ÇÎrok çÎrokên kurdî kurmancî


Çîrokên klasîk ên zarokan



Yüklə 19,39 Mb.
səhifə51/206
tarix07.01.2019
ölçüsü19,39 Mb.
#91204
1   ...   47   48   49   50   51   52   53   54   ...   206

Çîrokên klasîk ên zarokan


Delala li daristanê razayî

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran.

Dibêjin li welatekî, qral û qralîçeyek hebû. Her roj ji hev re digotin:

--Ax, ax! Xwezî zarokeke me hebûya. Wan tenê zarokek dixwest û hew.

Rojekê, qralîçe çû ber çem ji bo xwe bişo, beqek ji nav avê xwe çeng kir derket derve û ji qralîçeyê re got:

--Miradê te wê were cih. Berî ku salekê te biqede, tu ê keçekê bînî dinyayê... Tiştê ku beq got, bi rastî jî hat cih û qralîçeyê berî salekê keçek anî dinyayê.

Keçik wisa delal bû ku qral ji kêfan difiriya. Îca wî rabû ji bo vê yekê şahiyeke mezin li dar xist. Wî ne tenê eqreba û nas û dostên xwe gazî şahiyê kir, ji bo ku zarokê nezerî nekin gazî periyan jî kir.

Di qraliyeta wî de sêzde perî hebûn. Lê belê, ji ber ku li qesrê diwanzdeh sênîkên zêrîn ên xwarinê hebûn, yek ji wan periyan nehat gazîkirin...

Şahî pir muhteşem derbas bû. Ber bi dawiyê jî periyan tiştên qenc û baş ji bo zarok anîn zimên: Yekê esalet, yekê delalî, ya sêyemîn dewlemendî, ya çaremîn kubarî xwest. Û li dinyayê çi tiştên xweş û baş hebin, ha wisa li dû hev ji bo keça qral hatin xwestin.

Piştî ku yanzdeh periyan ji bo keça qral tiştên qenc xwestin, periya sêzdemîn bi carekê derket holê. Ji ber ku ew ji bo şahiyê nehatibû vexwendin, pir aciz bûbû û wê dixwest heyfa xwe hilîne. Bêyî ku silavekê bide kesekî, periya sêzdemîn bi dengekî bilind qîriya got:

--Dema keça qral bibe panzdeh salî, nîkê teşiyekî wê di tiliya wê re here û ewê di cih de bimire.

Paşî ew perî bi wê hêrsa xwe ji salonê derket çû. Ji tirsan deng ji tu kesî dernediket. Îca periya diwanzdemîn, ku hê xweziya xwe negotibû, hat cem qral û qralîçeyê, û got:

--Ev wê nebe mirineke rastîn, lê keça qral wê bi qasî sed salan di xew de bimîne.

Periya diwanzdemîn wisa got, ji ber ku wê nikaribû nifira periya sêzdemîn bi temamî betal bike, lê tenê dikaribû xirabiya wê kêm bike.

Qral jî ji bo ku keça xwe ji vê xirabiyê biparêze, ferman da ku hemû teşî yên li welêt bên şewitandin.

Yeko yeko hemû daxwazên periyan di keçikê de pêk hatin. Ew wisa delal, wisa bixîret, wisa kubar û wisa biaqil bûbû ku çi kesê ew didît, dibû heyrana wê û jê gelek hez dikir.

Îca roja ku keçik ket panzdeh saliya xwe, qral û qralîçe ji qesrê derketin derve. Keçika ciwan jî bi tena serê xwe ma. Ew jî çû yeko yeko li gorî dilê xwe li her derê qesrê geriya.

Wê, dawiyê gihîşt birceke kevn û ji derenceyên wê yên teng hilkişiya. Li jorê deriyekî biçûk derket pêşiya wê. Li ser derî mifteyek hebû. Keçikê ew mifte bada û derî bi carekê vebû... Pîrejineke ku teşî dirêsiya, li wê odeya bircê bi tena serê xwe rûdinişt.

--Rojbaş pîrê, tu li vir çi dikî?, got keçika ciwan.

--Ez teşî dirêsim keça min, got pîrê û serê xwe hejand.

Keçikê got:

--Ew çi ye di destê te de pîrê, tu wisa bi kêfxweşî digindirînî ?

