bikevim têkiliyê. Hun bi mejîleza xwe digîjin dema min û demên pêşerojê; bi vî awayî
lihevhatin û lihevlivîn çêdibe.
YASKO (Ji Isvanes re): Bawer dikim emê ji vê sohbetê gelek feyde bigirin lê wê dora peyvê
kêm bê me.
ISVANES (ji Yasko re): Xem nake. Em baş guh bidin wan, sohbeteke zor balkêş e.
SOKRATES: Bibuhrin, me dîsa bê we berdewam kir. Belê birêz Yasko, rewşa we çawa
ye? Hun çawa ne birêz Isvanes?
YASKO: Rewşa me rewşa Kurdan e. Kurdbûn gelek zor e birêz Sokrates. Polîtîkvan,
nivîskar, rewşenbîrê Kurdan bûn hîn zortir e.
ISVANES: Birêz Sokrates, ger dema me bimîne ez dixwazim rewşa hin heval û dostan
bipirsim. Mesela Herakles, Thales çawa ne. Li ser Kurdan mefqûfê wan çi ye...?
SOKRATES: Dem bimîne, ezê behsa wan jî, bikim; lê ew jî, pir meraq dikin ka hun çi dikin.
Ez dixwazim ji we pir agahdarî bibim. Herodot û Thukîdides pir silav dikin û dixwazin li ser
dîroka Kurdistan ya nû agahdarî bigrin. Jina min Xantippe jî, Kurdan pir meraq dike; hin
nivîsên we xwandine, pir bi kêfa wê ye. Pir silavên Europîdes li Mûsapos hene. Ez hêvî dikim
emê karibin rojek bi Musapos re jî, sohbet bikin!
SEROK: Belê, emê karibin. Mixabin Mûsapos vêga di nav gel de pir karên pratîk hilgirtiye
ser xwe, em dikin nakin bernade nayê. Jiyana wî ji yên me gişî xweştir e, bi mejiyê xwe ji
hemû Kurdan azad û serbestir e. Ew ji we fîlozofan pir hez dike, dixwaze bê cem we.
SOKRATES: Thales ji min re behsa wî kiribû. Lê ew me kal dibîne. Rojek ji Platon re gotiye
ew ji fîlozofên xort mîna Descardes, Rouşeau, Sartre, Kierkegaard, Sçopenhauer, Nitsçe,
Marx ûwd. hez dike. Min ji Arîstoteles bihistibû ku navbera wan gelek baş e. Xenophon ji
wî pir hez dike, hertim behsa wî dike ji me re.
YASKO: Ma kî ji kekê Mûsapos hez nake. Dijmin jî, li hember wî hustîxwar e. Mûsapos di
dilê gelê Kurd de pîroziyek e. Rojek dema me hebe birêz Sokrates, ez dixwazim bi we re bêm
cem we daku giş agahdarî li ser Mûsapos bidim. Ez mîna kurê wî bûm, dostaniya me zêdeyî
30 salan kişand; mirov ji wî têr nabe. Hun ji bo Platon çawa ne, Mûsapos jî, ji bo min wisa
ye.
SEROK: Giş wesfên rewşenbîrî û zanabûna Kurdî di wî de hebûn.
ISVANES: Ew ji bo me hemûyan mînakek e ku ehlaq û mirovahî çawa be!
SEROK: Bi vî awayî em dikarin dest bi sohbeta xwe bikin. Sohbeta me li ser hertişt e, lê em
dîsa jî, piçek bi sînor bikin çêtir e bi baweriya min. Li ser morala raman, ehlaqê mejî,
afirandina rewşenbîrî ûwd. em dikarin sohbet bikin.
SOKRATES: Bi vî awayî ezê karibim du ramanên bijarte ji civaka Kurd binasim.
YASKO: Haşa! Haşa birêz Sokrates tewecuha we ye. Em xizmetkarê gelê xwe ne. Heta ji
me bê, li gor zanabûn û qiweta xwe em dixwazin xizmetê bikin.
