birêz Sokrates daku demê bi te piçek be jî, bide famkirin. Em vegerin ser karê xwe: we me li
vir baş nas kir? Qiweta te ji bo meşa bi demê re heye? Em çawa dikarin te binasin? Tu
berê çawa bûyî, vêga çawa yî û tê ji vir şûn ve çawa bî?
DIBIX: Serokê min, beriya pênc salan bû ez ketim nav kar. Ez hinek perwerde bûm lê
têkilbûna min ne li ser bingeheke rast bû. Bi tesîra hin hevalan ketim kar; hin cangorî bûbûn li
ser min gelek tesîr kirin. Nêzîkiya min beriya pênc salan mîna vêga bûya, minê gavên pêş
avêtiba.
SEROK: Eceb?
DIBIX: Bi vê nêzîkbûnê ketim nav xebat, teng mam. Di kar de pir nezan bûm, tenê bi niyeta
baş nêzîk dibûm. Heval jî, pir alîkarî nedan min.
SEROK: Himm!
DIBIX: Hevalekî berpirsiyar te digot qey li dijî min bû, te digot qey ezê ciyê wî bigirim! Lê
hatina min ya cem we ber min ronî kir. Ez vê hatinê destpêkeke nû dihesibînim. Di jiyana
xwe ya nû de ezê jiyana we bingeh bigirim. Ez bi xwe bawer im û di dema pêş de bi roniya
nasîna vê jiyanê dixwazim bimeşim.
SEROK: Tu bi axaftina xwe re bi rastî jî, rast î? Te li ser vê bingehê biryar da?
DIBIX: Belê Serokê min.
SEROK: Em bêjin biryar heye lê zanebûn tune, we ji peyvên me yên fireh hin tişt girtin?
Berê şeklî bû, mîna pirtûkek; nav li ser heye lê giş rûpelên wê vala ne, yanî di bingeh de
tiştek nîne.
DIBIX: Rast e Serokê min. Ez dikarim bêjim min jiyan û nirxepeyvên serokatî gelek baş
fam kir, pir di bin tesîra wan de mam.
SEROK: Berê jî te dinasî, tiştna digot, te vêga dît çiqas bêbingeh bûyî?
DIBIX: Ez dikarim vê bêjim ku Serokatî ji navê xwe û gotinên min sahkirî jî, berz û mezintir
e.
SEROK: Mezintir e ha! Lê ne tenê mezin, kurtir e jî, ne? Û belayek mezin e di hundirê dilê
we hemûyan de. Hunê çawa ji bin rabin, tê çawa ji bin rabî?
DIBIX: Em mecbûr in Serokê min. Mehkûmê vî tiştî ne...
SEROK: Di jiyana te yê berê de giraniya Serokatî tunebû, pir sergerde bûyî ne?
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Ev tarzê keşmekêş ne yê serokatî ye. Te xwe tiştek dihesiband lê tu pêwendî bi
giranî tunebû. Bingeheke baş bavêje. Tiştên naverokvala ne giran e jî. Dibe ku te hin
tiştan dikir lê tu ji bingeha rastî pir dûr bûyî.
DIBIX: Li vê derê têgihîştim ku salên derbasbûyî salên ketî bûn.
SEROK: Salên ketî, salên xew, salên bê bingeh. Teyê bi xebat serkeftin biafiranda. Hin
Kurdên ehmeq hene, gelek rewşenbîr heta gelek şervan wisa ne, tê jî, mîna wan bibûyayî.
Yek li serê çiya, yê din li Ewropa winda kiriye hîç ferq nake. Bêbingehbûna te rê nade
serkeftinê. Girîngî ew e ku tiştên mirov digire, dane ser xeteke rast û zana. Perwerdedor
mirov dixe nav erdhejiyê, diçirîne ber bi kar. Di te de jî, herhal ev çêbû.
DIBIX: Rast e, Serokê min.
SEROK: Ne wisa? Tu jî, hinek ketî nav erdhejiyê û çerxerast bûyî.
DIBIX: Demên ewil hinek ketim tengiyê. Bi daxwaza Serokatî hatim vê derê lê gava min
Serokatî dît, eleqe şanî min neda.