Keçikê wisa got û ji bo ku ew jî teşî birêse, teşî ji destê pîrê girt... Lê keçikê çawa dest avêt teşî, qedera xirab di wê kêliyê de pêk hat, nîkê teşiyî di destê wê re çû... Û keçik li ser nivîneke li odeya pîrê ket xeweke kûr û giran... Û ev xew li her derê qesrê belav bû...

Qral û qralîçe, ku hê nû vegeriyabûn qesrê û ketibûn salona mezin, ew jî di xew re çûn. Û tevî wan, li qesrê, her kes û her tişt di xew re çû.

Hesp di tewlê de ketin xewê, kûçik di hewşê de, kevok li ser banê, mêş li ser dîwaran. Hetta, agirê di nav tifikê de jî di xew re çû... Aşpêja ku di wê kêliyê de porê alîkarê xwe dikişand jî, porê wî berda û di xew re çû. Û ba sekinî, pelek tenê jî êdî nelebitî li ser darên dora qesrê.

Dar û striyên li dora qesrê her roj zêdetir mezin û bilind bûn. Di demeke kurt de, qesr bi temamî winda bû, hetta ala li ser bana qesrê jî êdî xuya nedikir...

Di wî welatî de, çîroka “Delala li Daristanê Razayî”, ku ev nav li keça qral hatibû dayîn, her diçû belav dibû.

Carcaran, kurên qralên welatên din dihatin, nêzî qesrê dibûn û hewl didan dar û strî bidin alî û bikevin hundir, lê belê ev yek mumkun nedibû. Wan nikaribû biketanê. Striyan mîna bi dest û lepan ew digirtin û bernedidan. Prensên ciwan li wir dieliqîn. Wan nikaribû xwe rizgar bikin û li wir bi awayekî pir xirab dimirîn...

Piştî gelek û gelek salan, kurê qralekî hat wî welatî. Mirovekî ixtiyar derket pêşiya wî prensî û çîroka wan dar û striyan jê re vegot.

Li gorî wê çîrokê, li dû wan dar û striyan qesrek hebûye, tê de jî keça delal a qralekî ji sedsalan û vir ve razabûye, navê wê jî “Delala li Daristanê Razayî” bûye.

Tevî keçikê, qral, qralîçe û hemû qesr razayî bûne. Mirovê ixtiyar ji bav û bapîrê xwe bihîstibûye ku gelek prens çûne wir, hewl dane dar û striyan bidin alî, lê belê ew li wan striyan eliqîne û li wir bi awayekî pir xirab mirine. Lê prensê ciwan ji mirovê ixtiyar re got:

--Tirsa min ji tu tiştî nîn e, ez ê herim wê derê. Ez dixwazim “Delala li Daristanê Razayî” bibînim. Ixtiyarê dilpak kir nekir, prens lê guhdarî nekir. Tabî di vê navberê de jî sed sal xilas bûbû û êdî ew roj hatibû; roja ku diviyabû “Delala li Daristanê Razayî” hişyar bibûya.

Dema ku kurê qral nêzî striyan bû, dît ku striyên ku rê girtibû, bi carekê bûn kulîlkên muhteşem û rê ji prens re vekirin. Piştî ku prens derbas bû, ew kulîlk dîsa li dû wî bûn strî û rê girtin.

Prens gihîşt ber qesrê û dît ku hesp û kûçikên nêçîrê tevde radizên. Li ser banê, kevokan serê xwe xistine bin perên xwe û razane. Û dema ku prens ket nav qesrê, dît ku mêş jî li ser dîwaran radizên... Destê aşpêjê hê jî li hewayê ye û jinika xizmetkar jî li ber mirîşkeke reş rûniştiye û amade ye wê bipirtikîne. Li jorê jî, qral û qralîçe rûniştine ser derenceyan û razane. Qesr wisa bêdeng bû ku prens dengê nefesa xwe jî dibihîst.

Dawiyê, prens gihîşt bircê û deriyê odeya biçûk a ku prensesa delal lê radiza, vekir. Ew li wê derê bû, û ew wisa delal bû ku devê prens ji hev vekirî ma. Prens piştre çû, xwe bi ser wê de xwar kir û ji rûyê keçikê maçî kir. Tam di wê kêliyê de “Delala Li Daristanê Razayî” hişyar bû, çavên xwe vekirin û bi bişirînekê li prens nihêrt.