ISVANES: Birêz Sokrates gelek kîbar e, ne! Tabî birêz Serok ew mijara hun pêşniyaz dikin
gelek girîng e. Em îro li mêzêna êtîk yanî ehlaqê raman û mejî binêrin û rewşa Kurdan bidin
ber çav, em dikarin kêm ked di vî warî de bibînin. Rewşenbîriya Kurd herçiqas mirovên
mezin di dîrokê û di dema me de derxistibe jî, ev têr nake. Em Kurd bi morala ramana xwe
neliviyane. Me hertim ehlaqê mejî ji bo dervayê xwe pêk aniye. Pêwîstî berî hezar sal bi vê
yekê hebû, îro jî, heye.
YASKO: Kurdbûn zor e bavê min. Ehlaqê avakirina hin tiştan ji bo civaka xwe, di me de
kêm e. Ji ber ku em hertim li gor êtîka berjewendiya mejiyê derva liviyane, me yên malê
hesab nekirine; di parastina teng û mafên biçûk de mane, me nikariye ji bo xwe, ji xwe re
bibin xwedî êtîka raman.
SEROK: Belê. Giş mesele ev e. Di dîroka mirovahî û şaristaniyê de Kurdên xwediyê êtîk
yên mezin derketine. Kurd xizmeta mirovahiyê kirine. Lê îro ev xizmet bê xwedî ne. Çima?
Ji ber ku kes tune biparêze. Parastina wan ne bi navê wan e. Ger mirov bê nav be û bixwaze
xizmeta navê cîhanê bike, di cîhanê de wê rûmeta mirov jî, bê nav be, bê xwedî be. Rastî ew e
ku mirov li ser zemînek bilind bibe. Bilindiya bê zemîn berovajiya wî ye. Tu li ser rûmetek
bilind nebî, nizanî berjor yan berjêr diçî. Nikarî wê ferqê jî, îdrak bikî. Kêmasiya êtîka
raman ne ji niyeta xirab yan ji bê ehlaqiyê tê, ji tunebûna zemîn, ji kêmasiya rûmeta der û dor
tê.
SOKRATES: Rast e. Mirov çiqas cîhanî be jî, divê zemînekî hebe ku mirov xwe li ser
bilivîne. Ev zemîn netew dibe, gel dibe, welat dibe, erdê herêmeke çandî dibe; lê bê civak
nabe. Civak mîna malbat e. Malbat mezin dibe, dibe civak, civak dibe gel ûwd. Bê pejirandin
û xwelivandina li gor van rastiyan mirov çiqas bixwaze jî, nikare bibe xwedîmoral.
SEROK: Mirov bi tena serê xwe li serê çiya be, ji mirov re ehlaqekî mirovî ne gerek e.
Mirov dikare tazî bigere, biqêre, birçî bimîne ûwd. Li wê derê ehlaqê xwezayî derbas dibe
ku ev qanûn e; qanûnên xwezayî.
ISVANES: Xebata me ya li ser êtîka ber bi ramana ji xwe derketî, ber bi xwe ji bo xwe û ji
derva anî ber bi xwe ji bo xwe, ji bo demeke ne dûr be jî, pêwîst e. Emê hewl bidin ku hîsên
me yên moralî û organî li ser gelê me bin. Kesayetiya berzedil ji bo dilberziya netewî ber bi
xizmeteke cîhanî ye. Xizmet ji xwe der berz bibe serfirazî ye.
YASKO: Heta ji min bê ezê guh bidim we daku baş têbigîjim. Ez ji fîlosofiyê zêde fam
nakim lê ji bo ramana xwe bînim ziman ezê jî, carcaran bipeyivim.
SOKRATES: Peyv bi serê xwe çi mane îfade dike? Ma peyv ji bo peyvê ye yan ji bo
têgîştina peyvê ye? Têgîştina peyvan ji peyv bi xwe mumkun e? Peyv ji xwe der, ber bi
derva têgîştinê asan dike yan ji derva ber bi xwe? Li ba me hin fîlosof hebûn ferqa peyvên
wan ji yên taciran nebûn. Ew hertim ji xwe der, ber bi xwe û ji der, ber bi xwe û bi xwe li ser
xwe di rastiya têgîştina jiyanê de bûn. Rastiya wan di jiyanê de derewên jiyana rastiya wan
bû. Hin fîlosof êtîk û morala raman ber bi mejî di mejiyê materî de didîtin lê di mejî û raman
de materî nedidîtin û çîrûska êtîk ji raman ji bo wan mane îfade nedikir. Eger em qala raman
bikin gelo ne pêwîst e ku em bingeha wî bînin ber çav; bingeha mejî em li ser çi ava bikin?
