEROK: Mirov dikare wisa bêje.

SOKRATES: Ma serê Kurdan di wê demê de ji kevirê ne hişktir bû?

SEROK: Mirovahî, di pêvejoka vê demê de pir zor û zehmetî kişand. Hezar sal zêde di vê

dema tarî de çîrûskên ronahiyê dem bi dem vedidan, lê zû dihatin fetisandin. Gelek kesên

mîna we hêja di vê demê de hatin kuştin. Avahî hatin xirakirin.

SOKRATES: Na, ez bi hêja û nehêja bawer nakim. Tenê dikarim bêjim ku serê min ji kevirê

nermtir bû û gava kevir lêxistin dîsa jî, neşikiya lê ez mirim.

SEROK: Belê her tişt di vê gotina we de veşartî ye. Hun nemir in, hun dijîn. Herê serê we

neşikest lê pelixî, mejiyê we belav bû, xwe berda ser cîhanê. Piştî hezar salî zêde derbas

bûn, dem dîsa xwe guhert. Nûdem dest pê kir. Lê nûdem jî, di nav xwe de beş bi beş heta

dema nûjen belav bû. Mirovahî pir pêş ve ket. Mirovahî çiqas pêş ve ket ewqas jî, paş ve

çû...


SOKRATES: Ez tênagîjim, mesela kevirê û serê Kurdan!..

SEROK: Ne tenê. Ew dilopek ji deryayê bû. Rast e, mirov bi teknîk û raman pêş ve çûn. Lê

her pêşveçûn bi xwe re paşketinek jî, tanî.

SOKRATES: Ev ne zagona suruştê yê.

SEROK: Ne tenê. Zagona suruştê her tim pêş e. Lê carna hêz û bedewiya pêşketinê bi

felaketek ji holê radibû, mirov pir tiştan ji nû ve dest pê dikirin.

SOKRATES: Çawa?

SEROK: Wekokek herî teze ew e ku hin dewlet bi duruşmên armancên Mirovahî ava bûn û

carekî din têk çûn. Ji ber ku tenê duruşme nikarin jiyana civakê bidomînin, pêwîst e

duruşme di jiyanê de pêk bên, li anegora jiyanê bin. Her tişt ji nû ve divê bê hêzkirin...

SOKRATES: Baweriya min bi qiweta raman heye.

SEROK: Em bên pirsa serê Kurdan û kevir.

SOKRATES: Ez pir bi heyecan im.

SEROK: Mînak ez sed caran gelek pirs bi komikên mirovan re zelal dikim...

SOKRATES: Ez hêza te ji hêla rêxistin, raman ûwd. baş dizanim.

SEROK: Lê pir caran cardin vedigerim û ji serî ve dest pê dikim.

SOKRATES: Sebr û heyecana te ji bo kar baş hîs dikim..

SEROK: Mînak ez carna gotinek li ser beşekî civakê dibêjim, şaş tê famkirin. Gava

dilêşiya xwe li ser hin awayan diyar dikim, hinek hene bê ku tê bigîjin ez çi dibêjim, min

tekrar dikin...

SOKRATES: Tekrar baş e...

SEROK: Tekrar baş e, eger mirov bi naverokê baş tê gihîştibe. Lê mirov tê negihîştibe

tekrar pir zerar e.

SOKRATES: Tu pir bi êş î...

SEROK: Ji êşa xwe çareyan derdixim. Pir kes ne êşa min ne jî, çareyên didim pêş fam

dikin.


SOKRATES: Lê dîsa jî, mîna ku fam kiribin şanî didin?

SEROK: Hîn xirabtir. Pir caran avahiyên pêkhatî xira dikin, ramanên serkeftî vala derdixin.

SOKRATES: Heyf. Ev çi mirov in, çi kar dikin?

SEROK: Piranî ji wan wezifeyên gelek pîroz hilgirtine ser milên xwe. Hin duruşman

davêjin, lê mana wan duruşman di jiyanê de çi ye(?) li ser nasekinin. Tu dibêjî qey mirovên

navîndemê ne.

SOKRATES: Mînak ji kerema xwe...

