deynin. Dost û dijmin ferq nake, dîplomasî pêwîst e. Dîplomasî di têkiliyan de dost û dijmin ji
hev cuda nake.
SOKRATES: Min dixwast bizanim...
BERKEND: Em tucar naxwazin dewleteke me ya serbixwe hebe. Em dixwazin bi dijminên
xwe yên dost, bi hev re bijîn; xem nake bila dewlet ya wan be, emê jî, li ber destê wan bijîn.
Ma mirovahî miriye!
TIRZO: Ma gelo em Kurd kengê dibin mirov, derdikevin nav mirovan. Ez fedî dikim bi
dostên xwe re qala Kurdên me bikim, ew li me bi çavekî gelê natûrel, yanî bê medeniyet
mêze dikin. Heqê wan jî heye, em hîn nikarin bi der û dorên xwe re bijîn, emê çawa bi
Ewropa re li hev bikin. Ew dirindeyî ku tifing digrin destê xwe û diçin ser çiya îmajek ne
baş li ser me dide xuyakirin. Ez tucaran vê yekê napejirînim. Divê em li hember hîçkesî
destê xwe ranekin, tişt nabe, bila ew li me bixin, ma ew jî, ne mirov in; divê em mafê
mirovan biparêzin, ger ew li rûyekî me bixin, divê em rûyê xwe yê din bixin bin şemaqên
wan. Bila kes nebêje em dirinde ne, ya rastî em Kurd mirovhez in û herî zêde jî, em ji qatîlên
xwe hez dikin. Ev jî, tiştekî suruştî ye, humanîzm e...
SOKRATES: Ez tutişt fam nakim. Hîn min tu pirs nekirine, bersivên ecêb digirim. Ez
nizanim çi bipirsim.
SEROK: Tişt nabe. Tu dikarî bi pirsên xwe bidomînî. Tu çi dipirsî bipirse, bersivên wan ji
berê ve hazir in, ewê mîna xwe bersivan bidin. Lê demek şûn ve di nav sohbetê de tê karibî
hin bersivan bibînî.
SOKRATES: Kesek dikare ji min re ronî bike, sedema qatîlheziya we çi ye? Eger hun jê hez
dikin, ew çima dijmin e, eger ew dijmin e hun çima jê hez dikin?
ARZAN, ALABAN, ASIMQEND, BERKEND, TIRZO (giş bi hev re): Na, ne rast e.
SOKRATES: Çi ne rast e?
ARZAN: Ew ne dijminên me ne. Em ji wan gelek dilxweş in.
ALABAN: Em bê wan nikarin, qiweta me nîne.
ASIMQEND: Ew nebin kes bi me re diplomasî nake.
BERKEND: Em bê wan çi bikin ji Kurd û Kurdistan.
TIRZO: Em humanîst in. Maneya humanîzm mirovhezî ye. Heta niha tukes li ser humanîzmê
tiştekî rast negotiye, ezê hewl bidim ku ronî bikim ka ev çi ye! Mîna birêz Napoleon dibêje:
pere, pere, pere!
SOKRATES: Baş e, yek bi yek em tiştan zelal bikin. Birêz Arzan hun dikarin rastiya vî
tiştî; eger nebe nerastiya vî tiştî; eger nebe çewtî û neçewtî; eger nebe zelaliya rewşê ji
me re ronî bikin, eger hun nikarin ronî bikin, tarîbûn çi ye, şanî me bidin?
ARZAN: Ez bi xwe pir tişt li ser vê yekê nizanim. Tenê eger ez sozek bidim li ser soza xwe
disekinim lê birêz Alaban di vê rewşê de pispor û mamosteyê me ye, dibe ku ew bersivên
pirsên we bide.
ALABAN: Haşa! Hun hostayê min in, ez di dibistana we de mezin bûme. Birêz Serok jî, li
vir e, emê rastiyê bînin ziman. Mesele gelek asan e lê hin kes naxwazin têbigîjin. Em
polîtîkvan in, polîtîkvan çi dikin; polîtîka. Em jî, ji kesî hez nakin, êvîndarê kesekî nînin, em
polîtîka û dîplomasî dikin. Di polîtîka û dîplomasî de qatîlhezî hebe, emê wî jî bikin. Çi
lazim be, emê bikin. Polîtîka û dîplomasî li gor dilê mirov nameşe; wê demê divê dil û
daxwaza mirov li gor wan xwe bilivîne.