Êtîk parçeyek ji hebûna materî ye yan na?
SEROK: Êtîk mîna materî bê girtin xwe dide ser kîjan beşê organan? Mîna metafîzîk
dervayê materî bê girtin îspata hebûna wî çi ye? Gelo em dikarin ji derva ber bi derva, ji
hundir ber bi derva, ji derva ber bi hundir, ji hundir ber bi hundir yan jî, li derva bi serê xwe,
li dervayê derva bi serê xwe qala rastiya-nerastiya êtîk, raman û moral bikin? Em dikarin
ehlaq bi dest bigrin, bi çav bibînin; bi organên materî hîs bikin? Îspata hîsan ji derva
mumkun e? Îspat nebûn bi xwe tê maneya îpatê yan îspata materî, îspata organan nayê
maneya ne îspatbûnê?
SOKRATES: Xwenasîn îspata dervayê xwe nasîn e yan dervayê xwenasîn înkara xwe bi xwe
ye? Homer jiyaye nejiyaye bê îspat e lê dîsa jî, ne îspat e ku jiyana wî diyar e yan na. Jiyana
Homer mîna nejiyana wî ye ji ber ku bê îspat e. Ji ber ku nejiyana wî bê îspat e, ew jiyaye.
Homer kes bû yan gel bi xwe bû nayê zanîn. Tiştê tê zanîn, bi navê wî berhemên gelê Yonan
yên herî girîng hatine afirandin. Lê ev berhem çima girîng in? Girîngî mîna zewqên rengan
e, li gor herkesî, her gelî tê guhertin. Homer ji bo min girîng be jî, ji bo we ne girîng e;
pêwîstiya girîngiya wî jî tune.
YASKO: Homer ji bo min girîng e ji ber ku dîroka gelê Yonan e.
SOKRATES: Dîroka gelê Yonan çima ji bo te girîng e?
YASKO: Gelê Yonan gelekî xwedî kultureke bilind e, li ser rojhilat û rojava tesîr kiriye.
SOKRATES: Lê pirs ev e ka zêde tesîr kiriye yan zêde di bin tesîra wan de maye? Tesîr yek
alî nîne, hertim xwediyê du aliyan e. Yonan kultura xwe ji kuderê anîne ku didin rojhilat û
rojava? Gelek bi tena serê xwe dikare bibe xwediyê kultureke cîhanî yan cîhan hebûna xwe di
giş kulturan de nade xuyakirin?
ISVANES: Dîrok bi me dide zanîn ku kultura gelekî bi serê xwe nabe. Kultur hertim cîhanî
ye welew ew ji aliyê kesek jî, berepêş hatibe birin. Kultura Yonan kulturên din di nav xwe
de diberiqîne lê welatên Ewropa tenê qala Yonan dikin ji ber ku ew Yonan mîna xwe dibînin.
Ewropa dixwaze cehaleta xwe ya dema antîk bi kultura Yonan tijî bike. Lê Yonan bi xwe
înkar nake ku ew bingeha kultura xwe piranî ji rojhilat û Afrîka girtiye.
YASKO: Yanî Ewropa derewan dike?
ISVANES: Mirov nikare derew bêje lê înkar û pozbilindî heye. Ewropa giş cîhana dervayê
xwe bê medeniyet dibîne; bi xwe ji kuderê xwediyê medeniyet bûye jî, nikare îspat bike.
Medeniyeta wî çi ye bi xwe nizane? Xwe davêje ser Yonan...
YASKO: Ewropî jî, mîna Tirkan dikin?
ISVANES: Hîn bi aqiltir in. Ew ne bi înkar, bi pejirandina tiştan naveroka wan vala dikin.
YASKO: Yanî çawa?