SEROK: Eleqe hebû lê xebera te jê tunebû. Ev jî, bêbingehiyeke din e. Em berê roj baş,
paşê çawa yî dibêjin.
DIBIX: Paşê fêr bûm, sedem pir baş têgihîştim.
SEROK: Tu edetê Kurdan dixwazî. Piçek xwedî şan û şohret î. Min bi zanistî “ çawa yî,
bi xêr hatî” negot. Ev usulek kevn û basît e, têgihîştineke baş ji bixêrhatinê nîne. Kesan
nayne ser bingeha rast, paş ve dixîne. Tiştê girîng ew e ku te vê fam kir.
DIBIX: Rast e, têgihîştim serokê min.
SEROK: Em dixwazin ji bo te jî, şa û bi hêvî bin. Lê mîna berê nabe. Em naxwazin bi
kemasî û nexweşiya te, ne em ne jî, tu xirab î. Tu jî, bibe xwedîtiştek. Bila nav, cî û
bingeha te hebe. Xwedîmeziniyek be. Ber bi meziniyê hin tiştan bimeşîne. Derfetên te
hene. Partî nabêje xwe bixapîne, em dixwazin tu jî, bibî tiştek. Em bawer in tu jî, vî tiştî
dixwazî, naxwazî ji xeta partiyê dûr bimînî.
DIBIX: Belê, Serokê min.
SEROK: Lê zanabûn û pêkanîn ji hev re pêwîst in. Ji vê şûn ve wê çi ji destê te bê. Saziya
tu jê hatiyî binêre, tijî kêmasî ne, dibînî?
DIBIX: Belê Serokê min, hertiştî dibînim.
SEROK: Dibe yên ji te neçê û ketî jî, tê de hebin; nikarin du gotina li hev bînin. Ez nabêjim
ne durust in lê kar bi niyet nameşe. Xebata dîdebîneran ji hêla milyonan tê sêrkirin, ger her
gotina te li ser wan tesîreke baş neke, tu kêrî pênc quruş nakî.
DIBIX: Gel pir li dij derket.
SEROK: Wer pir li dij derket ku min fedî kir, serê min êşiya. Xortek din heye, li dijî wê
derketin hîn zêde ye. Ew xwe winda kiriye. Dêvla bername ji bo gel çêbike, xwe şanî dide.
Tu zanî em vê rewşê napejirînin. Ne ji bo xwe, divê ji milyonan çêbikî. Tu dibînî, ez xwe
çawa deqîqe bi deqîqe ji bo gel dipîvim, bal didim ser daxwaz û rexneyan.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Ew çi rewş bu tu ketibîyî nav. Te xwe maf kiribû.
DIBIX: Di destpêkê de kemasî wilo derketibûn. Ev ji bêtecrûbetî bûn Serokê min.
SEROK: Te digot “ji min hez dikin, min dipejirînin”; ev bingeha ramana te bû. Min berê ji
hin kesên din re gotibû: “divê tu ji xwe ne razî bî, ne êvîndarê xwe bî. Divê tu hertim
kêmasiyên xwe bibînî ku rastiya te bê famkirinê. Ev ji bo te diyalektîka jiyanê ye”. Ev gotin ji
bo te jî, derbas dibin. Xapînokpeyv jiyana derew e. Ez ji sedî yek jî, mîna te ji xwe ne razî me.
Tu bi vê rewşa xwe çawa dibî êvîndarê xwe, ji rewşa xwe kêfxweş dibî! Ez bi vê hêza
xwe heta derdikevim pêş gel û saetek dipeyivim, pir zor didim xwe, xwe pir dêşînim. Tu
hîç zor nadî xwe, dibêjî “ji min razî ne”. Wisa nabe. Tu bi vî awayî berevajî nikarî pêş ve
biçî, berz bibî. Kesên li welatên din karên mîna yên we dikin mîna generalan e, ji ber ku xwe
baş pêş ve birine. Hun dixwazin bê ked bên ser tiştên hazir. Baş bala xwe bidin karên
xwe. Rewşa we mîna zaokan e, dibêjin “min vî cilê nû li xwe kir, ez xweşik bûm”. Rewşa
te mîna rewşa keça 15 salî ye ku cilek li xwe dike, dibêje “ez çiqas xweşik bûm”. Qusurê
mêze neke, ev ji bo rexne ye.