SEROK: Mînak ez dibêjim, gundîno hun xwedî li welatên xwe dernakevin, tirsonek in, li ber

leşkerekî dilerizin; roja din gelek kes hene ku xwe rewşenbîr dibînin, bi dev hêrîş dikin

gundiyan. Ji ber ku bingeha gotinê nafikirin, dest bi dijûnan dikin.

SOKRATES: Ew çawa rewşenbîr in? Ma çima gelê xwe, gundiyên xwe hişyar nakin,

eger bi xwe hişyar in?

SEROK: Roja din ez gotinek li ser rewşenbîran dikim, dibêjim rewşenbîrên Kurd bi

wezîfên xwe ranabin, ronahiya serê xwe gur nakin û nadin gelê xwe. Ez dixwazim hemû bi

kar hev mezin bikin, mezin bifikirin, çalakiyên mezin bikin, herkes ji yên din fêr bibe; lê hin

ji wan radibin dixwazin dersê bidin yên din. Ez dibêjim pirs têgihiştina demê ye, hinek

radibin mîna mamosteyên dibistanan dûr û dirêj li ser ´rewşenbîr çi ye´ dipeyivin; ma yekî

ku nizanibe rewşenbîr çi ye, ji xwe çi têkiliya wî bi rewşenbîran re heye. Gava ez hin

nirxandinên wisa dikim, hema hin kes dest pê dikin, rewşenbîran didin ber dijûnan; tiştên

ecêb dibêjin. Ji wan re dibêjin hun kûsî ne, nizanim çi ne...

SOKRATES: Qey ji ber kûsîtî serê wan kevir dişkîne?

SEROK: Pirsên provokatîf dikî Sokrates!

SOKRATES: Bibexşe! Bi rastî karê we pir zor e. Ez ji mamostetî bêtir xwe timî şagirt

dihesibînim. Ez dixwazim ji Kurdan û li ser Kurdan hûrkolînek çêbikim. Hêvî dikim ku emê

hîn pir diyalogan deynin. Ez nizanibûm ku Kurdbûn evqas zor e.

SEROK: Mesele ew e ku mirov bersiva pirsên zor bide, kar û barê mirov çiqas zor be jî, xwe

bêçare nebîne. Ez mirovên Kurd baş nas dikim, ji wan ne bêhêvî me. Helbet emê diyalogên

xwe hîn bidomînin...

SOKRATES: Tu dibêjî wê rojek bê ku wê kevir karibe serê Kurdan bişkîne?

SEROK: Tu pirsê pir baş fam dikî. Ew roj ne dûr e.

Diyalog -II -

Form û Giyan

SOKRATES

REWŞENBÎR, NALSRAZOB û

SEROK

SOKRATES: Ka ji min re diyar bikin hun çawa rewşenbîr in; navê we rewşenbîr e, yan jî,



beşê hun li ser dixebitin wisa bi nav dibe?

REWŞENBÎR: Bibuhre mîrza Sokrates, ez baş tê negihîştim, hun ji min çi bersiv

dixwazin?

SOKRATES: Mirov pirsan bi pirs nabersivîne. Baş e, ka ji min re diyar bikin maneya

rewşenbîr mîna nav û maneya rewşenbîr mîna jiyan yektişt in yan na?

REWŞENBÎR: Ez dibêjim ne yektişt in lê hevbeş in.

SOKRATES: Yektişt bi xwe yektişt e yan dibe pirtişt? Eger yektişt dibe pirtişt, çima

em dibêjin yektişt û eger pirtişt yektişt e, çima em qala pirtişt dikin?

REWŞENBÎR: Ez dibêjim yektişt nikare bibe pirtişt, eger ew bi rastî yektişt be û tiştek

pirtişt be, ew jî nabe yektişt.

SOKRATES: Hun bi bersivên xwe pir bi lez in. Birêz Serok ji min re gotibû ku kesên xwe

rewşenbîr dibînin, bê ku têbigîjin pirs çi ye bersivan didin. Birêz Serok tu dixwazî ramanên

xwe li ser rewşenbîran ji min re zelal bikî?