Paşî herdu bi hev re ji wir derketin. Û qral, qralîçe, her kes û her tişt hişyar bû. Her kesî bi awayekî ecêbmayî li hev dinihêrt. Di tewlan de hesp radibûn pêdarê, kûçikên nêçîrê dûvê xwe dihejandin û li vî alî wî alî bazdidan. Li ser banê, kevok serê xwe ji bin perên xwe derxistin, li dora xwe nihêrtin û ber bi gundan firiyan. Mêşên li ser dîwaran vizeviz kirin û dîsa firiyan; agirê nav tifikê pêket, geş bû û xwarina li ser pijiya. Aşpêjê porê alîkarê xwe dîsa kişand û jinika xizmetkar jî pirtikandina mirîşkê xelas kir...

Piştî demeke pir kurt, daweta prens û ya “Delala Li Daristanê Razayî” bi awayekî muhteşem hat çêkirin. Û ew herdu heta dawiya jiyana xwe bi şad û bextewarî jiyan...

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya.

Çavkanî:

http://modersmal.skolverket.se/nordkurdiska/images/stories/nordkurdiska/cirok08/index.htm

razayî: raketî, nivistî, di xew

qral: paşa, şah, mîr, siltan, serok, padîşa

qiralîçe: jina qiralekî, şabanî, xatûn

gazî kirin: bang lê kirin

qedîn: bi dawî hatin, xilas bûn, neman

jiyan: rewşa piştî welidînê û berî mirinê

strî: darikên zirav û tûj, tîkan

ixtiyar: êxtiyar, (mirova/ê) pîr, salmend, mezin

ban: banî, serban, seqf, rexê serî yê xanî

Çîrokeke Jacob & Wilhelm Grimm

ÇÎROKA ZAROKAN

Gur û heft karik

Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran...

Hebû tunebû, dibêjin bizineke pîr û heft karikên wê hebûn. Çawa her dayik ji

zarokên xwe hez dike, wê jî wisa hez ji karikên xwe dikir. Rojekê, bizinê xwest biçe zozanan ji bo biçêre, guhanên xwe tijî şîr bike û bîne zikê karikên xwe têr bike. Wê berî ku derkeve, tembî li karikên xwe kir û got:

--Karikên min ên delal, niha ez ê herim zozanan, lê divê hûn derî ji tu kesî re venekin, û bi taybetî hay ji gur hebin ha! Eger gur bikeve hundir, ew ê we hemûyan bi carekê de daqurtîne. Ew pir fêlbaz e haa!, lê bila di bîra we de be ku dengekî wî yê stûr, lingên wî yên reş hene, hûn ê bi wî rengî karibin wî nas bikin. Jixwe dema ez vegerim, ez ê vê stranê ji we re bibêjim:

Şenga min Penga min

Dayik çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû bikin, derî vekin

Dayik ha(a)tiye danan

Karikan got:

--Bila dilê te rehet be dayê, em ê hay ji xwe bimînin, û ji xeynî te jî, derî li tu kesî venakin.

Hema di wê kêliyê de çima gurê fêlbaz jî di ber derî re derbas nedibû! Gotinên

dawî yên bizinê, yên ku wê ji karikên xwe re gotin, çûn guhên gur jî.

Piştî ku bizina pîr bi dilekî rehet derket çû û karikan jî derî girt, gur hat li derî xist û bi dengê xwe yê stûr got:

Şenga min Penga min

Dayik çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû bikin, derî vekin

Dayik ha(a)tiye danan

Lê belê karikan ji dengê wî yê stûr gur nas kirin û bi qîrîn gotin:

--Em derî ji te re venakin! Tu ne dayika me yî! Dengê dayika me zirav û şêrîn, lê dengê te qalind e. Em dizanin ku tu gur î!

Gur zûzûka çû bazarê û ji wir hinek kils kirî. Wî ew kils xwar û dengê wî pir zirav bû. Piştre jî ew vegeriya malê, li derî da û vê carê bi dengê xwe yê zirav ew stran got:

Şenga min Penga min

Dayik çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû bikin, derî vekin

Dayik ha(a)tiye danan

Lê belê karikan pêşî got qey diya wan hatiye, lê Piştre fikirîn ku mumkun e dîsa gur be yê li ber derî. Îca wan ji gur re got:

--Ka lingên xwe di bin derî re nîşanî me bide.