DIBIX: Belê Serokê min, mîna we anî ziman, kêmasiyên me yên mezin çêbûn
SEROK: Mirov bêbingeh, bêxem nagîje tu tiştî; mezinî divê tu bi xwe pêk bînî. Ger ez ji
xwe razî bama, ezê ji zû ve rûniştibama. Min bigota “tiştên min çêkirî bes in, xweşik
bûm”, rastejiyana gelê me nikaribû vî şerî bidomîne û bîne vê mistewayê. Van noqtan baş
têdigîjî!
DIBIX: Pir baş têdigîjim Serokê min.
SEROK: Bawer im hin tiştan digirî. Tecrubeyên te jî, hene. Hêviya min, tu li ser van gotinên
min bi balkêşî bisekinî û ji vî şûn ve, ji xwe re, rêyek rast û medotek hîn şoreşgertir
bineqînî.
DIBIX: Ez bi xwe bawer im, Serokê min.
SEROK: Bi xwe bawer î, ne wisa?
DIBIX: Pir bawer im, Serokê min.
SEROK: Dikarî pêk bînî? Tecrubeyên we jî, ne kêm in. Wer difikirim ku tu tam bi biryar î.
Baş e, te ji dewrê wekî din çi girt? Vêga em jî, gotina te ya dawî guhdar bin.
DIBIX: Serokê min, li vê derê xebat û têkilbûn çawa be, fêr bûm. Mirov çawa têkildar be û
pêşengî bike... Mirov xwe ne bi xwe tenê sînor bike, çiqas pêş ve çû be jî, xwe têr
nebîne, xwe nexapîne; bi vê felsefeyê xwelivandin li vê derê fêr bûm. Wekî din divê mirov
serkeftin bingeh bigire -dikarim bibêjim ku me berê tenê rojên xwe derbas dikir-, xwe bi
rojanejiyan sînor neke... Berê me roja xwe derbas dikir, digot: “me îro jî, bernama xwe anî cî,
sibe xudê mezin e”.
SEROK: Bi vê tengnêrînê mezinbûn û birêveçûn mumkun e?
DIBIX: Li vê derê van kêmtêriyan hîn bûm, Serokê min. Iro bi sibê, sibê bi îro dibe.
SEROK: Ger tu bixwazî kurdayetî bi awaberz biafirînî, divê li ser her tiştî pir tîtîz rawestî.
Xew nabe, bi pîneçavî nêrîn tê maneya windakirinê. Ew talûke hîn heye û berdewam e.
Heroroj dibin bela serê min. Partîbûn fam nakin, serokatî fam nakin. “Hertişt ji bo kêfa min
e” dibêjin. Ne mumkun e, tu dibînî ku ev agir e. Zagoneke partî ye.
DIBIX: Gelek cidî ye lê em bi cidiyeta ku Serokatî dida, nêzîkê kar nedibûn.
SEROK: Tabî ew xebata we bû. Hun mîna min cidî nêzîk nedibûn.
DIBIX: Nêzîkbûna me gelek bêbingeh bû.
SEROK: Nêzîkbûn tunebû. Bi ser de jî, we derfetên li pêş xwe çarçûr kir. Kes çênedikir,
hevkarî û kolektîvîzm hîç tunebû.
DIBIX: Ji dêvla çêkirinê, em giş jê direviyan, panîkek hebû di nav me de.
SEROK: Ev nêzîkbûna dijmin e. Ger panîk hebû, ma di nav we de kontergerîla hebû? Ji xwe
tu birevî, ezê bêjim “ew kontergerîla bû”. Kontergerîla li kuderê, kî ye, zarokatî nekin.
DIBIX: Rast e Serokê min. Panîk tucar ne baş e. Rev îxanet e.
SEROK: Kesê bireve, tabî winda dike. Zarokatî nekin. Tiştên girîng, noqtên tu gihîştiyî ne
hindik in; di warê huner, di warê wêje, bawer im ji dewrê, te pir tişt girtin.
DIBIX: Belê Serokê min.