SEROK: Ez dixwazim hun hinek din berdewam bikin, bawer im wê ji ramanên min re pir

gerek nemîne, gava ez te gohdarî dikim, pir tişt fêr dibim. Bila kesên xwe tiştek dibînin

piçek di nav lepên we de nezaniya xwe bibînin.

SOKRATES: Tu pir bi sebir î.

REWŞENBÎR: Birêz Sokrates wisa dibînim ku hun bi bersivên min ne dilxweş in!

SOKRATES: Ez ji her bersivan ders derdixim, gelek tişt fêr dibim. Hun ji xwe re dibêjin “ez

rewşenbîr im?” Gava dibêjin çima dibêjin?

REWŞENBÎR: Hun jî, ecêb in, ji ber ku ez nivîskar im, min zanîngehê tewa kiriye, ez tixtor

im, abûqat im, navê min heye, ma ev hemû ne bes in?

SOKRATES: Giyan û raman beriya her tiştan tên. Beriya ku forma mirov, yanî laşê mirov

hebe jî, giyan û raman hene, lê ne xwedîqalib in. Kengê qalibê xwe dibînin tê de bi cî dibin.

REWŞENBÎR: Çi pêwendiya vê gotinê bi axaftina me heye?

SOKRATES: Carna giyana mişkekî belkî bi şaşî bikeve şêrekî; ma ew şêr pisîkê bibîne

nareve, ji tirsan xwe venaşêr e?

REWŞENBÎR: Belê.

SOKRATES: Em bêjin giyana şêrekî bikeve mişkekî, wê demê ku mişka şêrgiyan

pisingê bibîne qey dibeze?

REWŞENBÎR: Bawer nakim, ji ber ku mişk xwe mîna şêr dibîne.

SOKRATES: Baş e; ma pising wê hêrîşê mişkê şêrgiyan neke û wî parçe neke, nexwe?

REWŞENBÎR: Belê, ji ber ku ew dîsa mişk e.

SOKRATES: Em bêjin, mirovek heye, ne zana ye lê xwe zana dibîne. Xwe çiqas zana,

pispor bihesibîne jî, nizane. Gelo ne mumkun e ku giyana yekî zana ketibe forma yekî nezan

û herdu li hev nayên. Em bêjin giyana goştfiroşekî (qesab) ketibe qalibê tixtorek, gelo ew

qalibtixtor wê bikaribe li nexweşan mêze bike, derman binivîsine?

REWŞENBÎR: Bawer nakim.

SOKRATES: Emê hêdî hêdî hevdu fam bikin...

REWŞENBÎR: Hêvî dikim...

SOKRATES: Em bêjin kesek heye xwe rewşenbîr dibîne, lê giyana wî ne giyana

rewşenbîrek e, giyana kûsiyek e. Forma wî jî, forma rewşenbîr e. Gelo wê kûsîgiyan karibe

welew ku di qalibê rewşenbîrekî de be jî, bigîje têgîştin û afirandinên rewşenbîrgiyanek?

Em bêjin di qalibê rewşenbîrekî Kurd de giyana biyaniyek heye û ev giyan ne kurdperwer e;

ma wê dilê wî rewşenbîrî bi Kurdan bişewite, ji bo gelê Kurd xebat bike?

REWŞENBÎR: Çi pêwendiyên van pirsan bi min re hene birêz Sokrates?

SOKRATES: Bi rastî kevir ji serê Kurdan nermtir e. Ez dixwazim bersiva ´çi pêwendiyên

van pirsan bi te re hene´ birêz Serok bide.

SEROK: Min qala kevir û serê Kurdan kiribû...

SOKRATES: Ya rastî vêga baş têdigîjim, mebesta we çi bû.

SEROK: Yek û yek dibe çend birêz Rewşenbîr?

REWŞENBÎR: Yek û yek dibe dido, ma ev çi pirs e?

SOKRATES: Hun pir bilez in birêz rewşenbîr...

SEROK: Çima yek û yek dibe dido, ji kerema xwe Nalsrazob tu bersiva min bide!