Gur di bin derî re lingên xwe nîşanî wan da.

Karikan got:

--Ev ne lingên dayika me ne! Lingên dayika me spî, lê yên te reş in. Na, na! Tu ne dayika me yî, tu gur î, em derî li te venakin.

Gur pir aciz bû, lê lazim bû ji bo xapandina wan riyekê bibîne. Îca ew rabû zûzûka çû cem nançêkerêkî û jê re got:

--Nançêkerê delal, piyên min birîn bûne! Ji kerema xwe hûn dikarin hinek hevîr

deynin ser piyên min!?

Nançêker hinek hevîr çêkir û danî ser piyên gur, û gur vê carê çû cem Aşvanekî û got:

--Ji kerema xwe ka hinek arvan li piyên min bike.

Aşvan fikirî û di dilê xwe de got “Herhal gur dixwaze dîsa yekî bixapîne”. Û ji ber wê Aşvan xwe li kerîtiyê danî û daxwaza gur neanî cih. Lê belê gur got:

--Ku tiştê ji te re dibêjim tu pêk neynî, ez ê te bixwim haa!

Aşvan tirsiya, û rabû hinek arvan li ser piyên gur reşand û piyên wî bûn spî. Ya erê, mirov wisa ne!

Cara sisêyan gurê fêlbaz dîsa çû ber deriyê mala bizin û karikan, li derî da û bi dengekî zirav got:

Şenga min Penga min

Dayik çûye zozanan

Xwariye pelên kizwanan

Şîr ketiye guhanan

Zû bikin, derî vekin

Dayik ha(a)tiye danan

Karik qîriyan gotin:

--Ka lingên xwe di bin derî re nîşanî me bide, ji bo ku em bizanibin ka tu bi rastî jî Dayika me yî an na!

Gur lingên xwe yên arvankirî di bin derî re nîşanî wan da û gava karikan jî dît ku ling spî ne, kêfa wan hat û gotin:

--Ev Dayika me ye, Dayika me. Hem deng zirav e, hem jî ling spî ne.

Karikan bi lez û bez derî vekir, lê derî çawa vebû venebû, gur ket hundir û xwe

çeng kir ser wan. Karik pir tirsiyan û xwestin xwe veşêrin. Yek ji wan xwe xist binê maseyê, yekî xwe xist binê nivînan, yekî xwe xist nava sobeya vala, yê çaremîn li mitbaxê, yê pêncemîn li nav dolabê, yê şeşemîn li binê destşokê û yê heftemîn jî di nav saeta dîwêr de xwe veşart. Lê belê gur ew yeko yeko dît û bi carekê avêt devê xwe. Lê gur tenê nekarî ew karikê ku xwe di nav saeta dîwêr de veşartibû, bibîne.

Jixwe ji ber ku zikê gur jî têr bûbû, wî devê xwe alast û çû xwe li derve, li bin

darekê, li ser hêşînahiyan dirêj kir û raket.

Piştî demeke kurt, dayika karikan, yanî bizin, ji zozanan vegeriya... Ax, çi dîmeneke xembar îca li hêviya wê bû! Deriyê mezin ser piştkî vekirî bû, mase, kursî, destşok û nivîn şikiyabûn û tev li erdê belawela bûbûn. Bizin bi saw û tirseke mezin li karikên xwe geriya, lê bêfeyde bû. Wê bi dorê bi navê wan ew gazî kirin, lê tu bersiv derneket. Tenê dema bizinê navê karikê xwe yê herî biçûk got, dengekî zirav hat bihîstin:

--Ez li vê derê me dayê, di nav saetê de me!

Bizinê çû karika xwe ji nav saetê derxist û girt hembêza xwe. Karika biçûk jî ji dayika xwe re got ku gur hatiye û karikên din hemû xwarine... Îca hûn bifikirin ka bizina pîr li ser karikên xwe çiqas hêstir barandine.

Bizina pîr bi xemgînî ji malê derket, karika biçûk jî da dû diya xwe. Gur, li bin darekê, li ser hêşînahiyan xwe dirêj kiribû, û ketibû xeweke wisa giran ku xurexur û pifepifa wî bû. Bizinê çû ji nêz ve li zikê gur nihêrt û ferq kir ku tiştek di zikê wî yê mezin de dilebite, dileqe.