SEROK: Di warê wêje de li vê derê tiştê zêde li te tesîr kir, çi bû?
DIBIX: Serokatî neyê nasîn, şoreş neyê nasîn, şer neyê nasîn; ne mumkun e ku hîç
wextek wêje pêş ve biçe.
SEROK: Hun bi cewhera şoreşê tênegîjin, nikarin bibin wêjevan.
DIBIX: Cewherê wêje şoreş e.
SEROK: Ji şervan û şoreşvanekî zêde divê tu şoreşê nas bikî. Dibe ku gerîla polîtîka pir
kûr fam neke lê tu wêjevan î, divê tu vê yekê fam bikî. Xwîn çawa dirijê tu dizanî, ji
şervanek zêde van tiştan dizanî. Divê tu heqê wêje bidî.
DIBIX: Bawer im min ji hevalên ku ji mêj ve tevlî refan bûne pir tişt girtin. Min jiyana
gerîlayan, jiyana cangoriyan û pratîka têkoşîna wan pirsî û fêr bûm. Ev ji bo min tiştên
girîng in.
SEROK: Ne tenê jînetişt, gelek pirsetişt li ser mijara şer hene, divê tu hîn bibî. Tu
jînediyalektîka partiyê fêr nebî, nikarî wêje pêk bînî.
DIBIX: Li ser van bingehên taybetî wêjeya kurdî dikare pêş ve biçe. Wekî din pêşveçûna
wê ne mumkun e.
SEROK: Ehmedê Xanî di civaka Kurd de ciyekî girîng digre, tê zanîn. Hin ristenirxên min di
derbareyê Ehmedê Xanî de çêbûn. Hin kesên ji xwe re dibêjin “wêjevan” gava ramana
Ehmedê Xanî li ser êvînê tînin ziman xwe ji naveroka wî dûr dixînin. Mîna zarokan e.
Bênasîna Ehmedê Xanî, çawa dikarin wî bidin nasandin, li ser wî raman diyar bikin. Diyar e
ku ew dîrokê berovajî dikin.
DIBIX: Çawa yekî ku êvînê nas neke, nikare li ser evînê raman diyar bike; di derheqê
helbestvan û nivîskarekî mezin mîna Ehmedê Xanî de jî, ne mumkun e ku ew kes pirtûk
binivîsînin.
SEROK: Helbet kesê êvînê nenase, ketina Kurd nenase, peçebûna Kurd nenase, jihevketina
Kurdistan jî, nizane; herwiha kesê dîrokê nizanibe, şer nizanibe nikare tutişt bîne cî.
Derketina nivîsên wiha nefam di bin navê wêjeyê de, bi navê wêjezanist bê şansî ye. Piranî ji
wan sextekar in. Ji ber vê yêkê em dibêjin xwe bi hêz bikin, berpirsiyarî di xwe de bibînin. Ji
vê şûn ve rola xwe bi vî awayî bilîzin. Kesên wejeya vê têkoşînê dinivîsin divê xwediyên
wê yên esasî bin. Divê kevnetaybetiyên kesayetiya Kurd ji holê rabin, dêvla wan nûtaybetî
bên danîn. Hun civak nas nakin, tutişt nas nakin. Mesela ez bixwazim dikarim ji we çêtir û
zêdetir pirtûkan binivîsînim. Ji xwe dinivîsînim jî. Her xebata min pirtûkek e. Ez li we
dinêrim, êş dikişînim. Civaka Kurd, malbata Kurd, kesayetiya Kurd, mêrê Kurd, jina Kurd
û pêwendiyên Kurd çawa ne, hun nizanin. Mirov derheqê tiştekî ku nizanibe çawa dikare
binivîsîne. Romana Kurd; divê hun şerê Kurd, jiyana Kurd, mirina Kurd, ketina Kurd ji her
alî ve binasin ku derheqê wî de berhem biafirînin. Li Kurdistan gelek tîpên kifş hene, min
piranî ji wan vekirine, yanî ji bo wêjê jî, min gelek derfet pêşkêş kirine. Lê giyan pêwîst e.