NALSRAZOB: Hin tişt hene bê sedem in, ne pêwîst e mirov li egerên wan bigere.

SOKRATES: Bê eger hîç tiştek nîne. Eger bê eger be ew tenê hînbûneke şaş e.

REWŞENBÎR: Bi rastî êdî pênagîjim hun çi dibêjin..

SEROK: Tişt nabe, tu ji xwe li paş hertiştî mayî... Yek û yek dido ye û ne dido ye jî.

Rewşenbîr rewşenbîr e û ne rewşenbîr e jî, ne wisa ye mamoste Nalsrazob?

NALSRAZOB: Ma ez ne mecbûr im her tiştên hun dibejin qebûl bikim..

SOKRATES: Pir baş. Divê hun timî bi şik nêzîkê tiştan bibin. Lê sedemê şika xwe jî,

divê hun bêjin. Eger hun sedem û îspatan neynin û gotina me jî nerizînin, tu maneya gotina

we namîne, hun nikarin bibin rewşenbîrekî Kurd û fîlozof; biyanî dimînin.

SEROK: Birayê Nalsrazob, rewşenbîrê hêja, mebesta min rabûna her Kurdekî ye. Bi rabûna

Kurdan, mezinlîstina wan ez pir serbilind dibim. Biyanîbûna we rewşenbîran ji pirsê re bes

e. Mirov divê bi kêmayî li paş dijmin nemîne, rastiya dijmin dibîne gerek hun jî, karibin

bibînin. Mîna mamosteyê mezin Sokrates jî, dibêje, mîna ku di forma we de biyaniyek,

nezanek hebe, ev rewş beriya herkesî divê we aciz bike, hun hesabê ji xwe bipirsin. Eger

birastî hun rewşenbîr in, ne tenê di forma rewşenbîran de ne, xwe bi gelê xwe mezin bikin.

Ehmedê Xanî mînak bigrin, wî bibuhrin...

SOKRATES: Eger nivşa nû ya kevn nebihure, di wê civakê de pêşketin naçe ser.

SEROK: Wekokan bide, Sokrates!

SOKRATES: Eger Platon (Eflatûn) nebûya, hunê îro nizanibûna ramana min çi ye. Eger we

tenê mîna serokatiyên pêş xwe bikira, serketina we ne mumkun bû. We berjewendî ji

tecrûbên hemûyan girt lê mîna wan nekir.

REWŞENBÎR: Hun her car qala tiştek dikin, ez pê nagîjim. We gotibû yek û yek dido ye û

ne dido ye, çima?

SEROK: Baş ku me dest bi geometrî nekir, ev rebenê han hîn di destpêka arîtmetîkê de

maye. Bersiva wî bide mamoste Sokrates.

SOKRATES: Yek û yek dido ye ji ber ku du heb yek tên ba hev dibin dido. Yek û yek ne

dido ne ji ber ku her yek bi serê xwe yek e, ne dido ye, yanî du heb yek in. Yek dikare bibe

nîv dîsa ne yek e. Çar heb nîv dikarin bên cem hev dîsa dibin dido.

SEROK: We fam kir rewşenbîr? Yanî yek yek e yan ne yek e, ew jî pirs e. Yek çima yek e,

çima dibe nîv, çima dibe dido, li ser van pirsan jî, hun bifikirin...

SOKRATES: Mînak rewşenbîr jî, hebû; çima rewşenbîr? Kî dibêje, çima dibêje, mirov

bêje dibe, yan sedem gerek e? Sedem hebe dibe yan ji mirov re wisa dixuyê? Her tiştê ji

mirov re bixuyê jî, wisa ye yan ne wisa ye? Wisa be çima, ne wisa be çima wisa dixuyê, em

çima wisa bi nav dikin?

SEROK: Mamoste Sokrates pir zor neke. Ka bila ew bersiva hin tiştan bidin, emê karibin

rojên pêş hîn jî, sohbeta xwe bidomînin.

SOKRATES: Tu Kurdên xwe pir baş dinasî!

SEROK: Ew ne tenê Kurdên min in, ez jî, Kurdê wan im.