ISVANES: Mînak tu îspat bikî ku Homer ne Yonan lê ji eşîra Hûhû bûye; ewê dest bavêjin
pesna eşîra Hûhû û di kesayetiya Homer de Hûhû mezin bikin. Paşê wê lêkolînan li ser
eşîra Hûhû bikin û îspat bikin ku Hûhû zêde xizmeta şaristaniyê nekirine. Ji eşîra Hûhû
tenê Homer bi kultur mezin bûye û ew jî qala kultura Yonan kiriye. Bi vî awayî Homerê
Hûhû dîsa ji şaristaniya Ewropa bûye. Gelek metodên wan hene, ew bixwazin dikarin
pêwendiya her tiştên baş bi xwe ve girêdin.
SOKRATES: Ez ji vê yekê gelek aciz dibim. Ewropî hertim qala min dikin û ji xwe
dihesibînin. Birêz Isvanes hun nikarin di dîrokê de îspatan bibînin ku tu pêwendiyên min bi
Ewropa re nebûne, ez ne ji kultura wan im?
ISVANES: Em dikarin bibêjin ku Sokrates ji eşîra Bêrtî ye lê ferqa me û Ewropiyan namîne;
em naxwazin mîna wan bikin. Derew û zanyarî ne dost in.
YASKO: Bi rastî hun ji eşîrekî Kurdan bana hîn xirabtir dibû; wê demê wê Tirk li we xwedî
derketana û hun ji wan xilas nedibûn. Li hember Ewropa hun dikarin hebûna xwe ya Yonanî
biparêzin, li hember Tirkan gelek zor e; ferqa we û Yunus Emre nedima. Baş ku hun ne
Kurd in birêz Sokrates.
SEROK: Henekên we gelek xweş in. Ger em cardin vegerin ser mijara xwe; eger di mejiyê
mirovekî de valahî hebe, gelek zor e. Em vegerin ser rewşa Kurdan, heta dor bê Ewropa hîn
gelek dem dixwaze; em berê serên bê mejî li ba xwe binirxînin.
SOKRATES: Bawer bike li gor min mejiyê Ewropiyên herî bi aqil mîna mejiyê şivanê
gundekî we jî, nîne. Ez naxwazim di vê mijarê de kûr biçim lê ev ramana min e. Gava mirov
peyva mejî tîne ziman, aqil pê re difikire yan tenê organ tîne ziman?
YASKO: Helbet gava peyva mejî tê ziman divê piçek jî aqil pê re mijara gotinê be, ev
ramana min e. Mejiyê bê aqil dibe yan aqil bê mejiyê organ dikare hebe?
ISVANES: Belê ev pirseke girîng e. Mirov pir caran ji yekî re dibêje aqil pê re nîne lê ev
nayê wê maneyê ku mejî pê re nîne. Em mejî mîna organ bigrin dest, nikarin tê de aqil
bibînin, lê mejî dest bi çalakiyan bike tê de tê dîtin ka aqil heye yan na?
YASKO: Ma aqil bê mejî, mejî bê aqil dibe?
ISVANES: Helbet em nikarin hebûn û nebûna vê yekê îspat bikin lê em bi gotinan dilîzin,
dibêjin ev bi aqil e, ev bê aqil e ûwd. Lê nizanim aqil di kîjan mejiyê de heye!
YASKO: Mirov nikare aqil bibîne lê hîs dike, ji gotinan derdixe ka xwediyê gotinan di
rêzkirina hevokan de çiqas rast e.
ISVANES: Rêzkirina hevokan li gor çi rast e? Rastiya rêza wan bi çi tê pîvandin? Peyvên
rêzkirî ji yên nerêzkirî çima bi aqiltir tên dîtin?
SEROK: Mirov bi tena serê xwe bijî, ji bo wî ev tiştên em tînin ziman, derbas nabin. Mînak
mirovek bi xweza re bi tena serê xwe ye; ew çi bêje-nebêje, bike-neke ne çewt û rast e. Ji
bo ku em rengdêran (baş-xirab, çewt-rast ûwd.) bi kar bînin, hertim pîvan gerek e. Pîvan, li
gor civakan tê guhertin. Her civak ji xwe re pîvanan datîne û li ser wan pîvanan her kesên wê
civakê li hev tên. Ev lihevhatin ne peymaneke konstant (daîmî) e. Carna guhertin dikevin nav
van lihevhatinan.