SOKRATES: Gelo polîtîka û dîplomasî rê didin qatîlhezî? Mirov moralê gelê xwe hesab bike
yan na? Moralê gelê mirov rê dide êvîndariya qatîlheziyê yan na? Çima mirov naçe nav gel
û hertiştî vekirî çênake?
ASIMQEND: Birêz Sokrates hun dijminên me nas nakin...
SOKRATES: Çima nas bikim! Ez naxwazim dijminê Kurdan, ez dixwazim gelê Kurd baş
nas bikim. Gelo gelê Kurd qatîlhezî dipejirîne...?
BERKEND: Ma gelê me hez neke, em çima bikin. Gel reben e, perîşan e, nizane ji çi hez
dike, ji çi nake. Pêwîst e em rê şanî gelê xwe bidin.
SOKRATES: Rêyeke din ji bilî qatîlhezî tune, mirov nikare dijminê gel pê baş bide
naskirin? Gelê Kurd dijmin nas bike, ne çêtir e?
ARZAN: Na, mafê me di vî tiştî de nîne.
ALABAN: Gelê me dijmin baş binase, em nikarin diplomasî bikin...
ASIMQEND: Gel ji polîtîka dûr bimîne çêtir e. Hun dizanin em dîplomasiya dizî dimeşînin
û xetere pir in; ji bo gelê me di rêya dîplomasiya dizî de têk neçe, nizanibe çêtir e. Yên
dizanin piranî tên kuştin, dijmin xurt e. Divê em di vê rêyê de têk biçin lê gelê xwe
biparêzin.
BERKEND: Pirsgirêk ew e ku em gelê xwe, gelê me jî dijminê xwe baş nas nake. Divê em
dijmin bi gel bidin naskirin daku gel bibîne dijminê me ne ewçend xirab e û dev ji şer
berde, pê re bijî.
TIRZO: Ya rastî pirs gelek zelal e. Divê em rêyek bibînin ku gelê me giş bê Ewropa. Li
Ewropa tişt nayê serê gel ji ber ku demokrasî heye, mafê mirovan heye, çi zanim... heye û
heye. Eger em nikarin gel bînin Ewropa, pêwîst e em Ewropa bibin Kurdistan.
SOKRATES: Ma li Ewropa çi heye? Mîna birêz Serok ji min re gotibû, ew çek û top
difroşin dijminên Kurdan, çima ew ji bo Kurdan baş bin? Demeke berê em bi
berpirsiyarekî wan re, bi MacKanther re, peyivîn, ew mafê Ewropa di kuştina Kurdan de
didît, îcar tê çima Kurd bibî Ewropa yan Ewropa binî Kurdistan?
ARZAN: Birêz MacKanther dostekî me yê herî hêja ye.
ALABAN: Eger birêz MacKanther û yên mîna wî nebûna wê Kurd hîn bi çekên îptidaî
bihatana kuştin. Ew çekên humanîst didin dostên me yên dijmin ku Kurd bê êş û êşkence
bên kuştin. Ev yek jî, şanî me dide ku ew çiqas humanîst in, can bi gorî ji dijminên wiha
re.
ASIMQEND: Di vê yekê de ez bi we re ne di eynî fikrê de me. Saddam qatîlekî hov e; ne tenê
bi çekên kîmîkî, bi her awayî Kurdan dikuje.
ARZAN: Birêz Asimqend hun biçin serê xwe bi dijminên xwe re bêşînin, çima dev
davêjin dijminên me. Me tucar tiştekî xirab li ser dijminên we gotiye; na. Em hertim bi
dijminên we re di nav xebateke baş de ne û mîna bira ne.