Wêje vekirina wan e. Ronîkirina wan e. Kevnegiyan çi ye, nûgiyan çawa be! Giyana
teslîmiyet û giyana berxwedan neyê naskirin, roman nikare bê nivîsandin. Çi hez dike, çi
hez nake nizanibî, nikarî roman binivîsînî. Evîn çawa ye, kî vê dizane, maneya vê çi ye,
nayê zanîn. Tu derneketibî berziya êvînê nikarî tiştek bikî. Buyera êvînê nenasî, nikarî
roman binivîsînî. Tê xwe mîna zarokan bixapînî. Bi xwe êvîndarê xwe bî û bibêjî “ez pir baş
im” dawiya te baş nabe. Divê ji vê şûn ve cidî bî. Madem dixwazî ji bo wêjeya kurdî hin
tiştan bikî, wê demê guh bide van gotinên min. Wekî din nabe. Tiştên dervayê vê lîstik e.
Tu rewşa wanên li Swêd, vê derê, wê derê dibînî. Mirov ji rewşa wan fedî dike. Goya wêje
afirandine. Ne wêje ye, ne pirtûk e, teslîmbûn e. û herî girîng jî, mînakek bêgiyanî ya herî
xirab e.
DIBIX: Mesela yek bi navê Nalsrazob heye. Pircar hat vexwandin lê nehat. Têkiliyên wî
gelek teng in.
SEROK: Ew miriye. Ew di wêjeyê de rewşenbîrê mirî ye. Mumkun be li ser wî romanek
binivîsîne. Ew êdî ne rewşenbîr e jî. Mirî ye.
DIBIX: Dijî-najî diyar nîne Serokê min.
SEROK: Kurdek çawa ye? Em Kurdê mirî bêjin, çi bêjin!
DIBIX: Serokê min, dixwaze navê xwe bi Mem û Zîn bijîne. Lê êdî kes bi wî jî, bawer nabe.
SEROK: Li ser Mem û Zîn herkes dikare şirove bike, lê bila ew neke, şirovekirina wî
heqaretek e li Mem û Zîn. Bawer nakim ku ew Mem û Zîn fam dike, ji ber ku di giyana wî de
valahiyek heye.
DIBIX: Nirxandinên Serokatî di vê derbarê de li ser min gelek tesîr kirin.
SEROK: Dema min hebûya, karibûm bi we hunermendan re hîn bi awayekî din binirxanda.
Ger hun bixwazin bi rastî bigîjin kurahiyê, pêwîst e hun ji dil bawer bin. ... Gune ye, heyf e;
kesên bê armanc tijî saziyan nekin. Xwedîderketina nirxan ev nîne. Bi nêzîkbûna serserîtî,
bêdaxwaz, keyfî hunermendî nabe.
DIBIX: Serokê min, ji dêvla ku tewanên xwe pêş ve bibin, bi pêsîra hev girtine.
SEROK: Ev e şerma mezin. Em wan têr dikin, bi xwîn têr dikin. Layiqê vê nabin. Giş ev
tiştên tên çêkirin tenê tên maneya çîrkêfiyê. Vekirî dibêjim, kesên wiha bê çavgirîna
wan, emê biqewitînin. Me te ji bo xizmet girt vê derê. Ezê bala xwe bidim te. Ger tu kerê berê
bimînî, ezê te jî, biqewitînim. Vekirî dibêjim, pîvanên min hene, ger hun li gor wan nelivin,
divê hun bizanin kar wiha nameşe. Diya min ji bo min “hez nakim, qiymet nadim lê dîsa jî,
ezê giş mîrasê xwe li ser wî tapû bikim” gotiye. Çima? Ji ber ku li vê derê qiymetgirtin
heye. Zanibû ku ezê wan nirxan biparêzim, gotiye. Hurmeta herî mezin ji bo dayikan min
pêş ve xist. “Gava biçûk bû ecêb dihat ser min” gotiye diya min “ez nikaribûm wî bigrim
bin kontrola xwe” ji hevalekî re gotiye. Tê li vê derê noqteyek fam bikî: Kesekî bi temenên
biçûk li dijî diya xwe şer kiriye, eceb çi tîne serê min? Tu dizanî ez vêga ne zarokekî 7
salî me jî. Wê demê ne bi hêz bûm lê vêga gelek bi hêz im. Hîç demek evqas bi hêz nebûm.