SOKRATES: Em bêjin hin peymanên civakî hene û ez naxwazim van peymanan bînim cî,
xwe li dervayê wan dilivînim?
YASKO: Nabe birêz Sokrates, wê demê tu li gor peymanên civakê dikevî dervayê civakê.
SOKRATES: Ez li dervayê peymana civakê me û mîna wan nakim, ez peymana wan rast
nabînim û xwe li gor xwe dilivînim?
SEROK: Belê, dikarî. Lê wê demê civak te qebûl nake. Dibe ku xwelivandina te ji peymana
civakê bi mantiqtir be jî, dîsa dikevî dervayê civakê. Ji xwe pirsa me ew e ku çima em di nav
peymanekê de dizên bê ku em wê dipejirînin. Peymanên xweza ne mîna peymanên civakê ne.
Xweza bi xwe xwe durust kiriye û tu xwe li gor jitîna (înstîkt) tecrubeya mîlyon salan tê de
rast dilivînî bê ku bizanî çima û çawa. Lê xwelivandin li gor peymana civakê piştî zayînê
fêr dibî. Gava tu fêr dibî, dibî yek ji wê civakê. Xwe çiqas li hember civakê asê bikî jî, nikarî
bi temamî jê xilas bikî.
SOKRATES: Ji ber ku ez xwe jê xilas nakim dibe ku li hember hin beşên wê derkevim, wê
demê pêwîst e ku civak min bavêje dervayê xwe?
SEROK: Li vê derê pirsa mejî-aqil, ehlaq-raman derdikeve holê. Civak carek hînê qaîdeyek
bibe bi sedan sal guhertin nabe. Her qaîdeyê ku civak fêr dibe ji nivşeyên pêşî tên, mirov
nikare di rojekê de li hember derkeve û qebûlkirina hemberderketina xwe bixwaze. Pircaran
edet û teqelîd yanî peymanên civak bi dem re dihelin, winda dibin, ciyê xwe didin hin
fêrbûnên nû lê ji bo vê yekê pîvan roleke mezin dilîze. Guhertina pîvan dibe sedem ku di
peymana civak de guhertin çêbe.
SOKRATES: Ji bo guhertina peymana civak pêwîstî bi guhertina pîvan heye? Baş e pîvan li
gor çi û çawa dikare bê guhertin? Guhertina pîvan bi çi girêdayî ye?
YASKO: Mirov nikare bi carekê ve civak qulopanî bike?
ISVANES: Tu civak bi carekê ve qulopanî bikî, ev dibe şoreş. Lê em bêjin te qulopanî kir,
hertişt guhert û çi? Tê çawa bimeşînî, alternatîvê te çi ye?
SEROK: Ev yeka pir girîng e! Bê alternatîvek rêkûpêk mirov nikare civak biguhire. Pirs
guhertina civak nîne, pirs alternatîv e. Pirs piştî guhertinê çi be ye. Eger tu xwe ji piştî
guhertinê re amade nekî, guhertina civak nayê cî, şoreş provake dibe. Divê mirov zanibe,
gelo ew piştî şoreşê çi dixwaze?
SOKRATES: Em bêjin mirov zane lê tenê bi zanebûn pirsa piştî şoreşê çareser dibe?
SEROK: Na. Pêwîstî bi amadekirina pîştî şoreşê heye. Divê mirov hîn di dema şoreşê
de mejiyên nû ji bo piştî şoreşê çêke. Mirovên nû; bi ehlaq, raman, giyan... Ji bo piştî
şoreşê xebat berî û di dema şoreşê de pêk neyê, paşê dereng dibe. Vêga em di nav
şoreşê de ne, hertişt bi heyecan dimeşe lê şerê germ bisekine, heyecan jî sar dibe. Ji bo
heyecan germ bimîne divê giyana mirovan bilind, dilê mirovan berz be, mirov ji berê zêdetir
xwedî êtîk bin, moralê wan bilind be. Ev taybetî fîdakarî di kesayetî de dixwazin. Xebata me
ya herî girîng kesayetiya nû ye.