--Xwedêyo, karikên min ên biçûk ku gur ew xwaribûn gelo hê jî zindî ne?, got bizinê.

Îca bizinê bilezûbez çû malê, meqes û ta û derzî anî, zikê gurê pîs bi meqesê qelaşt û yeko yeko hemû karikên xwe jê derxistin. Rewşa hemû karikan gelek baş bû, ew zindî bûn, ji ber ku gur hingî lez kiribû, hema hemû karikan bêyî bicû, bi carekê daqurtandibû.

Îca ew çi kêfxweşiyek bû ji bo bizinê û ji bo karikan...

Bizina pîr ji karikên xwe re got:

--Haydê delalên min, de zû herin keviran bînin, bila keviren wisa mezin bin ha! Hê berî ku gur ji xew şiyar bibe, em ê zikê gur bi keviran dagirin.

Û heft karik çûn kevirên mezin gindirandin anîn û heta devîmanê zikê gur bi keviran dagirtin. Bêyî ku haya gur jê çêbe, bizina pîr zûzûka zikê wî dirût û çû xwe tevî karikên xwe, li pişt darekê veşart.

Dema ku gurê pîs û çavbirçî ji xew şiyar bû, rabû ser xwe. Lê ji ber wan kevirên mezin, ew wisa tî bûbû ku xwest here ji bîrekî hinek avê vexwe. Lê belê dema ew ber bi bîrê ve dimeşiya kevirên nav zikê wî li hev diketin û dikirin gurmegurm. Îca gurê zikmezin got:

Ev çi gurmegurma zikê min e

Min heft karik daqurtandin

Lê gelo ew xewnek bûye?

Gur heta bîrekî bi zorê meşiya, Piştre xwe bi ser bîrê de xwar kir û hinek av vexwar. Lê belê kevirên di zikê wî de wisa giran bûn ku ew bi carekê ket binê bîrê û bi awayekî pir xirab di nav ava bîrê de xeniqî.

Îca heft karik tevî diya xwe bi bazdan hatin, li dora bîrê bi kêfxwesiya mirina gur reqisîn û Piştre jî çûn mala xwe.

Çîroka me qediya, xêr û xwesî li hazir û guhdaran bariya.

ÇÎROKA ZAROKAN

Keçika Niftikfiroş

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran.

Dibêjin rojekê hewa ecêb sar bû; ji serê sibê ve berf dihat; dinya hêdî hêdî tarî dibû. Ew roj, roja dawîn a salê bû, yanî şeva sersalê bû. Dora rojê wê bûbûya saleke nû. Li derve bayekî sar, sermayeke mîna qeşa hebû. Di wê roja sar de keçikeke biçûk li kolanan dimeşiya. Ne şewqeyek li serê wê, ne jî cotek gore li piyên wê bûn. Serê sibê dema ew ji malê derketibû, cotek şimik ê pir kevn û jê re pê re mezin xistibû piyê xwe.

Gava ku keçika biçûk derket derve û xwest zûzûka xwe ji erebeyan bide alî, şimikên wê ji piyên wê derketin. Ew li hêviyê ma ku erebe tev derbas bibin û here şimikên xwe ji cadê bîne. Lê belê tam di wê kêliyê de kurikekî biçûk û şûm rahişt ferek şimika wê, bazda çû; fera din jî di bin tekerên erebeyan de perçiqîbû. Êdî keçika feqîr pêxwas mabû.

Keçika biçûk çend pakêt niftik xistibûn nav çenteyeke kevn û avêtibû stûyê xwe.

Wê pakêtek jî girtibû destê xwe û ji bo ku wan bifiroşe, kolan bi kolan digeriya. Lê ji ber ku hem hewa pir sar bû, hem jî ew roj, roja dawîn a salê bû, herkesî dilezand, haziriya xwe ya sersalê dikir û qet bala xwe nedidan halê perîşan ê keçikê. Êdî bûbû şev û keçikê pakêtek tenê jî niftik nefirotibû. Ji sermayê bedena wê diricifî, ji birçînan jî dilê wê dibihurî. Lê ew hê jî li bendê bû ku niftikên xwe bifiroşe.