BERKEND: Bi rastî wiha ye. Têkiliyên we bi dijminên me re jî, gelek baş in. Em di vê yekê
de gelek spasdarê we ne. Herçiqas hin Kurdên çewt û mewt li dijî dostaniya we bi dijminên
me re derdikevin jî, li wan biborin, ew cahîl in, hîn negihîştine tama hevkariyê bi dijminên
me yên dost re.
ALABAN: Dijminên herî dost jî, eger mirov rastiyê bibêje ew in, lê hin kabirakayên hêja vê
yêkê fam nakin. Li ser pirsa Ewropa û dostên me yên li wê derê ez dikarim bêjim ku ew ne
mirov in, melayik in. Hingiv in, şekir in. (Bi dizî ji guhê Serok û Sokrates re) hêvî dikim
neçe guhên yên dinan, ew segbavê Ewropa û Amerîka ji hemûyan xirabtir in, ew dixwazin
em nigên wan paçî bikin. (Cardin bi dengê bilind) ew camêr in, bi kultur in, humanîst in...
SOKRATES: Ez ji van kesan çi fam bikim? Bi çi aliyê wan bawer bikim? Mumkun e ku ev
nûner û berpirsiyarên gelê Kurd bin? Ez bawer nakim gelê Kurd mîna wan bifikire!
SEROK: Helbet wiha nafikire. Lê hîn jî, hin kes hene muhtacê wan in. Çi bikin, jiyan tenê bi
polîtika nameşe, nan jî, ji bo jiyanê pêwîst e. Em jî, ji ber vê yekê şerê xwe heroroj bilind
dikin daku rojek berê gelê xwe ji vê esaret û ji lepên van kesan azad bikin. Realîta jiyanê rê
dide ku hîn ramanên wiha çewt jî, li ser zemînê Kurdistan şîn bibin.
SOKRATES: Pirsgirêk gelek giran e. Xwezî vêga hin dostên minên sofî û fîlosof li vê derê
bûna yan jî, niştevanek ji Athen, Platon li vê derê bûya çêtir bû, ji ber ku wê giş peyvên
me binivîsanda. Tiştên wiha bên nivîsandin ji bo pêşeroja dîrokê baş e.
SEROK: Tu meraq neke, giş tiştên li vê derê tên gotin, zevt dibin. Birêz Yasko û Isvanes li
pişt perdeyê ne, hertiştî dinivîsin. Min xeber dabû hin waqanivîsên nû, ew jî, li vê derê ne.
Tu axaftina xwe berdewam bike.
SOKRATES: Xwezî Xenophon jî, li ba me bûya!
SEROK: Ew jî, li menzela dinê ye, not digire.
SOKRATES: Ez bi guhên xwe bawer nakim, bi rastî tu her tiştî difikirî...
SEROK: Platon jî, li ba Xenophon e, yek kêm bihêle, yê din temam dike. Eger her du jî, pê
negîjînin wê Herodot rê li ber kêmasiyan bigre. Ji ber ku Herodot pir di bin bandora Homer
de ye, carna ji dêvla dîrokê çîrokan dinivîsîne; min Thukiydides jî li ba wî daye
rûniştandin. Min got belkî tu bêriya Xantippe bikî, ew jî, çend mal ji me dûr li taxa jorê, bi
zarokan re li cem malbateke Kurd in.
SOKRATES: Ez nizanim çi bibêjim! Baş e, emê sohbeta xwe berdewam bikin. Birêz Tirzo
hun bi salan e li Ewropa ne, we çi başiya wan ji bo gelê Kurd dîtiye ku hun ewçend pesna
wan didin?
TIRZO: Ma min çi feyde nedîtiye, nizanim qala çi bikim! Ew ez kedî kirime.
SOKRATES: Feydeya we yê şexsî napirsim, feydeya gelê Kurd dipirsim...
TIRZO: Ma gelê Kurd ne ez im, ez gelê Kurd yê herî xas im. Em Kurdên li Ewropa
vegeriyane ser eslê xwe, em medenî ne. Em li bajarên paqij dijîn, mûsîka Beethoven, Miçael
Jackson, Haydn guhdarî dikin. Em pirtûk, kovar û rojnameyên wan dixwînin, li fabrîkên wan
kar dikin. Têkiliya me hertim bi medeniyetê re heye. Fîlosof, nivîskar, dîplomat û jinên zerik;
meyxane û xwaringehên paqij, ma ev hemû ne feyde ne ji medeniyetê?