Divê tu vê yekê fam bikî.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Vêga xwedî hêz im.
DIBIX: Ji vê şûn ve tukes nikare keda Serokatî înkar bike.
SEROK: Diya min dixwaze mal û mulkê xwe li ser min tapû bike. Ev ji bo xwe bide efkirinê
ye lê têr nake. Ya girîng ew e ku mirov di riya welat, die riya şoreş û di riya mirovahiyê de
bimeşe. Di vê riyê de bimeşî, rûmeta te heye. Ger nemeşî, paşê nebêje “min çêkir lê
nedan min”. “Ez milîtan bûm, ew dîktator bû”; mesele ne milîtan û dîktatorî ye, mesela tu
dikarî çêbikî yan na? Divê bi lehengî vê yekê bêjî. Tu xwediyê vî karî yî yan nînî, qiweta te
heye yan nîne? Ev e mesele. Kesê ne leheng ez çawa mîna leheng bipejirînim. Mînak, çima
ez qiymet didim Agît? Heval Agît baş tê bîra min; xwe bi her awayî perwerde kiribû. Wê
demê D. jî, hebû; min demek bang li wan kir, anî pêş xwe. Heval Agît bi leza piling gihîşt
cem min, D. bi meşa xwe ya nîvnig pir bi şûn ve ma. Ev nîşana hin tiştan bû. Lezliv karê
kesên meşezexm e. Giranî jî, karê kesên ji her awayî paşvemanan e. Mîna tê zanîn, Dawud
li nîvê rê ma, ket. Ji ber ku nikaribû bi leza me berz be, ket. Lê Agît bi leza pilingekî meşê
bir encamê û gihîşt zîrweyê. Me li ser Agît hin tiştan nivîsand. Ev nîşana nirxdana me bû.
Ji ber ku heta nefesa xwe ya dawî bi me re bû. Tu jî, ger vê durustiyê û lehengiyê şanî bidî,
rûmeta te dibe. Ez rûmeta vala napejirînim. Mesela gava tu hatî vê derê, min ji te re negot “bi
xêr hatî”. Vê serokatiyê wiha binase. Serokatiyeke ecêb e. Qiweta te tunebe, dest navêje
rakirina talîmatên serokatî.
DIBIX: Ev giş ji bo min tecrube ne Serokê min.
SEROK: Ez her tiştî ji we re vekirî dibêjim, naxwazim kesî bixapînim. Gava tu talîmat
bigirî, pêwîst e bi giraniya wê têbigîjî. Ger tu carekî din guh nedî talîmatê min, li anegora kêfa
xwe hereket bikî, Mirovahiya te namîne. Ji ketiyan hîn ketî dibî.
DIBIX: Tucar xwedî bedniyet nebûm. Hertişt ji başniyetiya min çêbû.
SEROK: Li vê derê tiştê girîng pratîk e, talîmat e. Talîmatên serokatî dîrokî ne. Xwe li gor
talîmeta nelivîn mirin e. Mirina miletekî ye. Ev kar li gor kêfa kesan nabe. Binêre, tu dibînî,
evqas ristenirxan çêdikim. Ev ji bo qedera miletekî ne. Van giş dibêjim ku girîngiya
talîmatan zelal bikim. Ger tiştek tenê jî, ji bo şexsiyeta min be, vê yekê pozîtîf napejirînim.
Ger tu durust bî, welatparêz bî, bi partî re bî û bibêjî alîgirê xweşikiyê me, divê giş tewanên
xwe ji bo vê yekê bi kar bînî. Pêwîstiya xwelivîn li gor talîmatan heye, divê tu li gor van
pintan(noqte) xwe bilivînî.
DIBIX: Min li vê derê hertiştî fam kir.
SEROK: Jiyan tê çi maneyê, te fam kir? Paşê “min ji bîr kir, xwe da qisedanê” bêjî,
qiymeta te namîne. Ne tenê tu, em dibînin, hemû hunermendên ku li gor jiyana partiyê nikarin
bimeşin û direvin, gava demek şûn ve paş ve tên ji bo li xwe biborînin bi gotinên “hatim
xapandin, hatim xistin" guneh derdixin. Tê vê yekê terk bikî.