Kuliyên berfê xwe li porê wê yê reş radipêçiya. Porê wê ji berfê spî bûbû. Hemû paceyên xaniyan bi ronahiya lampeyan dibiriqîn; hema hema ji hemû malan bêhna xweş dihat, bêhna goştê qazên biraştî. Ew qaz ji bo şîva sersalê hatibûn biraştin. Ji birçînan û ji ber wê bêhna xweş gavên wê sist dibûn û wê hew dikaribû bimeşiya.

Keçika niftikfiroş wisa westiyabû û wisa cemidîbû ku dawiyê fikirî li navbera du xaniyan, li quncikekî rûnê, bêhna xwe vede. Keçik li wî quncikî rûnişt û piyên xwe yên biçûk ber bi xwe ve kişandin; lê belê ew ji berê zêdetir dicemidî û dilerizî, lê dîsa jî wê nediwêrî vegere mala xwe. Ji ber ku wê banknotek tenê jî qezenc nekiribû û bavê wê jî lê bidaya.

Destên biçûk ên keçikê ji sermayê qerisîbûn. Wê kêliyê tiştek hat bîra wê. Wê di dilê xwe de got “Ma wê çi be ez tenê darikekî niftikê bişewitînim û tiliyên xwe piçek germ bikim?”. Wê wisa got û piştre rahişt darikekî niftikê şewitand. Weyy, ew çi ronahiyeke geş, çi germahiyeke şîrîn bû! Bi germahiya agirê darikî keçika niftikfiroş ket nava xeyalan. Wê digot qey ew li ber sobeyeke mezin û germ rûniştiye. Keçika feqîr tam piyên xwe yên qerisî ber bi sobeyê ve dirêj bikirana ku bi carekê agir tefiya û sobe ji ber çavên wê winda bû. Keçikê dît ku ew bi tena serê li quncikê rûniştiye û di destê xwe de wî darikê niftikê ku heta nîvî şewitiye digire.

Keçika niftikfiroş darikekî din jî şewitand û dîsa ket nav xeyalan: Bi ronahiya agir, êdî dîwarê malê jê re xuya nedikir. Li nava malê, li salona mezin, maseyeke xwarinê hebû: rûbereke spî û delal li ser maseyê hatibû raxistin, li ser jî sênîkên porselen ên muhteşem hebûn. Tam li ortê maseyê, di nav tepsiyekê de qazeke biraştî hebû. Lê bi carekê qazê xwe ji maseyê çeng kir, ket erdê û bi kêr û çetela bi pişta wê ve daçikandî, berê xwe da keçikê û li ber sekinî. Lê di wê kêliyê de agirê darikî vemirî. Li pêşiya keçikê, ji dîwarekî stûr û pê ve dîsa tu tişt nema.

Keçikê darikekî din pêxist û wê xwe li ber dareke xemilandî ya sersalê dît. Bi sedan findên biçûçik ên rengorengo bi darê ve daleqandî bûn û tev pêketî bûn. Keçikê destê xwe dirêj kir ku yek ji wan findan bigire, lê belê ew darik jî vemirî û wekî ku dar ber bi asîmanê ve hilkişiya û find jî li asîmanê tevde bûn stêrk. Yek ji wan stêrkan li asîmanê xetek kişand, ber bi jêr ve şemitî û winda bû çû. “Aah, dîsa kesek wê bimire!” got keçika biçûk di dilê xwe de.

Belê, dapîra wê jê re gotibû ku “Gava stêrkek bixurice, yanî bişemite, wê çaxê canek wê hilkişe jorê û here bihuştê.” Ax, ew dapîra delal, yekane kesa ku pir ji keçika biçûk hez dikir û jê re qenc bû, berî bi demekê ew jî mîna stêrkekê xuricîbû.

Keçikê darikekî din pêxist, ronahiyeke geş çêbû û dapîra wê ya ixtiyar hat li ber keçikê sekinî. Keçikê xwe avêt hembêza wê û qîriya got: “Pîrê ! Dapîra min a delal, min jî bi xwe re bibe! Ez dizanim dema ku ev darik vemire, tuyê jî herî. Wek sobeya germ, wek qaza biraştî û wek dara xemilandî ya sersalê, tuyê jî ji ber çavên min winda bibî. An li vir li ba min bimîne, an jî min bi xwe re bibe.”