SOKRATES: Ev tiştên hun dibêjin medeniyet be, ez tutişt ji medeniyetê fam nakim.
Mumkun e ji bo we ev medeniyet be, ez ji medeniyeta we û Ewropa fam nakim. Belkî jî,
jiyana em qal dikin; ez, birêz Serok û gelê Kurd, medeniyetek e ku hun naxwazin haya we jê
hebe. Ez bi xwe hîç tiştek nizanim. Tiştê ez pê dizanim ew e ku ez dixwazim ji
medeniyeta hun qal dikin, gelek dûr bim, naxwazim di ber re jî, derbas bibim û bê wê
medeniyetê cahîl bimînim. Baş e ku Diogenes ne li vê derê ye, feqiro wê ji kerba bimira!
Birêz Arzan carekî din em vegerin sohbeta xwe: Hun di qatîlê Kurdan de çi dibînin, ji wan
hez dikin? Ma ne ew bûn ku di rojekê de bi hezaran Kurd li Halebçe û ciyên din qetil kirin?
Ma ne ew dostê we yê Saddam bû ku heşt hezar Kurd winda kirin, heta niha mirov nizane
çi hatiye serê wan?
ARZAN: Birêz... hun kî ne, navê we çi ye? Hun çima timî hêrîşê dostên me dikin? Ma ez
nizanim ew dijminê me ne! Lê mîna birêz Alaban hîn çêtir tîne ziman, em dîplomasî û
polîtîka dikin. Eger em bixwazin gotina me li cem hin kesan piçek jî, derbas bibe, pêwîst e
em hertiştî bikin, ne wiha ye birêz Alaban?
ALABAN: Çawa? Tu di vê yekê de çi bibêjî, em mîna hev difikirin. Lê tenê di vê yekê de.
Xem nake bila hin kes me şaş fam bikin, ma em nikarin tiştna bikin ku biçin xweşa
herkesî! Em carna tiştna dikin; em dizanin xelet û xetere ne lê divê em bikin ji ber ku qedera
gelekî di destê me de ye.
ARZAN: Ma ew kes çima qedera xwe dane destê me? Ji ber ku dixwazin em qerarê li ser
qedera wan bidin. Eger ew bi xwe vê yekê dixwazin çima em nekin?
SOKRATES: Eger gelê Kurd rûmetek dide we, çima hun bersiva vê rûmetê nadin, hertişt
naxin xizmeta gelê xwe?
ALABAN: Hertişt di xizmeta gelê me de ye. Em têkilî bi dijmin re datînin daku ew gelê me
nekujin, mafek bidine me.
ASIMQEND: Em xwe feda dikin daku gelê me di pêşerojê de rehet bijî.
BERKEND: Em nebin, gelê me pir asî ye, wê şer bike û di demeke kin de bi serê xwe
bimîne; bi tena serê xwe man tiştek nebaş e. Gelê me hînê xwe îdarekirinê nebûye, wê
anarşî derkeve. Em nahêlin, rê li ber digrin daku gelê me bê anarşî di nav gelên din de bijî.
Gelekî bi tena serê xwe, bê girêdanê der û dor êdî zevt nabe, mirov nikare wî îdare bike.
TIRZO: Birêzan hun ji dilê min dipeyivin. Ez ji anarşî nefret dikim, divê hertişt rêkûpêk
be, mîna li Ewropa. Azadî hebe, azadiya rasteqîn; ger kesek bixwaze li dijî rêkûpêkiyê
derkeve, bi çengilê wî bê girtin, ceza wî bê dayîn. Mirov çiqas xwe li gora rêkûpêkiya
civak û dewletê bilivîne ewqas azad dibe, yanî îradeya xwe di nav îradeyeke mezin de
dihelîne. Mîna fîlozofê mezin Bismarck gotiye, divê civak bi dîsîplîn be! Mirovê bê dîsîplîn ji
azadiyê çi fam dike!