SOKRATES: Tedbîrên pratîk çi ne? Jiyan çawa guhertina xwe bi dilberzî dikare bîne cî?
Mirovên nû kî ne? Ev mirov çawa ne, çi ne; hun çi didin wan, ew bi çi perwerde dibin?
Perwerdeya şoreşê ji bo piştî şoreşê çi ferqê dixe nav ya berê?
SEROK: Mirovên Kurd pêwendiya xwe bi koletiyê zû bi zû naşkîne. Bi sedsalan bindestî
fêkiyên tal gihîştandine. Em xeyalan nakin, em mirovên xwe civaka xwe baş nas dikin ji
ber vê yekê jî, xebata me piranî li ser kesayetî ye. Em dixwazin di kuştina kesayetiya kole
de, kesayetiya Kurd ya rastîn ava bikin. Kesên bi kesayetiya kevn nikarin di şoreşa me de
zêde bijîn. Em jiyana şoreşê li ser dilberziya giyanê ava dikin, jiyana kole ji vê yekê direve,
nayê jiyana paqij. Paqijî jiyana gemar dişo, tune dike; karakterên zeyif tê de winda dibin.
Em dibêjin, kêm be jî, mirovên mezin, kesayetiyên dilberz, xwediyê moral û ehlakê bilind
pêwîst in. Xebata me li ser vê yekê ye.
SOKRATES: Hun ferqê dixin nav jiyana civak û pêşengên civak? Di jiyana pêşengan de
zeyifî nabe lê qelsiya jiyanê di civakan de derdikeve holê û ev jî, beşek ji jiyana wê ye, li ser
vê yekê çi kar hene?
YASKO: Kekê Sokrates, birayê delal, bi rastî di civaka me de qelsî hene lê gelê me hewl dide
ku qelsiyên xwe ber bi xurtî biqulibîne. Piranî qelsî ji me ne; ji pêşeng û rewşenbîrên Kurd
in. Eger em karibin li gor jiyana nû, kesayetiya dilberz xwe bilivînin, gel amade ye, gel
fîdakar e.
ISVANES: Belê, gelê Kurd pir fîdakar e. Dijmin bi gelê me pir lîstiye lê dîsa jî, gel pir li ser
xwe ye. Gelê me di şerê azadiyê de ye, li ser koletiya xwe şerê azadiyê dimeşîne. Li dijî
koletiya xwe pir hişk e, ji bo azadiya xwe nerm e. Eger pêşengên gel karibin bibin
berdevkên wî, baweriya min bi şoreşa me xurt e. Li ser civaka nû û peymana civakê
dixwazim bêjim ku giş pîvanên kolonyalîstan şaş in. Divê em giş pîvanên wan rakin,
pîvanên xwe deynin.
SOKRATES: Di jiyana rojane de, piştî şoreşê peymana we li gor çi pîvanê ye? Koletî,
kolonyalîzm û kirinên wan tiştên xirab in; tiştên hun datînin çengkirinek e li ser van, lê
beriqîna wan di jiyana rojane de wê çawa be? Kurdên kole şer dikin ji bo azadiyê; ferqa
Kurdên azad ji ferqa Kurdên kole îro şer e, şoreş e, lê wê sibê piştî şoreşê çi be?
SEROK: Bersiva pirsa te naveroka şoreşa me ye. Ez azadiyê, serfiraziyê tenê di derketina
kolonyalîstan de nabînim. Kolonyalîzm tenê ne li ser xaka Kurdistan e. Kolonyalîzm di
mejiyê Kurdan de ye. Rizgarkirina xaka Kurdistan armancek ne dûr e, pirsgirêk rizgarkirina
mejiyê Kurdan e. Em di Kurdistaneke azad û serfiraz de bi Kurdên mejîkole çi bikin?