Û keçikê darikekî din jî şewitand, piştî wî yekî din û yekî din..., heta ku wê hemû pakêt xilas kir ji bo ku dapîra xwe ya delal hinekî din jî li ba xwe bigire. Wê demê dapîra wê keçik girt hembêza xwe û ew herdu bi hev re ber bi asîmanê ve firiyan û çûn.

Dora rojê, serê sibê, kesên ku ji wê kolanê diboriyan, di wê quncikê de cendekê keçikê dîtin; hinarikên wê sipsor bûbûn û bişirîneke sivik li ser rûyê wê bû. Ew di wê şeva sersalê de ku gelek bextewar jî bûbû, ji sermayê miribû. Darikekî niftikê yê şewitî di destê wê yê biçûk de bû û darikên din ên şewitî jî li erdê belav bûbûn.

Ji nav wan kesên ku li ser serê wê bûbûn, yekî bêwijdan ji bo wê got “Ev çi ehmeq e! Çawa wisa fikiriye ku bi darikan wê karibe xwe germ bike!” Lê yên din li ser keçikê hêstir barandin; û ji wan kesî nizanibû ku keçikê çi tiştên xweş û spehî dîtibûn di wê şeva sersalê de. Û dîsa kesî nizanibû ku keçik di hembêza germ a dapîra xwe de ketibû sala nû.

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya.

Çavkanî:


http://modersmal.skolverket.se/nordkurdiska/images/stories/nordkurdiska/cirok08/index.htm

ÇÎROKÊN KLASÎK ÊN CÎHANÊ

werdeka biçûk î nexweşik

Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran...

Dibêjin rojekê, li gundekî pir dûr, mak werdekek bi kurk dikeve û çîçikên wê yeko yeko ji hêkan derdikevin. Ew ji hev delaltir û şîrîntir in. Lê mak werdekê bi carekê şaş û metel dimîne û pir xemgîn dibe. Çimkî ji hêka dawîn çîçikeke pir cihêreng derdikeve. Ew çîçik ji çîçikên wê yên din mezintir e û rengê wê jî ne zer, lê gewr e.

Mak werdekê difikire û ji xwe re dibêje ku ew ê nikaribe vê çîçika nexweşik xweyî bike.

Lê gelo ev çîçik werdeka cihêreng ji ku hatiye wir? Ew naşibe tu sewalên nav koxikê!... Û dema ku ew li dû mak werdekê digere, çîçikên mirîşkan û yên elokon tev jê aciz dibin û wê ji xwe dûr dixin.

Çîçikên din ên mak werdekê jî bi nikulên xwe wê pir diêşînin. Di nav xwe de jî dibêjin:

--Eva nexweşik çima tê nav me? Kes wê naxwaze ! Bila ji vê derê here ! Ew bi rastî jî çiqas nexweşik e.

Piştî demekê, sewalên din çîçik werdeka feqîr ji koxikê diavêjin û ew jî diçe dikeve nav bexçeyekî ku çivîkên biçûçik tê de bask li hev didin û virde wirde difirin. Çîçik werdek ji wan re dibêje:

--Ez li vir li malbata xwe digerim! We malbata min nedîtiye?

Çivîkên biçûk lê dinêrin û jê re dibêjin:

--Ne mumkun e tu ji malbata me bî. Tu pir mezin î. Tu dixwazî here malbata xwe li wî aliyê din ê golê bigere.

Çîçik werdeka belengaz bi ya çivîkan dike û berê xwe dide aliyê din ê golê. Îca ew li wê derê rastî werdekeke kûvî tê û jê dipirse:

--Te malbata min nedîtiye?

Werdeka kûvî bersiva wê dide û dibêje:

--Tu pir dereng hatiyî, biçûkê. Kes li vir nemaye, herkesî koç kiriye.

Hê ev gotin di devê wê de ne ku bi carekê dengê fişekan tê û ew ji çîçik werdekê re dibêje:

--Biçûkê, zû here xwe veşêre. Nêçîrvan wê werin vir. Ew dijminên me yên herî xetere ne.

Gava ku çîçik werdek xwe di nav hêşînahiyan de vedişêre, werdekên kûvî jî bask li hev didin û ber bi welatên germ ve difirin.