SOKRATES: Nizanim, ma tu pêwendiya Bismarck bi fîlosofan re heye! Gelo fîlosof hene ku
bi dîsîplîna hun qal dikin re pêwendiya wan hebe? Ew tiştên hun dibêjin piranî polîtîka
dewletên dîktator in. Baş e, em vê yekê berdin. Birêz Asimqend, bi fedakariya we baweriya
min heye, lê gelo ev fîdakariya dema şovalyetiyê nîne? Mirov dîplomasî, polîtîka û
fîdakariya vekirî bi gelê xwe re bike ne çêtir e? Fedakariya we ya ku hun bi jiyana xwe
didin, ji bo gelê we berdelek ne giran e?
ASIMQEND: Belê giran e, lê divê demê de ji destê me tiştekî din nayê...
SOKRATES: Lê hun dikarin xwe bi gelê xwe yê bakûr ve girê bidin, têkoşîna xwe bikin
yek. Ew di têkoşînê de gelek li pêş in. Hun çima nikarin bi hev re bixebitin?
ASIMQEND: Em dikarin, tu asteng li pêşiya me nîn in ji bilî tevlîheviya me ya ku em vê
dawiyê tê de ne. Dijmin gelek zor da me û gelê me. Em bê taqet mane.
SEROK: Lê hêviya rabûna ser xwe hîn venemiriye, ne?
ASIMQEND: Na, lê westan û tirs hene. Dijminê me çavê gel zor tirsandiye, derman pê divê.
SEROK: Derman şer û têkoşîn e.
ASIMQEND: Ev yek taqet dixwaze, rêxistinên xurt dixwaze, kesên fîdayî dixwaze.
SEROK: Ger mesele tenê ew tişt bin ku hun qal dikin, hemû hene. Pêwîst e em rewşa li ba
me bixin nav gelê xwe li parçeya we, ma em nikarin bi hev re bixebitin?
ASIMQEND: Em dikarin, lê çawa?
SEROK: Baş e, emê li ser vê yekê bi hev re rûnên û bipeyivin...
SOKRATES: Birêz Alaban heta ku hun enerjiya xwe li dijî hev xerc dikin, şerê birakujî
dikin, hun giş bi hev re bibin yek, xwe li dijî dijmin xurt bikin ne çêtir e?
ALABAN: Ez bi salan e di nav hêz û rêxistinên Kurdan de mîna polêzê trafîkê diçim û têm,
dixwazim hemûyan li hev bînim. Pir caran gelek kesan li hev tînim. Ew li hev tên, îcar
navbera min bi wan re xirab dibe. Ne tenê hêzên Kurd, têkiliya Kurd û dijmin jî, bi min didin
kirin, paşê yê di nav de xirab e, dîsa ez im. Ez nizanim çi bikim! Ez ji hemûyan bêtir têkilî
datînim lê ew jê feyde digirin û hîn bi min jî, qayîl nabin. Ew ne ji dîplomasî ne ji polîtîka
dinyê û ne ji axretê fam dikin û nahêlin ez li gora dilê xwe kar bikim. Derdên min pir in.
Rojek dema we hebe, em danişîn, ez qala tiştên hatine serê xwe bikim, hun qerar bidin û
bêjin ka ez çi bikim!
SOKRATES: Na, spas birêz Alaban, ez naxwazim tiliya xwe bixim nav polîtîka rojhilat ku
tutişt jê fam nakim û bi we re kap avêtin, haşa! Ne karê min e. Ez piçekî din guh bidim
we, pêwîst e bibim şirîkê kar û kirinên we. We min li ser birakujî yan jî, kurdkujî zelal nekir.
Pircar Kurd bi dijmin re dibin yek li dijî Kurdan, ev nabe birakujî, dibe kurdkujî; hun çi
difikirin?
ALABAN: Ya rastî muhatabê vê pirsê ne ez im. Di vê pirsê de bi kirinên xwe birêz Arzan
pispor e, ew dikare bersivê çêtir bide.