DIBIX: Tiştên min ji vê herêmê girtiye, ezê hewl bidim ku di pratîkê de pêk bînim Serokê
min.
SEROK: Bi van gotinên min, bi rastiya me tu dikarî mezin bibî. Wekî din mezinbûna te ne
mumkun e. Tiştên te girtin, bi jiyana xwe ve bikî yek û di pratîkê de pêk bînî, mezinî bi dest
bixî... Te ev hemû fam kirin vêga?
DIBIX: Gotinek Serokatî hat bîra min: “Serok bûn tîcareteke mezin e, dewlemendiyeke mezin
e”. Çiqas hebe, ewqas dewlemend dibe, ewqas berz dibe. Ev peyv ji bo min rê şanî didin.
SEROK: Ger tu ji bo xwe difikirî, em dikarin te bişînin gundê te. Em pêdiviyên te jî, temîn
dikin. Lê bi navê partî, bi navê serokatî bixwazî jiyana xwe bidomînî, li hember te zarok tune.
Çima ez zarok im? Dibe kesek min tişt nehesîbîne lê ez bawer im ku ez hêzek im.
DIBIX: Hêzek mezin Serokê min.
SEROK: Nizanim, lê madem ez hêzek im, çima tu li dijî min sekinî?
DIBIX: Nenasîn hebû Serokê min.
SEROK: Mîna min di mînaka diya xwe de da, hin taybetiyên serokatî hene. Ezê wan heta
nefesa xwe ya dawî biparêzim û pê ve girêdayî bimînim. Ez naxwazim barê we giran bikim.
Niyeta we baş e, hun durust in lê nizanin pêk bînin, dibe ku qiweta we tunebe! Lê ji dervayê
serkeftinê tu çareserî tune. Hertişt ji me re dibêje “tê wiha bî, carekî din wiha bî”, hertişt ji
me re dibêje “tê wiha derkevî ser, tê wiha şer bikî, wiha ber xwe bidî û wiha xweşik bî”. Ev
emirên dîrokî ne.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Hat famkirinê?
DIBIX: Hat famkirinê Serokê min.
SEROK: Wekî din çi dibêjî?
DIBIX: Ez dikarim soz bidim ku ezê carekî din wiha nekim, Serokê min.
SEROK: Gumana min carekî din bi rûreşî dernekevî! Bi xwexapandinê carekî din dernekevî
pêş kesî:
DIBIX: Tucar Serokê min.
SEROK: Li pêş kî dibî bibe,biçûk-mezin ferq nake, tê hertim bi terza nêzîkbûn û cidiyeta
partî xwe bilivînî. Tê bi terz, lez û tempoya partî xwe bilivînî. Baş e?
DIBIX: Ji vê şûn ve bawer nakim ku astengiyek derkeve, Serokê min.
SEROK: Giranîtempoya te ya xebatê xwe diberiqîne ser giş jiyana te jî.
DIBIX: Di navbera hîtapterza serokatî û ya me de ferqên mezin hene, Serokê min.
SEROK: Tabî, tu nikarî komî ser hev bikî. Ji xwe min vê netêriyê dît ji ber vê yêkê gazî te kir.
Ez ji dêvla we nîv saet bipeyivim, gel radibe ser xwe. Her peyvên te dive mîna gule bin, bi
mane û tama şekir bin. Xwe wiha bike. Ciyê hunê biçin, emê we bibînin; wê demê tiştin
hun dikin, ezê raxim ber çavên we daku hun kirinên xwe bibînin. Yê ne li ser rê, yê neçê,
yê rê nezan, ezê noqte bi noqte şanî we bidim. Ji bo hun giş van negatîviyan bibînin, ezê
hin dersna bidim we. Hun xwe mîna zarokan dibînin. Hun pir neçê ne le ji hev re dibêjin “ez
pir xweşik im”. Hin kesên nexweşik hene, xwe xweşikên dinyayê dibînin. Ew tucar
naxwazin rastiya xwe bibînin. Partî, tîpên wiha êvîndarê xwe qebûl nake. Partî, kesayetiyên
durust û bi rastî xwe fedayê gel kirine, dipejirîne. Ji ber vê yekê em dibêjin, ger hun nikarin
pêk bînin, derhal îstîfa xwe bidin. Ger rexne ji karên te ne, xwe parçe parçe û ji nû ve
biafirîne yan jî, îstîfa xwe bide, li ciyê xwe rûnê. Durustî ev e.