Dû re kûçikek tê ber çem, dora xwe bêhn dike û bêyî ku tiştekî bi dest bixe vedigere, ji wir diçe.

Îca çîçika me ya feqîr, ji ber tiştên ku dibîne û dibihîze, hê zêdetir şaş û metel dimîne, û ji wê derê ku ji bo wê pir xetere ye, bi reverev bazdide diçe. Lê ew ê bi ku de biçe? Gelo ew dîsa here nav koxika xwe? Na! Ev ne mumkun e, çimkî tu kes wê li wê derê naxwaze.

Çîçik werdek serê xwe dixe ber xwe, hêdî hêdî dimeşe heta ku digihîje ber holikeke biçûk.

Îca ew dikeve hundir û dibîne ku mirîşkek bi kurk ketiye, pîrejinek li ber agir rûniştiye xwe germ dike, pisîkek jî li ser nivînan xwe dirêj kiriye.

Çîçik werdeka me, ku ji xwe re piçek germahiyê digere, bi awayekî pir xirab tê pêşwazîkirin.

Mirîşka spî pir bi hêrs diqudqude, pisîkê boz xwe gij dike û bi dengekî xofdar dinewîne.

Herduyan xwe çeng dikin ku wê bigirin, çîçik werdek heta ku jê tê bazdide û ji wir bi dûr dikeve.

Dawiyê zivistan tê, lepelepe berf dibare û her der qeşa digire. Mixabin çîçik werdek ji xwe re cihekî bi ewle nikare bibîne û ew mecbûr dimîne ku dîsa here golê û li wir bimîne. Lê ji xeynî wê tu sewal li wê derê nemaye. Masî di bin qeşayê de razane û hemû werdek ber bi welatên germ ve firiyane. Çîçik werdeka me jî li wê derê bi tena serê xwe bi zivistaneke dijwar re rû bi rû dimîne.

Lê rojek ji rojan, piştî şeveke sar û seqem, çîçik werdeka belengaz dîsa ji xwe re li cihekî digere. Dawiyê jî ew ji xwe re maleke germ peyde dike. Ew tevî ku bêhemdê xwe gelek tişt dirijîne dişikîne jî, xwediyên malê wê naqewirînin û dihêlin ku çîçik werdeka me wê zivistanê li cem wan derbas bike.

Roj li dû hev derbas dibin û dawiyê bihar tê. Çîçik werdeka me ya ku êdî têra xwe mezin bûye, rojekê bêriya golê dike. Îca ew pir bi xemgînî xatir ji wê malbata dilpak dixwaze û berê xwe dide golê.

Gava ku çîçik werdek digihîje golê, dibîne ku sê qûyên delal di nav avê de ne. Ew jê dipirsin dibêjin:

--Tu ji ku derê têyî? Tu li ku derê bûyî ? Tu çima bi me re nehatî?

Îca çîçik werdeka me dibîne ku ew bi awayekî pir ecêb dişibe wan qûyan, û tê famkirin ku werdeka biçûk î nexweşik ku herkes jê aciz dibû, ku kêfa tu kesî jê re nedihat, ew ne werdek bûye, lê belê ew qûyeke delal û ciwan bûye.

Çîçik werdeka nexweşik dawiya dawî digihîje malbata xwe. Ew êdî bûye qûyeke simspî.

Ew ji xwe pir bawer e û pir bi ezamet û kubarî di nav golê de avjeniyê dike. Ew ê êdî ne ji sermayê, ne ji xirabiya mirovan, ne jî ji birçîmayînê bitirse. Û dema rojên sar jî werin, ew ê tevî malbata xwe bifire here ber bi welatên germ.

Çîroka me qediya, xêr û xweşî li hazir û guhdaran bariya...

Çavkanî:

http://modersmal.skolverket.se/nordkurdiska/images/stories/nordkurdiska/cirok08/index.htm

**


Yüklə 19,39 Mb.

Dostları ilə paylaş:
1   ...   47   48   49   50   51   52   53   54   ...   206




Verilənlər bazası müəlliflik hüququ ilə müdafiə olunur ©muhaz.org 2024
rəhbərliyinə müraciət

gir | qeydiyyatdan keç
    Ana səhifə


yükləyin