Pirsgirêk ew e ku Kurd xwe bi xwe, kesayetiya xwe ji koletiyê azad bikin, serfiraziya mezin
jî, ev e. Em şer dikin û zanin emê xaka xwe ji destê dijmin derxin û Kurdistan ava bikin lê
avakirina Kurdistan bi koleyan nabe. Ji vêga de xebata me li ser serfiraziya kesayetiya Kurdan
e. Divê her Kurd li dijî xwe şer bike, kesayetiya xwe ya kole bikuje û ji nû ve ava bike. Ji
jiyana kole, mirina azad sed car bi şereftir e. Herkes nebêje ez azad im û kêmasî di yên din
de bibîne. Koletî daye heta qirikê, gemarî ji poz bihuriye û kesek ne li dervayê vê yekê ye.
Bila kes nebêje ez bi xwe azad im, heta ew civaka xwe bi xwe re azad neke, azadiya wî kêrî
tiştî nayê. Êtîka raman ji me azadiyeke giştî dixwaze. Nîv-azad, nîv-kole nabe. Nîv-ehlaq,
nîv-kesayetî nabe. Mafê kesî tune bi hinek-serfirazî kêfa xwe bîne. Serfirazî, azadî, kesayetî
nîvcû nabe, ya heye, ya nîne. Azadî ne zebeş e mirov bi parçeyek razî be; ne nan e mirov
gepek jê bigre; ne av e mirov dilopek vexwe. Heta mirov di azadiyê de nexenike, azad nabe.
Serfirazî navêje ser serê mirov, gemarî paqij nabe.
SOKRATES: Ez bi serfiraziya Kurdistan bawer im lê hêviya min kesayetiya kole wê di nav
kolonyalîzmê de bixeniqe, nikaribe derbasî azadiyê bibe. Ciyê azadî lê hukumferma ye, koletî
winda dibe. Di mejiyê mirovan de koletî pir e yan azadî? Aqil di mejî de hebe, rê dide koletî
yan na? Aqil û koletî zêde bi hev re ne yan aqil û azadî?
SEROK: Fêrbûna koletiyê hêsan e yan fêrbûna azadiyê zor e? Pîvana azadiyê yan pîvana
koletiyê dirêj, kûr, nizm, bilind, dûr, nêzîk e?
SOKRATES: Tama azadiyê şêrîn e yan koletî tûj e? Tuj şêrîn e yan şêrîn tûj e?
YASKO: Birêz Serok û birêz Sokrates xwe kişandin nav ramana xwe, êdî dengê me nagîje
wan.
ISVANES: Bila be, baş e.
SEROK: Kesayetiya qirêj heye, kesayetî dikare hebe û gemar be? Sed sal xwarin baş e yan
rojek azad jiyan? Kurd pir in yan koletiya wan zêde ye? Kurdên kole kurd in yan ew tenê kole
ne? Kurd û kole, mirov û kole dibe yan nabe?
SOKRATES: Sed kole pir in yan yek azad zêdetir e? Mafê koletiyê heye ku azad be yan
tiştek dikare hem kole hem azad be?
YASKO: Em biçin birêz Isvanes?
ISVANES: Na, em guh bidin efkarê wan
SOKRATES: Madem kole hene çima azad jî hene? Dinya zû dizîvire yan zû disekine?
Dinya heye yan tune ye? Ez ji kuderê zanim ku dinya heye, îspata min çi ye? Îspata min çi
ye ku ez heme, hebûna xwe bi çi dipîvim?
Diyalog -VIII -
Qatîlhezî
Çima Kurd ji qatîlên xwe hez dikin?
SOKRATES
ARZAN, ALABAN
ASIMQEND, BERKEND, TIRZO û
SEROK
SOKRATES: Çawa? Bi rastî ez hîç tênagîjim!
SEROK: Rastiya me Kurdan ev e.
SOKRATES: Mirov çawa dikare ji qatîlê xwe hez bike?
SEROK: Têgîştina vî tîştî li me çiqas giran be jî, mixabin wisa ye; Kurd qatîlhez in. Bê
qatîlên xwe nikarin bijîn.