ARZAN: Nizanim ji xelkê re çi, em birayê xwe dikujin. Ma ew ne birayê me ne. Divê mirov
hinek azad be, bi kêmayî di kuştina birayê xwe de. Paşê em ne bi kêfxweşiya dilê xwe
birayê xwe dikujin, em nekujin, xelk dikuje. Ma birayê me bi destê xelkê bê kuştin çêtir e?
Paşê feydeya gelê me di birakujî de zêdetir e; divê hin ji me feda bin daku yên din azad û
serbest bijîn. Emê ji bo mafê gelê xwe çi ji destê me bê bikin, ne birayê xwe, eger pêwîst be
emê dê û bav, zar û zêçên xwe jî, bikujin. Em çi dikin ji bo mafê xwe dikin, ma ji bo mafê
xelkê nakin.
ALABAN: Di peyvên birêz Arzan de rastiya Kurdistan pir xweş diberiqe. Çare nîne xeyo.
Çare hebe mirov çima bi dijmin re bixebite?
SEROK: Çawa çare nîne? Eger hun hîç çare nabînin, xwe bikin bombe û di zikê dijmin
de biteqînin. Ma haya we ji lehengên me jî, nînin?
ALABAN: Lê em bombe di xwe de biteqînin êdî nikarin dîplomasî bikin, ji bo gelê xwe şer
bikin. Paşê hun çima hema wiha zû xwe dilivînin, piçek sebir pêwîst e.
SEROK: Bi hezar salan e eynî stran: sebir. Kevirê sebrê teqiyaye haya we jê tune. Em çil
mîlyon mirov in, heta çil mîlyon bê şeref dimînin, bila çend mîlyon xwe fîda bikin daku
yên din bi şeref bijîn.
ALABAN: Ez bi xwe naxwazim ji wan çend mîlyonan bim, ez dixwazim ji çil mîlyonan
bim. Mafê herkesî heye ku qedera xwe bi xwe tayîn bike.
SEROK: Mafê te ye. Lê wê demê dev ji wan Kurdên ku dixwazin bi şerefa xwe bijîn, berde,
rê li ber wan negire. Çi ye, tu derketiyî bi navê dîplomasî û polîtîka giş Kurdan şerpeze
dikî! Nikarî, dev jê berde; na eger îdîa te hebe, dev ji çewtî û lîstîkan berde.
ALABAN: Yanî ez dîplomasî nekim?..
SEROK: Ew tiştê tu dikî, ne dîplomasî ye. Tu rabûyî, dixwazî bi Mitterrand, Helmut Kohl,
Bill Clinton ûwd. re dîplomasî bikî. Ew bi sedsalan e dîplomasî dikin, tu nikarî li ser zemînê
wan, di salonên wan de bi wan re dîplomasî bikî. Walsa dîplomasî bê qiwet nabe, ma qiweta
te, yan jî qiweta me Kurdan di vî warî de çi ye? Ew mîna guran e, mirov di bin de dibin û
tînin lê tutişt naxin lepên mirov.
ALABAN: Bi rastî min jî, vê yekê fam kiriye, ma em çi bikin, dev ji dîplomasiyê berdin!
SEROK: Na, em dîplomasiya dizî nekin. Divê em bizanin ku dîplomasî walseke zirav e, di
salonan de tê kirin. Dansa di salonan de piranî car di navbera çend kesan de çêdibe; mirov
hînê vê yekê nebûbe, dikare mîna jinên navber, sozê bide pir kesî û nikaribe bîne cî, mîna
dîlbereke di holê de bimîne. Salonên me yên dansê nînin, em govendê li meydanan digirin. Di
govenda meydanan de hertişt vekirî ye, kî bi kî re, çawa, çi soz, zelal in. Divê em vê demê
di meydana govendê de dîplomasî bikin heta em bigîjin hêza ziraviya salonan. Berî hertiştî
pêwîst e em hêzên xwe bikin yek, bi kêmayî yek dev bin. Gava dost û dijmin yekîtiya hêzên
me bibînin, nikarin mîna dilê xwe bi me bilîzin. Me cidîtir digrin. Gotina me pere dike,
dîplomasî û polîtîka wê demê baş dimeşe. Lê em parçikparî xwe dixin destê dijmin, ew jî,
li gor kêfa xwe bi me dilîze. Ne wisa ye?