SOKRATES: Lê ew te fam nakin.

SEROK: Rojek bê wê min baş fam bikin. Ez bi dil û can bi wan re me. Ew diçin xulamiyê

ji pir kesên noker re dikin, li ser min jî, dixwazin axatî bikin.

SOKRATES: Aliyekî axatî her tim xulamî ye. Ji xulamî axatiyê tund derdikeve.

SEROK: Belê. Kurd pircaran ji dijmin re xulam, li hember hev axa ne.

SOKRATES: Heyf. Xwezî ne axa ne xulam bûna!

SEROK: Armanca min rakirina xulamtî û axatî bi her awayî ye.

SOKRATES: Serkeftin pêşeroja te ye. Daxwaz û ceht mirov dibe serkeftinê. Di te de herdu

jî, bi awayekî xurt dibînim.

SEROK: Armanca min mezinkirina insanan e. Eger yek rewşenbîr be, bila bi rewşenbîrî

mezin be, gundî be bila bi gundîtî mezin be, cahîl be bila hîn bibe, bibe zana. Bila zanatî

dilnermî be, ne pozbilindî; ji ber kesek tune ku her tişt bizane, herkes hin tiştan bi sînor

dizane. Her tişt, zanyarî jî, bi sînor e.

SOKRATES: Mirov nikare bibe zanayê tewa, lê dikare zanebûna xwe bi tecrûban binexşîne.

SEROK: Te pir xweş anî ziman.

SOKRATES: Spas. Ez dixwazim em sohbetên xwe bidomînin. Ez ji we pir tecrûbe digrim, pir

tiştên nû fêr dibim.

SEROK: Tewecuha te ye. Sohbeta te ji bo me tijî ders in.

SOKRATES: Ez çiqas Kurdan dinasim, pirsa wan bala min bêtir dikşîne.

SEROK: Bi hevxebata te emê gelek dilşa bin, Sokrates. Pir Kurd hene xwe nêzîkê me nakin.

SOKRATES: Çi heyf. Ew çiqas feqîr in.

SEROK: Belê. Em dixwazin ew jî, dilberz bin.

SOKRATES: Belkî ew baş tê nagîjin hun ji wan çi dixwazin, carekî din ji wan re bêjin!

SEROK: Em her car dibêjin, emê her car jî hîn bêjin.

SOKRATES: Çi ji destê min bê ez bi vê nezaniya xwe amade me bi we re bim.

SEROK: Emê bi zanyariya we serbilind bin.

Diyalog - III -

Sohbet li ser Wêje

SOKRATES

EHMEDÊ XANÎ, REWŞENBÎR û

SEROK

SOKRATES: Serokê birêz, va ye Ehmedê Xanî, li vê derê ye, em dikarin ji wî hin pirsan li



ser wêje ûwd. din bikin, ew jî, bi zanebûna xwe ya giran û bi rûmet bi bersivên xwe me ronî

bike.


SEROK: Rast e. Fermo dest pê bike, çi dixwazî pirs bike!

SOKRATES: Birêz Ehmedê Xanî, kûrê gelê bindest, hozanê sedsalan nemir, hun ji me re li

ser rewşa wêjeya Kurdî nûjen çi dikarin bibêjin?

EHMEDÊ XANÎ: Li min fedî ye ev pesn û rûmet / li pêş mirovên zana û qiwet / hîn zû ye

gotin li ser demwêje / wêjeya nûjen pêş û dirêj e.

SOKRATES: Rast e, hîn bişkuvên wêjeya nûjen dest bi vebûnê nekirine, lê hun li ser

pêşerojê çi difikirin? Gelo wê kengê coşa nivîs bi mistewa bilind xwe ronî bike?

EHMEDÊ XANÎ: Berî hertiştî pêwîst bû tacek / daku bi kesî nebe muhtacek / ji bo kurd

nebin bindestên timî / ji xwe re deynin bingehek hîmî / Ziman û wêje zû dibin ronî / ger mirov

bingeh bo welat danî / pêşketin û pêşveçûn û nûjenî / hemû dest pê dikin bi vî cewherî.