SOKRATES: Çima qatîlên Kurdan çawa ne? Çi didin Kurdan, ji wan çiqas hez dikin yan
jî, çi dikin ku Kurd ewqas ji wan hez dikin? Ez çiqas bixwazim baweriya xwe bi vê yekê
bînim jî, dîsa li min gelek giran tê...
SEROK: Li min gelek giran dihat û tê, ji ber vê yekê jî, bi salan e li hember şer dikim. Ez
naxwazim ji qatîlê Kurdan hez bikim; çi hezkirin, divê ew ji min quncik bi quncik birevin,
nekevin destê min...
SOKRATES: Mumkun e ku Kurd fîlosofîk difikirin û ji vê hêlê xwe di nav pêwîstiya
hezkirina qatîlê xwe de dibînin! Belkî ew ne hez e, nefret e!
SEROK: Çi fîlosofîk! Kurd ji rebenî û bêçaretiyê ketine vê rewşê; ji pepûktiya wan tê ku
ji dijminê xwe hez dikin. Hez çi, ew êvîndarê dijiminê xwe ne. Di nav êvîneke kûr de ne. Tu
nikarî ji dijminên wan re tiştek bibêjî, diqehirin. Dijminên Kurdan ne mîna dijminên xelkê
ne, gelek dijwar in, bi barbariya xwe dijwar in. Ewçend zor û zulum li Kurdan kirine ku
rêyeke din ji bilî qatîlhezî ji wan re nehîştine. Sedem zelal e, lê serhilnedan ne zelal e. Divê
ew li dijî vê yekê bên hişyarkirin.
SOKRATES: Divê mirov vê yekê zelal bike. Meraqa min li ser Kurdan her diçe zêde dibe.
Ez êdî nikarim bê pirs û ramana Kurdan jiyanek bifikirim. Eger nikarim jiyanek bê wan
bifikirim, divê têkiliya xwe hîn xurtir bikim. Ezê bi hin nasên xwe re jî, li ser qatîlhezî
bipeyivim ka ew çi difikirin. Nizanim li welatê Helen qatîlhezî heye yan tuneye, ezê ji giş
nasên xwe bipirsim daku agahdariya min li ser vê yekê çêbe. Lê ez bawer im ku ger
Diogenesê Sînopî vê yekê bibihîse wê gelek kêfa wî bê. Ew hertim li pey tiştên ecêb digere.
Ez jê re qala vî tiştî bikim, belkî ew biçe Kurdistan, cem Kurdan û bixwaze bi wan re bijî.
SEROK: Berî ku tu bi Helenan re bipeyivî, dikarî bi hin Kurdan re derbarê vê yekê bipeyivî,
agahdariya xwe fireh bikî. Va Kurdên ji her aliyê Kurdistan jî, ber bi me tên, kerem bike, em
bi wan re sohbet bikin. Belê, binêre ev birêz ARZAN e, yê li cem wî ALABAN e, her du jî, ji
başûr in. Evê li ser milê me yê rastê ASIMQEND e, ji rojhilat. Yê ku di navbera wan de ye
BERKEND e, ji bakûr. Ewê serê xwe dixurîne TIRZO ye, Kurdê Ewropa ye. Kesên din
nehatine.
SOKRATES: Birêz Arzan li min bibore ku ez tiştan zû bi zû tênagîjim, hin pirsên min hene
ji bo ku ji min re zelalî çêbe...
ARZAN: Belê keremke, lê mafê tu kesî tune ku dev bavêje dostên me û navbera me xirab
bike. Em tucaran rê nadin vê yekê, ne wisa ye birêz Alaban?
ALABAN: Çi ji destê me bê, emê bi cî bînin daku dostaniya me bi dijminên me re têk
neçe. Dibe ku em di hîç tu tiştî de li hev nekin lê di vê yekê de fikrê me bi birêz Arzan re
her tim yek e.
SOKRATES: Min hîç tutişt ji we fam nekir birêz Arzan û Alaban! Eger fikrê we yek e, hun
çima û çawa du kes in. Eger hun du kes in û ne bi hev re ne, çawa fikrê we yek e?
ASIMQEND: Mafê me heye ku em bi herkesî re, ji bo pêşvebirina têkoşîna xwe têkilî
Dostları ilə paylaş: |