DIBIX: Rast e Serokê min. Berê lêgerîn û lêpirsîneke wiha tunebû. Me hertişt li gor kêfa
xwe çêdikir.
SEROK: Ew mantik ne mantikê partî ye. Hun nikarin bi “ez çi bikim ji min re dimîne” re
sebra xwe bînin. Ev mantik mantikê axatî ye. Kesên dibêjin “ez ji herkesî xweşiktir im”
neçêyiya xwe vedişêrin. Terzê xebat û nêzîkbûna serokatî ne ev e. Ji xwe hîç ne razî ye.
Têkoşîna xweşikayî dide, têkoşîna nûjînî dide. Yê girîng ne ew e ku tu tenê ji bo xwe
tiştan çêbikî, yê girîng ew e ku tu ji bo dora xwe, ji bo gel çêbikî.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Baş, gotina dawî tu dikarî çi bibêjî?
DIBIX: Ez bawer im ku ezê girêdayî soza xwe bim. Kêmasiyên min hene, lê ji bo ku ez van
kêmasiyên xwe telafî bikim, ezê kedrêjiyeke sift sirf bikim. Ezê ristenirxên serokatî ji bo xwe
bingeh bigrim. Û ezê ji wan dersan derxim.
SEROK: Ne tenê dem bi dem, divê tu vê yekê roj bi roj îspat bikî.
DIBIX: Belê Serokê min. Ez bawer im, ezê netêriyên xwe telafî bikim.
SEROK: Em bawer in ku tê bi gotina xwe girêdayî bimînî. Tê, ji vî şûn ve, bi giş hêza xwe
pêş ve biçî. Wekî din, ne mumkun e, em te bipejirînin. Ne mumkun e tu jî, xwe bipejirînî.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Xwe ji bo herêma şer jî, amade bike.
DIBIX: Ezê hewl bidim ku xwe amade bikim, Serokê min.
SEROK: Tu xwe ji şer re amade nekî, giyana te mirî ye. Gava em bang li te bikin, divê tu ji
bo şer amade bî.
DIBIX: Rast e Serokê min.
SEROK: Ev jî, prensîbek, madeyek partî ye.
DIBIX: Rastiya şer dizanim Serokê min.
SEROK: Baş e, soz bide û xwe li gor soza xwe bilivîne.
DIBIX: Soz didim ku ezê ji bo têkoşînê singa xwe bidim hember her zehmetiyê, Serokê min.
Ez soz bi navê jiyanê didim.
SEROK: Birêz Sokrates, hun dikarin axaftina xwe bi Dibix re bidomînin.
SOKRATES: Piştî peyva we ji min re bi mane nayê ku bidomînim. We jiyana rast li ser
jiyana şaş derbas kir. Hêviya min dersên we di jiyanê de bên famkirin. Baweriya min bi
başiya mirov heye, başiya mirov dê li ser mirovê nebaş re derbas be.
SEROK: Hêviya min bi jiyanê, jiyana mina bi hêvî ye. Ez bi gotinên mirovan tenê bawer
dikim eger ew gotin xwe di jiyana mirov de bilivînin.
SOKRATES: Bê liv jiyan, bê lez dem nabe. Dem dilezîne eger lez bi demê re be. Hun hêviya
xwe didin ser demê yan demê didin ser jiyanê?
SEROK: Ez hêviya xwe dikim jiyan di nav wê demê de ku hebûna xwe hîn ispat nekiriye.
SOKRATES: Dem bi lez e lê jiyan bi bez e, lê ez bawer im ku dem bê liv e di nav tevgera bi
lez de û ji lezê bêtir dibeze. Hun lez û meşa Kurdan li gor çi dipîvin? Lez û beza wan têrî
Dostları ilə paylaş: |