ALABAN: Ma mirov ji gotina rast re çi bêje! Lê tu hewl bide ku Kurdên din bînî ba hev,
mesele ez bim, ez ji do ve amade me.
SOKRATES: Birêz Arzan çi mafê birayên we hene ku ew bi destên we bên kuştin? Ma
ferq di nav mirina ji destê bira yan dijmin de heye?
ARZAN: Çawa tune! Lê ya rastî em jî, vê yekê ne ji kêfxweşiya dilê xwe dikin; dijmin xurt
e. Em nekin ew hîn barbartir dikin. Em bi wan re li hev tên daku çend Kurd ji me bikarin li
jiyanê bimînin.
SOKRATES: Yanî hun ji bo jiyana çend kesan gelê xwe fîda dikin?
ARZAN: Ma ew çend kes jî, gelê me ne; em mafê gelê bi xwe re dikarin biparêzin, qiweta
me nîne ku em giş gel biparêzin. Ne ku em naxwazin, bi rastî em êvîndarê gelê xwe ne, çi
parçeyê Kurdistan dibe bila bibe. Lê zora me naçe dijmin. Em realîteya xwe dizanin, em
dizanin zora me diçe kî. Ji bo me li dijî Kurdên parçeyên din şerkirin hêsantir e; dijminên
me zor zêde ne, em nikarin bi wan. Qiweta me neçe wan, pêwîst e em hustîxwariya xwe li
pêş wan bipejirînin û diyar bikin.
SOKRATES: Gelo hun nikarin têkiliyên xwe bi dijminên xwe re wisa deynin ku ew têkilî
zerar nedin Kurdên parçeyên din?
ARZAN: Em dikarin lê dijmin qebûl nake. Mafê wan jî heye ku şertan deynin pêş me.
BERKEND: Ez dikarim şahîdî bikim ku di têkiliyan de birêz Arzan gelek li ser disekine ku
her du alî jî, zerarê nebînin.
SOKRATES: Yanî aliyê dijmin û birêz Arzan. Baş e, li ser aliyê Kurdên din çi ked û xebat
hene? Ji bo parastina wan çi tê kirin?
SEROK: Tiştek nayê kirin birêz Sokrates. Ew dev ji Kurdên din berdin bes e. Lê bi têkiliyên
xwe, ji êvîndariya xwe bi dijmin re, ew parçeyên din nafikirin. Em dizanin ew mecbûr in bi
dijmin re hin têkiliyan deynin. Lê ew bi têkiliyan nasekinin, dibin pepûk û êvîndar; ev yek li
giş Kurdên din gelek zor tê.
SOKRATES: Ev êvîndarî ji tirs tê, ji çi ye?
SEROK: Hun dizanin ku giyana mirov dikeve gelek rewşan. Carna êvîndarî, xwe diguhizîne
nefreteke mezin, carna jî, tirs û nefret xwe diguhizînin êvîndariyê. Di rewşa li pêş me de
her du jî, rast lê nayên.
ARZAN: Pêwîst e em ji wan mirovan hez bikin, mirov ji hinekan hez neke, nikare pê re
bixebite. Em jî, dostaniya xwe li ser rastiyê datînin. Em nikarin kesî bixapînin; ev di mêraniya
me de nabe. Divê em durust bin.
SEROK: Birêz Arzan, eger hun li durustiya dema şovalyetî digerin, ew yek ji zû ve miriye.
Di polîtîka û dîplomasî de bi dijmin re durustî desrbas nabe. Hun çiqas durust bin, dijmin
ewqas ji we feyde digire. Durustiya mezin divê hun bi gelê xwe re bikin. Pêwendiyên we bi
gelê we yê parçeyên din re pêwîst e durust bin. Lê hun bi sedema durustî û peymana bi
dijmin re li dijî gelê xwe dikevin nav şer, gelê xwe dikujin; durustî li kuderê ma? Herkes
mafê gelê xwe diparêze, hun rabûne qala soz û peymanên durust bi dijmin re dikin.
ASIMQEND: Bi rastî jî, ez tu durustî di vê yekê de nabînim. Ji min re gelek tişt ronî dibin.
Kes nabêje pêwendî daneyne. Divê pêwendiya mirov datîne, zerar nede Kurdên parçeyen
din li Kurdistan.
SEROK: Dijmin me parçe kiriye, ev rastiya me ye; lê em çi dikin li dijî vê rastiya neheq?
Pirs di vê derê de ye, gerek em ne li dijî hev dijî rastiya xwe şer bikin, ew rastiya ji hêla
hêzên biyanî li serê me teşîrês bûye.
ARZAN: Dibe ku gotina we rast be, lê rastiya me û ya we ne yek in. Em ketine rêyeke din û ji
bo me jê veger nîne. Me ne tenê soz û peyman dane, em bi wan kesên ji bo we dijmin in hev
baş fam dikin. Herkes ji xwe re, mafê we tune, hun li ser qedera me biryarê bidin. Em bi kî
re, çawa dixebitin azad in.
SOKRATES: Eger azadiya hun dixwazin zerar bide Kurdên parçeyên din?
BERKEND: Em bi xwe ji parçeya mezin in û tu zerarê tê de nabînin.
TIRZO: Ma di pêwendiyên dîplomasî de çi zerar hene? Ez bi xwe li gel vî tiştî me ku
têkiliyên me tenê bi mirovên medenî re hebin. Kurd piranî ji medeniyetê fam nakin, em bi
Ewropiyan re bixebitin çêtir e. Ji xwe min têkiliya xwe ji zû ve ji Kurdan biriye. Ez bi wan
re şerm dikim. Wê rojê min telefonê malê kir, giş xortên eşîra me çûne serê çiya. Ez pir
qehirîm, min ji diya xwe re got ez carekî din li wan nagerim, ma ev çi barbarî ye. Diya min
telefonê li ser rûyê min girt û got lawo şîrê min li te helal nebe! Ew jî, çend lîtir şîr daye
min hertim qala şîrê xwe dike, çi îptîdayî. Eger ew li Ewropa bûya, minê bi sedan lîtir şîr
bikiriyana, bidanê. Ma şîr çi ye?
SEROK: Birêz Sokrates tu guh didî, mejî û giyanên pir Kurdan tevlîhev bûne, nexweş in,
derman pêwîst e; laşê wan dermanê gelê me êdî nagire. Divê em dermanek bibînin ku li dijî
vê nexweşiyê bi kêr bê.
SOKRATES: Thales li Mezopotamya pir geriyabû, li wê derê fêrî magî yanî sihêr bûbû,
paşê çûbû Misirê hekîmî fêr bûbû; li gor wî kesên wan welatan dermanê her nexweşiyê
dîtibûn.
SEROK: Dermanê nexweşiya giyan û lareş (kangren) çi ye li gor Thales?
SOKRATES: Ew digot, ger nexweşî kangren bûya jêdikirin daku navêje giş laşê. Lê
Hippokrates hîn li ser nexweşiya kangren dixebite, nizanim çareserî dibîne yan na! Gava
diya min li cem jinên ducan bû, carna zarok dernediket. Eger zarok dernekeve digot diya min,
ji dê re jî, xetera mirinê heye; ji ber vê yekê wê li gor rewşê xilaskirina dê yan zarok digirt
pêş xwe daku her du bi hev re nemirin. Zayîn hertim bi êş e lê carna bi mirin dawî lê tê. Ji
bo zayîn bê mirin be, pêwîst e mirov hertiştî bike. Lê carna mirov bê çare ye, ne wisa?
SEROK: Carna, pircar. Eger ew zarok Kurdistan be hîn bêtir. Emê bê westan li dermanan, li
çareseriyê bigerin.
ARZAN: Li gundê me pir zarok seqet dizên, pir caran dayik dimirin, mixabin.
Dostları ilə paylaş: |