REWŞENBÎR: Ya rastî ez ne pirsên Sokrates ne bersivên birêz Ehmedê Xanî tê nagîjim, ji

kerema xwe hun dikarin mebesta xwe hîn zelaltir bînin ziman?

SOKRATES: Baş e. Hun çi kar dikin, pîşeya we çi ye birêz Rewşenbîr?

REWŞENBÎR: Min îlmên fîlosofî û sosyolojî xwandine, niha jî, li ser Ehmedê Xanî û

helbestên wî dixwazim xebat çêbikim.

SOKRATES: Tu pirsên min ji bo we nemane, bersivên ez bidim we birêz rewşenbîr ji kok

hîç nîn e.

SEROK: We fîlosofî xwandiye, baş e. Hun Sokrates dinasin?

REWŞENBÎR: Belê, fîlozofek Yonanî ye.

SEROK: Xwe li ser çi beşî kûr kiriye, di kîjan demê de jiyaye û çawa têkoşîn daye?

REWŞENBÎR: Bawer im, pir kevn e, min hîç berhemên birêz Sokrates nexwandine.

SOKRATES: Berhemên min nîn in.

REWŞENBÎR: Çawa? Navê te çima li ser hemû fîlosofan e?

EHMEDÊ XANÎ: Va ye rewşa me, tac û fîlozof / bizanin çima wêje paş û qof / lê hêviya

min ew dem ne dûr e / ronahiya nûjendem jî, pir kûr e.

SOKRATES: Li ser wêje pirsên min neman.

REWŞENBÎR: Ma, ka tu bersiv jî, nehatin. Eger hun rê bidin ez dixwazim hin pirsan ronî

bikim, ka çima wêjeya Kurd ewqas li paş maye, yan jî pêş naçe...

SOKRATES: Ez bawer im, birêz Ehmedê Xanî bersiva min bi kurahî da, lê tu dikarî dîsa jî,

ramana xwe ji me re bînî ziman, daku em hîn jî, ronîtir bibin.

REWŞENBÎR: Sedema pêşneketina ziman û wêjeya Kurdî ew e ku tu îmkan di destên

Kurdan de, bi taybetî jî, nivîskar û rewşenbîran de tunebûye...

SOKRATES: We bê îmkan zanîngehê tewa kir?

REWŞENBÎR: Hun zanin hin taybetiyên nivîskar û rewşenbîran hene, divê mirov wan

bide ber çav. Lê di me Kurdan de kes rûmeta nivîskar û rewşenbîran nizane.

SOKRATES: Ne we got derfet tune. Eger derfet tune û we tiştek nekiriye, hun dikarin

bikevin kategoriya nivîskaran?

REWŞENBÎR: Çima na? Ma derfet hebûn ez nebûm nivîskarekî, fîlozofekî mezin?

SOKRATES: Hun ji kî, bi çi awayî alîkarî dixwazin? We bi awayekî anî ziman ku wêjevan,

fîlozof ûwd. yên mezin ji ber bêderfetiyê çênebûne...

REWŞENBÎR: Belê.

SOKRATES: Tiştek çênebûbe, mirov dikare rûmeta wî bigre, alîkarî bike, yan jî, jê re

derfetan pêşkêş bike?

REWŞENBÎR: Na, nikare.

SOKRATES: Wê demê gotina ku derfet nîn in jî, bê mane dimîne. Derfet ji bo kesên

bixwazin tiştan bikin hene. Derfet ew kes bi xwe ne. Nivîskar bi xwe nikaribe biafirîne, hun

derfetan giş bixin xizmeta wî jî, nikare. Fîlozof ji bo ku fîlosofî bike, li anegora min

pêwîstiya wî bi tu derfetan jî, nîn e.

SEROK: Birêz Sokrates, tu hîn rewşenbîrên me baş nas nakî. Piranî tên qala derfetan dikin,

em bi giş derfetên xwe dixin xizmeta wan lê dîsa jî, gava ji çav winda dibin ji bîr dikin.


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   158   159   160   161   162   163   164   165   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin